Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Jiyana şehîdên destpêkê yên YPJ’ê bû pirtûk û fîlm

Piştî 8 salan ji şehadeta şehîdên YPJ'ê yên destpêkê şehîd Silava û şehîd Bêrîvan, berxwedana wan bû pirtûk û niha jî dibe fîlm

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku li dijî her cure dagirkerî û qirkirinan ava bû, beriya 8 salan li dijî dagirkerî û faşîzmê şehîdên xwe yên destpêkê da.

Nivîskar Gayle Tzemach Lemmon YPJ’ê wek artêşa azadiya jinan û şehîd Silava û şehîd Bêrîvan jî wek jinên ku dîrok guherandin, bi nav dike.

Beriya niha bi 8 salan YPJ hate avakirin ku hingê dixwestin Rojhilata Navîn bixin nava tarîtiya Serdema Navîn û jinan pêşengî ji şerê li dijî wê tariyê re kir. Tevî ku navê Yekîneyên Parastina Jinan lê hat kirin jî bi demê re mezin bû û bû artêş. Jinan di eniyên herî pêş ên şer de çeteyên DAIŞ’ê têk birin.

Şehîdên destpêkê yên YPJ’ê Silava Efrîn (Meryem Mihemed) û Bêrîvan Qelender (Xemgîn Nûcan) beriya 8 salan li Efrînê dema li dijî dagirkeran li ber xwe didan, şehîd bûn. Li cihê ku lê ketin, jiyaneke nû aj da û her ku çû gur û geş bû.

Di pirtûk, fîlm, helbest, stranan de jiyan û têkoşîna wan hate vegotin. Navên wan hatin nivîsandin, xwendin û nemirkirin.

Berxwedana wan bû pirtûk

Di nav wan kesan de ku ev berxwedan xistiye nava rûpelên pirtûkan, nivîskara pirtûka ‘Keçên Kobanê’ Gayle Tzemach Lemmon jî heye.  Gayle Tzemach Lemmon ku tê û berxwedana jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibîne û bandora berxwedanyê ya li ser wê, dibe sedema nivîsandina pirtûkê.

Gayle di pirtûkên xwe de qala berxwedana jinan dike û têkildarî vê yekê dibêje: “Ez di nav civakên jinan de ku kêm dihatin dîtin, mezin bûm û min di nav wan de wext derbas kir. Vê yekê ji bo nivîsandina pirtûkan îlham da min. Min her tim çîrokên qehremanî, hezkirin, wêrekî û hezkirinê ku cîhan hîn bi wan nizane, nivîsandine. Bê guman pirtûka ‘Keçên Kobanê’ jî yek ji wan bû.”

‘Keçên Kobanê’ ji bom in peywirek bû

Gayle dibêje pirtûka ‘Keçên Kobanê’ nîşan dide bê ka jinên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, wekheviya zayendan ku hema hema weke utopya tê dîtin, çawa jiyanî kirine.  Gayle got ku gelek jin ji vê berxwedanê ne agahdar in û wiha diaxive: “Gelek kesên li Amerîkayê û bê guman li cîhanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi rola pêşeng a jinan nizanin. Ji bo min gelekî girîng bû ku xwendevanên li Amerîka û cîhanê pê bihesin. Wezîfeya min bû ku ez ji wan re bibêjim ev jin kî ne, çawa li dijî DAIŞ’ê şer kirin, çawa fedakarî kirin, bi fedakarî çawa têkoşiyan da ku cîhanê bikin cihekî ewletir û jîndar. Ev pirtûk çîroka hevaltî, biratî, xwişkatî, dostanî û siyasetê vedibêje. Çîroka jinên li qadên şer e ku baweriya wan a bi aştiyê tu carî kêm nabe.”

Gayle têkildarî şehîd Silava û şehîd Bêrîvan jî wiha dibêje: “Min dixwest guhdar û xwendevanên ku tu carî ev jin nas nekirine, bi taybetî jî yên ku dîrok guherandiye, bi hemû aliyên xwe ve wan fêm bikin, bizanin çi qas henekbaz bûne, çiqas bêtirs in, wêrek in, çawa ji wan hez dikin û hevaltiyên wan ên çawa hene. Parvekirina çîrokên wan ji bo min serfiraziyeke mezin e.”

‘Daxuyaniya YPJ’ê ji bo min pir girîng e’

Têkildarî çêkirina fîlmê Gayle got ku daxuyaniyeke YPJ’ê ya têkildarî wê dê gelekî girîng be û wiha lê zêde kir: “Mirov dê li wê derê li hemberî jiyan, zext, tevlihevî û hemû zehmetiyan fêrî helwestên mîzahî yên jinan bibin. Ez dixwazim hemû kesên li Amerîkayê dema xwe bi van kesan re an ku bi Rojda, Ezîma, Newroz û Narînan re derbas bikin ku şansê min çêbû ku wan bibînim.

Min bi wan re gelek tecrube dîtin û parve kirin. Spasiya wan dikim. Ji hemû mirovên leheng ên li wê derê re hêviya herî baş dixwazim ku ji bo nifşên pêşerojê pêşerojeke baştir misoger bikin, her roj bi dil û can dixebitin.” Çavkanî: Cîhan Bîlgîn / ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar