Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kalkan: Beyî Rêber Apo kurd û tirk nikarin li hev werin

Dûran Kalkan diyar kir ku komploya navneteweyî bi pergala Îmraliyê berdewam e û wiha got: “zanebûna parçekirina sîstema Îmraliyê her ku diçe hîn zêdetir belav dibe û got: “25 sal in li ser esasê pergala îşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê, pergala modernîteya kapîtalîst bi destên dewletên hey, êrîşê kurdan dike.”

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkbirina komploya navneteweyî, girêdayê xistina maskeyê wan hêzan e ku komplo derxistine holê û bi rê ve dibin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn û bipêşveçûna şoreşa demokratîk têkoşîn divê û got: ‘’Heta pergala îşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê hebe komplo berdewam e. Wê komploya navneteweyî encax bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tune bibe. Ev jî çareserbûna pirsgirêka kurd e.’’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK Dûran Kalkan, di bernameyeke taybet de ku di Medya Haberê hat weşandin, li ser tecrîdê û encamên wê ku dikeve sala 25’an, êrîşa bi armanca qirkirina ermenan li Qerebaxê, cezayên giran di Doza Geziyê de li aktîvîstan hatin birîn û şerê li Kurdistanê gelek tespîtên balkêş kirin.

Hevpeyvîna bi Kalkan re bi vî rengî ye:

Ez destpêkê berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Têkoşîna li dijî pergala tecrîd, îşkence û qirkirinê di her astê de berdewam e. Lê 31 meh in ku tu agahî jê nayê girtin. Tu rêgezeke hiqûqî ji wê boneyê bi kêr nayê. Tu hikum nîn e. Rewşa heyî berdewam e. Tu rewşeke mîna vê nîn e. Hêrsa kurdan, jin û ciwanên û kurd û mirovahiyê li ber  vê rewşê radibe.

Ji wê boneyê hewldanên hiqûqî tên kirin. Gelek ked tê dayîn. Parêzeran herî dawî daxuyanî da; serî li CPT’yê û derên din didin. Çendeyê hat diyarkirin ku piştî hevdîtina dawîn 449 caran serlêdan hatiye kirin lê tu bersiv ji bo serlêdanan nehatiye dayîn. Malbat û parêzêran serî lê daye; tu bersiv nîn e.

Rewşa heyî çawa ye mirov nizane lê mirov bala xwe bide kirinên ji der ve û êrîşên AKP-MHP’ê, mirov tê digihîje ku li Îmraliyê çi diqewime. Di vê mijarê de tiştên ku berê dihatin kirin jî hebûn, tiştên Rêber Apo digotin hebûn. Ji ber vê yekê mirov hestyar be lê saf be û bi baldarî xwe nêz bike. Di vî warî de hestyarî heye. Her ku diçe hestyarî, bertek û hêrs zêde dibe. Têkoşîn geş dibe. Li çar aliyên Kurdistanê û derveyê welêt çalakî tên kirin. Kurd jî û dostên wan jî bi taybetî li derên cuda yên cihanê rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û pir bi eleqe bûn, çalakî li daran hatin xistin.

‘Bertekek ir xurt a li ber teqandinê heye’

Di gelek waran de niqaş li ser tezên Rêber Apo tê kirin. Gelê me yê li Rojava tim li ser pêyan e. Li Bakur danheveke zêde heye ku li ber teqînê ye. Mirov vê bi çavên xwe dibîne. Li aliyên din jî wisa ye. Anku têkoşîn berdewam e. Wê hêj bêhtir berdewam bibe.

Nîqaş jî hene. Demên dawîn bandora xwe li ser me jî çê bû. Niqaş li ser rewşa Rêber Apo, famkirina ji berxwedana wî, xwe nêz kirin rol û mîsyona wî bi awayekê rast, tên kirin. Hin derdor ketin tengasiyê; bi komplo û tecrîdê dikevin tengasiyê. Lê digerin ku wê xwe çawa ji vê tengasiyê xelas bikin û li gor rewşa xwe, dikevin wê hewile ku xwe hinek bidin pêş. Wisa xuya ye ku yên ji şer û tecrîdê aciz dibin hene. Bandora rewşa tecrîda girankirî li Îmraliyê, li ser her kesî gelek e. Ji lewma her kes li gor xwe hin pêşniyazan dike, daxuyaniyan dide. Lê ku salvegereke nû ya komployê ye, baş e ku mirov îşaret bi hin tiştan bike.

‘Nabe ku kes xwe bide ber rol, mîsyon û cihê Rêber Apo’

Em tim vê dibêjin. Kurd û tirk ku li hev werin wê bi Rêber Apo li hev werin. Ji xeynî wî tu kesek nîn e ku bi vê rol û mîsyonê rabibe. Divê kurd, tirk, dewlet, civak, jin, ciwan, hemû mirovahî, siyaseta cihanê jî bi vê baş bizane. Rastî ev e. Em têdikoşin, şer dikin, rêveberiya şer û têkoşînê ne em. Ev ji berê ve wisa bûye. Lê ku çareseriyeke siyasî bibe, siyaset karîger bibe, çareseriya demokratîk çê bibe û navnîşan yek e; Rêber Apo ye. Gelê me jî her roj vê li kuçeyan diqîre. Civak û hemû derdor di vî warî de gelek hestyar in. Ji ber vê yekê bi erk û berpirsyariya xwe rabibe. Kar û gotinên ne yên wan bin, nekin, helwest nîşan nedin. Di vê mirov di vî warî de pir baldar û hestyar be. Divê her kes wisa be. Ên ne wiha bin wê têk biçin. Bila her kes bizane. Ji PKK’ê, ji kurdan, ji derdorên din; tu kes nikare bi wî rolî rabibe. Nabe ku xwe bide ber rol û mîsyon û cihê Rêber Apo. Hestyarî di vî warî de bêyî kêmasî ye. Civak bi tevahî piştgir e.

Salvegera komploya 9’ê Cotmehê nêz e. Di vê salvegerê de jî û di sala nû de jî divê mirov têkoşînê pir geş bike. Sala 25’emîn bi rastî jî hestyariya çêbûye gelek e. Niqaş zêde bi pêş ve çûne. Niqaş û nirxandin li ser tezên Rêbertiyê, rewşa li Îmraliyê, jiyana di bin pergala îşkence, tecrîd û qirkirinê ya li Îmraliyê de bi 25 salan tê çi wateyê, bi hiquqî jî û bi siyasî jî pir hatiye kirin.

Ev giring in, têkoşîn heta bi astekê bi pêş ve çû. Demên dawîn ev pir dertê pêş, tê destnîşankirin; salvegera 25’emîn, bi ketina sala têkoşînê ya li dijî komployê, li dijî pergala îşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê mirov têkoşînê di her warî de geş bike. Ji wê boneyê bang tê kirin. Ev giring û watedar e. Rewşek e ku mirov jê fam dike. Lê ji bo geşkirina têkoşînê divê mirov ji rastiya berxwedana Îmraliyê baş fam bike. Ji bo famkirina ji berxwedana Îmraliyê divê mirov ji pergala Îmraliyê rast fam bike. Her ku diçe bandora vê pergalê li ser her kesî çê dibe. Ku dest didin wan hin kes dengê xwe dikin. Lê 25 sal derbas bûn; lê wê vê bipirsin ji mirov: ‘’Tu 25 sal li kû bûyî? Kengî ku dest dan te, hat bîra te, te neyîniya vê dît?’’ Divê ne wiha be. Ev helwest ne rast e. Ev nîşaneya çi ye? Nexwe ji pergala Îmraliyê nehatiye famkirin. Bi tenê tecrîd tê gotin. Tecrîd aliyekê wê ye. Îşkenceya li Îmraliyê giran e, pêvajoya îmhakirinê ye li wir, Ev pergal, pergala qirkirinê ye. Hevalên me ev bi caran got û hêj jî dibêjin. Êrîşa bi armanca qirkirina kurdan ji Îmraliyê tê birêvebirin.

Îmralî pergala birêvebirina qirkirina kurdan e’

Pirsgirêka kurd li Lozanê derxistin holê. Îngilistan, Fransa û Tirkiyeyê peyman danîn. Dewletên netewe yên din Tirkiye çê kir. Li van bar kir, her parçeyek da yekê. Lê rêveberiya vê pirsgirêkê her tim hevpar bû. Ne bi tenê komara Tirkiyeyê û dewletên ereb û Îran kurdan qir dikin. Tim rêveberiyeke hevpar hebûye. Ev peyman di Lozanê de hat danîn. Bi pişt re vê rêveberiya hevpar, Peymana Sadabadê, pêşengên modernîteya kapîtalîst a serdemê Îngilistan, Fransa, peyman bi van dewletan re danî. Bi pişt re peymana Bexdayê danî. Dîsa ev tişt qewimîn. Piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn DYA tev lê bû. Piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn CENTO hat birêxistinkirin. NATO ji bo birêvebirina Kurdistanê bi paralelî peymaneke leşkerî ya taybet danî. Ev, bi şerê Îran-Iraqê, bi geşedanên li Îranê şikest. Sala 1980 li pergalê bû heytehol. Bi pişt re çi kir? Sala 1987’an Rêveberiya Rewşa Derasayî derxistin holê. Ev rewşa derasayî bi armanca qirkirina kurdan bû. Her kes di nav de bû. Hemû hêzên pirsgirêka kurd derxistiye holê di nav de bûn. Qirkirina kurdan bi wê rêveberiyê dihat birêvebirin. Tirkiyeyê, pergala kûreyî bixwe ew rêveberî ji xwe dikir esas. Li Tirkiyeyê wisa dihat birêvebirin. Niha rêveberiya hevpar, pergala Îmraliyê ya bi 25 salan e. Îmralî pergala birêvebirina qirkirina kurdan e. Anku qirkirina ji wir tê birêvebirin. Komploya navneteweyî berdewam e, bi pergala Îmraliyê berdewam e. Ev diyar e.

Tecrîd, rêbazeke vê êrîşê, esasê rêbaza îşkenceyê, qirkirin e. Çimkî êrîşa bi armanca qirkirinê ku li ser kurdan tê ferzkirin ji Îmraliyê tê birêvebirin. Pergala Îmraliyê rêveberiyeke hevpar. Lihevkirineke wiha heye. Ji wê boneyê her bêhiqûqî heye. Her tişt diqewime. Anku tu rêgez, qaîde, exlaq, pîvanên hiqûqî bi kêr nayên. Kes dengê xwe nake. Her kes ker û kor û lal e. Xwe li nedîtin û bihîstin û nezanînê datîne. Ew hemû saziyên navneteweyî yên ji xwe re dibêjin demokrat… Deng ji yekê jî dernayê. Êrîşa li kurdan li ser esasê pergala Îmraliyê tê birêvebirin. Ev pergal ne bi tenê Kurdistanê lê Tirkiyeyê jî bi rê ve dibe. Li Tirkiyeyê jî dîktatoriyeke faşîst e; êrîşên bi nijadperestî û şoven tên kirin. Gelek derdorên li Tirkiyeyê lê dinihêrin, niha gazincan dikin, dibêjin ‘’ev ji kû hat, çima wiha dibe’’. Ji ber pergala Îmraliyê ye. Nexwe divê tu li ber rabibî, li ber pergala Îmraliyê rabibî. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê bikoşî. Tu rêyeke te ya din nîn e.

Bi nefamkirina ji vê, têkoşîn bi pêş ve naçe. Ev têkoşîn divê li Tirkiyeyê pir belav bibe. Kurd, jin û ciwanên kurd baş hest bi vê rastiyê kir. Wan ji berê ve dizanî û li dijî pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê têdikoşiyan lê gelek derdorên Tirkiyeyê ne wisa bûn. Nêzîkahiya hinek derdoran ne wiha bû, wan xwe dûr kir. Bi erka xwe ya demokrasiyê ranebûn, helwesta wan ne demokratîk bû. Vêca tînin bîra xwe. Hinek dereng mane; mirov ji kû dera zerarê bizîvire kar e. Divê her kes bi vê rastiye bizane, baldar be. Li dijî pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê divê her kes hestyar be. Her kes baş fam bike, bizane ku ev êrîş li dijî wan e, bibîne ku ger pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê parçe bibe, wê azad bibe, rêveberî demokratîk bibe û li têkoşînê bibe xwedî.

25 sal in ev êrîş jî berxwedan jî bêhempa ye’

Li dijî vê komployê, ez vê berxwedana mezin a bi 25 salan silav dikim. Ev têkoşîna herî mezin û watedar a dîrokî ye ku gelê me, hemû tevgera me, dostên me ye ku bi pêşengtiya Rêber Apo bi rê ve dibe. Di şexsê şehîdên qehremanên berxwedana fedaî ya ‘Hûn nikarin roja bibin ava’ de, her kesê li dijî komploya navneteweyî ya bi 25 salan li ber xwe daye û bûye şehîd bi rêzdarî û hezkirin û minet bi bîr tînim. Yên herî baş ji Rêber Apo, pergala Îmraliyê, berxwedana Îmraliyê fam kir, ew bûn. Di dema xwe de bi helwesta herî rast rabûn. Xelekeke agirîn li dora Rêber Apo çê kir. Di biserneketina komploya navneteweyî de, di xwedîderketinê de li ewlehî û pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêber Apo de, bi rolekê bingehîn rabûn. Hêj jî bi vî rolê xwe radibin.

25 sal, çaryeka sedsalekê! 25 sal in li ser esasê pergala îşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê, pergala modernîteya kapîtalîst bi destên dewletên heye êrîşê kurdan dike. Kurd, hêzên me yên gerîla, hemû heval û hogir; ya rast mirovahî li ber vê li ber xwe dide. 25 sal in ev êrîş jî bêhempa ne û berxwedana li dijî vê êrîşê tê kirin jî. Anku mînakeke bişibe pirsgirêka kurd nîn e. Pergaleke ku bişibe pergala Îmraliyê jî nîn e. Yên dişibînin herî pir dişibînin Mandela lê yên nirxandina wî dikin jî dibêjin: ‘’Wiha muamele bi Mandela re nehat kirin.’’ Rast e. Naşibe, Pariyek dişibe. Bi piranî naşibe. Divê mirov vê rastiyê bibîne.

Kî komplo amade kir? Kê pirsgirêka kurd çê kiribe û nexwaze çareser bibe, wan komplo amade kiriye. Ev aşkere ne. Rêveberiya DYA xwe da ber û bi rê ve bir. DYA, Îngilistan, Îsraîlê biryar li ser da û plan kir; bi pêşengtiya DYA’yê hat birêvebirin. Her çi hewcedarî çê bû, ev desthilat û pergala dewletê jî xistin nava vê komployê.

Rêber Apo ji zû ve ye dîwarê Îmraliyê parçe kiriye’

Armanc çi bû? Îmhakirina Rêber Apo bû. Hêvî dikirin ku di rojekî de, di 9’ê Cotmehê de bi îmhakirina Rêber Apo PKK’ê tasfiye bikin û li ser vî bingehî qirkirina kurdan bi ser bixînin. Bi vî rengî hesab kiribûn û li hev hatibûn. Niha 25 sal li ser derbas bûn. 25 sal dike çend roj, em hesab bikin. Ev qas sal derbas bûn, bi ser neketin. Rêber Apo îmha pûç kir. Polîtîkaya rizîkirinê ya Îmraliyê pûç kir. Tecrîd pûç kir. Ev tişt got, ‘parêzname li kuderê bin, ez li wir im’. Parêzname niha li her çar aliyên cihan ê ne. Wê demê Rêber Apo li her çar aliyên cihan ê ye. Di nava dîwarên Îmraliyê de nayê girtin. Yanî hinek dihesibînin ku digirin, lê ew ji zû ve hat derbaskirin. Rêber Apo ji zû ve ye ew dîwar parçe kirin.

Ez dixwazim vê bibêjim; di 25 salan de komploya navneteweyî gelek caran hat pûçkirin, hat têkbirin. Divê mirov vê rastiyê bibîne. Dubare dubare planên êrîşan kirin. Çi kirin jî nekarîn bi ser bikevin. Armanca xwe ya komployê nekarîn pêk bînin. Lê helbet ku sîstema Îmraliyê anîn rewşa sîstema meşandin û rêvebirina qirkirina Kurdan. Rêveberiya hevpar li ser bingehê sîstema Îmraliyê didomînin. Bi vî rengî bi biryar û israr in ku qirkirina kurdan pêk bînin û berjewendiyên wan wê dixwaze. Ji çareseriya pirsgirêka kurd ditirsin. Eger pirsgirêka kurd were çareserkirin, kurd azad bibin, wê demê dê derkeve holê ku hemû gotinên di vê sedsalê de gotine derew in û tiştên ku xwarîne hemû heram in. Wê were dîtin ku sûcdar in, dê hesab bidin. Ji bo ku ji dayîna hesabek bi vî rengî rizgar bibin û birevin, pirsgirêka kurd didomînin.

Di van 25 salan de komploger kî ne û çi bi dest xistin?’

Azadiya kurdan asteng dikin. Berjewendiyên wan di vê yekê de heye. Di van 25 salan de, yên ku li ser bingehê komploya navneteweyî êrîş dikin, kî ne û çi bi dest xistin? Kîjan hêzên sermayedar, çi bi dest xistin? Divê mirov lêkolîn bike.

Niha di salvegera 25’emîn de, dema mirov dizivire û li 25 salan dinêre siyaset û zihniyeta qirkirinê ya li ser kurdan hatî ferzkirin, rastiyeke cihan ê bû. Lewma girêdana wê bi pêvajoya ku jê re dihat gotin Şerê Cihan ê yê Sêyemîn re jî hebû. Di 25 salan de Rojhilata Navîn veguherî gola xwînê. Kurdistan û Tirkiye veguherî gola xwînê. Hêzên komploger ev yek pêk anîn. Çiqas xwîn hat rijandin, çend derfet hatin mezaxtin? Em baldar bin, rêveberiya Saddam Huseyîn parçe parçe kirin. Bi wê re girêdayî bû. Çi cur mudaxeleyên leşkerî li Rojhilata Navîn kirin? Em li rewşa Sûriye û Iraqê binêrin. Afxanistan hat çi rewşê? Rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê çi ye? Parçe parçe bûne.

Hema bibêje tevnên civakî ji holê radibin, tune dibin. Kar hetanî wê nuqteyê hatiye. Pirsgirêk giran in, qasî ku bigihijiyê giran bûye. Di van 25 salan de hîn baştir hat dîtin ku sîstema dewleta netewe di rastiyê de tê wateya şer, dîktatoriya faşîst, dijminahî, dijminahiya li civak û civakên din. Mesele eger komploya navneteweyî nebûya yan jî di cara destpêkê de bi ser neketiba, dê rewş çi ba? Azadî û demokrasiya kurd li başûrê Kurdistanê dibû. Wê li ser Iraqê belavî Erebistanê bibûya. Xwişk û biratî û têkîliyên baştir wê di nava gelan de pêş ketiba. Mirovan jiyana xwe ya azad wê ji bo pêşxistina demokrasiyê bi kar anîban.

Niha rewşa Rojhilata Navîn li holê ye. Rewşa Tirkiyeyê hîn zêdetir li holê ye. Hemû Tirkiye di vê pêvajoyê de hat çi rewşê? Erê, kesayeteke Tayyîp Erdogan derket. Kesekê ku li kolanên Stenbolê li pey topa fûtbolê dibeziya; Niha bûye yekane xwediyê Tirkiyeyê. Tirkiyeyê di 25 salan de çi winda kirin? Welêt û civak çi winda kirin, çiqas xwîn hat rijandin? Çend milyar dolar ji bo vî şerî hatin mezaxtin? Têkîliyên derve û yên hundir hat çi rewşê? Berê Enedolî bû. Ev yek di navbera Asya û Ewropayê de weke pirekê dihat dîtin. Cihê stratejîk her tim dihat bazarkirin. Rêya Hevrêşimê ya dîrokî, tîcareta di navbera Asya û Ewropayê de ji vir derbas dibû. Çi qewimî? Herî dawî civîna G20 a li Hindistanê, piştre peymanên ku hatine îmzekirin û bi peymanên ku hatine îlankirin, Rêya Hevrêşimê bi rastî jî bû dîrok. Di navbera Asyaya nû û Ewropayê de rêyên nû yên enerjiyê derketin holê. Rêyên tîcaretê çêbûn. Ji Deryaya Reş û li ser Hindistan, Siûdî, Îsraîl, Başûrê Qibris û Yewnanistanê re… Tirkiyeyê qada xwe ya stratejîk jî winda kir, qada xwe ya bûyîna pirê jî winda kir. Rolê xwe yê dîrokî winda kir. Êdî hat wê rewşê ku di aliyê leşkerî û tîcarî de tu wateya wê nîn e. Çima? Ji ber vê zihniyet û siyaseta qirker, ji ber êrîşa komploya navneteweyî, ji ber şer bê aramî heye, ji ber ku şer heye tu sermaye nayê. We dît; Tayyîp Erdogan çûye Amerîkayê, hema bibêje li kolanan bang dikir; Werin Tirkiyeyê û razemeniyê bikin. Tu kes nayê. Sermaye jî aramiyê dixwaze, baweriyê dixwaze. Li cihekî wiha şer lê heyî, helbet tu kes razemeniyê nake.

Tirkiye bi rengekî cidî ji sîstemê tê derxistin’

Îcar Tirkiye anî vê rewşê. Yanî demê xwe yê dîrokî û rolê xwe jî winda kir. Tirkiye bi rengekî cidî ji sîstemê tê derxistin. Ji xwe tu dewlet li holê tune ye. Dewlet belav bû. Tenê çetetiya Tayyîp Erdogan û Dewlet Bahçelî maye. Veguherî sîstemeke çeteyê. Ew dewleta ku Mûstafa Kemal dixwest ava bike bi tu awayî nemaye. Ev yek her tim gotiye. Yanî ev rêveberî Tirkiyeyê ber bi hilweşînê dibe. Niha mirov di nava karesatê de dijîn, lê ne di ferqê de ne.

Em baldar bin, rewşek bi vî rengî derket holê. Çapemenî, her kes rojevên sixte ava dike û her tim hewl dide vê rastiyê veşêre. Dixwazin nîşa bidin ku Tayyîp Erdogan hîna jî ser ketiye. Lê hemû derew in. Rêber Apo ev tişt got; komplo ji kurdan zêdetir li dijî tirkan e. Qasî kurdan, tirk jî wê ji komployê zirar bibînin. Qasî ku ev komplo li dijî Kurdistanê ye, ewqas li dijî Tirkiyeyê ye jî. Wê demê, serokwezîrê demê Bulent Ecevît jî ji vê yekê bandor bibû. Guman kiribû; çima Apo dan me, min fêm nekir. Piştre mir û çû. Bi tu rengî fêm nekir. Bi rastî jî çima dabûn wan? Niha di salvegera 25’emîn de yên ji Tirkiyeyê hez dikin, bila 25 salên wê yên borî lêkolîn bikin. Bila bibînin û fêm bikin ku çima dan wan. Ji bo ku Tirkiyeyê bînin vê rewşê, dan wan û anîn vê rewşê jî. Êrîşa komploya navneteweyî pêk anîn, piştgirî dan û timî gotin, “Em ê piştgirî bidin, hûn êrîş bikin, vê bikin…” Îcar anîn vê rewşê.

Hêzên sermayeyê hem di asta cihanî û hem jî di asta herêmî de bi ser ketine’

Wê demê di 25 salan de helbet yên bi ser ketin hene. Hêzên sermayeyê hem di asta cihanî û hem jî di asta herêmî de bi ser ketine. Hêzên ku pergala zext û mêtingeriyê bi şer meşandin, ji vê yekê sûd wergirtin. Ji bo hilweşandina desthilatdariya Seddam Huseyîn pêwîstiya DYA’yê bi êrîşeke wiha hebû. Yek ji êrîşên herî bingehîn ên Şerê Cihan ê yê Sêyemîn jî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bû. Rêber Apo ev yek weke qonax û pêngaveke gelekî girîng a Şerê Cihan ê yê Sêyemîn nirxand, ku ev tişta rast ev bû. Yên ku di vî alî de bi ser ketin jî hebûn. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin hebû; DYA’yê nekarî rêxistin bike. Belê, Iraq û Sûriyê hikûmetên din lawaz kirin. Wî ewlehiya Îsraîlê bi vê lawazbûnê ve girê da. Rewşeke wiha afirand, lê nekarî sîstemeke bi îstîkrar ava bike. Tişta ku li Sûriye û Iraqê diqewime li holê ye. Her kes nobetê digire, xwîn di cih de diherike laş. Em dibînin ku li Mûsil û Kerkûkê çi diqewime; Mirovan dişewitînin, wêran dikin û bi jehrê dixin. Tu rêveberî jî li holê nemaye. Têkilî û bawerî di navbera civakan de nîn e. Ew anîne vê rewşê. Ya ku ew bi dest dixin organîzekirina rêgezek enerjiyê ye. Veguherî projeyekê. Ji bilî vê, nekarîn bigihin armanca xwe. Di vê wateyê de yên ku ji êrîşa komployê sûd wergirtin jî hebûn. Yên ku şer û xwînê dixwin ji êrîşên komployê tîmar dibin. Lê ji xeynî vê tu kesî zêde sûd jê wernegirt.

‘Zanebûna azadiyê di têkoşîna li dijî komployê de gihişt asta girseyî’

Erê kurdan êşên mezin kêşan, berdêlên giran dan. Lê di aliyê şoreşgerî de jî pir pêşketin. Zanebûna azadiyê di têkoşîna li dijî komployê de gihişt asta girseyî ya herî mezin. Civaka kurd ji nava xwe jidayikbûna sêyem a rêbertiyê, weke rêberê hemû bindestan derxist pêş. Guherîna paradîgmaya Rêber Apo, hemû pirsgirêkên civakî yên ji ber sîstema desthilatdarî û dewletê ya 5 hezar salî derketiye holê; bi taybetî ji bo pirsgirêka kurd û pirsgirêka jinê weke projeya çareseriyê, zîhniyeta çareseriyê derketiye holê ku cuda tu kes nîn e ji van pirsgirêkan re bikaribe çareseriyan derxîne holê.

Şoreşa Rojava pêş ket. Ya herî girîng jî jineolojî pêş ket. Şoreşa azadiyê ya jinê li ser bingeheke wisa zanistî pêş ket û îro li cihan ê belav dibe. Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ li hemû cihan ê bandorê li jinan dike. Wisa dixuyê ku sosyalîstên berê tim li hêviya şoreşeke cihanî bûn. Hêz, motor û bingeha vê şoreşê wê şoreşa azadiya jinê be. Bandoria ‘Jin jiyan azadî’ û tirsa zihniyet û siyaseta desthilatdar a ji vê şoreşgerê, ji vê yekê tê û ev rastiyê nîşa dike.

Xwîn rijandin, berdêl dan, êş kişandin, lê azadî û têkoşîna Kurdistanê pêş ket û rêxistina wê pêş ket. Civaka kurd xwe bi cihan ê û mirovahiyê da naskirin. Jin û ciwanên kurd xwe bi jin û ciwanên cihan ê dan naskirin. Zanebûn û çalakiya azadiyê bû gerdûnî û bû têkoşîneke ku îlhamê dide, coş û kelecanê dide hemû mirovahiyê.

Têkoşîna li dijî faşîzma DAIŞ’ê ev yek danî holê. Di rastiyê de aliyekî DAIŞ’ê AKP û MHP ye. Her kes vê yekê dizane, lê hin kes ji bo berjewendiya xwe vedişêrin. Lê nekarîn DAIŞ’ê veşêrin. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, şoreşa azadiya jinê û rêxistina neteweya demokratîk li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mirovahiyê bû çavkaniya hêviyeke nû. Eger tirk û kurd li rûyê hev dinêrin, ev bi saya vê têkoşînê ye. Eger ku hîna jî li Tirkiye û Rojhilata Navîn di asta cihan ê de hêviya mirovahiyê heye, bi saya vê têkoşînê ye. Her kes îlhama xwe ji vir digire û hêviya xwe li vir şîn dike. Bi vê têkoşînê coş, kelecan û moralê xwe diparêze. Ji vê mezintir pêşketin nabe. Kurdayetiya li ser sînorê xizaniyê, bi pêşengiya Rêber Apo û berxwedana Îmraliyê di nava 25 salan de li dijî komploya navneteweyî li ber xwe da, berdêl da û xwe kir hêzeke mezin a gerdûnî.

‘Azadiya fîzîkî a Rêber Apo wê komployê vala derxe’

25 sal girîng bûn. Di aliyê hiqûqî de jî girîng bû. Em li ser wê yekê sekinîn û hîna jî disekinin. Hîna jî teqez derdorên hiqûqî divê li ser bisekinin. Yanî hiqûqa hêzên ku hemû Tirkiye girêdayî wê ye, yanî hîn rasttir ya ku pirsgirêka kurd ava kirî û komploya navneteweyî derxistin holê û dimeşînin, vê yekê red dikin û ji nedîtî ve tên. Hewl didin bi derew û hîleyan vê yekê veşêrin. Divê mirov maskeyên wan bixîne û rastiyan derxîne holê. Divê mirov lêkolîn bike û fêm bike.

Helbet bi tena serê xwe tu encam nayê bidestxistin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, ji bo azadiya kurdan, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û li ser vê bingehê ji bo pêşxistina demokratîkbûyîn û şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn têkoşîn kirin e. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo û têkbirina komploya navneteweyî bi tevahî girêdayî vê yekê ye. Heta ku sîstema Îmraliyê, îşkence, tecrîd û qirkirinê hebe, komplo berdewam dike. Lê belê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re komploya navneteweyî tune dibe. Ev tê wateya çareseriya pirsgirêka kurd. Tê wateya dûrketina ji siyaseta bi zîhniyeta faşîst, mêtinger û qirker a ku li ser kurdan hatiye ferzkirin. Ev tê wateya dûrketina ji sûc. Ev pêwîst e. Ger kesên ku vê yekê dizanin û fêm dikin û yên ku li dijî vî sûcî ne, hîn zêdetir têbikoşin û zêdetir hewl bidin dê pêşketin çêbibe.

Weke tevger em ê têkoşîna xwe rasttir û bi bandortir bimeşînin’

Ger kesên ku difikirin ku têkoşîn li dîwarên Îmraliyê dixe û zêde encam nade hebin, divê li destkeftiyên 25 salan derketine holê binêrin. Çi bûye. Di van 25 salên têkoşînê de geşedanên herî mezin ên azadîxwaz, demokratîk û mirovahiyê yên dîroka mirovahiyê hatin jiyîn û derketin holê. Têkoşîn serkeftinê tîne. Hem jî serkeftinên mezin tîne. Li dijî vê zîhniyet, siyaset û pratîka komploya navneteweyî ya ku di sala 26’an de di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir, divê mirov li her qadê û di her astê de berxwedaneke topyekûn pêş bixe. Pêwîste ev yek li çar parçeyên Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn û li hemû cihan ê were meşandin.

Divê em têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd di her aliyê hiqûqî û siyasî de, bi her derfet û rêbazê pêş bixin. Divê em rêbazên têkoşînê yên bi bandortir, radîkaltir, rêbazên têkoşîna kolektîf bibînin û pêş bixin. Divê em vê têkoşînê wekî têkoşîna xwe bibînin, zêdetir bibin yek, hêzê derxin holê û têkoşînê berfireh bikin. Tevgerek nû, derketinek nû, derketinek mezin hewce ye. Di vî warî de bang hene. Hêviyê dide. Her kes bi hestiyar e. Ev derket holê. Sala 25’an hem zanebûnek ava kir û hem jî di êrîşa 25 salan de mirov hinekî ji vê îkna bûn. Ev êrîş li ser me hemûyan e, sîstema êrîşa navendî ye. Em ê hemû wê zirarê bibînin. Hişmendiya parçebûna pergala Îmraliyê û têkbirin û tunekirina komploya navneteweyî her ku diçe zêdetir dibe. Her kes dibîne. Meyla têkoşîneke bi vî rengî pêş dikeve û wê pêş bikeve. Weke tevger em ê têkoşîna xwe rasttir û bi bandortir bimeşînin. Gerîla wê li hemberî vê zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker her tim di xeta serkeftinê de şerê xwe pêş bixe. Tevgerên me yên jin û ciwanan, hemû gelê me yê welatparêz li ku dibe bila bibe li ber xwe didin û bi her cure lehengî û fedekariyê dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e. Ew ê mezintir bikin. Em ê vê têkoşînê hîn berfirehtir bikin, piralî bikin, bi rêbazên dewlemendtir pêş bixin, zêdetir gerdûnî bikin, herêmî bikin û bi rastî jî bikin têkoşîna mirovahiyê, têkoşîna azadiya gerdûnî, têkoşîna demokrasiya bingehîn.

Têkoşîna li dijî komployê dîktatoriya faşîst û xiyaneta hevkar wê têk biçe’

Em ê vê yekê bi lêxistina derban, têkbirin û hilweşandina komên dijminên demokrasiyê û  yên ji komploya navneteweyî sûd wergirtine pêk bînin. Kî ji vê komploya navneteweyî sûd wergirt? Tayyîp Erdogan di nava 25 salên dawî de li Tirkiyeyê sûd wergirt. Ev sotemeniya komploya navneteweyî ye. Eger komploya navneteweyî nebûya, Tayyîp Erdogan dê qet nebûya.

Li Kurdistanê kî ji komploya navneteweyî sûd wergirt? Tayyîp Erdoganê Kurdistanê kî ye? Barzaniyan. Wan sûd wergirt, xiyanet sûd wergirt. Komploya navneteweyî bi êrîşa li ser kurdên azad, îradeya kurdên azad, helwesta kurdên azad xwest kurdan, kurdên azad tune bike. Got, bila kurd wek posayê bimînin. Digotin kurdên ku îxanet li xwe kirine, îxanet li hebûna xwe ya netewî, welatê xwe kirine û ji bo berjewendiyên sade yên madî û berjewendiyên malbatî yên ferdî her tişt firotiye, divê wek mexlûqên însanî yên ku di eslê xwe de kurdbûna xwe, mirovtiya xwe winda kirine, bimînin. Mexlûqên wiha jî derxistin holê, xayînên roja me ya îro. Yên ku komployê li Tirkiye û Kurdistanê didomînin ev in. Yên pêşî li her cure azadî û demokrasiyê digirin ev kom in. Wê demê têkoşîna li dijî komployê têkoşîna li dijî dîktatoriya faşîst a li Tirkiyeyê ye, têkoşîna li dijî hevkar û xiyanetê ya li Kurdistanê ye. Têkoşîna li dijî komplo, sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, ji têkoşîna li dijî dîktatoriya faşîst û hevkarî û xiyanetê nayê veqetandin. Têkoşîna li dijî komployê pêş bikeve, dîktatoriya faşîst û xiyaneta hevkar wê têk biçe, sîstema Îmraliyê were hilweşandin, faşîzm were tunekirin, Rêber Apo bi fizîkî azad bibe, azadiya Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dê pêk were. Di sala 26’emîn a têkoşînê de em ê vê di her astê de, li her qadê, bi vî ruhî, bi vê hişmendiyê û bi vê armancê pêş bixin. Em bawer dikin, teqez em ê bi ser bikevin.

Qirkirina ermeniyan ev 110 sal in ev didome’

Geşedanên li Qerebaxê, bi qirkirinê re girêdayî ye. Di Şerê Cihan ê yê Yekemîn de ev zihniyet û siyaseta qirker derket holê. Weke zihniyet û siyaseta kapîtalîst û emperyalîzma gerdûnî derket holê. Di nava şer de ev yek hat dayîna rêveberiya Îttîhat Terakkî, piştre hat dayîna Kemalîstan. Qirkirina ermeniyan a ku 1915’an li Kîlîkyayê destpê kirî, niha li Qerebaxê didome. 110 sal in ev didome. Qirkirina ermeniyan çêbû, qirkirina kurdan çêbû. Ev gelane 100 sal indi bin êrîşeke qirkirinê ya bi vî rengî de ne.

Tişta ku îro li Qerebaxê diqewime ev e. Yanî ji cih û warên xwe tên koçberkirin û sirgûnkirin. Sirgûnkirin bi darê zorê koçkirina civakekê ji welatê xwe ye. Ev yek ji prensîbên bingehîn ên qirkirinê ye. Yek qetlîama fizîkî, yek guhertina demografîk, yek asîmîlasyon, qirkirina çandî û yek jî sirgûnkirin; yanî koçberiya girseyî. Di sala 1915’an de bi ermeniyên Kîlîkyayê destpê kir û ji aliyê rêveberiya Îttîhatî ve li her cihê ku ermenî lê hebûn belav bû. Destpêkê, ew ji malên wan derxistin. Piştre di rê de gelek ji wan qetil kirin. Niha dema mirov li Qerebaxê dinêre, ew yek tê bîra mirov. Çi derdikeve holê? Zîhniyet û siyaseta qirkirinê hebûna xwe didomîne. Li aliyekê dewletên ku digotin ew li dijî qirkirina ermeniyan in hebûn. Biryar hatin girtin, lê li ber çavên wan, bi piştgirî û daxwaza wan, ermeniyên li cihên din, lê ermeniyên bi hev ve girêdayî ne, heman rewşê dijîn.

Ev yek ji aliyê fêmkirina zihniyet û siyaseta qirkirinê ve gelek girîng e. Ev yek derdikeve holê. Ev desthilatdarî û sîstema dewletê, xwedî zihniyet û siyaseta qirkirinê ye. Dewleta ku bibêje ermenî rastî qirkirinê hatine, tu wateya xwe tune ye. Ne tenê serwer û rêveberên tirk bi sûcê qirkirinê re rû bi rû nabin, di heman demê de yên din jî hevparê vê yekê ne. Ev dewlet hemû hevpar in. Îngilistan, Fransa, Amerîka, Almanya hemû hevpar in, lê yek ji wan rû bi rû nabe. Komkujiyê weke sûcê mirovahiyê dinivîsin, li aliyê din jî qirkirinên nû didomînin. Ji ber vê yekê rû bi rû nebûn. Wan ev sûcê qirkirinê mehkûm nekir. Ji zihniyet û siyaseta qirker paqij nekir. Ji ber vê yekê ya ku îro diqewime û tê dîtin ev e. Ji ber vê yekê tiştek nayê guhertin.

Rêveberiya ermeniyan jî hevkarê vê qirkirinê ye’

Di rastiyê de yê ku ji xwe re dibêje rêveberiya ermeniyan jî hevkarê vê ye. Û yek ji hevkarên wê yên sereke ye. Ew jî wiha di navenda wê de ne. Tirkiye jî di nav de ye. Ji ber hin têkoşîna berjewendiyên ji rêzê, tevahiya civakê ji welat û warên wan tên derxistin. Di vir de kes neyîniyek nabîne. Mînak îtîraz nîne.

Ew ne tenê bi tiştên ku li wir di asta herêmî de diqewimin ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, di rastiyê de, şerê 1915 berdewam dike. Hin dem derbas bûn, lê tiştek neguherî. Pêvajoya ku em îro jê re dibêjin Şerê Cihan ê yê Sêyemîn, di warê zîhniyet û siyasî de rasterast berdewamiya Şerê Cihan ê yê Yekemîn e. Ji ber ku pêkanîn, zîhniyet û polîtîkayên wan ên qirkirinê didomin.

Ez helwesta li dijî vê silav dikim. Ez hewldan û sekna kesên ku dixwazin li hemberî vê qirkirinê li warên xwe bisekinin û azad bijîn silav dikim. Ez kesên di vê rêyê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim.

Li wê herêmê kurd jî hebûn. Kes behsa kurdan nake. Mînak korîdora Laçînê hebû. Demekê digotin Kurdistana Sor. Di pevçûnên berê de derketin pêş, hatin sirgûnkirin û hinek ji wan hatin qetilkirin, em dizanin. Lê niha ji ber hin sedeman qet behsa kurdan nayê kirin. Kurd li wir bi temamî hatin tunekirin?

Li aliyê din tê gotin ku li Azerbaycanê kurd hene. Dibêjin 600 hezar kurd û 1 milyon kurd asîmîle bûne. Ji vê malbata Aliyev re jî dibêjin ku kurd in. Yanî li wir nexwe xanedaniya Barzanîyan jî heye. Wisa vedigere û li dijî kesên din êrîşên qirkirinê pêk tîne. Destekê didin êrîşên qirkirinê yên li dijî xwe jî, dibin hevkar. Tenê bila sûdên madî bi dest bixin û bi kêfa xwe bijîn. Ji ber vê yekê, ya ku li dijî Qerebaxê û ya ku li civata ermenîyan pêk hat, bi rastî şermek e. Divê civaka ermenî vê yekê baş binirxîne. Rêber Apo di Parastinê de nirxandineke pir bingehîn kir. Bang li her kesî kir ku rast fêm bikin, bi rexne û rexnedayîn encamên rast derxînin. Digot wek kurd em vê yekê dikin. Divê ermenî jî bikin. Divê di warê têgihiştinî û helwestê de xwe ji wan kesên ku bûne amûrê van tiştan, rizgar bikin. Divê ew bikaribin ji wan kesan hesabê bipirsin. Ji ber ku ermeniyên ku hevkar in jî hene.

Şer hemû civakê bi taybet jin û ciwanan dike hedef’

Di daxuyaniya îro hat dayîn de hebû. Di Berxwedana Zapê de hevrêyên şehîd bûne hene; hevrê Egîd, Serdar û Mahîr Başkale. Van hevrêyan û di şexsê wan de hemû Zap, Avaşîn, Metîna; şehîdên leheng ên berxwedana Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim.

Li seranserê Kurdistanê hêz û pêşengtiyek gerîla ku li dijî êrîşên faşîst, mêtinger û qirkirinê bi qehremanî li ber xwe dide heye. YJA Star û HPG’ê xwedî hêza fermandar û şervan, hêza şervanê azadiyê ne. Di vê serdema borî de li her devera bakurê Kurdistanê pevçûn hebûn. Herî dawî li Amedê hevrê Axîn Mûş û koma pê re şehîd bûn. Ez di şexsê hevrê Axîn de hemû şehîdên me yên leheng ên ku li çar aliyê bakurê Kurdistanê, ji Serhatê heta Mêrdînê, ji Botanê heta Dêrsimê û ji bajar heta deştan li dijî êrîşên faşîst a AKP-MHP’ê li ber xwe dan û şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim.

Gerîla têkoşîneke mezin dimeşîne. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li hemû bakurê Kurdistanê bi vî rengî ye. Berxwedana Amedê çawa bû? Divê rastiya berxwedana hevrê Axîn û koma wê bi baldarî were lêkolînkirin û fêmkirin. Wan dîrok nivîsî û seknekî sermirovî nîşan dan. Di bin zext û zordariya ewqas giran de, li dijî zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker, bi rojan û bi şevan, bi meh û salan di nava şer de bûn. Bi hişmendiya azadiyê, bi ruhê azadiyê û bi azweriya azadiyê ev yek kirin.

Hevrê Axîn bi rastî jî berxwedaneke nû û mezin bû. Berê jî li qada Botanê ma. Demeke dirêj li Gabarê têkoşiya. Di serdema nû de di pêşketina gerîla de, nûbûn û guhertina wê û derketina asta ku jê re tê gotin gerîlatiya serdema nû, di aliyê têgihiştinî, teknîk û şêwazê de di refên herî pêş de têkoşiya. Hevrêya ku herî zêde ked da bû. Li ser xeta azadiya jinê her tim bi fedaî beşdarî têkoşînê bû. Bû milîtana pêşeng û fermandara PAJK’ê ya YJA Starê. Jiyana xwe ya azad, sekna xwe ya azad û ruhê azadiyê her tim li pêş digirt û bi hezkirina xwe ya ji azadiyê re tu zehmetî û astengî nas nedikir. Bû xwedî û afirînerê vê têkoşîn û lehengiya mezin. Hewce dike ku mirov fêm bike. Ji ber vê yekê divê hemû jin û ciwan baş fêm bikin, divê em hemû baş fêm bikin. Em wisa tenê nebêjin şehîd bûne û derbas nabin. Çawa jiyan kirin, çi bihîstin, çi xwestin, li çi geriyan, çi pêşbînî kirin, çawa li paşerojê nihêrîn? Hestên wan çi bûn, azweriyên wan çi bûn? Gotina hevrê Kemal Pîr wiha ye, ‘Bi qasî ku di ber de bimirim, hez ji jiyanê dikim.’ Çiqas bi kelecan tev li jiyana azad bûn? Di xeta azadiyê ya Apoyî de ruh, hişmendî û vînek çawa bi dest xistin? Çawa jiyan, çawa şer kirin û çawa şehîd ketin? Helbet pêwîst e van hemûyan rast fehm bikin û rast bişopînin.

Careke din ez van şehîdên qehreman bi bîr tînim û soza bi serxistina armancên wan dubare dikim. Şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî dewam dike. Li ser vê yekê Fermandariya Biryargeha Navendî û HPG’ê dê bîlançoya mehane di nava çend rojan de ji raya giştî re eşkere bike. Ew vê daxuyaniyê her roj û mehane dide. Encam dê li wir werin dîtin. Şer li hemû Bakurê Kurdistanê ye. Di rastiyê de Rojava û Başûr jî di nava şer de ne. Şer ne tenê li çiya, li bajar û deştan jî heye. Li her qadê nûçeyên çalakiyên milîsên HBDH, şervanên YPS’ê û hêzên ku bi şêweyên cuda xwe bi rêxistin dikin tên. Ciwanên kurd, ciwanên tirk li dijî dagirkeriyê, li dijî qirkirinê, li dijî faşîzmê, li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, bi parastina nirxên şoreşgerî li ber xwe didin, bi qehremanî li ber xwe didin. Ez van hemû berxwedanan bi rêzdarî silav dikim û serkeftinê dixwazim. Ez jî di wê baweriyê de me ku ew ê bi ser bikevin.

Ne hewce ye ku em di derbarê asta şer de zêde tişt bînin ziman. Biryargehên me yên navendî here tim daxuyanî dan û her tim dihate nirxandin. Îro jî daxuyanî hatin dayîn. Dema ku dibin asteng û nikaribin tevbigerin, êrîşên xwe yên hewayî zêde dikin, çekên kîmyewî û bombeyên taktîkî yên nukleerî bikar tînin. Îro di nûçeyê de derbas dibû, wan dîsa dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirine. Bi vî rengî hewl dide xwe li ser piyan bihêle, li herêmên ku êrîş dike dagir bike û xwe ji têkçûnê rizgar bike. Ji xiyanetê piştgirî distîne. Hate diyarkirin ku PDK’ê li herêma Bradostê fealiyetên taybet dimeşîne. Dema pevçûn derketin, rawestiya. Piştgiriyê didin vê êrîşa qirkirinê ya faşîst a AKP-MHP’ê ya li herêma Behdînan. Berxwedana li tunelan û tevgera tîmên bi tevger bi bandor didome. Gerîla her roj bi dehan çalakiyan lidar dixe. Derbeyê li çeteyên dagirker ên faşîst dixe. Bîlançoyên mirî û birîndaran hatin dayîn. Îro jî hebû û her roj heye. Şerekî pir dijwar heye. Dibe ku ev şer li derveyî sînorên Komara Tirkiyeyê be, lê di nava dewleta tirk de jî heye. Ev dewlet ji sînorên xwe derketiye, dagirker e û li dijî vê dagirkeriyê berxwedan heye. Divê ev bê dîtin.

Helbet şer ne tenê êrîşeke eniyê ye. Lewma şerekî taybet heye. Şerê psîkolojîk, şerê aborî, şerê îdeolojîk, şerê siyasî heye. Lê helbet êrîşên leşkerî hene ku hemûyan girêdide. Şerekî çandî heye. Dijmin şerekî piralî dimeşîne û êrîşî hemû qadên jiyana civakî dike. Wateya şerê taybet ev e. Lewma têkoşîna li dijî şerê taybet tê wateya berxwedana topyekûn. Ji ber vê yekê hedefa vî şerî ne tenê gerîla ye. Şer tenê li hin herêman dewam nake. Şer hemû civakê bi taybet jin û ciwanan dike hedef. Şer li her derê didome. Wê demê divê her kes xwe di şer de bibîne. Divê her kes xwe weke şervanên azadiyê pênase bike. Divê perwerde bike, divê xwe bi rêxistin bike. Hewce dike ku were biçek kirin.

‘Divê bi taybetî jin û tevahî civakê were biçek kirin’

Divê em nebêjin, ‘Bila her kes xwe bi çek neke û şer neke.’ Di serî de jin divê her kes were biçek kirin. Ji ber ku mêr bi çek in, dewlet bi çek in. Wekî din, ew xwediyê çekên nukleer e ku dikare cihan ê bi dehan carî hilweşîne. Dema ku hêzên desthilatdar ewqas bi çek bin, çima kesên bindest, kedkar, jin, ciwan û kedkar neyên çekdarkirin? Çima ew nebin xwedî amûrên şer? Helbet dê amûrên wan ên şer jî hebin. Bê guman ew ê mîna desthilatdaran, mîna mêtingeran, qirkir û kujeran, çek û amûrên şer bikar neynin. Rêbaza bikaranîn û şêwaza wan dê cuda be. Lê ev şer şerê her kesî ye, şerê me hemûyane, ne şerê hin kesan in. Ya her kesî ye. Ji ber ku şer her kesî dike hedef. Lewma ewlehiya her kesî di bin tehdîdê de ye. Wê demê jiyana wî ya azad dikeve xeteriyê. Di navbera ewlehî û azadiyê de têkiliyeke xurt ku nayê şikandin heye. Ewlehî dewrî kesekî nayê kirin. Her kes bi xwe pêk tîne. Her kes, her civak, her beşê civakê ewlehiya xwe bi xwe pêk tîne. Ew bi qasî ku ewlehiya xwe misoger bike azad e. Digihêje jiyana azad. Ji bo bidestxistin û gihandina jiyana azad ti rêyeke din nîne. Ji ber vê yekê şer ne tenê şerê gerîla ye. Yanî ne tenê şerê gerîlayên ku li Zap, Avaşîn, Metîna, Botan, Mêrdîn, Amed û Serhadê şer dikin. Yanî gerîla pêşengiya vê dike û hişyariyê dide. Lê divê her kes, jin, ciwan, hemû kedkar, bindestan û hemû gel xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Divê xwe biparêzin. Divê hêz û derfeta wan hebe ku li hember her êrîşeke ku li dijî wan tê kirin, xwe biparêzin. Divê xwedî hêz û îmkanên parastina xwe li hember êrîşên çekdarî bin. Divê berxwedaneke wiha hebe, rêxistineke wiha derkeve holê. Divê pêkhatin û rêxistinbûna civakî weke gel bigihêje vê astê. Rêber Apo got, ‘Rastiya gelên şerker e.’ Divê em rastiya gelên şerker û berxwedêr derxin holê. Bi qasî ku em hişmendî, rêxistin û amûrên wiha bi dest bixin, em dikarin van êrîşên faşîst, mêtinger û qirkirinê têk bibin. Em dikarin ji bo azadiyê şer bikin û bi ser bikevin. Em bi misogerkirina azadî û ewlehiya xwe bigihêjin jiyana xwe ya azad. Ger em ewlehiya xwe bidin kesekî din, ew ê li ser me serdestiyê bikin. Li wir ew ê koletiya me dest pê bike.

Çek tê wateya hêzê. Ji ber vê çek nabe ku ji kesekî din re bê dayîn. Em weke tevger, weke kes dixwazin li vê dinyayê yek gule û çek jî nemîne. Felsefeya Rêber Apo ev e, zîhniyeta wî ev e. Rêber Apo çi gotibû? Ger hêza me ya têkbirina cihan ê hebe jî, em ê êrîşî ti kesî nekin. Ger cihan  bibe yek û êrîşî me bike, em ê ti carî dest ji mafên xwe yên rewa, azadîxwaz û demokratîk bernedin. Ji bo vê em ê li ber xwe bidin. Xeta me ev e, felsefeya me ev e. Em ne çek, ne jî guleyek dixwazin. Bila hemû bên tunekirin. Li ser van pereyan xerc nekin. Lê ev armanc, felsefe, têgihiştinek e. Ji bo bidestxistina vê têkoşîn û ked pêwîst e. Divê em rastiya berbiçav bibînin. Ev cihan  di halê xwe yê rastiyê de ne wisa ye. Dema ku kom, hêz û dewletên xwedî çekên ku dikarin cihan ê bi dehan carî hilweşînin hebin, banga bêçekbûnê, ji bilî banga koletiyê ji civakê re ne tiştekî din e. Tê wateya serî ji koletiyê re danine. Bila desthilatdar vê yekê bikin. Bila zalim û mêtinkar bikin, lê bila kes li ser navê bindestan vê neke. Divê ti kes li ser navê sosyalîstên çep û hêzên demokratîk ên şoreşger vê neke. Kes nikare bike. Divê em realîst bin û rastiyê bibêjin. Ger em rastiyê bibêjin, wê demê divê em îro têkoşînek mezin bidin da ku bigihîjin cihan ek ku çek û guleyek li dû xwe nehêle. Ji bo em vê têkoşînê bimeşînin, divê em bi hişmendî, rêxistinbûn, amûr û her cure amûrên têkoşînê, bi bikaranîna wan têkoşîneke wiha bidin meşandin. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî hişmendiyeke wiha be û di vê astê de beşdarî têkoşîna heyî bibe. Bi taybetî ji bo têkoşîna li dijî êrîşên di çarçoveya şerê taybet de tên kirin ez vê bangê careke din dubare dikim.

Berxwedana Gezî ev asta tirsê xiste nava dil û mejiyê faşîzmê’

Di doza Berxwedana Gezî de ceza hatin birîn. Dadgeha Bilind pejirand. Niha jî wê biçe Dadgeha Destûra Bingehîn û piştre jî wê biçe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Ev rewşek bi mijara me ve girêdayî ye. Di vî warî de girîng e. Divê em vê rastiyê bibînin ku ew bi mijarên ku em nîqaş dikin ve girêdayî ye. Di serî de ez şehîdên vê berxwedana Geziyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez berxwedana Gezî jî silav dikim. Ji ber vê yekê ew bi rastî girîng bû, ew watedar bû. Her wiha li ser esasê parastina xweza û keskayê pêşket. Her kesî kir yek.

Niha du tiştên bingehîn hene. Ger hûn bala xwe bidinê; Têkoşîna azadiya jinê, xet, zanabûn û hişmendiya ekolojîk û têkoşîna ekolojîk rola yekîtiyê dilîze. Têkoşîna parastina keskahî, daristan û xwezayê her kesî dike yek û coş û kelecaneke mezin diafirîne. Gezî berxwedaneke wisa bû. Tayyîp Erdogan hê jî bi şev Gezî di xewna xwe de dibîne û qala wê dike. Ji ber ku pir caran ew weke ku di xew de be bertek nîşan dide. Berxwedana Gezî ev asta tirsê xiste nava dil û mejiyê faşîzmê. Ev tê wateya ku Tirkiye dikare li ber xwe bide. Bi rastî jî Tirkiye dikare azadî û demokrasiyê pêş bixe. Ger ciwan, jin, kedkar, karker û gelên Tirkiyeyê bibin yek, rastiyê bibînin û xwe bi rêxistin bikin, dikarin hêzeke mezin a têkoşînê ava bikin. Ji ber vê yekê dikarin hişmendî û rêxistinbûnê biafirînin. Gezî ev rastî danî holê.

Niha rewşeke ku hişê mirovan nagire heye. Cezayê girankirî yê heta hetayê didin. Ev tê wateya îdamê. Têkoşîna PKK’ê cezayê darvekirinê ji holê rakir. Têkoşîna Rêber Apo cezayê darvekirinê ji holê rakir. Wê veguherand cezayê giran ê muebetê. Eger ne wisa bûya, wê niha wek mînak, ji ber çalakiyên Osman Kavala yên li Geziyê cezayê îdamê bidana. Hişê mirov tiştek wisa digire? Em zîhniyet û helwesta faşîzmê bibînin, hiqûqa wê bibînin, em edaleta wê bibînin. Çima ev diqewime? Ev bi komploya navneteweyî ve girêdayî ye. Ev bi pergala îşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ve girêdayî ye. Ev bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Ez dikarim vê bibêjim; Ger li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd tine bûya, ger pergala Îmraliyê ya îşkence, tecrîd û qirkirinê nebûya, eger êrîşeke bi vî rengî li dijî Kurdan nebûya, teqez cezayên bi vî rengî nedidan Osman Kavala û girtiyên din ên Geziyê. Dê zindan niha ewqas tijî nebana. Ewqas îşkence dê li zindanan çênebûya. Tirkiye wê bi bêhiqûqî û rejîmeke ku hiqûq û exlaq ji holê hatibe rakirin, nayê birêvebirin. Ew ê mecbûrî rêveberiyek wiha nebaya. Ev hemû bi pirsgirêka kurd ve, bi sîstema tecrîd, îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ve girêdayî ne.

Rêber Apo li ser vê mijarê hişyarî da, ‘Ez tiştekî nabêjim. Hûn dijminatiya min dikin. Baş e, lê ji ber min ku gelek kes ji wan ne di vê pozîsyonê de ne û zirarê dibînin, ev yek min diêşîne.’ Qet nebe vê yekê bibînin, pêşî li vê bigirin. Divê gelên Tirkiyeyê, ciwan, jin, kedkar, rewşenbîr, siyasetmedar û şoreşger baş bifikirin. Bila civak bi rastiyan bi rê ve bibe û hişyariyeke rast bê dayîn.

‘Li dijî derketina tecrîdê re dikare bersiva Geziyê were dayîn’

Tenê protestokirin û çend rexnekirin têrê nake. Divê em sedeman baş bibînin da ku em bikarin encaman ji holê rakin. Li Tirkiyeyê sedem qet nayên lêpirsînkirin an jî şaş têne pirsîn. Em her tim li encaman dinêrin. Ev xelet e. Bi vê yekê hûn nikarin bigihîjin cihekî. Girtina van cezayan, erêkirina wan ji aliyê Dadgeha Bilind ve, dijminatiya Gezî bi pirsgirêka kurd, sîstema Îmraliyê ya îşkence, tecrîd û qirkirinê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê di doza Geziyê de parastina edalet, maf û hiqûqê tê wateya li dijî pergala Îmraliyê ya îşkence, tecrîd û qirkirinê derketine.

Merdan Yanardag ev tişt got; Ew qiyametê rakirin. Şebnem Korur Fîncancî jî ev tişt got; Ew qiyemetê rakirin. Sezgîn Tanrikulu jî wiha got; Hewldana lîncê pêş xistin û pêş dixin. Tenê ji ber ku rastiyek piçûk tê gotin. Ji bo ku rastî neyê gotin, derew dernekeve, maske neyên xistin, ji bo derew, guneh û dizî serdestiya her tiştî bike her tişt dikin. Ruh, hest û zagona desthilatdariyê îro ev e. Vê yekê jî li ser esasê pirsgirêka kurd û qirkirina kurdan dike. Zagona bi navê Tunç a li dijî kurdan, li ser têgihiştina “Kurd bên kuştin, kurd nîn in, hemû tirk in” ava bûye. Yanî heta ku em li dijî vê ferasetê û vê pergalê dernekevin, em nikarin pêşî li van neheqî û bêhiqûqiyan derên. Jiyana azad û pergala demokratîk pêk nayê.

Li ser vê bingehê ez careke din berxwedana Geziyê silav dikim. Ez weke berxwedana herî girîng a demokratîk a Tirkiyeyê careke din silav dikim û bang li her kesî dikim ku vê rast fêm bikin û li dora berxwedaneke bi vî rengî kom bibin û beşdarî çalakiyeke mezin a ku faşîzmê hilweşîne, tecrîdê bişkîne û Tirkiyeyê demokratîk bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar