Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ka wê serokên eşîran çi ji hev re bibêjin?

Ev serê heyvekê ye malbatên şehîdan û dayikên aştiyê li ber deriyê Sêmalka yê di navber başûrê Kurdistanê û rojava Kurdistanê ne. Malbatên Şehîdan cenazeyên zarokên xwe yên gerîla ku PDK’ê ew di kemînê de li herêma Xelîfanê şehîd xistibûn, dixwazin.

Malbatên şehîdan, dayikên aştiyê, saziyên sivîl, hin aliyên siyasî û hiquqî  jî bang li PDK’ê kirin ku divê cenazeyên şehîdan bi destê malbatên wan bi rengekî layiq werin veşartin  û divê ev cenaze teslîmî malbatên wan werin kirin. Lê mixabin, wekî gotina pêşiyan li PDK’ê hatiye (lalo biaxiv û kero bibihîse). Tu dibêjî qeyî malbat û dayikên van şehîdan ne li ber deriyê Sêmalka ne û hemû şandeyên dîplomasî yên biyanî ku derbasî Rojava dibin jî van dayikên bi laçikên xwe yên spî li ber derî ne dibînin. Lê PDK’ê kor û ker û lal bûye. Tu dibêjî qeyî çûka zimanê wan xwariye, dar ketine guhan û ax ketiye çavan..

Bi rastî jî di vê mijarê de şerm û fedî ne tenê carekê lê çend caran ji bo PDK’ê. Jixwe zarokên kurd xistine kemînê û şehîd xistine, li xwe mikur nayê, cenazeyan radest nake û van dayikên kurd bi rojan li ber deriyê xwe dide rawestandin. PDK’ê kurd be jî şerm e, rêveber be jî şerm e, siyasî be jî şerm e, eşîr be jî şerm e û ger mirov be jî şerm e ku van dayikan bi rojan wiha li ber deriyan bê bersiv bihêlin.

Lê PDK’ê bi serkêşiya Mesud Berzanî ku hinek jêre dibêjin serok, ka bila bala xwe bidin serokê xwe. Kurd îro dibêjin hûn wekî rêveberiya Başûr dibin, an jî PDK wek aliyekî siyasî dibin, bersivê bidin ka we çima zarokên kurdan şehîd xistine û ya din hûn çima cenazeyan radestî malbatên wan nakin?. Lê PDK û malbata Barzanî dikarin Kurdistanê û rûmeta kurdan hemû bi çend qurûşan bifiroşin.

Em çima vê dibêjin, ji ber şerm e dinya hemû li vê mijarê tamaşe bike ku kurd bi dest hev hevdû kuştibin û cenazeyan jî radest nakin Ev ne di tu pîvanên eşîrtiyê de ne jî ya netew û ne jî ya dijminan de heye. Yanî çi be jî divê cenaze bi rengekî layiq werin veşartin.

Lê şerma herî mezin ji bo kurdan ew ku îro roj kesên derve dikevin navber û berê xwe didin gel Mesut Barzanî da ku cenazeyan radest bike.

Serokê Eşîra Şemer a Erebî Himêdî Deham El-hadî ev demeke ji bo vê meselê berê xwe dane başûrê Kurdistanê cem Mesûtê Barzanî da ku jê bixwaze cenazeyan radestî malbata wan bike.

Wekî ku birêz Himêdî Deham Elhadî  bibêje, ‘Em serokên eşîran in û bi zimanê hev dizanin, ka ez biçim gel wî û dawxaza we jê bikim.’ Ê ev jî dide diyar kirin ku Mesûd Barzanî xwe ji bilî serokê eşîrê nikare tiştekî din bibîne û ancax serokên eşîran li gel wî biaxivin.

De ka em binêrin ew ê serok eşîr Mesûd Barzanî ji serok-eşîra Şemer a erebî li Sûriyeyê birêz Deham El-hadî re bibêje çi.

Nûçeyên Têkildar