Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kalkan: Dem hatiye ku şoreş bi ser bikeve

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku ev pêvajo ji bo faşîzma netewe-dewleta tirk şerê man û nemayê ye û got “Ji bo şoreş bi ser bikeve, tişta pêwist cesaret e.”

Dûran Kalkan diyar kir ku peywira sereke ev e divê li ser bingeha rastiya gel rêxistin were kirin û wiha got “Ji bo vê jî divê hêzên berxwedanê yên profesyonel gerîla û hêzên berxwedana herêmî hêzên xweparastinê li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayê ku hemû civak tê de cih bigire divê di asteke pêwist de were xurtkirin, perwerdekirin û rêxistinkirin. Kesên ku van peywiran rast fêm bikin, plan bikin û di pratîkê de rast fêm bikin wê teqez bi ser bikevin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan asta faşîzma netewe-dewleta tirk û şerê di navbera hêzên global de analîz kir û ji bo pêkanîna pêngava serfiraziyê peywirên li ber gelê kurd û Tevgera Azadiyê danî holê. Nivîsa Dûran Kalkan li ser malpera PKK’ê hate weşandin. Di nivîsê de ev tişt hate gotin: “Li Tirkiyeyê pêvajoyeke wisa tê jiyîn ku nakokî û şerên civakî zêdetir bûne. Mirov dikare ji vê re bibêje pêvajoya hilweşandinê ya faşîzma AKP û MHP’ê. Li hemberî me rastiyeke dijmin heye ku ketiye nav hilweşandineke kûr.”

‘Divê fermana wan pêk bê’

Kalkan bal kişand ser rola PKK’ê û ev tişt anî ziman: “Di vê rewşê de li her çar parçeyên Kurdistanê, di nav gelên Rojhilata Navîn de û li dinyayê hemû bindest û karker hêviyê ji PKK’ê dikin. Li gorî karakterê gerdûnî yê jidayikbûna Rêbertî ya 3’emîn tevgera me xwe ji mirovayetiyê re daye naskirin. Li her dera ku xwe gihandiye jî heyecan û coş ava kiriye. Moral û hêzê dide hemî kesan û wan sewqî têkoşînê dike. Ev bendewariyeke mezin ava dike. Hemû kesên haya wan ji PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hene û rastiya Rêber Apo nas kirine, ketine nav bendewariyeke mezin. Dema ku şoreşa Kurdistanê were mezinkirin, ber bi serfiraziyê ve biçe û Şoreşa Kurdistanê veguhere Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk, wê mirov li benda encama pêngava şoreşa demokratîk be. Ji bo ku mirov ji van bendewariyan re bibin bersiv, divê em fermana Rêbertî û şehîdan bêkêmasî bi cih bînin.”

‘Zane wê têk biçe loma êrîş dike’

Dûran Kalkan da zanîn ku ji bo domandina têkoşîneke wisa, li ber me derfet û delîveyên mezin hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ev zû bi zû nakeve destê mirovan. Bi vê têkoşînê re, şertên şoreşê xurttir û kûrttir bûne. Di sala Rêbertî ya 50’emîn û ya partiyê de me ev tişt bi şênberî dît. Bi ruhê pêngava şoreşgerî û îradeya wê em ketin sala pênciyemîn. Vî ruhê têkoşer li ser hemû parçeyên Kurdistanê û li ser mirovayetiya dinyayê wekî moral bandoreke mezin kir. Di sala 2021’an de gerîla li hemberî êrîşên faşîst û qirker, li deşt, newal û bajaran berxwedaneke qehremanî kir û vî tiştî em anîn asteke wisa. Şerê Gel ê Şoreşgerî yê Kurdistanê dema dikeve saleke nû ya pêngavê di Newroza Rêbertî ya 50’emîn de di warê pratîkê de pêngavek pêk hat û ev rewş gihişt lûtkeyê. Asteke wisa bi dest xist ku faşîzma netewe-dewlet li Kurdistanê hate ber hilweşandinê. Dijmin ji bo ku pêşiya vê pêngava ku ew ber bi hilweşandinê re biriye bigire, dest bi êrîşên dijber kiriye. Li gorî Tayyip Erdogan, rêveberiya wî, faşîzma AKP û MHP’ê parastina herî baş êrîş e. Ji ber ku dizane heke bisekine wê hilweşe, ji ber vê her dem êrîşan dike. Bi êrîşên bênavber re dixwaze pêşiya hilweşandina xwe bigire. Ji bo ku hilneweşe û temenê xwe dirêj bike, vê êrîşa dijber dike. Ev êrîş li hemberî geşbûna şoreşgerî ye.”

Kalkan diyar kir ku li gelek qadan wekî tevgera dagirker ev êrîşa dijber plan kirin û bi rê ve dibin û wiha pê de çû: “Bi vî awayî di navbera Bakur û Başûr wekî tiştên li ser sînorê Rojava bend lê kiribûn, dixwazin bakurê Kurdistanê bikin girtîgeh. Zexta psîkolojîk a giran, teror û tecrîda li ser Rêber Apo dixwazin bi êrîşên dagirker re bidomînin. Bi êrîşeke wisa dijber re dixwazin hebûna kurdan qir bikin û dahatûya faşîzma netewe-dewleta tirk ava bikin. Nexwe ev pêvajoya ku em tê de ne, ji bo faşîzma netewe-dewlet a  tirk pêvajoyeke mayîn û nemanê ye. Heke Tirkiye dema hemû derfetên xwe seferber dike û ew hilneweşe, ew ê bi xwe hilweşe. Ji bo ku li ser xwe bin divê yên hember tune bikin. Ji ber vê êrîşeke faşîst a qirker tevî terora dewletê qetlîamê pêk tînin. Ji aliyekî ve di warê leşkerî de qetlîam û qirkirineke wisa didomînin û ji aliyê din ve jî dixwazin hêzên herêmî û global jî bînin ba xwe. Faşîzma AKP û MHP’ê hemû nirxên Tirkiyeyê pêşkêş dike. Zextan li hemû kesan dikin, gefan li wan dixin, tawîzan didin dixwazin kurdan tune bikin û mirovan ji bo pergaleke înkar û îmhayê razî bikin. Armanca êrîşa leşkerî û tevgera dagirker ev e.”

Azadiya kurdan mirina wan e

Kalkan got ku rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê pergala leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê plan kiribû lê ji ber pêngava 15’ê Tebaxê nikaribû pêk bîne û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku faşîzma netewe-dewlet a heyî li ser dijminatiya kurdan ava bûye û pergaleke herêmî ye. Pergaleke global e jî. Dixwazin vî karakterê pergalê biparêzin. Ew dizanin di vir de kuneke biçûk jî çêbibe, wê pergala ku kurdan tune dihesibîne teqez têk biçe û wê ev tişt bibe sedema qedandina desthilatdariya wan. Ji ber vê faşîzma AKP û MHP’ê di azadiya kurdan de mirina xwe dibîne. Ji ber ku hebûna xwe û serweriya xwe li ser qirkirina kurdan ava kirine. Halê hazir jî ev têkoşîn li ser vî esasî didome.

Tişta ku pergala netewe-dewleta tirk bala xwe daye ser şoreşa azadiyê ya Kurdistanê ye. Ji ber vê jî şoreşa azadiyê ya bakurê Kurdistanê ne bi tenê şoreşa parçeyekî yan jî şoreşa Kurdistanê ye. Di heman demê de ne bi tenê şoreşa Tirkiyeyê ye jî.  Ji ber ku ev 25 sal in hewl dide ji Şerê Cîhanê yê 3’emîn pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk bike. Ji ber vê hewceye afirîner be, kûr bifikire, nermbûn û radîkaliyê di demên pêwist de rast bi kar bîne. Dibe ku were pirsîn têkoşîna li bakurê Kurdistanê çima wisa dirêj domiya û giran bû. Bersiva me ev e, têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ne bi tenê têkoşîneke parçeyî ye, ne bi tenê têkoşîna Kurdistan an jî ya Tirkiyeya demokratîk e. Ev têkoşîn dixwaze şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bike, pêşiya wê veke û pêşengtiya wê bike. Ji bo vê têkoşîna dijwar jî berpirsyarî, berxwedan, cesaret û qehremaniyeke mezin hewce dike.”

Em nêzî serkeftinê ne

Dûran Kalkan di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna wan ya azadiyê hatiye ber serkeftinê û wiha got: “Niha pirsa ku em dixwazin bibersivînin ev e. Em ê karibin vê pêngava serfiraziyê pêk bînin an na? Faşîzma ku bi pêşengtiya AKP û MHP’ê tê restorekirin, ji bo têkbirina şoreşa me hewl dide. Ji xeynî vî tiştî AKP û MHP nikare bijî. Pergala Modernîteya Kapîtalîst û hine hêzê herêmî dixwazin sûdê ji vê rewşa xerab a Tirkiyeyê bistînin. Di vir de divê rastiya hemû van hêzan baş were fêmkirin. Ev şer û nakokiyên hene, xisarê didin gelên Rojhilata Navîn. Em dixwazin pêşiya van xisaran were girtin û gel ji van tiştan rizgar bibin. Lê divê wisa neyê hesab ku hemû kes wekî me ne. Sermesel hêzên global ne wekî me ne. Berevajî wê ji rewşeke wisa bi nakok û şer kêfxweş in. Bi ser de dixwazin şer û nakokî zêde bibin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn çiqasî tevlihev bibe û şer çêbibe, ew jî wî qasî dikarin polîtîkayê bikin, kareke siyasî û leşkerî bi dest bixin. Ji ber vê dixwazin bêtir parçe bikin, nakokiyên wê zêdetir bikin û şeran ava bikin.”

Hêzên global jî di nav xwe de şer dikin. Lê hêza wan tuneye ku pirsgirêkan çareser bikin. Her kes dixwaze li ser wê tiştekî bi dest bixin. Dîtin ku kurd li herêmê xwedî hêzeke mezin in û aktorên sereke ne. Gelê kurd bi saya bîra Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê li herêmê bûne aktorên polîtîk û leşkerî. Dînamîkeke hêzê ava kirin. Ev tişt di leşkerî, siyaset û ekonomiyê de jî tê dîtin. Ev hêz berê bûn parçeyekî  înkar û îmhaya gelê kurd. Piştgirî dan vî tiştî ku nijadperestiya tirk, ereb û fars li herêmê serwer bibe. Lê tişta ku wan kirin, berê xwe da wan. Êdî wekî berê nikarin ji Rojhilata Navîn tiştekî qezenc bikin û xwîna wê vexwin. Ji ber vê dixwazin polîtîkaya xwe biguherînin.”

Ji bo guherîna statukoyê du qadên girîng

Dûran Kalakan da zanîn ku ji bo guherandina statukoya netewe-dewletê du qad sereke ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Yek jê Erebistan û ya din jî Kurdistan e. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de him Kurdistan û him jî Erebistan parçe kirin. Ereb bûn civaka çîna asta duyem. Civaka ereb ev tişt qebûl nekir. Civaka ereb xwedî rastiyeke civakî ya dîrokî ye. Ji Neoloîtîkê û Sumeran tên. Di warê Şoreşa Îslamê de û afirandina dînên Yekxwededayî de tevkariya wan heye. Ew şoreşa dawîn a îslamê temsîl dikin û naxwazin bibin civaka çîna duyem. Li ser vî esasî serhildana Bihara Ereban pêk hat. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî wekî şoreşên leşkerî yên radîkal ji Iraqê dest pê kir û heta Misirê li gelek welatan li pişt darbeyên nijadperest ev rastî heye. Bi kurtasî civaka ereb vê statuya li ser wan hatiye ferzkirin red dike.”

Kalkan da zanîn ku kurdan jî di serî de ev pergal red kirin û li ber xwe dan û wiha axivî: “ Li her çar parçeyên Kurdistanêl li ber xwe dan lê bêrêxistin bûn û parçe bûbûn. Hêza wan têr nekir ku van êrîşan bişkînin û têk bibin. Bi saya Rêber Apo wan karî vê pergalê nas bikin û ji bo têkbirina wê di asta teorîk û taktîk de têbikoşin. Ev tişt bi PKK’ê re geş bû. Di encama van tiştan de Kurdistan heye. Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ya kurdan di vê çarçoveyê de li herêmê rolekî dilîze. Niha hêzên global vê rewşê baş dibînin. Ji bo vî tiştî biguherînin û qezencekê jê bistînin, dixwazin xwe bispêrin kurd û ereban. Di vê rewşê de hemû kesên guhertinê dixazin divê bala xwe bidin kurd û ereban û têkoşîna wan. Bi awayekî divê pişta xwe bispêrin wan. Tu hêza ku xwe nespêre wan nikare li herêmê statukoya netewe-dewletê biguherîne. Ji ber vê bala xwe dane Kurdistan û Erebistanê. Li ser esasê li Erebistan û Kurdistanê derketiye holê dixwazin Rojhilata Navîn piçekî biguherînin û li ser esasê xwe ava bikin û sûdê ji geşedanên vir bistînin.

‘Divê em xwe li ser rastiya gel bi rêxistin bikin’

Kalkan da zanîn ku wezîfeya wan niha ew e ku asta heyî ya têkoşînê bi serketina şoreşê ve girê bide û wiha got: “Leşkerî, siyasî, serhildan, dîplomasî û neteweya demokratîk divê li gorî pêwîstiya vê yekê bêne kirin. Di vê çarçoveyê de dem dema pêngava şoreşgerî ya mezin e, dema serxistina şoreşê ye. Ji bo vê jî wezîfeya me ya herî bingehîn ew e ku xwe li ser bingeha rastiya gel ê şerker bi rêxistin bikin. Ji bo vê jî, weke hêzên berxwedanê yên profesyonel; gerîla û weke hêzên berxwedanê yên xwecihî; hêzên xweparastinê divê li çar parçeyên Kurdistanê tevahiya civakê di nava xwe de vehewîne û bigihîne wê astê û rêxistiniyê ku rojane karibe têbikoşe. Yên ku van wezîfeyan rast fêhm bikin, plan bikin û bi rengekî rast di pratîkê de pêk bîne, wê teqez bi ser bikevin. Ev yek ji bo gerîla, ji bo tevgerên jin û ciwanan, bi kurtasî ji bo her karî pêwîst e. Li ser vê bingehê divê xwe bigihînin hişmendî, biryardarî, wêrekî, fedakarî û piralîtiyâ serdema ku wezîfeyan bi cih bînin. Bêguman pêwîste em vê li ser bingeha rastiya gel ê şerker pêk bînin. Yanî divê em di nava berxwedanê de bikin. Ji bo karibin li ser xeta serketinê li ber xwe bidin, wezîfeya bingehîn e ku hêzên gerîla û hêzên xweparastinê li her cihî perwerde bike, bi rêxistin bike û mezin bike.”

‘Ya rast ew ku mirov biwêribe xwe biguherîne’

Dûran kalkan bal kişand ser kesayetên şoreşgerî û ev tişt anî ziman: “Di vir de ya esasî ew e ku xwe li gorî wezîfeyên demê biguherîne, bi wêrekî vê bike. Di vir de pêwîste guherîn û veguherîna mezin, wezîfeyên dema nû bêne qebûlkirin û mirov xwe bigihînin wê biryardariya demê û berpirsyariyê. Şoreşgerî ew kar e ku di her kêliyê de ji derfet û firsendan re amade be. Bingeha hunera şoreşgerî û hunera polîtîk di vir de veşartî ne. Eger tu amade be di her kêliyê de derfet û firsendan bi kar bîne; eger hest, fikir, ruh, rêxistin û pratîkî ve tu amade bî; eger 24 saetan tu bi partîtiyê, bi gerîlatiyê û xeta jiyana bi Rêbertî re dilsoz bî, tu yê bi hêsanî firsend û derfetan di her kêliyê de peyda bike ku bi kar bîne. Rêbaza demê teqez bi vî rengî ye. Li ser vê bingehê divê rêbaza Apoyî, rêbaza şoreşgerî di nava jiyanê û têkoşînê de bêkêmasî bi cih bê anîn. Eger em bi rêbazeke bi vî rengî tevbigerin hingî em ê karibin wezîfeyên serdemê bi ser bixînin. Lewma jî em ê pêngava şoreşgerî teqez bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar