Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jiyana zêdetirî 12 hezar Mexmûriyan di bin xetereyê de ye

Endamê MÎT’a tirk Osman Kose di 17’ê tîrmeha 2019’an de li Hewlêrê hate kuştin. Ji wê rojê ve hikûmeta herêma Kurdistanê ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Ambargo ev 9 meh in didome. Li kampê 12 hezar kurd dijîn û ji ber vîrûsa koronayê di bin gefeke mezin de ne.

Têkildarî mijarê ji Komîteya Karê Derve yê Kampa Mexmûrê Neda Mihemed Ehmed û bijîşk Mihemed Unver ji ANF’ê bi Denîz Aydin re axivîn. Neda Mihemed Ehmed got ku ji bo rakirina ambargoyê wan bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hev dîtin kirin lê ev hevdîtin bêencam man. Ehmed diyar kir ku li kampê gelek extiyar û kesên bi nexweşiyên kronîk hene.

‘Ger vîrûs belav bibe dê encamên giran bi xwe re bîne’

Bi domdarî jî Ehmed ev tişt destnîşan kir: “Ger vîrûs li vir belav bibe dê encamên giran bi xwe re bîne. Em du caran bi waliyê Hewlêrê re axivîn lê ji me re sedemeke ambargoyê negotin. Ne tenê ambargoyeke bisînorkirina ketin û derketinê heye. Ambargoyeke psîkolojîk jî heye. Ji ber vîrûsê gelê kampê bifikar e. NY berpirsyariya xwe pêk nayîne. Me ji saziyên alîkariyê malzemeyên paqijiyê û derman xwestin lê ji ber ambargoyê nahêlin ev alîkarî derbas bibe. Hatin û çûna sendîkayan û rêxistinên mafê mirovan tê astengkirin. Saziyên neteweyî û navneteweyî jî vê ambargoyê derhiqûqî dibînin û Mala Çavdêriya Mafên Mirovan jî di rapora xwe de hikûmeta Başûr rexne dike. Lê dîsa jî ambargoyê ranakin.”

Nahêlin derman jî bikevin wargehê

Bijîşk Mihemed Unver jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Li nexweşxaneyan derman nemane. Nahêlin ku em ji kampê derkevin da ku dermanan bînin. Roj bi roj ev ambargo girantir dibe. Em ji bo vîrûsê tevdîran digirin lê malzemeyên me yên tibî têrê nakin. Ji bo Duhok û Hewlêrê tevdîran digirin lê ji bo me tiştekî nakin. Li dikanên me alavên paqijiyê nemane. Bi derfetên xwe me Navenda Krîzê ava kir. 70 kesên bi sedemên cuda çûn û hatin, niha ji bo 14 rojan di karantînayê de ne. Ev kes hatin dermankirin û niha li nava kampê heta niha li tu kesî vîrûs nehatiye dîtin. Em bang li NY, Iraq û PDK’ê dikin ku ambargoyê rakin û di zûtirin dem de alîkariyê bişînin.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar