PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kalkan: Dijmin nekarî pêşî li mezinbûna berxwedana 15’ê Tebaxê bigire

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Dijmin piştî Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo tunekirinê êrîş kir. Bi her rêbazî êrîş kirin lê nekarîn têk bibin. Ji wan nehat ku asteng bikin. Li hemberî gerîla têk çûn, lawaz bûn

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê beris da pirsên gerîla. Di beşa duyemîn a bernameyê de Kalkan piştî ku asta rêxistinkirina pratîkî ya çalakiya 15’ê Tebaxê wiha axivî:

“Ev her sê bajarok wê demê li Botanê bajarokên herî biçûk bûn. Ew bajarok bûn ku çavê me lê dibirî ku bi tîmeke gerîla dikare çalakiyê lê bikin. Ji ber ku li sêgoşeyê bû, her wiha biçûk bûn, me hilbijart, ji bo her kes, her qad bibihîze. Naveroka çalakiyê hat plankirin. Hevalên li wê derê di mijara şerê li Kurdistanê de xwedî tecrûbeyekê bûn. Li Filistînê jî tecrûbeya me ya şer çêbûbû. Naveroka serdegirtinên bi vî rengî diviyabû çi bûya? Asta leşkerî, asta propagandayê. Ji ber ku em çalakiyeke partiyê dikin. Çalakiya îdeolojîk, siyasî û leşkerî bi hev re bû. Me ev hemû plan kir. Ne tenê plansaziya çalakiyeke leşkerî bû. Çalakiyên 15’ê Tebaxê bû. Propaganda hebû. Belavok hatin belavkirin. Li qehwexaneyan axaftin hat kirin. Ev hemû hebûn. Lê bi esasî bêguman çalakiya leşkerî bû. Ev hemû hatin plankirin. Ji aliyê dîrokî ve dîroka xwegihandinê ye. Heval meraq dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye. Hêza li wir civiya, ji bo vê çalakiyê bike, kengî dikare xwe bigihîne qadên çalakiyê û çalakiyan bike? Demeke bi vî rengî hat diyarkirin. Ji bo demeke wiha ya ku di bîra mirovan de bimîne kîjan dem e? 15’ê Tebaxê ye. Ya wê destpêk, ya dawî ya jî nava Tebaxê bûya. Eger me bigota 12’ê Tebaxê wê bihata jibîrkirin. Ji ber ku bi hefteyan wê dem derbas bibe. Mirov wê bimeşin, biwestin. Em nanivîsînin, tiştekî nivîskî nîne. Di amadekariya çalakiyên 15’ê Tebaxê de ji bilî amadekirina krokiyan tiştekî nivîskî tune bû. Her tişt bi devkî dihate nîqaşkirin, bi devkî dihate ragihandin. Ji bo neyê bihîstin, me vedişart. Ji bo her tişt di heman kêliyê de bê kirin, ji bo xurt be û kes ji bîr neke 15’ê Tebaxê hat diyarkirin.

15’ê Tebaxê dema ku di planê de diyar bû, hêza li wir jî hate wezîfedarkirin. Yanî ji her sê yekîneyên propagandaya çekdarî komek ji bo Dihê çû. Hevalê Egîd agahî ragihand, wezîfe ragihand. Plansazî ragihand. Em komek çûn Şaxê. Gotin em negihîştin, nekarî bikin. Bi giranî ji xwe wê li Şemzînanê çalakî bikira. Ev hêz jî di civînê de bû. Ew jî li wir weke yekîneyê xwe bi rêxistin kir. Ji wir em derbasî Avaşînê bûn. Li ser Mamreşo me civîna dawî kir. Li quntara qadên Tepê Xwedê û Govendê, li derveyî gund me civîn kir. Gund wê demê hebû. Heroj gundekî mezin bû. Plansaziya dawî ya çalakiya Şezmînanê li wir hate kirin. Ji wir meşiyan, êvarê li Şemzînanê hate xistin.”

15’ê Tebax li her derê belav bû

Kalkan anî ziman ku wan meraq dikir ku dijmin vê çalakiyê çawa binirxîne, hewl didan fêhm bikin û li gorî texmînên dikir jî tedbîr wergirtin.

Dûran Kalkan diyar kir ku dewleta tirk ev çalakî weke raperîneke nû ya kurd dest pê kir, nirxand û ev tişt anî ziman: “Yekser artêş hemû xiste nava êrîşê. Lê belê ji çapemeniyê veşartin. Tûrgût Ozal li betlaneyê bû. Serokwezîr yekser Marmarîs terikand û beziya Enqereyê. Artêş kete alarmê. Nekarî hîn bêhtir ji raya giştî veşêrin.

Di 17’ê Tebaxê de herhal radyoya BBC ragihand. Ji raya giştî re ragihand ku çalakî hatine lidarxistin. Bi vî rengî pêk hat. Piştî vê jî hewl dan li gorî xwe ragihînin. Li ser vê bingehê dijmin helwesteke çawa ya pratîkî nîşan da? Di çarçoveya plansaziyên rabûna li ber raperînê, yekser gotin, ‘bermahiyên şer, eşqiyayan êrîşî navçeyên me kirin, terorîst in’. Bi vî rengî dest bi êrîşê kirin, planek ragihandin. Yanî gotin, ’em ê di nava 24 saetan de tune bikin’. Jê re digotin operasyona ‘Guneş’. Destpêkê ragihandin ku wê di nava 24 saetan de tune bikin. Piştre gotin ’em ê di nava 72 saetan de tune bikin’. 48 saet qediya hîn jî digotin ’em ê tune bikin’. Herî dawî Tansû Çîller digot ‘ya wê biqede ya wê biqede’.

Di nava van 37 salan de bi dehan qaşo siyasetmedar, partî, rêxistin qediya lê belê berxwedana gerîla ya 15’ê Tebaxê îro ne tenê li Dihê û Şemzînanê ne tenê li bakurê Kurdistanê, niha li çar parçeyên Kurdistanê belav bûye, ne tenê li çiyê niha li bajaran li deştê belav bûye. Yanî li her cihî ye. Pêşketinek di vê astê de çêbû. Nekarîn pêşî lê bigirin. Lê belê bi rastî jî ji bo tunekirinê wan êrîş kirin. Her rê û rêbaz bi kar anîn, her amûr bi kar anîn. Êrîşkarî kirin. Ne ku nexwestin. Lê nekarîn. Ji wan nehat ku asteng bikin. Rêbaz û taktîkên wan têrê nekir. Li hemberî gerîla têk çûn, lawaz man. Gerîlayên PKK’ê ku tecrûbeya gelên cîhanê, tecrûbeyên gerîla û berxwedanê yên Tirkiye, Erebistan, Îran û tevahiya Rojhilata Navîn di kesayetiya xwe de gihand hev, gerîlayên Apoyî, HRK, ARGK ku îro HPG û YJA Star e, artêşa tirk a faşîst têk bir.

Gladyoyê xistin nav liv û tevgerê

Ev artêş artêşeke NATO’yê ye. NATO’yê heta dawiyê piştgirî da vê artêşê, Gladiyo xiste nava liv û tevgerê. Ya rast Gladyoya NATO’yê têk bir, NATO têk bir. Nekarîn xwe li vê rabigirin. Ji ber vê yekê êrîşî Rêber Apo kirin. Ji ber vê yekê komploya navneteweyî kirin. Tecrîda ewqasî giran, îşkenceya giran ji ber vê yekê ye. Nikarin xwe lê rabigirin, hewl didin tolê hilînin. Nexwestin ku têkçûna xwe qebûl bikin, lê mikur bên. Yanî 24, 48, 72 saet derbas bûn, lê belê bi zehmetî derbas bûn. Rojnivîskên hevalê Egîd bixwînin. Dan pey wan. Heta Hêzilê ew şopandin. Ji ber ku derdora 60 çek rakiribûn. Ji Edliyeya Dihê ew li hêstiran kirin, hingî zehmetî rû dan. Dan pey wan. Yanî ne ku qet ew neşopandin, lê ji wan nehatin. Bêguman piştre jî êrîşên xwe dewam kirin.

Weke Serokkomar Kenan Evren bi fermandariya van êrîşan rabû. Ozal jî weke serokwezîr bi berpirsyariya siyasî rabû. Bi vî rengî kar di nava xwe dabeş kirin. Yanî artêş bi temamî xist nava tevgerê ji bo êrîş bike. Kenan Evren bi xwe hat heta Şemzînanê. Hewl da moral bide artêşa li wir, çû cihên cuda. Peyam li pey hev da. Ji bo moralê artêşê xera nebe, ji bo ji hêzê nekeve. Yanî gelekî hewl dan. Berê hinekan digot ku Ozal cidî negirtiye, şer nekiriye. Ev hemû derew e, rast nîne. Kesî bi qasî Ozal li dijî gerîlayên kurd şer nekir. Di mijara birêxistinkirina qada siyasî û aboriya şer de gelekî jêhatî bû, lê jê nehat. Tevî ku ev hemû kir, hêza wî têrê nekir.

Di sala 1985’an de NATO’yê dest danî ser şer

Fermandariya Kenan Evren têrê nekir. Yanî êrîşên wan ên heta dawiyê têrê nekir. Hat heta Şemzînanê, ji Şemzînanê gef li gerîla xwar, gef li Rojhilata Navîn xwar. Li ser sînor bû. Dema ku ji Şemzînanê vegeriya, hevalan li konvoya wî xist. Hin kesên ji ewlekariya wî mirin, hinek jî birîndar bûn. Îmaja wî jî têk çû. Çalakiyên 15’ê Tebaxê di çapemeniyê de hate weşandin, her wiha hate ragihandin ku li konvoya Kenan Evren jî hatiye xistin. Çalakiyên gerîla ewqasî bi bandor bûn. Çalakiyên leşkerî wê demê girîng bûn. Hemû çalakiyên leşkerî bûn. Ji bilî bûyereke li Gabarê di plansaziya 3 mehan de me şehîd neda.

Me tenê hevalekî xwe yê li Gabarê di nava kar de dixebitî, Kerîm Baytar li Dêrik a Mêrdînê şehîd da. Çeteyan ew şehîd xist. Ji bilî vê me di şer de şehîd neda. Yanî çalakiyên 84’an baş bû. Di heman astê de ji bo nirxandina encaman, ji bo birêxistinkirina şerekî hîn mezintir û mezinkirina gerîla, zor û zehmetî hatin kişandin, tengaviyê rû da. Nîşaneyên vekişînê hebûn. Ji ber vê yekê jî piştî sala 1985’an windahî çêbûn, me şehîd dan. Ya rast ji ber ku li gorî gerîlatiyê tevger nehate kirin şehîd hatin dayîn. Bêguman divê gerîla bi ser bikeve. Rêbaza serketinê ye. Jixwe nakeve şerê ku nikare bi ser bikeve. Bêtedbîr nabe.

Rewşa destpêkê bi vî rengî bû. Gerîlatiya bi fermandariya hevalê Egîd teqez li ser wê xetê meşiya. Xeta fermandariya rastî ew bû. Lê belê me nekarî wê xetê dewam bikin, me nekarî ji xwe re bikin esas. Çetekariyê ji rê derxist, dijmin ji nav ve ji rê derxist. Lewma şer dirêj kir, şehadet çêbûn. Rewşa bi vî rengî hinekî hêvî da dijmin. Naxwe dijmin di çalakiya 84’an de piştî 15’ê Tebaxê têk çû. Di Bihara 85’an de mesele bir ber destê NATO’yê. Eger têk neçûbûna nedibir ber NATO’yê. Di çarçoveya xala pêncemîn de alîkarî ji NATO’yê xwestin. Gotin ‘êrîşî me dikin, ji aliyê Iraqê ve divê hûn destekê bidin me’. Piştre jî NATO’yê dest danî ser şer. Heta niha jî NATO dimeşîne.”

Di sala 38’an de gerîlayên qehreman û gelê leheng dê hîn bêhtir bibin yek

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dawiya axaftina xwe de ev peyam da:

“Bi rastî jî 15’ê Tebaxê ruheke, îradeyeke, rêbazeke jiyanê ye, wêrekî ye, fedakarî ye, jinûve vejîn e. 15’ê Tebaxê têkneçûn e, dîroka serketina herî mezin a dîrokê ye. 15’ê Tebaxê bi rastî jî destan e. Ev ruh îro bi gerîlayên HPG û YJA Starê re ye. Li Heftanînê, li Avaşînê, li Zapê, li Metînayê, li Zagrosê, li Botanê, li Xakurkê ye. Ev ruh ji Serhedê heta Dêrsimê li nava jin û ciwanên kurd e. Li nava kedkar, karker, li nava dostên kurdan e. Em di wê baweriyê de ne ku di sala 38’an a 15’ê Tebaxê de gerîlayên qehreman û ev gelê leheng wê hîn bêhtir bibin yek, hîn bi xurtî xwe bi rêxistin bikin û hîn bêhtir şer bikin. Wê wezîfeyên tolhildana şoreşgerî bêhtir bi cih bîne. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê di sala 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de teqez pêk were. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku li her cihî 15’ê Tebaxê rast fêhm bikin, dersên rast jê derxînin, bi coş û kelecaneke mezin cejna vejînê 15’ê Tebaxê, cejna gerîla pîroz bikin. 15’ê Tebaxê pîroz be. Cejna vejînê pîroz be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar