Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a ku di Televizyona Medya Haberê de hat weşandin, têkildarê pevçûnên li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê pêvajoya piştî hilbijartinên giştî, hilbijartinên herêmî yên dema pêş, rola jin û ciwanan a di nava têkoşînê de û bendewariyên ji sala 2024’an nirxandinan kir.
Dûran Kalkan, di beşa duyemîn a hevpeyvînê de ku duh beşa yekem hate weşandin de behsa pêşketinên muhtemel ên sala 2024’an kir û got, “Sala 2023’yan pêwîste têkoşîn bi çi şêwazî be, rê û rêbazê wê divê çawa be nîşanî me da û îspat kir. Hevrê Rojhat û Erdal bi çalakiya xwe ya 1’ê Cotmehê ev yek îspat kirin. Em ê bi ruhê fedaî û xeta fedaî bijîn û têbikoşin.”
Nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi vî awayî ne: “Di encama nakokiyên navxweyî yên pergala modernîteya kapîtalîst de şerek heye. Di destpêka salên 90’î de bi Şerê Kendavê re destpê kir. Di sala 2001’an de êrîşên Emerîka yên piştî bûyera Birca Cêwîkan ên li dijî Efganîstan û Iraqê û ji sala 2010’an û vir ve jî bi pêvajoya bi navê Bihara Ereban pêş ket. Di vê dema dawî de piştî vekişîna ji Efganîstanê, şerê li Ûkraynayê hat destpê kirin. Şerê ku mohra xwe li van herdu salên borî daye ev şer e. Nakokî, têkilî û şerê navxweyî yên sîstemê dewam dikin. Di vê mijarê de ti guhertin tune ye. Lê di vê hawîrdora bi nakok û pevçûnê de aliyê diyarker ê sala 2023’an çi ne? Şerê li Ûkraynayê hinek ber bi dawî ve çû. Li wir bûyerên nû çêbûn. Hatibû gotin ku şer di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de ye, lê derket holê ku şerê DYA’yê û Rûsyayê li ser Ûkraynayê pêk hatiye. DYA’yê NATO’yê tevlî vî şerî kir. Di dema şer de Rûsya jî hewl da ku piştgirî ji hevalbendên xwe bigire. Di encamê de Rûsya di gelek waran de zirar dît. Ne karî tiştên ku dixwest bi temamî bi dest bixe. Lê Emerîka ji ber Ewropayê bi xwe ve girêda, encamên girîng bi dest xist. Tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê di nava NATO’yê de, her wiha bi pêşîgirtina li bazirganiya Ewropa û Rûsyayê re, li ser Ewropayê bandora aborî û leşkerî yên DYA’yê zêde kir. Ewropayê xist rewşek bê îrade bûnê. Ez dikarim bi zelalî îfade bikim. Emerîka heta niha ti carî nikarîbû di vê astê de bandor bike. Ev bandor di serdema Şerê Sar de jî pêş ketibû, lê negihiştibû vê astê.
Êrîşa hamasê bi beralîkirina Tayyîp Erdoganî pêk
HAT Rûsyayê jî hewl da zêdehiyên xwe yên ku digot min li gorî xwe yên hewce standin, ji holê rakirin. Hin aliyê di şer de hatin tasfiyekirin. Weke armanca şerê Ûkraynayê. Çi çêbû? Vekirina rêya enerjiyê ya bi tifaqa Rûsya û Çînê ku dixwestin li ser Ûkraynayê ve ber bi Ewropayê ve vekin, hate sabotekirin. NATO’yê xwe li ser vê esasê ji nû ve ava kir. Piştî van yekan nakokiyên nû pêk hatin. Weke rêyekê piştî lûtkeya G20 ya li Hindistanê hate îlankirin ku welatên weke Hindîstan, Kendav, Îsraîl, Qibris û Yûnanistanê di navbera xwe de li ser rêya enerjiyê li hev kirine. Rêveberiya Tayyîp Erdoganî li dijî vê bertekek çawa nîşan da? Destpêkê li Qerebaxê şerek derket. Qaşo Azerbeycan wê Qerebaxê bistîne û piştre jî wê Tengava Zengiyê bi dest bixin û li ser Tirkiyeyê rêyekê vekin. Bi vî awayî plan dikirin ku bi vê rêyê ji nû ve Asyaya Navîn li ser Tirkiyeyê bi Ewropayê ve girê bidin. Gelên Ermenî li Qerebaxê hatin qetilkirin. Lê belê ne Îranê û ne jî Îsraîlê rê nedan vê yekê ku pêştir biçe. Ew plana Tirkiyeyê pûç kirin. Piştre şerê Xezeyê derket ku ji bo sabotekirina rêya berbehs ya ku dixwestin bi pêşengiya DYA’yê were avakirin. A rastî yên xwe weke dijberê vî şerî nîşan didan, dixwestin li wê derê bikin qada şer û sabote bikin. Yên ku dixwestin vê rêyê vekin jî armanca wan ji holê rakirina hêzên weke Hamasê ne. Yanî di vî şerî de berjewendiyên her du aliyan jî bûn yek. Şerê Hamasê yê ku bi beralîkirina Erdogan pêk hat, di rastiyê de DYA û Îsraîl li bendê bûn û dixwestin tişetekî wiha biqewime. Yanî şerê Xezeyê mohra xwe li dawiya salê da. Îsraîlê piştre êrîş birin li ser Xezeyê û wêran kir. Dibêjin zêdeyî 20 hezar sivîl hatine kuştin. Car caran agirbestê dikin. Ji bo berdana 50 kesî tu wateya mirina 20 hezar kesî tune ye. Yên vê rewşê weke serkeftinê dibînin û didin nîşandan jî hene. Tiştekî wisa tune ye. Bi vê boneyê ez mexdûrên sivîl ên vî şerî bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez êşa gelê Filîstînê û êşa gelê sivîl ê cihû parve dikim. Tekane armanca şerê li wir vekirina rêya enerjîyê û paqijkirina vê rêyê ye. Şerê her du aliyan jî ji bo vê rêyê ye. Ji ber vê yekê ev şer derket. Encama vî şerî wê çawa be? A rastî yê ku vî şerî dimeşîne Tirkiye ye. Tirkiye ji Hamasê zêdetir di nava şerê Xezeyêde ye. Jixwe ji aliyê çapemeniya Tirkan ve şer bi têra xwe tê meşandin. Li holê ye bê ka armanca kî çi ye. Ew dibêjin em dê wê rêyê sabote bikin. Jixwe me anîbû ziman bi Îraqê re hevdîtin jî pêk anîne. Ji bo ku bi hev re rêya alternatîf ava bikin. Pergala sermayeya gerdûnî destûrê nade vê yekê. Di nava sermayeya gerdûnî de cihû hêza serdest e. Ma ew dê vê yekê ji bo Îsraîlê qebûl bikin? Di vê çarçoveyê de wan Tayyîp Erdogan bi kar anîn. A rastî em baş dibînin ku çima di hilbijartinên Gulanê de Tayyîp Erdogan dîsa li ser desthilatdariyê hiştin. Ji bilî Tayyîp Erdogan tu kesî nedikarî berê Hamasê bide êrîşeke wiha. Mînak dema ku çete diçûn Şamê Tayyîp Erdoganî berê wan da Kobanê. Têkiliya Tayyîp Erdoganî bi rêxistinên wiha re li ser vî esasî ye û pergala sermayeya gerdûnî jî di çarçoveya berjewendiyên xwe de vê yekê bi kar tînin. Yanî di rastiyê de Tayyîp Erdoganî bi kar tînin. Ji ber vê yekê di destê xwe de digirin. Yanî weke provokatorekî. Yanî bêyî ku haya wî jê hebe, wî li ser textê wî dihêlin, lê belê yên din jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û wî bi kar tînin.
Hêzên cîhanî Tirkiyeyê bi kar tînin
Wisa nîşan didin ku li dijî sîstema DYA’yê, pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanî û emperyalîzmê bi nakok in û şer dikin, lê di rastiyê de ne wisa ye. Di rastiyê de ev gotin hemû derew in. Ji bo xapandina Tirkiyeyê û hin derdorên derve, bi taybetî jî çepgirên dogmatîk bi kar tînin. Li hin cihan çepgir bûn amûra vê yekê. Hindik mabû Tayyîp Erdoğan wekî antî-emperyalîst binirxînin. Yên ku ji Tayyîp Erdogan re dibêjin antî-emperyalîst divê werin Kurdistanê û rastiyê bibînin. Lewma em vê yekê baş dizanin. Ev şer tên çi wateyê jî em baş dizanin. Tu kes ji kurdan bêhtir êşên gelê Filîstînê fêm nake. Kes nikare weke yekîtiya gelên Filîstîn û Kurdistanê, yekîtiyek ava bike. Vê yekê bi tecrûbeyên xwe û bi têkoşîna xwe ya hevpar îspatkirine. Duh wiha bû, îro jî wiha ye.
Encam niha wê çi be? Îdîaya Tayyîp Erdogan û Hamasê ew e ku dê Îsraîl têk bibine. Dibêjin di navbera dewleta Îsraîl û DYA’yê de nakokî çêdikin û li hemberî Tirkiyeyê propagandayê vê yekê dikin. Ti eleqeya wê bi rastiyê re nîne. Çawa ku DYA’yê di sala 1990’î de di dema Şerê Kendavê de bi şandina leşkeran bo Erebistana Siûdî li derdora Kendavê kontrola xwe ava kir, niha jî keştiyên xwe yên şer anîne Rojhilatê Derya Spî û kontrola xwe li ser xeta rê ava kiriye. Hewl didin Hamasê bêbandor bikin. Armanca wan ev e. Vê yekê wekî paqijkirina rê dikin. Piştî wê her hal wê li ser Lubnan, Sûriye û Qibrisê bikin. Li gorî xuya dike Çîn ne bi nakoke, wekî ku li hev kiribin tevdigere. Gava rêya Ûkranyayê nebû, mîna ku Çîn ji DYA’yê re ji bo vê rêyê gotibe erê.
Li Îranê tevlibûn heye. Nirxandina şerê Îran û Amerîkayê, her kes xist valatiyê. Derket holê ku tu eleqeyên wan bi hev re nîne. Ev tê wê wateyê ku divê jiberkirî neyê axaftin. Teorî nayê wateya dubarekirina tiştên ku ji ber kirine. Lenîn dibêje, çepgirên ku tiştên di ciwaniya xwe de jiberkirine, heta mirinê dubare dikirin. Divê nebin çepgirên wiha. Pêwîst e mirov bikaribe pêşketinan bibîne û têbigihê, guhertinê bibîne û guherîna ramanê pêk bîne. Di vî wateyî de dijberiyeke weke berê bi Îranê re nîne. Berovajî vê, li vir hevkarî û hevgirtin heye. Loma jî li Lubnanê pir pirsgirêk dernakeve.
Tirkiye ji qada navneteweyî hat derxistin
Em nizanin ku wê li Sûriyeyê bi Rûsyayê re şer çêbibe yan na. Rûsyayê nerazîbûnek zêde nîşanî mijara Îsraîlê neda. Rûsya jî di nava vî karî de ye. Eger ew jî were derbaskirin, Qibris û Tirkiye dimîne. Tirkiye û sîstem, sîstema modernîteya kapîtalîst a ku di nav de cih digire, wê car din bên beramberî hev. Yanî bi rengekî mîna şerê cîhanê yê beriya sed salê. Xuya dike ku ev teqez e. Weke ceza ji Tirkiyeyê re, bandora wê ev e. Eger mirov baldar be, Tirkiye hat derxistin, ji vê rêya enerjiyê hat derxistin. Rêya Hevrêşimê rêyeke çend hezar salî ye. Ji Anetolya, Mezoptamya, Îranê derbas dibû û digihişt Çînê, ew rê ji holê rabû. Xeta rêya Berlîn, Bexda û Besrayê ku destpêka 1900’an hat avakirin, hîn rastir rêya bazirganiyê ya Ewropa, Hindistanê -ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser vê rêyê çêbû- ew xirab bû. Ji Tirkiyeyê derbas dibû. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, ji ber ku ji derveyî Tirkiyeyê li rê digeriya, faşîzma Hîtler Tirkiye neket nava şer. Dibêjin ku bi jîrbûn, kêrhatin, kêrhatina polîtîk a rêveberên Tirkiyeyê ew neket nava şer, tu eleqeya wê tune ye. Hat ceribandin, lê bi ser neket. Nexwest car din biceribîne rêveberiya Hîtler. Ew jî ew dem jî vale derket. Niha rêya Ûkraynayê vale derxistin. Tişta ku xwest bi Azerbaycanê re pêş bixe, vale derket. Di rewşa heyî de yanî dixwestin vê rêyê di bakurê Sûriyeyê de derbas bikin. Tirkiyeyê ew sabote kir. Li dijî derket. DYA’yê jî destûr da li Cerablûs, Efrînê leşker derxistin, li dijî Sûriyeyê şerê fermî îlan kir, rasterast ket nava Iraqê jî. Dema ku ev der veguherî qada şer, sermayeyê ji bo xwe bi îstikrar nedît. Lewma ev der hat derxistin. Di rêya heyî de, derdorên sermayeyê di encama vê yekê de tifaq çêkirin. Tirkiye derxistin. Helbet Kurdistanê jî bi şêwazekî derdixîne. Lê baskên cuda yên kurdan hene. Ya esas derxistina Tirkiyeyê bû. Tirkiye heta di navbera Asya û Ewropayê de pir bû. Jê re dihat gotin, rewşa stratejîk a Tirkiyeyê. Li ser vî esasî afirandin da ku Tirkiyeyê, dewleta tirk, Rojhilata Navîn di nava sîstema modernîteya kapîtalîst, sîstema dewlet neteweyê de bigire. Niha ev fonksiyon hemû ji holê rabûn. Dijminatiya kurd rê li ber vê yekê vekir. Yanî Tayyîp Erdogan bi ser ket, li ser desthilatdariyê ma, lê li beramber vê yekê Tirkiye winda kir. Tirkiye ji sîstemê hat derxistin. Çima hat derxistin? Çima ev xeta rê çênebû? Ji ber şer. Ji ber dijminahiya ku dewleta tirk li hemberî kurdan dimeşîne. Rêveberiya Tayyîp Erdogan Tirkiye ji sîstemê derxist. Bi sîstemê re anî dijberî hev. Bû sedem ku avantajên xwe yên di nava sîstemê de winda bike. Ji bo çi? Ji bo ku ew li ser desthilatdariyê bimîne. Berjewendiyên Tayyîp Erdogan û berjewendiyên Tirkiyeyê ne yek in. Divê civaka Tirkiyeyê, demokratên şoreşger û her kes vê yekê bibîne. Bi taybetî hêzên şoreşger û dostên me bila baş bibînin. Mutefîkên me yên di nava HBDH’ê de ev yek baş fêm nekirin, divê baş jî behs bikin. Tayyîp Erdogan çawa Tirkiyeyê ber bi karesatê ve dibe, çawa çavkaniyên wê zuha dike, divê vê yek bibîne û ji civakê re behs bike û nîşan bide. Tirkiye niha hatiye vê rewşê, wê çi bibe? Yan wê ji ya heyî razî be. Di rewşeke lewaz a hatî derxistin de, razî bibe. Eger bikevin şer jî, ev yek ji xwe di rastiyê de Tirkiyeyê jî ber bi şer ve bibe. Beriya bi salan beriya 10-15 salan Rêber Apo evane nirxand, bang kir. Got, wisa nekin. Eger hûn wisa bikin, wê we bibe karesatê. Wê we heta parçekirinê jî bibe. Wê her tiştê ji destê we bistînin, we mêtingeh bikin.
Divê Tirkiye ji rêveberiya Tayyîp Erdogan rizgar bibe
Me ev yek bi civaka Tirkiyeyê neda fêmkirin. Rêveberiya heyî jî ji vê yekê bawer nekir, berevajiya wê pêk anî. Berjwendiya xwe di pêkanîna berevajiya vê de dît. Niha ya tê piştrastkirin di rastiyê de nirxandinên Rêber Apo ne. Ne pêkan e ku bi şerê dagirkeriyê êdî Tirkiye di nava sîstemê de bandor be, yan jî di rewşa xwe ya stratejîk de bimîne. Lewma Tirkiyeya pêşketî, encex bi pêşketina demokratîk dibe. Encex bi Tirkiyeya ku pirsgirêka kurd çareser dike, azadiya kurd nas dike, dibe. Ev yek îro bi zelalî derket holê, hat dîtin. Di rastiyê de me ji bo vê yekê ev qas hewldan kir, têkoşîn kir. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd me tifaq ava kirin di qada siyaseta demokratîk de, di qada têkoşîna şoreşgerî de. Di rastiyê de li dijî vê yekê weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan jî me têkoşîneke pir girîng meşand. Ji bo ku faşîzma AKP-MHP’ê Tirkiyeyê nexîne nava rewşeke bi vî rengî. Lê eger mirov baldar be, encam nehat wergirtin. Hewldanên me kêm man. Divê em hîn zêdetir têbikoşin, hîn baştir fêm bikin. Divê mirov bibîne ku zihniyeta Tayyîp Erdogan û siyaseta faşîst, qirker û dijminahiya li hemberî kurdan çi bi serê Tirkiyeyê anî, çawa li Tirkiyeyê bû sedemê ev qas krîzan û divê Tirkiye ji vê zihniye û siyasetê rizgar bibe. Teqez divê Tirkiye ji rêveberiya Tayyîp Erdogan were rizgarkirin. Yan ji derveyê zext, mêtingerî û karesatê tiştekî din nîne ku ev rêveberî bide Tirkiyeyê. Eger hîn bi isrartir bidomîne, wê encamên hîn xirabtir çêbibe. Divê her kes aqlê xwe bîne serê xwe. Hişyariyên Rêber Apo pir girîng bûn. Em jî niha van pir baş dibînin û fêm dikin. Lewma yên ji Tirkiyeyê hez dikin, divê bibînin û teqez li dijî vê derkevin.
Nêzîkatiyeke ku wê bi hilbijartina 2023’yan re her tişt çareser bibe tunebû. Lê hilbijartin ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê jî firsendeke girîng bû. Hinek hat nirxandin. Di warê têgihiştinê de baş hat nirxandin û dîtin. Ji bo ku em têkoşîna antî-faşîst weke têkoşîneke nû, ango weke têkoşîneke li rêbazên têkoşînê yên heyî zêde bikin, me ev yek anî ziman. Me hem di nava tifaqên şoreşgerî de têkoşîn meşand û hem jî bi pêşxistina şerê gerîla re pêş de bir. Siyaseta demokratîk hewl da vê bike. Têkoşîna jin û ciwanan hewl da vê bike. Têkoşînek girîng hat dayîn. Girîngiya hilbijartinê jî hat dîtin. Lê ev jî hebû. Ma di hilbijartinê de her tişt xelet hat kirin? Di rastiyê de ne wisa ye. Hilbijartin, çawa pêk hat ji xwe ew mijarek nîqaşê ye. Hilbijartinek ne adil û wekhev bû. Ji ber wê mijara nîqaşê ye. Ji ber ku ev rastî hebû; yên ku Tayyîp Erdogan ji bo birêvebirina komploya navneteweyî wezîfedar kirin, hê jî dixwazin Tayyîp Erdogan bikar bînin. Ev yek bi awayekî aşkere derket holê. Muxalefetê hewl da ku hin alternatîfan biafirîne. Kemal Kiliçdaroglu jî ji bo maseya şeş partî hinek hêvî ava kir, lê şerê herî dijwar a li dijî kurdan faşîzma AKP-MHP’ê meşand. Ji bo berjewendiyên hundir û derve jî xwestin Tayyîp Erdogan û tifaqa AKP-MHP’ê hinekî din li ser desthilatê bihêlin û bikar bînin. Peyvek heye, dibêjin dema di ser pirê re derbas dibin, hesp nayên guhertin. Nexwestin biguherînin. Wan guhertin ji bo xwe bi pirsgirêk û zirardar dîtin. Ji ber vê yekê, dawîkirina hilbijartinê ji berê ve hatibû plan kirin.
Niha ev hilbijartin çiqas adil bû? Gelo ev deng bi rastî hatine wergirtin an na, cihê nîqaşê ye. Kes nizane. Gelek kes hene ku dibêjin ne wisa ye. Ya rast ev e ji xwe. Lê encam li vir girîng e. Piştî wê çi kirin? Tirkiyeyê hem li Qerebaxê, hem li ser xeta rêya Asya Navîn-Tirkiyeyê û hem jî di şerê Xezeyê de bi kar anîn. Rêveberiya Tayyîp Erdogan li gorî daxwaz û berjewendiyên xwe bikar anîn û bûn amûr. Tayyîp Erdogan li dijî wan diaxive. Her kes jî bawer dike. Şerê di navbera wan de çiqas mezin e derneket holê. Tirkiyeyê di şerê Xezeyê de herî zêde têkiliyên bazirganî bi Îsraîlê re danî. Hem zarokên Tayyîp Erdogan û hem jî zarokên yên di rêveberiya AKP’ê de jî vê yekê dikin. Ev bi awayekî aşkere hat kirin. Divê her kes vê bibîne. Loma jî ew gotin vala ne. Aliyê rastî Tayyîp Erdogan tê bikaranîne. Wê hê li ku bi kar bînin, çi bikin ne diyar e. Yanî hilbijartinan û piştî hilbijartinê vê yek nîşan da. Tayyîp Erdogan di hilbijartinê de bi ser ket. Qaşo hebûna desthilatdariyê hat dirêjkirin, lê Tirkiye ji aliyê welatên derve hat biçûk dîtin û pozîsyona xwe ya stratejîk winda kir. Di encama vê yekê de Tirkiye gelek tişt winda kir. Ez ê dubare bînim ziman. Divê tu kes berjewendiyên rêveberiya Tayyîp Erdogan û ya Tirkiyeyê weke hev nebîne, dijberî hev in. Ger Tayyîp Erdogan bi ser bikeve, Tirkiye têk diçe. Tenê dema Tayyîp Erdogan têk biçe wê Tirkiye bi ser bikeve. Ev pêvajoya piştî hilbijartinan ev yek bi awayekî vekirî nîşan da.
Em hêvî dikin sala 2024’an bibe sala hilweşîna rejîma faşîst
Îcar wê çi biqewime, ev rewş wê heta kuderê biçe? Niha em dikarin bibêjin ji bo Tayyîp Erdogan wext hindik maye. Êdî pêvajoyeke hilweşînê çêdibe. Gelo wê hîn bêhtir derdorên berjewendiyên hundir û derve bi kar bîne. Em nizanin. Bi rastî nirxekî wê yê bikaranînê maye? Diyar e ku pir nemaye. Ji wî alî ve siberoja rêveberiya Tayyîp Erdogan tune ye, êdî dawiya wê tê. Pêvajoya hilweşînê diqewime. Divê her kes vê bibîne. Yên dibêjin ez ê li ser esasê rêveberiya Tirkiyeyê ya heyî û faşîzma AKP-MHP’ê pêşketinê bi dest bixim, kar bikim û serketinê bi dest bixim, xwe dixapînin. Êdî wê ti qezencê bi dest nexin. Ji xwe her roj qirêjiya wê derdikeve holê. Vê rêveberiyê evqas krîz û kaos afirand, çiqas karên qirêj kir, yanî ji qeçaxçitiya esrar, eroîn heta her tiştê qirêj pêk anî û ev yek derdikeve holê. Krîza aborî, krîza siyasî, hilweşîna civakî û rizîn di bin vê rêveberiyê de pêş dikeve. Evane pir aşkere ne. Ji wî alî ve dawiya rê hatiye dîtin. Em dikarin wisan bibêjin. Kengê tam wê çi bibe, em nizanin. Em hêvî dikin ku sala 2024’an bibe sala bi temamî hilweşîna vê rêveberiyê. Bibe sala hilweşîn û têkçûna faşîzmê. Hêvî û xwesteka me ev e. Têkoşîna me jî wê li ser vî bingehî be. Weke Tevgera Azadiyê jî, weke Hêzên Demokratîk tên Tirkiyeyê û weke hêzên demokratîk ên şoreşger jî em ê her tim li ser vî bingehî têbikoşin. Sala 2024’an hilbijartin hene. Encamên wê, dê gelek tiştan nîşan bide. Di rewşa heyî de diyar e ku rêveberiya AKP’ê di rewşeke çiqas zehmet de ye.
Hêsan xuya nake ku di hilbijartinên herêmî de bi bandor be. Li aliyê din hilbijartinên cuda jî hene. Ji gelek aliyan ve 2024’an ji bo DYA’yê jî sala hilbijartinê ye. Niha rêxistineke rê ya bi vî rengî, rêya enerjiyê wê ji bo kapîtalîzmê bibe her tişt, yan wê pêk were ne diyar e. Eger pêk were, wê bi rastî jî ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn were derxistin? Wê krîz û kaosê sivik bike? Pir xuya nake. Berevajî faşîzm zêde dibe. Li Ewropayê û Amerîkayê komên faşîst ên neo yên rastgir hîn bêhtir derdikevin pêş, tên ser desthilatdariyê. Ewane nikare bibin çareseriyek. Berevajî hîn bêhtir nakokî û şer zêde dikin. Gelo ma wê ji faşîzmê çareserî were? Encex demokratîkbûn dikarî vê bike. Bi rastî jî wê çêbibe? Dixuyê ku sala 2024’an wê hinekî bi amadekarî were, lê piştre wê guhertinên girîng bi xwe re bîne. Li cîhanê jî, li Tirkiyeyê jî di sala li pêş me de û piştre, geşedanên siyasî yên pir cidî û guhertin dibe çêbibin. Em ji bo ku vê yekê sala 2024’an li Tirkiyeyê pêk bînin, helbet wê bi hemû hêza xwe bêbikoşin. Em dixwazin ku her kes jî vê yekê bibîne û bawer bike. Bi taybetî civaka Tirkiyeyê, rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendên wê, hêzên demokratîk ên şoreşger bi rastî jî vê bibînin, fêm bikin û rêxistinbûn û têkoşîna antîfaşîst li ser vî bingehî pêş bixin. Eger em wiha bikin, teqez em ê bi ser bikevin. Divê her kes ji vê yekê bawer bike. Em dikarin sala 2024’an li Tirkiyeyê bikin sala serketina şoreşa demokratîk a antîfaşîst. Armanca me ev e. Em ji bo vê yekê têdikoşin. Ez bang li her kesê dikim ku bi vê bawerî û helwestê têbikoşin.
Tifaq têk çûn, tenê Hamas û AKP li holê ma
Divê mirov sîstema rêveberiya Tirkiyeyê ya heyî, weke sîstemeke siyasî, guhertineke siyasî nebîne. Rêber Apo got, “mekanîka darbeyê dixebite”. Her tişt li ser bingehê derbeyan çêdibe, bi provokasyonan pêk tê. Bi taybetî jî tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst, rêveberiya Tayyîp Erdogan û Komara Tifaqê vê rêbazê piralî bi kar tîne. Her tiştê bi kar tînin. Hewl didin li ser xwîna gelê Xezeyê hilbijartina herêmî qezenc bikin. Veguherandin propagandaya hilbijartinê. Ti piştgiriya wan ji bo gelê Fîlîstînê tune ye. Erê, hewl didin Hamasê rizgar bikin. Ji ber ku yek ji rêveberên Hamasê Tayyîp Erdogan e. AKP û Hamas man li holê. Lingên wan ên di qadên din de, têk çûn. Niha Hamas têk diçe. Piştre wê dora AKP’ê were. Tayyîp Erdogan li dijî derdikeve ji xwe. Li hemû helwestên wî binêrin. Lê bi provokasyonekî bû sedema mirina 21 hezar Xezeyiyan. Ji bo Hamasê li ser piyan bihêle, yan jî Tayyîp Erdogan dîsa hilbijartinê qezenc bike, ev qas ciwan birine dervey sînorê Tirkiyeyê. Bi pere ew kirê girtine. Ji bo ku li ser gelê Kurd û gerîlayan îmha bikin, dişînin. Di zivistan û nava befrê de, eger yek ji wan li vir bimire hewl didin bikin propagandaya hilbijartinê. We tiştên ku li Amasyayê qewimîn, dît. Çi bi serê rêveberiya CHP’ê anîn? Yanî tişta ku ez tînim ziman, ma mirov qet bi vî rengî nêz dibe? Eger bi rastî jî dibêjin şehîd, ma mirov şehîd dike amûra propagandaya hilbijartinê? Lê rêveberiya Tayyîp Erdogan, AKP-MHP ket vê rewşê.
Meseleya Şêx Seîd tam provokasyoneke. Hinek ji cihê xwe, qaşo mutefîkê nû yê AKP’ê Hîzbûllah vê yekê dixwaze. Qaşo rêveberê qeyûm ê Amedê vê yekê dike. Yanî bi xwe dikin. Hinek dijûnan dikin, hinek jî erênî dinirxînin. Provokasyoneke bi vî rengî heye. Yek aliyê vê AKP, yek jî Hîzbûllah e. Koma ku jê re gotin, Kontra Huda-Par. Divê her kes baldar be. Bi taybetî gelê Kurd, derdorên welatparêz divê pir bi baldar bin. Evane ji bo berjewendiyên xwe, wê her tiştê bikin.
Divê welatparêz li pêşberî provokasyon û lîstikan hişyar bin
Di vî warî de bi taybetî jî hewîrdor, malbat û hezkiriyên Şêx Seîd divê baldartir bin. Bi heqaretan re êrîşeke hovane hate kirin. Gelek kes hewl didin ji vê heqaretê sûdê werbigirin. Qaşo bi vî awayî wê li Amedê deng bi dest bixin û di hilbijartinên herêmî de bi ser bikevin. Ev koma bi navê Hîzbullah jî vî karî dike. Divê ev derdor pir baldar bin. Divê teqez kes nebe amûrê van. Em ji bîr nekin ku Şêx Seîd kesayetek dîrokî ye. Yek ji rehên berxwedana netewî ya Kurd e. Nabe ku kesayetek wiha bibe amûrên tiştên wiha û helwestek dervî exlaqiye. Divê hemû Kurd, welatparêz, hezkiriyên Şêx Seîd xwedî helwest bin û bersiva wan di hilbijartinan de bidin. Nabe serok û rehên berxwedana neteweyî ya Kurd ti carî bi vî rengî bên îstismarkirin. Ew di nava têkoşîna azadiyê de dijîn. Di nava berxwedana gerîla de dijîn. Di nava têkoşîna gelê me û tevgera me ya azadiya Kurd de dijîn. Bingeha wê ya dîrokî ava dikin. Ne berjewendiya hevkaran û ne jî êrîşên qirêj ên faşîzma qirker, nikarin girîngî û qîmeta van kesayetên dîrokî kêm bikin. Me heta niha destûr nedaye vê yekê. Em ê ji niha û pê ve jî nedin. Em hêvîdar in ku hemû kesên ji Şêx Seîd hez dikin û rêz digirin helwesteke wisa nîşan bidin. Ev pêvajoya hilbijartinê dersa herî xurt dide kesên ku hewl didin ji vê sûd werbigirin.
Her ku têkoşîna jinê bi pêş dikeve êrîşên serdestiya mêr zêde dibin
Têkoşîna jinê di sala 2023’yan de bi gerdûnî bû. Şoreşa “Jin Jiyan, Azadî” ji nîvê Îlona 2022’yan û pê ve ji Rojhilat û Îranê belav bû. Mohra xwe li nîveka yekem a sala 2023’yan da. Di rastiyê de li hemû cîhanê belav bûye. Dirûşmeya “Jin Jiyan, Azadî” ya Rêber Apo pêşxistî bi kar anîn. Hêz û berxedaneke mezin derket holê. Di heman demê de li cîhanê dengvedaneke girîng bû. Bi jin û derdorên welatparêz ên şoreşger re deng veda û xwedî lê derket. Helbet zîhniyet û siyaseta desthilatdariyê, dewletparêz, serdestiya mêr piştgirî neda.
Li ser vê bingehê têkoşîna jinê li her deverê pêk hat. Her wiha li seranserê Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê civîn lidar xistin. Li ser wê bingehê, vê rastiyê çi nîşanî me da? Di rastiyê de jixwe di sala 2023’yan de derketiye holê ku ev sedsala 21’emîn sedsala jinê ye, azadiya jinê tê wateya şoreşa azadiyê, li ser bingeha jineolojiya ku Rêber Apo pêş xistiye hişmendî, rêxistinî û çalakiyê pêk tîne. Ev yek teqez bû. Êdî niha şoreşa azadiya jinê ya cîhanê heye. Têkoşîna jinê zîhniyeta serdest a mêr ditirsîne û dihejîne. Divê em vê bi zelalî bibînin. Her çendî ev têkoşîna azadiyê ya jinan bi pêş bikeve wê êrîşên zîhniyet û siyaseta serdest a mêr jî zêde bibin. Mirov dikare vê yekê weke berhema tirsê û bertekê binirxîne. Em çapemeniyê dişopînin. Li her qadê qala kuştina jinan tê kirin. Ev yek jî ji aliyê kesên herî nêz ve tên kirin. Yên van komkujiyan dikin hevjîn, bira ango ji aliyê endamên malbata wan in. Di vir de aliyekî ku divê bi baldarî li ser were seknandin, tehşîrkirin û têkoşîn kirin heye. Ev ne rewşeke ku tenê jin ji bo wê têbikoşin e. Divê her kesê ku ji xwe re dibêje ez azadîxwaz im, demokrat im û welatparêz im vê têkoşînê bide. Divê mêr bêtir têbikoşin. Ev çawa dibe? Li aliyekî qala evînê tê kirin, li aliyê din jî îxaneta qirêj û qetlîam tê kirin. Ev çi evîn e, ev çi hevjîn e, ev çi bira ye, ev çi malbat e? Evîn û kuştin weke madalyoya du rûyî ne. Hatiye halek bi vî awayî. Ev pir xeternak e. Helbet divê em vê yekê tehşîr bikin. Divê em van cînayetan zêdetir derxin holê, lê bi rastî jî divê em zîhniyet û siyaseta ku bûne sedema van kuştinan tehşîr bikin û hewl bidin mirovan ji wir rizgar bikin. Ev mîna erkekî têkoşînê ya herî girîng derdikeve pêşiya me. Bi taybetî civaka Kurd û mêr ên Kurd, hewceye di vê mijarê de hesastir tevbigerin, têgihiştina kevneperest a serwerî û nêzîkatiyên paşverû beralî bikin û divê her kes zîhniyet û pîvanên jiyanê yên ku şoreşa me ya azadiya jinê di têkoşîna me ya azadiyê de pêşxistiye esas bigire. Yên din teqez ne ji me ne. Yên ku hewl didin zîhniyet û siyaseta serdest a mêr li ser jinê pêk bînin nikarin bibin welatparêz. Ew nikarin di nava tevgera azadiya Kurd de cih bigirin. Her çendî ji bo xwe bibêjin em welatparêzin jî, li ba me qîmetek wê nabe.
Ciwan ji bo me bûn hêz û moral
Jin û ciwan hêzên pêşeng ên paradîgmaya nû ya modernîteya demokratîk in. Ciwanan nîşan dan ku gihiştine feraset û rêxistinbûneke ku di sala 2023’yan de hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê erkeke wiha bi cih bînin. Konferansa Ciwanên Cîhanê ya Parîsê ev rastî nîşan da. Bi kelecaneke mezin ya girêdayî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hêvî û heyecanek nû da hemû mirovahiyê. Ev yek tevî sîstema modernîteya kapîtalîst, baviksalarî, faşîst û qirker bû sedema hêz, moral û kelecaneke mezin. Ji ber vê yekê ciwan li her qadê û civakan di pêvajoyeke hişyarbûn û tekoşînê de ne.
Ciwan di pêşxistina şoreşa modernîteya demokratîk de xwedî roleke pêşeng in. Weke şoreşa ciwanan a sala 1968’an. Wê demê paradîgmayên wan kêm bûn, analîzên wan ên teorîk kêm bûn. Hê di bin bandora sosyalîzma reel de bûn. Îro paradîgmaya ku Rêber Apo pêşxistiye ji bo ciwanan referanseke mezin e. Bi vî awayî ciwan li ser esasên şoreşa ciwanan a nû, pêşengiya ciwanan û pêkanîna paradîgmaya modernîteya demokratîk xwe bi pê ve dibin. Em dikarin vê bi awayekî hêsan bînin ziman. Faktora Kurdistanê pir girîng e û pêşengiya vê yekê dike.Fermandar Ciwan ku tevgera ciwanan a partiya me pêşengiya vê yekê dike ku di sala 2023’yan de jî vê pêşengtiyê berdewam kir. Weke din berxwedana gerîla, berxwedana ciwanan, pêşengiya ciwanan a di serhildanan de, hêzên pêşeng ên tevgera azadiyê ya cîhanê ne. Ciwan li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat vê pêşengtiyê dikin. Vê yekê bi hişyarkirina gel û çalakiyên xwe pêk tîne. Li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê li ser esasê mezintirkirina tekoşînê tev digerin. Dema ku em li ser kûr dibin em dibînin ku êrîşî li her kesê li dijî feraset û siyaseta faşîst û qirker derdikeve, dike. Êrîşên li ser jinan jî encama vê yekê ye.Çend jin binçav kirin û zextê li wan dikin? Êrîşî ciwanan jî dikin. Di demên dawî de şerekî taybet dimeşînin. Yanî dixwazin bi her cure fuhûşê û madeyên hişbir ciwanan bêbandor bikin. Hewl didin ku rê li ber rêxistinbûn, tevlîbûna têkoşînê û welatparêziya û şoreşger bigirin. Zextê li kesên ku gihiştine vê ferasetê dikin. Di demên dawî hin hevdîtin pêk anîn. Gelek ciwan binçav kirin û êrîş birin li ser wan. Ciwanên xwedî seknên radîkal, azadîxwaz û şoreşger ji vê yekê natirsin. Ciwanên Apoyî bi tu awayî natirsin. Ciwanên xwedî hişmendiya azadiyê teqez ji van êrîşan natirsin. Berevajî vê ev yek hişmendî û çalakbûna ciwanan zêdetir pêş dixe û dike ku xwe baştir nas bikin. Em vê yekê bawer dikin. Xuya ye ku ev dê wisa pêk were. Di vê çarçoveyê de ciwan wê zêdetir beşdarî kampanyaya xwendina Rêber Apo bibin û xwe perwerde bikin û li hemberî êrîşên medyayî wê xwedî roleke pêşeng bin di tekoşîna li dijî faşîzmê de û wê hemû planên qirêj ên şerê taybet pûç bikin û wê teqez di tekoşîna me ya azadî yê de ji şoreşa azadiyê re bibin pêşeng.
Divê ciwan li dijî malbatperestiyê li ber xwe bidin
Ciwan wê rastiya dijmin baş nas bikin. Wê hevkarên wan baş nas bikin. Di heman demê de wê li hemberî astengiyên siyasî yên malbatî jî derkevin. Divê ciwan di vê mijarê de hesas jî bin. Divê ciwan li hemberî malbatperestiya ku ciwanan ji tekoşîna azadî û şoreşê bêpar dike, hişyar bin û li ber xwe bidin. Bi fikra malbatperestiyê ku rê li ber feraseta ciwanan a azadbûn û kesayata wan şoreşgertiyê digire, ciwantiya Apoyî ne pêkan e. Ji ber wê divê ciwan hemû têkiliyên xwe baş binirxînin. Divê malbat jî di vê mijarê de baldar bin. Yên ku ji bo ciwan beşdarî têkoşînê nebin, dibin asteng xeletiyê dikin û şaş in. Ew zirarê didin wan. Bi serê xwe çi dikin bila bikin bila dev ji vê yekê berdin. Eger dewam bikin em ê tehşîr bikin. Ez dikarim bi awayekî zelal vê yekê bibêjim. Lê helwesta sereke ya ciwanan e helbet. Ciwan nikare bibêje, filan kesî wiha gotiye, ev kes wiha axiviye. Yanî kes divê têkoşîna ciwanan bandor neke, divê bibin ayîdê xwe. Hem hişmendî û hem jî îradeya ku bi xwe têbikoşin wê derxin holê. Wê şoreşa kesayetî pêk bînin, şoreşa zîhnî û wîjdanî pêk bînin û xwe perwerde bikin û nû bikin. Li ser vê bingehê em bawer in ku sala 2024’an wê bibe sala ku hem têkoşîna jinan lê pêş bikeve û hem jî pêşengiya ciwanan a têkoşînê bêhtir berfireh bibe. Ciwanên Kurd ên li çar parçeyan û li derveyî welat wê hîn bêhtir tevlî têkoşîna me ya azadiyê, têkoşîna me ya partiyê, têkoşîna me ya gerîla, berxwedana me ya gelerî bibin. Tevlîbûn wê gelek zêde bibe û em ê rêxistinbûnê mezin bikin. Li ser vê bingehê hem ez serketinê dixwazim û hem jî bang li her kesî dikim ku hîn bêhtir bi xurtî tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin. Çiya, refên gerîla û partiya me li benda ciwanan e.
Fransa nikare kurdan bixapîne
Di 19’ê kanûna 2000’an de komkujî pêk hat. Giran bû. Me dizanî li Mereşê komkujî çêbûye. 20 ango 25 roj piştî kongreya PKK’ê şûnde hat rojevê. Rêber Apo gotibû, li dijî kongreya me û avakirina PKK’ê êrîşeke zihniyeta faşîst, mêtinger û qirker e. Ev yek her tim girîng bûn. Piştre komkujiyên Parîsê qewimîn. Li vir hevrê Evîn û hevrêyên pê re di 23’ê Kanûna sala borî de li Parîsê hatin qetilkirin. Her wiha li pêşiya me 9’ê Çile jî heye. 9’ê Çileya 2013’an salvegera qetilkirina yek ji damezrînerên Partiya me hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî ye. Salvegera 10’emîn e. Jixwe ji niha ve li her derê li dijî van komkujiyan çalakiyên protestokirinê tên lidar xistin.
Fransa bi rastî jî nikare kurdan bi riyên din bixapîne. Divê vê yekê bizane. Têkoşîna ku Fransayê vedixwîne ku rastiyan eşkere bike, têkoşînek di cih de ye. Divê em heta dawiyê bişopînin û rastiyê derxin holê. Wê li pey vê komkujiyê Tayyîp Erdogan û hevalên wî derkevin. 10 sal berê li Parîsê komkujî kirin, par jî komkujî kirin. Ji xwe li xwe mikur hatibûn ku hevrê Sara gulebarandine. Hem Tayyîp Erdogan û hem jî Mehmet Alî Şahîn. Me wê demê li van guhdarî kir. Ji ber vê yekê di çapemeniyê de daxuyanî dan; Ew daxuyanî îtîraf in, berpirsyariya qetlîaman digirin ser xwe.
Niha Komkujiya Roboskî ya 28’ê Kanûnê. Bawerim di sala 2011’an de bû. Ew jî bi fermana Tayyîp Erdogan pêk hat. Qaşo dibêje ji ber ku agahiya Bahoz Erdal di wire derbas dibû girtiye, ew ferman daye û berpirsyariya vê komkujiyê jî girt ser xwe. Pêşî got me sivîl gulebaran nekiriye. Piştre dema rastî derket holê, peyvên xwe ji bîr kirin. Xwestin gotinên xwe biguherînin. 34 ciwanên Roboskî ku hinek ji wan zarok bûn, bi balafiran bi awayekî hovane qetil kirin. Ev yek çi nîşan dide? Desthilatdariya AKP, MHP û rêveberiya Tayyîp Erdogan, desthilatdariya qetlîamê ne. Desthilatdariya qirker in. Dijminatiya li dijî Kurdan bi vî awayî derdikeve holê. Di nava Kurdistanê de vê yekê dike. Digire, dikuje, li ser sînor qetil dike, li dervî welat qetil dike. Hemû derfetên xwe ji bo komkujiya kurdan xerc dike. Me vê rastiyê baştir dît.
Lê belê, divê em van rastiyan hemûyan binirxînin, derxin zanabûnê, ji bîr nekin û rast fêm bikin. Divê em nîşanî her kesî bidin. Li ser vê bingehê ez hemû şehîdên vê komkujiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê ne. Ew şehîdên Kurdistanê ne. 40 sal berê, 45 sal berê jî heman komkujî pêk hatin. Salek berê jî, çi li welêt û çi li derveyî welat pêk hatin.
Heta serkeftinê em ê tolê hilînin
Me tola komkujiya Mereşê di nava têkoşîneke mezin a 45 salan de rakir. Me tola komkujiya zindanê jî rakir. Me tola komkujiyên Parîsê jî rakir, me tola komkujiya Roboskê rakir. Em ê hîn jî tolê rakin. Ev têkoşîna tolhildanê wê me bigihîne serketina hebûn û azadiyê. Em ê têkoşîna azadiyê bi ruh û helwesteke bi vî rengî ya tolhildanê heta serketinê bimeşînin. Em ê heta serketinê şopdarê wan bin. Ji bo hesabpirsîn û tolhildana mezin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me ji destpêkê ve soza vê da. Rêber Apo di nirxandina xwe ya yekemîn a piştî komkujiya Mereşê de ev soz da. Ev 45 sal in PKK’ê li ser vê soza ku Rêber Apo daye meşiyaye. Em ê heta serketinê xwedî li soza xwe derkevin û em ê daxwazên wê bi cih bînin.
Em dikevin saleke nû. Me di serî de sala nû pîroz kir. Me sersala hemû hêzên azadî û demokrasiyê, jin, ciwan, gelan, Rêber Apo û hevrêyan pîroz kir. Sala 2024’an wê bibe sala têkoşîn û qezenceke mezintir. Sala 2023’yan mîrateyek girîng dewr dike. Sala 2024’an nîşan dide ku ji her demê zêdetir derfeta têkoşîn bi rêbazên afrîner ber bi serkeftinê ve birin heye. Weke tevger û gel wê helwesta me ev be. Hevrêyên me û dostên me yên şoreşger ên azadîxwaz ên demokrat li her dera cîhanê wê li gorî vê tevbigerin. Derfet û firsenda vê yekê heye, em dibînin.
Rê û rêbazên wê jî zelal e. Di vî warî de sala 2023’yan nîşanî me da û îspat kir ku divê şêwaz, rê û rêbaza têkoşîneke çawa be. Îmraliyê bi berxwedana xwe ev yek îspat kir. Gerîlayên Zapê bi lehengî ev yek îspat kir. Hevrê Rojhat û Erdal bi çalakiya xwe ya 1’ê Cotmehê ev yek îspat kirin. Em ê bi ruhê fedaî û xeta fedaîbûnê bijîn û têbikoşin. Sala 2024’an wê bibe sala ku em weke tevger û gel zêdetir xwe feda bikin û li ser vê bingehê têkoşîna azadiyê bi awayekî serkeftî pêş bixin. Fedaîbûn tê çi wateyê? Tê wateya rast fêmkirina Rêber Apo ye. Tê wateya têkoşîna li dijî her cure ferdperestî û bêrêxistinbûnê ye. Tê wateya bi hev re karkirin û bihevre jiyankirin e. Tê wateya parvekirin û civakîbûnê. Bi vî ruhî, bi vê hişmendiyê tê wateya şerkirin û serkeftinê. Hevrê Rojhat û Erdal ev yek nîşanî me dan. Hevrê Sara û Rûken nîşanî me dan. Hevrê Zîlan û Zinar nîşan dan. Xeta têkoşîn û serkeftina têkoşîna azadiya Kurdistanê danîn holê. Xeta fedaî ya Apoyî derxist in holê. Em ê di sala 2O24’an de bêtir fedaî bibin, bi hêztir şer bikin û serkeftinek mezintir bi dest bixin. Ez careke din vê sala nû li hemû gelê me û mirovahiya demokratîk pîroz dikim û serkeftinên mezin dixwazim.