PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kalkan: 15’ê Tebaxê kok e wêrekiya ji bo têkbirinê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê kok e û desnîşan kir ku li Kurdistanê wêrekiya ji bo têkbirina dijmin û pîvanên jiyana nû afirand

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê axivî. Kalkan destnîşan kir ku ji bo gelekî sekneke mezin a dîrokî ye ku li dijî rejîmeke faşîst mêtinger-qirker a ku piştgiriyê ji hêzên paşverû yên dinyayê werdigire di nava 35 salan de bi hêza xwe bi rengekî bênavber û bi berdêlên giran têbikoşe.

Kalkan diyar kir ku gelê kurd çarenûsa ku lê dihate ferzkirin têk bir û wiha got: “Ger Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê nebûya wê li bakurê Kurdistanê ya bi desthilatdariya Tirkiyeyê bi navê Kurdîtiyê tiştek nebûya.”

Kalkan anî ziman ku dema encameke bi vî rengî li Bakurê Kurdistanê rû bidaya dê bandor li parçeyên din ên Kurdistanê jî bikira û bi navê kurdîtiyê li parçeyên din jî tiştek nemabûya. Kalkan wiha got: “Ne li Başûr, ne li Rojava wê rewşa heyî nebûya. Ne jî li Rojhilat di vê astê de wê hêviya azadiyê neafiriye. Li derveyî welat jî dê di nava kurdan de hişmendiya azadiyê û rêxistinbûnê nebûya û hemû ji holê bihatina rakirin. Li dijî zîhniyeta ku tinebûn li gelê kurd û Kurdistanê ferz dikir, Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir. Ji bo ev tinebûn bê astengkirin, ji bo hebûnê û jiyaneke azad pêwîstî bi Pêngava 15’ê Tebaxê hebû. Pêngava gerîla ji bo vê yekê bû.”

Di çarçoveya berxwedanê de meşiya

Kalkan diyar kir Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo azadî û hebûnê rastiya berxwedana di xeta lehengiyê afirand û partî xist ser xeta berxwedanê û ev tişt anî ziman: “Nîşan da ku armancên azadî û demokrasiyê bi taktîk û stratejiyeke çawa dikarin bên pêkanîn. Lewma taktîk ji bo partiyê afirand. Biryara jiyana azad a ku li Zindana Amedê di sala 1982’an de hate wergirt gihand çiyê û di çarçoveya berxwedana gerîla de meşand.”

Afirandinên pêngavê

Kalkan destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê girîngiya xweparastinê nîşan da, ji bo hebûn û azadiyê pêwîstiya bi zanebûn, rêxistinbûn û berxwedanê nîşan da û wiha got: “Hem PKK kir PKK hem jî gelê kurd xist nava hişmendiyeke bi vî rengî. Rastî û şaşitî careke din nîşan da. Serketina Şoreşa Vejîna Neteweyî ya li bakurê Kurdistanê, destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Jinê, afirandina netewebûna demokratîk, pêkhatin statuya heyî ya li Başûrê Kurdistanê, şewqdana Şoreşa Azadiyê ya Rojava mîna stêrkeke azadiyê, xurbûna hêviya azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê, lêgerîna li azadiyê û hişmendiya neteweya demokratîk a li nava kurdên li çar aliyên dinyayê… Bi kurtasî bi navê hebûn û azadiyê her tişt bi Pêngava 15’ê Tebaxê û bi têkoşîna azadiyê ya 35 salên dawî hatin afirandin. Hemû nirxên ku li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat di nava 35 salan de ji bo hebûn û azadiyê hatin afirandin pêwendiya xwe bi Pêngava 15’ê Tebaxê heye.”

Ruhê serketinê xurt û zindî kir

Kalkan destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê her tişt pêşkêşî gelê kurd kir û ji ber ku kurdan vejîna xwe di nava vê pêngavê de dîtin, fêhm kirin ku bi vê têkoşînê dikarin hebûna xwe biparêzin û azad bibin, bi coş û kelecana cejnê ev yek pîroz kirin. Kalkan diyar kir ku Pêngava Mezin a 15’ê Tebaxê û ruhê serketinê ji her demê bêhtir xurt û zindî ye û wiha pê de çû:  “Di xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê de em çalakiyên dîrokî dikin. Di xeta Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê de em her roj derbê li dijmin dixin, çalakiyên gerîla yên leheng pêk tên. Ev rastî eşkere ye. Lewma heman ruh, heman îrade, heman wêrekî û fedakarî bi rengekî xurt didome. Beriya her tiştî em li dijî heman zîhniyet û siyasetê têdikoşin. Siyaset û zîhniyeta faşîst qirker a ku dixwaze Kurdan tine bike derbeke giran xwariye, teşhîr bûye, lê belê hîn jî dixwaze qir bike. Bi nûkirina Komploya Navneteweyî re bi wergirtina piştgiriyê ji hêzên komploger re dixwaze êrîşên xwe bidomîne.”

Têkbirina dijmin û fedakarî û îrade afirandiye

Kalkan bi domdarî gotina ‘Em di destpêka dîrokê de veşartî ne’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Dîrokê bi civakîbûnê dest pê kir, em jî civakîbûna demokratîk temsîl dikin. Hin hêza piştre xwestin vê yekê tune bikin lê belê em xwe dispêrin wê deverê. Gotina ‘Dîrok di roja me de veşartiye’ tê wê wateyê ku ji aliyê dîrokî ve tu nirx tune nabe, her tim nû dibe, xurt dibe, mezin dibe, diguhere lê belê koka wê di nava wê de dimîne. Lewma Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê kok e. Xeta berxwedana fedayî ya PKK’ê eşkere kiriye. Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê kok e, li Kurdistanê wêrekiya ji bo têkbirina dijmin û fedakarî û îrade afirandiye.”

Kalkan destnîşan kir ku ruh, fedakarî, wêrekiya ku 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê temsîl dikin, di vê serdemê de jî didome û wiha got: “Bi heman ruh û xetê têkoşîn tê meşandin. Di rêbaza vê têokşînê de, di sîstema rêxistinbûn û taktîkê de nûbûn û pêşketinên girîng hene. Hîn bêhtir mezin bûye û ber bi serketinê ve dimeşe.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku divê her kes xwe di vê xeta berxwedanê de bixin nava pratîkê û  wiha got: “Pê piştrast im ku ciwan, jin, gelê me wê di vê çarçoveyê de dest bi sala 36’an a pêngavê bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar