Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Jiyana jinên tûnisî di wêneyên xwe de dineqşîne

Wênesaza tûnisî Raja Ben Nasr a diyar kir ku ew îlhama çûkirina wêneyan ji jiyana jinan digire û wiha got: “Ez çi hîs dikim jinên tûnisî yên ku her tim gelek bar li ser milê xwe dikişînin û ez wan xêz dikim. Jin xwedî gelek xislet û jêhatinên ku min teşwîq dikin.”

Wênasazî di nava hunerê de beşeke girîng e. Wênasaz her tin hewl didin êş û azarên civakê bi boyaxên rengîn zindî bikin. Dema ku wênesaz jin be vê carê wênasazî vediguhere hunereke berxwedêrî. Wênesaza tûnisî Raja Ben Nasr dibêje ku xêzkirin rêyek e ku jin bikaribin xwe îfade bikin û destnîşan dike ku ger wekî hobî were pêşxistin jî dê nêzîkatiyek erênî û analîtîktir ji raman û bûyerên neyînî re bîne. Raja Ben Nasr berî ku bi profesyonelî dest bi boyaxkirinê bike bi salan wekî hemşîre-pîrik xebitî. Piştî teqawîtbûna xwe, wê dest pê kir ku xewna xwe ya ku wek hobî mabû pêk bîne.

Raja Ben Nasr a ku dibêje ji zarokatiya xwe ve bi wênekêşiyê re eleqedar bûye, diyar dike ku ji ber alîkariya malbata xwe dikir wê demê nikarîbû jêhatiya xwe pêş bixe. Raja Ben Nasr, anî ziman ku ti perwerde nedîtiye û wiha dewam kir: “Min bi xêzkirina tiştên ku ji bo xemilandina malê têne bikar anîn dest pê kir. Min nizanîbû rengan çawa bikar bînim. Ez her tim eleqedar bûm. Pişt re ez zewicîm û zarokên min çêbûn. Min wêne rawestand. Piştî ku keç û kurê min mezin bûn, min ji bo pêkanîna xeyala xwe gav avêt. Di sala 2017’an de min li malê atolyeyek ava kir. Min li wir dest bi xebata xwe ya yekem kir. Pêşî, min rojê saetek veqetand. Paşê, min hemû rojên xwe dan. Bêyî ku westiyayî û bêzar bibim xêz dikim. Dema ku malbat û hevalên min piştgirî dan min, min biryar da ku ez perwerde bibînim. Paşê min perwerde dît. Vê yekê bawerî da min ku ez bêtir wêneyên profesyonel xêz bikim. Min xwe azad hîs kir û min ji vê hestê hez kir. Huner bi taybetî ji bo jinan xebatek pir erênî ye. Heger wek hobiyê were kirin jî dê hestek xweş bide.”

Raja Ben Nasr diyar kir ku ew di tabloyên xwe de serpêhatî û hestên xwe diteyisîne û ji jiyana jinan îlham girtiye û wiha got, “Ez çi hîs dikim jinên tûnisî yên ku her tim gelek bar li ser milê xwe dikişînin û ez wan xêz dikim. Jin xwedî gelek xislet û jêhatinên ku min teşwîq dikin. Divê em êşa wan ji bîr nekin. Jinên tûnisî hê jî ji ber zîhniyeta baviksalarî mexdûr dibin. Dema ku ez wek pîrik dixebitim, qet ji bîr nakim ku jin çawa giriyan dema me ji wan re digot zarokên wan keç in. Zilamên ku keçek wan hebû, yekser dê û zarokê ji nexweşxaneyê derdixistin û dibirin malê.”

Raja Ben Nasr tekez kir ku ew hîn di destpêka rêwîtiyê de ye û got ku ew her ku dibîne xebatên wê ji aliyê malbat, heval û wênesazên din tên ecibandin cesaretê werdigire. Raja Ben Nasr diyar kir ku pêşangeha xwe ya dawî bi 40 tabloyên bi navê “Parfumên Hêza Xeyalê” li Rabata paytexta Mexrîbê vekiriye û diyar kir ku di nav resamên herêmê de eleqeyeke mezin ji pêşangehê re hatiye nîşandan.

Raja Ben Nasr axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ne hêsan e mirov mijarek wiha bibîne ku veguherîne tabloyê. Carna nîvê şevê ji bo fikrekî jiyanî bikim ji xewê radibim an jî ji ber tişta ku dixwazim xêz bikim nikarim xew bikim. Hemû mijarên wêneyên min xwe dispêrin hêstekî rasteqîn. Her wêne ji bo min vejînek e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar