Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kalkan: Çalakiyên me divê li dijî faşîzmê bin ne li dijî xwe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser çalakiyên fedayî yên li girtîgehên Tirkiyeyê û ev bang li girtiyan kir: “Divê çalakiyên bi vî rengî timî neyên kirin. Pêwîste çalakiyên me li dijî faşîzmê bin, ne li dijî xwe.”

Endamê Komîteya Rêveber yê PKK’ê Duran Kalkan, tevlî bernameya Dilistan a Radyoya Dengê Welat bû. Kalkan, li ser çalakiya girêva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven û Nasir Yagiz dest pê kirî û belavî welatên Ewrûpa û cîhanê, zindanên li Kurdistan û Tirkiyê bûne, axivî.

Kalkan bi bal kişand ser Newroza 2019’an dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Bi rastî jî berxwedaneke dîrokî tê jiyîn. Berxwedan li çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat mezin dibe û berdewam dike. Em gel û tevger salvegera 2 hezar û 631’mîn ya Newrozê ku cejna berxwedanê ye dijîn. Kolan bi pîrozbahiyên Newrozê tije dibin. Em Newrozê di rewşeke wiha de pêşwazî dikin.”

Berxwedana Newrozê li asta herî jor e

Duran Kalkan bal kişand ser çalakiya Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi çalakiyeke fedaî dawî li jiyana xwe anî û bi bîr anî. Kalkan bi berdewamî bal kişand ser rêça berxwedanê ya gel û Tevgera PKK’ê û wiha got: “Vê rêya bi Mazlûm, Kemal û Xeyriyan dest pê kir û çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin wiha destanî bû. Berxwedanvaniya Newrozê di zindanan de dest pê kir û bi çalakiya îro ya hevrêyê me Zulkuf Gezen, piştî 37 salan tê wateya ku bilindkirina vê ya li asta herî bilind. Ev bû berxwedana Kawayên Hesinkar, Kawayên Hemdem û bû berdewamiya wan.  Şopdarên Mazlûm Dogan ê ku Kawayê Hemdem e, di Newroza 2019’an de jî derketin. Çawa ku Kawayê Hesinkar dawî li hukmê Dehaqê zalim anî, çawa ku Kawayê Hemdem dawî li cuntaya faşîst ya leşkerî ya Kenan Evren anî, him jî di demeke wiha de ku wî xwe di dema xwe ya herî xurt hîs dikir de, hevrê Zulkuf Gezen jî li ser şopa wan meşiya. Wekî kesê ku di asta herî jor de berxwedanvaniya Kawayê Hemdem dimeşîne, dawiya dîktatoriya faşîst ya Erdogan-Bahçelî tîne.”

Derbarê nêzîkatiya hovane ya li dijî cenazeyê Zulkuf Gezen de jî Kalkan wiha got: “Bi telaş û tirs cenaze veşartin. Ji merasîma cenaze tirsiyan. Ji malbatê û ji dîtina cenaze tirsiyan. Jixwe li hemberî şoreşgerên jin û ciwan, welatparêzan diricifin, ji saxiya wan ditirsiyan, êdî bi awayekî bê fedî ji miriyên wan jî ditirsin û êrîş dibin.”

Berxwedaniya Sûrê

Li gel êrîşên pêk tên jî Kalkan baweriya xwe ya bi ciwanên Sûrê, Amadê û tevahiya Kurdistanê anî ziman û wiha berdewamkir: “Ew ê li şehîd û pêşengên xwe xwedî derkevin, li ser şopa wan bimeşin û zêdetir dakevin kolanan. Ew ê pêngava me ya berxwedanê bi çalakiyên dewlemend pêş ve bibin. Tesbîta, ‘Hevrê Zulkuf Gezen ji bo me bide jiyîn, kesên din bide jiyîn xwe feda kir’ rast e. Ji bo wê jî zêdetir divê gel biherikin qadan û lê xwedî derkevin. Teqez divê xeta berxwedanê bigihe serfiraziyê. Jixwe gelê Amed û Sûrê jî vê dike. Hevrê Zulkuf ciwanê Sûrê ye. Li Sûrê mezin bûye. Sûr bajarê qedîm yê Kurdistanê yê dîrokî ye. Berxwedanvaniya Sûrê ya Çiyager û Nûcan, destan e li ser zimanan, ew jî li wir pêş ket. Jixwe Berxwedêrên Zîndanan dibêjin em wê esas digirin. Dibêjin, ‘Çi dibe bila bibe, wê dawî mûhteşem be.’ Dawî hê ji vêga ve mûhteşem dibe û ew serfiraziya mezin nêz dibe. Em gav bi gav nêzî wê serfiraziya dibin ku wê tecrîd bişike, faşîzm hilweşe û Kurdistan azad bibe, Rêber Apo bigihe şert û mercên azad bixebite û bijî. Him jî bi awayê beza maratonê em digihîne. Ez careke din êşa malbatê û gelê me parve dikim. Hevrê Zulkuf, fedakarî û wêrekiyeke mezin nîşan da. Nîşan da ku ciwanekî Sûrê ye, di dilê xwe de bi awayekî dilsozî wê îrade, bawerî û wêrekiyê dijî.”

Berxwedana Amedê

Kalkan, li ser rabûna ser piyan ya gelê Amedê jî got ku ‘gelekî watedar e’ û wiha pê de çû: “Ew bîryardarî, wêrekî, îrade, qêrîna wan jinan di kolanan de, hêrî zêde jî ew jina ku digot ‘em ê biberxwedanê serkevin’ û weke kulma xwe kiribû çakûçê Kawayê Hesinkar û di serê faşîzmê de diteqand, gelekî watedar û girîng bû. Ew helwesta jin û ciwanên kurd nîşan dide. Em vê tenê li Amedê û Bakurê Kurdistanê jî nabînin. Me ev li rojavayê Kurdistanê jî dît û herî dawî û şênber li Şeladizê jî dît. Gelê me ev dît: ev zîhniyet û siyaseta faşîst, siyaset û demokrasiyê nizane, ji çareseriyê û nêzîkatiyên însanî fêm nake, tenê zimanekî ku jê fam dikin heye: berxwedan! Li hemberî zilma li ser gel, çalakvaniyeke ku li faşîzmê bixe tê xwestin. Ji ber vê gel li gerîla xwedî derdikeve. Dema ku gerîla li faşîzmê dixe, gel nefeseke rihet û kûr distîne. Gel dît ku tenê bi zimanê faşîzm jê fam dike mirov dikare encam bigire. Ha vê bertek û hêrs afirand. Aniha ev hêrs û bertek e li ber xwe dide, rêxistinî dibe û yê zêdetir jî li ber xwe bide û di 31’ê Adarê de girantirîn derbê li faşîzma AKP-MHP’ê bide. Piştî wê jî wê teqez faşîzmê hilweşîne, dagirkeriyê birûxîne, zîhniyet û siyasetan qirker a faşîst di dîrokê de binerd bike. Bi wî awayî jî ew sîstema Îmraliyê ku ev hemû pê ve girêdayî ne yê hilweşe û Rêber Apo bigihe şert û mercên jiyana azad û xebatê.”

Dê kulma gerîla ya azdiyê her tim li ser patika wan be

Endamê Komîteya Rêveber yê PKK’ê, Duran Kalkan, çalakiya bibandor û mezin a hemwext a li Xakurkê jî nirxand û destnîşan kir ku ew çalakiyê di heman demê de erêkirin û berdewamkirina hemleya berxwedanê ye, ya ”Em ê Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin!” û tê wateya destpêkirina maliştina dagirkeriyê ji Başurê Kurdistanê jî. Kalkan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hemû gerîlayên ku ev çalakî kirine, ji ber serkeftina wan pîroz dikim. Hemûyan silav dikim. Cejna Azadî û Berxwedanê Newrozê li wan pîroz dikim. Çawa ku Kawayê Hesinkar rojeke Newrozê Dehaqê Zalim tune kir, şopdarên Kawayê Hemdem Mazlum Dogan jî derba mirinê li faşîzmê xist. Bûne nûner û pêşengê xeta Kawayê Hemdem. Bila keriyên faşîst bitirsin. Bila dîktatoriya faşîst ya Erdogan û Bahçelî ji xwe jî bitirsin lê bi tirsê wê nikaribin xwe ji mirinê xilas bikin. Bi tirsê nikarin xwe rizgar bikin, derbên gerîla yê mirinê di rê de ne. Heta ku ev zîhniyet û siyaseta faşîst a qirker hebe, dê kulma gerîla ya azadiyê jî her tim li ser patika wan be.”

Ev çalakî her dem nayê dubarekirin

Derbarê çalakiya Zulkuf Gezen ya ku li zîndana Tekîrdagê pêk anî jî Kalkan nirxandinên girîng kirin û ev anîn ziman: “Berxwedaneke di dema xwe de pêkhatî ye. Rûh da her kesî. Gotin di cî de be her kes anî ser hemdê xwe. Bandor li zîndanan, li gerîla û gel kir. Me di kolanên Amedê de, di hêrs û kîna gel de, di bawerî û îradeya gel de ev dît. Gel li bîranîna Hevrê Zulkuf xwedî derket. Tevgera me bi navê PKK û KCK’ê daxuyanî dan. Li berxwedanê xwedî derketin. Lê divê mirov vê jî bîne ziman; çalakiyên bi vî rengî li her cihî û her demê nabin. Dema ku Şehît Zîlan çalakiya xwe ya dîrokî kir, Rêber Apo wiha got: ‘Dûbareya çalakiyên wiha nabe.’ Yanî mirov nikare dûbare bike. Divê hemleya ‘Tecrîdê Bişkîne, Faşîzmê Hilweşîne û Kurdistanê Azad Bike’, bi rêbaz û çalakiyên dewlemend berdewam bike.”

Kalkan balkişand ser çalakiyên ji hêla jin û ciwanan vê pêk tên û wiha berdewam kir: “Divê mirov nefikire ku dê li zîndanan çalakiyên wiha berdewam bikin. Divê mirov çalakiyên wiha neke. Jixwe faşîzm dibêje, ‘ez ê we bikûjim, tune bikim, biqewirînim’. Em bi hezaran sal e li van deran in. Yên ku divê biçin diyar in. Ew ê biqeştin û biçin ser sergoya dîrokê. Ew ê ji desthilatdariyê bikevin. Ji bo wê jî divê çalakiyên me tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin. Navê hemleya me li ser e. Divê karakterê çalakiyên me jî li gorî vê bin. Li zindanan û li her derê divê em baldar bin. Hevalên me yên li zîndanan bêguman di bin zext û îşkenceyên giran de ne, dixwazin wan bi tenê bihêlin. Lê dîsa jî birêxistin ketin çalakiyê, pergaleke wan a navxweyî heye. Divê her kes rêxistinbûnê berçav bigire û li gorî pêwîstiyên rêxistinbûnê tevgere. Divê her kes tabiyê îradeya rêxistinkirî be û xwe ji çalakiyên takekesî dûr bigire. Bîryar divê bi hev re bên girtin û çalakî bi hev re bên kirin. Hemû hevrê divê li gorî vê rastiyê tevgerin.”

Çalakî divê bi vê karakterê bin ku tecrîdê bişkînin

Kalkan, axaftina xwe wiha domand: “Wekî din jî divê di çalakiyan de ji xwe zêdetir em berê xwe bidin faşîzmê. Jixwe faşîzm dibêje ez ê te tune bikim. Divê tu vî şensî nedî faşîzmê. Berovajî vê, divê çalakiyên ku faşîzmê ji aliyê zîhniyet û siyaset ve bibe hilweşandinê pêş kevin. Ji eksê faşîzmê re, divê mirov zêdetir li ber xwe bide, ji bo zêdetir berxwedanê jî divê mirov bijî. Divê rêbazên ku zêdetir û demdirêjtir li faşîzmê bixin em esas bigirin. Hevrê Zulkuf jî bi çalakiya xwe dibêje, ‘zêdetir li faşîzmê bixin, hê zêdetir lê bixin. Ji bo wê jî divê mirov ji helwestên hestewar, berteng û takekesî dûr bisekine. Hevrê Zulkuf, dibêje, ‘ji îradeya azadiyê re serfiraziyê bidest bixin’. Wê demê divê mirov vê peyamê rast fam bike û li her derê pêwîstiyên wê bike.”

Duran Kalkan, di salvegera 2 hezar û 631’mîn de, di kesayetiya Kawayê Hemdem Mazlum Dogan, Egîd (Mahsum Korkmaz), Zekiye Alkan û şehîdên şoreşê bi bîr anî û di kesayetiya Rêber Abdullah Ocalan de Newroza hemû berxwedêran gelan û dostan pîroz kir.

Di dawiya axaftina xwe de Kalkan, “Rastiya gelê Newrozî, bûye rastiya Rojhilata Navîn a Newrozî û dibe cîhana Newrozî. Gotinên Rêber Apo yê ‘Bi PKK’ê re Newroz xweşiktir bûne. Newroz, vejîna jiyanê ye, wekî ava heyatê ye di damaran de herike’ bibîrxist û got ku  rûhekî mirovan yê nû û sekneke azadiyê derdikeve holê. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar