Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kadah: Di Quranê de dibêje ku kesên bêyî hiqûq nimêj rojî hec û zikat bike îmana wan qels e

Endamê Komeleya Meleyên Amedê Mele Hecî Kadah têkildarî hilbijartina 28 Gulanê got: “Xwedê dibêje ku bila çi kes zilmê neke û heke bike jî teqez li hember rabin. Xwedê dibêje heke hûn li hember dernekevin di roja qiyametê de hûn û zilimkar wê bi hev re bin.”

Di hilbijartina dîrokî ya Tirkiyeyê de bala hemû kesî li ser tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ye. Ji bo tûra duyemîn hem ji aliyê desthilatê hem jî ji aliyê mûxalefetê nêzîkbûna li dijî penaberan, meseleya kurd û hem jî îstismarkirina dîn dibe cihê bertekan. Nemaze jî nêzîkatiya desthilatê ya di vî warî de dibe cihê bertekên mezin. Endamê Komeleya Meleyên Amedê Mele Hecî Kadah, têkildarî mijarê axivî.

‘Di Quranê de dibêje ku ew kesên bêyî hiqûq nimêj, rojî, hec û zikat bike îmana wan qels e’

Kadah da zanîn ku desthilata heyî behsa îslamê û Xwedê dike, lê di pratîka wan de ev tişt nîn e. Kadah destnîşan kir ku ew ber bi hilbijartinê ve diçin û bang kir ku kes dengê xwe nede kesê ku ziman û neteweya gelekî înkar dike û wiha got: “Em ji mirovên xwe re dibêjin, tenê nimêj îmanê çênake. Ayetekî wisa tune ye. Di Quranê de dibêje ku ew kesên bêyî hiqûq nimêj, rojî, hec û zikat bike îmana wan qels e. Kengî hiqûq û mafên mirovan bi nimêj, rojî, hec ve hat zikirkirin, wê çaxê Rebê Alemê dibêje ji we re bihûşt heye û îman ev e. Misilmanetî bi nimêj, hec û zikatê ve sînordar nîn e û ev tişt bi hiqûqê ve bi hev re dibe misilmanetî, îman û dîndarî. Mirovên me yên ku şêx in, mele ne, dersan didin, şaşik û ruyên wan hene dibêjin ku ‘Em ê dengê xwe bidin ev kesê ku desthilat e.’ Li gorî Qûranê, deng dayîna vî kesî li hember Xwedê sûc e û ji emrê Xwedê derketin e. Ew mirovê ku zimanê xwe dixwaze helal e, heq e, lê ew kesên ku vî zimanî qedexe dike, mirovan diavêje girtîgehan bêheq e û heram e. Mirov, bi dengên xwe mirovê heram, helal dike û mazlûman jî heram dike. Li gor Qûranê, ji olê derketin li vir derdikeve holê. Kesên ku nimêj dike, nikare mafên mirovan binpê bike û heqê wan bixwe.”

‘Xwedê dibêje kesên li dijî zilmê dernekeve ew û zilimkar yek in’

Kadah bal kişand ser rêvebirina yekzilamî û da zanîn ku hewce ye li dora serok, rêber û mezinan civakek jî hebe û axaftina wiha berdewam kir: “4, 5, 10 heb bên ba hev, wê fikrên cûda bibêjin û navbera van tiştan bibînin. Her kes fikra xwe ya civakan temsîl dike tînin ba hev û bi yek civakê nameşin. Ev kes çi dike ev 20 sal e, qala anîna edaletê, aboriyê dike. Lê em ne di hiqûq û edaletê de ne jî ji hêla aboriyê ve pêş neketin. Dibêjin ‘Edalet ve Kalkinma’ lê edalet tenê ji wan re ye. Olekî wisa tune ye û mirovên ku vê fikrê dibêjin pir şaş in. Ji bilî mêjî û fikrên xwe, ya kesî qebûl nakin. Bawerî, netew çi dibe bila bibe komkirina fikrên wan û muzakereya di navbera wan de emrê Xwedê ye. Xwedê li dijî baweriyan, rengan, zimanan nîne. Xwedayê Alemê ev tişt serbest hiştine û xwedê tenê li dijî zilm û nebaşiyê ye. Xwedê dibêje ku bila çi kes zilmê neke û heke bike jî teqez li hember rabin. Xwedê dibêje heke hûn li hember dernekevin di roja qiyametê de hûn û zilimkar wê bi hev re bin.”

‘Hikmê Xwedê mafê mirovan e’

Kadah bal kişand ser bikaranîna çewt a olê û wiha axivî: “Ji ber çi em di vî halî de ne, ji ber ku ol berovajî kirine. Zilm û zordarî tiştek nebaş e, hewce ye em xwe ji wan tiştan dûr bigirin. Hewceye bi deng, dev, mal û wijdana xwe li dijî zilmê bê derketin. Hikmê Xwedê mafê mirovan e. Mirovên mazlûm, ji ber ku mafên xwe dixwazin tên kuştin, girtin. Çima? Çi kirine? Hema dibêjin ‘teror teror û teror’. Xwedê di ayetê de diyar kiriye ku ‘Min we bi ziman û netew ji hev cûda çêkirine û hev nas bikin, alikariya hev bikin’. Xwedê dibêje ku mirovê herî qenc ew e ku hikmê Xwedê bi cih aniye. Ji aliyê hiqûqê ve li cem Xwedê yekî misilman, xirîstiyan, cihû û ateîst çi cûdahî navbera wan de nîne.”

‘Ez ê dengê xwe bidim kesê ku bibêje em ê wekheviyê bînin’

Kadah di dawiya axaftina xwe de wiha bang li gel kir: “Li diziyê, îftîra û derewan mêze bikin. Ev welatê dewlemend hemû şêlandin. Milet nikare biçe bazarê û zikê sebiyên xwe tije bike. Hê jî behsa îslamiyetê dikin. Meaşê hinekan 400, 200, 100 hezar e, lê yê hinekan jî 3, 5, 7 hezar e. Ku dera vê yekê îslam e? Banga me ji mirovên me ew e ku bila li dijî vê zilmê biçin ser sindoqan û vîna xwe nîşan bidin. Hinek mele hene ku pişta kesên înkara zimanan dikin, zilmê dikin digirin. Ev mele û şêx ji dîn derdikevin. Ji ber ku ola Xwedê li dijî neheqiyê û zilmê ye. Ji bo min tu cûdahiya elewî, sûnî, misilman yan jî nemisilman nîne. Mirovekî bibêje ez ê hê zilmê bikim, talanê bikim, kurdên nebe alîgirê min bikûjim û ji holê rakim ez deng nadim wî. Ez ê dengê xwe bidim kesê ku bibêje em ê wekheviyê bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar