PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kalkan: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta pêkhatinê de ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew dixwazin sala 47'an a PKK'ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka kurd û got, "Ev yek heta niha têkoşînek bû, lê niha di asta pêkhatinê de ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya sala 47’an a damezrandina PKK’ê pirsên ANF’ê bersivand. Kalkan diyar kir ku PKK partiya jinan û ciwan e û anî ziman ku di salvegera xwe ya 46’an de bi ruhê PKK’ê têkoşîna azadiyê bi coşeke mezintir geş bikin û têkoşîna azadiyê li her qadê mezin bikin.

Di nava PKK’ê de rastiya şer çawa ava bû ku bi HRK’ê destpê kir, bi ARGK’ê dewam kir û di vê serdemê de jî bi gerîlatiya modern a profesyonel tê meşandin? Hûn asta heyî ya têkoşîna gerîla çawa dinirxînin? Aliyên siyasî û leşekrî yên çalakiyên fedaî, bi taybetî çalakiya li hemberî TUSAŞ’ê tê nirxandin. Ji dema bihurî heta niha xeta fedaîtiyê ya li nava PKK’ê divê çawa bê fêhmkirin?

Gerîla, parastin, parastina rewa, berxwedan, şer mijareke ku herî zêde tê nîqaşkirin û divê hîn bêhtir bê nîqaşkirin. Her ku êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê zêde dibin, li Ewropayê, Emerîkayê, li deverên cuda yên cîhanê, dema ku siyaset û mejiyê faşîst û zordar dibe desthilatdar, ev yek her kesî eleqedar dike. Ew gotinên têkildarî sîstema demokratîk, derfetên demokratîk ên Ewropayê ji holê radibin. Lewma rewşa her kesî nêzî hev dibe. Ev pênase careke din ji bo her kesî bi wate û girîng dibe. Ji ber vê jî şoreşger jî sosyalîst jî jinûve li ser van pênaseyan nîqaşê dikin. Wê hîn bêhtir nîqaşê bikin. Dema derbasbûyî ji vê yekê gelekî dûr ketin. Piştî ku Yekîtiya Sowyetan ji hev belav bû, bêhêvîtî û reşbîniyê rû da. Qutbûn hîn bêhtir pêk hat, lê belê ji aliyekî ve jî her ku ji fikrê Apoyî yê weke rêbertiya nû ya guherîna paradîgmayê rabû bi bandor bû û li aliyê din jî her ku zext, teror, zilm û gefên faşîst zêde bûn, ev pênase hîn bêhtir ketin rojeva sosyalîstan. Ji bo nîqaş rast bê fêhmkirin û rêya çareseriyê bê peydakirin hin xusûs hene. PKK’ê ji destpêkê ve ji bo Kurdistanê pêşdîtina vê yekê kir, ji xwe re kir esas. Tê gotin, cudahiya xwe ji rêxistinên çi bû. Cudahî ev bû. Ji bo rêxistinên din me got, qutnebûna ji sîstemê. Ya ku PKK ji sîstemê qut kir, taybetmendiya bingehîn ev bû. Heta ku li ber sîstemeke ewçend zordar helwest neyê nîşandan, heta ku li hemberî êrîşên wê yên çekdarî berxwedan neyê nîşandan, tu yê çawa hebûna xwe biparêze, tu yê çawa azad bibe, tu yê destketiyên xwe çawa biparêze? Ev yek nepêkan e. Ji destpêkê ve PKK’ê xwe şaş nekir. Di vê mijarê de şaşitî nekir. Rêxistinên din, yên ku bi îdîaya pêşengiya ji kurdan re rabûn, gelek tiştên nêzî hev gotin. Rêber Apo tiştekî din got. Taybetmendiyeke bingehîn a ku Rêber Apo ji wan cuda dike ew e ku di vê mijarê de şaşitî nekir. Rastiya kurdan, rastiya Kurdistanê bi rengekî rasteqîn nirxand, ya herî girîng jî di nava vê rastiyê de wêrekiya ji bo têkoşînê, fedakariya ji bo têkoşînê destnîşan kir. Gelekî din jî didîtin, lê belê ew wêrekî û fedakarî bi wan re tine bû. Hêz û îrade tine bû. Li ser vê bingehê dijmin nas kir, teoriya zordariyê analîz kir, şer analîz kir, desthilatdarî û sîstema dewletê, şerkeriya wê analîz kir. Şerê parastina rewa yê li hemberî vê analîz kir û gerîla li ser vê bingehê weke rêbaza bingehîn a ku yê lawaz karibe li hemberî yê xurt bi ser bikeve, ji aliyê fikrî ve dît, ji xwe re kir esas û xwe bi hişmendiya gerîla, bi rêbaza gerîla perwerde kir, bi rêxistin kir.

Piştî ku şert û mercên cuda neman li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê li ser bingeha pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an bi rêbaza gerîla şer hate kirin. Di pênaseya gerîla ya destpêkê de ji teoriya şer, teoriya gerîla gelekî sûd hate wergirtin. Bi temamî ji wan qut nebû, bêguman ew jî weke xwe yekser bi cih nehate anîn. Li gorî rewşa xweser a Kurdistanê nûbûn hate kirin. Ev yek çawa peyda kir? Bi nêzîkatiya afirîner a Rêber Apo pêk anî. Pratîk ji xwe re kir esas. Li pratîka gerîla nihêrî, gerîla wê bi pêş bikeve, divê bi pêş bikeve, bi ser bikeve, gerîlayê serkeftinê divê hebe, wê demê gerîla wê çawa bi pêş bikeve? Ya ku li welatên cuda hate kirin yekser li Kurdistanê nehate dubarekirin. Di nava şert û mercên Kurdistanê de wê çawa bi ser bikeve, ev yek ji xwe re kir esas. Teoriya gerîla afirand. Gerîla veguherî tevgereke partîzan. Nebû artêşeke ji rêzê. Belê, jê re artêşa gel jî hate gotin, lê belê gerîla bi rêbazeke welê bû ku mirovên nezan tevlî nedibûn, mirovên bi perwerde, milîtanên partiyê yên têgihiştî beşdar bûn. Gerîlayên Kurdistanê bi vî rengî ava bû. Gav bi gav ji yên din cuda bû, bi baweriya ji hêza xwe, rêxistiniya xwe, asta xwe ya hişmendiyê, werekî û fedakariya xwe ji yên din cuda bû. PKK’ê gerîlatiyeke welê afirand ku bi temamî jiyana sosyalîst jiya, komunal jiya, kolektîvîzm di asta herî pêşketî de afirand, jiyana partiyê di şexsê xwe de bi rengekî bêhempa şênber kir, lewma jî sosyalîzm jiya. Ev yek bi yên din re nebû. Ew xeta desthilatdarîperest, dewletparêz di rêxistinî û têkoşînê de fermandarî û şervanî ji xwe re dikir esas. Ya rast PKK’ê jî xwest bi wî rengî bike.Xwest bişibe wan, lê belê pêkanîna vê yekê ya yekser li Kurdistanê serkeftin bi xwe re neanî. Ya ku di nava şert û mercên Kurdistanê de bi ser bixîne çi be, ew ji xwe re kir esas, bi cih anî. Ev yek jî li gorî xwe, xwedî taybetmendiyan bû. Ji aliyê pênasekirina hêza dijmin, pênasekirina xeta çalakiyê, pênasekirina têkiliyên bi gel re gelekî cuda bûn. Gerîla şêweyê çalakî û rêxistiniyê ya bicihanîna partiyê bû. Hêzeke perwerde, rêxistinî û çalakiyê bû. Gerîlayên kurd ti carî nebû hêzeke teng a leşkerî.

Rêber Apo ne bi rengekî teorîk ew bi wî rengî pênase kir, ne jî di pratîkê de HRK, ARGK, HPG di xeta leşkerî ya teng de xwe bi rêxistin kir. Na, teqez bû hêzeke îdeolojîk, polîtîk û çalakiyê. Gerîla bû hêza pêşeng a ku gel perwerde, bi rêxistin kir, xist nava çalakiyê, pêşengî jê re kir. Pêşengiya partiyê bi çalakî û jiyana xwe di şexsê gerîla de şênber bû. Ev yek bi guhertina paradîgmayê re bêhtir kûr bû, di vê xetê de şênber bû. Guhertinên girîng di nava gerîla de pêk hatin. Ji ber ku girêdayî xeta netewe dewletê bû, gerîla ji xwe re dikir armanc ku netewe dewletekê biafirîne, netewe dewleta kurd û artêşa wê ava bike. Piştî ku ji netewe dewletê qut bû û berê xwe da tevgera civaka demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiyê, veguherî hêza xweparastinê ya civakê. Xwe weke hêza xweparastinê ya civakî pênase kir. PKK bi vî rengî weke hêza xweparastinê ava bû. Gerîla jî ku ji sedî 80, 90 ê vê yekê ye, weke hêza pêşeng a lêdanê ya herî çalak ava bû. Bi vî rengî ji armanca dewlet û desthilatdariyê qut bû. Armancên xwe guherî, rêbaza lêdanê guherî, zemîn guherî. Gerîlayekî nû ava bû. Pêşengiya gerîla, gerîlatiya nû ya li ser xeta modernîteya demokratîk ava bû. Baş e, gelo civak tenê bi pêşengiya gerîla dikare bê parastin? Na. Navê xwe li ser e, gerîla pêşeng, şoreşgeriya profesyonel e. Wê pêşengiyê ji kê re bike? Wê ji civakê, jin, ciwan, karker û kedkaran re bike ku xwe diparêzin. kurd bere civakeke gundî bû. Li gundan di nava civakê de gerîlatiya destpêkê ava bû. Gerîlatiya destpêkê li çiyayê ji gundan rabû. Bi guhertina paradîgmayê re Rêber Apo têkoşîna hevgirtî ya çiyê, bajar û deştê destnîşan kir. Piştî ku civak ji çiyê hate qutkirin, gund hatin şewitandin û valakirin, civak li bajaran kom bûn. Civak li ku be, hêza parastinê li wir e. Wê di nava civakê de be, xwe bispêre civakê. Lewma gav bi gav xwe spart vê yekê. Niha têkoşîneke xweparastinê û pêşengiya gerîla heye ku li ser vê bingehê pêk tê. Pêşengiya gerîla ji her demê bêhtir profesyonel e. Milîtaniya partiyê ye. Xwe dispêre hêza xwe, di bicihanîna hêza xwe de yên herî şareza ne. Asta wê ya herî bilind jî çalakiya li hemberî TUSAŞ’ê bû. Hêza ku çû wê çalakiyê ji xwe milîtanên Tabûra Nemiran bûn. Ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî ve hêza herî profesyonel û perwerdekirî ye. Hêzeke welê ye ku ti astengiyê nas nake, hemû astengiyan ji pêşiya xwe radike û serkeftinê pêk tîne. Ti hêzê nekarî bisekinîne. Bi piştgiriya ji NATO, ji Rûsya, ji filan bêvan deverê wergirtî rejîma AKP-MHP’ê û dewleta tirk nekarî Asya Alî û Rojger Hêlîn rawestîne. Ev yek dibe asta herî bilind a pêşengiya gerîla. Gerîlatiya profesyonel bi vî rengî ye. Bi vî rengî xwe bi rêxistin kiriye. Niha aliyên siyasî û leşkerî yên vê yekê têne nîqaşkirin. Ji aliyê leşkerî ve çi dikare bê gotin? Komara Tirkiyeyê jî, her kes jî hejand. Dewleta tirk digot, ‘ez her tiştî asteng dikim’. Digot, ‘Min teror qedand’. Aşkere bû ku nekarî tiştekî bike, nekarî ti cihî biparêze.

Çalakiya TUSAŞ’ê ji aliyê gerîla ve çi ispat kir? Milîtanên ku li ser xeta Apoyî xwe perwerde, bi rêxistin kirine, xwedî wêrekî û fedakariyê ne, li ser vê bingehê bi zanebûn tevlî bûne, ti hêz nikare wan bisekinîne. Ti hêz nikare wan rawestîne. Ti dijmin nîne ku hêzeke bi vî rengî nikaribe lê bixe, nikaribe têk bibe. Ti serkeftin nîne ku nikaribe bi dest bixe. Her tim hêza serkeftinê ye. Ev yek ispat kir. Xet ji bo gerîla destnîşan kir. Xeta ku Rêber Apo ji bo wê digot ‘teknîka herî mezin mirov e’ xist meriyetê. Nîşan da ku ev yek tê çi wateyê. Bêguman ev yek şerê profesyonel ê gerîla yê pêşeng e. Rizgarî û azadî bêyî vê nabe. Siyaset dikare bê guhertin, rêxistiniyên nû yên siyasî dikarin bêne avakirin, lê belê ji bo civakê ewlekarî timî pêwîstî ye. Parastin lazim e. Rêber Apo got, ‘gul a bê sitirî nîne’. Teoriya gul afirand. Eger hûn dixwazin bibin gul divê li aliyekî we sitrî hebe. Ji bo karibe weke gul bedew bimîne, divê sitiriyê te hebe ku bi destê dirêjî te bibe rabe!

Eger tu yê bi rengekî azad bijî, wê her tim hêza te ya parastinê hebe ku karibe li hemberî êrişên li ser jiyana azad li ber xwe bide. Pozîsyona parastinê wê hebe, hişmendî wê hebe, rêxistinî wê hebe, hêza pêwîst wê hebe, çalakî wê hebe. Em qala xweparastinê dikin, tu yê xwe biparêze. Ewlekariya xwe bi xwe pêk bîne, ewlekariya ku hinekî din dike, nabe ewlekariya rasteqîn, nikare azadiyê biafirîne. Ji wê re xweparastin nikare bê gotin. Xweparastineke bi vî rengî ya civakê di serî de jin û ciwan divê pêk bînin.Di vê mijarê de hîn em di destpêkê de ne. Kêmasî gelek in. Ya rast, gerîla ji xwe re kiribû armanc ku li ser xeta netewe dewletê artêşeke bi rêk û pêk ava bike. Wê bibûya pêşengê wê, lê niha afirandina xweparastina civakî ya gerîla bi paradîgmaya civaka demokratîk, azadîparêziya jinê û ekolojîk ji xwe re dike armanc. Dixwaze bi rastî jî bibe artêşa xweparastinê ya gel. Ji bo xweparastinê dixwaze rastiya gel ê şerker biafirîne. Xeta parastinê ya modernîteya demokratîk li ser vê bingehê ye.

Têkildarî nîqaşên siyasî yên li ser çalakiya TUSAŞ’ê em niha tiştekî nebêjin. Em wan mijarên siyasî nîqaş nakin. Gelek derdor li gorî xwe nîqaş dike, lê belê mirov dikare vê bibêje, pirsgirêka jê re pirsgirêka kurd tê gotin, yanî mejiyê ku tirkîtî, dewleta tirk bi tinehesibandina kurdan dixwaze ji holê rabike, heta ku ew mejî, siyaset û êrîş hebin wê berxwedana bi vî rengî jî hebe. Divê her kes bi vê zanibe, vê yekê nîşan da, ispat kir ku kes nikare pêşî lê bigire. Îro dibe, sibe dibe, filan dibe, lê teqez dibe. kurd ji bo karibe hebe, ji bo karibe bijî neçar e vê bike, êdî bûye xwediyê vê hişmendiyê. Lewma ne pêwîst e ku vir û wir de bibin. Rêya rast nîşanî her kesî da. Metirsî nîşan da. Eger hûn dixwazin ji metirsiyê rizgar bibin, wê demê cidî bin, rast nêzîk bibin, pirsgirêkê çareser bikin. Peyameke bi vî rengî da. Ji bo kurdan, civaka Tirkiyeyê û ji bo dewleta tirk jî nîşan da ku ji bilî hêza çareseriyê ya Rêber Apo ti hêzeke din a çareseriyê nîne. Nîşan da ku tiştên ji bilî vê weke çare bê nîşandan wê felaket be. Ev yek rastiyeke. Divê her kes dersê ji vê werbigire, mirovên bi aqil dersê werdigire û ji zerarê vedigere. Yên ku bi vir de û wê de dibin, yên ku werîs diavêjin naverastê, dema wan derbas bû. Wan ragihiştibûn ço. Çoyê desthilatdarî û dewletê. Ji cîhanê piştgirî werdigirtin. Digotin, li gorî dilê xwe em ê li kurdan bixin. Ji wan heye ku niha jî dikarin bikin. Ehmeq in. Ew dem ji zûdeyî derbas bûye. Eger hewl bidin wê bikin wê felaketeke welê bê serê wan ku fêhm nekin ji ku û çi derb xwarine. Ji ber vê yekê ji aliyê siyasî ve tişta ku em dikarin bibêjin ew e ku her kes bi aqlê selîm tevbigere. Em dikarin bangeke bi vî rengî bikin.

Dewlet, bi taybetî jî dewleta tirk dibe ku ji her demê bêhtir hîn zêde êrişî jin û ciwanan dikin, rêbazên fîzîkî, derûnî, hestewarî, fikrî, psîkolojîk ên şer bi kar tînin. Rêber Apo dibêje ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’. Her wiha PKK’ê weke partiyeke ku azadiya jinê ji xwe re dike esas, pênase dike. Di nava PKK’ê de rola jin û ciwanan çi ye? Sedema êrîşên li dijî jin û ciwanên kurd çi ye û li dijî van êrîşan divê têkoşîneke çawa bê meşandin?

PKK partiyeke jinê ye. PKK partiyeke ciwanan e. Ji xwe weke tevgereke ciwanan a rewşenbîr destpê kir. Ji tevgera ciwanên rewşenbîr veguherî partiyê. Ji tevgera karker, kedkar û gundiyan re her tim ciwanên rewşenbîr pêşengî kirin. Weke hêza têkoşînê ya pêşeng a herî bingehîn ku xeta îdeolojîk da vê têkoşînê, jin bûn. Lewma hîn ji destpêkê ve her çend xwe weke tevgereke neteweyî ya rizgariyê, partiya çîna karker û tevgera gel pênase kiribe jî tevgerek bû ku xwe dispart ciwanan û jinan, ew bi rêxistin dikir û ji aliyê wan ve hate meşandin. Li aliyê din di paradîgmaya nû de jî rol û mîsyona pêşengiyê ji aliyê stratejîk ve ji jin û ciwanan re hate dayin. Berê tevlîbûna jin û ciwanan bi bandor bû, lê belê bi paradîgmaya nû re êdî du hêzên pêşeng, hêza pêşeng a şoreşê, hêza pêşeng a şoreşa heqîqetê, hêza pêşeng a şoreşê ya bi rêbaza jiyan û mejî jin û ciwan e. Ew êdî ne baskên tevgerê ne. Rêxistinên baskekê nînin, berevajî vê yekê ew esasê wê ne. Pêşeng in, li her derê ne, her cûre kar dimeşînin. Çima? Ji ber ku şoreşa azadiya jinê weke bingeha şoreşê dibîne bi paradîgmaya nû re. Afirandina civaka demokratîk û jiyana azad a xwe dispêre azadiya jinê ji xwe re dike armanc. Xeta azadiya jinê taybetmendiyên azadiyê, taybetmendiyên jiyana azad diyar dike. Xeta bingehîn a îdeolojîk e, pêşeng e, xeta îdeolojîk e. Azadiya jinê ne tenê hêzeke ku hinekî bandorê dike, ew diyarker e. Ciwan jî nîşaneya beşa civakî ya herî şênber a kesayetên azad, jiyana komunal a demokratîk e. Ciwan ew beşê civakê ye ku zingar negirtî ne, ji aliyê fikrî, nêzîkatî û rêbaza jiyanê ve tevlî bûyerên dewlet û desthilatdariyê nebûne. Lewma rewşa xwe ya derûnî, hestewarî û fikrî nêzî xeta komun a demokratîk û kesayetên azad e. Ew hêz e ku vê yekê bi hêsanî fêhm dike, dipejirîne û bi cih tîne. Xeta komun a demokratîk û kesayetên azad di asta pêşengiyê de ji aliyê ciwanan ve tê meşandin. Kadroyên xwe ji ciwanan werdigire. Girseya xwe ya pêşeng li gel jinan, ciwan e. Pêşengî bi vî rengî tê kirin. Ruh, hişmendî, pîvanên jiyanê yên ciwanan herî zêde nêzî pîvanên komun a demokratîk û kesayetên azad e. Jin û ciwan hêza pêşeng in.Di vê mijarê de kêmasî hene, di ferasetê de kêmasî hene, lê belê li gel pênasekirina bi vî rengî jî di pratîkê de kêmasî û şaşitî rû didin. Jê re pêşeng tê gotin, lê belê weke baskekî cuda li kêlekê xwe dibîne. Xwe cuda dibîne. Nêzîkatiyên bi vî rengî rû didin. Ev yek nîşan dide ku bi têrkerî nayê fêhmkirin û bi rengekî rast bi cih nayê anîn. Divê ev yek ji holê bê rakirin. Xwediyê xwe ew e, pêşengê xwe ew e.

Divê jin û ciwan bi vî rengî xwedî li tevgerê derkevin. Ji ber ku rewş bi vî rengî ye, hêzên desthilatdarî, faşîst, sîstema qirker, mekanîzmaya şerê taybet destpêkê êrîşî jin û ciwanan dikin. Dixwazin wan ji holê rakin, derbê lê bixin. Wê bibe pêşengê şoreşê, bibe hêza bingehîn a tevgerê, afirîner û rêveberê tevgerê, lê faşîst, mêtinger, mejiyê qirker û sîstem wê êrîşê lê neke… Pêşeng e, yê herî wêrek û fedakar e, yê herî têkoşer e, lewma jî ew hêz e ku herî zêde dibe hedefa dijmin. Şerê taybet ji ber vê yekê êrîşî jin û ciwanan dike. Eger karibe jin û ciwanan lawaz bike, bêbandor bike, ji aliyê ferasetê ve ji rê dûr bixîne, bi hestên wan bilîze, tevlîbûna wan asteng bike, nehêle bibe kadro, li derveyî rêxistina girseyê bêne hiştin, tevgera jin û ciwanan lawaz bike, hingî wê şoreşa azadiyê jî lawaz bike, bisînor bike. Wê karibe tasfiye bike. Dema ku derb li jin û ciwanan hate xistin, hingî wê êrîşên tasfiyekirina PKK’ê bi ser bikevin. Vê yekê baş zanin fermandarên sîstema şerê taybet. Lewma herî zêde êrîşî jinan dikin, êrîşî ciwanan dikin, êrîşî zarokan dikin, wan qetil dikin. Tê gotin, rêjeya destavêtinê ji 8 kesan yek e. Daneyan didin. Mînak qala zêdeyî 8 hezar zarokên hatin kuştin dikin. Tenê 1-2 heb di çapemeniyê de hate weşandin. Sîstemeke dewletê heye ku zarokên xwe qetil dike. Mîna serdema cahîliyeyê. Bi saxî binax dikirin. Vedişêrin, qetil dikin. Ev komkujiyên fîzîkî ne, di heman demê de komkujiyên ruhî, hestewarî, fikrî hene. Wan zarokan, yên ku direvînin li ku derê, çawa bi kar tînin? Qet ne diyar e. Ev hemû komkujî ne. Lewma em bala xwe bidin ser, di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de siyaset û mejiyê qirker, mêtinger, faşîst û desthilatdariyê dijminê nifşê xwe ye, dijminê zarokan e. Li şûna ku xwedî lê derkeve, di gotinê de bibêje jî di pratîkê de berevajî wê dike. Dînîtiyeke komkujiyê ye. Gihîştin vê astê.

Di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de dijberiya li civakê gihîştiye vê astê. Bi taybetî baskên wê yên qirker, mêtinger û faşîst hîn bêhtir di asteke ketî de komkujiyan dikin, êrîşan dikin. Ji xwe herimandina jiyanê jî tê vê wateyê. Civak, xweza êdî nikarin xwe li vê yekê rabigirin. Lewma kes nema dikare bijî. Her kes bêzar bûye. Dibêjin, kêr gihîştiye hestî, ya rast kêrê hestî jê kiriye, qirik jî jê kiriye, li ber qutbûnê ye! Hatiye vê astê. Divê mirov vê rastiyê bibîne û hîn bêhtir bi zanebûn û çalak têbikoşin. Divê mirov gilî û gazinan nekin. Dijmin weke dijmin bibîne, fêhm bike û li hemberî dijmin têbikoşe. Nêzîkatî û zimanê gilî û gazinan gelekî nebaş û xetere ye. Pêşî li komkujiyên mejî û sîstema qirker nagire, zemînê pêşkêşî wê dike. Dibe bingeh ji vê yekê re. Bi taybetî jin, ciwan divê nebêjin, çima bi vî rengî dikin, aşkere ye bê çima dikin. Divê xwe bikin hêza rizgariya ji vê yekê. Xwe bigihînin asta rêxistinî û hişmendiya hêza rizgariyê. Divê nebêjin nabe. Ev dikare bibe. Tenê ya pêwîst ew e ku mirov bixwaze û bixebite. Yanî PKK’ê em hînî vê kir. Rêber Apo em hînî vê kir. Me dît ku ev yek pêkane. Wê demê divê em hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.

Em di sedsala 21’an de li Kurdistanê dibînin ku PKK navenda têkoşîna enternasyonalîst e. Berê mînakên mîna Fîlîstîn û Kuba hebûn, lê belê di roja me de yekane herêma ku ev herikîn lê heye kurdan e. Ev tê çi wateyê? PKK û Rêber Apo çawa karîn sînoran derbas bikin? Çi girîngiya vê geşedanê ji bo şoreşa Kurdistanê heye?

Li cîhanê lêgerînvantî kêm nebûye. Jiyan ne normal e, tam berevajî, siberoja civak û xwezayê di xeteriyê de ye, rûerd di xeteriyê de ye. Rêber Apo got, kanserbûn. Modernîteya kapîtalîst bi kanserbûnê gefê li xweza, civak û rûerda cîhanê dixwe. Lewma ti kes ji jiyana xwe razî nîne. Her kes di bin zext û mêtingeriyê de ye, jin, ciwan, karker, kedkar û gel zilm dibînin. Efrîqa, Emerîka, Asya, Rojhilata Navîn û Ewropayê; li her derê wiha ne. Di vî warî de lêgerînên nû hene, mirov ji vê rewşê li rêya rizgariyê digere. Lêgerîna rizgariyê wiha neqediyaye, di pêvajoya borî de. Têkildarî vê yekê, rawestînek çêbû. Çima? Sosyalîzma reel a ku weke rizgarker didîtin, hate çareserkirin. Hêviyên wan şikestin, li wir jî derketin bi dest nexistin. Pirsa ‘eceba’ pirsîn. Eger ev jî nebe, wê çawa be. Lê 30 sal di nav re derbas bûn. Rexne pêş ketin, fikrên nû derketin holê. Teoriyên nû pêş ketin. Gelek fîlozof, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend fikirîn, lêhêrbûn kirin û nivîsandin. Ya herî berfireh jî, Rêber Apo pêş xist. Bi guhertina paradîgmayeke pir bi kok re. Li ser xeta şaristaniya demokratîk tezeke dîrokê ya nû pênase kir.Ji bo hemû bindestan rêya rizgariyê nîşan da. Ez dixwazim van bêjim, dema ku fikrên Apoyî û azadiyê, li dijî mêtingerî û qirkirinê bi cesaret û fedekarî dihat vegotin, bandor li her kesê dikir.

Li Kurdistanê ciwan, bi taybetî ciwanên ku nû zane dibin li amadeyî, zanîngeh û kolanan bandor li jinan dikir. Bi rengekî zêde bandor li karker û kedkaran dikir. PKK li ser vê esasê pêş ket û fikrê Apoyî ji vir hêz girt. PKK di ‘76’an de ketê, di ‘78’an de bû partî. Di ’79, ‘80’an de hema bêje kêm mabû serhildan çêbe. Gihişt wê astê ku civakê rake ser piyan. Li dijî faşîzma 12’ê Îlonê jî, bi pêşengiya gerîla gelek şoreş hatin pêşxistin û serhildan çêbûn. Yekîneyên gerîla yên biçûk ji bo li dijî dijmin şer bikin, xwe dispartin çiyê û tevdigeriyan, dema gihişt civakê ji aliyê gundîtiyê ve hate ecibandin. Rewşa niha ya cîhanê, hinekê dişibe kurdisana di salên heftêyî de. Ji aliyê lêgerîn û xeteriya ku dijî ve. Her kes di nava lêgerîneke rizgariyê de ye. Lewma ev lêgerînvantî, neqediyaye. Weke têgeh wateya enternasyonalîzmê derbas nebûye. Têkildarî vê yekê ti qelsbûn nînin. Wê demê çima tê gotin, ji bo tevgerên curbe cur mîna berê piştevanî çênabin û kêmbûn heye… Divê mirov sedemê vê yekê, di armanca wan tevgeran de lêbigere. Divê di paradîgmaya wê de lêbigere. Yanî berê dihat gotin, netewperestiya bindestan û netewperestiya serdestan ne heman e, ji netewperestiya serdest re her cure maf heye. Rêber Apo ev yek guhert. Mirovan piştgirî dan Vîetnam, Kuba û Fîlîstînê. Hem jî bi rengekî pir zêde. Lê ji wir çi encam derket? Niha Vîetnam bi Elmanyayê re herî zêde di nava têkîliyê de ye, mîna Tirkiyeyê wê Vîetnamiyan bişînin Elmanyayê ji bo xizmetê bikin. Yanî Fîlîstîn piştgiriya Ereb jî wernegirt. Di nava xwe de parçe parçe bû. Encameke ku enternasyonalîstên piştevan, armanc dikirin nederxistin holê. Berevajî zivirîn, demekê bi gotina serbixwebûn, azadî û rizgariyê kelecan afirandin, lê belê paradîgmaya ku esas digirtin, tiştên ku dişopandin û îdeolojiya wan a netew-dewletê ew ber bi serbixwebûn û azadiyê nebirin. Rizgarî pêk neanî. Niha yekane hêza ku vê yekê pêk bîne, tevgera Apoyî û geşedanên li Kurdistanê ne. Pratîkbûna li bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Têkildarî vê yekê yekane tevgera ku tişta hedef dike, di pratîkê de pêk tîne, fikir û pratîka wê yek e, teorî û pratîka wê yek e, PKK e. Tişta dibêje dike, tişta dike dibêje. Mîna gotina xwe dijî û dixebite. Mirov vê yekê li her çar aliyên cîhanê dibînin.

Bi Tevgera Azadiyê ya Kûreyî re zanebûnek çêbû. Şoreşa Rojava hin rastî nîşan dan. Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî jinan rêya azadîbûnê ya rast nîşan dan. Li ser vî bingehî parêznameyên Rêbertî, wergerî zimanên cuda hate kirin, fikrên Rêber Apo li ser bingehê Pêngava Azadiyê ya Kûreyî belavî her çar aliyên cîhanê bû. Mirovan ew nas kirin. Lewma Rêber Apo dibînin. Geşedanên li Kurdistanê dibînin. Û diherikin vê derê, eleqeya wan li hemberî vir heye. Helbet em dibînin ku ew têhnêtî heye, ber bi wê ve baz didin. Li gorî vê tevdigerin. Yanî xwedî derketineke wiha çêdibe. Pêşketinek wiha çêdibe, em vê bi zelalî dibînin. Di rastiyê de têkildarî vê yekê nebesiyên me hene, em dereng man. Divê em hîn zêdetir belav bikin. Divê hîn bileztir parêznameyên Rêbertî wergerî zimanên cuda bê kirin û hîn zêdetir bigihije jinan, ciwanan, karker û kedkaran. Divê em hîn zêdetir belavî her çar aliyên cîhanê bikin. Li ser vî bingehî, enternasyonalîzmeke nû ji dayik dibe. Ne mîna berê li gorî berjewendiyan, bi rastî jî li ser esasê konfederalîzma demokratîk, yekîtiya demokratîk û her kes azadiya xwe lê biparêze. Zanebûn û pratîka konfederalîzma demokratîk a cîhanê, pêş dikeve.

Cîhan ber bi Konfederalîzma Demokratîk ve diçe. Her kesê ku ji ber faşîzm û netewperestiya netew-dewletê tengav dibe, çareseriyê di konfederalîzma demokratîk de digere. NY’yên heyî, sîstemên li ser esasê Yekîtiya Dewletan ne çareserî ne. Şer, xwîn, komkujî, mêtingerî, birçîtî û nexweşiyê dihilberînin. Li dijî vane, helbet rêya ber bi Yekîtiya Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê ve hîn zêdetir vedibe. Mirov vê hîn bêhtir biwate dibînin, ber bi vê ve baz didin. Geşedan wê li ser vî bingehî çêbibe. Ya tê dîtin ev e. Pêkane ku ev bi rengekî din jî çêbibe. Ti kesê kurd nas nedikirin, yên herî dawî hatine naskirin kurd in. Dîsa jî bi rastî mirov nêzî kurdan dibin. Gelek netewên din hîn zêdetir piştgirî girtin. Lê kurd jî bi têkoşîna xwe ya şer, fikir, cesaret û fedekariya xwe tevkarî li gelên din jî kirin û lewma vê yekê dibînin. Her kes niha rizgariya xwe di paradîgmaya Rêbertî û ezmûna têkoşîna li Kurdistanê de, dibîne. PKK jî ezmûna gelan, ezmûna karker û kedkaran, ya têkoşîna jinan nirxand û xwe li Kurdistanê ava kir. Di salên 70 û 80’î de ji ezmûnên têkoşînên li her çar aliyên cîhanê sûd wergirt û xwe ava kir. Niha her kes asta ku di PKK’ê de derketî holê, hinekê di xwe de dibîne. PKK’ê jî ya gelên din, di xwe de dîtibû. Ji ber ku wiha ye, ew gel jî tişta di PKK’ê de derketiye holê, tişta li Kurdistanê diqewime, ayîdê xwe dibîne û xwedî lê derdikeve.Ev xwedî derketin wê hîn zêdetir pêş bikeve û zêde bibe. Wê zanebûneke kûreyî pêş bikeve. Neçare pêş bikeve, jixwe ev modernîteya kapîtalîst her tiştê tune dike, wê hîn zêdetir tune bike û birizîne.

Kurdistan li navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn e. Statukogeriya sedsala 20’an belav dibe. Di têkoşîna avakirina statukoyên nû de, pêvajoyeke çawa li benda me kurdan e? Di sala têkoşînê ya nû de, armancên PKK’ê çine? Tevgera azadiya kurd di vê pêvajoyê de, rol û mîsyoneke çawa ji xwe re diyar dike?

Kurdan, navenda şerê azadiyê û têkoşîna demokrasiyê ye. Navenda xwişk-biratiya li ser esasê azadiya gelan û jinê ye. Navenda şoreşa azadiya jinê ye. Di çarçoveya şerên ku ji bo parvekirina cîhanê tên meşandin de, ji bo bidestxistina dewlemendiyên Kurdistanê gelek hêzên cîhanê û herêmê di nava pevçûnê de û şer dikin. Bi vî rengî Kurdistan dibe navend, lê tenê Kurdistan navenda vî şerî nîne. Yanî navendên cuda jî hene. Ew jî di nava şer de ne. Her ku diçe di vî alî de geşedan çêdibin. 30 derbas kirin, nêzî sala 35’an dibe, di navbera statukogeriya netew dewletan de Şerekî cîhanê diqewime. Şerê cîhanê yê sêyemîn. Ev sîstema tekelparêz bi vî şerî dixwaze Rojhilata Navîn jinûve saz bike. Tê xwestin, sîstema Rojhilata Navîn a ku di nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn û piştî wê de beriya 100 salî li ser bingeha sîstema netewe dewletê bi pêşengiya Tirkiye û Îranê hate avakirin, li ser bingeha sermayeyê ku karibe hîn bi lez û hêsanî tevbigere û mêtingeriyê bike, di çarçoveya projeya rêya enerjiyê ya nû ya xwe dispêre lihevkirina Ereb-Îsraîlê jinûve bê avakirin. Hêza sîstemê ya guhertina şer heye. Divê mirov vê bibîne.

Statukoparêzî nikare xwe li ber van êrîşan rabigire. Derbe dixwe. Wê bê derbaskirin. Lê eger sîstema sermayeya kûreyî û sîstema kapîtalîzmê bi alternatîfekê neyê astengkirin, wê bi ser bikeve. Statukoparêziya netew-dewletê wê pêşî li vê negirin. Li ber xwe dide, lê teqez nikare pêşî lê bigire. Li aliyek ev statukoparêzî kûr dibe, li aliyê din pergal ji bo hîn bêhtir îstîsmar bike, qezenc bi dest bixe hewl dide tiştên heyî biguherîne. Li Rojhilata Navîn gelek navendên bi vî rengî ku êrîş lê werin kirin hene. Li Xezeyê derket holê, niha li Lubnanê. Dibe ku li Sûriye be û sibê li Tirkiyê bibe. Tirkiye di navanda vê karî de ye. Her kes dibêje ku li navenda Kurdistanê wê kurd bin, mîna ku berpirsyar kurd… Tiştekî wisa tune ye. Li Tirkiyeyê bi dehan pirsgirêkên mîna pirsgirêka kurd hene. Pirsgirêka kurd jî pirsgirêkeke girîng e, lê divê Tirkiye avadaniya xwe di ber çavan re derbas bike. Cihê xwe di nava vê sîstemê de nîne. Niha jî li hemberî êrîşên sermayeya yekdestiyê di pozîsyona ku herî zêde statukoparêz be de ye. Kurdistan navenda alternatîfê ye. Navenda têkoşîna azadiyê, navenda şerê azadiyê ye. Ne navenda şerê cîhanê ye, berovajî navenda têkoşîna rawestandina şerê li cîhanê ye, navenda têkoşîna rakirin û hilweşandina vê pergalê ye.

Divê em rast pênase bikin bê ka Kurdistan ji bo çi navendî ye. Kurdistan navenda avakirina alternatîfekê ye ku wê dawî li vî şerê cîhanê bîne û pêşî lê bigire. Ji bo vê alternatîfê navenda têkoşînê ye. Her ku alternatîfa modernîteya demokratîk bi pêş bikeve, wê ev şer û nakokiyên navxweyî yên ku di encama berjewendiya modernîteya kapîtalîst de derdikeve holê, rabe û bisînor bibe. Wê têk bibe. Divê em bi vî awayî fêm bikin û bibînin. Di vir de hin derdor hene, dibêjin, hêza afirîner a bingehîn a aştiyê ye. Li ser vê bingehê Rêber Apo weke rêberê aştiya cîhanê pênase dikin. Ji bo vê jî divê tavilê sîstema Îmraliyê bê hilweşandin, ji bo rewşa Rêber Apo destwerdanek çêbe. Divê alternatîfa li Kurdistanê hê bêhtir derkeve pêş, şerê ku hewl tê dayîn li navenda Rojhilata Navîn bê kûrkirin bê rawestandin. Ji bo şerê cîhanê ya sêyemîn bê bidawîkirin û mirovahî ji vî şerî bên rizgarkirin û pêşengî bê kirin bang tên kirin. Bangên rast û mafdar in. Pevçûnên di navbera hêzên ku berjewendiya wan di şerê cîhanê ya 3’yemîn de heye çawa derdikeve pêş? Em vê yekê dinirxînin û hewl didin ku fêm bikin. Ji bo têkoşîna xwe em dixwazin sûdê werbigirin. Bêguman derfet û îmkanan pêşkêşî me dike û ev yek wê dewam bike û belav bibe. Wisa tê fêmkirin. Êrîşa Îsraîlê, bi DYE û Ewropayê re tiştek kirin. Ya ku êrîş dike ne tenê Îsraîl e, bi navê sîstemê êrîş dike. Wê Îran û Tirkiyeyê bêhtir teng bikin. Bi Iraq û Sûriyeyê re mijûl bûne, hîna jî mijûl dibin. Lê belê divê ev yek di rastiyê de weke têkoşîna tengkirina Îran û Tirkiyeyê ku weke nûnerên statukoya netewe-dewlet ne, bê dîtin. Yên ku herî zêde zehmetiyê bikêşin wê ev bin.

Bêguman têkoşîna avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, Sûriyeyeke demokratîk, Iraqa demokratîk û Îranê ya li ser bingeha azadiya kurd weke alternatîfekê tê dayîn û firsend jî heye. Ev hêzeke guhertinê ye, hêza herî bingehîn a guhertinê ye; ji bo berjewendiya gelan, jinan, karker û kedkaran e. Têkoşîn di navbera kî de ye?Di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de, di navbera aliyên yekperestî ku xwedî berjewendî ne şerekî dewam dike. Aliyek statûkoparêz e, aliyê din jî guhertinê dixwaze. Her wiha têkoşîna hêzên modernîteya demokratîk a alternatîf a guhertina vê statukoyê heye. Hem ji bo guhertina vê statokuperstiyê têdikoşe û hem jî li ser bingeha Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên jin, karker, kedkar û gelan têkoşîna guhertinê heye. Di vî alî de pergala sermayeya cîhanê ji bo ku pêşî li alternatîfê bigire ji bo ku PKK’ê tine bike û tasfiye bike her cure derfet daye hêzên statukoparêz û bi taybetî jî faşîzma AKP-MHP’ê. Bi taybetî li ser bingeha plana hilweşînê ev 10 sal in bêyî guh bidin ti rêgez, pîvan û exlaqê êrîşî PKK’ê dikin. Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê jî wisa ye, êrîşa li dijî gerîla jî wisa ye û komkujiya li ser gel jî wisa ye. Yanî hesab dikirin ku divê pêşî ew PKK’ê qels bikin û bêbandor bikin û piştre jî ew ê bikaribin di nav xwe de şerê berjewendiyê baştir bimeşînin. Lê belê çiqasî êrîş kirin jî bi ser neketin. PKK’ê êrîşên wan ên îmha û tasfiyeye têk bir. Bi ser neketin. Rêber Apo li hemberî sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê kêliyek be jî dev ji berxwedana xwe bernedaye û paşve neçûye. Niha jî bi rastî ketine nava girêkek de. Ne dikarin di nava xwe de bi têrkerî pevçûnê bi pêş bixin, ne jî dikarin demeke dirêjtir li dijî PKK’ê bibin yek. Eger kiribin jî encam negirtin. Ji ber vê yekê wextê wan xilas bû. Ji ber vê hê bêhtir bi awayekî çavsor êrîş dikin û dê dewam bikin. Hinekî ev rewş tê fêmkirin. Lê ew ê ne demdirêj be. Weke heta niha kirine nekarîne yekîneyên xwe jî biparêzin. Gav bi gav wê nakokiyên navxweyî jî zêde bibin. Alternatîfa Rojhilata Navîn a demokratîk a li ser bingeha azadiya kurd, xwedî wê derfetê ye ku hîn bêhtir bi lez bi pêş bikeve û berfireh bibe. Ji bo vê alternatîfê ji holê rakin êrîş kirin. Dema ku dîtin ew nikarin bi ser kevin, neçar man pê re bijîn. Di dawiyê de jî wê bikevin nava lêgerîna lihevkirinê, lewma neçar in.

Niha, rola PKK’ê di vê rewşê de çi ye? Me li dijî hemû êrîşan bi hemû cûre cesaret û fedekarî li ber xwe da. Rêber Apo li ber xwe da. Gerîlayê qehreman li ber xwe da, li Zapê, li Metîna, li Xakurkê, li Avaşîn, li Bakur li ber xwe da. Berxwedana herî mezin a dîrokê nîşan da. Jin û ciwanan li ber xwe dan, gelê me li ber xwe da, dostên me li ber xwe dan. Li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê ev berxwedan çêbû… Li ser bingeha pêngava azadiyê ya navneteweyî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef digire, me ev berxwedan di sala dawî de derxist asta herî bilind. Me ev berxwedan bi awayekî pir alî û çalakiyên curbecur pêk anî. Em gihîştin wê asta ku encamên girîng bidin. Niha jî em ê hewl bidin ku vê bigihînin encamê. Armanca sala 47’an a PKK’ê bêguman ev e. Wê sîstema êşkenceyê û tecrîdê hilweşîne. Wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misoger kirin. Yên ku dixwazin gerîla tine bikin wê bi berxwedana gerîla têk biçin û hilweşin. Yanî em di pêvajoyeke welê de ne ku faşîzma AKP-MHP’ê wê hilweşe. Wê pêşketinên pir dijwar û bilez çêbibin di sala 47’an a PKK’ê de. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî vî şerî têbikoşin. Ji bo rawestandina xwîn û rondikên çavan, pêşîgirtina li van şerê taybet, komkujî û rizandina civakî, bi avakirina Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk a li ser bingeha azadiya kurd re, em ê têkoşîneke bi bandortir bimeşînin. Em difikirin ku di vî alî de em gihaştine asteke ku encamê werbigirin. Ji ber ku dijmin gihaye asta tinebûnê û hemû îmkanên xwe bikar anî. Her wiha em jî dikarin têkoşînên bi bandortir bimeşînin. Êdî ew weke ku heta niha kirine nikarin yekîtiya di nav xwe de biparêzin û jixwe nikarin biparêzin. Eger vê bikin, wê di nava xwe de hê bêhtir rizandinê bi pêş bixin û ew ne di pozîsyoneke welê de ne. Bi sûdwergirtina ji van valatiyan re em armanc dikin ku vê sala 47’an bikin sala têkoşîneke mezintir, qezenceke mezintir, bikin sala mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd. Heta niha ev têkoşînek bû, propaganda bû. Niha hatiye qonaxa bicihanînê. Êdî dirûşmeyek e ku ji propagandayê veguheriye çalakiyê zêde bû. Ev yek berê dirûşmeke propagandayê bû. Niha jî dirûşmeya çalakiyê ye. Li her derê, li ser vê bingehê gelê kurd û dostên wan li ser piyan e, jin û ciwan li ser piyan e û gerîla li ber xwe dide. Hêza êrîşkirina dijmin ketiye.

Pêvajoyeke krîtîk e, divê em baldar bin. Pêwîst e di tedbîran de şaşitî neyên kirin, lê pêwîst e têkoşîn bê mezinkirin û li her qadê bê pêşxistin. Divê em bi her awayî û li her derê pêngava azadiyê mezin bikin. Divê em sala 47’an a PKK’ê bikin sala ku têkoşîna azadiyê li her qadê geş dibe û serkeftinên mezin bi dest dixe. Hêviya me ev e û em pê bawer in ku wê wisa be. Her wiha em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku rastiya têkoşîneke bi vî rengî bi xurtî bi rêxistin bikin û li her qadê hê bi bandortir bi pêş bixin. Em careke din cejna partiya xwe li gelê xwe pîroz dikin, em di wê baweriyê de ne ku wê di salvegera xwe ya 46’an de bi ruhê PKK’ê têkoşîna azadiyê bi coşeke mezintir geş bikin û bi xwedîderketina li Rêber Apo û şehîdên xwe re têkoşîna me ya azadiyê li her qadê mezin bikin. Em serkeftinê ji wan re dixwazin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar