Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Kalê 81 salî her roj di çalakiya li dijî qeyûman de ye

Abdulazîz Acar ê 81 salî ku her roj di çalakiya li dijî qeyûman de li ber xwe dide wiha got: “Em ê canê xwe di vê riyê de feda bikin.”

Şêniyên Amedê 8 roj in li dijî tayînkirina qeyûman li kolan û kuçeyan li ber xwe didin û xwedî li vîna xwe derdikevin. Welatî dibêjin heta ew qeyûman paş ve neşînin dê neçin malên xwe û dê çalakiyên xwe dewam bikin. Her roj li Kolan Lîse ya li hember Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji zarokan bigire heta kal û pîran di çalakiyê de ne. Kalê 81 salî Abdulazîz Acar ku her roj di çalakiyê de cih digire û bûye yek ji sembola çalakiyê axivî.

Acar da zanîn ku wan bi xwêdana eniya xwe şaredariyên xwe carek din bi dest xistine û lê bi zordestiyê carek din dest danîn ser şaredariyên wan û heta ew şaredariyên xwe paş ve negirin dê paş ve gav neavêjin.  Acar destnîşan kir ku şaredariyên wan bi darê zorê ji wan distînin û wiha got: “Îktîdarê darbeyek siyasî li dijî vîna gel pêk anî. Em ji bo gelê xwe li vir in. Tu mafê wan nîne qeyûm tayîn bikin. Me bi têkoşîn û keda xwe van şaredariyan qezenc kir. Me dest daneniye ser mal û milkê kesî. Em edalet û mafê xwe dixwazin. Em tiştek din naxwazin. Li hember vîna sindoqan bêhurmetiyê dikin. Heke ev ne darbe be lê çi ye?”

Acar anî ziman ku heta şaredariya nedin xwediyên wan heq dê dest ji çalakiya rûniştinê bernedin û wiha got: “Ne çekên me û ne jî tankên me hene. Hebe canekî me heye. Ez wî jî dikarin di vê oxirê de bidim. Heta em mafê xwe carek din werbigirin em ê li vir bin. Êdî bes e. Kes bi destê me nagire. Me bi tenê dihêlin. Lê em dîsa jî têra xwe hene. Em dibêjin maf û hiqûq lê pişta xwe didin me.”

‘Ev hêj hov in’

Mehmet Dagli yê 65 salî jî ku her roj di refên çalakiyê de cih digire wiha got: “Ev şaredariyên me bi keda milyonan hatin bidestxistin. Divê em destûr nedin vîna me teslîmî qeyûman bikin. Heta ev desteserkirin bi dawî nebe em li vir in. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Ji Osmaniyan vir ve armanca vê pergalê ew e talangeriyê pêk bîne û xesp bike. Tu guhertin di navbera kirinên wan de nîne. Tevî ku em gihîştine asta şaristaniyan jî lê barbariya wan kêm nebûye û hêj hov in. Divê her kes xwedî li mafê xwe derkeve.”AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar