Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kadrî Bagdû hat bibîranîn

Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, di 14’ê cotmeha 2014’an de li taxa Ova ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê dema ku rojnameyan belav dikir, ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat qetilkirin. Ji bo Bagdû li Parqa Peyker ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê ve bernameyek bîranînê hat lidarxistin. Malbata Bagdû, hempîşeyên wî, parêzerê wî Tûgay Berk, rêveberên HDP’ê yên bajar û gelek kes tev li bîranînê bûn.

Di bîranînê de Nûnera ÎHD’ê ya Herêma Çûkûrovayê parêzer Yasemîn Dora Şeker axaftinek kir û da zanîn ku di dosyaya Bagdû de lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û dosya ji holê hatiye rakirin. Şeker destnîşan kir ku wê destûr nedin ku bêhiqûqiya di dosyaya Bagdû de bê berdewamkirin û timik vê derbarê de raya giştî agahdar bikin û mafê jiyanê biparêzin û bi pêş bixin.

Parêzerê Bagdû Tûgay Berk jî diyar kir ku faîlên Bagdû di nav wan de azad digerin û wiha got: “Em hêvî dikin ku rojek kujer bên girtin û bên cezakirin. Dewlet bi çavê ku Bagdû bi destê DAIŞ’ê hatiye qetilkirin nanêre. Ji ber vê sedemê jî bê kujerên Bagdû neyên dîtin û neyên cezakirin.”

‘Edaletê dixwazim’

Hevjîna Bagdû Şemsê Bagdû jî daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û ev tişt anî ziman: “Zarokên min sêwî man. Daxwaz dikim ku kujer bên darizandin. Edaletê dixwazim.”

Ji bo Bagdû dê saet 16.00’an de li ser gora wî ya Goristana Kuçukobayê bernameyeke bîranînê bê lidarxistin. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar