Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kalkan: Bi berxwedana topyekûn wê faşîzm hilweşe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir berxwedana topyekûn a li dijî faşîzmê, pêwîst eû wiha got: “Lê di navendê de divê şerê antîfaşîst hebe. Şer wê hîn zêdetir pêş bikeve. Divê êrîşkariya faşîst, zilm û şerê faşîst bibînin û li dijî wê yekê berxwedanê hîn zêdetir pêş bixin, mezin bikin, radîkal bikin, hîn zêdetir beşdarî şerê dijfaşîst bibin û piştgiriyê bidin. Encex bi şer wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe.    

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî bernameyeke Medya Haber TV bû. Dûran Kalkan têkildarî pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berxwedana gerîlayên azadiyê û gel, geşedanên li Rojhilata navîn mirxandinên girîng kir. Nirxandinên Dûran Kalkan wiha ye:

Afirînerê berxwedana Îmraliyê Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Li Îmraliyê êriş, tecrîd, êşkence, qirkirin dewam dike Bêguman li hemberî wê jî berxwedana herî mezin û bi wate ya dîrokê jî dewam dike.

Di pêvajoya derbasbûyî de di meşandina sîstema heyî de guhertinek çênebû. Me wê demê jî got, bi cezayên dîsîplînê bahane ji tecrîdê re tê afirandin. Ne tenê ji bo tecrîdê û astengkirina hevdîtinê, di heman demê de ji bo astengkirina jinûve darizandina Rêber Apo ya di çarçoveya ‘Mafê hêviyê’ û astengkirina misogeriya azadiya wî ya fîzîkî hinceteke hiqûqî dihate afirandin. Me got, wê vê yekê dewam bikin. Bi rastî jî piştre me dît, careke din ragihandin ku cezayê dîsîplînê dane.

Bêguman sedema wê aşkera nakin. Bi rastî jî rewşeke bê qebûlkirin nîne. Mirov dikare vê yekê bibêje; li vê cîhanê mirovê ku herî zêde bi dîsîplîn dijî, bi rêxistin tevdigere û dixebite Rêber Apo ye. Bi hezaran, bi deh hezaran mirov bi vê zanin. Ya rast rêveberên dewleta komara Tirkiyeyê yên ku van cezayên bêbingeh dibirin jî bi vê zanin. Tevî vê jî gotina ‘cezayê dîsîplînê’ bêwate ye. Divê mirov baş fêhm bikin. Ev yek tiştekî ji ber xwe ve hatiye afirandin.

Berxwedana mezin a li Îmraliyê tê meşandin

Li aliyê din êriş bi vî rengî dewam dikin, di heman demê de berxwedana mezin a li Îmraliyê jî dewam dike. Berxwedana mezin a li Îmraliyê nîşan dide ku hêzên komploger ên navneteweyî û dewleta tirk we di sîstema xwe ya qirkirinê de bi ser nekevin, têk çûne. Berxwedaneke mezin heye, berxwedan dewam dike. Li ser bingeha darizandina siyaset û mejiyê qirker, mêtinger, faşîst û mehkûmkirina wî mejî, berxwedan dewam dike. Wê demê divê em rast fêhm bikin, li gorî vê bi rengekî rast û têrker tevlî bibin. Ya girîng ev e.

Divê em sîstema li Îmraliyê ya ku ti hiqûq û exlaqê nas nake kifş bikin. Lewma me got, têkoşîna hiqûqê jî girîng e. Parêzer, derdorên hiqûqî bi civîn û konferansên cuda vê yekê dikin. Bi rastî jî girîng û bi wate ne. Ji ber ku bêhiqûqî û bêexlaqiyeke welê li Îmraliyê tê kirin ku mînaka wê nîne. Kesên ji hiqûqê bawer dikin vê yekê qebûl nakin. Pêwîstî pê nîne ku demokrat jî be. Yan jî sosyalîst jî be. Yanî ti kesê ku baweriya xwe bi hiqûqê heye nikare rejîma li Îmraliyê qebûl bike. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku bê kifşkirin, maskeya wê bê xistin, bê nîşandan bê sîstema Îmraliyê êrîşeke çawa ya bêhiqûqî û bêexlaqî ye.

Em dibînin ku têkoşîna li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyêe bi berfirehî dewam dike. Gavên girîng hatin avêtin. Li Kurdistanê bû, li derveyî welat bû, li her derê dibe. Dewlemend û cihêreng bû. Li ser bingeha pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî ku 10’ê Cotmehê destpê kir, çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî berfireh, cihêreng û mezin dibin. Bêguman divê hîn bêhtir bêne mezinkirin. Divê ya heyî teqez têrker neyê dîtin. Li her qadê divê hîn bêhtir bê berfirehkirin, bê mezinkirin û encam ji têkoşînê bê wergirtin. Ji ber ku tenê bi têkoşînê encam dikare bê wergirtin. Nepêkane ku bi rengekî cuda encam bê wergirtin. Lê belê pêşketinên heyî erênî ne.

Bi vê wesîleyê ez careke din çalakgeran hemûyan silav dikim. Li zindanan û derdora wan çalakî dewam dikin. Lawaziyeke biçûk jî nîne. Çalakiyê girseyî yên li dora berxwedana li zindanan pêl bi pêl mezin dibe. Ev gelekî girîng e û bi pêş dikeve. Di çalakiyên girseyî de li her derê liv û tevger dewam dike. Li ser CPT zexteke girîng çêbû. Aşkera bû ku ji aliyê hiqûqî ve wezîfeya xwe bi cih nîne. Piştî ku ev yek li nava raya giştî belav bû gelek derdoran dest bi çalakiyan kirin ku zextê li CPT bikin. Çalakiyên jinan pêk hatin, çalakiyên şandina nameyan. Li hemû dewletên Ewropayê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, karker, sendîkavan, demokrat, çepgir, sosyalîst, dostên kurdan mohra xwe danîn binê nameyan û name ji CPT re şandin. Ji CPT xwestin ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Bang hate kirin, jê hate xwestin ku biçê Îmraliyê agahiyê bide. Hate destnîşankirin ku ev yek wezîfeyeke demokratîk û xwezayî ye. Lewma bang li CPT hate kirin ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê teqez bi ser bikeve

Ev gelekî girîng in, divê bêne xurtkirin û dewamkirin. Ev yek aşkere bû; sîstema Îmraliyê, bêhiqûqî, bêedaletiya li Îmraliyê, her wiha berxwedana demokrasî û azadiyê ya li Îmraliyê her ku dewam dike hîn bêhtir li nava civakê belav dibe, pêl bi pêl li nava civakan, li cîhanê belav dibe. Li her devera ku mirov pê dihesin li ber vê bêhiqûqiyê radibin. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo girîng dibînin, bi rê û rêbazên cuda tevlî dibin. Ev rewşeke gelekî girîng û bi wate ye. Têkoşînek ku gihîştiye vê astê kes nikare rawestîne. Serketina vê têkoşînê nikare bê astengkirin. Divê her kes bi vê zanibe. Serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin kes nikare asteng bike. Ev pêngav wê teqez bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê hunermend, rewşenbîr û her kes tevlî dibin. Çalakiyên ciwanan û jinan dewam dikin. Divê bêne berfirehkirin û mezinkirin.

Çalakiya herî demdirêj a ji bo azadiyê

Ya rast pêngava me ya azadiyê ya global ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rê ve diçe, di 10’ê cotmeha 2023’yan de hate ragihandin. Destpê kir, lê belê nobeda ji bo azadiya Rêber Apo beriya 12 salan li Strasbûrgê destpê kir û dewam dike. Welatparêzên Ewropî dimeşînin. Ji welatên cuda yên Ewopayê her hefte ciwan, jin, karker, kedkar tên, tevlî nobedê dibin. Di 25’ê hezîranê de 12 salan temam dike û dikeve sala 13’an. Di çapemeniyê de hate ragihandin ku wê çalakiyeke mezin a girseyî bê lidarxistin di vê serdemê de. Divê ev yek girîng bê dîtin. Çalakiya herî demdirêj a ji bo azadiyê ye, beriya 12 salan hate destpêkirin û di heman demê de ji pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî re bû bingeh. Divê bi vî rengî bê dîtin. Lewma tevlîbûneke xurt divê di salvegera çalakiyê de bê kirin.

Gelê me yê li Ewropayê divê vê yekê bibîne. Ev çalakî 12 sal in bênavber dewam dike. Her kesên tevlî vê çalakiyê bûne pîroz dikim, silav dikim bi navê rêveberiya partiya me. Wê bi ser bikevin, bingeh danîn, hêvî afirandin, îrade afirandin. Tevî mirovên me yên li çar aliyên cîhanê her wiha derdorên demokratîk û azadîparêz jî ber bi çalakiya xwe ve kişandin, tevlî kirin. Niha çalakiya wan mezin bû, berfireh bû. Ya rast bû hêmanê bingehîn ê pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî, bû destpêk û parçeyek ji vê pêngavê. Li ser vê bingehê wê hîn bêhtir mezin bibe, dewam bike û encamê bi dest bixe. Li ser vê bingehê her kesên ku tevlî çalakiyê bûne careke din silav dikim û serketinê dixwazim.

Dema dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Avaşînê, Zapê, Metînayê, li Xakurkê çalakî hatin kirin, dewam dikin. Gerîla rojane bi ser keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê yên êrişkar û dagirker diçin, derbê li wan dixin.

Li aliyê din dagirkeran herî zêde pişta xwe bi taktîka xwe germ dikirin. Ji vê re gotin şerê teknîk û îstîxbaratê. Rewşa îstîxbaratvanan jî ji rewşa teknîkê ne cuda ye. Ew jî ji ber ku veşartî ne nayên dîtin. Ji ber ku xwe vedişêrin gelek tişt aşkera nabin. Bi taybetî raya giştî ya Tirkiyeyê, raya giştî ya deve zêde bi tiştan nizanin, nabihîzin. Lê belê êdî nikarin veşêrin. Bi rêbazekê êdî tê dîtin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên heta niha aşkera kir. Hin derdorên çapemeniyê jî vê radigihînin. Êdî enqazên AKP-MHP’ê ji ezmên dibarin. Başûrê Kurdistanê ket rewşeke bi vî rengî.

Divê her kes vê bibîne faşîzm xurt nîne

Hate gotin, wê Zap li faşîzmê bibe goristan, wê Herêmên Parastinê yên Medyayê li faşîzmê bibe goristan. Ya rast faşîzm tê hilweşandin. Divê her kes vê bibîne. Faşîzm xurt nîne. Dibêjin, faşîzmê ava dikin. Welê nîne. Bi zorê li ser piyan dimîne. Hewl dide temenê xwe dirêj bike. Hewl dide hilweşîna xwe rawestîne. Bi rastî jî girîng e. Divê biçûk neyê dîtin. Tayyîp Erdogan gelekî pesnê wê dida. AKP’yiyan li televîzyonan xwe nîşan didan, digotin ‘SÎHA’yên me hene, nizanim çawa difirin’. Firîn û lêdana wan nîşan dan, lê balkêş e ketina wan qet nîşan nadin. Ka bila wê jî nîşan bidin bila mirov bibînin. Bila her kes bibînin.

Derbên hem di 27’ê Gulanê de hem jî di 6’ê Hezîranê de hatin lidarxistin girîng bûn. Xuya ye êdî li ser teknîkê jî hevsengiyek hatiye afirandin. Faşîzma AKP-MHP’ê wê êdî nikaribe mîna berê tevbigere. Hemû çalakgerên ku li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê derb li keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê xistin hem jî her kesên ku di xistina SÎHA’yan de ked dan pîroz dikim. Hêza şervan û fermandaran a HPG û YJA Starê bi vê wesîleyê silav dikim ku di nava şert û mercên herî giran de hindik maye ku faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin.

Keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê li ser hev derbê dixwin

Di şexsê şehîdên dawî yên li Metînayê hevrê Zîlan, Şahan û Serhat de hemû şehîdên mezin ên têkoşîna lehengî bi hezkirin û minet bi bîr tînim. Têkoşîn li ser xeta fedaî ya Apoyî li ser xeta şehîdan tê meşandin. Hêsan nîne. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî gelek caran bang kir û got, ‘Bila gelê me baş fêhm bike, baş bibîne, baş hîs bike’. Ev bang gelekî girîng bûn. Belê SÎHA têne xistin, lê çawa têne xistin? Keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê li ser hev derbê dixwin. Vaye HPG’ê bîlançoya meha Gulanê beriya hefteyekê aşkera kir. Li holê şerekî cidî heye. Bîlançoyên qadên din têne dayin. Li Xezeyê bîlanço tê dayin, mîna ku qedehek avê vexwe. Yanî 10 hezar, 20 hezar, 30 hezar mirov mirin. Ew mirov in mirov! Mirov mirovan dikujin. Ev çi mirovahî ye? Divê baş bê lêpirsîn. Bi hev ketine. Em tevgereke dilxwazê azadî û demokrasiyê ne, lê belê tiştekî welê li me hatiye ferzkirin ku Rêber Apo got, ‘Em bi şer ve mijûl dibin’. Ji bo neyên kuştin em têdikoşin. Em xistine vî halî.

Ji ber vê jî divê rastiya vî şerî baş bê fêhmkirin. Şerê li tunelan, pergala tîm. Çend kes 24 saetan li dijî artêşekê şer dikin, timî wan dişopîne, li hemberî artêşeke êrişkar a NATO’yê xwe diparêze û derbê li wan dixe. Gelo ev çawa çêdibe? Ev tê çi wateyê? Divê em vê baş fêhm bikin. Baş bê fêhmkirin. Nabe ku tenê bê gotin, gerîla şer dike, lê dixe. Bi kîjan têgihiştin, îrade, berxwedêrî, wêrekî, fedakariyê dike. Di serî de ciwanên kurd divê gelê kurd, jin, mêr, ciwan, extiyar her kes vê baş fêhm bike û baş hîs bike. 24 saetan divê vî ruhî bipejirîne. Jiyaneke bi rengekî cudatir rast nîne. Ne jiyaneke qebûlkirinê ye.

Berxwedana gerîla û gel jiyaneke azad ava dike

Lewma gerîla bi rastî jî xwe gihand asteke girîng. Berê di salên 1980’î de li Ewropayê gelê me dirûşmek diqîriya û digot ‘Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike’. Niha gerîla li hemberî êrişan lê dixe û Kurdistana azad gav bi gav ava dike. Bi bexwedana jin, ciwan û gel re gerîla û berxwedana gel bi rastî jî jiyaneke nû ava dike. Jiyaneke azad ava dike, exlaqekî nû ava dike, pîvanên nû diyar dike. Mirovekî nû, mirovekî azad diafirîne, têkiliyên mirovên azad destnîşan dike. Li vir tenê rijandina xwînê nîne. Belê şer diqewime, di nava şert û mercên giran de pêk tê, xwîn tê rijandin lê divê tenê bi wî rengî neyê dîtin. Ev şer ji bo çi ye, armanca xwe çi ye, ji bo çi tê kirin? Hişmendî, bawerî, îradeyeke çawa diafirîne? Kesayetiyeke çawa ava dike? Jiyanê li ser bingeha azadiyê çawa jinûve ava dike? Azadiya jinê, îradeya jinê li ser bingeha wekheviya cihêrengiyan çawa ava dike? Lewma di nava civakê de demokrasî û azadiyê diafirîne, civaka demokratîk ava dike. Divê ev yek bê dîtin. Şerê gerîla pêşengê van hemûyan e. Niha ev şer li ser vê bingehê dewam dike. Divê ev yek baş bê fêhmkirin û piştgirî jê re bê dayin.

Heta ku şerê xweparastinê neyê kirin azadî misoger nabe

Bang hatin kirin; divê em vî şerî hîn bêhtir berfireh bikin. Divê ne tenê bi gerîlayên li çiyê bimîne, hîn bêhtir divê li bajaran bê belavkirin. Ya rast li bajaran jî çalakî têne kirin, wan jî silav dikim. Lê belê divê hîn bêhtir bê belavkirin. Divê em her qadê veguherînin qada şerê xweparastinê. Heta ku şerê xweparastinê neyê kirin em ê nikaribin azadiya xwe bi dest bixin, demokrasiyê ava bikin. Bi vî rengî nebe em ê nikaribin bibin civakeke demokratîk û azad. Divê em bi van baş zanibin. Lewma gerîla pêşengiyê ji vê re dike. Ciwanên kurd, gelê kurd bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê têkoşînê. Vê têkoşînê dimeşînin. Yanî fedakariya gerîla û welatparêziya gel hevdu xwedî dikin, hevdu temam dikin. Diyar e ku şer wê dewam bike. Di dema bê de wê çalakiyên gerîla hîn cihêreng, dewlemend bibin û belav bibin. Dikarim vê bibêjim.

Faşîzm 24 saetan di nava tirsê de ye

Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê rewş çi ye? Ew der xumamî ye. Naxwazim bibêjim bi filan rengî ye, lê belê ne welê ye ku weke ew nîşan didin. Bi şerê psîkolojîk hewl dan her derê bitirsînin. Lê belê xuya ye rewş bi vî rengî nîne. Diyar e şerekî psîkolojîk ê gelekî nepixandî ye. Faşîzma AKP-MHP’ê hildiweşe, ji hev dikeve. Ew propagandaya ku dikin jî ji bo veşartina vê yekê ye. Rojevê berevajî dikin. Ji bo hilweşîna wan neyê dîtin rastiyan bi maskeyê dinixumînin. Ji bo neyê dîtin ku derbê dixwin û li ber hilweşînê ne, vê yekê dikin. Bi taybetî ji raya giştî ya derve û raya giştî ya Tirkiyeyê gelekî ditirsin, ku rewşeke bi wî rengî bê dîtin. Ji xwe bi piştgiriya ji derve werdigirin li ser piyan dimînin. Ditirsin ku êdî nikaribin wê piştgiriyê werbigirin. Gelek mirov bi pereyan, bi neteweperestî, zayendîperestî û olperestiyê xapandine. Ew kirine dijminê kurda û bi gotina ‘Em bi ser dikevin’ wan dixapînin. Ditirsin ku ev mirov wê rastiyê bibînin û êdî berê xwe ji wan bizîvirînin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji raya giştî ya Tirkiyeyê û raya giştî ya derve gelekî ditirse. 24 saetan di nava tirsê de ye. Di nava tirs û fikaran de ye ku rastiya wê diyar bibe û piştgiriya jê re tê dayin qut bibe. Tirs bi kêrî tiştekî nayê. Lewma faşîzma AKP-MHP’ê çi dike bila bike wê ji hilweşînê rizgar nebe. Û di demeke nêz de.

Êrîşa li ser şaredariya Colemêrgê darbe ye

Rêber Apo got, mekanîka darbeyê heye. Hin derdor jî bal dikêşin. Yanî mekanîka darbeyê dixebite. Li Tirkiyeyê her biryareke siyasî, di rastiyê de darbeyeke. Her tişta ku faşîzm dike, di rastiyê de darbeyek e. Ne pêkan e ku bi rengekî din bixebite. Êrîşa li ser Şaredariya Colemêrgê jî darbeyek e, xespa îradeyê ye. Bi navê qeyûm desteser dikin. Di hilbijartinan de têk çûn, niha bi vî rengî desteser dikin. Ji bo ku di hilbijartinê de jî desteser bikin, gelek hîle kirin. Tevî wê yekê jî nekarîn bi ser bikevin. Niha hîn çend meh derbas nebûne, bi hincetên cuda desteser kirin. Gelo faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze çi bike?

Ev şerekî îradeyê ye. Bi rastî jî hewl dide îradeyê bişikîne. Yanî li Kurdistanê gel di hilbijartinan de bi ser ket, qeyûm têk birin û ji Kurdistanê kirin der. 8 sal in, 10 sal in li van deran qeyûm heye. Piştî her hilbijartinê qeyûm tê tayînkirin. Tevî hemû zext û hîleyan gelê kurd faşîzma AKP-MHP’ê û hêzên qirker ên mêtinger ji bajarên xwe kirin der. Bi vî rengî ji bo ku car din hebûna xwe bide hîskirin, îradeyê desteser dike û dibêje, “hûn di hilbijartinê de bi ser ketibin jî, ez ê bi rê ve bibim ez ê bimeşînim.” Hiqûqa mêtingeriyê tê pêkanîn, hilbijartin nîne, yên hatine hilbijartin nikarin bi rê ve bibin.

Li Kurdistanê hiqûqeke cuda heye. Li meclîsê jî evane hatin gotin. Derketin ser kursiyên meclîsê gotin, “Kurdistan mêtingerî ye, li ser kurdan mêtingerî tê pêkanîn.” Rêber Apo beriya 50 salan ev tişt got. Got, “Mêtingerî sûc e, tişta herî xirab e.” Got, “Divê li dijî vê yekê têkoşîn bê kirin.” Banga têkoşînê li gel kir. Lewma 26 sal in li Îmraliyê di bin sîstema êşkence û qirkirinê de tê ragirtin. Niha tiştên ku Rêber Apo gotine, li kolanê ji aliyê her kesê ve tê gotin, li kursiyên meclîsê tên gotin. Gelo derbasî qeydên fermî yên rejîmê dibe, em nizanin. Ji ber ku tiştên ne li gorî hesabê wan, derbasî qeydê nakin; ji bo ku ji dîrokê re nebe arşîv, belge çênebin. Naxwazin têkildarî kurdan ti belgeyê bigirin. Niha jî vê yekê bi zanebûn û rêxistinkirî didomînin. Wan derbasî belgeyan nakin, lê rastiya wê ev e. Li hemberî vê yekê nerazîbûnek çêbû. Li her aliyê derdorên demokratk, di serî de DEM Partî xwedî li serokê xwe yê şaredariyê derket. Partiya Herêmên Demokratîk xwedî lê derket, gel xwedî lê derket. Hêzên Demokratîk ên Tirkiyeyê xwedî lê derket. Di kêliyê de nerazîbûn nîşan dan. Belavî hemû Kurdistanê, hemû Tirkiyeyê bû. Heta dervey welêt jî gel li ser piyane û li dijî vê darbeya siyasî têdikoşe. Girîng e. Ez hemûyan silav dikim. Em girîng dibêjin, bê guman divê hîn zêdetir bê xurtkirin.

Divê têkoşîn veguhere perwerde û rêxistinbûnek

Divê mirov hîn bi bandortir bike. Heta ku encam tê wergirtin, divê bê domandin. Divê mirov neberde. Divê teqez destûr neyê dayîn ku ev desteserkirin pêk were. Gelek derdor, derdorên siyasî yên demokratîk û rêxistinên civakî yên sivîl aşkera dikin. Plana wan a çalakiyê heye, dimeşînin. Em bawer dikin, wê li gorî daxuyaniyên xwe tevbigerin. Wê destûr nedin ku Colemêrg ji aliyê qeyûm ve bê birêvebirin. Colemêrg wê rêveberiyeke bi wî rengî qebûl neke. Li şaredariyên din jî nobet hate destpêkirin. Lê divê ev bibe têkoşîneke rêxistinbûnê jî. Divê li dora şaredariyan rêxistinbûna gel derbikeve holê. Tenê nobeteke ji rêzê nabe. Divê têkoşîn veguhere perwerde û rêxistinbûnek. Divê rêxistinbûneke gel hebe. Divê gel xwe bi rê ve bibe. Gel xwedî lê derkeve.

Em bêjin ku 30 kes bûn encamên meclîsa şaredariyê, du kes weke hevserok hatin hilbijartin. Gel divê bi taybetî, xwe ji rêveberiya xwecihî û karên şaredariyê berpirsyar bibîne. Jixwe rêveberî jî divê wiha be. Bi rastî jî divê ev têkoşîn li dora şaredariyan veguhere rêxistinbûneke gel. Divê ji vê dewletê bendewarî neyên kirin. Memûrtiya dewletê, bendewariya dewletê, bi pere kar kirin… Divê karê şaredariyan ev nebe. Divê rêveberiyên xwecihî wiha nebin. Divê li ser esasê gel bixebitin. Divê bi hêza gel bixebite. Dewlet tiştekî cuda ye. Divê mirov bi dewletê bide hîskirin ku ew divê xwe tevlî van karan neke.

Gel di hilbijartinê de rê neda faşîzmê

Gel û siyaseta demokratîk gotin, “em nas nakin.” Gelê kurd vê yekê anîn ziman. Yê gel nas nake, gel jî wê nas nake. Dewlet çiqasê civaka demokratîk nas bike, divê civaka demokratîk jî ewqas dewletê nas bike. Yanî jixwe tiştekî ji dervey vê yekê, ne rast e.

Ji vî alî ve têkoşîn pêş ket. Helwest, têkoşîn girîng e. Wê hîn zêdetir kûr bibe, hîn zêdetir veguhere zanebûn û rêxistinbûnê. Wê hîn zêdetir aktîvîte berfireh bibe, belav bibe. Faşîzmê di hilbijartina 31’ê Adarê de li Kurdistanê derbeyek giran xwar. Kurdistanê rê neda faşîzmê. Niha wê qet nede. Wê faşîzm hilweşe. Pêkanîneke êrîşeke bi vî rengî, çavkaniya xwe ji lewaztiya wê digire, ne ji xurtbûna wê. Ji hilweşîna wê ye. Bi rastî jî bila gelên Tirkiyeyê û civaka kurd baş bizanin. Faşîzma AKP-MHP’ê hildiweşe. Bi van êrîşan re hewl dide li ser piyan bimîne. Hewl dide temenê xwe dirêj bike. Wê demê eger em têkoşînê hîn zêdetir pêş bixin û mezin bikin, em ê vê faşîzmê hilweşînin. Wê faşîzma AKP-MHP’ê ber bi sergoya dîrokê ve bê avêtin. Yanî Tirkiye wê demokratîk bibe, kurd wê azad bibin, li ser bingehê azadiya kurdan wê Tirkiyeya demokratîk derkeve holê. Di vê yekê de biryardariyeke teqez heye.

Niha ji aliyê AKP’ê vê em dikarin çi bêjin? Eger wiha bê domandin, eger niha qeyûm were şaredariyên din wê çi derkeve holê? Jixwe dîktatoriya faşîst heye; hilbijartinê nas nake. Hilbijartin di rastiyê nîşaneya şênber a demokrasiyê ye. Mirov yên ku wan bi rê ve bibin, dihilbijêrin. Yên tên rêvebirin, rêveberiya dihilbijêrin. Niha eger kurd û azadîxwaz bi rêveberiyên ku wan bi xwe hilbijartî, neyên birêvebirin wê demê ti wateya hilbijartinê nîne. Hin mirov, jin, ciwan axivîn, daxuyanî dan. Pir girîng bû. Em bi baldarî dişopînin. Gotin, eger wiha bê wê demê çi wateya hilbijartinê heye.

Berxwedana li dijî faşîzmê wê mezin bibe

Çi derket holê? Di rastiyê de hemû hilbijartinên di bin faşîzma AKP-MHP’ê de tên kirin hîle ne. Bi rastî jî hema wisa ne hilbijartin e. Hilbijartinên 14 û 28’ê Gulana 2023’yan jî hîle bûn. Tayyîp Erdogan ne serokkomarekî ku di hilbijartinê de bi ser ketiye, rêveberekî bi desteserkirin, hîle û zorê hilbijartinê bi kar tîne. Jixwe AKP ji bûyîna partiya yekemîn, ket. Jixwe di hilbijartinên 31’ê Gulanê de me dît. Li Şirnexê, Colemêrgê û hemû bajarên Kurdistanê bi rengekî vekirî hîle kirin. Ewqas mirov anîn, dengê heram bi kar anîn; tevî vê yekê jî wernegirtin. Nekarîn bi hîle, zext û zorê werbigirin; vê carê dibêjin, em ê bi qeyûmê desteser bikin. Eger wiha bibe wê demê hilbijartin wê bêwate bibe. Faşîzma AKP-MHP’ê bila bizane ku, car din bi wî rengî nikare ti kesê bibe hilbijartinê. Eger ji bo vê yekê israr bike, li ber xwe bide, mirov wê li dijî vê yekê têbikoşin û hem jî bi rengekî hîn radîkaltir têbikoşin. Bila ti kes nehesibîne ku wê wiha li ber wan serî tewînin. Serî li ber faşîzmê nayê tewandin, li dijî faşîzmê têkoşîn tê kirin. Hîn zêdetir têkoşîn tê kirin. Faşîzm êrîşek e. Em baldar bin, derbeyê dike. Îradeyê desteser dike, qeyûm tayîn dike, hîle dike, êrîş dike, qetil dike û digire. Wê demê berxwedan wê pirrengî be, wê hîn zêdetir pêş bikeve. Berxwedana li dijî faşîzmê wê mezin bibe, cur bi cur bibe, wê tundtir û radîkaltir bibe. Me timî got; faşîzm êrîşa topyekûn e, şer e.

Bi şerê dijfaşîst wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne

Berxwedana topyekûn a li dijî faşîzmê, pêwîst e. Lê di navendê de divê şerê antîfaşîst hebe. Şer wê hîn zêdetir pêş bikeve. Niha tu hilbijartinê bînî vê rewşê wê demê gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, jin û ciwan jî wê bêjin ‘Nahêle yên ku me hilbijartine, li ser rêveberiyê bimînin’ û ‘hilbijartin tiştekî fade nake’ û wê çi bikin? Wê hewl bidin vê rejîmê têk bibin. Wê hîn zêdetir berê xwe bidin şerê şoreşgerî. Ev bi potansiyel û nêzîkatiya me ya şer, girîng e û bi wate ye. Ji vî alî ve şerê antîfaşîst wê pêş bikeve. Bi taybetî ez bang li jin û ciwanên Tirkiyeyê, kedkarên Tirkiyeyê dikim; bila ji nîqaşa ‘faşîzm heye yan nîne, zêde dibe yan nabe’ derkevin û vê êrîşkariya faşîst, zilm û şerê faşîst bibînin û li dijî wê yekê berxwedanê hîn zêdetir pêş bixin, mezin bikin, radîkal bikin, hîn zêdetir beşdarî şerê dijfaşîst bibin û piştgiriyê bidin. Encex bi şer wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe.

Bila şaş neyê fêmkirin, ez nabêjim tenê wê bi şer hilweşe. Lê wê pêşengê vê yekê şer be. Têkoşîna li dijî faşîzmê, bi şer dibe. Weke partî em jî, weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan em jî têkoşîneke bi vî rengî dimeşînin. Em pêşengiyê ji têkoşîna antîfaşîst re dikin. Divê em bi şerkirinê vî şerî hîn mezintir bikin û pêş bixin. Em vê faşîzmê, hemû lîstok û hîleyên hilweşînin da ku hîn zêdetir Tirkiyeyê nerizîne, hîn zêdetir derfetên Tirkiyeyê nemezêxe, da ku civak zêdetir zirar nebîne.

Di rastiyê de encama girîng a ku ji vê yekê bê derxistin, hîn zêdetir bûyîna yek, têkoşîn meşandin û belavî her derê kirine. Bi taybetî ji bo ciwanan ez diyar dikim. Divê ciwanên Tirkiyeyê şerê antîfaşîst pêş bixin. Divê ji bîr neke, divê DEV-GENÇ’î ji bîr neke. Şoreşgeran li dijî darbeyên faşîst çawa li ber xwe dan, Mahîran, Denîzan û Îbrahîman? Divê ew xet neyê jibîrkirin. Divê mirov li pey pêşengî û xeteke bi wî rengî bimeşe. Divê mirov bibe ciwanek wiha. Pêdivî bi vê yekê heye. Ev êrîş, vê zanebûnê hîn zêdetir pêş dixin. Em ji rêxistinbûn û çalakiya wê jî bawer dikin, di pêvajoya li pêş me de wê hîn zêdetir pêş bikeve.

Kurt jî be me guhdarî encamên Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn kir. Nîqaşên pir girîng hatine kirin. Encameke girîng jî derket holê. Ji hemû civakên Rojhilata Navîn Efrîqaya Bakur ciwan hebûn. Tê gotin, ji 15 welatan 25 rêxistinên ciwanan. Hat gotin, 95 delege beşdar bûne.

Konferansa ciwanan pir girîng e

Ez konferansa li Lubnanê pîroz dikim. Ez ciwanên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Ciwanên kurd bi rengekî aktîf beşdarî vê yekê bûn. Li Kurdistanê pêşketina Têkoşîna Azadiyê çawa bi erênî bandorê li Rojhilata Navîn dike? Çawa ciwan, jin, karker, kedkar û gelan nêzî hev dike? Îro me mînakeke vê ya şênber, li Beyrûtê dît. Civîneke xwedî girîngiya dîrokî çêbû. Ji Lîbyayê heta Qafqasyayê, ji Yemenê heta Kurdistanê di holeke ku evqas şer û pirsgirêk lê zêde bûn û şer lê didomin de, civîneke bi biryar ji bo çareseriya van hemû pirsgirêkan hate lidarxistin. Asteke biryardariyê derket holê, îrade derket holê. Ev pir pir girîng e.

Li ser vî esasê ez Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Encamên wê xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Serketineke mezin îfade dike. Em bawer dikin ku ev encam wê gav bi gav li her qadê derbasî pratîkê bibe. Jixwe hin nirxandin jî li ser wê esasê bûn. Bi vî rengî têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê, têkoşîna azadî û demokrasiyê wê bi pêşengiya ciwanan li hemû Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê belav bibe. Ev pir aşkere ye û wê encamê werbigire.

Divê ev yek bê zanîn. Beriya 45 salan heman li Beyrûtê Rêber Apo bi nûnerên gelê Fîlîstînê, endamên Rêxistina Rizgariyê ya Fîlîstînê, bi ciwanên Fîlîstînî, Lubnanî û Beyrûtî re têkîlî danî, tifaq pêk anî û bi hev re xebitî. Ev têkoşîna mezin a 45 salan, derket holê. Rêber Apo jî pêngava xwe ya duyem ji Beyrûtê da destpêkirin. Niha ciwanên kurd bi ciwanên Rojhilata Navîn re, bi hemtemenên xwe re piştî 45 salan ji Lubnanê derketinekê dikin.

Rêber Apo çawa gav avêt û di 45 salan de anî vir, em bawer dikin ku li ser bingehê ku encamên vê konferansê derbasî pratîkê bê kirin, ev têkoşîna azadî û demokrasiyê wê ji Kurdistanê heta qadên din ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê jî belav bibe.

Divê ciwanên Rojhilata Navîn vê yekê bizanin. 200 sal in kapîtalîzma Ewropa, modernîteya kapîtalîst êrîşî Rojhilata Navîn dikin. Sed sal in li Rojhilata Navîn şer dike, di rastiyê de sed sal jî derbas kirin. Jixwe evane di civînê de hatin nîqaşkirin. Hemû mudaxeleyên derve red dikin. Dibêjin, di serî de Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ti mudaxeleyeke derve nikare demokrasiyê bîne Rojhilata Navîn. Dibêjin, îradeya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn wê bi piştevaniya wan derkeve holê û tînin ziman ku ew ê ji vê yekê re pêşengiyê bikin. Ciwanan li Beyrûtê hêvî û îradeyek danî holê. Hem jî di van şert û mercan de; li Xeze, Kurdistan û Yemenê xwîn diherike, ev qas pirsgirêk gelek in. Di rewşeke wiha de pir girîng e ku ciwan dibêjin em ê mudaxeleyî vê yekê bikin. Bi rastî jî hêvî didin. Kelecaneke mezin pêş dixin. Em bawer dikin wê dewam bike.

Divê şerê hebûn û azadiyê li her derê bê meşandin

Ji bo ciwanên kurd û ciwanên Rojhilata Navîn jî ez dikarim vê yekê bêjim. Divê ciwan êrîşên derve û beşên netew-dewletparêz rast fêm bikin. Tiştek ji wan nayê. Hêz û siberoj di destê gel û jinan de ye. Lewma ciwan ruh dide tevgera gel, dînamîzm dide, pêşengiyê dike. Ji vî alî ve divê van rastiyan baş bibîne. Ji bo vê yekê divê xwe baş perwerde bikin, hîn xurttir rêxistin bikin û hîn berxwedêrtir bin. Li dijî vê şerê berjewendiyê, divê şerê hebûn û azadiyê li her derê, li her welatî, di nava her civakekê de ciwan bi hev re di nava piştevaniyê de bin. Ji ber ku bi awayek din demokratîkbûn û rizgariya Rojhilata Navîn pêkan nîne. Encex bi berxwedaneke wiha, ev wê were serxistin. Divê hemû ciwan parêznameyên Rêber Apo bixwînin, divê hîn zêdetir bê veguheztina ciwanên Rojhilata Navîn. Divê ciwan xwe li ser bingehê parêznameyên Rêber Apo perwerde bikin. Ev pir girîng e. Rastî çi ye, şaşitî çi ye? Dost kî ye, dijmin kî ye? Kirêt çi ye, bedew çi ye? Ji bo fêmkirina van, ji bo fêmkirina rastiya Rojhilata Navîn, ji bo bûyîna îradeyeke azad û demokratîk a li Rojhilata Navîn, ji bo bûyîna tevgereke ciwan a pêşeng, gelek tişt hene ku mirov ji Rêber Apo fêr bibe. Weke fikir gelek tişt hene ku mirov ji parêznameyan fêr bibe.

Rêber Apo beriya 45 salan li Beyrûtê bi gelê Fîlîstînê re, bi rêxistina rizgariya Fîlîstînê re berxwedanek da destpêkirin. Niha hatiye vê rewşê. Berxwedana Fîlîstînê, erê didome bi şêwazên cuda lê me rewşa li Xezeyê dît yanî. Bi rastî divê ji wê rewşê bê rizgarkirin, divê mirov bikêşeke asteke wisa ku veguhere berxwedaneke azadiyê û ji Rojhilata Navîn re pêşengiyê bike, îlhamê bide. Jixwe berxwedana li Kurdistanê li ser vê bingehê didome. Divê mirov qadên din jî bikêşe vê astê. Gelek tişt hene ku mirov ji Rêber Apo fêr bibe. Divê hem parêznameyên wî bên xwendin, hem têkoşîn û pratîka Rêber Apo bê lêkolînkirin, tarz, uslub û tempoya wî bê lêkolînkirin, divê were dîtin ku çawa xebitî ye.

Mirov dikare ji Rêber Apo gelek tiştan hîn bibe

Divê were zanîn ku Rêber Apo ji nû ve destpê kir. Bi tena serê xwe çû Lubnan û Beyrûtê. Wergêrek jî li gel nebû, hevalek jî li gel nebû. Her tişt ji nû de destpê kir û têkoşîna azadiya Kurdistanê pêş xist ku nija pêşengtiya Rojhilata Navîn dike. Wan deman ciwan bû. Ciwan û bi tenê bû. Tişta ku ez dixwazim bibêjim ew e ku dema mirov dixwaze, dikare. Mirov dikare ji Rêber Apo gelek tiştan hîn bibe. Her kes dikare ji vir hîn bibe û pratîkê pêş bixe. Ji ber wê jî em di wê baweriyê de ne ku wê encamên vê civînê bi ruhekî vî rengî û bi taybetî bi terz, şêwaz, awaz û tempoya Apoyî were nirxandin û saziyên rêxistinî yên hewce werin avakirin û şopandin û wê nîqaş û civînên hewce werinkirin û di pratîkê de werin nîşandan. Ciwantî wê teslîmî êrîşên modernîteya kapîtalîst û ajantiya netewedewletê nebin. Tişta ku Rojhilata Navîn ji van xilas bike, ev in.

Li hemberî vê êrîşê jî weke îdeolojîk, siyasî û leşkerî têkoşîna azadî û demokrasiyê bi rihê hevrêtiyê û di nava hevgirtinê de were birêxistinkirin û pêşxistin. Ev yek wê li dijî zanistî, zayendperestî, neteweperestî, olperestî, bi taybetî jî li dijî olperestî, zayendperestî û neteweperestiyê li hemberî hemû êrîşên îdeolojîk ên lîberalîzma modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk were esasgirtin. Wê sosyalîzma demokratîk were fêmkirin û hişmendiya azadî û demokrasiyê were bidestxistin,  xweperwerdekirin û birêxistinkirin pêk werin û bi qasî asta rêxistinbûyîna neteweyî wê rêxistinbûyîna herêmî jî were pêşxistin.

Me pêvajoya ku ber bi Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk ve diçe, da destpêkirin. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn wê bi Konfederalîzma Demokratîk werin çareserkirin. Ciwantî wê bibe pêşengê avakarên Konfederalîzma Demokratîk. Wê hem bi têkoşîna xwe hem jî avakariya xwe ji vê yekê re pêşengiyê bikin. Ev konferans di têkoşîneke bio vî rengî de wateya xwe bi dest bixe. Em di wê bawerî û hêviyê de ku pêvajoyeke bi vî rengî ya têkoşînê wê gelekî pêş bikeve. Tevî van şertên zor û zehmet jî pêkanîna vê yekê bi serê xwe jî gelekî girîng e. Ev serkeftineke mezin e. Pratîk jî wê li gorî egerên vê yekê bibin. Bi vê wesîleyê ez careke din li sernavç Partiya me hevrêyên ciwan pîroz dikim û di têkoşîna wan azadî û demokrasiyê de serkeftinê ji wan re dixwazim.

‘Meha Hezîranê di dîroka têkoşîna me de bû meha fedaîtiyê’

Di 28’emin salvegera wê de ez hevrê Zîlan û di şexsê wê de hemû şehîdên meha hezîranê, şehîdên me yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Meha Hezîranê girêdayî vê yekê di nava têkoşîna me de weke meha fedaîtitê hatiye pênasekirin. Tevgera me ya jinan jî vê mehê weke meha fedaiyên jin pênese dikin. Hêvrê Gulan, Hevrê Sema û bi dehan hevrêyên jin yên ku min navên wan bilêv nekirine di vê mehê de şehîd bûne. Ev hemû pêşengên fedaî ne. Meha Hezîranê di dîroka têkoşîna me de bû meha fedaîtiyê. Di sala 28’an de jî em ê meha hezîranê weke tevger û gel fedaîbûna xwe zêdetir nîşan bidin û têkoşîna fedaîyane zêdetir pêş bixin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Qadên Parastinê yên Medayayê û li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşîneke bi vî rengî didin meşandin. Tevgera me ya jin û ciwanan li her derê bi fedaîyane girêdayî xeta hevrê Zîlanê li ber xwe dide. Têkoşîna me ya gel bi fedaîyane dewam dike.

Berê gelê kurd û jinan da têkoşîna fedaiyane

Ez dixwazim vê yekê îfade bikim. Pêşengtiya Zîlanê bû sedem ku jina fedaî û Kurdên fedaî derkevin holê. Berê gelê kurd û jinan da têkoşîna fedaiyane. Azad kir û vînek derxist holê. A rastî hemû êrîş li dijî vê yekê ne. Êrîşên li dijî şaredariyan yanî xespkirina îradeya gel jî û êrîşên din jî li dijî vê yekê ne. Ger hûn lê binêrin hûn ê bibînin ku dixwazin ku jin û gelê kurd xwedî îrade û azadî nebin û xwe bi xwe bi rê ve nebin. Ji bo van yekan êrîş dikin. Armanca sereke ya êrîşên li dijî şaredariyan ev e. Bi rastî jî jin û kurdbûna bi fedaiyane xwe azad dike paşverûtiyê gelekî ditirsîne. Ev yek zîhniyet, siyaset û pergala serdest a mêran ditirsîne. Pergal û zihniyeta faşîst, talankar û qirker ditirsîne. Ji ber vê yekê jî bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Êrîşa li dijî gelê kurd di asta êrîşa li dijî jinan de ye.

Hewce ye di pêşengiya gel, jin, ciwan, partî û gerîlayên fedaî de civakeke fedaî ava bibe. Şoreşgerî û welatparêziya me girêdayî xeta fedaîtiyê ye. Tu tişt nikare rê li ber vê yekê bigire. Em li her derê li ber xwe didin. Em bi her awayî û bi rêbazên cuda li ber xwe didin lê belê hişmendî, bawerî, ruh, cesaret û fedekariya me girêdayî xeta fedekariyê ne. Êdî rewşeke bi vî rengî hatiye avakirin. Zîlan bû civakeke jinan û Zîlan bû civaka gelê kurd. Çalakiya hevrê Zîlan ya fedaî, rastiya fedaîbûna jin û gelê kurd derxist holê. Em vê yekê di salvegera wê de baştir fêm dikin û xwedî lê derdikevin. Bi taybetî jî ez di wê baweriyê de me ku ciwanên kurd wê vê yekê fêm bikin û xwedî lê derbikevin.

Hewce ye ciwantiya li Bakur xeta Zîlanê baştir fêm bikin û baştir xwedî lê derbikevin. Bê ka Zîlan çi ye û wateya wê çi ye? bi rastî jî ev ciwantî li ber xwe dide. Ev 45 sal in têkoşîneke mezin hate meşandin û ev 40 sal şereke mezin heye. Gerîla rêxistineke ciwanan e, partiya me partiya ciwanan e. Tu gumanên vê yekê tune ne. Ji ber vê yekê jî vaye em di 40 saliya Pêngava 15’ê Tebaxê de ne. Û ev ciwantî ev 40 sal in pêşengtiya şerekî azadiyê dikin. Ev yek girêdayî xeta fedaîtiyê pêk tê yanî girêdayî xeta Zîlanê pêk tê.

Ciwantî îro jî li dijî her cure êrîşên faşîst, talanker, qirker û şerê taybet li ber xwe dide. Wê demê hewce ye ciwan dijminî baş nas bike, şerê taybet baş fêm û nas bike. Şerê taybet çi ye û çi nîne? Şerê taybet êrîşa topyekun ya pergala modernîteya kapîtalîst e.Erîşa li dijî hemû qadên civakê ye. Ne êrîşeke yekalî ye. Êrîşa aborî, îdeolojîk, psîkolojîk, siyasî, leşkerî, çandî û civakî ye. Êrîşa li dijî hemû civakê ye. Lê belê êrîşa li dijî ciwanan zêdetir e ku ew dînamîktirîn hêza civakê ne. Êrîşa li dijî jinan zêdetir e ku ew hêza azadîxwaz ên civakê ne. Ji ber wê yek herî zêde jin û ciwan bi şerê taybet re rû bi rû ne. Ji ber wê yekê jî hewce ye şerê taybet baş fêm bikin û di her warî de li dijî şerê taybet şerê xweparastinê pêş bixin. Şerê taybet êrîşeke piralî ye. Têkoşîna li dijî wê jî piralî ye. lê belê di navenda hemûyan de rastiya leşkerî heye. Ger şer pêşengtiyê neke û di şerî de pêşiya wê neyê vekirin têkoşînênm din pêş nakevin. Serrhildan û çalakiyên girseyî pêş nakevin. Hewce ye em vê yekê bizanibin. Ji ber vê yekê jî hewce ye em şerê şoreşgerî weke mifteya her tiştî binirxînin û di pêşengtiya gerîla de vê yekê pêş bixin.

Hewce ye ciwanên Bakur van yekan baş fêm bikin. Hewce ye xwe zêdetir perwerde û birêxistin bikin. Pêşniyara min ji hevrêyên ciwan re ev e. Dema ku em dibêjin xwe zêdetir perwerde û birêxistin bikin hewce ye vê yekê weke çûna dibistanê fêm nekin. Li dibistanên AKP û MHP’ê tiştek nayê zanîn. Li dibistanên dewleta tirk mirov ya dizane jî ji bîr dike. Bila Rêber Apo bixwînin bila parastin û analîzên Rêber Apo bixwînin. Bila xwe girêdayî xeta Rêber Apo pêş bixin. Hewce ye vê yekê bê navber bikin. Bila nebêjin me xwe perwerde kir û têra me dike. Lê belê hewce ye perwerdeyê bi rêxistinê re û rêxistinbûnê jî bi çalakiyan re bikin yek. Yekitiya fikr û çalakiyê hewce ye. ev yek girêdayî hev in. Perwerde, rêxistinbûn û çalakî bi hev re ne. Terza Apoyî ev e. Terza Kemal Pîr ev e.

Divê bibêjin Rêber Apo

Wê demê hewce ye teqez ciwanên Apoyî wisa bin. Û weke heya niha hatî kirin bi cesaret û fedekarî ji têkoşînê re pêşengtiyê bikin. Beriya her tiştî hewce ye xwe ji wan tesîrên modernîteya kapîtalîst rizfar bikin. Lê belê di van mijaran de kêmasî hene. Bo nimûne tesîrên modernîteyê hene, bêperwerdeyî heye û birêxistinbûn qels e. Tim ji hin aliyên din tê hêvîkirin. Lê belê tişta ku vê yekê bike ciwan in. Dikarin bi rehetî xwe perwerde û birêxistin bikin. A rastî em ji vê yekê berpirsiyar in. Hinekî jî girêdayî vê berpirsiyariya xwe tînim ziman. A rastî yên ku dikarin werin, bila werin. Yanî em ê perwerde bikin. Û em dixwazin werin jî.

Ciwanên Apoyî ew ciwan in ku xeta Apoyî fêm kirine. Ciwanên ku xwe girêdayî xeta Apoyî perwerde kirine. Ji ber wê jî hewce ye ziman, uslûb, jiyan, gotin û bi her tiştê xwe wisa bin. Lê belê ez carna dibînim ku hin ciwan dibêjin, ‘’Birêz Ocalan’’ gava ku vê yek dibihîzim ez ditirsim. Min ji sala 1975’an û heya niha navê Rêber Apo bilêv nekiriye. Me hemû caran digor heval. Piştre me got ‘’Rêber’’ Rêberê Partiyê, Rêberê Gelê kurd.. Navê fermandarê mezin nayê bilêvkirin. Hewce Rêbertî were gotin. Li şûna ku wisa bilêv bikin bila bibêjin ‘’Rêber Apo’’ wê baştir be. Hem bi vê yekê wê bi Kurdî jî biaxivin.

Di bin bandora modernîteya kapîtalîst de em nikarin li dijî şerê taybet û talankaraiyê li ber xwe bidin. Hewce ye em destpêkê şoreşa kesayeta xwe pêk bînin. Em ê ziman, tevger, şêwaza jiyan û kesayeta xwe rast bikin û biguherînin. Em ê şoreşa kesayetî pêş bixin. Yanî esasê şoreşa azadiyê û esasê xelasbûna ji şerê taybet girêdayî şoreşa ehlak û wijdanê pêkanîna şoreşa kesayetê ye. Ev yek jî bi ciwanbûna Apoyî û fedaîbûna weke Zîlanê pêkan e.

Ez careke din di 28’emîn salvegera şehadeta Zîlanê de wê û di şexsê wê de hemû şehîdên me bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. Bi taybetî jî bang li ciwanên Bakur dikim ku xwe girêdayî xeta Zîlanê zêdetir perwerde bikin û ciwantiya fedaî ya Apoyî bi dest bixin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar