Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kalkan: DAIŞ faşîzma AKP-MHP’ê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan pêvajoya heyî nirxan û li ser êrîş û hewildanên dagirkeriya dewleta tirk wiha got: “DAIŞ a rasteqîn faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ev yek îttîhat û terakkîtî ye. Talat û Enver îro di şexsê Bahçelî û Erdogan de tên temsîlkirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya ‘Ulkeden’ a televîzyona Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên der barê pêvajoyê de.

Kalkan di axaftina xwe de li Şoreşa Rojava ku kete sala 8’emîn pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Gef didome. Li sînor leşkeran zêde dike, dibêje; em ê bieciqînin û biqedînin. Em pê piştrast in ku wê li dijî her şêwe êrîşên faşîst, qirker xwe biparêze, jiyana xwe ya azad di xeta neteweya demokratîk de ava bike.”

Kalkan di salvegera Komkujiya Pirsûsê de jî şehîdên Pirsûsê bi bîr anî û anî ziman, ev yek ne komkujiya destpêkê ye ku bi destê DAIŞ’ê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin û êrîşên li Amed û Çûkûrovayê bi bîr xist.

Îttîhatî çavkaniya DAIŞ û AKP-MHP’ê ye

Kalkan diyar kir ku di komxebata darizandina DAIŞ’ê de ya li Rojava wan bêhêvîtî dîtine û destnîşan kir ku divê rastiya DAIŞ’ê rast bê fêhmkirin. Kalkan bal kişand ser zîhniyeta Îttîhat û Terakkî ku berhemeke hevpar a Almanya û Tirkiyeyê ye û wiha got: “Faşîzma netewe dewletê di bingeha qirkirina kurd, ermen, rûm, asûrî-suryan de di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de afirî. Mohra xwe li sedsala 20’an xist. Mirovahî di sedsala 20’an de têkoşiya; Hîtler, Mûssolînî têk bir lê belê ji çavkaniya vê zîhniyet û siyasetê rizgar nebû. AKP-MHP nîşaneya vê zîhniyet û siyasetê ya li Tirkiyeyê ne. DAIŞ parçeyekî wê ye ku li Erebistanê afirî. Lewma DAIŞ’î, El Nûsratî, AKP-MHP’tî nîşaneya vê xetê ne. Ji ber ku çavkaniya vê zîhniyet û siyasetê nehate tunekirin mirovahî jê rizgar nebû. Lewma bi rêya DAIŞ’ê dest bi êrîşê kir. Piştî ku DAIŞ li Kobanê têk çû yekser destek dan AKP-MHP’ê. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de kirin ku AKP-MHP ji Bakur êrîş bike. Piştre di 26’ê tebaxa 2016’an de berê wê da Bab, Cerablûs û Ezazê. Di cotmeha 2017’an de dema ku DAIŞ li Reqayê têk çû, ji aliyekî ve êrîşî Kerkûkê kirin, li aliyê din jî êrîşî Efrînê kirin. Niha li herêmên Efrîn, Şengal, Kerkûk, Mexmûr û Bradostê van êrîşan didomîne. Divê rastiya êrîşê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vî rengî bê nirxandin. Ger mirov bala xwe bidin ser wê wê bê dîtin ku qadên êrîşê ew qad in ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de xwest werbigire. Piştî ku DAIŞ li Mexmûr, Şengal, Kobanê û rojhilatê Firatê hate têkbirin cismê esasî kete dewrê. Hêza esasî derkete meydanê, yanî faşîzma TC’ê, faşîzma AKP-MHP’ê. Ji Efrînê heta herêmên Bradost, Şengal û Mexmûrê êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomînin. Êrîşên dagirkeriyê yên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn destpêkirin didomîne, ya ku DAIŞ’ê nekarî bike dixwaze bike. Wê demê DAIŞ a rasteqîn faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ev yek îttîhat û terakkîtî ye. Talat û Enver îro di şexsê Bahçelî û Erdogan de tên temsîlkirin. Ev yek aşkere ye. Ger ev rastî neyê dîtin ku di vê çarçoveyê de têkoşîn neyê kirin hingî serketin nabe. Yên ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê weke têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê nebînin ne dikarin têkoşînê xurt bikin, ne jî dikarin DAIŞ’ê bi temamî têk bibin û mehkûm bikin. Ger bi ser faşîzma AKP-MHP’ê ve biçe hingî dikare faşîzmê têk bibe û mirovahî dikare ji faşîzmê rizgar bibe.”

‘Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî wê hewl bide bi komkujiyan hebûna xwe bidomîne’

Kalkan destnîşan kir ku êdî maskeyê li rûyê wan ketiye û wiha got: “Bi gotina ‘Em dijminê kurdan e’ êrîş dikin. Mîna yê ku ecela xwe hatiye êrîşî her deverê dike, niha mîna Saddam êrîş dikin. Rêber Apo got, ‘piştî hilbijartinê wê rewş diyar bibe’. Her tişt diyar bû. Erdogan-Bahçelî dê hewl bidin bi komkujî, dagirkerî û qirkirinê desthilatdariya xwe bidomîne.”

Kalkan bal kişand ser astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re û wiha got: “Mehek di ser re derbas bû lê li Îmraliyê hevdîtin nîne. Soz dabûn ku dê hevdîtin bên kirin. Daxuyanî dan, soz dan. Bi hezaran çalakgerên greva birçîbûnê dest ji çalakiyê berdan. Wê hevdîtina malbatê û parêzeran bihata kirin. Wê qanûnên heyî yên TC li Îmraliyê jî bihata pêkanîn. Aşkera bû ku hemû derew in, lîstika şerê taybet e. Halbûkî Rêber Apo pêşniyarên ji bo çareseriyê destnîşan kiribû, her kesî pejirandibû. Faşîzma AKP-MHP’ê ku ev yek red kir, aşkera bû ku li pey lîstikan e, armanca xwe ya esasî ew e ku ji xwe re demê qezenç bike, hêza xwe komî ser hev bike, aliyê li hemberî xwe lawaz bike û hewl bide dijberê xwe tine bike. Nahêle ku li Îmraliyê hevdîtin bê kirin. Li her devera bakurê Kurdistanê operasyon heye. Her roj bi dehan herêm tê qedexekirin. Sivîl, zarok tên kuştin. Gefê li Rojava dixwe, leşkeran li sînorê Kobanê û Girê Spî bi cih dike. Topan diavêje. Hewl dide dagirkeriya li Efrînê mezin bike. Êrîşî Şengal û Mexmûrê dike. Dagirkeriya li herêmên Bradost û Xakurkê berfireh dike. Dixwaze bi şerekî hovane hebûna xwe bidomîne.”

‘Dagirkerî û talankeriya Osmanî dike’

Kalkan bal kişand ser pêwendiya êrîşkariya îdeolojîk, stratejîk a dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ya bi xeyalê ‘Osmanî’ û destnîşan kir ku ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP weke hêza bingehîn di nava şerê Lîbyayê de heye. Kalkan anî ziman ku ji ber vê yekê divê mirov li pêşberî êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê matmayî nemînin û wiha got: “Tirkiye xist nava şerê Rojhilata Navîn, şerekî dinyayê. Ev yek dagirkerî û talankeriya îdeolojîk û stratejîk e.”

‘Êrîş hîn bi organîze û tund  n’

Kalkan bal kişand ser aliyê îdeolojîk ê vê stratejiya dagirkeriyê ya li dijî kurdan û ev tişt anî ziman: “Dijminatiyê li kurdan dike, qirkirinê dike. Bi gotina ‘Ez li dijî PKK’ê me’ hewl dide kurdên din bixapîne. Piştî ku PKK qedand ji xwe wê yên din tune bike. Armanca bingehîn a êrîşên ku ji sala 1983’an ve li dijî başûrê Kurdistanê dike ev e. Generalên ku di salên 1992-95-97’an de ew êrîşên mezin kirin bi rengekî aşkera gotin, ‘Em dixwazin PKK’ê tune bikin, PDK’ê jî kontrol bikin’. Divê kurd hemû vê bibînin, bi vê zanibin. Êrîşên heyî niha hîn organîzeyî ne, hîn dijwar in.”

Kalkan qetilkirina Endamê Komîteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi bîr xist û wiha got: “Dewleta TC dibêje ku artêşê û MÎT’ê bi hev re kar kirine. Li Qendîlê, li Behdînanê çi karê MÎT’ê heye? Rêxistinbûneke PKK’ê heye, kontrola PKK’ê li herêmê heye. Bi hêsanî nikarin xwe bigihînin wan deveran. Wê demê hinekên li qada herêmî destek dane wan, ev yek aşkera ye. Ger MÎT ji PDK û YNK’ê piştgiriyê wernegire nikare êrîşî Qendîlê bike. Ev rewş aşkera ye. Qetilkirina hevrê Helmet bi vî rengî ye.

‘Hûn alîgırê hevrê Helmet in, ya jî alîgirê Erdogan in?’

Kalkan axaftina xwe wiha domand: Em vê yekê dipirsin; hûn alîgirê wan hêzan e ku kurdan qir dikin, ya jî alîgirê kurdan e? Hûn alîgirê hevrê Helmet in ku ji bo hebûnê û azadiyê li ber xwe da, ya jî alîgirê Tayyîp Erdogan in? Divê bi rengekî aşkera vê yekê nîşan bidin. Ger di nava wan de hinek hene ku xizmetê ji TC’ê re dikin û nikarin kontrol bikin hingî em dikarin bi hev re helwestê nîşan bidin, têbikoşin. Ger ne bi vî rengî be hingî berpirsyar in. Wê bi rengekî nebaş di dîrokê de hebin. Em li benda daxuyaniyekê ne. Mînak; li Kobanê tifaqa antî DAIŞ ava bû. Li Şengalê, Mexmûrê, Kobanê helwestek hate nîşandan. DAIŞ bi wî rengî hate têkbirin. Em niha jî di heman xetê de ne. Hinek ji wê xetê derketin. Rêveberiya li Bexdayê digot ku PKK’iyan mirovahî rizgar kirine. Barzanî li Mexmûrê spasiya xwe pêşkêş kir. Gerîla çû Şengalê, pêşmerge çû Kobanê. Li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke kurdan hat nîşandan. Niha di navbera DAIŞ’ê û AKP-MHP’ê de tu cudahiyek nîne. Yên ku kirin DAIŞ êrîş bike AKP-MHP bû. Niha AKP-MHP bi xwe dike. PKK li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dide, li dijî AKP-MHP’ê jî li ber xwe dide. Wê demê qet nebe divê destekê bidin vê berxwedanê, divê alîgirê vê berxwedanê bin. Divê ne alîgirê DAIŞ’ê bin, divê destekê nedin xeta DAIŞ’ê.”

‘Ya bi hev re ya jî qet’

Kalkan destnîşan kir ku ger PKK ji holê rabe, wê hemû ji holê rabin, bikevin nava rewşeke nebaş û ev tişt anî ziman: “Em bang li rêveberiya Bexda û Hewlêrê dikin, bang li rêveberiya PDK û YNK’ê dikin ku bi rasteqînî tevbigerin, helwesteke rast nîşan bidin û ruhê berxwedana Kobanê, Mexmûrê, Şengalê temsîl bikin. Bila kes nebêje ‘me başûrê Kurdistanê rizgar kir, bila parçeyên din dûrî me bin, kes ber bi aliyê me ve neyê, em li vê derê bi rehetî bijîn’. Jiyaneke bi wî rengî nîne. Heta ku li Bakur, Rojava û Rojhilat kurdîtî bê qirkirin wê Başûr nikaribe bi rengekî azad bijî. Ev yek nepêkan e. Ya em ê hemû bi hev re azad bin, ya jî kes wê ne azad be. Divê her kes vê fêhm bike, metirsiyê bibîne, li dijî siyaseta şaş derkevin, rêveberiya xwe ya siyasî ber bi rastiyê ve bîne. Divê destûrê nedin îstîxbarat, ajan, sîxurên tirk, li ku deverê dîtin divê bi ser wan ve biçin. Ew dijminê kurdan e, divê di nava xwe de nehêlin. Divê her kesên ku ji bo TC sîxuriyê dikin weke sîxurê Saddam bibînin û bi wî rengî bi ser wan ve biçin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar