Axaftina Kalkan wisa ye: “Beriya her tiştî berxwedana Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Tecrîda li Îmraliyê didome. Di vê meseleyê de tu pêşketin tune. Jixwe pergala Îmraliyê bi xwe tecrîd e. Pergala tecrîd, îşkence û qirkirinê. Divê em wê rast fêm bikin. Nabe ku em di rewşa heyî de li hêviya guherînekê bin. Ji ber ku desthilatdarên heyî derew kirin. Ji raya giştî re daxuyaniyek dan. Li ser navê Wezîrê Edaletê û serokkomariyê axivîn û gotin tu pirsgirêkeke hiqûqî tune. Lê a niha li gorî hiqûqê tevnagerin. Dek û dolaban tînin serê hiqûqê. Hemû pêkanînên di bin navê cezayên dîsîplînê de, vir û derew e, dixwazin dek û dolaban bikin. Me qala armancên wan kir. Hevdîtinê asteng dikin. Dixwazin di sala 25’an de bi pêkanîna hiqûqa Ewropayê re dema rewşa Rêber Apo dîsa were nirxandin û nehêlin Rêber Apo azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe. Bi wan ceza û qaşo cezayên dîsîplînê re dixwazin vî tiştî bikin. Dibêjin ev hemû tişt hiqûqî ne. Ev dek û dolab e, tê wateya ku dek û dolaban li hiqûqê bikin.
Hêzên din ên li wir berpirsyar in jî bêdeng in. Ker, kor û lal in. CPT, Konseya Ewropayê û hêzên din bêdeng in. Saziyên navneteweyî yên ku pergala Îmraliyê pêk tînin û jê berpirsyar in, di nava bêdengiyekê de ne. Bêguman ev bêdengî tê wateya ku li hev kirine. Tê dîtin ku ev sazî piştgiriyê didin kirinên faşîzma AKP û MHP’ê yên li Îmraliyê. Piştgiriyek heye, bi hev re bi rê ve dibin. Ev aliyekî meseleyê ye.
Mirovayetî dixwaze dengê Rêber Apo bibîhîze
Li aliyê din têkoşîna li dijî tecrîdê, ya li dijî pergala Îmraliyê, îşkence û qirkirinê û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê geş dibe. Di van salên dawî de, bi taybetî li derveyî welêt, çalakiyên girîng hene. Wek mînak, daxuyaniya çapemeniyê ya di 26’ê tîrmehê de li Brukselê hat dayîn. Banga çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ji aliyê sendîka, rewşenbîr û şaredariyan ve bi hev re hat organîzekirin û banga ji bo azadiya Rêber Apo girîng bûn.
Piştre konferansa li Kolombiyayê pêk hat. Ciwanên li Ewropayê û hevalên wan ên enternasyonalîst du caran çalakî pêk anîn; hem dawiya hefteya borî û hem jî çend roj berê. Li Îtalyayê konserek hebû. Daxuyaniyên sendîkayên Îtalî û Skotlandî hene. Li her dera derveyî welat ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber apo bang û xebat hene. Me digot mirovahî dixwaze dengê Rêber Apo bibihîze. Zêde guh nedan vî tiştî. Ev hemû bi awayekî zelal nîşan didin ku pêwîstiya mirovahiyê, derdorên demokratîk, rewşenbîr, siyasetmedar, fîlozof, jin, ciwan û hemû cîhanê bi ramanên Rêber Apo heye. Vê yekê aşkere diyar dikin û dibêjin “Em dixwazin dengê wî bibihîzin, em dixwazin fikrên wî yên nû bibihîzin.” Ji ber ku fikrên Rêber Apo, çareseriya doza Kurdan di serî de, çareseriya hemû pirsgirêkan zelal dike. Xeta neteweya demokratîk, pergala konfederalîzma demokratîk, di rastiya xwe de ev pergalên ku li ser esasê xwerêveberiya demokratîk tê xwestin bên pêşxistin, xwedî wê hêzê ye ku pergala desthilatdarî û dewletê di serî de, dikare ji hemû pirsgirêkên netewe-dewleta modernîteya kapîtalîst re çareseriyan peyda bike. Paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistiye paradîgmaya çareserkirina pirsgirêkan e. Ev paradîgma ye ku civakê perwerde bike, rêxistin bike û civaka rêxistinkirî derxîne holê. Li ser vî esasî bangek heye. Nexwe her kes dibîne û tê dîtin ku gotinên me ne gotinên pûç û beredayî ne. Bi rastî jî di pratîkê de derdikeve holê. Di pratîkê de jî hate îspatkirin.
Jixwe li seranserê Kurdistanê hin çalakî hene. Bi vî awayî gelê me yê Rojava timî li ser piyan e û hestiyar e. Dem bi dem çalakiyên girseyî yên mezin li dar dixin. Di vê çarçoveyê de li Bakur çalakiyên curbecur tên lidarxistin. Li Başûr carinan dibe. Rojhilat jî demekê rabû serhildanê, niha ji ber zextan hinekî qels bûye. Lê ji sedî 90’ê helwesta gelê kurd baş tê zanîn.
Di vî warî de ev tişt derdikeve holê. Helwesteke mezin heye. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li çar aliyên cîhanê yekîtiya sendîkayên kurd, jin, ciwan, rewşenbîr û hunermend, siyasetmedaran hene. Li dijî pergala Îmraliyê ya îşkence, tecrîd û qirkirinê ne. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Li ser vê bingehê dixwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin, gelê Kurd mafê xwe yê azadî û demokrasiyê bi dest bixin, bi ser de Rojhilata Navîn a demokratîk û mirovayetî azad bibe, li her qadê şoreşa azadiya jinan bi pêş bikeve, li ser esasê azadiya jinan jiyana azad li her derê belav bibe. Vê bandorê dibînin.
Pirsgirêka kurdan jî di rejîma Îmraliyê de asê maye
Her tişt hatiye di pirsgirêka kurd asê maye. Şerê Cîhanê yê Yekem ev pergal derxist holê. Peymanên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem; Mutakereya Mondrosê û Sewrê nehatin pêkanîn. Peymana encamê Lozan bû. Her wiha bi Peymana Enqereyê ya Îngilistanê ya 1926’an re sînorê Tirkiye û Iraqê hatin diyarkirin Diyar e; avakirina Komara Tirkiyeyê ya îroyîn li ser qirkirina kurdan, li ser esasê dijminatiya kurdan hatiye avakirin. Ev yek bandorê li hemû aliyan dike. Pêşiyê li demokratîkbûna Rojhilata Navîn digire û bi terora faşîst gefan li mirovayetiyê dixwe. Me ev got û em îdia dikin. Heke avabûna komareke wisa yan jî Peymana Lozanê ya ku li ser esasê dijminatiya kurdan qirkirinê qebûl dike nehata pêkanîn, belkî Hîtler û Mûssolîjî jî nebûna. Wê li Ewropayê Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêk nehata, wê li ser mirovayetiyê evqasî qetlîam pêk nehata. Ev rewş wisa girîng e. Her tişt hatiye di doza kurdan de asê maye. Doza Kurdan jî hatiye di rejîma qirkirinê ya Îmraliyê de asê maye. Ji ber ku vîna gelê kurd li Îmraliyê ye û Rêber Apo ye. Rêber Apo hêza çareseriya pirsgirêka kurd e. Me her tim ev gotiye.
29 meh in tu agahî jê nayê stendin. Îcar divê em çi bikin? Divê em rastiyê biqîrin. Divê em nirxandin û analîzên xwe xurttir bikin. Divê em têkoşînê mezintir bikin û li her qadê belav bikin. Divê em dev ji têkoşînê bernedin, nesekinin. Ciwanên Ewropayê gotin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, em ê nesekinin û ranezên. Helwesta rast ev e. Bi rastî jî diviyabû heta niha wisa bûya. Lê ji niha û pê de divê zêdetir bi vî rengî be. Çi tiştê jiyaneke din heye? Mirov dikare ji vêya re bibêje jiyan? Bi tenê li ser vî esasî mirov dikare pêşiya jiyanê veke. Bi pîvanên prensîbên demokratîk ên jiyana azad, rêveberiyeke demokratîk dikare derkeve holê. Aşkere ye ku wê bi awayekî din dernekeve holê. Ev jî nîşan dide ku agahînestendina ji Îmraliyê, hebûna rejîma qirkirinê çawa ku li Tirkiyeyê dîktatoriya faşîst anî li Rojhilata Navîn jî demokratîkbûnê asteng dike. Hemû mirovayetiyê di binê vê gefa çeteyên faşîst de dihêle. Mirovayetî dixwaze ji Rêbertî hîn bibe, wî nabihîzin. Em dikarin bi têkoşînê vî tiştî pêk bînin. Ez têkoşînên tên kirin, bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo watedar dibînim û silav dikim. Ez li ser navê partiya me bang li hemû gelê me, jin, ciwan, heval û her kesî dikim ku li ku dibin bila bibin, zêdetir beşdarî vê têkoşîna pîroz, têkoşîna bingehîn a demokrasiyê bibin û bi rêbazên nû yên afirîner têkoşînê mezin bikin.
PDK û DAIŞ’ê bi hev kiribû
Civaka kurd a êzidî ya li Şengalê di nava 9 salan de li ser xeta azadî û demokrasiyê rastî guhertinên cidî hat. Di serî de li hemberî êrîşên qirkirinê xwedî helwest bûn. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê yên qirker bi desteka gerîlayên HPG’ê, YPJ û YPG’ê hatin têkbirin, di civaka Şengalê de di nava jin û ciwanan de hişmendî, rêxistinbûn û berxwedaneke mezin çêbû. Ez vê berxwedanê silav dikim. Ez di şexsê hevrê Mam Zekî de hemû şehîdên leheng ên vê têkoşîna pîroz bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî ew bûne şehîdên azadiyê, şehîdên demokrasiyê, şehîdên mirovahiyê, şehîdên hevgirtinê. Ew ê her tim jî wiha bimînin.
9 sal temam bûn, ket sala dehemîn. Çalakiyên di 9’emîn salvegera vê êrîşa qirkirinê û berxwedana li dijî wê de girîng bûn. Civaka kurd a êzidî bi daxuyanî, meş û çalakiyên xwe helwesteke zelal nîşan da. Saziyên wan, saziyên demokratîk helwesteke zelal girtine. Ev jî pir girîng û watedar bûn. Diyar kirin ku, ew ê gavê paşde navêjin û ew ê heta dawiyê vê têkoşîna rizgarî û demokratîkbûnê bidomînin.
Li ser vê bingehê li Bexdayê jî konferansek hat lidarxistin. Bi beşdariya ne tenê civaka êzidî, her wiha civakên din ên ku li Iraqê weke kêmnetew tên dîtin, pêk hat. Ew konferans jî girîng bû, encamên girîng derxist. Bi boneya salvegerê biryarên zelal girtin û daxwazên xwe aşkere kirin. Daxwazên civaka êzidî û kêmneteweyên din ên li Iraqê bi zelalî anî ziman. Dixwazin demokratîkbûna xwerêveberiyê pêş bikeve, bi rastî jî dixwazin Destûra Bingehîn a Iraqê bi hemû hûrgiliyên xwe pêk were. Ew li hin deveran pêk tînin û li hin deveran jî pêk naînin, ev yek jî pirsgirêk çêdike. Ya rast em wisa difikirin ku rêveberiya Iraqê dê vê rewşê binirxîne. Divê wisa bibe.
Helwesta li dijî xiyanetê, ev jî helbet girîng e. Dixwazin PDK bê darizandin. Daxwazek girîng e. Bi rastî reva ku hişt DAIŞ’ê qirkirina êzidiyan pêk bîne divê bê darizandin. Heta ev yek pêk neyê, sûcê qirkirinê nayê mehkûmkirin û nayê derbas kirin. Çima reviya? Bi DAIŞ’ê re li hev kiribû, lewma reviya. Me berê jî gotibû, gulan an nîsana 2014’an bû. Hat diyarkirin ku li paytexta welatekî cîranê Sûriyeyê civînek hat lidarxistin. Civînek ku biryar da û êrîşên DAIŞ’ê dest pê kir. Tê gotin ku di vê hevdîtinê de Mesûd Barzanî jî amade bûye. Bi rastî ev ne wek gotegotek e, teqez e. Li wir bi DAIŞ’ê re lihevkirin çêdikin. Çi bandor li me kir? Me di nîvê meha gulanê de Konferansa Bakur lidar dixist. Bi rêya têkiliyên derve agahî hatin. Hate gotin ku hêzek derketiye û wê êrîş bike. Wê Iraq û Sûriyê bike sê parçe. Jixwe di 12’ê Hezîranê de DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kiribû. Di meha tebaxê de êrîşî Şengalê kir. Ne tenê Şengalê, êrîşî Mexmûrê jî kir. Êrîşî Kerkûkê kir, piştre êrîşî Rojava kir. Êrîşî kurdan kirin. Wisa hatibû gotin. Bi rastî jî di wê civînê de lihevkirinek di navbera DAIŞ’ê û PDKê de çêbûye û PDK’ê di serî de razî bû ku çend cihan bidin DAIŞ’ê û piştre jî lingên xwe kişandin û nexwestiye bide. DAIŞ’ê jî bertek nîşan daye û ji bo zextan çêbike êrîşî wî kiriye. Ger mirov bala xwe bide PDK’ê tiştekî nîşan nade. PDK’ê li tu cihî şer nekir. Wisa xuya bû ku li hinek cihan şer dikir ku hinek destekê bigire, mirovan bixapîne.
Kurdan piştgirî dan şerê li dijî DAIŞ’ê. Ev têkoşîn bi piranî ji aliyê kurdan ve hat meşandin. Yên ku dixwestin piştgiriyê bidin kurdan, PDK’ê weke rêveberiya kurd dîtin. Ji bo vê bi ser bixe, bi derewan li dijî DAIŞ’ê derket. Divê ev were fêhmkirin. Li ser vê bingehê girîng e ku daxwaza darizandinê, bi konferanseke wiha derkeve, ji civaka Şengalê were.
Kampanyaya KJK’ê cesaret dide jinan
KJK’ê jî di navbera 3-15’ê Tebaxê de kampanyayek lidar xist. Bi armanca piştgirî û alîkariya jinên Şengal û Efganistanê li dijî êrîşê mêrên serdest pêk hat. Ev yek bû sedem ku li Şengalê jî tevgerek çêbibe. Zêdetir cesaret da jinan. Di rastiyê de pêşengên vê guhertinê jinên Şengalê ne. Ji ber vê yekê ev kampanya ew bi bandor kirin. Kampanya berdewam dike. Piştî çend rojan; Dibêjin ew ê di 7’an de li Reqayê forûmê lidar bixin. Bernameyên wan hene. Efganistan jî girîng e, Şengal jî girîng e. Di rastiyê de êrîşên hegemon ên mêr ên li ser jinan ev e. Lê ew li her derê heye. Yên li vê derê bi darê zorê, lê li hin cihan ziravtir û veşartî tên pêk anîn. Bi xapandinê tê xwestin ku ev tişt bên kirin. Li hemberî van li her qadê têkoşîna azadiya jinê heye. Jixwe îro îdeolojiya azadiya jinan, têkoşîna azadiya jinan, şoreşa azadiya jinan ku li dijî her cure zext û mêtîngeriya desthilatdarî û pergala dewletparêz a pênc hezar salî rizgariyê temsîl dike û bingehên jiyana azad radixe ber çavan. Rêber Apo ev yek xiste ber nirxandin û analîzeke pir berfireh. Beriya her tiştî pêşketinên li Kurdistanê di heman demê de faktorên sereke yên derketina têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û têkneçûna şoreşa azadiya kurd, têkoşîna azadiya jinan, tevlibûna jinan ji şoreşê re û afirandina pêşengiya jinan di têkoşînê de di her astê de ye. Ev jî girîng in.
Gelo ya DAIŞ’ê qirkirin e lê ya AKP-MHP û PDK’ê çi ye?
Hin dewletan êrîşa DAIŞ’ê ya li Şengalê weke qirkirin îlan kirin. Bi wesîleya 3’ê Tebaxê Îngilistanê jî biryar da. Almanyayê dabû. Hat gotin ku destpêkê Amerîkayê biryar girtiye. Tê gotin 13 dewlet in. Hinek dibêjin, 16 dewlet. Gelo yên dibêjin qirkirin ew çi dikin, divê mirov hinekî temaşeyî wan jî bike. Madem ku êrîşa DAIŞ’ê qirkirin bû ku dema êzidî qetil dikirin. Piştî wê AKP-MHP û PDK van êrîşan didomîne. Bêyî rawestan êrîş dike. Gelo eger niha êrîşa DAIŞ’ê qirkirin be, wê demê êrîşên AKP-MHP’ê çine, êrîşên PDK’ê çine? Gelo ma ev jî ne qirkirin in? Gelo li aliyê din yên dibêjin ev qirkirin e, wê demê piştgiriyê didin pêşketina rêveberiya xweser a demokratîk a civaka Şengalê, pêkhatina xweseriyê û avabûna sîstema ewlehiyê? Bêyî vê yekê gotina ‘em qirkirinê qebûl dikin’ ti tiştekî îfade nake. Dibe ku xapandin jî be. Li gorî min bila civaka me ya êzidî bi hestiyar be. Ji ber ku Almanya di serî de wê yekê dike. Bêyî rawestan hewl didin ji Kurdistanê veguhezin Ewropayê. Şûna ku piştgiriyê bidin zanebûn, rêxistinbûn û rêveberiya xweser a civaka êzidî, hîn zêdetir hewl dide ku civakê belav bike û belavî çar aliyên cîhanê bike û ji civakbûnê derxîne. Lîstokên bi vî rengî hene. Civaka me ya kurd a êzidî divê li hemberî vê yekê bi hestiyar be. Divê hîn zêdetir zanebûn û rêxistinbûna xwe pêş bixe û ji hêza xwe ya cewherî bawer bike. Helbet divê mutefîkên xwe jî rast hilbijêre. Divê ji jiyana demokratîk a azad a gelan bawer bike û bi wan re têkîliya dostatiyê û tifaqê pêş bixe. Hêza wê ya cewher û tifaqa wê ya bi gelan re, helwesta bingehîn e ku civaka kurd a êzidî ji qirkirinê biparêze, rizgar bike û li dijî xeteriyên qirkirinê bibe asteng. Divê mirov li cihek din nebîne. Lewma perwerde û rêxistinbûn, xebata perwerdeyê û zanebûn tam ji 7’ê heta 70’ê salî gelek girîng e ku mirov bibe civakekî rêxistinkirî û xwedî parastina cewherî. Lewma divê zanebûn û rêxistinbûn di her astê de be. Ez ji civaka me ya kurd a êzidî re serkeftinê dixwazim.
Kurd li dijî NATO’yê şer dikin
Destpêkê ez, berxwedana lehengî silav dikim ku gelê kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê 39 sal in bêyî navber didomîne. Bi rastî jî ev berxwedan heq dike ku were silavkirin. Dema ku nîqaşên ‘gelo berxwedanek wiha bê destpêkirin?’ dema tên kirin, têkoşîna gelê Vîetnam gelekî di rojevê de bû. Her kes bandor dikir. Wiha dihat gotin; Bêyî navber 15 salan şer kiriye, li dijî Japonan, Fransiyan û Amerîkayê şer kiriye. Ev çi gel e wisa ku kariye hêzeke berxwedanê ya mezin raber bike? Kurd bêyî navber 39 sal in li ber xwe didin. Li ser bingehê şerê gerîla derbeyên giran li rejîma qirker a faşîst xistin. Ev şer li dijî mêtingeriya qirker û faşîst a dewleta tirk tê kirin, divê neyê gotin ku ev şer tenê li dijî dewletekê tê kirin. Vîetnamî li dijî Japon, Fransî û Amerîkayê şer kirine. Kurd li dijî hemû NATO’yê şer dikin. Ji ber ku ji 1985’an û vir ve NATO şer dimeşîne. Meha borî jî fermandariyek ava kirin ku li dijî PKK’ê û kurdan şer koordîne bike. Di rastiyê de weke fîîlî hebû. 38 sal in ev yek didomiya. Niha ev yek kirin fermî. Kurd li dijî paşverûtiya cîhanê li ber xwe didin. Kurd li dijî zihniyet û siyaseta faşîst, qirker û mêtinger li ber xwe didin. Ev berxwedan her tim heq dike ku were silavkirin.
Destpêkê ez dixwazim vê silav bikim. Yanî di salvegera 39’emîn a 15’ê Tebaxê de di serî de li Rêbertî ez Cejna Gerîla û Vejînê ya 15’ê Tebaxê ya hemû hevrêyên me yên partiyî, gelê me yê welatparêz û dostên me pîroz dikim. Bi taybetî ez vê cejna hêzên HPG – YJA Starê, hemû hêzên me yên gerîla û her kesê ji bo azadiyê şer dikin, pîroz dikim. Di şexsê hevrê Egîd û Zîlanê de ez hemû şehîdên leheng ên Pêngava Lehengiyê ya 15’ê Tebaxê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.
Me di 39 de 50 hezar şehîd da
Hejmara şehîdên me gihişt 50 hezarî. Ev têkoşîna 39 salan wisa xwe bi xwe çênebû. Berdêl xwest, kurdan ev berdêl da. Cesaret û fedakarî xwest; di serî de civaka kurd, jinên kurd û ciwanan hemûyan ev cesaret û fedakarî raber kir. Bi rastî jî li dijî êrîşa qirker a faşîst ku ji her cure hêzên derve û ji xiyanetê piştgiriyê dibînin, bi lehengî li ber xwe dan. Rêber Apo guhdar kirin, fêm kirin, bawerî bi gerîla anîn, hêviyên xwe girêdan û piştgirî dan, piştgirî dan gerîla. Mîladekî kurd a bi vî rengî derket holê. Mîlada dîroka kurd, 15’ê Tebaxê ye. Xeta Apoyî xist nava tevgerê.
Biryardariya Berxwedana Zindanan a Mezin a 1982’an veguherand rêxistin û çalakiyê. Lê destkeftiyên pratîk û geşedan weke esasî bi pêngava 15’ê Tebaxê û bi şerê gerîla ava bûn. Niha li bin hemû pêşketina 39 salan a demokratîk û azadîxwaz a li Kurdistanê, berxwedana gerîla heye. Pêngava 15’ê Tebaxê heye. Têkoşînekî mezin heye ku li ser vî bingehî tê meşandin.
Eger hin kes hebin ku bi pirsa ‘pêngava 15’ê Tebaxê çibû, weke dîrokî çi wate îfade kir, encamên çawa ava kir’ hewl didin fêm bikin, li gorî min bi mukayeseke wisa dikarin xwe bigihînin encamê.
Heke pêngava 15’Ê Tebaxê pêk nehata wê çi bibûya?
Em bifikirin ku pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an pêk nehata wê çi bibûya? Li Kurdistanê wê çi bibûya, li Tirkiyeyê wê çi bibûya, li cîhanê wê çi bibûya? Divê ev tişt were dîtin. Me diyar kir, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji ber ku siyaseta dijminatiya kurdan dike li Enqereyê hat qebûlkirin, cîhan rastî faşîzmê hat. Heke li hemberî vê rejîma faşîst têkoşîneke wisa ya qehremanî pêk nehata, wê li Ewropayê çi pêş biketa, wê nijadperestî ber bi ku ve biçûya, wê faşîzmê çi bikira, dinya wê çawa bûya, ne diyar e. Divê mirov bi tenê ji aliyê kurdan ve li meseleyê nenihêre. Tirkiye welatekî derewan bû. Digotin ‘Her kes tirk e. Hemû mirovên di nav van sînoran de, hemû kesên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne , tirk in. Kurd tune. Kurd eşîreke tirkan e. Têgeha kurd jî tune, dema li ser berfê meşiyane dengê qart û qurt derxistine û navê wan kirine kurd.” Ev fikrên beredayî û nemerdane pêşkêş kirin, propaganda kirin, pirtûk nivîsandin. Bi dehan û sedan….Gelek mirovên ku porê wan spî bûne, kesên beredayî lê xwe profesor û ordînaryûs dihesibînin, xwe hunermend dihesibînin… Li ser mirovên Tirkiyeyê dereweke wisa hatibû ferzkirin. Têkoşîna 15’ê Tebaxê rê ronî kir, fikrên Rêber Apo derketin holê, şerê gerîla pêk hat. Divê mirov wisa gerîla fêm bike. Divê neyê gotin ku ‘Ev jî şer e, ji ber vê em li dijî şer in’. Divê mirov dûrî van gotinên beredayî bin. Yanî çawa hûn li dijî her cure şer in? Şerê mêtingeriyê heye, şerê qirkirinê heye, şerekî neheq heye. Li hemberî wan jî berxwedan heye. Baş e, li êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê binêrin. Ev şer şerê berxwedanê yê li dijî qirkirinê bû. Û gerîla şer kir. Li dijî wê derkeve, ka binêre wê çi were serê te? Wê demê ew ê li cem te tiştekî bi navê mirovayetiyê bimîne? Ji ber vê divê her kes kumê xwe deyne ber xwe, rast bifikire û rast fêm bike. Bi rastî jî Kurdistan keleha paşverûtiyê ye. 39 sal berê rejîma faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê êrîşî her derê dikir û digot, ‘Em ê bi yekcarî hilweşînin.’ Digotin ‘Jixwe me tune kirine, hinek jê ji goristanê radibin, hê serê xwe ranekirine em ê bi solên xwe serê wan bipelçiqînin.’ Keleha paşverûtiyê ya wisa niha jî bû warê azadiyê. Bû warê azadî û demokrasiyê. Bûye keleha têkoşîna azadî û demokrasiyê.
Berxwedana 15’ê Tebaxê dijî
Her kes dixwaze berê xwe bide vir. Ji vê têkoşînê îlhamê distîne. Ji têkoşîna gelan, têkoşîna jinan, têkoşîna ciwanên kurd. Rêbertiyeke weke Rêber Apo ev têkoşîna mezin afirand. Bû rêberek ku rêya rizgariyê nîşanî hemû bindestan da. Têkoşîna azadiyê ya bindestan bi rêyên çewt, an jî dema bi dest ket jî dirêj nekişand, ji holê rakir. Guhertina paradîgmayê êdî bala her kesî dikişîne. Her kes tişta ku lê digere di felsefeya Rêber Apo de dibîne, di paradîgmaya wî de dibîne, di ramanên wî de dibîne. Loma jî dixwazin dengê wî bibihîzin. Li her derê cîhanê fikrên Rêber Apo nîqaş dikin. Dewleta tirk, qirkerên faşîst difikirin ku bi girtina dîwarên Îmraliyê Rêber Apo bêbandor kirine. Li Kolombiyayê behsa Rêber Apo tê kirin. Rêber Apo li Amerîkaya Latîn e, li Afrîkayê ye, li Asyayê ye, li Ewropayê ye, li her derê ye. Di vê yekê de bi ser ket, dîwarên Îmraliyê hilweşand. Ev bi hêza 15’ê Tebaxê, bi hêza têkoşînê pêk hat. Civaka kurd, ciwan, jin, kedkarên tirk û kurd ên ku dihatin fikirîn ku rastî her cure qirkirinê tên, bûne hişmendî, rêxistin û îradeyeke mezin. Ji ber ku kes nikare wek berê li kurdan binihêre. Niha her kes dibêje kurd ne kurdên berê ne. Pir xweş e, lê ev çawa guherî, kê ew guhert? Ya kevn çi bû? Çi nû ye? Gelek ji wan guhertinê nabînin, li ser veguherînê nasekinin. Ew nabînin ka çi hatiye guhertin û çi bi dest ketiye. Bi ser de dijberiya vî tiştî dikin. Piştre dixwaze xwedî li destkeftiya derketiye holê, xwedî derkevin. Ev dizî ye. Gel têkoşîna xwe didomîne. Xeta 15’ê Tebaxê zindî ye. Berxwedana 15’ê Tebaxê zindî ye, gerîla dijî. Lewma destûrê nade diziyê.
Berxwedana gerîlayan bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê li hemû qadên Kurdistanê didome. Gerîlatiya 15’ê Tebaxê li ber xwe dide. Çawa ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de em bi lehengî û fedakarî meşiyan ser faşîzm û qirkirinê, niha jî em wê cesaret û fedakariyê di asta lûtkeyê de didomînin. Di vê astê de ye. Hinek dibêjin ew ê vê gerîlatiyê tine bikin. Berê Suleyman Soylû hebû, her meh tiştek digot, niha kes qala wî nake. Lê gerîlatiya kurdan li ser xwe ye, li her derê şer dike. Gelê kurd li ser xwe ye. Jin û ciwan têdikoşin, bandorê li her dera dinyayê dikin. Kurd têkoşîna xwe didomînin lê kesên ku digotin em ê wê tune bikin, winda bûn çûn. Çend rêveberan ev îddîa kirin, apoletên çend generalan ji wan hatin stendin. Çima li Tirkiyeyê tu kes naxwaze vê rewşê bibîne û li ser van tiştan lêkolînan nake? Çend hikûmet çû? Divê ev tişt were dîtin.
Gerîla li her derê li ber xwe dide
Îro li Zap, Avaşîn û Metîna li her qadê berxwedan heye. Ruhê 15’ê Tebaxê, xeta wê û têkoşîna gerîla ya ku wê afirand didome. Ne tenê li van navendan, ji Mêrdînê heta Amedê, ji Botanê heta Serhedê, heta Xerzanê li her derê şer heye. Desthilatdariya faşîst a Tayyîp Erdogan kir ku gel nikaribe ji mala xwe derkeve. Suleyman Soylû qedandibû. Ev çi tiştên dijber in. Ew çi gotinên sixtekar û derewîn bû. Heke wisa bû, niha li ku ye?
Gerîla li her qadê li ber xwe dide. Belê, bi hin pêşketinên teknîkî, bi piştgirîya hêzên derve, dîsa bi piştgirîya xiyaneta hevkarê kurd, PDK’ê ku her cure piştgiriyê didin wan. Li herêmên çiyayî yên Bakur tevgera gerîla ya wekî salên 90’î tune. Tarz ne wisa ye. Ne aşkere ye, ne wekî yekîneyên mezin e. Guherand. Dema dijmin astengî derxist pê, tarzên ku vî tiştî pûç bike, geş kir. Xwe biçûk kir û xist binê erdê. Heke li çiyayan nebe, daket bajaran. Çû parçeyên din ên Kurdistanê. Niha bêtir li qadan belav bûne. Potansiyela wê li gorî berê xurttir e. Hejmar jî li gorî berê gelekî baş e. Bandora têkoşîna wê zêdetir e. Divê em van tiştan hemûyan bibînin. Şerekî wisa heye, gerîla heye.
Di mehekî de 130 çalakî hatin lidarxistin
Fermandariya Biryargeha me ya Navendî jî bîlançoya meha tîrmehê aşkere kir. Kesên ku dixwazin piçekî jê fam bikin, bila herî kêm li bîlançoya xwe binêrin. Bi kesayetên wiha re mijûlbûn, bi gotina ‘me di şer de ewqas kir’, ji bo mirovekî demokrat, azad pir ne guncaw e, lê ji yên ku fêm nakin re mecbûr dimîne rave bike. Hûn bîlançoyê nîşan didin. Gerîla di mehekê de 130 çalakî pêk anîn. Li rojê bixin hema pênc çalakiyan dike. 70-80 dagirker hatin kuştin, ew jî yên karîne tespît bikin. Ne pir in, lê ger du kes bên kuştin jî ev şer e. Divê bi hejmaran neyê pîvandin. 7 şehîd hatin dayîn. Lewma ev şer ne hêsan e. Li hemberî vê yekê 6 bombeyên taktîkî yên nukleerî hatin bikaranîn. Ez nizanim çend caran çekên kîmyewî û çekên qedexe hatine bikaranîn. Bi hezaran car êrîş kirine bi balafir, tank û topan. Li hemberî wan gerîlayek ku li ber xwe dide heye. Me berê gotibû ji kokê ve dihejîne, hinekan digot wateya wê çi ye. Bi rastî niha di wê rewşê de ye. Di rewşek xitimî de ye. Dijmin dîsa hewl da ku hin cihan dagir bike. Dema gavekê davêje derbeyê dixwe. Fermandariya me ya Navendî jî ev yek ragihand. Ew aşkerekirina rastiyan bûn. Piştî ku ew qewimîn, bi rastî hewce nake ku mirov gelek tiştan beje. Lê yên ku guh nadin hene, yên ku fêm nakin jî hene. Ji ber vê yekê jî pêwîst e van rastiyan tim û tim dubare bikin. Em neçar dimînin ku rave bikin.
Gerîla hêza têkneçûna xwe îspat kir
Di encamê de fermandariya gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên wê, nûnertiya ruhê serkeftin a pêngava 15’ê Tebaxê dikin û bi pêş xistina wê re dewam dikin. Ew di xeta serkeftinê de dimeşin. Xeta fedaîbûnê pêş xist, hemû êrîş têk bir, hemû operasyonên tinekirinê pûç kir. Çend caran operasyonên wiha hatin rojevê? Li Bakur kirin, li Başûr kirin. Bi sedan, hezaran û deh hezar car kirin. Gerîla ew hemû şikand, hêza têkneçûna xwe îspat kir.
Divê her kes qebûl bike ku yên ku nekarîn 200-250 gerîlayên ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêk anîn tune bikin, niha piştî 39 sal şûnde, yanî gerîlayên ku ewqasî pêşketine û belavî her derî bûne, hîna gotina em ê wan tine bikin, ne pir realîst e. Dema ku dibêjin jî mirov pê bawer nake. Rewşa rast ev e. Li ser vî esasî ez berxwedana me ya gerîla ya li hemû qadan silav dikim. Ez careke din 15’ê Tebaxê li hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê pîroz dikim. Wezîfeya herî dijwar a azadî û pêşketina demokratîk ku bandorê li mirovahiyê dike û li cîhanê belav dibe, pêk tînin. Bê şik li ser esasê şehadetê temsîl dikin. Îro şehadet hatin ragihandin. Hevrê Rojhat, Rojda û Şoreş. Ez di şexsê van hevrêyan de hemû hevrêyên ku li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê, Garzan, Licê û Bagokê li dijî êrîşên qirker ên faşîst ên AKP-MHP’ê şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.
Di derbarê 40 saliya xwe de çi dikare were gotin? Hejmara 40 di exlaqa me ya civakî de hejmareke girîng e. Ew demek girîng e. Sala 40’emîn ji bo jiyana mirovan tê wateya pijandinê, bidestxistina hişmendî û hêzê ye. Partiya me, gelê kurd, hêzên me yên gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan bi hêz û hişmendiyeke wiha dikevin sala 40’î. Ger bê gotin çi dibe, em bi rastî wê diyar nakin. Rêveberiya qirker a faşîst a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur diyar dike. Êrîş dike, êrîşên xwe zêde dike, hewl dide zêde bike. Suleyman Soylu çû, lê Suleyman Soyluyên nû derketin. Hewl didin heman îdîayê, heman hevokê bidomînin. Ew ê aşkere êrîş bikin. Pevçûn dê berdewam bikin. Ger êrîş bidome wê berxwedana li dijî wê jî bidome. Dê pêşbikeve, belav bibe. Sala 40’emîn wê bibe sala têkoşîneke mezintir. Dikare têkoşînek ji ya 39 salan ku divê berdêl bên dayîn jî bi pêş bikeve. Sala 40’în jî wê bibe şahidê geşedanên mezin; pêşketinên leşkerî û siyasî. Divê mijarê de divê her tim bi hêvî nêz bin. Divê her kes bi hêvî, bawerî û bi qasî ku ji destê wan tê tev li têkoşînê bibe. Li ser van esasan ji hemû kesên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dikin re serkeftinê dixwazim.
Li Tirkiyeyê dijberiya şer nîne
Der barê êrîşên li dijî xwezayê de, bi taybetî ji bo jin, ciwan, rewşenbîr, siyasetmedar, sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyê dixwazim van tiştan bînim ziman. Dewleta tirk di nava şer de ye. Faşîzma AKP-MHP’ê li Kurdistanê şer dike, li bakurê Kurdistanê şer dike, ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê êrîşan pêk tîne, ji bo dagirkirina rojavayê Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Li vir şervanên YPG’ê yên duh DAIŞ’ê têk birin şehîd bûn. Aşkere ye ku ew hewl dide DAIŞ’ê biparêze. Di esasê xwe de ev şer tê meşandin. Bila her kes vê bibîne.
Li ciheke ku şer lê hebe, ma jiyaneke din dibe? Mînak dewlet-hukumet bi vî rengî xwedî li vî şerî derdikeve, ji bo vê her tiştî dike. Tayyîp Erdogan pesna xwe dide û li her derê dibêje ‘me pîşesaziya şer pêş xistiye’ û ji her derê piştgiriyê dixwaze. Heta ketina Swêdê ya li NATO’yê jî kir bazareke çekan. Ew çekan difiroşe. Bi gotina “Hûn dizanin bihayê guleyê çi ye?” gefan li civakê dixwe. Bila ji hikûmetê ders derbixin. Hikûmet dibêje ez vê yekê dikim. Bila qebûl bikin. Li Tirkiyeyê dijbertiya şer nîne. Daxwaza aştiyê nîne. Kesê ku li dijî şerê qirkirina mêtinger a li Tirkiyeyê derkeve û bi gotina “birayê min” li hemberî kurdan çekan ranegire tune ye. Gelek kêm e. Diviya bû ku gelek bûya. Piştî ewqas şeran, divê piştî şerekî ku dikeve sala xwe ya 40’emîn gelek tişt kiribe. Di esasê her tiştî de ev şer heye. Divê her kes bikaribe vê bibîne. Nexwe wê biratî çawa be? Nexwe wê çawa ji faşîzma AKP-MHP’ê rizgar bibe? Nexwe wê çawa pêşî li krîza aborî, depresyon, zext û terora li Tirkiyeyê bê girtin? Ew ê tu carî bi vî awayî nekaribin pêşî lê bigirin.
Em li rewşenbîran jî dinêrin. Li ser Tirkiyeya ku ji şerê li Kurdistanê qut kirî, analîzek dikin. Analîza krîza aborî, nizanim, analîzên civakî, analîzên hikûmetê… Hûn nikarin çavên xwe ewqas jî li rastiyan bigirin. Mînak CHP’ê ji ber vê yekê nekarî di hilbijartinê de bi ser bikeve. Nikaribû dev ji kirasê AKP’ê berde. Ji ber ku nikarîbû li dijî şer derkeve. Ji ber ku nikarîbû aştî, demokrasî, çareseriya pirsgirêka kurd, mafên kurdan û biratiya bi kurdan re pêşbînî bike, biparêze û bi aşkereyî diyar bike. Ti ferqa AKP û MHP’ê nîne. Divê her kes vê bibîne.
Qirkirina daran parçeyek şerê wan e
Mesele niha xwezayê dişewitînin. Ez ji bo çi dibêjim? Dibêjin daristanên Kurdistanê dişewitin. Roj baş! Ne nû ye, bi salan e dişewite. Bi salan e hemû daristanên Botan, Xerzan û Dêrsimê dibirin. Bi nemerdane dibirin. Komkujiya daristanan pêk tînin. Tiştê ku nikarin xwe bigihîninê dişewitînin. Bi salan e dişewitînin. Eve çi ye? Çima? Ji bo şer… Şêweyekî şer.
Niha jî li Akbelenê daristanan dibirin. Îro di nûçeyê de hebû; Wan got ku di hefteyekê de, deverek bi qasî neh qadên futbolê bêyî daristan hiştin. Rasterast hat birîn. Wê demê çima? Li vir teoriyek heye ku wan ji bo rantê çêkiriye. Li Kurdistanê ji ber şer, li Tirkiyeyê ji ber rantê daristan tên birîn û şewitandin. Erê, rant. Lê ev rant bi ku ve diçe? Li ku derê tê bikaranîn? Hin diz dizivirin, lê ew pere li ku têne bikaranîn? Di şerê kurdan de tê bikaranîn. Li hemberî kurdan weke guleyekê tê bikaranîn. Ma dîtina wê ew qas zehmet e? Gelo bi rastî jî dîtin û qebûlkirin ewqas zehmet e? Ji ber vê yekê ez dixwazim vê bibêjim. Divê civaka Tirkiyeyê, sosyalîst, rewşenbîr, jin û ciwan bi dîmenan neyên xapandin. Divê ew li encamê binêrin. Bila li sedemê ku encam derxistiye holê, binêrin.
Sedemê esas şer e. Bingehî vî şerî jî zihniyet û siyaseta ku kurdan tune dihesibîne û dixwaze tune bike ye. Dijminê kurdan û zihniyet û siyaseta dijberê kurdan. Gelo ma ev yek pir aşkere nîne. Li pêş çavê cîhanê qirkirina kurdan tê kirin, qirkirina fîzîkî tê kirin, qirkirina çandî tê kirin. Çêkera demografiyê tê guhertin, mirovan dixirikînin. Çi ferqa wê ji tişta ku DAIŞ’ê kirî heye? Ti ferqa wê tune ye. Ev rewş ji vî alî ve girîng in. Li Akbelenê berxwedanekî mezin heye. Em silav dikin. Xwedî li ekolojiyê derdikevin. Li Deryaya Reş HES’an xwestin çêbikin. Gundî xwedî lê derketin û li ber xwedan. Yek ji berxwedanên girîng Gezî jî bi parastina daristan û daran dest pê kir.
Li Tirkiyeyê pirsgirêka ekolojîk girîng e. Ji ber ku ev desthilatdarî her tiştê wêran dike, talan dike û difiroşe. Dibêjin Deryaya Reş firotiye. Ji xwe rêya deryayî ya Stenbolê firot, tevahiya xwezayê tune dike ji bo ku ji bo şer nirx bibîne. Piştî vê derketiye bi cîhanê re bazariyê dike. Car diçe Astanayê, car diçe Ewropayê. Niha li Rojhilata Navîn digere, ji şêxên ereban tişta dixwaze. Tê gotin ku wê piştî çend rojan ji bo pere biçe Bexdayê. Wê demê wê çi bike? Li dijî kê/î? Şêwirmendê Serokwezîr ragihand ku ji bo li dijî PKK’ê piştgiriyê bixwazin wê werin. Ev pir aşkere ye. Ji bo tunekirina PKK’ê wê Iraqê jî li dijî PKK’ê bixe nava şer. Wê demê ji bo çi bazariyê dike? Avên Dîcle û Firatê, Dîcle û Firat avên kê ne? Avên kurdan e, avên Kurdistanê ne. Tu li wî binêre! Avên Kurdistanê difiroşe, dike mijara bazariyê. Ji bo kuştina kurdan, ji wir hewl dide piştgiriyê bigire. Dixwaze bi bazarkirina ava kurdan tişta bi dest xistî Kurdan bikuje. Em nahesibînin û bawer nakin ku hikûmeta Iraqê wê zêde bibe amûrê van tiştan. Ji ber ku li Iraqê pirsgirêka kurd mîna li Tirkiyeyê tune ye. Erê, li Iraqê pirsgirêk zêde ne, li Kurdistanê jî zêde ne. Pirsgirêkên demokratîkbûnê, pirsgirêkên azadiyê û pirsgirêkên azadiya jinan. Ez nabêjim pirsgirêkên Iraqê tune ne, lê Iraq mîna AKP-MHP’ê û dewleta tirk înkarker nîne, rêveberiya kurd a federe ava kiriye. Dibe ku baş bi rê ve nabe, lê herî kêm ne înkarker e, ne îmhaker e. Lewma nakeve xeta dewleta tirk. Eger bikeve, wê bibe xeta herî xeter.
PDK roleke pir xetere dilîze
Li aliyê din rewşa PDK’ê heye. Divê em vê yekê bibêjin. Vê yekê hemûyê bi wêrankirina Tirkiyeyê, bi kirina yek a hemû dewlemendiyên Tirkiyeyê, civakê û hêza dewletê bazar dike û ji virde û wêde bi perexwestinê dike. Lê PDK bi rastî jî roleke pir xeter dilîze. Hevkarî û xiyanetek heye ku li cîhanê mîna wê tune ye. Eger piştgirî û xiyaneta PDK’ê nebûya, hemû piştgiriyên din bibina yek jî faşîzma AKP-MHP’ê nedikarî qasî niha tiştekî bike. Em dikarin vê yekê bi aşkere bibêjin. Lewma qasî AKP-MHP’ê PDK jî ji tişên ku wan kirine, berpirsyar e.
Em vê yekê jî bifikirin. Di salvegera 100’emîn a peymana qirkirina kurdan de ji çar parçeyên Kurdistanê, ji derveyî welêt hemû rewşenbîrên kurd û welatparêz çûn, li Lozanê hatin ba hev, bûn yek da ku yekîtiya kurdan nîşan bidin, derbarê çareseriya pirsgirêka kurdan biryar bigirin û îradeya kurdan bi cîhanê bidin nasandin. Îcar PDK li ku derê bû? Li vir nebû. Dema ku ew konferans çêbû, PDK’ê çi dikir? Li Xakurkê rê nîşanî leşkerên dewleta tirk dida. Li Metînayê rê nîşanî leşkerên dewleta tirk dida. Niha dibêjin ku hewl didin dor lê bigirin. Faşîzma AKP-MHP’ê di hemû êrîşên leşkerî de PDK’ê bi kar tîne. Divê ev yek jî were dîtin.
Li dijî êrîşan divê yekitî hebe
Ji aliyê Tirkiyeyê ve jî ez dixwazim vê yekê îfade bikim. Hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çavkaniya xwe ji pirsgirêka kurd digirin. Yê ku vê yekê nebîne û wisa qebûl neke, nikare Tirkiyeyê rast fêm bike. Ev pirsgirêk jî îro weke şer diqewime. Her tişt li gorî pêdiviya şer e. Çima ewqas zam tên kirin? Ji bo şer pere pêwîst e. Daran dibire, ji ber ku pere pêwîst e. Ji bo ku pereyan werbigre, turîzmê bazar dike. Van hemûyan di şer de bi kar tîne. Helbet civateke bûrjûwazî jî heye ku li ser vê yekê pêş dikeve. Lê di bin van hemûyan de; di bin zexta li zindanê û ya li ser civakê, terorê de şer heye. Divê ev yek were dîtin, divê mirov li dijî şer derkeve. Li dijî vê hemû krîzê, şewitandina daristanan, rantê û mêtingeriyê, divê têkoşîn bi azadiya kurdan û xwişk û biratiya kurdan bibe yek. Ji vê yekê qûtbûn nabe.
Heta ku kurd azad nebin, Tirkiye wê çawa demokratîk bibe? Wê çawa pêşî li faşîzma AKP-MHP’ê bê girtin? Ev ne pêkan e? Mirov nikare daristanan jî biparêze û pêşî li bihabûna tiştan bigire. Ji xwe her alî hatiye firotin. Mirov nikare vê yekê jî asteng bike. Lewma divê her kes li dijî şer derkeve. Li ser çareseriya pirsgirêka kurd, weke sedemê şer divê her kes lêhûrbûnê bike. Ji bo vê yekê jî helbet divê têkoşînê pêş bixin, yanî hîn zêdetir dest bidin destê hev. Hêzên demokratîk û Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî got, serhildan.
Ez bang li hemû dostên me dikim. Di vî demî de divê em bi hemû rêbazan têkoşînê pêş bixin. Lê ev têkoşîna ekolojîk gelekî girîng e. Şoreşa ekolojîk jî girîng e.
Du qad hene ku sîstema dewlet û desthilatdariyê ya kapîtalîzmê êrîş dibe ser. Yek; civak. Di navenda wê de jî jin heye. Yek jî xweza. Dixwazin tune bikin. Ji bo azadiyê pêk bînin û qadekî ku lê azad bijîn bibînin li dijî vê sîstemê, li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst divê em pir alî têbikoşin. Li Tirkiyeyê têkoşîna ekolojîk, têkoşîna jîngehê jî girîng e. Ji ber ku gelek texrîbat çêbû. Jinan hîn zêdetir li Deryaya Reş pêşengî kirin. Girêdayî xakê û jiyana azad in. Li Akbelenê wê yekê dikin. Ez careke din silav dikim û serkeftinê dixwazim.
Beriya her kesê dê ciwan tev li têkoşînê bibin
Konferansa ciwanan biryarên girîng stendin û hat ragihandin. Konferanseke girîng e. Ez we di pêvajoyeke wiha de silav dikim. Ez ji Tevgera me ya Ciwanan re ku konferanseke wiha li dar xistiye, serkeftinê dixwazim. Di konferansê de biryar hatin stendin, lê pêwîst e ev biryar bi bandor û aktîf bên pêkanîn. Ez bang li hemû ciwanên çar parçeyên Kurdistanê, ciwanên kurd ên li derveyî welat, keç û kuran dikim ku li ser encamên konferansê bisekinin, biryarnameyên konferansê binirxînin û bi awayekî plankirî û organîze pêk bînin.
Çalakiya ciwanan heye, tevger tên kirin. Ciwanên Ewropayê ne. Careke din silav dikim. Helwesta ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dane destpêkirin girîng e. Wisa dixuye ku dê hêdî hêdî ev yek li deverên din jî belav bibe. Pêwîst e li her derê têkoşîn were pêşxistin. Me bang kir. Divê were zanîn ku beriya her kesî wê ciwan beşdarî vê têkoşînê bibin. Ev têkoşîn ji her kesî zêdetir têkoşîna ciwanan e. Ciwan wê pêşengiya vê bikin. Di vê çarçoveyê de wê çalakiyê pêş bixin, wê rêxistina ku çalakî li dar xistine pêş bixe û perwerdeyê bide. Wê civakê perwerde bike, birêxistin bike, hişyar bike. Ji ber ku ew pêşeng e. Berpirsiyarê her tiştî ye. Ew ne tenê ji bo xwe, ji bo hemûyan berpirsiyar e. Divê ev bên pêşxistin. PKK weke partiyeke ciwanên rewşenbîr, tevgereke wisa çêbû. Îro jî wisa ye. Tê wateya ku partiya li her qadê em in. Gerîlayên me li çiyê, li bajêr şer dike. Rêxistinbûn û tevgera jinan pêş ket. Lê ya ku van hemûyan pêk tîne û pêşengiyê dike ciwanên kurd, tevgera ciwanan e. PKK tevgera ciwanan didomîne. Ev partiya ciwanan berdewam dike. Li her derê divê xebatên partiyê ji aliyê ciwanan ve bê meşandin. Ew ê xwe bi vî rengî bibîne, xwe berpirsiyar bibîne.
Bi ragihandina kampanyayê tenê encm nayê girtin
Tê gotin ku li Bakur şerê taybet tê kirin, fuhûş tê pêşxistin, eroîn jî tê pêşxistin. Ciwanên kurd ji ciwaniyê tên derxistin. Îcar çima? Dema li Sêrtê bûyerek qewimî bû wezîrê Tayyîp Erdogan çi gotibû? ‘Li cihê ku derkevin ser çiyê, bibin fahîşe çêtir e.’ Li pêşberî me dijminekî wiha heye. Em ê wê bibînin. Wê demê welatparêzî çi ye? Dijberiya van tiştan e, têkoşîna li dijî van tiştan e. Ji bo vê jî tevlibûna têkoşîna azadiya kurd e. Pêşxistina berxwedana gel e. Divê wisa be. Di vî alî de qelsî hene.
Ez malbatên kurd hişyar dikim. Ez bi aşkere dibêjim. Li şûna ku zarokên xwe tev li têkoşînê bikin, hewl didin ji têkoşînê dûr bixin. Ma wisa dibe? Piştî wê jî dibêjin, nizanim, tiryak e, werin rizgar bikin. Em ê çawa xilas bikin? Rêxistinbûn lawaz e, karê me qels e. Perwerde, rêxistinî, hişyarî û beşdariya ciwanan qels e. Li Bakur hinek ciwan kom bûne, ji bo li dijî şer derkevin kampanyayeke taybet pêş dixin. Ez ji wan re serkeftinê dixwazim. Berê jî gelek caran kampanyayên bi vî rengî li dar dixistin, lê timî nedihatin temam kirin û bi encam nedibûn. Di vê wateyê de ez we hişyar dikim. Bi kêmanî vê carê, em encam bigirin. Lê ez dixwazim ji wan hevrêyan re jî bêjim; Mirov çawa li dijî şerê taybet têdikoşe? Bi şerê şoreşgerî, şerê azadiyê tê kirin. Wê her kes vê bizane. Pêşî wê li ser vê bingehê tev li têkoşîna azadiyê bibe. Yan wê winda bibin, yan jî bibin fedaî û ciwanên Apoyî. Bêyî vê, bi gotineke wiha, tenê bi ragihandina kampanyayê ti encam dernakeve. Em xwe nexapînin. Ji ber vê yekê em rasttir nêz bibin.
Ciwanên têkoşer tên hezkirin
Dixwazin bi tena serê xwe bigerin û bijîn, ew mafê wan e. Ez ji wê re tiştekî nabêjim lê şer û qirkirin heye. Her roj em şehîdan didin. Heta ku em vê rewşê neguherînin, cihekî ku em lê bijîn tune ye. Demê me yê jiyînê tune ye. Ji vê re derfet tune ye. Bila ev ciwan fêm bikin. Divê mirov jiyanê ava bike, qezenc bike. Ji bo vê jî divê mirov li ser xeta Apoyî bi fedayî têbikoşe. Lê ti tedbîrên wê tune ne. Ji ber ku bi vî şerî re eleqedar nabin, bê tedbîr dibin. Sîxûrî tê ferzkirin. Gelo ma tu di kîjan rewşê de bûy ku sîxûrî ji te xwestin? Tu wisa bi tena serê çi digerî? Çeteyên faşîst, tu dinêrî lê dixwin. Ev ne rewşên wisan e ku were qebûlkirin. Wê tedbîrên xwe bigirin, bi rêxistin bibin, bi zanebûn bin, têbikoşin û li ba hev bin. Ne tiştekî rast e ku piştî van tiştên neyînî mirov gazinan bike. Bi ti şêwazî nayê qebûlkirin. Bi vî rengî ciwanên Apoyî nabe. Ti kes xwedî li wî/ê jî dernakeve. Ciwanên ku têbikoşin, tên hezkirin. Rêber Apo çi got? Yê şer bike azad dibe, yê azad dibe bedew dibe, yê bedew dibe tê hezkirin. Yanî eger weke ciwan dixwazin bên hezkirin, divê têbikoşin ku hezkirina me hemû li ser wan be. Qaîde ev e. Qaîdeya Apoyî ev e. Wê li gorî pêdiviyên vê yekê bin. Wê van tiştan hîn baştir fêm bikin.
Helbet berpirsyariya me li hemberî ciwanan heye. Berpirsyariya me ya azadiya me ya partiyê heye. Ez van jî tune nahesibînim. Eger ev tiştên ku min diyarkirî, rexneyek be di heman demê de rexnedayîne jî. Ez weke kêmahiyên me jî îfade dikim. Em ê van çareser bikin û derbas bikin. Li serî vî bingehî ez careke din çalakiyên ciwanan silav dikim, ez bang li hemû ciwanên Kurd dikim ku bibin Apoyî û têkoşîna azadiyê hîn zêdetir geş bikin. Wê vê yekê bi ser bixînin, ez ji wê jî bawer dikim.