Endamên Piştevaniya Mor bi dirûşma ‘Jiyan, maf, azadiya me di bin êrîşan de ye. Em ne di ewlehiyê de ne’ li Parka Ataturkê daxuyaniya çapemeniyê dan. Platforma Jinê ya Edeneyê û Meclisa Jinê jî piştevanî dan daxuyaniyê.
Endama Piştevaniya Mor Pelîn Çîçek a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku di serdema pandemiyê de jiyana jinan hîn zor bûye û da zanîn ku di serdema pandemiyê de newekheviya zayendiya civakî jî zêde bûye û jin di vê serdemê de hîn xizan bûne.
Çîçek got ku jin di serdema pandemiyê de mecbûr mane ku li gel mêrê tundî li wan kiriye bimînin û bi bîr xist ku Piştevaniya Mor di tîrmehê de kampanyaya ‘Têkeve nava tevgerê’ li dar xistine.
Di axaftina xwe de Çîçek diyar kir ku ew li 76 bajaran bi tevlibûna hezar û 462 jin anketek çêkirine û li gorî encama anketê di nav hezar û 462 jinan 987 wan bi tundiyê re rû bi rû mane.
Çîçek herî dawî ji bo hemû jinan banga têkoşîna rizgarkirinê kir. EDENE