Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jiyan û têkoşîna Diyar Xerîb

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb di 5’ê tîrmehê de, di temenê 46 salî de di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta tirk de li gel du gerîlanên din şehîd bû. Di vî temenî de gelek têkoşîn ji bo neteweya xwe kir û gelek berhem li pey xwe hişt

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi nava hevalên xwe yên têkoşînê de bi Heval Helmet dihate gazîkirin. Di sala 1973’an de li gundê Sêwsênan ê Qeredax a ser bi Silêmaniyê ji dayik dibe. Çend salan li gund dijî, piştre di sala 1980’an de bi malbata re tê Silêmaniyê, lê ji ber ku hez ji jiyana gund dike, timî serdana gund dike û gelek li gundan dimîne.

Ji ber ku li herêma gundê wan baregehên pêşmergeyan hebû, di dema li wir dimîne fêrî jiyana pêşmergetiyê dibe. Bi vê riyê ruhê nîştîmanpewerî li gel pêş dikeve.

Diyar Xerîb li bajarê Silêmaniyê mezin dibe û dibistana seretayî û amadeyî li Silêmaniyê temam dike. Piştre Beşê Fizîkê li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê temam dike. Ji derveyî ku ew bi xwe tevî têkoşîna Tevgera Azadî ya Gelê Kurd bû, birayek wî yê bi navê Dilêr di Raperîna sala 1991’an de li Kerkûkê şehîd bû.

Piştî sala 1988 û heta 1991’an valahiyek di xebata siyasî ya başûrê Kurdistanê çêbû. Diyar Xerîb di vê serdemê de ti temenê ciwaniyê de navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Ocalan dibihîse. Piştî raperîna bihara 1991’an a başûrê Kurdistanê zêdetir bîr û îdeolojiya PKK’ê nas dike. Lewma ji sala 1992’an ve nêzî rêxistinên PKK’ê dibe û di sala 1995’an de bi fermî dibe endamê PKK’ê.

Bihara sala 1997’an ji bo beşdarî perwerdeya li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibe tê hilbijartin, lê ji ber ku operasyona dewleta Tirk destpê bike, çend mehan di nava şer de dimîne. Piştî ku operasyon bi dawî dibe, di Cotmeha 1997’an de diçe li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.

Diyar Xerîb têkildarî mayîna xwe ya li gel Ocalan û akademiyê wiha destnîşan dikir;”Ji berî ku peywendiyê li gel refên PKK’ê bikim, min çend pirtûkên Serok Apo xwend. Ango bi firkê Ocalan ve hatim girêdan, lê dîtina wî ji bo min tiştek cuda bû. Ji derveyî gotinên wî, ez ji tevgerên wî gelek tişt fêr bûm. Xala bihêz a Ocalan ew e ku tiştek veşartî nebû. Her tişt bi aşkera digot. Tişta ku ji me re digot, ji her kesê re digot, li ser kanalên ragihandinê ji digot.”

Diyar Xerîb di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd de gelek wezîfe girtine. Di sala 2002’an de li gel hejmarek hevalên xwe Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) damezirandin. Di sala 2008’an heta 2014’an dibe serokê PÇDK’ê. Ji sala 2014’an ve dibe Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê.

Li gorî daxuyaniya KCK’ê Diyar Xerîb di roja 5’ê tîrmehê de li gel du gerîlayan li Binarê Qendîlê di êrîşa hewayî ya balafirên dewleta tirk de şehîd dibe. KCK’ê ragihand ku Diyar Xerîb û hewalên xwe bi planekî hevbeş a xiyanetkar, noker û dewleta tirk de şehîd bûn. SILÊMANÎ

Çavkanî: Dana Omer / Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar