Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kalkan: Em di serdema serxistina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê de ne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan da zanîn ku ew di qonaxa hilweşandina dîktatoriya mêtinger a faşîst de ne û serdema heyî, serdema serxistina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê û Şoreşa Demokratîk a Tirkiyeyê ye.Kalkan diyar kir ku faşîzm tirsonek e û dema ku berxwedana şoreşgerî dibîne jî mîna pisikekî teslîm dibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bersiv da pirsên malpera înternetê ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH). Kalkan di şexsê Delal û Ûlaş de hemû şehîdên HBDH’ê bi rêzdarî silav kir û soz da ku dê armancên wan bi ser bixînin.

Duran Kalkan da zanîn ku têkoşîna 3 salên bihurî yên HBDH’ê divê weke têkoşîna li dijî faşîzmê bê dîtin û wiha dom kir: “Ji ber ku faşîzm tê wateya êrîşê, zilmê, mêtingeriyê, zext û terorê, nîjadperestî û şovenîzmê, tunekirin û komkujiyê. Li dijî faşîzmê pêwîstî bi têkoşîneke şoreşger-demokratîk a radîkal heye. Divê her kes li dijî faşîzmê hemû derfetên xwe seferber bike. Têkoşîna li dijî faşîzmê di heman demê de têkoşîneke şoreşê ya demokratîk e. Yek ji beşên civakê ku herî zêde pêwîstiya xwe bi şoreşa demokratîk heye, ciwan in. Ciwan hêza bingehîn a şoreşê ne. Jin jî hêzeke bingehîn û pêşeng a têkoşîna demokrasî û azadiyê ne.”

Têkoşîna 50 salan

Kalkan di berdewamê de jî darbeya 12’ê Adarê bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Pêncî salên dawî yên li Tirkiyeyê serdemeke hesabpirsînê ye. Darbekarên 12’ê Adarê ji bo avakirina dîktatoriya faşîst êrîş kirin. Yên ku bi pêşengiya Mahîran, Denîzan û Îbrahîman bi lehengî li ber xwe dan jî, ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad dest bi berxwedaneke mezin kiribûn. Ev têkoşîna mezin pêncî salên xwe tejî dike. Ya rast, em niha di pêvajoya fînalê ya vê têkoşînê de ne. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser şopa darbekarên 12’ê Adarê û 12’ê Îlonê ye, darbeya faşîst derxistiye asta herî bilind û dixwaze li Tirkiyeyê dîktatoriyeke faşîst a mayînde ava bike. Hêzên demokratîk-şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê jî bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan li hev civiyane û ji bo afirandina Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad ku armanca berxwedêrên 1971’ê ye, bi hemû hêza xwe têdikoşin, li ber xwe didin û gelan seferber dikin. Bi vî rengî dixwazin hesabpirsîna 50 salî bi ser bixînin.”

Serdema serkeftinê

Di berdewamê de jî Kalkan anî ziman ku qonaxa dawî ya têkoşîna pêncî salî pêvajoya serkeftinê ye û wiha pê de çû: “Di têkoşîna 48 salên bihûrî de ciwan her tim bi rola pêşengiyê rabûn. Bi wêrekî û fedakariya xwe ya mezin bûye mînak û pêşeng ji bindestan û gelan re. Lewma ji bo serxistina vê têkoşîna dîrokî divê bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Em ji qonaxa qelskirina dîktatoriya mêtinger a faşîst derbas bûne. Em di asta hilweşandina dîktatoriya mêtinger a faşîst de ne. Di asta serxistina şoreşa demokratîk de ne. Serdema heyî serdema serxistina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê û Şoreşa Demokratîk a Tirkiyeyê ye.”

Pêngava ‘Em ê dawî li tecrîdê bînin û faşîzmê hilweşînin’

Kalkan daxuyand ku pêngava ‘Em ê dawî li tecrîdê bînin û faşîzmê hilweşînin’ nîşaneya vê yekê ye û wiha derbirî: “Pêngav ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Dema ku tecrîd bi dawî bû dê faşîzm hilweşe. Dema ku faşîzm hilweşiya dê Tirkiye demokratîk bibe û Kurdistan jî azad bibe. Armanc ev e. Ji ber vê yekê pêngava fînalê ya şoreşgerî bi dirûşma ‘Em ê tecrîdê bi dawî bikin û faşîzmê hilweşînin’ berbiçav bûye û ev yek gelekî girîng û watedar e.”

‘Faşîzm tirsonek e’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê veguheriye rêbazeke rêveberiyê û li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye. Li Tirkiye û Kurdistanê dîktatoriyeke ji rêzê ya faşîst nîne. Mirov hemû; ciwan, jin, kedkar 24 saetan tecrîdkirî ne, îşkence û zext li wan tê kirin. Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna hilweşandina faşîzmê ye. Têkoşîna heyî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê ye. Wê demê divê em bi hemû hêza xwe xwedî li vê pêngavê derkevin û bi ser bixînin. Ev wezîfeya sereke ya her kesên li Tirkiyeyê ne. Ev têkoşîn tenê ya Leyla Guven, Nasir Yagiz û girtiyên li zindanan nîne. Faşîzm tenê li dijî wan zextê nake. Têkoşîna her kesên li nava Tirkiyeyê ye. Lewma wezîfe û berpirsyariya her kesî ye. Faşîzm tirsonek e. Dema ku li hemberî xwe berxwedaneke şoreşgerî û birexistinbûyî dibîne, mîna pisîkê teslîm dibe. Çawa ku faşîstên DAIŞ’ê niha serî ditewînin û teslîm dibin, zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê jî dê tevî çeteyên xwe yên mîna Sedat Peker sibe li kolanên Stenbolê serî bitewînin. Ez ban bang li ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê dikim ku pêvajoyê rast bixwînin û wezîfeyên xwe bi cih bînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar