Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Joe Bîden jî berjewendîparêz e lê kurd?

Hatina Joe Bîden, kelecanek çêkir. Bêguman piştî Trump sererastkirinek ji nîzama maldaran re jî pêwîst bû. Diviyabû çareyekê ji Trump re bibînin. Ji ber ku Trump yekî dînomîno bû, jê ditirsiyan.

Qet şik nîne. Ji ber ku berjewendiyên wan di şer de ye, maldar şerxwaz in. Her ku şer derdikeve jarî û perîşanî belav dibe, ew jî mal û milkê xwe zêde dikin. Lê naxwazin zirar bigihîje wan. Ji bo wê, wan jî piştgiriya guherîna Trump kirin.

Dibe ku gelek gelên din jî hebin lê belengaz û jarên Rojhilata Navîn, bi taybet jî kurd ji Trump aciz bûn. Ji hatina Joe Bîden ew jî kêfxweş bûn. Wekî mînak, kurdên bakur û rojavayê Kurdistanê hêrsa xwe ya li dijî Erdogan ji Trump derxistin.

Gotinek kevn a tirkan heye. Dibêjin “Yên li behrê  wer bibin, dikarin li marmasî jî hawarê dabixin.” Divê were zanîn, jar û belengazên ku dixwestin Trump biçe, xwe spartin marmasî û hawar lê daxistin.

Sedem aşkera ye, maqûl e û tê fêmkirin. Trump, bêperwa bû, çavsor bû, dikaribû ji bo berjewendiyên xwe her cure xirabiyê bike. Ev yeka bi piştgirîdayîna Erdogan re jî, derketibû holê. Ji bo kurdan bîne ser xeta xwe Erdogan bi kar dianiya. Erdogan jî bi rêya wî dijminatiya li hember kurdan xurt dikir. Ev cihê metirsiyê bû.

Kurd, niha hêvî dikin ku Joe Bîden vê siyasetê biguherîne, bi awayekî çavsor piştgiriya Erdogan neke.

Li çapemeniyê cih girt. Erdogan ev mehek e dixwest bi Joe Bîden re biaxive. Ev pêk nehat. Piştî mehekê, du rayedarên payebilind a Amerîka û Tirkiyeyê bi telefonê axivîn. Di axaftina her du şêwirmendên Joe Bîden û Erdogan de tu tiştek esasî tune ne. Pirsgirêkan ji çav derbas kirine, lê ev hevdîtin pêngava ewil e. Ew ê bidomin.

Di vê hevdîtînê de jî derket holê ku yê mecbûrî alî din e, Erdogan e. Tengav bûye û naxwaze Joe Bîden eciz bike. Her wiha naxwaze dewletên ewropî jî bigire hemberî xwe. Ji bo wî bi alîkî ve Joe Bîden miz dide, bi alîkî ve jî peyvên reform û hwd. ve peyam dide ewropiyan.

Kurd divê vê yekê baş hesab bikin.

Xeta sor a Joe Bîden a sereke, S-400 û pêwendiyên Tirkiyeyê ya bi Rûsya û Çînê re ye. Hesabê Îranê jî dike. Xeta sor a sereke a ewropiyan jî aloziya Rojhilata Behra Spî û koçberên li Tirkiyeyê ne. Heke Erdogan di van xalan de gav biavêje, dilê wan xweş bike, ew dikarin dev ji kurdan berdin. Belê, naxwazin kurdan winda bikin lê ji dêvla Tirkiyeyê jî xwe naspêrin kurdan. Ev rastiyekê ye. Ango berjewendîparêzî tiştekî wiha ye.

Bêguman, kurd ne bêderman in. Çare hene. Çareya sereke jî hevgirtina xurt a kurdan e. Ev nebe, ango aliyek kurdan aliyê din ji bo berjewendiyên xwe bike paymal, dîsa dawiya jiyanê nayê. Ev car ên mayî dikarin bi hev re hevgirtineke xurt deynin.

Aşkera ye, Amerîka û Ewropa bi kurdan dilîzîn. Dixwazin rojavayê Kurdistanê jî bînin ser xeta başûrê Kurdistanê û tevgera bakurê Kurdistanê lawaz bihêlin. Ev plan li ser maseyê ye. Tiştek din jî aşkera ye, PDK û PKK bi hev nakin û têkiliyên PDK’ê her diçe bi dewleta tirk re xurtir dibe. Heke wiha be, rêyek din dimîne. Heta ku hemû kurd li hev bikin, divê di serî de kurdên Rojava û Bakurê welêt yek saniyeyek ji hev dûr nekevin. Ev helwest, ew ê dewleta tirk jî, Amerîka û Ewropayê jî bide hizirandin. Her wiha, mimkun dibe ku PDK jî siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike.

Gotina dawî: Belê, çûyîna Trump baş bû, lê divê em bizanibin, maldaran bi Joe Bîden ve xwe ji nû ve saz kirin. Bi vî awayî ew ê ji niha şûn ve zêdetir bi aqilane tevbigerin. Çiyên kurdan ji wan kêm in? Divê ew jî bi aqilane tevbigerin. Her wiha, bihevketina hikûmeta nijadperest a dewleta tirk jî ji kurdan re fersendeke mezin e.

Nûçeyên Têkildar