KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Julîa Yaûrîs: Ez heyrana têkoşîna jinên Kurdistanê bûm

Sekretera Jinên Ciwan ên Pîşekar Julîa Yaurîs ku ji Perûyê beşdarî Konferansa Ciwanên Cîhanê ya ku ji aliyê tora "Ciwan Dîrokê Dinivîsin" li Parîsê hat lidarxistin bû got, "Ez heyrana têkoşîna jinên Kurdistanê bûm û gelekî bandor bûm."

Zêdetirî 60 rêxistinên ciwanan ji çar aliyên cîhanê beşdarî Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê tora “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin bûn.

Sekretera Jinên Ciwan ên Pîşekar Julîa Yaûrîs ku ji Perûyê beşdarî Konferansê bû, derbarê konferansê de ev nirxandin kir: “Ez weke endama Federasyona Jinên Xwecih, Cotkarên Neteweyî û Pîşekar (Pîşekarên Jin) ên Perûyî beşdarî konferansê bûm. Ez Sekretera Netewî ya Ciwanan im û ji ber ku ji aliyê Tevgera Kurd ve hatim vexwendin ez hatim vê konferansê. Ez heyrana têkoşîna jinên Kurdistanê bûm û gelek bandor bûm. Di dema Konferansa Li Dijî Kapîtalîzmê ya li Bogota ya Kolombiyayê de, min derfeta naskirina wan bi dest xistibû.

Me fêhm kir ku van rojan ne tenê li Amerîkaya Latîn, li hemû cîhanê û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn jin têdikoşin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku em mirovên guherînê ne, gelên xwecihî yên ji ziman, kevneşopî û çandên cuda ne, lê belê ev yek wê li pêşiya me nebe asteng ku em bi welatên din ên Rojhilata Navîn, Amerîkaya Başûr û Navîn û tevahiya cîhanê re têkiliyê deynin. Berovajiyê vê yekê ye, raste em torek a tifaqê ava dikin, ev konferans û tevgera ciwanan alîkariya me dike ku em bi hev re bigihêjin hev û peyameke mezin bidin hemû jinên ku ji bo têkoşînê amade ne. Jinên dûrî warên xwe hene, em ji bo vegerandin û parastina mafên jinên xizan têdikoşin û di heman demê de ji bo parastina axa ku aîdî me ye têdikoşin.

Ji ber vê yekê ez wek jineke xwecihî li vir im û ji vê konferansê hemû hêza xwe didim we. Ez dibêjim ku em di têkoşîna pergala kapîtalîst de ne bi tenê ne, berovajî vê em bi hev re li dijî cîhanê radiwestin û bi hêz dayîna hev em ê bi hev re bibin yek. Û ez ji hemû jinan re dibêjim ku têkoşîna xwe bidomînin û bi hêz û cesaret şer bikin, nehêlin sîstem me ji hev qut bike û tune bike. Berovajiyê vê em hevrêyên xwe fêrî têkoşînê li dijî vê pergalê bikin, xwe bi hêz bikin û nîşanî wan bidin ku weke jin em dikarin li dijî pergalê şer bikin û xwe bi hêz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar