Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kalkan: Bi awayekî vekirî qir dikin

 Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku hêzên li Kurdistanê serdest in, bi awayekî dilhişk dixwazin înkar, îmha û qirkirinê li Kurdistanê bikin. Kalkan got ku hêza dijber ketiye rewşeke wiha ya êrîşkariya faşîst ku êdî bi awayekî vekirî qirkirinê dike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Kalkan diyar kir ku pêvajoya jê re ‘Şerê Sêyemîn ê Cîhanê’ tê gotin di asta herî bilind de ye û got ku liv û tevgear leşkerî û dîplomatîk gelekî zêde û xurt e. Kalkan anî ziman ku pêvajoya heyî naşibe şerê cîhanê yên sedsala 20’an jî ji aliyê îdeolojîk-siyasî ve ji Yekemîn û Duyemîn Şerê Cîhanê girantir e û hîn bi tevger e. Kalkan wiha got: “Em jî gel û tevger; hewl didin li gorî vê rastiya cîhanê tevbigerin. Hewl didin li cîhaneke wiha hebûna xwe biparêzin û bi rengekî azad bijîn.”

Duran Kalkan di berdewama nivîsa xwe de wiha dibêje: “Cîhana heyî cîhaneke şer e. Lewma dema mirov xwe li gorî şert û mercên şer amade nekin, zehmet e ku li ser pêyan bimîne… Maf, mafnasî, dad, exlaq, pîvan mirovahî li holê nemaye. Ya heyî berjewendiyên bi dilsarî ye. Her kes bi dilekî hişk berjewendiyên xwe esas digirin û li gorî wê yekê tevdigerin.”

Kalkan destnîşan dike ku ji bo mirov li cîhaneke wiha hebûna xwe biparêze pêwîst e di her kêliyê de têbikoşe û dibêje; “Yên xwe hinekî sist dikin yekser ji holê radibin.”

Dixwazin qirkinê pêk bînin

Kalkan balê dikişîne ser hewldanên ji bo tunekirina kurdan ên sedsala dawî û wiha dirêjiyê dide gotinên xwe: “Êrîşên ku li vê dinyayê li kesê nehate kirin, li kurdan hat kirin. Înkar û îmha li wan hat ferzkirin. Sîstemên desthilatdarperest-dewletperest, yên ku veguherîn hêza global-hegemonîk, civakeke bi vî rengî ji nedîtî ve hatin, xwestin tune bikin. Ya rast, êrîşa li dijî civaka kurd ji aliyê dîrokî ve êrîşa li dijî rastiya civakî bû. Kêmasiyên xwe hebin jî xuya ye kurd yek ji wan civakan e ku civakîbûna xwe bi xurtî jiya û temsîl kirin. Di şexsê wan de xwestin rastiya civakî ya herêmî ji holê rakin. Bi vê armancê tifaqek, yekîtiyek çêkirin. Peyman amade kirin, rol dan hinekan. Hinekan ev biryar girtin, hinekan jî destek dan. Hinek jî bûn tetikkêş. Bi qirkirineke ku mînaka wê nehatiye dîtin, xwestin civaka kurd di nava sed salî de parçe bikin û rewşa wan a rêxistinî ji holê rakin. Hîn jî bi vê îdiayê radibin û dixwazin bikin. Li hin parçeyan ev zîhniyet û siyaset hatibe qelskirin jî hîn jî hêzên li piraniya Kurdistanê serdest in, bi rengekî dilhişk dixwazin înkar, îmha û qirkirina li Kurdistanê bidomînin.”

Duran Kalkan balê dikişîne ser komploya navneteweyî ya 20 sal berê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin jî û van tiştan tîne ziman: “Sîstemê di asta global de ji bo berjewendiyên xwe xwest qirkirina kurdan bibe serî. Bi vê armancê êrîşek kirin ku em jê re komploya navneteweyî dibêjin. Di encama vê komployê de sîstema Îşkenceyê û tecrîda li Îmraliyê derxistin holê. Komkujî û qirkirin di şexsê Rêber Apo de li dijî îradeya azadiyê ya civaka kurd hate kirin û bi sîstema îşkenkceyê û bi tecrîda li Îmraliyê ev yek gihand asteke bilind. Ji vê yekê re, tecrîdkirina tevahiya civakê tê gotin. Sîstemeke bi vî rengî ya rêveberiyê derxistin holê. Ev sîstema rêveberiyê li Kurdistanê li dijî civaka kurd di çarçoveya şerê taybet de her şêwe êrîşên tunekirinê dike. Ev sîstema rêveberiyê zexta faşîst û terorê li gelên Tirkiyeyê dike. Di encama vê yekê de jî sîstema TC’yê bîst salên dawî hîn vekirî veguherî dîktatoriya faşîst. Ev karakter ji xwe derketibû holê.”

Li dijî faşîsmê, berxwedana topyekun

Kalkan bi bîr dixe ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû, “Ya dê çareseriya demokratîk bibe ya jî karesatek, dê karesateke welê bibe ku kes nikare xwe jê rizgar bike” û wiha didomîne: “Ji ber ku çareseriya demokratîk pêk nehat, pêvajoya karesatê dest pê kir. Gotinên Rêber Apo niha yek bi yek pişrast dibin. Karên ji bo çareseriyê hatin kirin weke sûcê herî metirsîdar hat dîtin. Yên ku tev li wî karî bûn bêdaraz hatin girtin, weke sûcdarên herî giran hatin îlankirin, bi terorîstî û xayintiya li welêt hatin sûcdarkirin û tên sûcdarkirin. Komkujî, zext, teror di asta herî bilind de ne.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir dike ku hêza dijber ketiye rewşeke welê ya êrîşkariya faşîst êdî bi rengekî vekirî qirkirinê dike û wiha dibêje: “Hêzên şoreşger ji bo pêşî li vê rewşê bigirin, hêza xwe hemû seferber kirin û gihaştin asta berxwedaneke topyekun.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar