Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kalkan: Armanca Komploya Navneteweyî temamkirina qirkirina kurdan bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi wesîleya salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd hate kirin, ji ANF’ê re axivî.

Axaftina Duran Kalkan wiha ye:

“Gel, tevgera azadiyê û dostên kurdan di nava 21 salên komployê de li dijî komployê bi rengekî mezin li ber xwe dan û bi hezaran şehîd dan. Bi vê wesîleyê ew berxwedana mezin a 21 salan a bi pêşengiya afirînerê vê berxwedanê Rêber Apo silav dikin. Şehîdên leheng ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ xwedî li Rêber Apo derketin û parastin, bi rêz, minet û hezkirinê bi bîr tînin.

Kompla rêveberiya DYA’yê plan kir û pêk anî

Komploya navneteweyî beriya her tiştî êrîşeke topyekûn a navneteweyî ya ji bo tunekirinê bû. Her kes bi vê rastiyê baş dizane ku yê biryar li ser komployê da, plan kir û pêk anî rêveberiya DYA’yê bû. Li ser bingeha îmze û fermana serokê DYA’yê yê wê demê Clînton komplo pêk hat. Bêguman DYA’yê dema biryareke wiha da, herî zêde ji Ingilistan û Îsraîlê hêz û piştgirî wergirt.

Komploya navneteweyî êrîşeke tunekirinê bû û tunekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da ber xwe.  Beriya her tiştî bi rê û rêbazên komploger hewl dan îmha bikin û weke rewşeke nediyar nîşan bidin. Ji ber ku bi ser nexistin xwestin ku di 15’ê Sibatê de bi dewleta tirk bide îdamkirin. Piştî ku ev jî hate pûçkirin hingî sîstema tecrîd û îşkenceyê afirandin û bi polîtîkaya rizandinê xwestin ku Rêber Apo ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve têk bibin.

Êrîşên li hundir û derve

Dema ku ev jî hate têkbirin, hingî rêveberiya Erdogan/desthilatdariya AKP’ê ya heyî ji bo vî karî hate wezîfedarkirin. Hewl dan xwe bispêrin bawermendiya îslamê û piştgiriya civaka kurd a ji bo Rêber Apo û PKK’ê lawaz bikin. Li hundir jî êrîşên provokatîf-tasfiyekar ferz kirin û xwestin PKK’ê parçe bikin. Ji ber ku di vê mijarê de jî bi ser neketin, ji tebaxa 2005’an û pê ve ji nû ve li ser bingeha şerê taybet ê qirker, faşîst û topyekûn êrîşên giran ên ji bo tunekirinê dimeşînin. Ev yek 15 sal in dewam dike. Ev êrîş li dijî Rêber Apo, gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, dostên me û tevahiya PKK’ê tê kirin.

Dewleta tirk a faşîst-qirker ev êrîşên xwe bi piştgiriyeke bi her awayî ya DYA û NATO’yê dimeşîne. Komploya navneteweyî bi vî rengî li ser bingeha konsepta tasfiye û tunekirinê ya qirker, faşîst û topyekûn tê dewamkirin. Bi rengê îdeolojîk, leşkerî, siyasî û aborî, bi her awayî tê meşandin. Bêyî ku guh bidin pîvanên hiqûqî û exlaqî bi her rê û rêbazê êrîş dikin.

Bi tasfiyekirina PKK’ê re xwestin qirkirina kurdan bi ser bixînin

Em dizanin ku stratejiya komploya navneteweyî bi vî rengî hate afirandin; bi îmhakirina Rêber Apo re PKK’ê tasfiye bikin, bi tasfiyekirina PKK’ê re jî qirkirina kurdan a sed sal in dewam dikin, bi ser bixînin! Anku ji aliyê cewherî ve êrîşeke qirkirinê ye. Qirkirina gelê kurd e. Ev êrîşa qirkirinê ku sed sal in tê kirin, ji 9’ê cotmeha 1998’an ve li ser bingeha êrîşa li dijî Rêber Apo bi şêweyê komploya navneteweyî tê kirin.

Hewldana ji bo astengkirina çareseriya pirsgirêka kurd e

Komploya navneteweyî êrîşeke ku yekser pêwendiya xwe bi pirsgirêka kurd re heye. Biryara li ser qirkirina gelê kurd û pratîka vê yekê ye. Pirsgirêka kurd di nava Şerê 1’emîn ê Cîhanê de ji bo parvekirina cîhanê ji aliyê hêzên kapîtalîst ên cuda ve hate afirandin. Ya ku Kurdistan parçe kiriye, gelê kurd tune dihesibîne û dixwaze tune bike ev zîhniyet û siyaset e. Lewma komploya navneteweyî êrîşa ji bo dewamkirina qirkirina kurdan e. Li ser vê bingehê li dijî çareseriya pirsgirêka kurd e. Li dijî hebûn û azadiya kurdan e, hewldanek ji bo astengkirina çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka kurd e.

Qonaxa destpêkê ya Şerê 3’yemîn ê Cîhanê bi Şerê Kendavê dest pê kir, tevahiya salên 1990’î dewam kir, di dawiya salên 1990’î de bi destwerdana duyemîn a li Rojhilata Navîn re derbasî qonaxa duyemîn a zext û mêtingeriya giran a li ser Rojhilata Navîn bû. Di hedefa vê de jî beriya her tiştî tunekirina rêveberiya Iraqê û Sedam Huseyîn hebû, ji bo karibin vê bikin jî sîstema modernîteya kapîtalîst pêwîstî bi jinûve kontrolkirina Kurdistanê dît.

Ditirsiyan ku PKK li çar parçeyan belav bibe

Ditirsiyan ku bi hilweşandin û belavkirina rêveberiya Sedam Huseyîn re, PKK dê karibe hêzên xwe li tevahiya Kurdistanê belav bike, ji nişka ve dê li çar parçeyên Kurdistanê şoreşa azadiyê pêk were. Lewma operasyona hilweşandina rêveberiya Sedam Huseyîn bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo dan destpêkirin. Komploya Navneteweyî bû destpêka destwerdana duyemîn a DYA’yê ya li Rojhilata Navîn. Bi komployê re xwestin ku Rêber Apo bêbandor bikin, PKK’ê ji hev belav bikin û têkoşîna azadî û hebûnê ya kurdan tasfiye bikin. Bi vî rengî dema ku bi rêveberiya Sedam Huseyîn re ketin şer, hingî dê Tevgera Azadiyê ya Kurd nikaribe ji valahiya derkeve holê, ji derfet û firsendan sûdê werbigire.

DYA’yê zanîbû ku hebûneke xurt a PKK’ê heye, Rêber Apo têdikoşe, PKK’ê û gerîla bi rê ve dibe û tirsiya ku di rewşeke wiha de êrîşî Iraqê bike û rêveberiya Sedam Huseyîn hilweşîne. Bi tirs û fikar bû ku ger tiştekî wiha bike dê PKK, Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê jê sûdê werbigire, li dijî sîstema kapîtalîst a global dê sîstema Rojhilata Navîn a demokratîk a alternatîf rû bide. Lewma plan kir ku destpêkê Tevgera Azadiyê ya Kurd, Rêberê wê bêbandor bike, piştre dest li Iraqê û herêmên din werbide. Ji xwe Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê jî li ser bingeha bazariyeke bi vî rengî pêk hat.

Têkoşîna gelê kurd û Tevgera Azadiyê

Li dijî êrîşkariyeke bi vî rengî tevgera me û gelê kurd 21 sal in bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Ji destpêkê ve îradeya azadî û hebûnê ya kurdan hest, ruh, hişmendî û îradeya Rêber Apo ye. Têkoşîn û rêxistinbûna bi pêşengiya Rêber Apo ye. Yê ku herî zêde rêbazên komployê, îdamê, polîtîkaya rizandinê ya Îmraliyê, êrîşên tasfiyekar provokatîf û lîstikên AKP’ê têk bir, sekn û helwesta afirîner û bi disiplîn, rêxistinbûyî, têgihiştî, bi plan, berxwedêr û armancên xwe yên azadiyê yên Rêber Apo ye.

Rêberê Gelê Kurd Ocalan li ser vê bingehê heta niha nehişt ku komplo bi ser bikeve. Ya rast bi komployê xwestin ku di nava rojekê de Rêber Apo îmha bikin. Lê bûye 21 sal, hîn bi ser neketiye. Yên ku komploya 15’ê Sibatê kirin, plana wê kirin ku di nava şeş mehan de PKK’ê tasfiye bikin. Niha 42 caran 6 meh derbas bûn, PKK bi xurtî li ser pêyan e û pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya kurd re dike. Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê li ser rêya serkeftinê bi pêş ve dibe. Ev têkoşîn ji sînorên Kurdistanê derbas kir, veguherand tevgera demokrasî û azadiyê ya global. Ev hemû asteke girîng a pêşketinê ne. Vê yekê pêşî li serkeftina komployê girt. Plansaziya komplogeran pûç kir.

Bi temamî têknebirina komployê kêmasiyek e

Li gel vê yekê jî hêzên komploger tu carî dest ji armancên xwe bernedan. Her ku planek hate pûçkirin planên nû amade kirin û bi vî rengî êrîşên komploger ên ji bo temamkirina qirkirina kurdan dewam dikin. Êrîşên heyî li ser vê bingehê tên kirin. Tevî ku têkoşîneke dîrokî hate meşandin, di nava 21 salan de bi temamî têknebirina komployê kêmasiyek e. Rêber Apo got, ‘Ger PKK di nava şeş mehan de bi rengekî rast têbikoşe, tu hêz nîne ku têk nebe.’ Belê armanc û planên komployê hatine qelskirin, hatine pûçkirin, lê belê aşkera ye ku komplo bi temamî nehatiye têkbirin. Ev yek jî encama kêmasiyên têkoşînê ye.

Li ser vê bingehê di salvegera komploya 15’ê Sibatê de divê em hîn bi giranî li ser rastiya komployê rawestin, bi rengê rexnekirin-rexnedayinê li ser xeta Rêbertî û şehîdan dersan derxînin û li dijî komployê têkoşîneke bi bandor, serkeftî û encamgir bimeşînin. Ev yek wezîfeya bingehîn a tevgera me, hevrêyên me û gelê me yê welatparêz e.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar