Tiştên em niha dibînin û dibihîsin hemû xewneke. Em niha xewnekê dibînin. Mejiyê me hertim şiyare û xewnan dibîne. Xewn fonksiyona bingehîn ya zêhna me ye. Zêhna me şev û roj her kêliyê xewnan dibîne. Dema mejiyê me şiyar be hertiştî pey hev weke rêza tizbiyekê dibîne, dema di xew de be jî weke tiştekî belave dibîne.
Mirov her kêliya xwe xewnan dibînin, beriya em ji dayîk bibin, mirovên ji beriya me ji dayîkbûyîn, ji derve de xewneke bê binî dane avakirin. Em dikarin bêjin ev xewneke cîhanî ye. Xewneke ji aliyê bi milyaran mirov ve hevpar tê dîtine. Dema her yek ji vana cuda em bigrin dest; xewnên malbatî, xewnên civakî, xewnên welat, xewnên pergal, xewnên mirovahiyê. Xewnên cîhanî hemû quralên civakî, zagon, ol, çand, dewlet, dibistan û gelek tiştên din di hindirê xwe de dihewîne. Mirovên beriya me ji dayîkbûyîn dane nîşa me emê xewnên çawa ji bo wan baştirin bibînin. Dema zarokek nû ji dayîk dibe em didin nîşê wê çawa di xewna civakî de cihê xwe bigre, tevger bike û quralên civakî em li mejiyê wan bar dikin. Xewnên civakî emê çawa xewnên xwe bidin karanîn bi rêya malbat, ol, perwerde û pergalan dide nîşa me. Bi vê re em fêrî hemû xewnan bûn; emê çawa tevger bikin, ji çi bawer bikin, ji çi bawer nekin, çi divê were kirin, çi neyê kirin, kîjan başe, kîjan xirabe, kîjan xweşîke, kîjan nexweşike, çi raste, çi şaşe… ev zanistên he, hemû qural û têgeh emê çawa nêzîkî xwe û derdor bibin hatine amade kirin. Di vir de êdî dîqata me xwe dide pêş. Em çûn dibistanê û me dîqata xwe da mamosta, me dîqata xwe da oldaran, me da derdorê xwe. Bi vê re jî em sînordar nemayîn, fêrî dîqata kesên din bikêşin ser xwe jî bûn û pêwîstiya eleqedarbûnê da xuluqandin. Zarok ji bo eleqedarbûna dayîk, bab, bira, heval, xwişk, mamosta û h.w.d bikêşin ser xwe bi herkesê re dikeve reqabetê. Ev wisa heya temenê kalbûnê jî diçe. Emê ji çi bawer bikin li me hatiye barkirin. Zimanê xwe axaftin ne hilbijartina me bû, dînê xwe û nirxên exlaqî ne me hilbijartiye. Evane beriya em ji dayîk bibin jî hebûn. Tu mafê ku hûnê kijanê hilbijêrin û red bikin nehatiye destnîşankirin. Navê em kartînin jî ne aydê me ye. Lê me carekê ev qebûl kirine û em di wî torbeyî de cih digrin. Tişta me xwe tevlîkir êdî em ji wê bawer dikin. Ji vê re jî bawerî tê gotin. Her zarokek kesên mezin jêre çi dibêjin ji wan bawer dikin. Em tevlî li hevkirinên wan dibin û hêza me ya bawerkirina wan xortir dibe. Di encamê de bi baweriyê em stuyê xwe li ber wan ditewînin. Ev dibe destpêka kedî kirina mirovan. Bi vê re emê çawa jiyan bikin û xewnan bibînin ji aliyê şivan ve hatiye destnîşan kirin. Di kedî kirina mirovan de zanistên ku ji xewnên civakî tên bi xewnên me yên hindirîn re dibe yek û pergala me ya baweriyê dide avakirin. Xewnên civakî ji me re dibêjin divê tu bibî mirovekî çawan, jinek çawan, zilamek çawan, zarokek çawan, bi vê re em êdî xwe lêpirsîn dikin, kesên derdora xwe lêpirsîn dikin. Zarok weke pişîk, bizin, kuçik û lawirên din têne kedî kirin. Ji bo kuçikek kedî bibe bi xelat û siza tê kedî kirin. Ew zarokên me yên em ji wan re dibêjin ji we hesdikin jî bi vê rêbazê kedî dikin. Dema bi quralan tevger bikî tê xelatkirin, ji derveyî quralan tevger bikî jî tê ceza kirin. Bi sedan car hatîn xelatkirin û ceza kirin. Dema me xelat girt em xwe baş hîs dikin, ji bo em vê xelata pêwîstiya me pê heye bigrin, weke kesên dixwazin me bibînin em tevger dikin. Bi tirsa xelat û cezayan em ji xwe dordikevin û kesayetek ne aydê me em li xwe bar dikin. Êdî bi wê tevger dikin, bi wê hesdikin, bi wê evîndar dibin, bi wê kar dikin û wisa dimeşe. Dayîk û babê xwe memnun dikin, mamostayê xwe, hevalê xwe, petronê xwe, melayê xwe, papazê xwe, hustayê xwe û em fêrî lîstokvaniyê dibin. Li her derekê lîstokek cuda pêşkêş dikin. Em ji xwebûnê ditirsin, ji ber ku em ji red derketina li beramberî me ditirsin. Ez ne têrkerim, ez kêmim, ez lewazim, ez bê çare me, bi vane em vedigerin kesayetek ne aydê xwe. Em dibin kopyayek ya dînê dayîk û babê xwe, dînê mamosta û dîndarên xwe, dînê heskirî û hevalê xwe. Her çendî em di biçûkatî de dijî van kiryaran derdikevin û wan red dikin qebûl nakin, lê em biçûkin û ew ji me mestir û bi hêztirin. Ji ber bi tirsa ger em tiştekî şaş bikin emê werin ceza kirin diçin qalikê xwe de. Êdî kedî kirina me ewqasê bi hêz dibe, heya tevahî emrê xwe em bi wê kedîbûnê re jiyan dikin. Em ewqasê xort tên perwerde kirin di vî alî de, êdî em bi xwe xwe kedî dikin. Êdî li ser xwe, bedena xwe, ruhê xwe, hestên xwe, dikîn vê kedî kirine. Bi xwe xwe ceza û xelat dikin. Bi vê baweriyê zêhna me êdî me rêve dibe. Bêyî em lêpirsîn bikin weke rastiya xwe dibînin û jiyan dikin. Ev li dijî xwezaya xwe tevger kirin jî be em didin meşandin. Di zêhna me de dadgerekî herkesê û hertiştî lêpirsîn dike heye. pişîkekê, darekê, mirovekê, avekê jî lêpirsîn dike, ev dadwerê he li gorî zagona pirtuka xwe ya hindirîn didarizîne. Emê çibikin, çi nekin, emê çi hîs bikin, çi his nekin, ji çi hesbikin û ji çi hesnekin, çi bifikirin û çi nefikirin. Her kêliya em li dijî zagonên wî derketîn ew me lêpirsîn dike û me sucdar dike, ev her roj em di xwe de didin jiyanî kirin. Qurbaniyê di hindirê me de xwe ketî, bê hal, bê taqet, kêrî tiştekê nayê, bê aqil, nexweşik, ne layîqê heskirinê ye dibîne. Dadger jî tevlî qurbanî dibe û fermana xwe radigihîne; ‘raste ne ewqasê xweşik, ne bi aqil û ne bi hêzî’, qelema xwe dişkîne û em tune dibin. Zagona aqlê me zagonekî şaşe, hemû xewnên me li ser vê zagonê dimeşin. Zagonên xewnên tirsê, zagonên şer, zagonên kuştinê, zagonên bê edaletiyê. Dema em temaşeyî malbata mirovahiyê dikin, jiyan gelek zehmet û vala ye, ji ber ku tirs jiyana wan rêve dibe. Ya ku di civaka mirovan de xuya dike; şer, kuştin, hesudî, kîndarî, tecawuz, bê edaletî, êş, tolhildan, xapandin, bê bawerî û tundî ye. Xewnên li welatên cuda, lê bi heman tirsê tên jiyan kirin. Cehennemek heman ya ji aliyê heman olan ve tê jiyan kirin. Ol cehnemek ya cihê ceza, tirs, êş, bi agir şewitandinê daye avakirin. Zêhna me ji aliyê agirê cehnemê ve hatiye îşgal kirin. Ger kesê beramber ji me tiştekê dixwaze û em gorî wê tevger nekin, dê di wî agirî de bişewitîn. Ji xwe me ev cihana he ya li xwe kirî cehnemek bê dawî. Kesên ji me re dibêjin ger vê nekî dê di agirê cehnimê de bişewitî jî di nava vê cehnema cihanê deye. Ji xwe mafê tu kesekê tune ku ji kesek din re bêje tê herî cehnemê. Bi destura xwe me ew daye avakirin.
Em mirov hîna jî li xweşiktî, edalet, rastî û heskirinê digerin. Em li rastiyê digerin ji ber ku ji depoya direwan ya zêhna xwe aciz bûne, em li edaletê digerin, ji ber ku di sîstema têde jiyan dikin de edalet tune. Em li xweşiktiyê digerin, ji ber ku em xweşiktiyê di rû de dibînin. Her tişt di hindirê me de pêktê lê bi bê hêvîtî, bê edaletî, bê xweşiktiyê em ji derve de lê digerin. Lêdigerin û nabînin ji ber ku rastiyek were dîtin tune, rastî bi zêhna me nayê dîtin. Ji ber em korin em rastiyê nabînin. Baweriyên me çavê me kor kirine. Em xwe bi vê mafdar û kesên din jî sucdar dibînin. Tiştên em jê bawer dikin de ewlekariyê digerin. Ev ewlekarî êşê dide me. Li hevkirinên li gel malbat, ol, mamosta, heskirî û heta gel Xweda kirin êşê dixuliqîne. Bi vê re em li dijî jiyanê derdikevin. Jiyan kirin tirsa herî mezin ya mirovane. Ji xwebûna xwe ditirsin û bi xwebûna xwe re di xewna kesên din de ji ber fikrê nikare jiyan bike dest jê diberdin. Xwe weke heyî qebûl nakin û zererê didin xwe. Hertim gotina hevalê min, dostê min, heskiriyê min, nizam çiyê min ez xapandim, îxanet li min kir û min dide karanîn dikin lê yê vê yekê bi me dike em bi xwe ne, dadwerê di hindirê me deye. Bişaftina herî mezin em li cewherê xwe dikin. Em nikarin xwe qebûl bikin û ji xwe hesbikin. Hertim vê qebûl kirin û heskirinê ji kesên din dixwazin. Bi vê re jî em ji hebûna xwe dor dikevin. Heya em hebûna xwe ya rast re jiyan nekin emê her lawirê kedî kirî yê aqlê lawirek din yê kedî kirî re bimeşin û jiyana ew dixwazin re jiyan bikin.