Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Jiyan li Kurdistanê sekinî

Li Kurdistanê ji bo Şehîdên Helebceyê gelek navendan jiyan sekinî û komkujî hatin lanet kirin.

Bi wesîleya salvegera komkujiya kîmyabarana 16’ê Adara 1988’an li Helebceyê çalakiyên bîranînê û protestoyî tên lidarxistin.

Li başûrê Kurdistanê û gelek herêman ji bo bîranîna şehîdên Helebceyê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Gel û kedkaran saet di 10:55’an de li bazar, kolan û saziyan şehîdên Helebceyê bi deqîqeyek rêzgirtinê bi bîr anîn.

Saziyên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe rawestandin û şehîdên Helebceyê bi 5 deqîqe rêzgirtinê bibîr anîn.

Merasîma hikûmetê hat protestokirin

Xizmên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê merasîma bîranînê yê hikûmetê boykot kirin û diyar kirin ku divê hikûmet li şûna merasîma bîranînê, xizmeta bajêr bike û birînên komkujiyê derman bike.

Gel beşdarî merasîma ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû organîzekirin nebûn û çûn serdana Şehîdgeha Helebce û kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Dema xelkê Helebce daxwaza xizmetguzariyê ji hikûmetê dikirin, ragihandin ku eger bersiva daxwazên wan neyê dayîn wê di dawiya meha Remezanê de careke din dest bi xwepêşandanan bikin.

Serokwezîrê Iraqê: Biryar beriya her tiştî erkekî exlaqî ye

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî bi boneya salvegera komkujiya Helebceyê li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku Helebce weke parêzgehekê qebûlkirin erkekî exlaqî ye.

Sûdanî got, “Erka sereke ya hikûmeta me ye ku xizmetê bide bajarên ku rastî zilmê hatine. Îro careke din me Komkujiya Helebceyê ku yek ji mezintirîn sûcên rejîma dîktator li dijî mirovahiyê ye, bi bîr anî.”

Sûdanî her wiha di peyama xwe de got, “Ez dubare dikim. Biryara desteya wezîran a dengdana li ser pêşnûme qanûna li ser bûyîna parêzgehkirina Helebceyê, beriya her tiştî erkekî exlaqî ye.”

Wargeha Mexmûr: Bêdengî hevkariya sûc e

Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi wesîleya 35’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Bêdengiya dewlet û partiyên siyasî yên kurd nîşan dide ku hevparê vî sûcî ne. Weke gelê Mexmûr em li cem gelê Helebceyê ne. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî van qetlîamên li ser gelê kurd bêdeng nemînin. Duh Helebce, îro jî Zap rastî êrîşa kîmyewî hat. Weke Meclîsa Gel a Mexmûrê em Komkujiya Helebceyê şermezar dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar