Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan di Bernameya Taybet a Medya Haberê de nirxandinên girîng kir. Di nirxandinên wî de ev beş derketin pêş:“Beriya her tiştî ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Çalakiyên curbecur pêk tên. Daxuyanî jî hene, lê ji bo ronîkirina bûyerê saziyên muxatab hê tiştekî zelal negotine. Çalakiyên parlementeran hene dixwazin biçin Îmraliyê, Rêber Apo bibînin. Li pêşiya Wezareta Edaletê ketine çalakiyê, navnîşana wan a çalakiyê rast e. Divê mirov biçe ser wan navnîşanan. Ji ber ku ev sazî agahiyan belav dikin. Him agahiyan belav dikin û him jî destûrê nadin ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Em dikarin bibêjin di vir de dek û dolab hene. Ji ber vê divê ev çalakî zêdetir bibin, di serlêdanan de israr bikin û li ser saziyên ku çûn û hatina Îmraliyê rêxistin dikin, zext were kirin. Nêzîkî du salan e, 21 meh derbas bûne. Têkilî tune, agahî tune. Ev nayê qebûlkirin. Divê kes ne li bendê be ku gelê kurd ji vî tiştî razî be.
Li ser vê yekê hin sazî û CPT hatin rexnekirin. Dikaribû daxuyaniyek bidana. Dibêjin qaîdeyên min hene, ez sazî me. Belê, hurmeta me ji wan re heye. Em nabêjin bila qaîdeyên xwe biguherînin û li gorî me bixebitin. Lê gelekî 40 milyon li holê heye. Ev îradeya gel e. Şer dike, naxwe, venaxwe. Me ji bo vî tiştî 40 hezar, 50 hezar şehîd dane. Em îro ketine nav fikarên mezin. Heke vê saziyê hema du gotin bikira, rewş zelal bikira û ev rewşa nediyar ji holê rakira wê vî tiştî zexteke mezin li qaîdeyên wê bikira?
Ji aliyê me ve jî ev tişt nayê fêmkirin. Em wisa şîrove dikin. Heke rewşeke xetere tunebe divê ev rewş nedome. Nexwe rewşeke xetere heye. Ev hêrs, xem û fikara me zêdetir dike. Hesasiyetên civakê hene û girîng in. Li hemberî CPT’ê civakek heye, ne sazî, dezgeh û rêxistinek e. Civakek heye û ev civak di bin qirkirinê de ye.
Piştgiriyê didin qirkirinê
Saziyên Ewropayê ji dêvila ku zelaliyekê biafirînin û hiqûqa li Tirkiyeyê bidin meşandin, êrîşên ku piştgiriya Tirkiyeyê tê kirin, dikin. Almanya digire, yê din digire. Êrîşî malên kurdan dikin. Heke ev wisa bikin wê faşîzma AKP û MHP’ê her tiştî bikin. Ji ber vê ew jî dibin şirîkê sûc. Saziyên Ewropayê, Komîteya Wezîran a Konseya ya Ewropayê, CPT û DMME mudaxeleyî van tiştan nakin. Rewşeke bihiqûqî heye. Me her carê got ev tişt tê wateya piştgiriya qirkirinê û em ê dîsa jî bibêjin. Ev tecrîd êrîşeke qirkirinê ye. Li gorî tu qaîdeya hiqûqî û exlaqî tevnagerin û vê rewşê didomînin. Ewropa jî dibe şirîkê vî tiştî, belkî jî teşwîq dike, em nizanin. Di wî warî de şik û gumanên me hene.
Em ê têkoşînê geştir bikin
Em ê têkoşînê geştir bikin. Di vî warî de gelek saziyan bang kirin. Li derveyî welat li çar parçeyên Kurdistanê liv û tevger heye. Bakurê Kurdistanê û Tirkiye dikeve nav hewldanan. Rêbertî li Tirkiyeyê ye, li Bakur e. Pêwîste mirov bimeşin Îmraliyê. Divê ji wir nerazîbûn were nîşandan. Em têkoşîna li ser vî bingehî silav dikin. Asteke mezin a bihestiyariyê û têkoşînê heye. Divê têkoşîn were geşkirin. Divê em zextê li ser hêzên ku hiqûqa xwe pêk naynin bikin. Divê em rastiya Rêbertî ji gel û ciwan û jinan re bibêjin. Divê em têkoşîna ji bo xwedîlêderketina Rêber Apo û têkoşîna ji bo famkirina wî geştir û xurtir bikin. Ez vê bangê dubare dikim.
Şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê di meha 9’emîn de ye. Bîlanço tên aşkerakirin. Şer li her derê belav bûye. Çalakî ji Geverê heta Stenbolê dewam dikin. Beriya her tiştî ez berxwedana li dijî vê feraset û siyaseta faşîst, qirker silav dikim. Li ser vî esasî bi taybetî gerîlayên Zap, Avaşîn û Metîna silav dikim û careke din serketina wan pîroz dikim. Şer dewrî sala 2023’yan tê kirin. Yên ku dixwestin di hefteyek an du hefte de encaman bi dest bixin, sal û meh ji ser wan derbas bû. Niha bêçare mane. Bîlançoyên salane û mehane hene. Herî dawîn bîlançoya 8 mehên dawî hat dayîn. Navenda Biryargeha Navendî derbarê encamên şer gelek daxuyanî da û jixwe me jî di nirxandinên xwe de qal kir. Yek, plana wan têk çûye, ya duyemîn jî asê mane. Sisê, ketine rewşeke xerab. Nizanin wê çawa bikin, Dixwazin vekişin lê nikarin vekişin. Ji ber vê derbên giran dixwin. Bi vê armancê, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dest bi êrîşa di 14’ê nîsana 2022’yan de kir. Xwest di nava çend hefteyan de vî tiştî bike. Ji ber ku ev qasî dirêj bû, me got nikarin bi ser bikevin. Neçar mane ji gelek deran jî birevin. Nekarîn dagirkeriyê pêk bînin. Wê hê gelek derban bixwin. Di pêvajoya dema pêş de wê neçar bimînin ku birevin.
Encamên têkçûnê ne
Çekên kîmyewî û yên nukleerî taktîk bikar tîne, her cure sûcên şer dike. Me gotibû ji bo ku xwe ji şer rizgar bike. A niha rastî li holê ye. Ev tiştên ku tên jiyîn encama têkçûnê ne. Li Rojava ev qas kesên sivîl qetil kirin, ji Şengal heta Mexmûrê ev êrîş kirin. Ev encamên vî tiştî ne.
Êrîşî çapemeniyê kirin, hûn dibînin êrîşî hunermendan kirin. Niha jî îro êrîşî siyaseta demokratîk dikin. Hemû serokên bajaran ên DBP’ê binçav kirin. Êrîşî wan dikin. Zext û îşkenceyê zêdetir dikin. Pergala îşkence û qirkirinê girantir dikin. Ji ber çi van tiştan dikin? Ji ber ku li Zap, Metîna û Avaşînê têk çûne.
Heke faşîzma AKP-MHP’ê li Zap, Avaşîn û Metîna di şerê li dijî gerîla de bi ser ketibûya, wê êrîşî çapemenî, hunermend û jinan nekira. Ewqas jin hatin girtin. Bi taybetî jî çawa ku li Îmraliyê êrîşî Rêber Apo kirin, hema weke ku tola xwe hilînin êrîşî jinan dikin. Ji ber ku hemû rûyên tacîzkar, tecawizkar aşkera dibin, maskeyên wan dikevin.
Piştgirî didin Tirkiyeyê
Ne tenê ew, ji derve jî alîgirên wan hene. Li pey hev kom dibin. Di rastiyê de ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji aliyekî ve Rûsya û ji aliyê din ve Amerîka û NATO piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Êrîşên li Amedê û êrîşên li Almanyayê paralelî hev in. Rêveberiya AKP û MHP’ê û ya Almanyayê ji hev ne cihêtir in. Wisa dixwazin AKP û MHP’ê rizgar bikin. Êrîşkariyeke wisa heye. AKP û MHP’ê hewl dida bi şerê li Zap û Metînayê gerîla têk bibe û êrîşî Rojava bike û qaşo wê serfiraziyeke mezin bi dest bixista û di sala 2023’yan de jî wê bi dek û dolaban li gorî xwe di hilbijartinê de bi ser biketa. Lê berxwedana Zapê ev planên wan têk bir. Berxwedanê nehişt ku faşîzma AKP û MHP’ê temenê xwe dirêj bike. Berxwedanê destûr neda hêzên derve ku ji dêvila AKP û MHP’ê desthilatdariyeke faşîst a nerm bibe desthilatdar.
Pergal di vir de xitimî ye
Ev jî xitimandinekê çêdike. Xitimandina pergalê li Tirkiye û Sûriyeyê ye. Ev rewşeke avadanî ye lê bi derbasbûnên nerm wê wisa bidin xuyakirin ku van xitimandinan derbas dikin û wê bibêjin me rêveberiyeke nû anî. PKK destûrê nade vî tiştî. Niha her kes bêçare ye, bi rastî jî xitimandin kûrtir dibe. Ne diyar e wê çi bibe. Gerîla destûr neda ku temenê faşîzmê dirêj bibe. Destûr neda ku faşîzmeke nerm were destpêkirin. Divê alternatîfek derkeve holê ku Tirkiyeyê ber bi demokrasiyeke rasttir bibe. Pêşiya hêzên demokratîk vedibe. Me her carê nirxand. Pêşiya HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê her dem vekirî ye. Dema ku AKP û MHP were hilweşandin nabe ku desthilatdariyeke weke CHP were şûna wê. Ji ber ku di navbera wan de ferqeke zêde tune. Li Tirkiyeyê guherînek hewce ye. Ev jî bi demokrasiya rast dikare pêk were.
Serkeftina gerîla divê li her qadê belav bibe
Ji ber vê yekê li vir çi hewce ye? Divê çi bê kirin? Dema ku em vê rastiyê dibînin, divê em bêtir têkoşer bin. Zêdetir yekîtî hewce ye. Ger hêzên ku ji hêzên demokrasiyê re dibêjin ez bi rastî demokrat im, rast û dirust bin, divê ji bo hilweşandina faşîzmê bibin yek û têbikoşin. Divê serketina gerîlayên ku faşîzma AKP-MHP’ê li Zap, Avaşîn, Metîna, li hemû Kurdistanê têk birin, bi têkoşîna siyasî, têkoşîna civakî, têkoşîna îdeolojîk, huner û wêjeyê belav bibe. Divê li her qadê veguherînin serketinê. Ji bo vê jî têkoşîneke hîn rêxistinkirî û piralî pêwîst e. Divê teqez ev xebatên hilbijartinê weke têkoşîneke wiha bê nirxandin. Pêwîst e ev yek bi rewşa leşkerî ya siyasî re were girêdan. Ji xeynî van hilbijartinek teqez tune ye, nabe. Yên wisa nêz dibin û dinirxînin nikarin tiştekî bikin, nikarin bi ser bikevin. Berovajî vê, dikevin lîstika faşîzmê. Lewma ya ku divê niha bê kirin ev e; ew e ku têkoşînê zêdetir mezin bikin, zêdetir bibin yek. Divê dev ji vê veqetandin û perçebûnê berdin. Divê tiştên piçûk nebin pirsgirêk. Divê di tevgera jin, tevgera ciwanan û siyaseta demokratîk de tifaq, têkilî û yekitî zêdetir were pêşxistin. Divê berxwedanên gerîla û zindanan zêdetir bên parastin. Li dijî van êrîşên faşîst pêwîste hîn zêdetir têkoşîn bê dayîn.
Êrîşa wan, îspata têkoşînê ye
Faşîzm dê êrîş bike. Ger zext û êrîş nebe divê em ji xwe guman bikin. Ger dîktatoriya faşîst êrîş neke, divê em ji rewşa xwe bi fikar bin. Tê wateya ku ez nikarim bi têra xwe erkên xwe yên têkoşîna antî-faşîst bi cih bînim. Di vî warî de DBP, HDP, NÇM, çapemenî, tevgera jinan, ciwanên Tirkiyeyê, hêzên şoreşger ên demokratîk, bila bi fikar nebin ku êrîş li wan tê kirin. Berovajî vê yekê îspata têkoşîna wan e. Ew li ser riya rast in. Îcar divê ew çi bikin? Divê zanibin ku ew li ser rêya rast in, lewma divê têkoşînê zêdetir geş bikin, divê hîn bêhtir têkoşînê bikin. Niha hevserokên DBP’ê girtî ne? Divê li cihê her yekî 5 kes biçin û di pratîkê de erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin. Hunermend hatiye girtin, divê 5-10 ciwan biçin erka xwe pêk bînin. Çapemenî hat girtin, jin hat girtin, divê cihê wan bi zêde were dagirtin. Pêwîst e hîn zêdetir beşdarî vê têkoşîna antî-faşîst bibe û hîn bêhtir were parastin. Zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtînger, qirker a li Tirkiyeyê tehşîr bûye, bi têkoşîna 50 salan hat astengkirin û ber bi hilweşandinê ve diçe. Divê fersenda kombûnê neyê dayîn. Niha divê em wê di dîrokê de binax bikin. Ji bo veşartina wê di dîrokê de çi ji destê we tê divê bikin. Pêwîst e her cure têkoşîn bi hev re were meşandin. Têkoşîneke wisa ye ku wê rê li ber Tirkiyeyê veke. Yên ku dibêjin “Bi rastî ez demokrat im, li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazim” divê piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Divê ev faşîst nekevin van lîstikên desthilatdariyê. Di rastiyê de ji bo hêzên derve jî ceribandinek heye. Îmtîhana rast helbet civaka tirk e, civaka kurd e.
Em di demeke gelekî krîtîk de ne
Em di serdemek pir krîtîk de ne. Loma jî Tayyîp Erdogan tim dibêje “ev rojên wan xweştir in”. Em bi rastî hewce ne ku fêm bikin ka dê çi bibe. Divê hûn vê yekê baş bibînin. Ji ber ku her cure tişt dikare pêş bikeve, êrîşên girantir dikarin bibin. Dibe ku darbe, komplo, komkujî derkevin pêş. Divê em ji wan re amade bin. Divê em têkoşîna antîfaşîst hîn rêxistinkirîtir û bi bandortir di nava yekîtiyê de bimeşînin, divê em zêdetir li ber xwe bidin. Dibe ku em bikevin zindanê, em di zindanan de jî li ber xwe didin. Divê em her cihî bikin qada berxwedanê. Ev helwest teqez tekane helwesta rast, şoreşgerî û demokratîk e, ya welatparêziyê ye. Tenê ev helwest qezenc dike, helwesteke din nîne. Em bawer dikin; ev helwest dê bi bandortir bibe, diqewime, dê berfirehtir bibe. Divê em vê berxwedanê mezin bikin, da ku em meh û hefteyên pêş me, veguherînin serdema ku faşîzm têk bibe, tecrîd were şikandin, demokrasî, azadî û yek ji mezintirîn serketinên dîrokê were bidestxistin. Ji bo encamek wiha bidest bikeve, ez banga rêxistinbûna hevgirtî li her kesî dikim.
Têkildarê civîna li Ammanê
Amman cihekî krîtîk e. Em dizanin ku êrîşên DAIŞ’ê ji wir hatine organîzekirin û kirin. Civînên Ammanê civînên navdar in. Sedsalek berê ji Urdunê re roleke wisa di teşekirina Rojhilata Navîn de hat dayîn. Ji ser Urdunê re pêk tanîn. Îngilistan û Fransa van kar û baran bi rê ve dibirin. Ji ber vê yekê sedsalek berê, di sala 1921’î de, li Qahîreyê konferansek hebû. Em hêvî dikin ku ev civînên Ammanê ne wek konferansa Qahîreyê bin. Wê civînê ev sedsaliya Rojhilata Navîn bi vî rengî teşe kir. Rojhilata Navîn a ku di wê astê de ewqas hatiye parçekirin, talankirin, îstîsmarkirin û bi zihniyetên wiha faşîst, neteweperest, olî û zayendperest re rû bi rû maye. Ev sedsala dawî ji bo Rojhilata Navîn bû sedsaleke karesatê. Di encama wan hevdîtinan de ev tişt çêbû.
Konferansa Qahîreyê… Qirkirina kurdan jî li wir hatibû plankirin. Heta wê demê hê jî cih didan kurdan. Zîhniyet û siyaseta ku ji nedîtî ve hat û xwest bê tunekirin li wir hat hilberandin. Piştî wê, nêzîkatiyên gav bi gav hatin guhertin. Qirkirina kurdan a sed salî bi vî rengî pêk hat.
Çima kurd tune ne?
Gelek tişt vê rewşê radixe ber çavan. Kurd tune ne. Çima tune ne? Vê yekê tişta di me de şiyar kir; navê vê civîna duyemîn a Iraqê ye. Pirsgirêkên Iraqê tên gotûbêjkirin. Belê, tu pirsgirêka Iraqê bi serê xwe nîne. Li Iraqê pirsgirêkên desthilatdar, dewletparêz û sîstemê hene. Dewlemendî pirsgirêkek e. Dewlemendiya wê ya madî, dewlemendiya çandî, pirneteweyî û pirzimaniya wê dibe pirsgirêk. Ev ji ber pergala desthilatdar, dewletparêz, mêtînger, zîhniyet û siyasetê ye. Wekî din tu pirsgirêkek din tune. Mînak di vî warî de nîvê pirsgirêka Iraqê bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye.
Ya ku jê re dibêjin pirsgirêka sînorê Iraqê pirsgirêka Kurdistanê ye. Pirsgirêka Îranê, pirsgirêka Kurdistanê; Pirsgirêka Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurdistanê; Pirsgirêka Sûriyê, pirsgirêka Kurdistanê; Pirsgirêka Kurdistanê parçebûn û parve kirine. Li wir pirsa kurd tê nîqaşkirin, lê kurd tune. Çima tune? Çima gazî KCK’ê nekirin? Çima Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê venexwandin? Eger ev civîn ji bo pêşxistina şerê li dijî DAIŞ’ê bû ku di van demên dawî de pêk tê, wê demê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, HSD’ê xizmeta herî mezin di şerê li dijî DAIŞ’ê de kir û bi vî rengî aramî û îstiqrarê li herêmê Iraqê dabîn kir. Yanî heta niha jî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqî digirin. Bakur-Rojhilatê Sûriyê DAIŞ têk bir. Piştî wê Iraqê karîbû Mûsil û cihên din ji destê DAIŞ’ê derbixe. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê alîkariya herî mezin di aramiya niha ya Iraqê de kir. Ji ber ku bihêzbûn, ewlekarî û aramiya vê Iraqê dihat axaftin, herî zêde Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê xizmet û rol lîst. Îcar çima nehatine vexwendin, çima kurd nînin?
Niha ev yek bûye sedema guman û fikarên me. Bi rabirdûyê re têkilî danî. Gelo tê xwestin ku zîhniyet û siyasetek li ser esasê înkar û tunekirina kurdan a beriya sed salî were nûkirin? Ger vê dikin, divê Neteweyên Yekbûyî, Fransa û dewletên beşdar baş bifikirin, bi xeter dilîzin. Em dikarin wisa bibêjin. Wekî din em ê çi bibêjin? Encamên sedsalê diyar in. Kurdan çawa ew bêzar kirin? Berxwedana wan a bi sedsalan diyar e, zêdetir li ber xwe didin. Bila herin ji rêvebiriya tirk bipirsin, sed sal e sîstemeke wiha xistine nava wê. Rêvebiriya Tirkiyê çi zirar dîtiye? Rêvebirên wan dem bi dem dibêjin, “Em gelek ketine tengasiyê”. Ew bi xwe pirsgirêkê çêdikin.
Me got eger êrîş bikin em ê şer bikin
Diviyabû wisa nebûya. Em tam nizanin encam çi bûn. Mînak dewleta tirk bi deh hezaran leşker ji Heftanînê heta Xakurkê bi cih kir, êrîşeke dagirkeriyê pêk anî. Kê li hemberî vê dagirkeriyê li ber xwe da? Kurdan li ber xwe dan. Li vir dagirkerî şikandin. Ji Zapê neçar man birevin Metîna. Ev erd bi awayekî fermî wek axa Iraqê tên hesibandin. Yê ku ev êrîş asteng kir PKK’ê bû. Çima ev hêz? Hêzên Îraqê hemberî vê dagirkeriyê, li hemberî komkujiyan li ku û çi berxwedan nîşan dan? Ew ê behsa kîjan ewlehî, parastinê bikin? Qadên me yên Parastina Medyayê hene. Me ev 20 sal berê ragihand. Ew dikeve sala xwe ya 21’an. Me got ger êrîşî vir bikin em ê şer bikin. Em hêj li ser wê gotina xwe ne. Divê her kes vê bizane. Ger bêjin em ê li hev bikin û wan bipelçiqînin, em ê tiştekî jê re nebêjin, lê ew ê jî bikevin nava çalê. Bila biçin ser faşîzma AKP-MHP’ê yan jî bipirsin ev şer çi encaman derdixe holê? Bila ji wir encam bigirin.
Mirov dikare vê bi zelalî îfade bike. Divê her kes vê bizane. Wek mînak, ji Misirê bigire heta welatên din, bi Tirkiyê re li ser maseya hevpar hatin cem hev. Li wir bang li DAIŞ’ê hat kirin. Yên li dijî DAIŞ’ê şer kirin, nehatin vexwendin. Divê piçekî zîhniyet û siyaseta demokratîk pêş bikeve. Ev Rojhilata Navîn pir pêwîst e. Siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên ereb divê hinekî demokratîk bibin. Ji ber vê yekê divê ev neteweperestiya teng a erebî bê derbaskirin, divê maf û nirxên civaka kurd bibînin. Birastî jî divê tifaqa têkiliyên kurd û ereban li ser bingeheke demokratîk, li ser esasê wekheviyê were pêşxistin. Me helwestên wiha nedît. Lê wan dikarî vê yekê bi hêsanî pêk banîba. Bi DAIŞ’ê re li ser maseyê rûniştin. Bi hevkarên DAIŞ’ê re li ser masê rûniştin. Qaşo pirsgirêkên Rojhilata Navîn, kêşeyên Iraqê gotûbêj dikin, lê bi kurdên ku di van demên dawî de piştgiriya herî mezin dane Iraq, Rojhilata Navîn û cîhana ereban, bi kurdê azad re tu têkiliyan çênakin. Wê demê ev pirsgirêkên Rojhilata Navîn wê çawa bên çareserkirin? Ew ê çawa ji vê îstîsmarê xilas bibe? Ev perçebûn, dagirkerî û mêtîngerî wê çawa ji holê rabe? Wê çawa azad û demokratîk be? Civakên Rojhilata Navîn, kurd, tirk, fars, ereb wê çawa bi yekitî bijîn? Bi dîtina min pêdivî ye ku mirov hinekî jîr be, baş bifikire. Di vî warî de tiştek bi zelalî diyar nake. Em hûrgiliyan nizanin, lê em girîngiyê didin hevdîtinê. Me jî hewl da ku em bi baldarî bişopînin, lê encam nehatin aşkerakirin, me nekarî zêde fêm bikin, lê wekî hişyariyek em dikarin bi vî rengî îfade bikin da ku herî kêm hesasiyet pêş bixin.
Komkujiyên Mereş û Roboskî
Kanûn meha komkujiyan e. Ji van qetlîamên herî dawî jî Komkujiya Roboskî ya 28’ê kanûna 2011’an bû. Dikeve salvegera 11’an. Piştre jî qetlîama zindanan heye. 22 li dû xwe hişt. Ya din jî Komkujiya Mereşê ye. Di navbera 19-24 kanûn 78. 44’an de pêk hat. Yanî ev komkujî di salvegera xwe ya 11, 22 û 44 sal in.
Di dema Komkujiya Mereşê de, di dema komkujiya zindanan de rêveber Bulent Ecevît bû. Tayyîp Erdogan Komkujiya Roboskî pêk anî, bi fermana Tayyîp Erdogan bi xwe pêk hat. Ji ber vê yekê pir zelal e. Tayyîp Erdogan bi xwe jî got me li sivîlan nexistiye, ‘gotine Bahoz Erdal tê, me gulebaran kir. Heta îdia kir ku me Bahoz Erdal gulebaran kiriye. Dû re, dema ku dengek wisa derneket, bêdeng ma. Vê carê jî bi her cure zext, gef û berdêlan hewl dan civakê ji doz û têkoşînê dûr bixin. Binêrin sal derbas dibin, heman komkujî didome. Komkujî xwedî dîrok, cihên cuda, desthilatdariyên cuda ne, lê zîhniyet û siyaset yek in. Divê hûn vê yekê bibînin. Zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtînger, qirker ev e. Divê her kes vê bizane. Komkujiya Mereşê jî ji vê zîhniyet û siyasetê derketiye. Bi vî rengî komkujiya girtîgehê pêk hat. Komkujiya Roboskî jî wisa ye. Hem êrîşa qirker a li dijî kurdan û hem jî komkujiya li dijî tirkan ji vê zîhniyet û siyasetê tê. Divê em vê bibînin, divê em vê fêm bikin. Ne girêdayî vê rêveberiyê ye jî, ger hûn bala xwe bidinê di rêveberiyê de zîhniyet û siyasetek heye. Diguhere, hikûmet cuda ne, lê pratîk yek e. Divê hûn vê yekê bibînin. Ev yek pir û pir girîng e û ji bo hilweşandina vê zîhniyet û siyasetê pêwîstî bi hevkarî û pêşxistina têkoşînê heye.
Ev erka hêzên şoreşger ên demokratîk, gelan û bindestan e. Tenê bi têkoşînê em dikarin tola van komkujiyan hilînin. Em dikarin zîhniyet û siyaseta qetlîamker ji holê rakin. Ji bo vê jî em dibêjin bila hesastir bin, rast fêm bikin, zêdetir bibin yek, bi bandortir têbikoşin. Bi tevahî şehîdên van her sê komkujiyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Weke tevger ji bo ku ev komkujî rawestin û zîhniyet û siyaseta qetlîamker ji holê rabe me têkoşîn da. Me ji bo vê bi hezaran, deh hezaran şehîd dan. Dema Komkujiya Mereşê pêk hat Rêber Apo got, “Êrîşa zihniyeta mêtînger û qirker a li dijî partiya PKK’ê ye. Êrîş dest pê kiriye û dê heta derbeyê jî biçe.” Bi rastî jî derbeya 12’ê îlonê piştî du salan pêk hat. Ji ber ku yên darbe pêk anîn û yên Komkujiya Mereşê pêk anîn heman kes bûn. Heman zîhniyet û siyaset, heman rêxistin bû. Di nava dewletê de kontra-gerîla bû. Em vê yekê baş dizanin. Me hewl da ku bîranînên şehîdan zindî bihêlin. Bi baweriya min ew gihîştiye asteke girîng. Ji ber vê yekê ji niha û pê ve em ê heman têkoşînê zêdetir li ser xeta serketinê pêş bixin. Me di têkoşîna xwe de şehîdên vê qetlîamê zindî hiştin û em ê zindî bihêlin.
Li ser berxwedana xwerêveberiyê
Her wiha salvegera berxwedanên xwerêveberiyê. Di kanûnê de dest pê kir. Êrîşek komkujî bû. Bi rastî me ew hejmart. Ya çaremîn, em dikarin wê bidin. Li ser esasê “Plana Tevgerê ya Hilweşînê”, di rastiya xwe de li ser esasê zîhniyet û polîtîkaya qirkirina kurd û plansaziya stratejîk; Ji bo wêrankirina taxên welatparêz êrîşeke bi plan bû. Me xwest em li hemberî vê êrîşê li ber xwe bidin, windahiyan kêm bikin, qadên êrîşê teng bikin û bişikînin. Me bi rastî ew teng kir. Li dijî berxwedana me li gelek cihan êrîş pêk hatin. Eger ne wisa be, wê êrîşî hemû parçeyên Kurdistanê bikirana. Wê êrîşî taxên kurdan, tax û civakên welatparêz û şoreşger ên Tirkiyeyê bikirana. Ev biryar hat dayîn. Lê amadekariyên me kêm bûn. Me nikarîbû hemû hêza xwe seferber bikin. Me zehmetî kişand ku em têkoşînek tevahî pêş bixin. Bi sînor bû, lê me nehişt ku ew êrîşa mezin pir bi bandor be. Me ew teng kir, bi demê re belav kir. Niha sal derbas bûne. Yanî 7-8 sal in. Bi ser neketin. Berovajî vê yekê civakê ev rastî dît. Me dît ku berxwedan jiyan dike, ruhekî nû dide, hişmendiyê dide, têkoşîna ruhê azadiyê geş dike. Fedekarî û civakbûn zêdetir pêş ket. Divê hûn vê yekê baş bibînin.
Belê, di her têkoşînê de xeletî û kêmasî hene. Pêwîst e di pratîkê de xeletî û kêmasiyan bên dîtin, dersên wan derbikevin û xwe nû bikin. Lê ji aliyê îdeolojîk û stratejîk ve têkoşîn jî rast e girîng e. Divê li ser vî esasî li van berxwedanên xwerêveberiyê jî bê nihêrtin. Belê, pêvajoyeke dijwar bû. Têkoşîneke dijwar hebû, şehîdên me hebûn. Ka em vê bibînin; Em li êrîşên AKP-MHP’ê yên niha binêrin. Werin em li êrîşên 6 salan binêrin, em li êrîşa wan a li ser Rojava, li êrîşa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li êrîşa li dijî zindanan binêrin. Werin em li êrîşên li Bakur û Tirkiyeyê yên li ser gel, kurd û elewiyan binêrin. Bêyî vê berxwedanê, bêguman ev êrîş wê li ser bingehê ku civakê bi temamî tune bike û di esasê xwe de qirkirinê di hemû astan de pêş bixista, derketa holê. Pêşî li wan girt, şikand, qels kir. Ya herî girîng jî ruh, hişmendî û vîna berxwedanê pêş xist. Divê em wê bibînin, divê em wê fêm bikin. Bi belavbûna tevahiya pêvajoyê li Zap, Avaşîn û Metîna, êrîşkar herî dawî hatin şikandin. Encamek derketiye holê. Belê me windahî û şehîd dan, lê zîhniyet û siyaseta mêtînger, qirker têk diçe.
Ya girîng ev e. Gel rizgar dibin, pêşiya jiyana azad û demokratîk vedibe. Siberoja me vekirî ye, paşeroja me ronî ye. Bi rastî jî berxwedana lehengî ya Çiyager, Zeryan, Xebatkar, Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Zamanî û Sêvêyan afirand. Niha bi vê minasebetê ez şehîdên van hemû berxwedanên rêveberiya xweseriya demokratîk bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Careke din êşa xizmên şehîdên me parve dikim. Wan nirxek mezin afirandin. Erka me ye ku em van nirxan rast fêm bikin û bi rast û têr temsîl bikin.
Jixwe ev yek her ku diçe zelaltir bûye. ronî bû. Aşkera bû ku çi bû. Şaşî û kêmasiyên me jî hatin dîtin, lê girîngiya dîrokî ya berxwedana lehengiyê, rola wê, nirxên ku afirand û destkeftiyên ku afirand aşkera û diyar bû. Girîng e ku mirov vê yekê fêm bike. Em bi berxwedanê rizgar bûn, bi berxwedanê jiyan, bi berxwedanê bi ser ketin, em bi ser dikevin. Berxwedana herî girîng jî berxwedana zivistanê ya 2015-16’an bû. Berxwedana lehengiyê ya ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê pêş ket bû. Ew jîndar in. Yên ku hene, yên ku rê nîşan didin ew in. Ev şehîd wê her tim di têkoşîna azadiyê de, di jiyana azad de, di Kurdistana azad de bijîn.
Alî Haydar Dersim û Baharîn Kobanê
Em şerê gel ê şoreşgerî dikin. Li dijî êrîşên faşîst, mêtînger û qirkirinê em di nava berxwedaneke topyekûn de ne. Ev berxwedan li ser xeta lehengiyê, li ser xeta fedaî dimeşe. Di nava zehmetî û êşên mezin de dimeşe. Ev têkoşîn bi dayîna şehîdan dimeşe. Li ser xeta şehîdan têkoşînek hat meşandin. Li ser vê bingehê em teqez dikin ku em azadiya xwe ya berdewamkirina hebûna xwe bi dest bixin. Rêyeke din nîne. Ji bo vê jî hema hema her roj bi dehan çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Em derbeyan li dijmin dixin. Ew jî hêja ye. Em şehîdan didin. Navenda me ya Navendî û HPG’ê daxuyanî dide. Berxwedana şehîdên Zap, Avaşîn û Metîna yên leheng mora xwe li sala 2023’yan da. Beriya her tiştî ez wan careke din bi rêz, hezkirin û minetdarî bibîr tînim. Bi rastî jî helwestek dervî hêzê sermirovî nîşan dan. Careke din ji hemû cîhanê re îspat kirin ku îrade û hişmendiya mirov bi rastî jî hêza herî serekeye. Şer li hemû qadan didome. Weke li vê herêmê, li herêmên cuda yên bakurê Kurdistanê û li cihên din jî şer derketiye. Bi taybetî herêma Botan, herêma Zagros û heta Dêrsimê herêma Amed û Mêrdînê di tevahiya salê de bû qada pevçûnên mezin. Me li wir jî şehîd dan. Hevrê Baharîn a ji Kobanê, rêveberiya me ya Wanê ye. Koma me ya Wanê. Berxwedaneke mezin e.
Dîsa berxwedanên Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrê Alî Haydar Dêrsim di vî şerî de şehîd ket. Hat ragihandin. Ez di şexsê hevrê Alî Haydar û Baharîn de şehîdên me yên meha kanûnê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Me ji bo şehîdên Zap, Avaşîn û Metîna ev yek anî ziman û ji bo şehîdên xwerêveberiya demokratîk jî diyar kir. Ji bo hemû şehîdên me derbasdar e. Bi rastî hêzên ku em afirandine, îro, pêşeroja me, rabirdûya me her tim û li her derê şehîdên me ne, çavkaniya me ya sereke ne. Çavkaniyên hêza sereke ya derbaskirina zehmetiyan û derbaskirina astengiyan e. Hêzên ku me perwerde dikin, birêxistin dikin, teşwîq dikin, dikin yek, rêberiya me dikin û ferman didin me. Rewşa şehîdên me yên vê kanûnê jî ev e. Îsal û salên borî jî şehîdên me yên wiha hebûn.
Hevrê Alî Haydar ji Dêrsimê tev li bû. Weke ciwanekî Dêrsimî. Hema li hemû parçeyên Kurdistanê şer û têkoşîn kir. Jiyana wî ya têkoşînê ya 30 salan heye. Her cure zehmetî derbas kir, astengî derbas kir. Ew çavkaniya kêfxweşiyê bû. Li her derê û her tim nûnertiya berxwedana Dêrsimê, ruhê jiyana azad û vîna azad kir. Ji şer heta her cure fermanan kedeke mezin da vê têkoşîna azadiyê. Ji aliyekî Kurdistanê hat û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih girt.
Hevrê Baharîn hevala me ya ji Rojava dihat û nûnertiya ruhê jinan û berxwedana Kobanê dikir. Taybetmendiyên wê yên bi vî rengî hebûn. Baharîn hinekî serhişk bû, pir bi israr bû. Li hemberî zehmetî û astengiyan berxwedanek mezin nîşan da. Meşa wê ya Wanê jî li ser vî esasî ye. Her wiha di têkoşîna li Rojava de cih girt. Dema hewce bike bê teredut ber bi têkoşîna li Bakur ve meşiya. Bi îddîa û îradeyek mezin, bi evîna azadiyê, bêyî ku guh bide tu astengî û zehmetiyan meşiya. Kesayetiyek wisa bû.
Di xeta Rêbertiyê de Tevger û gel heye. Mirovekî nû, xeteke nû ya jiyanê, civakek nû, jin û mêrek nû ava dibe. Ji aliyê gerîla ve tê birêvebirin. Gerîla hemû tedbîr û rêgez, ruh û asta jiyana azad diafirîne. Civakeke nû, civaka Kurd, bi xeta gerîla ya di xeta fedaî de ava dibe. Netewebûna Kurd li ser vê bingehê, li ser xeta neteweya demokratîk a ku Rêber Apo pêşxistiye ava dibe. Rêberê vê gerîla ye, fermandarê wê jî şehîdên me yên leheng in. Divê em rola şehîdên xwe jî bi vî awayî fêm bikin. Li ser vê bingehê ez careke din di şexsê hevrê Alî Haydar û Baharîn de hemû şehîdên me yên Kanûnê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Em ê bîranînên wan şehîdên leheng di serkeftina wan ya di têkoşîna xwe ya azadiyê de her tim zindî bihêlin.”