Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kalkan: Dem hatiye têkoşîn radîkaltir bibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku êdî tu wateya bêçalakîtiyê nemaye û got: "Divê tu kes hêviyan ji AKP-MHP’ê neke. Wê têkoşîn radîkaltir bibe. Em xwe li gorî vê yekê amade bikin. Bila kes xeletiyan neke.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a li Medya Haber TV’yê de axivî û diyar kir ku hêzên ku wê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînê bimeşînin, divê xwe amade bikin. Kalkan bang li her kesî kir ku di nav berxwedana antîfaşîst û demokratîk de cih bigirin.

Kalkan, anî ziman ku wê têkoşîn gelekî radîkaltir bibe û got, “Divê em xwe li gorî vê yekê amade bikin. Bila kes xeletiyan neke. Divê tu hêviyan ji AKP-MHP yan jî ji tifaqa heyî nekin. Yên ku hêviyan bikin wê şaş bibin. Divê her kes geşedanan rast binirxîne, xwe baş amade bike û xwe rêxistin bike.  Werin em li ber xwe bidin. Em ê teqez bi ser bikevin. Eger AKP bi hilbijartinê têk biçûya, wê pêvajoyeke nû ya dirêj a siyasî pêş biketa. Niha şans û derfetekî mezin derketiye holê ku li dijî rêveberiya AKP’ê şoreşeke demokratîk a antîfaşîst û radîkal bi ser bikeve. Ya girîng pêşxistina vê ye. Ji bo bidestxistina vê em ê têbikoşin. Em bang li hemû hevalan dikin ku tevlî têkoşîna hevpar bibin.”

Nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan wiha ne:

‘Tiştekî bi navê hiqûqa şer û hiqûqa dijminatiyê heye’

Beriya her tiştî ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Ne tecrîd ji vê re dibêjin rewşa têkilîdanenîna mutleq. Di zimanê huqûqî de ev berdewam dike. Weke tevger û gel 27 meh in me tu agahî ji Rêber Apo û ji hevalên din ên li Îmraliyê negirtine, nestendine. Parêzer û siyasetmedar diaxivin, hevalên me dinirxînin. Dibêjin di dîrokê de li cihanê tecrîdeke bi vî rengî nehatiye kirin. Herî dawî jî diyarkirin ku pêkanînên ku li Afrîkaya Başûr li ser Nelson Mandela hatibû kirin jî, ne wisa ye. Mafê me heye. Mafê agahiyê rewşeke wisa ye, nabe were astengkirin. Lê ev rewşa têkilîdanenînê û rewşa tecrîda mutleq didome. Ji bo kesên Îmraliyê bi rê ve dibin tu guhertineke din tune.

Mirov dikare bibe dijmin jî lê sînorekî dijminatiyê jî heye, pîvaneke wê heye. Hiqûqa wê jî heye. Tiştekî bi navê hiqûqa şer û hiqûqa dijminatiyê heye. Dibe ku em dijmin bin. Lê wekî mînak dijmin jî bi hev re rûdinên, bi hev re didin û distînin. Em bala xwe bidinê, dema aliyek aliyê din diqedîne şer naqedin. Şer bêtir bi lihevkirin û peymanan diqedin. Ev tişt bi hevdîtinê pêk tên. Dibe ku me wek dijmin bibînin. Lê vê rêveberiyê di asta herî bilind de, di asta wezaretan de, di asta serokkomariyê de jî soz daye.

‘Divê sozên hatiye dayîn werin bicihanîn’

Dikare were gotin, ma mirov ji soza AKP’ê bawer dibe? Tişta ku dixwin heram e, tişta ku dibêjin derew e. Em nikarin wisa bibêjin û derbas bibin. Divê ew soz werin bicihanîn. Em tim û tim dubare dikin ku li Îmraliyê ji vî alî ve qanûn nîne. Em dibêjin tecrîd didome. Çima? Ji ber ku kesên ew bi rê ve dibirin, soz dan ku wê rewş ne wisa be. Ne qanûnên xwe pêk tînin û ne jî sozên xwe pêk tînin. Helbet biryarên navneteweyî jî bi cih naynin. Mesela ne tenê ji bo Îmraliyê ye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser doza Kobanê biryar dabû ku divê hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û girtiyên din werin berdan. Qaşo hiqûqa Tirkiyeyê bi hiqûqa Ewropayê ve girêdayiye. Qebûl dike lê pêk nayne. Nêzîkatiya wan a ku ji bilî siyaseta xwe tiştekî nas nakin, didome. Me berê jî diyar kir, ev cezayên dîsîplînê beredayî ne. Sermesele çima ev ceza hatine dayîn? Carekê gotibûn ji ber axaftina bi dengê bilind… Heke bi rastî jî ceza hatiye dayîn divê sedemeke vî tiştî hebe. Ev sedem nayên aşkere kirin. Ji ber ku em baş dizanin ku li Îmraliyê tişta ku pêwîstî bi cezayeke bi vî rengî hebe, pêk nayê. Ev tişt hemû hincet in. Aliyekî vê rewşê astengkirina hevdîtinan e û aliyê din, jixwe ew girîngtir e, di sala 25’emîn de Pergala Îmraliyê, li gorî hiqûqa Ewropayê divê li ser rewşa Rêber Apo were sekinandin. Tişta bi navê heqê hêviyê, divê dîsa li ser rewşê were sekinandin, divê were darizandin û berdan.

‘Nabe ku Ewropa li hemberî vê rewşê bêdeng bimîne’

Di rewşa normal de li gorî qaîdeyên hiqûqê yên Ewropayê nabe ku Rêber Apo di Îmraliyê de bidin sekinandin. Parêzer jî vî tiştî diyar dikin. Di demên dawî de li ser hate sekinandin. Dihat wateya ku divê mirov hiqûqa Ewropayê bixwîne, em di cih de hîn bûn. Dema mirov bizanibe ku kursiya bersûc û hiqûqê çi ye, ev tê wateya hînbûneke kûr. Me berê jî diyar kir ev cezayên dîsîplînê tê wateya vî tiştî. Me got divê li ser van tiştan were sekinandin. Niha gelek derdor li ser wê disekine, teqez divê mirov israr bike û divê em li hemberî vê rewşê bêtir têbikoşin. Parêzer, hiqûqnas, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan balê dikişînin ser vî tiştî.

Bi vî awayî nayê domandin. Nabe ku Ewropa li hemberî vê rewşê bêdeng bimîne. Saziyên Ewropayê, CPT, Konseya Ewropayê hevparê vê bêhiqûqiyê yan jî hevparên kirinên li Îmraliyê ne. Derbarê vî tiştî rexneyên şênber heye. Ev gelekî zelal e. Ji wir jî zêde deng dernakeve.

‘Ji bo têkbirina kurdan wê her tiştî bikin’

Hilbijartin çêbû, niha Tifaqa Cûmhûr hikumetê ava dike. Li peravên Egeyê, li peravên Deryaya Spî û Marmarayê bi ser neket, li Kurdistanê bi ser neket lê em bibêjin ji xeynî van deran bi ser ket. Niha hikumetê ava dikin.  Kêmanî ji sedî 70’ê kurdan, Tayyip Erdogan û Tifaqa Cûmhûr red kirine. Kurdan deng nedane wan. Partiya Çepên Kesk bi ser ket û li gelek bajaran ji sedî 70’ê zêdetir deng bi dest xist. Li hinek bajaran gihişt ji sedî 55-60. Niha hikûmet ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hatiye avakirin. Li meclîsê wê biryar ji aliyê Tifaqa Cûmhûr were dayîn. Kurdan ev her du tişt jî red kirine. Kurdan biryarên van her du saziyan red kirine. Ew ne rêveberiya kurdan in. Ez dixwazim vî tiştî bibêjim. Mînak heke ev rewş ne li Kurdistanê lê li dereke din a dinyayê pêk bihata, di nav civakeke din de çêbibûya, ev dewlet, siyasetmedar û yên ku li deverên din ên Ewropayê îdiaya parêzvanê mafên mirovan dikin wê qiyamet rakirina. Wê bigotina ev hikumet nikare bi rê ve bibe. Ji ber ku hatiye redkirin û hikumet bi ser neketiye. Lê niha deng ji kesî nayê. Werin em bala xwe bidinê, wekî ku encameke wisa çênebûye. Piştî hilbijartinê di Tirkiyeya ku hatiye avakirin de, kurdan rêveberî red kirine. Biryarên wan wê li dijî kurdan be, wê di asta şer de be. Ji bo têkbirina kurdan wê her tiştî bikin. Her kes bi vê rewşê dizane, lê tiştekî nabêjin. Rewşa Îmraliyê ev e. Li Îmraliyê evqas bêhiqûqî, neheqî, her tişt diqewime. Lê dengê wan dernakeve. Çima? Ji ber ku li wir vîna kurdan heye, îradeya kurdan a azadiyê heye. Ev hemû bi nêzîkatiya li hemberî gelê kurd û bi qirkirina kurdan ve girêdayîne.

‘Qirkirina kurdan ji Îmraliyê destpê dike’

Saziya esasî ya qirkirina kurdan, sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ye. 25 sal in ev wiha ye. Beriya wê jî saziyên heman, bi rengên cuda derketin holê. Di sedsala borî de li her çar parçeyên Kurdistanê mirov heta ber sêdarê jî birin. Em van baş dizanin. Niha ev rewş wiha ye. Lewma deng ji tu kesê dernakeve. Divê mirov vê yekê teşhîr bike. Divê mirov hîn zêdetir bi ser de biçe. Lewma divê em têkoşîna hiqûqî û siyasî pêş bixin. Têkoşîn girîng e û li ser vî bingehî têkoşîn li her qadê dewam dikin. Ez hemû têkoşînên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li dijî sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê tê meşandin, silav dikim û serkeftinê dixwazim. Divê em vê yekê her tim bibêjin. Divê mirov nebêje em têkoşîn dikin, lê encam tune ye. Têkoşîn gelekî girîng e. Bandora têkoşînê çêdibe, li ser siyasetê çêdibe. Teqez li ser jiyana li Îmraliyê jî çêdibe. Têkoşîna gelan wê dîwarên Îmraliyê parçe bike, sîstema îşkence û tecrîdê bişkîne. Divê mirov ji vê yekê bawer bike. Divê mirov bawer bike ku em dikarin bi têkoşînê bi ser bikevin. Eger em hîn mezintir bikin, têkoşînê jî hîn zêdetir bimeşînin em ê teqez encam werbigirin. Bila gelê me û dostên me vê yekê bizane. Ji vî alî de bila ti bêhêvîtî çênebe. Bila neyê hesibandin ku tu encam dernakeve. Berovajî wê heke em hîn zêdetir têbikoşin, wê hîn zêdetir encam derbikeve. Lewma divê em têkoşînê mezintir bikin. Ez car din bang li her kesê dikim ku têkoşînê mezin bikin.

‘Wê berxwedan û têkoşîn hîn mezin bibe’

Destpêkê ez dixwazim şehîdên vî şerî bi rêzdarî bi bîr bînim. Di şexsê hevrê Zerdeşt de ez hemû şehîdên Zap, Avaşîn û Metînayê, dîsa şehîdê me yê Silêmaniyê hevrê Huseyîn Arasan û şehîdên me yên Botan û Licê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez gerîla û gelê me silav dikim ku li dijî her cûre dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr li ber xwe didin. Bêguman ev berxwedan wê di pêvajoya li pêşiya me de hîn mezintir bibe û pêş bikeve.

‘Bêçalakîtî tu wateya xwe tuneye’

Têkildarî vê yekê hetanî niha me qala bêçalakîtiyekî kir. Dibe ku mijara ku bal kişand û hatî meraqkirin ew be. Ji ber erdhejê rêveberiya me bêçalakîtî pêwîst dît. Ev rast bû. Em li pişt vê yekê ne. Em hîna jî bawer dikin ku me tişta rast kiriye. Piştre ji ber hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo astengkirina her cûre provokasyonan, me dirêj kiribû. Em vê jî watedar dibînin. Lê me her tim dubare kir. Me jî anî ziman, hevalên me jî anîn ziman. Herî zêde jî fermandarên me yên biryargeha navendî anîn ziman. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyên xwe de diyar kir. Ji aliyê me ve rewşek wiha çêbû. Lê aliyê dijberî neket nava helwestek wiha de. Li gorî hêza xwe, dema ku hêza wê kêm jî ba yan jî hin karên wan ên din hebana her çendî ku êrîş kêm çêbûn jî lê dema ku amadekarî dikirin êrîş zêdetir kirin. Biryara me ya bêçalakîtiyê di çarçoveya rêveberiya dewleta tirk de bêyî bersiv hat hiştin.

Hin derdoran got ku ew erênî dibînin. Lê tu encamek cuda ji wan jî derneket heta niha. Gelo xala ku em hatinê çi ye? Hilbijartin çêbûn. Encamên hilbijartinê tê zanîn, bilez hema bibêje bi leza birûskê rêveberiya xwe ya nû ava kir, mîna makîneyê dixebite. Ev tê wê wateyê ku Tayyîp Erdogan di mijarên wiha de, berê xwe baş amade kiribû. Her tişt dizanî. Jixwe di rastiyê de mîna lîstina senaryoyekî ku hatî nivîsandin û amadekirin. Êrîşên paralel jî zêde kir. Li her qadê êrîşên leşkerî hene.

Têkildarî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyên Biryargeha Navendî hene. Bîlançoya mehane dan, ya rojane didin. Her roj herî kêm 50-60 êrîş tên kirin. Di nava çend rojan de qasî sedan çêdibe. Ji bejahî ve êrîş hene. Dixwaze li Xakûrkê êrîşên dagirkeriyê zêde bike. Artêşa tirk li Licê, Botan û qada Bakur gelek êrîş kirin. Li dijî êrîşan hem çalakiyên parastinê û hem jî şerên rû bi rû qewimîn. Bê navber êrîş li ser Rojava çêdibe. Êrîşê Şengalê hat kirin, êrîşê Silêmaniyê hat kirin. Rêveberiya MÎT’ê hat guhertin. Her hal rêveberiya nû dixwaze bi komkujiya li Silêmaniyê xwe îspat bike. Dixwaze bibêje ez jî di vî karî de heme. Roja hilbijartinê li endamekî ÎYÎ Partiyê xistin, li Geverê pê li zarokekî kirin. Her roj kesan digire. Şaredarên Patnosê girtin. Êrîş hene ku her ku diçe zêde dibin. Asta êrîşê ya leşkerî û siyasî mijara gotinê ye. Li dijî vê yekê êdî ev bêçalakîtî, tu wateya xwe tuneye.

‘Divê em li bendê nemînin ku kesek din ewlehiya me bigire

Êrîşeke faşîst, mêtinger û qirker her ku diçe zêde dibe û li dijî vê berxwedan tê meşandin. Gerîla her tim li hemberî êrîşan li ber xwe da, bersiv da û derb li dijmin xist. Di vê mijarê de hesas bû. Divê hîn bêhtir bê pêşxistin, kêm-zêde ji şêwaza kevn derbas bibe û li cihên berfirehtir rêyên nû yên çalakiyê pêş bixin, ber bi armancên nû ve biçin. Ya ku ez texmîn dikim ew e. Fermandarên Biryargeha me ya Navendî ragihandin ku gerîla amade ne, hemû erkên xwe bi serkeftî bi cih bîne. Ev girîng e.

Êrîş li ser Şengalê, Rojava tê kirin. Bi taybetî êrîşa li ser Silêmaniyê ku welatparêzekî şoreşger qetil kirin. Ev dibe çend bûyerên qetilkirinê. Êdî sînor derbas kiriye. Divê hevrêyên me, hemû welatparêz, gelê me û hêzên şoreşger ên demokratîk ên Tirkiyeyê bibînin ku bi rêveberiyeke ku bi şer û komkujiyan hebûna xwe didomîne re rû bi rû ne. Heta niha wisa bû. Rêveberiya ku nû hatiye avakirin jî wisa ye. Û wê hê bêtir êrîş bike, divê em vê yekê bibînin. Di vê wateyê de divê her kes vê rastiyê bibîne. Di vê rewşê de divê helwest li gorî wê bên pêşxistin. Hesasiyet lazim e. Em nikarin wekî ku tiştekî wisa tuneye tevbigerin. Dijminê ku dixwaze me tune bike heye. Û tiştê ji dest tê dike. 24 saetan di rewşa êrîşê de ye. Ji ber vê yekê divê em bibin bersiv. Divê em çi bikin? Divê em tedbîrên xwe yên parastinê pêş bixin. Her kes Wê ewlehiya xwe bigire. Ev ne tenê gerîla û milîtanên şoreşger, hemû gel, welatparêz, jin û ciwan jî di nav de ne. Ji bo wan jî derbas dibe. Ji ber ku êrîşî her kesî dikin. Ne diyar e ku wê êrîş li ku û kê were kirin. Ji ber vê yekê divê her kes tedbîrên xwe yên ewlehiyê bigirin. Divê em tedbîrên parastinê bigirin. Divê em hesab nekin ku di hawîrdoreke azad, demokratîk de dijîn. Divê em li bendê nemînin ku kesek din ewlehiya me bigire.

‘Divê em bibin yên ku têdikoşin’

Ya duyemîn jî divê li dijî van êrîşan têkoşîn bê kirin. Divê em bibin yên ku têdikoşin. Divê her şoreşgerek welatparêz, jin û ciwan bibe şervanê azadiyê. Dijminek ku êrîşî we dike heye. Dema firsend hebe divê têbikoşe, li dijmin bixe da ku îmkan û hêza xwe seferber bike. Ev berxwedana gel e. Berxwedana topyekun bi vî rengî dibe. Jê re tê gotin xweparastin. Wekî din, axaftin nayê wateya xweparastinê. Nêzîkatiyên ku xweparastinê ji qada leşkerî dûr dixe, xelet in. Bi giranî leşkerî ye û girêdayî ewlehiyê ye. Hûn ê ewlehiya xwe pêk bînin. Ev jî di warê leşkerî de ye. Wateya wê ya din jî heye. Lê di analîza dawî de, ewlehiya leşkerî girîng e. Di vî warî de bila gelê me, dostên me, hemû welatparêz û hevrê baş bizanibin. Dixwazin me tune bikin. Ji ber vê yekê em dikarin li dijî yê ku dixwaze me tune bike, em şer bikin û derbên giran li wan bixin. Ji ber vê yekê wezîfeya me ev e ku em têkoşînek wiha bidin meşandin, şer bikin. Divê her kes vê fêm bike. Piştre nebêjin me got lê di pratîkê de pêk nayê, em baldar bin. Dijmin ewqas ne bi hêz e êrîş dike, encamê digire. Divê em vê derfetê nedin wî. Ji ber vê yekê ez bang li her kesî dikim ku bi hestiyar bin, hişyar bin, ewlehiya xwe pêk bînin û li dijî dijmin şer bikin. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst, mêtinger, qirker û êrîşan têbikoşin. Encax şerek wiha dikare me li ser piyan bigire û bide jiyîn.

‘Ew ê hewl bide bi rêbazên nû êrîş bike’

Hilbijartinên 14’ê Gulanê di nava têkoşîneke mezin de derketin. Di esasê de berxwedana gerîla bingeha wê têkoşînê bû. Me ev têkoşîn li ser esasê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî dimeşand. Her wiha dijmin êrîşeke topyekun a îmhayê pêk dianî. Di şerekî wiha bênavber de weke rêbazeke nû ya têkoşînê derket holê. Rêbaza têkoşîna siyasî girîng bû, me pêk anî. Ji ber ku ji bo di vê têkoşînê de encamên diyar derxe holê bi têkoşîneke wiha ve girêdayî bû, wê di pêvajoya piştre de bi rastî jî rêveçûna vê têkoşînê diyar bikira. Ew girîng bû. Ne xelet bû ku girîngiyek wisa dida. Ew rast bû. Bi rastî jî encameke girîng derket holê. Zelalbûn çêbûye. Encam jî mîna hilbijartinê girîng in. Bê guman, divê ev tişt bê zanîn. Ger faşîzma AKP-MHP’ê di hilbijartinê de têk çûba û eger faşîzm biketa pêvajoya hilweşînê, wê li ser bingeha azadiya tirk-kurd rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê vebûya. Têkoşîn wê li ser vê bingehê berdewam bikira. Têkoşîna nû wê bi vî rengî bûya û wê rê û rêbazên xwe li gorî wê heba. Tiştê niha derketiye çi ye? Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur xwe dispêre çi? Desthilatdariya faşîst xwe nû kir. Bi rêyek çawa dibe, ew rêveberî bi hêz kir. Li aliyekî wê siyaseta berê jî berdewam bike helbet. Hewldanên sazûmankirina faşîst û dîktatoriyê wê bidomin. Lê li aliyê din jî wê ne weke berê be. Ew ê hewl bide bi rêbazên nû êrîş bike. Tayyîp Erdogan got, em ê hem êrîşên leşkerî yên hundir hem jî yên derve û êrîşên dîplomatîk zêdetir bikin. Ji ber vê yekê têkoşîn wê rêbazên nû pêş bixe. Têkoşîna di navbera dîktatoriya faşîst û demokrasiyê, kurdbûna azad û demokrasiya tirk de ketiye qonaxeke nû.

Niha di vê çarçoveyê de nîqaş hene. Hin nîqaş hene, nirxandinên girîng jî hene. Divê em nebêjin na. Lê belê, hin nirxandin jî pir seranser, teng, şeklî û pir girîngiyê nabînin. Divê em vê yekê îfade bikin. Mînak nêzîkatiyeke ku her tişt bi mirovek girêdidin dertê holê. Her wiha beriya ku Tayyîp Erdogan weke serkeftî bê îlankirin jî, gelek derdorên navxweyî û derve bersiv dan desthilatdariyê. Di cih de bûn şopdar. Ev niha hinekî din berdewam dike. Yên ku beriya hilbijartinê gelek tişt ji Kiliçdaroglu re gotibûn, niha jî wek ku qet van gotinan negotibin şîretan li rêveberiya nû dikin. Hewl didin di nava vê rêveberiyê de cih bigirin. Nêzîkatî û helwestên wiha bêexlaqî jî hene.

‘Faşîzm xwedî bingeheke girseyî ye’

Li vir xala girîng ew e ku gelek nirxandin, bi temamî li ser esasê encamên hilbijartinê nasekine. Esasê wê çi ye? Bi rastî me mehek berê, piştî 14ê Gulanê, piştî hilbijartinan nirxandinek kir. Jixwe em van nêzîkatiyan heta radeyekê mezin diparêzin. li ser wan hatiye nîqaşkirin. Mînak, me li wir bal kişandibû ser tiştekî. AKP a ku bi MHP’ê re tifaqê dike tişta ku li Tirkiyeyê çêkirine û niha jî ev tifaq bi PDK’ê re dixwaze li Kurdistanê tiştekî bikin. Ev tiştekî girîng e. Gelek kes vê yekê nabînin. Zêde dibêjin, xapandiye, nizanim, deng diziye, ev bûye, ji ber vê bi ser ketine. Belê, dibe ku ew bi ser neketine. Dibe ku Kiliçdaroglu di hilbijartinê de bi ser ketibe. Li ser vê yekê gelek dek û dolab hatine kirin. Lê dihat zanîn wê ev tişt pêk were. Ev aliyekî meseleyê ye, aliyekî teknîkî ye. Ev ne dek û dolab e. Em bibêjin ku bi dek û dolaban nehiştin ku Kiliçdaroglû bibe serokkomar. Lê Kiliçdaroglû bibe serokkomar jî Tayyip Erdogan jî rêjeyek dengan bi dest xistiye.

Hemû ne denk û dolab bûn. Niha ev deng girîng e. Divê vê bibînin. Ev çi nîşan dide? Faşîzm xwedî bingeheke girseyî ye. Ev derketiye holê. Rêber Apo diyar dikir ku netewe dewlet bi qirkirina civakê re mirov kiriye wekî keriyan. Li Tirkiyeyê ev tişt pêk tê. Bala xwe bidinê li Tirkiyeyê civaka xwe bi MHP’ê ve dan girêdan. Niha jî dixwazin Kurdan bikin Hîzbûllah. Sûc û gunehê herî mezin ê Tayyip Erdogan û AKP’ê ev e. Ev ne girseyeke biçûk a dengan e. Bi huner, propaganda û perwerdehiyê mejiyê mirovan tê şuştin,  feraset û hesteke nû tê avakirin.

Li aliyê din tenê zîhniyet nayê dayîn. Ev tên rêxistinkirin. Çeteyên faşîst tên rêxistinkirin. Çawa ku çeteyên DAIŞ, El Qaîde, Birayên Misilman hene, niha jî çeteyên MHP û Hîzbîkontra li ser bingeha AKP’ê hene. Ev rêxistin in, çek bi dest xistine. Binêrin, di şeva hilbijartinê de endamekî IYI Partî kuştin. Heger piçek têkoşîn were xwestin an jî bihata gotin Tayyip Erdogan têk çûye, wê daketina kolanan.

Ekrem Îmamoglû nekarî civînê bike. Dema li Erziromê kevir xwar, reviya Stenbolê. Kiliçdaroglu qet neket hundir. Ger Kiliçdaroglû bûya Serokkomar, wê serokkomarekî ku nikarîbû li Erziromê mîtîngê li dar bixista, derketa holê. Niha ji bilî MHP, AKP, Hizbullahê kes nikare biçe cihên ku Tayyîp Erdogan deng distîne. Çetevaniyeke rêxistinkirî û çekdarî heye. Ev xeteriyeke mezin e. Ev ne tenê ji bo siyaseta îro xeter e. Ji bo siberoja Tirkiyeyê jî xetere ye. Ev ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî xeteriyek e, ji bo tevahiya mirovahiyê xetere ye. Hin derdorên siyasî yên li Rojhilata Navîn vî tiştî nabînin û çavê xwe ji demokrasiya navdar a Ewropayê re digirin. Ji bo berjewendiyê dest bi hevkariya bi Tayyip re kirin. Serokkomarê Fransayê hê beriya ku encamên hilbijartinê diyar bibe, serkeftina Tayyip Erdogan ragihand. Ev nabe. Dema ku bi DAIŞ’ê re rû bi rû ma, dest û pêyên wî li hev geriyabû. Li Tirkiyeyê endamên DAIŞ’ê tên birêxistinkirin. Li ser vî tiştî nayê sekinandin. Ev nayê dîtin. Rastiya herî girîng a vê hilbijartinê ev e. Ev tişt xetereyeke mezin e.  Divê ev tişt were dîtin. Têkoşîna li dijî vî tiştî û helwesta li hemberî vê rewşê, ne bi tenê karê Kurdan e.

Heke hinek kes bibêjin niha êrîşî Kurdan tê kirin, wê dor neyê me, şaş û xelet in. Tayyip Erdogan bi çeteyan re gef li her kesî xwarin. Sibê wê dor were ser wan jî. Ev xetere ji bo hemû kesan e. Ev tişt qet nayê nîqaşkirin. Di hin derdoran de tu bertek tune. Wekî rewşeke normal tê dîtin. Wisa dibînin ku tifaqa AKP, MHP, Hîzbûllah, Huda-Parê tifaqeke normal e, tifaqeke siyasî ye û aliyên ku wan rêxistin kirine û deng stendine, wekî aliyên normal in. Ev şaşîtiyeke gelekî mezin e.

‘Tênekoşîna CHP û Kiliçdaroglû cihê fikaran e’

Li aliyê din me cara dawî di çarçoveya CHPê de nirxand. CHP’ê çend caran ev yek kiriye. Bi rastî, Muharrem Înce di sala 2018 de li pêş bû. Piştî saet 12’an ji nişka ve winda bû. Piştî çend saetan Tayyîp Erdogan got, ‘Rewş zelal bû, ez bi ser ketime.’ Wî jî qebûl kir, got ‘Te qezenc kir.’  Niha di vê hilbijartinê de wek mînak di 14’ê Gulanê de şaredar derketin, heta saet 12 û 1’ê gotin, em li pêş in. Piştre deng ji wan derneket. Piştre gotin Tifaqa Cûmhûr gelek deng stendiye. Piştre di 28’ê Gulanê de gotin Tayyip Erdogan bi ser ketiye.

Niha Kiliçdaroglu dibêje ku hilbijartin ne rewa bûn, tê de dek û dolab hatiye kirin, tiştên bê exlaqî hatine kirin. Baş e, te çima têkoşîn nekir? CHP di şeva hilbijartinê de heta saet 12’an li ber xwe dide, gotinan dike lê piştî saet 12’an vedikişe. Hilbijartinê didin Tayyip Erdogan û Erdogan bi ser dikeve. Rêveberiya  Kemal Kiliçdaroglû wisa ye. Me ev tişt dît.

‘Divê girseya CHP’ê hay ji dek û dolaban hebe’

Çima Tifaqa Millet bi ser neket, bila binirxîne. Niha vê rewşê nîqaş nakin. Nekarî alternatîfekê deyne pêş. Ji bo demokratîkbûnê bi tenê ji dêvila pergala serokatiyê, pergala parlementeriyê ya xurtkirî pêşniyaz dikin. Jixwe beriya vê serokatiyê jî ew sîstema parlamenteriyê hebû. Ji ber ku ew nemeşiya ev tişt pêk hat. Ev ne pêşniyazeke guhertinê ye, pêşniyazeke ji bo tişta derbasbûyî ye. Li ser guherînê axivîn, lê nekarîn tiştekî bi navê guherînê bînin ziman. Bi rastî jî nekarîn pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê aşkere bikin.. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka jinan, pirsgirêka karker û kedkaran heye. Nekarîn bala xwe bidin ser şer û têkiliyên derve. Tayyîp Erdogan çi got, bi wî re ketin pêşbaziyê. Tayyîp Erdogan hemû jî arast kirin. Bi zimanê Tayyîp Erdogan dijberiya PKK’ê kirin. Ji ber vê yekê çi encam derket holê? PKK dihat wateya pirsgirêka kurdan. Heke tu nikaribî tiştekî ji pirsgirêka kurdan cihêtir deyne holê û ji ber ku pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan e, wê demê tu gotineke ji ya Tayyip Erdogan cihêtir nabêjî.

Kemal Kiliçdaroglû dibe ku mirovekî nefsbiçûk, hestiyar, an jî burokratekî serkeftî be. Lê ew ne siyasetmedarekî baş e. Tê têkoşer e, civakê dide sekinandin. Di asta herî krîtîk de dibe sedem ku Tayyîp Erdogan, AKP-MHP bi ser bikevin. Wisa dixuye ku ew têdikoşe, lê belkî dibe ku têkoşînê pûç dike. Ji ber vê ne siyasetmedarekî baş e û ne têkoşer e. Nekarî bernameyeke demokrasiyê deyne holê. Niha hinek kes dibêjin bila CHP biguhere û guhertin pêk were. Baş e, lê yên ku guhertinê dixwazin, çi dibêjin? Divê Kiliçdaroglû biguhere yan jî têgihiştin û siyaseta bernameya CHP’ê biguhere? Heke wê biguhere, di kêşeyên bingehîn ên siyasetê yên Tirkiyeyê de ew çi pêşniyaz dikin? Kiliçdaroglû wê biguhere yan na? Niha nîqaş dikin. Ev tiştekî nade qezenckirin. Pêwîst e di vê mijarê de girseya CHP’ê hay ji van rewşan hebe.  CHP’ya ku wisa dora wê hatiye girtin, wê tu carî nebe desthilatdar. Qaşo yê herî çepgir Kiliçdaroglû ye. Çû yên ji Refahê veqetiyan ji AKP’ê girt. Wî dijberê xwe yê kevn, DP anî ba xwe. Ew ê niha çi bike? Ew ê bi rastî bernameyeke demokrasiyê derxînin pêş, an jî wê CHP’ya mayî bikin AKP’yî? Wê wan bikişînin wê derê û rastgiriyê? Divê ev tişt nîqaşkirin, li ser bên sekinandin. Nîqaş ne di vê astê de ne. Naveroka nirxandinan ne wisa ye, gelekî erzan e. Bi taybetî me dît ku yên ji xwe re dibêjin em rewşenbîr in, rojnamevan û nivîskar in,  gelekî bêkalîte ne. Ez bi aşkere dikarim bibêjim. Bi vî awayî jî nabe. Gotinên wan gelekî sivik û vala ne. Wekî ku mirovan dixapînin, ev tiştekî nade qezenckirin. Ji ber vê jî divê di nav CHP’ê de guhertinek pêk were. Divê girseya wan hemû polîtîkayên wan baş nîqaş bikin.

‘Em pêvajoya rexnedayînê cidî digirin’

Di nava hêzên demokratîk de, nîqaşeke zêde heye. Pêvajoya rexnedayînê tê gotin. Em vê yekê pir cidî digirin. Divê mirov ber bi encamekî pir erênî ve bibe. Pêvajoyek nû ya têkoşînê derket holê. Ji bo em pêdiviyên vê yekê bi serkeftî bînin cih, divê em dersên paşerojê derbixin. Divê em paşerojê bi analîza rexne û rexnedayînê bigirin dest. Encex wê demê em dikarin pêvajoya nû rast fêm bikin, wezîfe û berpirsyariyên pêvajoya nû bi serkeftî bînin cih. Em hemû bi vî rengî dikin. Têkildarî vê yekê nêzîkatiyek cuda nabe. Di pêvajoyeke ku bêyî rexnedayîn ders ji berê neyê derxistin de serkeftin ne pêkan e. Ji ber ku hûn nikarin nûbûnekê bikin.

Ji bo tu civakê biguherînî, divê tu xwe biguherînî. Ji bo tu di civak û siyasetê de nûbûnê ava bikî, divê tu xwe nû bikî. Ev jî tê wateya ku tu wê şaşitî û kêmahiyên berê derbas bikî û xwe rast bikî. Pêvajoya rexnedayînê bi vî rengî ye. Li ser vî bingehî em bi rastî jî di lêpirsînekî wiha de ne. Destpêkê divê hemû rêxistinên şoreşger di lêpirsîneke wiha de bin. Di nava rêxistinên şoreşgerî de divê tu caran tiştên ku bêyî rexnedayîn tên kirin, rast û bes neyên dîtin. Li aliyê din jî divê rexneyên sivik ku mirov pê bişikê, neyên kirin. Divê mirov li ser uslub û ziman baldar be, li ser naverokê baldar be. Sermeselê; mirov nebêje kurd û bi rengekî giştî rexne bike. Divê mirov nebêje yê din tirkê çep yan jî tirk û bike. Dibe ku şaşitî hebin. Rexne jî dibe werin kirin. Rê nîşandayîn, bi ser ketin girîng e. Çima? Ji ber ku Rêber Apo got, tirk bêyî kurd û kurd bêyî tirk nabe. Têkoşîna Azadiya Kurd bêyî pêşxistina têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê, nikare bi ser bikeve. Demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bêyî têkoşîna kurdan nabe. Ev mîna goşt û neynok hêza mutefîk a stratejîk a girêdayî hev in. Hevalê Karasû bal kişand ser vê yekê. Gelek girîng e. Yekîtî û mutefîkek stratejîk a bi vî rengî heye. Wê demê divê em li ser pêdiviya vê yekê baş baldar bibin. Li vir kêmahiyên şaş, kêmahî û cudahiyên wê hebin jî, divê em her tim avakirina yekîtiyê pêşbînî bikin. Divê em cudahiyan çênekin û xwe parçe nekin. Divê mirov uslubê ku van mutefîkên stratejîk, têkîlî û tifaqê lewaz dike bi kar neyîne. Destpêkê weke rexnedayîn hat derketin, lê di demê dawiyê de tiştên ku di çapemeniyê de derdikevin piranî ne rexne ne. Wiha jî nabe. Hinek kes rexneyên bêserûber dikin, hinek kes jî rexneyên wan giştî ne. Evane ne rast in. Divê em li ser vê yekê baldar bin. Bi taybetî jî ji aliyê yekîtiya şoreşgerî ve helbet weke PKK, em Tevgera Şoreşgerî ya Yekîtiya Gelan cidî digirin. Em dibêjin ku rolê HBDH’ê xilas nebûye û rolê herî serkeftî wê di vê demê de were lîstin. Ji ber ku HBDH ji bo li dijî plana tifaqa AKP-MHP’ê ya çewisandina gelê kurd û Tevgera Azadiyê, alternatîfa şoreşger ava bike û berxwedana şoreşgerî pêş bixe hatiye avakirin. Di Bihara 2016’an de mantiqê avakirina HBDH’ê ev e. Niha ev pêvajoya dewam dike. Wê demê rol, mîsyon û fonksiyona HBDH’ê dewam dike. Divê hîn zêdetir dewam bike. Em weke PKK di wê nêrînê de ne.

Divê me şer li her qadê belav bikin’

Şaşitî û kêmahiyên me çêbûn? Helbet çêbûn. Divê em bi rexnedayîn nêz bibin. Divê em rexneyan bi hevrêtiyê bikin. Lê divê em HBDH’ê bidomînin û mezin bikin. Bi taybetî divê me pratîkên hîn mezintir pêş xistiban, em kêm man. Divê me şer li her qadê belav kiriba, berxwedan li bajaran belav kiriba, li nava girseyan belav kiriba, divê me bi rengekî ku derbe li hemû armancên faşîzmê hatiba xistin, berxwedan pêş xistiba. Sînordar ma. Helbet di pêvajoya borî de rêxistina herî berxwedêr HBDH bû. Di vê pêvajoyê de divê ev hîn zêdetir were pêşxistin û mezinkirin. Ez bang li hemû şoreşgeran dikim ku ji bo avakirina yekîtiya şoreşgerî di rêxistinbûnek weke Tevgera Şoreşgerî ya Yekîtiya Gelan (HBDH) de bibin yek. Pêvajoyê vê yekê dixwaze. Divê her vê bizane. Weke PKK em heta dawiyê ji tişteh wiha re hene û em tevlî dibin. Em dixwazin bi her kesê ku dixwaze têkoşîna şoreşgerî ya aktîf bimeşîne re, yekîtiya şoreşgerî pêk bînin.

Dibe ku hin cudahiyên me hebin. Teqez em vê yekê li pêşiya yekîtiya xwe û têkoşîna xwe ya hevpar asteng nabînin. Hin tişt çêbûn. Hin nîqaş çêbûn. Tê derbaskirin. Em bang li hemû dostên xwe dikin ku hin bi hestiyartir, baldartir û li gorî pêdiviyên pêvajoyê tevbigerin. Ev gelekî girîng e. Yekîtiya Şoreşgerî girîng e. Divê mirov zêde pişta xwe bi siyasetê ve nede girêdan. Divê mirov bi gotina siyasetên legal vê yekê bes nebîne. Di pêvajoya borî de jî eger geşedanên wiha çêbûyîne, di rastiyê de ji ber yekîtiyek şoreşgerî û tifaqek mîna HBDH’ê li pişt bû, çêbû. Erê me zehmetî kêşa. Em bibêjin hin şaşitiyên me çêbûn, lê dîsa jî ya ku ev têkoşîn ava kir teqez ew tifaq bû.

Em amade ne ku erk û berpirsyarî bigrin ser milê xwe

Di vî warî de em bang li HBDH’ê dikin ku tifaqeke ku hemû şoreşgeran tê de bibin yek û bêyî ku dereng bikeve pêk bîne. Em amade ne ku erk û berpirsyarî bigrin ser milê xwe û ji bo avakirina tifaqeke şoreşgerî bi hemû hêza xwe em bikin. Wek PKK’ê çiqas zehmetî û astengî hebin jî em dikarin derbas bikin û vê armancê pêk bînin.

Ji aliyê eniya siyaseta demokratîk ve jî li wir nîqaşek heye. Rexnedayîna esasî pêşî ji wan destpê kir. Gotin piştî hilbijartinê em ê rewşa şeva hilbijartinê binirxînin. Pir girîng bû. Me ew hêja, watedar û girîng dît û ew bi kûrkirina wê berdewam dikin û ev rewşek baş xuya dike. Lê divê zêdetir baldarî çêbibe. Her wiha, divê pir dereng jî nebe. Divê hûn wextê baş bikar bînin. Tempoya aliyê din bilind e, faşîzm bi tempoyeke bilind berdewam dike. Lewma divê tevgera demokrasiyê wisa be. Divê karibe xwe li gorî pêdiviyên pêvajoyê amade bike. Divê ji rêbazên ku dişkîne dûr bikevin. Girîng e ku mirov ne rexnegir be, bêti xwe xwe rexne bike. Ev nêzîkatiyên rexnedayîn ên bi cewher derketin holê. Baş in, lê rexneyên ku şêweya wan tune ye, rexneyên ku zimanê wan ne guncaw in jî hene. Ev wisa nabe. Dibe ku di mijarên bingehîn de lêpirsîn û sererastkirinek din hebe. Em vê girîng dibînin.

‘Ya esas tevlêkirina hemû pêkhatyan e’

Ji bo guhertina civakê, pêşî xwe biguherîne. Ev girîng e, lê hûn ê li gorî kîjan xetê biguherînin ew jî girîng e. Helbet pêwîst e di vî warî de tu xeletî neyê kirin. Mînak hinek dinivîsin va HDP’ê ye, Partiya Çepên Kesk, partiyeke kurd e. Tiştekî wiha tune. Bi qasî em dizanin ew partiyeke tirk in. Pêkhateyên wê hebûn. Divê hemû pêkhate bikin yek. Divê tu tiştên wisa şaş nenivîsîn. Eger hemû pêkhate beşdarî vê pêvajoyê bibin wê baş bibe.

Ev yek tê nirxandin, rast e. Di siyasetê de zêde îndeksa dewletbûyîn çêbû. Ev dibe siyasetek li gorî dewletê. Di rêxistinbûyîn, tevlî civakê bûyîn, guhdarîkirina civakê de û bi civakê re tevgerîn qelsî hene. Di çûna li gel jin, ciwan û karkeran de pirsgirêk hene. Rexneyên wiha ji civakê jî tên. Pir girîng e. Civaka kurd têgihîştî ye elbet. Em wan jî girîng dibînin.

Siyaset bi giranî ber bi aliyê hilbijartinê ve bir. Piştî hilbijartinê hinek daxuyanî hatin dayîn. Ew girîng in. Hin rêxistinan rol nelîstin. Mînak HDK û DTK’ê. Bi rastî ev nîşana qutbûna ji girseyê ne. Ew kar nekirin. Rêxistinên bêfonksyonel û rexnekirî hene. Mînak Partiya Herêmên Demokratîk navek wê heye, lê rola wê nîne. Me nizanîbû çi heye yan çi tune. Lê belê, dema ku hate damezrandin, wê mîsyonek ragihand. Wê tifaqên kurdan pêş bixista.

Mirov dikare tifaqa kurdan zindîtir bike. Lê mînak, divê mesele ne qelskirin û dizîna rol be. Divê rola hinekan nekeve paşiyê. Rewşên wiha hene. Divê proje bi temamî were cîbicîkirin. Her cewher şeklê xwe diafirîne û li wir tê jiyîn. Ne bi cewhera xwe be nikare derbasî jiyanê bike. Ji ber vê yekê ger em bibêjin rêya sêyemîn siyaseta demokratîk e, demokrasiya gelan e, em ê li gorî ruhê wê formên xwe pêş bixin.

Di heyama dawî de jî HDP’ê li her derê xwe rêxistin kir. Hem erkên HDK û hem jî ya DBP’ê paşde ket. Li aliyê din me behsa mijara tifaqan kir. Îhtîmala ku ew ê tifaqa Ked û Azadiyê jî têxin nava vê pêvajoyê. Ew jî pir girîng e. Di qada siyaseta demokratîk de afirandina têkoşîna hevpar a hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê gelekî girîng e. Pêwîst e xwe bigihîne tifaqeke bi vî rengî, bi rengê tifaqa çep-demokratîk pêk bîne, di heman demê de xwe bigihîne tifaqa herî berfireh a demokratîk.

‘Mûxalefeta sereke tevgera demokrasiyê ye divê l igor vê bê rêxistinkirin’

Rewşa CHP’ê li holê ye. Êdî mûxalefeteke ku bibe alternatîfa faşîzma tifaqa cumhur a Tayyîp Erdogan nîne. Hin ji wan parlamenter anîn meclîsê, CHP’ê heye. Divê ev neyê mezinkirin. Ya sereke bi rastî jî mûxalefeta demokratîk a li ser xeta rêya sêyemîn hatiye avakirin e. Tevgera demokrasiyê ye. Herî dawî weke Îtîfaqa Ked û Azadiyê derket holê. Divê beşên mezin, hemû ciwan, kedkar û karker, îslama demokratîk jî di nav de, hemû meylên baweriyê di nava xwe de bihewîne. Divê ne tenê bi partiyan re, bi hemû beşên rêxistinkirî yên civakê re jî tifaqek çêbibe. Ne tenê ew, pêwîst e bi wê tifaqê civaka nerêxistinkirî were perwerdekirin û birêxistinkirin. Girîng e ku polîtîkayeke bi vî rengî ya tifaqê bi awayekî rastir û bi hêztir were meşandin û xwe weke sîstemeke demokratîk weke alternatîfa sîstema faşîst a heyî weke alternatîfa faşîzmê pêş bixe. Sîstem paşê pêk tê. Divê em nebêjin em niha vê bikin. Tê gotin ku pêşketin bi ser dikeve. Destkeftîbûn û mayîndekirina wê, bi pêşxistina sîstemê li gorî cewhera wê pêkan e. Em hêvî dikin ku ev yek bi vî rengî pêş bikeve. Em ji her kesî re serkeftinê dixwazin.

‘Divê pêvajoya rexnedayînê dereng nemîne’

Divê pêvajoya rexnedayînê dereng nemîne. Binêrin aliyê dijber mîna makîneyê sîstema xwe ava kir. Jixwe diyar e ku ji berê ve amade ye. Ava kir û dest bi êrîşên xwe dike. Faşîzm wê êrîş bike. Wê di rêjeyekî zêde de êrîş bike. Bê guman destpêkê wê êrîşî PKK’ê bike, êrîşî gerîla bike, êrîşê gelê Kurd, ciwan û jinan bike. Kurd di hedefê de ne. Lê ne tenê ew, li gel wan wê êrîşî hemû hêzên azadîxwaz û demokratîk ên Tirkiyeyê bike. Em vê yekê jî bibînin. Ew jî di hedefê de ne. Ji vî alî ve divê em bibînin ku wê faşîst êrîşên hîn dijwartir pêk bîne, wê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî jiderve û êrîşên dagirkeriyê yên li dijî parçeyên din ên Kurdistanê bimeşîne, wê zext, zilm, girtin, çewisandina hêzên demokratîk û êrîşên çewisandina Kurdan bimeşîne, wê li dijî jin û ciwanan hîn zêdetir êrîş bimeşîne. Wê van êrîşan weke leşkerî, aliyê polîsî, aborî û ya gerî girîng jî wê îdeolojîk bimeşîne. Huner, propaganda û perwerdeyê bi kar tîne. Di tifaqa AKP-MHP’ê de ti berhemê Tirkiyeya Kemalîst nemaye. Hat guhertin, dewleteke nû hat avakirin. Dewletek a AKP-MHP’ê heye. Niha li Kurdistanê jî kontrayek li ser vê tê zêdekirin. Êrîşa herî mezin weke îdeolojîk dimeşînin. Gelek hunermendên sexte û yên propagandayê dikin pêş xistine. Bi sedan, bi hezaran qenalên wan ên televîzyonê hene. Civakê qir dikin. Ji bo ku li ser medyayê mejiyê mirovan biguherînin, bişikînin û mejiyê wan bişon, ew mejiyê nîjadperest, Tûranperest, Kizil Elmaci bidin mejiyê her kesê, wê îdeolojiya MHP’ê û her tiştê dikin. Faşîstkirin ji vir pêş dikeve. Ew ê êrîşek bi vî rengî be. Wê hewl bidin ku sîstema faşîst bibe sazî. Wê bi van êrîşan hewl bidin ku dijberên xwe bi temamî îmha bikin. Ji bo vê yekê her amûrê bi kar tînin, êrîş dikin. Di dîplomasiyê de mînak avê dike çek. Niha li ser Sûriyeyê, Iraqê hem jî ava Kurdistanê ji bo qirkirina Kurdan dike mijara bazarê. Wê li Iraqê vê yekê hîn zêdetir bike.

‘Li dijî faşîzmê em ê têkoşîna îdeolojîk hîn zêdetir pêş bixin’

Ketina Swêdê ya NATO’yê dike mijara bazarê. Di ketina Swêdê ya NATO’ê de dixwaze NATO û Ewropayê bikişîne xeta xwe. AKP-MHP a faşîst dixwaze rejîma Ewropayê veguherîne rejîmeke ku çetetiya wê qebûl bike. Hinek dibêjin ku ji bo têkîliyên xwe yên bi Ewropa û rojava re baş pêş bixe, ev hikûmet ava kir. Divê em vê yekê wisan binirxînin. Wê têkîliyên bi rojava re pêş bixe û kurdan, jinan, ciwanan, çepgiran, sosyalîst û demokratan biçewisîne. Dema ku hikûmetê ev çewisandin, wê demê dikare bi rojava tifaqekî çêbike yan jî têkîliyên xwe baş bike. Ji wî alî ve ji xwe aşkere ye ku wezîr kî ne. Musteşarê MÎT’ê bû Wezîrê Karên Derve. Serokê Fermandarê Giştî bû Wezîrê Parastinê, yên din jî wisan. Ev gelek eşkere ye. Divê em vê yekê carekî bibînin. Ji bo vê jî divê mirov bi lez tevbigere û amade be. Ji bo mirov rexnedayînê nû bike û li dijî êrîşek wiha li ber xwe bide, ji bo berxwedana demokratîk a antî-faşîst bimeşîne çi pêwîst be bike û li ber xwe bide. Cuda tiştek din nayê kirin, têkoşîn wê were kirin. Wê hîn zêdetir berxwedan hebe, têkoşîn were kirin. Divê were kirin. Em ê li ber xwe bidin. Ji bo ku weke tevger û gel me tune bikin wê êrîş bikin. Ji bo vê jî em ê têkoşîna îdeolojîk jî hîn zêdetir pêş bixin.

Ji bo pûçkirina faşîzma AKP’ê û Hizbîkontratiya ku li ser Kurdan ferz kirî, em ê têkoşîna zihniyetê, huner, wêje û propagandayê pêş bixin û hîn zêdetir bikin. Em ê şer jî bi rêbazên nû, bi armancên nû hîn zêdetir pêş bixin. Em ê têkoşîna siyasî jî li her qadê pêş bixin. Cuda ti bijartekekî din tune ye. Em ê vê yekê bi xwe pêk bînin. Em ê bi dost û mutefîkên xwe re pêk bînin. Helbet em ê bi awayê tifaqê pêk bînin û weke têkoşîna şoreşgerî bimeşînin. Qada siyaseta demokratîk bimeşînin. Wê mîna berê nebe. Gelek tiştan em jî dinirxînin. Bi taybetî qada siyaseta demokratîk, divê baştir were nirxandin. Dibe ku bi rewşên nû re rû bi rû bimînin. Divê amade bin. Niha berxwedan wê çi encamê werbigire, me destpêkê nirxand. Weke encamekî têkoşîna hilbijartinê derket holê û di pêvajoya hilbijartinê de ew xurt kir. Weke rêbazeke têkoşînê em tişta ku ji hilbijartinê werbigirin, me girt. Erê faşîstkirinek heye lê ji nîviyê zêdetir civaka Tirkiyeyê li dijî vê yekê ye. Kurd hemû li dijî ne. Hema bibêje ji derveyî çend kontrayan, hemû jî li dijî ne. Ji derveyî xiyaneta PDK’ê û Hîzbîkontrayê hemû li dijî ne. Derket holê ku li Tirkiyeyê jî dijberiyeke mezin heye. Carekî divê em vê yekê bibînin. Erê di hilbijartinekî de rêveberiya wê ji nû ve hat avakirin. Bi lez rêveberiya diafirîne. Derfetên di destê xwe de bi kar tîne, seferber dike û wê êrîş bike. Lê dibe ku di vê dîmenê de wisan bixuyê ku AKP-MHP hinekî xurt bûye. Tam ne wisa ye. Divê mirov ji vê yekê bawer neke. Aliyên ku lewaz bûye, hîn zêdetir e. Ez dixwazim wê bibêjim. Hilbijartinê hin rastî derxistin holê, me dît lê derxist holê ku girseyek mezin jî li dijî faşîzmê heye. Berxwedana li dijî faşîzmê, bingehê girseyekî mezin û hebûna wê jî nîşa kir. Ev gelekî girîng e.

Rewşek ji krîzê hîn wêdetir, rewşa kaosê heye’

AKP-MHP yan jî rêveberiya Tifaqa Komarê wê bixwaze ku êrîşên xwe bidomîne. Aliyên wê yên lewaz gelek in. Bi rastî jî beşek civakî ya girîng heye. Hêzên demokratîk ên şoreşger dikare van hemûyan rêxistin bike û sewqî berxwedanê bike. Li aliyê din jî ev rêveberî nikare ji vê krîzê rizgar bibe. Ev qas parve kirin, Tifaqa Komarê mezin kirin. Diz, berjewendîparêz, wêranker, talanker zêde bûn. Qasî ku evane mêtingerî û diziyê zêde bikin, helbet civak vê yek nahilgire. Krîz wê zêde bibe. Ji bo rawestandina vê, wê şer ferz bike. Şer wê krîzê hîn zêdetir bike. Lewma wê nekare xwe ji krîza aborî û leşkerî rizgar bike. Krîza aborî, krîza leşkerî, şer, krîza aborî zêde dike. Ev rêveberî nikare vê yekê derbas bike. Lewma wê fikarên wî yên hundirîn her tim zêde be. Rewşek ji krîzê hîn wêdetir, rewşa kaosê heye. Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku di asta kaosê de gengeşe derbikevin holê.

‘Ji her demê zêdetir talûkeya şerê nav xweyî heye’

Ji aliyê din ve dibêje xebatên dîplomatîk, lê dibe ku bixwaze zorê bide Sûriye û Iraqê. Mînak Komkara Ereban ket nava tevgerê. Iraq û Sûriye dikarin li dijî Tirkiyeyê bisekinin. Wê ji bo hin berjewendiyan tifaqan bikin, lê wek wan derdorên azadîxwaz û alîgirên AKP’ê diyar kirin, ev hikûmet ne dikare bi Rojava re têkiliyên xwe sererast bike, ne jî nakokiyan çareser bike. Ev nakokî wê di çarçoveya şerê Ukraynayê de bi şêweyên cuda berdewam bikin. Bi kurtasî nakokiyên di asta herêmî û cihanê de wê bidomin. Lê ya herî girîng rewşa nakokiyên navxweyî, rewşa krîzê, rewşa kaosê ye. Ji ber van hemûyan wê faşîzm hîn zêdetir zilm û terorê zêde bike, qetlîaman zêdetir bike, şer jî gurtir bike.

Me berê gotibû, ez li vir dîsa bibêjim. Beriya hilbijartinê me gotibû, heke AKP û MHP careke din bibin desthilatdar, hikûmeta wan ava bibe, ev yek wê Tirkiyeyê ber bi şerê navxweyî ve bibe.

Niha rîskeke cidî ya şerê navxweyî heye. CHP vê nerm dike, kes nikare îdare bike, lê krîz, depresyon, rewşa kaosê guh nade vê rewşê. Girseyan çalak dike. Ji bo sivikkirina vê jî wê şerê navxweyî û derve yê li dijî Kurdistanê weke berê gurtir bike, lê vê carê wê şer bigihêje Tirkiyeyê. Ji ber ku derket holê ku çawa di nîvî de hatiye parçekirin. Tayyîp Erdogan bi siyaseta xwe jixwe Tirkiye ji MHP’ê re û ji Kurdistan jî ji Hîzbulkontrayan re hişr, wê ber bi şerê navxweyî bibe. Ji bo ku xwe li ser desthilatdariyê bihêle, wê Tirkiyeyê ber bi pozîsyoneke pir aloztir, xeternaktir ve bibe. Ev xetere heye. Divê her kes vî tiştî bibîne. Dema mirov li dijî AKP û MHP’ê derketin jî, divê li ser vî esasî vî tiştî bibînin.

Weke şoreşger û demokrat divê em xwe weke hêza pêşengiya têkoşînê amade bikin, weke jin û ciwan xwe amade bikin, weke kedkar û kedkaran xwe amade bikin. Divê teqez her kes beşdarî berxwedana demokratîk a li dijî faşîzmê bibe. Bi taybet ciwan li dijî van êrîşên faşîst divê li her qadê şerê berxwedanê yê xweparastinê bi rêxistin bikin. Divê ciwan bibin têkoşer û milîtanên berxwedana antî-faşîst. Divê ciwan pêş bikevin. Divê hemû girse wisa bin. Zêdetir têkoşîn wê radîkal bibin. Divê em xwe li gorî wê amade bikin. Bila kes xeletiyan neke. Divê tu hêviyên din ji AKP-MHP û tifaqa heyî nebe. Yên ku dikin xelet in. Divê her kes geşedanan rast binirxîne, xwe baş amade bike, birêxistin bibe. Werin em li ber xwe bidin. Em ê teqez bi ser bikevin. Eger AKP bi hilbijartinê têk biçûya, wê pêvajoyeke nû ya dirêj a siyasî pêş biketa. Niha şans û derfetekî mezin derketiye holê ku li dijî rêveberiya AKP’ê şoreşeke demokratîk a antîfaşîst û radîkal bi ser bikeve. Ya girîng pêşxistina vê ye. Ji bo bidestxistina vê em ê têbikoşin. Em bang li hemû hevalan dikin ku tevlî têkoşîna hevpar bibin.

‘Ev xet xeta fedaîbûnê ye’

Di meha Hezîranê de gelek şehadetên mezin çêbûn. Meha têkoşîna mezin e. Meha me ya fedaîbûnê ye. Hevrê Sema di 17’ê Hezîranê de şehîd bû. Her wiha di 7’ê Hezîranê de hevrê Gulan a fedaî şehîd bû. 30’ê Hezîranê 27’emîn salvegera çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan e. Ez hevrê Sema, Zîlan, Gulan û hemû şehîdên me yên Hezîranê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Di meha Hezîranê de em van nîqaşan dikin û di meha ewil de tifaqa cûmhûr û Tayyîp Erdogan hemû derfetên dewletê desteser kirine. Ez dikarim vê yekê ji kesên ku dibêjin, ‘Li hemberî wî têkoşîn dibe? Ma dikare li ber xwe bide? Çi bikim?’ bibêjim: Yên ku mîna Zîlan têdikoşin, di her şert û mercî de li ser xeta serkeftinê dibin. Ev kar ne rewşeke maddî ye ku bi pereyan were bidestxistin. Ruhê pêşxistina têkoşînê û ber bi serkeftinê ve birin, karê dil e, karê hestan e, karê hişmendiyê ye, karê baweriyê ye, karê wêrekî û fedekariyê ye.

Rêber Apo tevgereke wiha afirand. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hişmendî û ruhekî wiha 50 salan li hemberî van êrîşên faşîst, mêtinger û qirkirinê li ber xwe da û zayineke mezin, zayîneke azad afirand. Niha jî bi ‘Jin Jiyan Azadî’ re vê li derdorên herî zehmet belav dike, li cîhanê belav dike. Li ser esasê azadiya jinê weke pêşenga rizgarî û demokratîkbûna mezin rola xwe dilîze û bingehê têkoşîneke bi vî rengî datîne. Ev xet xeta fedaîbûnê ye.

Di meha fedaîbûnê de, di dema rexnedayînê de bila kes nebêje: îmkanên me hene, em li gor rewşa objektîf hinekî biaxivin. Erê, helbet em ê tiştên berbiçav bibînin, lê ruh û baweriya şoreşgerî her tişt e. Em xeta fedaîbûnê bi jiyanî bikin. Bi fedaîbûnê re em dikarin her tiştî bikin. Ji ber vê yekê ev wê bibe pîvana bingehîn a rexnedayîna me. Wê me bike fedaî.

Fedaîbûn ne tenê ji bo şoreşgerên profesyonel e. Welatparêz jî fedaî ye, piştgir jî fedaî ye. Fedaîbûn tê wateya ku hemû hêz û derfeta xwe bide têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê. Rêber Apo bi sed û hezaran welatparêzên wiha afirand. Şehîdên me, şehîdên welatparêz hene. Niha li her alî têkoşer hene.

Di vê rewşê de em rexne û rexnedayînê bi encamên hilbijartinê re têkoşîna berê jî dikin ber lêpirsînê. Em rexnedayîn didin. Em ê vê li ser xeta Zîlan, li ser xeta fedaîbûnê, li ser xeta Sema pêk bînin. Ev fedaîbûn wê bide jiyîn, fedaîbûn wê serkeftinê pêk bîne, fedaîbûn hêz çêke û derfet derxe holê. Fedaîbûn zehmetiyan kêm dike, astengiyan derbas dike. Yê ku fedaîbûnê bike, bêguman wê bi ser bikeve. Divê em vê rastiyê wisa bibînin. Ji ber vê yekê, bêguman pîvana me ya sereke dê fedaîbûn be.

Em ê vê yekê derbas bikin. Li vir behsa ji nû ve avakirinê, nûkirin tê kirin. Helbet wê bibe. Guhertinên cihan wê hebin. Nabe heman kes demeke dirêj li cihekî bimîne. Bi taybetî di siyasetê de pêwîstî bi guhertinên berdewam heye. Dijberên me jî dikin. Ma Tayyîp Erdogan kesek ji desthilatdariya berê hiştiye?

‘Kapîtalîzm ferdperestî ye û belayê herî mezin aniye serê mirovahiyê’

Lê ev nayê wê wateya ku pirsgirêk a hin kesan bê dîtin û li ser vê paşve gav bê avêtin, ev yek ne rast e. Guhertin, peywirên nû, bêtir mezinbûn, bêtir yekbûn hewce ne. Bila pîvan ne hindik be ya min be, prensîba me bila zêde be, ya me hemûyan be. Bi rexnedayînê re em rastiyê bibînin, em hemû li wir bibin yek, bi parvekirina kar re em zêdetir têbikoşin û bi ser bikevin. Armanca rexnedayîna me ew e ku têkoşîna demokratîk a dijî faşîzmê hîn bêhtir mezin bikin, pêş bixin û heta serketinê bimeşînin. Di her şert û mercî de pêkanîna vê yekê û bidestxistina serketinê xeta fedaîbûnê ye. Welatparêz wê bibe fedaî, alîgir wê bibe fedaî û milîtanekî şoreşger jî wê bibe fedaî. Em ê di asta fedaîbûnê de fedekarî û cesaretê nîşan bidin. Dê her kes wiha be. Jin, ciwan, kedkar, karker, welatparêz, demokrat, şoreşger û alîgir wê têbikoşin û tiştekî zêde bikin. Bila kes nebêje ‘ez ê ji têkoşînê tiştek bi dest bixim, ez jiyana xwe yê madî sererast bikim, ez ferdperestiya xwe pêş bixim.’ Em vê ferdperestiyê ji holê rakin. Kapîtalîzm ferdperestî ye û belayê herî mezin aniye serê mirovahiyê. Ji ber vê yekê civakbûn fedaîbûn e. Çûna nava civakê tê wateya xwe fedakirin, ji xwe dayîn û ked dayîne. Taybetmendiyên meha Hezîranê ev in. Bi rexne, rexnedayîn û lêpirsîna ku em ê di vê mehê de pêş bixin, fedaîbûna tevgera me ya azadiyê, gelê me û dostên me wê li ser esasê rastkirina dersên berê pêş bikeve, kûrtir û xurt bike. Bi fedaîbûneke wiha em ê li dijî dîktatoriya qirker a faşîst a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur li ber xwe bidin û teqez em ê bi ser bikevin. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar