Navenda Nûçeyan
Joe Biden piştî serkeftina hilbijartina DYA’yê got ku êdî wexta zivirandina rûpelê hat. Di axaftina xwe de destnîşan kir ku li DYA’yê demokrasi her çiqas hatibe tehdîtkirin û ketibe zehmetiyê jî niha hatiye îspatkirin ku demokrasiya DYA’yê xurt e.
Biden di daxuyaniyê xwe de hewldanên Donald Trumpê ya li ser guhertina encamê şermezar kir û Biden dû re ji hela Seroka Rûsyayê Vlademîr Putîn ve hat pîrozkirin û pîrozbahî ji aliye dewleta Rûsyayê ve hat kirin.
Namzetê Demokratan Joe Biden li hemberî 232 dengên Trumpê 306 deng girtin. Niha seroktiya Biden hat erêkirin û di 20’ê Çile 2021’a de sonda xwe bixwe û di fermiyetê de seroka 46’an a DYA’yê bibe û dest bi peywira xwe bike.