Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Jiyana hevrêtî girtiyên nexweş li ser piyan digire

Girtiyên nexweş Abdulkadîr Kuday û Ergîn Aktaş ên ku rewşa wan giran e li Girtîgeha Metrîsê tên ragirtin. Kuday û AKtaş diyar kirin ku tişta herî girîng ew e ku wan li ser piyan digire “Jiyanek hevrêtiyê ye.”

Dewleta tirk a dagirker ku li hemberî gelê kurd tu pîvanên mirovahiyê nas nake, komkujiyên herî hovane li ser gelê kurd dimeşîne. Li girtîgehan jî girtiyên nexweş an li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin an jî li ber şehadetê bin tên berdan. Ji van girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran e Abdulkadîr Kuday û Ergîn Aktaş li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsa Stenbolê tên ragirtin. Her du jî girtiyên nexweş in û rewşa wan xedar e. Tevî ku nikarin li girtîgehê bimînin û bi tena serê xwe bijîn jî nayên berdan. Ji bo wan bi dehan caran daxwaz, daxuyanî û çalakî hatin lidarxistin lê dîsa jî rewşa van her du girtiyan ji nedîtî ve tê.

Kuday 8’ê cotmeha 2014’an li navçeya Qosera Mêrdînê bi hinceta tev li çalakiyên Kobanê bûye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin. Cezayê muebeda girankirî lê tê birîn. Di serî de fitiqa piştê û gelek nexweşîn lê peyda bûne.

Kuday ji sala 2021’an vir ve li Girtîgeha Metrîsê tê ragirtin û niha daketiye bine 40 kîloyî. Tevî ku nexweşxaneyê ji bo wî rapora berdanê amade kiriye jî lê li ser rapora Saziya Tiba Edlî (ATK), Kuday nayê berdan û berdana wî tê astengkirin.

Ergîn Akaş jî di sala 2011’an de li navçeya Bazîda Agiriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin û 2 caran cezayê muebeta girankirî lê tê birîn. Aktaş ji sala 2019’an ve li Girtîgeha Metrîsê tê ragirtin. Her du destên wî tune ne û gelek nexweşîn lê peyda bûne. Tevî ku ATK’ê 6 caran got nikare di girtîgehê de bimîne jî lê dozgeriya girîgehê berdana wî asteng dike.

Kuday û Aktaş bi rêya parêzerên xwe bersiva pirsên me ji bo wan şandibû dan.

Kuday anî ziman ku jiyana li girtîgehê ked û enerjiyeke mezin dixwaze û got ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê dev ji têkoşîna xwe ya bi rûmet bernedin. Kuday qala rojek xwe ya girtîgehê kir û got: “Em her roj saet di 08:00’an de radibin. Li vir di çarçoveya hevaltiyê de em taştêya xwe bi hev re amade dikin. Piştre em radyoya xwe vedikin û 1-2 frekansên muxalîf hene û em bi vî awayî li nûçeyan guhdarî dikin. Piştre em paqijkiyê bi hev re dikin. Paşê em rojname dixwînin. Nîvro du saetên me yhên hewadariyê hene.

Em sohbetê dikin û volta dikin. Em paşê diçin qawîşê. Heke êşên me nebin, em hinek radikevin. Em pirtûkan dixwînin. Em xwarina xwe ya êvarê dixwin. Êvarê jî pirtûkan dixwînin. Heke belgefîlmek ango fîlmek di televîzyonê de hebe em temaşe dikin. Em li nûçeyan temaşe dikin. Em carna bi kişikê dilîzin. Em di rojên girîng de stranan dibêjin û helbestan dixwînin. Saet di dozdehan de em radikevin. Rojên me wisa derbas dibin.”

Kuday anî ziman ku odeyên wan gelekî teng bûn û şert û mercên wan jî zehmet bûne û tevî hemû neyînîyan jî moralê wan bilind e û bi hezkirin dest bi rojê dikin. Kuday bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Dema ez rewşa wan dibînim, hin baştir ji rewşa gelê kurd fêm dikim. Bi rastî di vê rewşa heyî de zilm bêsînor e. Lê helwesta me bersiveke li dijî zilma wan e. Weke ku heta ev zilm bidome wê berxwedana me jî bidome. Em ê di dawiyê de bi ser bikevin.”

Kuday destnîşan kir ku mirin ji bo her zindiyekî rastiyek e, lê pirsa “Mirinek çawa?” kir û got: “Ev pirs girîng e. Divê hebrêyên min, malbata min, nasên min, hevalên min zanibin ku ez bi salan di zindanan de hînî gelek tiştan bûm. Ez hê jî bi sendyeyê diçim nexweşxaneyê û têm. Ev zilm e û ev zilm hîna jî berdewam dike. Çend roj bere min birin nexweşxaneyê. Piştî ku min birin nexweşxaneyê, ew qas îşkence li min kirin. Ji hevdû re gotin, ‘Ew girtiyê PKK’ê ye. Dema vê gotinê bihîstin ji mirovatiya xwe derketin. Ez çar rojan li wir mam û dilopek av nedan min. Bi wî halê minî perîşan anîn zindanê.”

Kuday diyar kir ku demek berê ew rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê û got: “Heta niha timî digotin ‘derman ji nexweşiya we re nîne’. Beriya wê jî dema min digot ez nebaş im, digotin, ‘Tiştekî te tune ye’. Lê niha bi zorê min birin nexweşxaneyê. Ez dikarim bi hevalekî xwe re bimînim.”

Kuday wiha domand: “Bila gelê me yekitiya xwe ava bike. Bila ziman û çanda xwe biparêzin. Bila ji hev hez bikin, bar û êşên xwe sivik bikin. Bila di her wateyê de gavan biavêjin. Her wiha wek hûn jî dizanin ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê divê berxwedana mezintir bibe. Min piştî şehadeta kurê xwe xebera şehadeta biraziyê xwe girt. Ez dizanim ku malbata min gelek êş kişandiye, ger ez bimirim bila min li kêleka kurê min Seyîd Riza (Dijwar Baran) û biraziyê min Elîşêr (Şiyar Mazlum) defin bikin.”

Ergîn Aktaş jî diyar kir ku hikûmet di polîtîkayên xwe yên şer de bi israr e û ev pêvajo şert û mercên girtiyan girantir kiriye û diyar kir ku tecrîd hatiye kûrkirin û mafên mirovan hatine binpêkirin. Aktaş anî ziman ku ji bo armanca hikûmetê baş were fêhmkirin divê tecrîda mutleq a li Îmraliyê were dîtin û got:“Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin, li gorî nirxên mirovahiyê, wijdanî, exlaqî û hiqûqî nîne. Li vir peyama ‘Eger mesele kurd be ez ê hemû qanûnan bixim bin lingên xwe’ didin me. Hikûmet bi taybetî jî li zindanan tecrîdê zêde dike. Gelê qedîm ku nifûsa wê bi milyonan e hatiye hedefgirtin û bi hemû rêbazan hewl tê dayîn bê statû bê hiştin. Ez meraq dikim eger zarokên wan kesan û girtiyên di zindanan de bi vê hişmendiyê nêzîk bibin dê çi bibe? Eger em li ser vê pirsgirêkê bisekinin, rewşa zindanan û rewşa ku em tê de ne dê bi giranî were fêmkirin.”

Aktaş got: “Ev pergala bêhiqûqî jî heta mirinê ceza kir. Cezayên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn amadekirin, yanî rêbazên wekî tecrîdê rewa kirin. Rêveberên faşîst gotin, ‘Em dê cezayekî wisa bînin ku ji darvekirinê çêtir e’. Qanûnên wan li şûna xwe man lê paradîgmaya Rêbertî li tevahiya cîhanê belav bû. Paradîgmaya Rêbertî qanûnan pûç kir. Armancek vê pergalê heye ku girtiyan ser û bin bike. Dixwazin tu dest ji doza xwe berdî û bi awayek bêrûmet bijî. Dixwazin bi zorê li girtiyan ji nirxên wan mirovahiyê dûr bixin.”

Aktaş anî ziman ku faktora herî girîng a ku wan zindî û li ser linga dihêle “Jiyana hevrêtiyê ye” û diyar kir ku ji bo vê jiyanê bedelên mezin tên dayîn. Aktaş wiha domand: “Di vê jiyanê de cihê menfeaetê, takekesiyê, hesûdî, derew û tiştên madî nîne. Di vê jiyanê de bawerî, fedekarî, ked û germahiya hezkirina hev heye. Fikir, sedem û ruh heye. Di vê heyamê de ev jiyana rengîn mûcîzewarî ye. Çend roj berê min û Abdulkadîr Kuday nîqaş dikir, Abdulkadîr got, ‘Meralê me yê herî mezin, jiyana me ye’. Ev gotina wî bandorek mezin li ser min kir. Çimkî ruh, doz û raman girîng e. Çimkî yên ku xwedî li doza xwe derdikevin, her tim zindî ne. Lewma dijmin di zindanan de nikare te ji ya te bixîne. Lewma jiyan ji bo me mertalek girîng e. Jiyan di her warî de me bi rêxistin dike. Jiyan di nav vê rewşa nexweşiyê de jî me bi rêxistin dike. Em dîsa jî dixwînin, lêkolîn dikin û em hin bêtir xwe hişmendtir dikin û em pêvajoyê dişopînin. Ev tişt hemû girêdayî jiyanê ne.”

Aktaş bal kişand ser li dijî her cure êrişan berxwedan girîng e û got: “Lê divê em potansiyela xwe jî bibînin. Li gorî vê yekê divê em xwe nû bikin û bi rê û rêbazên nû li dijî dem û şert û mercan têkoşîna xwe mezin bikin. Em gelekî nêzî hev in. Ji ber vê yekê jî êriş zêde dibin. Di navbera me û azadiyê de gavek heye. Divê em vê gavê biavêjin. Herî dawî jî ez bang li her kesî dikim; rewşa Abdulkadîr Kudar gelek xirab e, divê muxalefeta civakî li ser vê yekê raweste.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar