Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Jiyan, mirin û gorên komî

Li Şengalê bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an, yek ji rojevên esasî jî mijara gorên komî ye. Li gor agahiyên ku şahidan dane û di encama lêkolînan de heya niha 87 gorên komî hatine tespîtkirin, di nav 8 salên borî de 34 ji wan hatine vekirin û cenazeyên di nav de hatine definkirin, li gundê Qinê jî niha kolandina 6 gorên komî berdewam dike.

Her çiqas têgiha “gorên komî’’ di sedsala 20’emîn de hatiye pênasekirin û di ferhenga siyasî, hiqûqî û civakî de bicih bûye, koka kuştinên komî xwe berdide heyama koletiyê. Ev pêvajo bi qetilkirina qebîle, êl û eşîran destpêkiriye û di serdema “modern’’ de xwe gihandiye kuştina qewm, netew û komên baweriyan. Di esasê kuştina komî de xwe ferzkirin, kolekirin û serwerî heye. Îradeya dewlet û desthilatdariyê ji bo îradeya azad a civakê bişkîne, kuştina komî wekî rêbazeke bingehîn bikar aniye, ji bo civakê ceza bikin rê, rêbaz, amûr, çek pêşxistine. Dema Hîtlerê faşist plana qirkirina cihûyan da ber xwe, ji bo kuştina komî labaratuarên taybet da avakirin. Li ser gazên jehrî xebatên “zanistî” hatin meşandin. Armanc jî ev bû: Di dema herî kurt de, herî zêde însan bi awayek herî “erzan’’ wê çawa werin kuştin.

Di sedsala 20’emîn û 21’emîn de li seranserê cîhanê û bi taybet jî li Rojhilata Navîn gelek netew û komên baweriyê rastî qirkirinê hatin. Jixwe, eger em behsa gorên komî dikin, li wê derê jenosît jî heye. Têgihên “jenosît’’ û “gorên komî’’ bi hev ve ne. Yek hebe ya din jî heye. Lê di mijara gorên komî de tiştê ku em bala xwe bidinê çi ye, di vir de armanc ne tenê kuştin e. Dikuje û termê wî/wê vedişêre. Yanî bi kuştinê re sînordar namîne, beden jî ji holê radike. Ev pratîk ji sînorên kuştin û cezakirinê derbas dike.

Ji ber ku di jiyana însan de du mefhûmên esasî hene, yek jê jiyan yek jî mirin e. Mirovahî bi rêya çand, huner, felsefe, ol û edebiyatê heya astekî wate daye van her du mefhûman. Dema însan ji dayik dibe bi hin rîtuelan tê pêşwazîkirin û dema dawî li hebûna wî/wê ya vê dinyayê tê ango dimire, dîsa bi hin rîtuelên çandî, olî û hunerî ve tê oxirkirin. Ev rîtuelên jidayikbûn û mirinê, tiştên herî pîroz ên hebûnê ne.

Niha civakên ku rastî qirkirinê tên û bedenen wan di gorên komî de têne wendakirin, ji vê dîyalektîka hebûnê têne qutkirin. Jiyan û hebûn derbeke mezin a manewî dixwe. Û eger em rastiya civaka êzidî ya di 73 fermanan re derbas bûye û bi hezaran sal in şerekî mezin a hebûnê dimeşîne bînin bîra xwe, em ê giraniya vê rewşê baştir fam bikin. Civaka êzidî bîr û baweriya xwe jî, çand û hunera xwe jî bi çanda devkî û hafizaya civakî berdewam dike. Û gorên komî êrîşa herî giran a li ser hafizaya civakê ye, hiş û hafizayê parçe dike, hêz û taqeta hebûnê dikuje.

Di dîroka êzidiyan de bi dehan ferman hene û di her fermanê de qirkirin û gorên komî hene. Niha kes nizane ku ji Şengalê heya Deşta Wêranşehirê, ji Wanê heya Ixdirê çend gorên komî yên êzidiyan hene. Ev gorên komî nîşaneyên jenosîta bênavber ên li ser êzidiyan e. Her wiha her yek xençerek e li ser dil û hafizaya civaka êzidî.

Civaka êzidî koka çanda Aryen e û li cîhanê tu gel û civak qasî êzidiyan bi rîtuelên jiyan û mirinê re ne girêdayî ne. Di civaka êzidî de yek ji tiştên herî pîroz bi rîtuelan pêşwazîkirina zarokan û oxirkirina miriyan e. Civaka êzidî rastiya jiyanê jî ya mirinê jî hîs û nas kiriye, hemû jiyana civakî ya êzidiyan li ser vê diyalektîkê ava bûye. Û niha bi hezaran êzidiyên di fermana 2014’an de bi destê DAIŞ’ê hatine qetilkirin, di gorên komî de ne. Ruxmê ku 8 sal di ser fermanê re derbas bûye û cihê piraniya gorên komî hatine tespîtkirin jî, hikûmeta Iraqê heya niha tenê 34 ji wan vekirine. Fermana li ser êzidiyan bi vî awayî jî berdewam dike.

Niha bi sedan malbatên êzidî, li derdora gorên komî kon vedane û li benda hestiyên xizmên xwe ne. Daxwazek wan bi tenê heye, beriya ku hestiyên şehîdên fermanê bi avê ve biçin an jî ji aliye heywanan ve werin xwarin, dixwazin gor werin vekirin û miriyên xwe li gor rêûresmên xwe ji vê dinyayê oxir bikin.

Nûçeyên Têkildar