Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kalkan: Berxwedan sererastkirina dîrokê ye

 Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku pêngava dawî dê hovîtî û êrîşkariya faşîzmê ji holê rake û wiha got: “Ev yek rewşeke nû ye; rexnedayineke kûr û sererastkirin e.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bû mêvanê bernameya “Ulkeden” a Medya Haber TV. Kalkan ji Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire, mijarên wekî berxwedana çalkgerên grevên birçîbûnê, Komkujiya Cizîrê û biryara DMME’yê, planên Tirkiyeyê yên qirkirinê û serhildana gelê Şeladizê bi berfirehî nirxandin.

Kalkan bi boneya salvegera berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê, di şexsê Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Zamanî û Axîn de şehîdên berxwedana Cizîrê û di şexsê wan de jî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê yên li hemû herêman bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî. Kalkan wiha got: “Ji bo em xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin, gel û tevger em bi rengekî topyekûn li ber xwe didin. Em di nava berxwedanê de ne û di nav berxwedanê de xwedî li van pêşengên mezin derdikevin. Em bi wan berxwedêran serbilind in.”

Biryara DMME’yê ne rast e

Kalkan li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê komkujiya Cizîrê de ku serlêdana bi navê berxwedêran hatibû kirin red kir, bi bîr xist ku biryar di salvegera komkujiyê de hate dayîn û wiha got: “Biryara ku DMME’yê daye biryareke rast nîne, ne ya qebûlkirinê ye. Lê belê biryareke nû jî nîne, em matmayî neman. Ji ber ku komkujî li pêş çavên van saziyan hat kirin. Deng ji wan derneket. Dema ku agir berdan mirovan, mirov dişewitandin, kesî ji wan negot ‘Em jî li vê dinyayê dijîn, vê nekin’. Sê sal derbas bûn, hîn jî nekarîbûn biryarê bidin. Ji xwe aşkera bû ku dê nikaribin biryarê bidin. Bidin jî çi wateya xwe heye, ji xwe komkujî bû. Piştî ku komkujî bû û nekarîn biryareke ‘çima bû’ bidin û tiştekî bikin, wê çaxê tu qîmeta biryara wan nîne. Ji ber ku biryarên bi wî rengî pêşî li komkujiyên nû jî nagirin. Mesele jî ev e. Komkujî li pêş çavên her kesî bû, saziyeke ku dengê xwe li hemberî komkujiyê dernexist ne tiştekî matmayînê ye ku niha biryareke wiha daye. Ji xwe lê temaşe kiribû, bûbû hevparê kompkujiyê. Niha jî vê hevpariya xwe didomîne.”

DMME berê kurdan dide hiqûqa faşîst

Kalkan îşaret bi sedema redkirina serlêdanê kir ku DMME’yê di biryara xwe de gotiye, “Rêyên hiqûqî yên navxweyî heta dawiyê nehatine bikaranîn.” Kalkan bi bîr xist ku mebesta DMME’yê ji “hiqûqa navxweyî” hikûmeta dewleta tirk e û wiha bi mijarê daket: “Li nava Yekitiya Ewropayê hema bêjin her kes vê hiqûqê red dikin, jê re dibêjin; ev hiqûqa faşîst dîktatorî ye. Tiştekî bi navê hiqûqê li holê nemaye. Mamosteyê Tayyîp Erdogan hebû bi navê Necmettîn Erbakan. Wî digot, ‘Ger sîstema hiqûqê tune be, wê jê re bêjin; sîstema gûgûk’. Bi rastî jî sîstema gûgûkê afirandine. DMME radibe berê serlêdêran dide wê derê. Devlet Bahçelî-Tayyîp Erdogan her roj dikin barebar û dibêjin dê kurdan tune bikin. Ji bo tunekirinê jî bi her rengî biryaran derdixînin. Komploya 15’ê Sibatê ji xwe ji ber vê zîhniyet û siyasetê derket holê. Di salvegera komployê de jî vê biryarê didin. Kurd ji hiqûqeke wiha tiştekî hêvî nakin. Ev hiqûq hebûna kurdan qebûl nake. Tunekirinê ferz dike. Kurd dê li nava wê hiqûqê li çi bigerin? Tişta ecêb jî ev e, dibêjin ‘Biçin li wê derê li mafê xwe bigerin’. Ya ji wê jî ecêbtir ew e; Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berê efrîniyan jî da wê derê. Te çi zû dagirkirina Efrînê ji bîr kir û pejirand. Ka te yê hiqûqa dewletan biparasta. Hiqûqa navxweyî ya Efrînê li Enqereyê nîne. Bi qasî em zanin, li gorî Neteweyên Yekbûyî û qanûnên Ewropayê Efrîn li nava dewleta Sûriyeyê ye. Lê DMME’yê biryareke welê sosret da.”

Biryara şikandina rûmeta kurdan e

Duran Kalkan diyar kir ku divê DMME biryarên xwe êdî di ber çavan re derbas bike û wih got: “Kurd jî divê vê biryarê red bikin, protesto bikin. Ev biryar ji bo kurdan şikandina rûmetê ye. Dadgerên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bila zanibin; biryara ku wan daye tê wateya şikandina rûmeta kurdan û heqareta li kurdan. Mirovên kurd, civaka kurd li ber vê ketine. Li ber ketine, ji ber ku siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker weke navnîşan danîne pêşiya wan. Ji ber ku li dijî faşîzma DAIŞ’ê şer dikin, li dijî faşîzma El Qaîdeyê şer dikin. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê şer dikin. Ev gel gelekî antî-faşîst e. Gelek e ku li dijî faşîzmê şer dike, mirovahiya azad diparêze, rûmeta xwe diparêze. Ger ji gelekî wiha re tu rabî bêjî biçe îcazetê ji faşîstan bigire piştre bê gel min, ev yek heqaret e, şikandina rûmetê ye. Kurd vê qebûl nakin, bila her kes bi vê zanibe.”

Sala 21’ê ya komployê bi pêngaveke mezin dest pê kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di dewama bernameyê de bi boneya salvegera 20’an Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê nirxand û wiha got: “Sala 21’ê bi pêngaveke mezin dest pê dike. Pêngav bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên li zindanan, welatparêz, şoreşger û demokratên li Ewropayê bi rê ve diçe. Ev yek rê li ber hêviyê vedike.” Kalkan bi bîr xist ku bîst sal di ser komployê re derbas bûne û sîstema tecrîd û îşkenceya Îmraliyê ya bi komployê re hat afirandin hîn dewam dike.

Kalkan axaftina xwe wiha dimand: “Li dijî vê sîstemê bi rastî jî sekneke berxwedêr a bêhempa heye. Sekna Rêber Apo bi vî rengî ye. Beriya her tiştî ez vê seknê, berxwedana Îmraliyê ya dîrokî silav dikim. Her kesên ku bîst sal in li dijî komploya navneteweyî li ber xwe didin, têdikoşin pîroz dikim, silav dikim. Di şexsê hevrê Halît Oral û Aynûr Arslan de şehîdên me yên leheng ên bi şiyara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li ber xwe dan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Di nava bîst salan de têkoşîneke mezin hat dayîn. Ji bo komploya navneteweyî, sîstema îşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê ji holê rabe, nêzî deh hezar şehîd hatin dayîn. Ev berxwedana dîrokî niha di asta herî bilind de ye. Di asta fînalê de ye.”

Pêngava grevên birçîbûnê

Kalkan bi bîr xist, yên ku Komploya 15’ê Sibatê pêk anîn gotin ku ‘şeş meh emrê tevgerê’ heye û diyar kir ku bîst sal di ser gotina ‘PKK dê di nava şeş mehan de biqede’ derbas bûn. Kalkan got ku komplo bi ser neketiye, komployê nekariye armanca xwe ya qirkirinê pêk bîne û ev tişt anî ziman: “Nekarî berxwedana kurdan têk bibe. Nekarî hişmendiya azadiyê, rêxistinbûn û têkoşîna kurdan ji holê rake. Ji vî alî ve komplo binketî ye. Li dijî komployê têkoşîneke mezin hate dayin.”

Kalkan got ku di nava berxwedanê de jî be, bîst sal bi sîstema tecrîdê û îşkenceya Îmraliyê derbas bûne û wiha dewam kir: “Bêguman der barê vê de rexnedayineke cidî divê were dayîn. Bi rastî jî Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên zindanan, yên li Ewropayê di greva birçîbûnê de ne ev rastî gelekî baş raxistin ber çavan. Gelek xusûsên girîng hene ku divê em hemû esas bigirin û dersê jê derxînin. Dibêjin, ‘Li pêşberî Rêber Apo, li pêşberî xeta jiyana azad, hebûna kurdan û tevgera azadiyê em rexnedayîna we didin’. Yanî bi hişmendiyeke rast a azadiyê mirov nikarin bîst salan di nava sîstema tecrîdê û îşkenceyê de bimînin. Dibêjin, ‘Me ev qebûl nekir, dilê me ranegirt lê belê dîsa jî em di nav wê sîstemê de man. Bîst sal derbas bûn. Ne bîst sal, diviyabû me bîst roj, bîst saetên bi vî rengî jî qebûl nekiriba. Em rexnedayîna xwe didin. Bi rexnedayîneke wiha re her ku em xwe ber bi rastiyê ve dibin, dibin xwedî îrade, azad dibin, hişmendî û îdiaya me zêde dibe’. Ev tespît gelekî girîng in. Bi rastî jî ev pêngava dawî ya berxwdedanê, pêngava ‘Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’, li pêşberî sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê ku bi komploya 15’ê Sibatê re derkete holê, rexnedayinek e. Rexnedayina wê yekê ye ku jiyana bi vê sîstemê re qebûl nake. Yanî mirovan dibe ser xeta ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, dibe ser xeta Viyanan. Ev yek gelekî girîng e.”

Sererastkirina dîrokê ye

Endamê Komîteya Rêvber a PKK’ê Duran Kalkan anî ziman ku berxwedana li dijî tecrîdê beriya her tiştî berxwedana li dijî êrîşkariya siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker e ku guh nade hiqûqê, exlaqê û mirovahiyê. Kalkan wiha got: “Berxwedana mirovahiyê, rûmetê, azadiyê, demokrasiyê û hebûnê ye. Berxwedana hebûna mirovê azad, gelê azad, mafên demokratîk û berxwedanê ye. Ev yek bi rengekî vekirî derdikeve holê. Ya ku heta niha hate kirin jî ev bû. Berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, zindanan û Ewropayê tê kirin, asta herî bilind a vê yekê ye, fînal e. Salvegera 20’an a komployê bi berxwedaneke wiha tê pêşwazîkirin. Di salvegera 21’an de em ê komployê têk bibin, em sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê qebûl nakin, em ê parçe bikin. Em ê pirsgirêka kurd çareser bikin, siyaset û zîhniyeta ku înkar û tunekirinê li ser kurdan ferz dike ji hole rakin. Ev siyaset û zîhniyet dê biguhere. Dê aqlê wan bê serê wan, siyaseta demokratîk a rast bikin, dê welê li mirovan bê ku bi rengekî demokratîk û biratî bifikirin. Siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker di hest û mejî de dê tune bibe. Hest û mejî ji xwe bi wan re nîne lê belê ev rewşa hovane ya êrîşkarî dê ji holê rabe. Ev berxwedan vê yekê îlan dike. Rewşeke nû ye, xeteke nû ye. Bi rastî jî rexnedayineke nû ye. Sererastkirin e.”

Divê êdî xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin

Kalkan diyar kir ku hêzên komploger divê êdî xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin û ev tişt anî ziman: “Divê ew jî li pêşberî dîrokê tiştekî bêjin. Bila kes nebêje ‘Em serdest in, em ê kurdan tune bikin. Em ê rastiyên dîrokî berevajî bikin’. Kurd li ber xwe didin û tu carî komplo qebûl nekirin. Wê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê têk bibin, dîwarên Îmraliyê hilweşînin, komployê bi temamî têk bibin û dîrokê sererast bikin. Ji ber vê yekê, yên ku para xwe di komployê de hene, berpirsyarî û sûcê xwe hene, divê hewl bidin vê yekê çareser bikin. Divê hinekî demokratîk nêzîk bibin. Gelekî neheqî li gelê kurd kirin. Ji bo hin berjewendiyên madî ev kirin. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Mesela, DYA di asta serokatiyê de biryar da û meşand. Wezareta Karên Derve koordîne kir. Berpirsyariya xwe heye. Berpirsyarê sereke ye ku niha Rêber Apo li nava îşkence û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê tê girtin.”

Tecrîdkirina her kesî ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan got hu divê her kes komploya 15’ê Sibatê û sîstema îşkence û tecrîda Îmraliyê rast fêhm bikin û wiha dewam kir: “Ev girtîgehek nîne, girtinek jî nîne. Darizandin û cezakirin jî nîne. Ew der ne girtîgehek e, li wir girtîbûnek nîne, darizandinek jî nebûye. Li wir rêbazeke rêveberiyê heye. Zîhniyet û siyaseta faşîst, şoven, nîjadperest û neteweperst li wir dibe qanûn, dibe biryar, dibe rêveberî û li dijî kurdan, li dijî Tirkiyeyê tên bikaranîn. Lewma, sîstemeke rêveberiyê ye. Rêbaza rêveberiyê ya li Tirkiyeyê diyar dike. Hêza rêveberiyê diyar dike. Ji ber vê yekê sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê îşkenceya li dijî her kesî ye, tecrîdkirina her kesî ye.”

Kalkan diyar kir ku rabûna li ber komployê, rabûna li ber sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê, yekane helwesta azadîxwazî, demokratîkbûn û jiyana bi hev re ye. Kalkan wiha got: “Yên vê nekin nikarin bibin demokrat, nikarin bibin azadîxwaz. Lewma nikarin li dijî faşîzmê têbikoşin û sîstemeke demokratîk biafirînin.”

BIla her kes zanibe

Duran Kalkan bi dewamî ev tişt anî ziman: “Bila her kes zanibe; ger dê aştî di navbera kurd û tirkan de pêk were, ger dê demokrasî pêk were, demokrasiya kurd û tirkan, jiyana bi hev re ya kurd û tirkan dê pêk were, pêşengê vê Rêber Apo ye. Dê li ser xeta demokratîk a Rêber Apo pêk were. Ji bilî vê yekê tu rê tune. Lewma divê her kes, bi taybetî gelên Tirkiyeyê, jin, ciwan, hêzên şoreşger ji kurdan bêhtir li ber komployê rabin. Hîn bêhtir bi ser sîstema tecrîdê û îşkenceya Îmraliyê ve biçin. Pêwîst e di sala bîst û yekê de ji komployê rizgar bibin û pêşî li jiyana bi yekîtî, demokratîk û azad vekin.”

Kurdan bi berxwedanê ‘planên têkbirinê’ têk birin

Mijareke din a ku Kalkan îşaret pê kir, ‘Plana Têkbirinê’ ya dewleta tirk bû ku 24’ê hezîrana 2015’an xiste meriyetê. Li ser plana ku van rojên dawî bi berfirehî di çapemeniyê de cih girt Kalkan wiha got: “Plana têkbirinê plana qirkirina kurdan e. Berê jî planên wan ên bi vî rengî aşkera bûbûn.”

Kalkan bi bîr xist ku plana têkbirinê ya vê dawiyê di dema rêveçûna hevdîtinên Îmraliyê de hate amadekirin û ev tişt anî ziman: “Aşkera bû ku yên plan amade kirin Fermandariya Giştî, Musteşariya Ewlekariyê bûn ku van saziyan di heman demê de hevdîtinên li Îmraliyê organîze dikirin. Dema ku me ev dît, em matmayî man. Ewqas fen, hîle û derew diviyabû nebûya. Lê bû, hêza li dijî me hêzeke wiha ye. Lê bawerim ev belge nû hatiye amadekirin. Divê mirov fêhm bikin bê çima nû hatiye amadekirin. Xuya ye planên wan ên berê îflas kirine, pûç bûne, têrker nebûne û bi ser neketine. Beriya her tiştî divê ev tespît were kirin. Beriya ‘Plana têkbirinê’ ya 24’ê Tîrmeha 2015’an kete meriyetê, di 15’ê tîrmeha 2014’an de bi êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê re planeke din ketibû meriyetê. Aşkera ye ku ew plan têk çû, lewma plana piştî wê amade kirin. Ev encameke gelekî girîng e. Pêwîste her kes vê bibîne. Kurdan bi berxwedana xwe plana destpêkê têk birin. Dibe ku hin planên din jî hebûn û hatin têkbirin.”

Bila Ewropa ‘plana têkbirinê’ lêkolîn bike

Kalkan bal kişand ser hin xalên di planê de cih digirin û wiha got: “Balkêş e, ji leşkerên xwe re dibêjin, ‘Hûn dixwazin bikevin nava darbestê, ya jî derkevin pêşberî dozger’. Bi zorê mirovan dibin kuştina kurdan. Ev yek derdikeve holê. Faşîzma AKP-MHP’ê mirovan bi zorê û pereyan lê bi giranî bi zorê dike ku komkujiyê, qirkirinê bikin. Gefa ‘Ger hûn li deverên cuda yên Kurdistanê komkujiyê nekin, em ê we bikujin’ dixwin. Di ser re radibin dibêjin, ‘PKK bi zorê filan tiştî bi mirovan dide kirin’. Bi dîtina min bila DMME, hêzên Ewropayê, hêzên demokrat vê belgeyê lêkolîn bikin û bibînin bê ya ku jê re dewleta Komara Tirkiyeyê tê gotin çiqasî eleqeya xwe bi dewletbûnê re heye. Çiqasî eleqeya xwe bi hiqûqê re heye. Nîne. Dibêjin, ‘Ger hûn binpê bikin, xem nîne’, qaşo ji bo paşeroja xwe dikin. Dibêje ‘Em di rewşa seferberiya beriya şer de ne’. Ger mirov wan mijaran binirxîne, rewş hîn bêhtir nebaş e. Bila yên ku hêviya xwe bi AKP’ê re heye, bixwînin. Yên ku ji Erdogan û Bahçelî hêvî dikin bila bibînin bê çawa diherifin. Dibêjin, ‘Em di rewşa seferberiyê de ne, li ber tunebûnê ne. Ger hûn nekin em ê biqedin, em di pêvajoya man û nemanê de ne, hildiweşin’. Vê yekê vekirî dibêjin. Ji ber vê yekê bi rengekî hovane êrîş dikin. Wekî din, şer dikin. Dibêjin, ‘Em di rewşa seferberiyê de ne’. Belê, ev yek belgeyeke şer e, ev aşkera ye. ‘Seferberî’ gotineke leşkerî ye. Dema ku tu civakê bi temamî bixe nava şer, ji vê yekê re ‘seferberî’ tê gotin. Dibe ku şerê berxwedanê be, şerê êrîşê be, ev mijareke din e. Em jî li berxwedanê seferber bûne. Dibêjin ku di nava ‘berxwedana topyekûn de ne’. Ji ber ku êrîşeke bi vî rengî li dijî me tê kirin. Lê belê bi vê belgeyê aşkere dibe ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di asta seferberiya êrîşê ya topyekûn de ye. Yanî şerê êrîşê dike. Seferberî tê wateya şer. Li dijî kê? Nikare bêje ‘li dijî rêxistina terorê şer dikim’. Dibêje ‘operasyonê dikim’. Lê belê rewşa heyî seferberî ye. Yanî şer e. Wê çaxê divê hiqûqa şer bi cih were anîn. Ger bi rastî jî jê re seferberiyê dibêje, şer dike, divê bi rengekî aşkere vê yekê deyne holê. Em jî wê dibêjin. Hingî divê her du alî li gorî hiqûqa şer tevbigerin. Mesela, divê hêzên navneteweyî vê ferz bikin. Hêzên şer ji bo serketin an jî binxistinê şer dikin. Ger nikaribin bi hev, wê demê dikarin li rêyên cuda bigerin.”

Li gorî hiqûqa şer tevnagerin

Kalkan anî ziman ku dewleta tirk li gorî hiqûqa şer tevnagere, li gorî siyasetê û tu hiqûqê tevnagere, bi rengekî hovane komkujiyan dike û êrîşên qirkirinê dike. Kalkan diyar kir ku divê her kes vê bibîne, ji ber ku ya tê kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Kalkan diyar kir ku belgeya hatiye aşkerekirin belgeya qirkirinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya rast belgeya komployê ye. Nîşan dide ku sîstema îşkenceyê û tecrîda li Îmraliyê li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn belav kiriye. Dibêjin, ‘Ji tevahiya dinyayê re rastiyan şaş bêjin, divê em piştgiriya wan bigirin’. Dixwazin dewletên dinyayê, siyasetmedaran bikin hevparê sûcê xwe yê qirkirina kurdan.”

Ya ku li Deralûk û Şêladizê bû, şoreş e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di dawiya bernameyê de jî raperîna Deralûk Şêladizê ya li dijî dagirkeriya tirk a li başûrê Kurdistanê nirxand. Kalkan di destpêkê de raperîn silav kir, şehîdên herêmê bi bîr anî û ji ber helwesta ku nîşan dan serhildêrên Deralûk û Şêladizê pîroz kirin.

Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya rast divê mirov ji vê yekê re nebêjin serhildan. Ya ku pêk hat, şoreş bû. Ya li Deralûk û Şêladizê rû da, bi rastî jî şoreş e. Şoreşa li Başûr, şoreşa li tevahiya Kurdistanê ye. Ev şoreşa çi bû? Şoreşa hestan bû, şoreşa têkbirina tirsê bû, şoreşa rabûna li ber hevkariyê bû, şoreşa qutbûna ji zîhniyeta û siyaseta faşîst-qirker bû. Ev yek şoreşa yekitiyê ye. Ruhê neteweyî, hestên neteweyî, şoreşa yekitiya neteweyî ye. Vê yekê bi vekirî bêjim; wî gelî qala nan, avê nekir. Wan daxwaza rûmetê kir, daxwaza azadiyê kir. Şoreşa Deralûk û Şêladizê şoreşeke rûmetê bû, şoreşa azadî, hest û yekitiyê bû. Yên ku vê fêhm bikin wê bikevin nava coş û kelecanê. Yên fêhm nekin, nizanim bê çima li vê dinyayê ne lê bi rastî jî li şûna ku xwedî li vê derkevin, li ber radibin. Hin rêveberên PDK’ê dibêjin; pêwîstiya me bi nan heye, ji Tirkiyeyê tê, ev rewş me tengav dike, gel daxwaza nan dike. Gel daxwaza nan nake.”

Divê rêveberên li Hewlêrê bibînin

Kalkan ji rêveberên li Hewlêrê û Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re jî wiha got: “Gel beriya her tiştî şeref û rûmetê dixwaze, azadî û yekitiyê dixwaze. Vê rastiyê bibînin.”

Kalkan diyar kir ku zextên li gel tên kirin divê bi dawî bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kî dibe bila bibe, kî van zextan bike dê sibê di bin de bimîne. Ji her alî ve dê di bin de bimîne. Civak dê wan efû neke. Pêwîst e her kes peyama hatiye dayîn baş fêhm bike. Bi rastî jî peyameke mezin hate dayîn. Ev peyama şoreşê bû. Peyama yekîtiyê bû. Girîng e her kes vê peyamê fêhm bike. Me bang kir, me peyam baş fêhm kir. Rast gotin; Kurdistan yek e, kurd yek in. Pirsgirêka kurd yek pirsgirêk e, li her derê bi hev re çareser dibe. Li cihekî tenê çareser nabe. Lewma divê her kes bibe yek û li dijî hêzên rê li ber pirsgirêkê vekine têbikoşin û pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo çareseriyê jî pêwîstî bi yekîtiya demokratîk, bi têkiliyê heye. Bi taybetî rêveberên PDK-YNK’ê divê peyama civakê şaş fêhm nekin, her carê gefê li civakê nexwin û nebêjin, ‘hûn ê birçî bimînin, tî bimînin, ger hûn bi vî rengî bikin dê Tirkiye, dê Îran filan tiştî bike’. Divê rûmet, şeref, azadî, hişmendî û îradeyê bidin civakê. Civakeke bi vî rengî dê nanê xwe di nava her şert û mercên dijwar de karibe bi dest bixe. Xaka Kurdistanê bi rastî jî dewlemend e, dikare vî gelî xwedî bike. Ya girîng ew e ku em zanibin xwe ji wê axê xwedî bikin. Em dilxwazên jiyana azad bin. Ji ber vê yekê divê peyam baş were fêhmkirin. Em, tevger li ser vê yekê radiwestin.”

Kurdek nîne ku PKK’ê bandor lê nekiriye

Kalkan îşaret bi vê xusûsê jî kir: “Dibêjin ‘PKK’ê kir, PKK’ê tev da’. Rêveberiya PDK’ê ji her kesî baştir zane ku tu rêxistinbûn û karekî PKK’ê li wir nîne. Ev yek xapandineke TC’ê ye. Rêxistinbûneke PKK’ê li wir nîne. Lê belê PKK têkoşîna kurdên azad dimeşîne, yên ku dilê wan ji azadiya kurdan dixwaze, yên ku xwedî ruh û hesteke bi vî rengî ne, PKK’ê dibihîzin, PKK bandorê li wan dike. Ma li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kurdek heye ku PKK’ê bandor lê nekiriye? Rêveberiyên wan rêxistinan jî di nav de. Ez vekirî dibêjim; bi wan re jî rehekî PKK’î heye. Em dixwazin ew yek derkeve pêş. Lewma, PKK’ê ew nekir. Ew helwesta gel bû, helwesteke gelekî xwezayî bû, helwesteke gelekî bi rûmet bû. Ya rast, helwest û feraseta gelê li hemû parçeyên Kurdistanê nîşan da. Peyam ji bo me hemûyan bû.” Kalkan bi vê boneyê bang li her kesî kir ku rast fêhm bikin, dersê jê derxînin û li gorî vê jî helwesteke azadîparêz, demokratîk û yekîtiyê nîşan bidin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar