Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Jiyan li zozanên Qendîlê xweş e

Xelkê Qendîlê bi hatina biharê re dest bi komkirina pincarê kirin. Jina bi navê Meyir Mihemed da zanîn ku jiyana herî xweş li zozanên Qendîlê ye

Dayİka Meyir Mihemed Hecî Hesen bi salan e li zozanên Qendîlê dijî û behsa jiyana li vê herêmê kir.

Meyir Hecî Hesen ji Rojnewsê re axivî û bi naskirina giyayê soryaz dest bi axaftina xwe kir: “Em ji vî giyayî re dibêjîn soryaz. Ev giya û gelek cûreyên din yên giya di mehên biharê de li bilindahiya çiyayan şîn dibin. Soryaz bi çend rengan tê çêkirin, cûreyek jê di nav avê de tê kelandin heya ku rengê wê zer bibe, rengek din jî di nav rûn û bi pîvazan re tê sorkirin û bi vî rengê dibe cûreyek xwarinê, her wiha tu dikarê hûr bikî û li ber rojê hişk bikî û ji bo werzê zivistanî radikî, ev jî di nav mehîr û bi keşkê re tê kelandin û xwarin ew jî li gor heskirin û daxwazên te dimîne. Ne tenê soryaz, kereng, karî û hwd ji wan cûreyên giyane ku li bilindahiya çiyayan şîn dibin. Ji ber ku cihê lê şîn dibe zore, ji bo wê komkirina wan jî ji van giyayên din zortir e.”

‘Em welatê xwe ji wan re nahêlin’

Meyir balkişand ser jiyana zozanan jî wiha axivî: “Jiyana me li zozanan pir zore, lê di heman demê de pir xweş e. Ji ber ku mirov bi keda xwe di nava xwezaya welatê xwe de dijî. Dibe ku westanîna fîzîkî hebe, lêy a ku herî zêde jiyana me zor dike êrîş û bombebaranên balefirên dewleta tirk in. Dijmin bi balefirên xwe dixwaze me çav tirsandî bike da ku me dûrî welatê me bike, lê bila baş bizanin ku negengaze em welatek weke buhiştî ji wan re bihêlin.” QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar