Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Jiyana girtî Necdet Ozturk di xetereyê de ye

Necdet Ozturk ê girtî bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku ewlehiya canê wan nemaye û got: “Heke tiştek were serê min, berpirsiyar girtîgeh e.”

Necdet Ozturk li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye. Oztgurk bi rêya telefonê li gel malbata xwe ya li Dîlokê dimîne hevdîtinê pêk anî. Ozturk binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ji malbata xwe re ragihand û destnîşan kir ku ewlehiya canê wan nemaye. Ozturk hefteyek berê jî bi rêya malbata xwe ragihandibû ku girtiyan li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya deng derxistinê û berzkirina dûrşman kiriye û vê hefteyê jî da zanîn ku ewlehiya canê wan nemaye.

Ozturk bi rêya malbata xwe anî ziman ku heke tiştek neyînî were serê wî berpirsiyar girtîgehê nîşan da û got: “Ez destnîşan dikim; heke tiştek li vê girtîgehê were serê min, berpirsiyar girtîgeh bi xwe ye. Tu însanan qebûl nakin, bila haya we jê hebe. Tevî ku cezayê muebeda girankirî li min hatiye birîn jî Wezareta Dadê, Meclis, Destûra Bingehîn gelek mafan ji bo min nas dike. Lê ez nikarim ji van mafan sûdê werbigirim. Bila haya we jî jê hebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar