Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Perşembe - 17 Ekim 2024

Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin

Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ê xwîn çûbû ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da bû, ji aliyê bi sedan kes ve hat definkirin

Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ê berî 4 rojan li Amedê xwîn çûbû ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da bû, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê ya Amedê bi merasîmekê hat definkirin. Malbata Yildirim, hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Remziye Tosûn, Mahmût Togrûl, Îmam Taşçier, Nejdet Îpekyuz, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, nivîskar û ziman zan jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Girseyê piştî nimêja cenaze ya li mizgefta goristanê, cenazeyê Yildirim danîn ser milê xwe û heya wesayîta cenaze birin. Tabûta cenazeyê Yildirim bi ala Kurdistanê hat pêçandin. Polîsan berî kar û barê definkirinê, xwestin dest danin ser alê. Hezkiriyên Yildirim bertekek tund nîşanî vê helwesta polîsan dan û destûr nedan ku polîs dest danîn ser alê.

Cenazeyê Yildirim, bi duayan hat definkirin. Siyasetmedar, nivîskar, ziman zan û welatiyan, piştî definkirina cenazeyê Yildirim, ji malbata Yildirim re sersaxî xwestin û dûre ji Goristana Yenîkoyê veqetiyan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar