Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Jiyana Winnie Madikizela Mandela

Min fêm kir ku yan ez ê bi Apartheid ve têk biçim an jî ez ê bijîm. Min biryara jiyanê da.

“Jiyanek bi Nelson re her dem jiyanek bê Nelson bû” Winnie Nomzamo Madikizela vî ya gelek zû fêm dike. Dema Winnie, Nelson nas kir ew bi xwe 22 salî û Nelson parêzerek 38 salî bû. Hevdîtinên wan di nav civînên siyasî yên veşartî de pêk dihat. Nelson jiyana xwe dabû têkoşîna li dijî pergala Apartheid a Afrîkaya Başûr. Ne dirêj, demek kurt şûnve têkoşîna Winnie a li dijî pergala Apartheid jî destpêkir. Winnie li aliyek ji bo azadiya gelê xwe, ji aliyê din ji bo azadiya Nelson têdikoşiya.

Pergala Apartheid ku ji hêla hikûmeta Partiya Neteweyî dihat bikaranîn, di navbera salên 1948 û 1994’an de li Komara Afrîkaya Başûr, siyasetek fermî ya dewletê bû. Sîstema Apartheid cûdakariyê dikir navbera gelên li Afrîkaya Başûr dijiyan. Van cûdahiyan bi derxistina qanûnan jî wek zagon dikir nava jiyanê. Wateya peyva Apartheid di zimanê afrîkî de “veqetîn” e. Ev pêvajo ji hêla mirovên spiyên ewropî ve bi îdeolojiyek bi navê Baasskap dihat meşandin. Bi vê îdeolojiyê nijada spî mezin dihat ditîn û netewên din piçûk dihatin ditîn.

Nomzamo Winniefred Madikizela-Mandela ango Winnie di 26’ê Îlona 1936’an de li gundekî Bizana li herêma Transkei ya Afrîkaya Başûr tê dinê. Dê û bavê wê mamoste ne. Dayika Winnie, dema Winnie 8 saliye diçe ser dilovaniya xwe. Winnie di sala 1953’an de diçe Johannesburg û li Dibistana Karûbarê Civakî ya Jan Hofmeyr dixwîne.

Wê demê li Afrîkaya Başûr gelê reş rastî pergala Apartheid dihatin. Hemwelatiyên afrîkî yên niştimanî di bin pergalek tund de bûn. Gelê ewropî yên li wir dijiyan di nav standartê herî dewlemend, tenduristiya baş û azadiya civakî de dijiyan.

Winnie di sala 1957’an de nû dest bi xebata yekem karmendê civakî yê reş li nexweşxaneya Baragwanath a li Johannesburg kir. Winnie ji ber neheqî û lênemêzekirina nexweşên reş li vê nexweşxanê gelek aciz dibû. Di vê navberê de Winnie û Nelson dizewicîn. Gorî hinek çavkaniyan ev zewaca Nelson a sêyemîn bû. Du meh şûnve ew ji bo ku beşdarî xwepêşandanên jinan bû cara yekem hate girtin. Winnie dema hat girtin, bi keça xweya yekem ducanî bû. Di 1960’an de keça Winnie a duyemîn hate dinê. Di 1962’an de Nelson digel hemî kesayetiyên girîng ên ANC hate girtin û di 1964’an de bi cezayê muebbetê hate tewfîqkirin.

Nelson li Girtîgeha Girava Robben Island hat bicihkirin û têkiliyê Nelson bi cîhanê re hat qutkirin. Di vê navberê de Winnie li derva rastê êrîşên nijadperest ên di nav siyasetê de dihat. Winnie gelek caran bi polîs re diket pevçûnê ji ber ku wê bendên “qedexeyê” guhdar nedikir. Ji ber van sedeman Winnie, gelek caran hat sirgûnkirin.

Winnie, 17 mehan di hucreya yekesî de dimîne. Di dema girtina xwe de nikare zarokên xwe bide ba xizmên xwe. Winnie pênc roj û şev bi berdewamî ji hêla îşkencekaran ve tê lêpirsîn. Li hucreya xwe, qîrînên jinan ên ku ji hêla cerdevanên spî ve tên îşkencekirin, dibihîze. Winnie piştê 18 meh şûnve ji zindanê derdikeve û tekoşîna xwe radîkaltir dike.

Winnie demek şûnve wan gotinan dibêje: “Min êdî baş fêm kir ku divê mirov li hemberî desthilatdara bi zimanê wan biaxive. Heger ev li hemberî me tundiyê bikar tînin, divê em jî vê yekê li hemberî wan bi kar bînin.”

Radîkalîzm û bêtirsiya Winnie, wê dike sembolek xwepêşandanên ciwanan en ku ji bo azadiya rêberên ANC’yê dadikevin qadan.

Winnie, li sirgûnê pêşengiya projeyên civakî dike. Di dema sala 1984’an de vedigere Soweto, êdî wekî ‘dayika netewe’ tê pênasekirin.

Nelson di sala 1990’î de azad dibe. Winnie wî pêşwazî dike û dest di dest hev de ji girtîgehê derdikevin. Di nav van 38 salên ku Winnie û Nelson zewicandî dimîne, 27 salên Nelson di girtigeha de derbas dibe.

Winnie û Nelson di sala 1992’an de ji hev diqetin. Lê têkoşîna Winnie berdewam dike. Ev di sala 1994’an de wek cîgira wezîra çandê û heya sala 2003’an wek seroka Yekitiya Jinên ANC’ê de karên xwe berdewam dike.

Winnie têkoşînek gelek mezin li dijî sîstema Apartheid dike. Ev tekoşîn ji bo berdana Nelson Mandela jî bi ser dikeve. Winnie gelek caran rastî sûcdarî û entrikayan tê. Ev sûcdarî ne tenê ji hêla rejîma Apartheid ve tên kirin. Mirovên ku zarokên xwe di şer de windakirine jî Winnie sûcdar dikin.

Winnie di 2’ê Nîsana 2018’an de diçe ser dilovaniya xwe.

Lê gerek were zanîn ku azadî tişteke giranbûha ye. Ji bo wî berdelên mezin tê dayîn. Kesen ku guhdarî Winnie kiribin di gotinên wî de însaniyetî û rûmetdayînê wê bibihîzin.

Nûçeyên Têkildar