PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kalkan: Em ê wan di xwîna rijandine de bixeniqînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têne birîn hîleyeke hiqûqê ye Kalkan anî ziman ku yên ev şer pêş xistine û ji bo şer israr kirine, wê di nava xwîna ku rijandine de bixeniqînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, hîleyên hiqûqî yên saziyên navneteweyî yên li ser Îmraliyê, çalakiyên li zindanan û li qada civakî, şehîdên meha Gulanê, êrîşên dagirkeriyê, şerê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, deklarasyonên KJK û PAJK’ê û mijarên din ên di rojevê de di bernameya taybet a Medya Haber TV de nirxand.

Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:

Beriya her tiştî berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Di çarçoveya pêngavê de li dijî êşkence, tecrîd û sîstema qirkirinê ya Îmraliyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dikin. Çalakiyên girseyî li her qadê hene. Gaveke hêjayî nirxandinê ew e ku nameyek ji qada derve ji bo hişyarkirina CPT hate şandin. Gelek rewşenbîr, sendîkavan, hunermend û siyasetmedar gihîştin hev. Girîng bû, hişyariyek bû.

Di sîstema tecrîdê de guhertinek nîne. Di vê çarçoveyê de hin daxuyanî hatin dayin. Rapora CPT ji hin aliyan ve mikurhatinbû. Ji hin aliyan ve jî bi rastî ne ya fêhmkirinê bû. Li gorî daxuyaniyan CPT dibêje, ‘Em organa rêveberiyê ne. Yanî organeke rêveberiyê ya ser bi Konseya Ewropayê, ya girêdayî dewletan e. Em raporê didin wan. Eger ew bixwazin wê bê eşkerekirin, nexwazin wê neyê eşkerekirin. Erk û hêza me nîne ku em raporekê jî aşkera bikin’. Di vê çarçoveyê de daket asta ku bibe saziyek ser bi hikumeta AKP-MHP’ê. Nikarin raporekê jî aşkera bikin.

Di rewşeke bi vî rengî de gotina Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê lê nayê. Kî êşkenceyê dike? Dewlet dikin. Her hal ne ji bo wê yekê ye ku yên di nava civakê de êşkenceyê bikin asteng bike. Hêz di destê dewletê de ye. Saziyek ku weke karmendê rêveberî û van dewletan e, nikare êşkenceyê asteng bike, tenê dikare veşêre. Lewma gotina ‘Komîteya veşartina êşkenceyê’ hîn bêhtir lê tê. Lê belê em ji daxuyaniyên hin hiqûqnasan, bi taybetî jî ji daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê fêhm dikin. Welê nîne. ew jî dibêjin, erka CPT gelekî zêde ye. Lê belê dema mijar dibe Îmrali, dibe Rêber Apo, dibe kurd vê bi kar nînin. Li gorî rêveberiyê, desthilatdariyê tevdigere. Lewma li aliyê êşkenceyê tevdigere. Bêguman ev jî tê fêhmkirin. Dema ku mirov li navê wê dinihêre, daxuyaniya parêzeran, hiqûqnasan hîn aqilane tê dîtin. Ji ber ku erka xwe di gelek mijaran de bi kar aniye. Tenê dema mijar dibe Îmrali, dibe Rêber Apo bi kar nînin. Got, ‘Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê bi cih bianiya, lê pêk neanî’. Dibe ku rast be. Ji ber ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê beriya çed salan ji bo jinûve darizandina Rêber Apo biryar da, lê biryara xwe bi cih neanî, neşopand. Bû 25 sal lê hîn jî tiştek nekiriye. Ew jî fermanê werdigire. Di bin fermana siyasetê de ye. Hiqûqî nîne.

Di karê DMME’yê de rola CPT çi ye? Eger CPT biketibûna nava hewldanan gelo wê DMME karibûya bi rengekî cuda tevbigeriya? Li wê derê li gorî hev tevdigerin. Ya rast Konseya Ewropa, hikumeta Tirkiyeyê, DMME, CPT, yanî NATO û dewletên Yekîtiya Ewropayê, her wiha Neteweyên Yekbûyî, hemû dewlet li gorî vê tevdigerin. Û saziyên cuda bi saziyên pêwendîdar hemûyan re tiştekî hevpar dimeşînin. Organên wan ên bicihanînê li ser bingeha van cezayên dîsîplînê yên pûç siyaset diyar kirin. Asteng kirin ku Rêber Apo di sala 25’an de jinûve neyê darizandin û azadiya fîzîkî ya wî misoger nebe. Biryara DMME’yê ya jinûve darizandinê asteng kirin, vala derxistin. Di vir de hevkariyeke sûc heye. Nêrîneke hevpar heye. Ne bi vî rengî bûya Wezîrê Edaletê yê Tayyîp Erdogal welê bêperwa nediaxivî. Ewqasî heqaret nedikir, henekê xwe nedikir, helwesteke bi vî rengî nîşan nedida. Gotina ‘Li Îmraliyê tecrîd nîne, her tişt baş bi rê ve diçe’ nîşan dide ku pişta xwe çiqasî qewîn e, zane ku kes li ber ranabe. Divê bi vî rengî bê nirxandin.

Herî dawî cezayê dîsîplînê yê pûç aşkera kirin ji bo 3 mehan. Parêzeran gotin, ji bo astengkirina hevdîtinê vê dikin. Belê, ev dibe ku aliyekî wê be. Lê belê me timî bal kişand ser tiştekî. Ew tespît têrê nake. Ne tenê ji bo astengkirina hevdîtinê, di heman demê de ji bo astengkirina biryara jinûve darizandinê ya DMME’yê vê dikin. Divê hiqûqnas bi vê zanibin; ji bo astengkirina mafê jinûve darizandinê yê di sala 25’an de ev kirin. CPT, DMME, Konseya Ewropayê û saziyên dewleta Tirkiyeyê li hev kom bûn, li ser fikirîn ku vê yekê çawa dikarin pûç bikin, li rêyeke hevpar geriyan û ev peyda kirin: Cezayên dîsîplînê. Tirkiye dike. Dide wan; dibêje saziyên me yên hiqûqî têkildarî wê derê xwedî biryarên dadgehê ne. Weke girtiyekî bê dîsîplîn nîşan didin û dibêjin, jinûve darizandin ne pêwîst e. Jinûve darizandin hinekî li gorî helwesta kes a li girtîgehê jî tê nirxandin. Bi rengê herî neyînî wî nîşan didin. Hiqûqa Ewropayê hiqûqa şeklî ye. Bi esasê mijarê ve mijûl nabe, kirasekî lê dikin. Bi vî rengî asteng kirin.

Ez 6 salan girtî mam. Hiqûqnas nînim, lê belê 6 salan em ranezan. Me hinekî sîstema ceza ya Ewropayê lêkolîn kir. Li Ewropayê cezayê muebbetê 15 sal e. Cezayê herî giran 25 sal e. Piştî 25 salan divê teqez jinûve bê darizandin. Li Îmraliyê jî hiqûqa Ewropayê derbas dibe. Hiqûqa dewleta Tirkiyeyê jî heye lê belê sîstema Îmraliyê sîstemeke ku ji aliyê Konseya Ewropayê, ji aliyê CPT ve hatiye birêxistinkirin. Rêber Apo got, ‘Dema hatim vir, min CPT li pêşberî xwe dît’. Lewma li gorî hiqûqa Ewropayê diviyabû di sala 25’an de teqez jinûve darizandin bihata kirin. Ji bo vê asteng bikin ev yek kirin û asteng kirin jî. Divê ev yek bê dîtin.

Têrê nedikir ku dewleta tirk bigota qanûnên min vê yekê ferz dike. Bi kirasekî bi vî rengî yê hiqûqî asteng kirin. Dixwazim bêm ser vê yekê. Rêber Apo 25’ê adara 2021’ê dema ku bi birayê xwe re bi kurtî bi telefonê axivî çi got? Parêzerên min nayên. Got, hûn hemû di vê rewşê de sûc dikin. Niha em hemû tê de ne. Me çi sûc kir? Me sûcê wê yekê kir ku rewş fêhm nekir. Çima dema ku birayê wî axivî got, ‘tu diaxive, lê belê parêzer neaxvin’. Ji ber ku karê xwe bi parêzeran re hebû. Wê çi bikira? Ev rewş dît. Hîle tê kirin. Li hemberî hîleyê ji bo têkoşîna hiqûqî bimeşîne wê li ser parêzeran biketibûya nava hewldanan. Lê belê bi astengkirina hevdîtina parêzeran, bi cezayên pûç ên dîsîplînê kirasekî hiqûqî lê kirin. Bi vî rengî têkoşîna hiqûqî ya Rêber Apo asteng kirin. Divê ev yek bê dîtin.

Lewma yên ev kirin, yên ku nekarîn vê asteng bikin sûc kirin. Madem têkoşîna Rêber Apo asteng kirin, wê demê diviyabû em têbikoşiyan. Têkoşîna me ji bo têkbirina hîle û lîstikan têrê nekir. Yanî me nekarî xwe ji sûcdariyê rizgar bikin. Beriya her tiştî em ê bi vî rengî binirxînin. Bi dîtina min divê mirov rewşê bi vî rengî bibîne. Em hemû di nav vê de ne. Ji ber ku me di dema xwe de nedît û karekî ku vê lîstikê têk bibin nekir. Ya ku me kir têrê nekir. Belê têkoşîn hate meşandin, çalakî hatin kirin, em pêngavê dimeşînin, lê bala xwe bidinê, ev hemû têrê nakin. Wê demê divê em vê rewşê binirxînin. Kêmasiyên xwe bibînin. Em li ku devera pênaseya sûc a Rêber Apo ne, divê em vê bibînin. Ji bo vêhmkirina rewşê û rizgariya ji van kêmasiyan divê em bi rexnedayinê nêzîk bibin.

Belê, niha çalakî têne lidarxistin, têkoşîn dewam dike. Em li her qadê çalakgeran silav dikin. Li derveyî welat jî, li çar parçeyên Kurdistanê jî gel li ser piyan e, jin li ser piyan e, dayikên me li ser piyan e. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav dibe. Ev hemû pêşketin e. Lê belê bala xwe bidin ser ku têra têkbirina lîstikê nakin. Hîleyan dikin. Li pêş çavên mirovan hîle kirin. Û piştre jî bi vê rewşa kêmayî dixwazin me hînî vê rewşê bikin. Em bibêjin ku vê carê em ê hîn nebin.

Timî qala berxwedana li zindanan tê kirin. Zindan li ber xwe dide, dibêjin em jî piştgiriya wan dikin. Berxwedana zindanan niha hinekî nêzî xeta rast bûye. Çawa nêzîk bûye? Gotin, em ê hînî vê nebin. Em ê nebin hevparê vî sûcî. Gotin, em ê tiştên ku ev dewlet dide me bi kar nînin. Ji ber ku neheqî tê kirin. Bi rengekî cuda nêzî Rêber Apo dibin, bi rengekî cuda nêzî wan dibe. Gotin, hewl dide me ji Rêber Apo qut bikin. Eger ji bo Rêber Apo ev tişt tine be, çima ji bo me heye? Em tevlî Rêber Apo bûne. Wê demê dixwazin me bikişînin ser rêyeke cuda. Wê nikaribin me bikişînin. Em ê li ser xeta Rêber Apo bin. Gotin, em hemû têkiliyên xwe yên bi dewletê re qut dikin. Çiqasî dikin, çiqasî haya xwe ji vê yekê heye nizanim lê belê xeta çalakiyê ya nû vê yekê nîşan dide. Ev yek nêzîkbûna li rastiyê ye. Rêber Apo çi got? Got, li Îmraliyê binerin rastiya kurdan bibînin. Em ê li Rêber Apo binihêrin. Bêguman her kesên ku dibêje kurd ê azad im, wê bibîne ku divê çawa be. Hevrêyên li zindanan têkiliyên xwe yên bi dewletê re birîn. Gotin, em ê bi pîvanên Rêbertî bijîn. Her kesên ku dibêjin em piştgiriyê didin zindanan bila bi wî rengî bibêjin. Bila her kes li hemberî dewletê helwestê nîşan bide.

Divê em çalakiyên heyî binirxînin. Bi rastî jî divê em kêmasiyên xwe bibînin. Divê em xwe têrker bikin. Pêvajo cidî ye. Bi vî rengî divê her sal bibe nirxandina rewşa jinûve darizandina Rêbertî. Ji bo vê yekê asteng bikin timî cezayên dîsîplînê didin, wê van cezayên pûç timî bidin. Ev yek ji xwe re kirin xetek û wê bi vî rengî dewam bikin. Eger ev rewş neyê têkbirin, her kes wê hînî vê bibe û bi vî rengî jî wê dewam bikin. Divê êdî em vê yekê rawestînin. Em di vê nuqteyê de ne. Nabe ku em bi rewşa heyî ya têrê nake qîma xwe bînin. Divê em pêngava çalakiyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xurt bikin, belav bikin. Divê em çalakiyên xwe dewlemend bikin, xurt bikin, mezin bikin. Çawa ku dibêjin divê em qiyametê rakin, em niha di pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Bi tiştên bi vî rengî nerm nabe.

Lewma em vê rewşê bi vî rengî dinirxînin. Bi vî rengî nameşe. Bi çalakiyên bi vê rêbazê em ê nikaribin encamê bi dest bixin, wê demê divê em çareyê di xwe de bibînin. Nabe ku em bibêjin filan nake, bêvan nake. Divê em bi xwe bikin. Em ê hêza xwe ya çalakiyê bilind bikin. Divê her kes vê bibîne. Divê em hemû binirxînin. Bêguman weke gel, tevger, dost, her kes vê binirxîne. Hin daxuyanî tên kirin ji derveyî welat, ji hiqûqnas, akademîsyenan. Dibêjin, sûc e. Nîqaşkirina vê jî nabe. Li hemberî vê yekê divê her tişt bê kirin. Bi rastî jî divê her tişt bê kirin. Her kes li cihê ku lê ye divê karibe her tiştî bike. Divê em di rewşeke bi vî rengî de bin. Bİ kurtasî êdî dema gotinê qediya ye. Bi gotinê tiştek nabe. Çalakî divê, çalakiyên encamgir divê. Bang li her kesî dikim ku vê rewşê bi vî rengî binirxîne. Em bi xwe di nava nirxandineke bi vî rengî de ne. Yanî ya pêwîst çi be em ê hewl bidin pêk bînin.

Ez di serî de di 47’emîn salvegera şehadeta şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer û di şexsê wî de hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez di 48’emîn sala şehîdan de dubare soza pêkanîna armanc û zindîhiştina bîranînên şehîdan didim. Ez dîsa di 51’emîn salvegera şehadeta yek ji pêşengê şoreşa Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya û di şexsê wî de şehîdên şoreşê yên Tirkiyeyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Îbrahîm Kaypakkaya di 18’ê Gulana 1973’yan de bi êşkenceyê hate qetilkirin û şehîd bû. Her wiha hevrê Hakî Karer jî di 18’ê Gulana 1977’an de ji aliyên heman hêzan ve bi êşkenceyê hate qetilkirin û şehîd bû. 4 salan piştre jî meha Gulanê ji bo şoreşgerên Tirkiyeyê jî bû meheke şehîdan.

Di 6’ê Gulanê de Denîz, Yûsûf û Huseyîn hatin îdamkirin. Di 9’ê Gulanê de hevrê Ûlaş Bayraktaroglû şehîd bû. Dawiya meha Gulanê salvegera şehadeta Sînan Cemgîl û hevalên wî ye. Şoreşgerên Ereb jî 16’ê gulanê weke roja şehîdan qebûl dikin. Di 16’ê Gulana 1916’an de rewşenbîrên Ereb ji aliyê Îtîhat û Terakîyê ve hatibûn qetilkirin. Ez bi rêzdarî û minetdarî hemû van şehîdên ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe dane û şehîd bûne jî bi bîr tînim. Em di têkoşîna ku me şoreşên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re bi pêş ve birine de bîranîna van şehîdan zindî dihêlin û şopdarê wan in.

Di heman demê de em bîranînên van şehîdên ku me girêdayî tifaqa kurd û Ereban têkoşîna demokratîk ya Rojhilata Navîn pêş xistiye jî zindî dihêlin û dubare bi rêzdarî bi bîr tînin. Weke tevger em ê vê yekê bidomînin jî.

Ji bo ku karektera tevgera me were zanîn ez dikarim van yekan bilêv bikim. Rêber Apo tim dianî ziman ku ew ji nava têkoşîna li dijî derbeya 12’ê Adara 1971’an de derketiye û girêdayî xwedîlêderketina bîranînên şehîdan, berê xwe daye birêxistinbûn û çalakiyên şoreşgerî. Yanî ji bo ku rast xwedî li bîranînên şehîdan derkeve dest bi vê têkoşînê kir. Ji bo xwedîlêderketina bîranîna Denîzan, Îbrahîman û Mahîran… Piştre jî got ku PKK armanca birêxistinkirin û çalakîkirina bîranîna Hakî Karer e. Bi awayekî zelal aşkera kir ku şehîd PKK’yî ne û di terzê PKK’yê de jiyane. Rêber Apo, Hakî Karer weke ruhê xwe yê veşartî pênase kir. PKK’yê piştî çend salan 18’ê Gulanê weke Roja Şehîdên Kurdistanê pênase kir û îlan kir. Bi rastî gava em li PKK’yê û têkoşîna wê dinêrin em dibînin ku hemû geşedan bi saya têkoşîna şehîdan pêk hatine. Girêdayî xwedîlêderketina bîranîna şehîdan pêş ket û pêk hat. Têkoşîna Hîlvanê ew têkoşîn bû ku ji bo bîranîna Halîl Çavgûnî hate pêşxistin. Halîl Çavgûn di çalakiya bîranîna salvegera şehadeta Hakî Karer de ji aliyê dijminê faşîst û dagirker ve hate qetilkirin û şehîd bû. Têkoşîna Hîlvan a dîrokî girêdayî rast xwedîlêderketina bîranîna şehîdan pêş ket.

Têkoşîna zindanan; weke mînak em Çaran bidin, yan jî Ferhat Kûrtay û hevalên wî… Têkoşîna Mazlûm Doganî bi 14’ Tîrmehê ve girê da. Bû sedem ku têkoşîna dîrokî ya li zindanan ew qas mezin bibe. Di 17’ê Gulanê de qewimî. Çima? Çi ji Ferhat Kûrtay û hevalên wî re bû îlham? Salvegera şehadeta Hakî Karer û hêza ku ji şehîdî girt. Rast xwedîlêderketin û hewla zindîhiştina bîranîna wî bû sedema vê yekê û têkoşîna zindanan ya mezin derket holê. Girêdayî Têkoşîna Hîlvanê, têkoşîna li zindanan û piştre jî pêngava 15’ê Tebaxê meha Gulanê bû meha çalakiyan. Di hemû rojên vê mehê de bi dehan çalakî hatine kirin û xwe gihandiye roja me ya îroyîn. Artêşeka mezin a şehîdan ava bû û derket holê.

Şehîd vê têkoşînê serkarî dikin. Şehîd vî gelî perwerde dikin û li dora hev kom dikin. Şehîdên me ew kes in ku bi awayê herî rast tevkî xeta Rêbertî bûne û bi awayê herî rast li ser wê xetê tevgeriyane. Ji bo rastfêmkirin û pêkanîna serkeftî ya rastiya Rêbertî berîya her tiştî hewcedarî bi rastfêmkirin û şopdariya rastiya şehîdan heye. Gelekî zêde girêdayî hev in. Ji ber vê yekê 18’ê Gulanê weke Roja Şehîdan hate qebûlkirin.

Di nava vê mehê de gelekî şehîdên me çêbûn. Hema bibêje hemû rojên vê mehê salvegera şehadeta bi dehan şehîdan e. Ji ber vê yekê meha Gulanê bûye maha şehîdan. Ne tenê biryar û pênaseyek e, her wiha rastiyeke jiyanê ye. Erê pênasekirin jî heye lê belê rastiyeke jiyanê ye. Em dibînin ku têkoşîna Hakî Karerî gav bi gav têkoşîneke birêxistinkirî ava kir. Artêşeke şehîdan bû pêşengiya vê têkoşînê. Wan têkoşîn da meşandin. Ji ber wê yekê çawa ku Tevgera me 18’ê Gulanê weke Roja Şehîdan qebûl dike, hewce ye gelê me jî meha Gulanê weke Meha şehîdan qebûl bike. Em li ser vî esasî wan meha Gulanê bi bîr tînin, dinirxînin û xwedî li şehîdan derdikevin.

Bêguman du rêyên rast yên xwedîderketina bîranîna şehîdan heye. Yek jê rastfêmkirin û resttevlîbûna rastiya şehîdan yanî rastiya Rêbertî ye. Fêmkirina xetayê û çareserkirina kêmasiyê ye. girêdayî xeta şehîdan rexnedayîn û xwenûkirin e.

Rêber Apo gotiye: ‘’Hewce ye hemû welatparêz û şoreşger vê yekê bikin. Di vê meha Gulanê de em weke gel û Tevger, şoreşger û welatparêz em hemû wiha tevdigerin. Hewce ye wisa bikin. Ger em bixwazin şehîdên xwe ras fêm bikin, hewce ye em xwe bi rastiya şehîdan nû bikin, xwe biguherînin û bi awayê herî rast tevbigerin û wê demê em ê nêzî vê rastiyê bibin. Ger hest, raman, zîhniyet û hereketên me yên dûrî rastiya şehîdan hebin hewce ye em xwe ji wan xilas bikin. Hewce ye em xwe bi pîvan, ruh, hest û ramanên şehîdan pêş bixin. Bi van yekan em ê nêzîkî jiyana şehîdan bibin. Emê mesafeyê dûr nexin.’’ Em ê hemû caran nêzî şehîdên xwe bijîn. Em ê li ser xeta şehîdan bijîn û bixebitin. Têkoşîna xwe berdewam bikin.

Helbet xala duyem jî têkoşîn e. Têkoşîna ji bo rastxwedîlêderketina bîranîna şehîdan û pêkanîna armanca wan e.

Şehîd, şehîdên vê têkoşîna azadiyê ne. Bi hemû giyanê xwe ji azadiya Kurdistanê, azadiya jinan û azadiya civakî bawer kirin û têkoşîneke ku hemû hebûna xwe jê re feda kirin, dane meşandin. Ew qas zêde girêdayî azadiyê bûn. Xeta azadiyê bi vî rengî qebûl kirin ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pênasekirin. Wiha jidil tevlî bûn û bêdudilî têkoşîn meşandin. Rastiya şehîdan vê yekê îfade dike. Rastiyeke têkooşînê ye. Wê demê em ê li ber xwe bidin. Em ê têkoşînê mezintir bikin. Em ê her derê têkoşîna azadiyê, derfetên wê di astên herî bilind de pêş bixin. Bi rêbazeke din rastxwedîlêderketina bîranîna şehîdan ne pêkan e. Meh û Roja Şehîdan awayekî din nayê jiyîn û fêmkirin. Ger em rastjiyînê ji xwe re bikin armanc, bêguman jiyana rast ev e. Jiyana rast şehîd bi xwe ye. Wê demê em ê jî şehîdan rast fêm bikin û rast bijîn û xwe bigihînin wê derê. Armanca me ew e. em ê girêdayî wê yekê bijîn û têbikoşin. Awayekî din nabe û ne pêkan e.

Têkildarî vê yekê ez bi taybetî jî xizmên şehîdan, malbatên şehîdan û dayîkên şehîdan silav dikim. Wê vê rastiyê baştir fêm bikin û temsîl bikin. Wê ji bo pêkanîna armancên şehîdan zêdetir xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin. Wê ji bo perwerdekirin û birêxistinbûna civakê li ser xeta şehîdan û girêdayî rastiya Rêbertî zêdetir hewl bidin û kar bikin. Hewce ye em weke partî û kadro vê yekê bikin. Lê belê ev erk û berpirsiyarî dikeve ser milên xizmên şehîdan jî. Hewce ye em vê yekê careke din bilêv bikin. Şehîdên me, me birêxistin dikin, perwerde dikin û me bi ba hev digirin. Hemû caran li her derê sereketirîn çavkaniya hêza me şehîdên me ne. Em hêza xwe ji wan digirin. Di hemû tengasiyan de em ji şehîdên xwe hêzê digirin. Çareseriyê di xeta şehîdan de peyda dikin. Girêdayî rastfêmkirina rastiya şehîdan de em vîn, hîşmendî û îdîayê derdixînin holê. Ev rastiyeke aşkera ye. Çavkaniyeka me ya din a ku em jê hêzê digirin tune ye.

Rastiya Rêbertî jî, dibe giştî rastiya şehîdan. Rêber Apo got, “Ez berdevkê şehîdan im.” Got, “Ji bo xeta şehîdan rast were meşandin, ez di nava hewldanê de me û dîsa hewl didim ku bi rengekî rast xwedî li xeta şehîdan bê derketin û rast bê fêmkirin.” Hemû şehîd, di nefesa xwe ya dawî de ji bo xeta Rêbertî, bixin meriyetê şehîd bûn. Gotin, bijî Serok Apo. Ji bo xeta Rêber Apo derbasî nava jiyamê bibe, ji bo serketinê qîr kirin. Bi jiyan û têkoşîna xwe, bi şehadetên xwe şahidî ji vê serketin û rastiya xetê re kirin. Şehîd tê wateya şahid. Şahidê çi? Şahidê rastî û serketina doza ku ji bo wê can tê dayîn. Niha zêdeyî 50 hezar şehîdên me hene. Wê demê fikir, paradîgma û xeta PKK-PAJK’ê bi ev qas şahidan hatiye piştrastkirin, serketina wê jî ev qas bi şahidan hatiye îspatkirin. Wê demê teredut ji vê yekê nayê kirin, guman nîne. Nêzîkatiyên lewaz nabin. Ev rastî hene, lewma em nikarin bi rengekî cudatir bijîn. Nikarin pîvan û armancên cuda deynin pêşiya xwe. Rast fêmkirin wiha dibe.

Herî dawî, ez vê jî bêjim. 16’ê Gulanê salvegera Komkujiya Hewlêrê ye. Di şexsê hevrê Salih, Hêlîn û Ozan de ez şehîdên me yên komkujiyê bi bîr tînim.

Xiyanet û hevkarî çiye, em rast fêm bikin. Komkujiya Hewlêrê çawa qewimî? Çibû û îro hevkarî û xiyanet çi dike; ji bo baş were dîtin, girîng e. Rastiya şehîdan vê yekê nîşanî me dide. Têkoşîna li dijî mêtingerî, qirkirin û faşîzmê, ji têkoşîna li dijî hevkarî û xiyanetê qut nabe. Divê em vê rastiyê jî bibînin û rast fêm bikin.

Li ser vî bingehî di şexsê hevrê Hakî Karer de, ji Mehmet Karasûngûr heta Kasim Engîn ez hemû şehîdên me yên meha Gulanê û di şexsê wan de hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê car din bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe ya azadiyê de hîn bi xurttir bidin jiyîn.

Dema berê ya şer tê zanîn. Pêwîstî bi dubarebûnê nake. Gelek hat nirxandin, nîqaşkirin. Di rastiyê de hîn zêdetir pêdivî bi nîqaşkirin û fêmkirinê jî heye. Lê eger rewşa nû were gotin, saziyên me yên Biryargeha Navendî aşkera kirin. Ji 16’ê Nîsanê ve êrîşeke dagirkeriyê li dijî Metîna hatiye destpêkirin. Di rastiyê de li derdora wê û cihên wê yên cuda, berê êrîşên dagirkeriyê çêbûn. Êrîşeke dagirkeriyê ya ku parçe bi parçe didome, heye. Ev êrîşa dagirkiriyê ji bo pêşdebirina êrîşên berê û dagirkirina tevahî Metînayê, didome. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev yek gelek caran aşkera kir. Rojnamevanan, xebatkarên çapemeniyê tiştên hatine kirin anîn ziman. Biryargeha me ya Navendî jî taybetmendiyên êrîşê diyar kirin. Gotin, êrîşeke bi parçe ye. Yanî gav bi gav cihên cur be cur digirin, dikin yek û dixwazin xwe bigihînin giştîbûnekê.

Di rastiyê de bi dagirkirina Metînayê, hîn zêdetir dixwazin kelha mezin a berxwedanê Zapê dorpêç bikin. Tê gotin, dewleta Iraqê di bin navê herêma tampon de li ser sînor 20 kîlometre daye Tirkiyeyê. Dixwazin wê 20 kîlometreyê, niha bi tevahî dagir bikin. Gerîla bi salane ev qas şehîdan dide û ji bo pêşî girtina li vê dagirkeriyê, li ber xwe dide.

Niha jî li dijî vê dagirkeriyê, berxwedanên girîng hene. Li dijî vê yekê li Metînayê çalakî hatin kirin. Ji Şêladizê heta qadên din, derbe hatin lêxistin. Hingî ku keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê ji bo dagirkeriyê gav diavêjin, gerîla firsend dibîne û lêdixe. Rewşeke wiha bi şer û dijwar heye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî windahiyên artêşa tirk bîlanço da. Şehîdên me jî aşkera dikin. Têkildarî vê yekê HPG tiştekî ji raya giştî naveşêre. Lê yek; gerîla bi tedbîr e, du; çalakî dike. Êdî ne tenê di wê rewşê de ye ku dema êrîş lê tê kirin, li ber xwe dide. Bi xwe çalakî plan dike û pêk tîne. Yanî weke taktîk di konuma êrîşê de ye. Lewma helbet windahiyên wê jî kêm çêdibin. Şehîdên me kêm in. Ez car din hêzên HPG û YJA Starê yên vê berxwedanê dimeşînin, silav dikim. Şehîdên berxwedanê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.

Belkû ne weke hin demên salên borî dijwar e, lê êrîşeke di heman çarçoveyê de û bi heman armancê heye. Hin tişt hene. HPG’ê daxuyanî da, dema artêşa tirk têk diçe, li cihê ku zehmetî lê dikêşe çekên qedexe bi kar tîne. Îro jî daxuyanî da; çekên kîmyewî bi kar tîne. Bombeyên taktîk nukleer bi kar tîne. Giranî dide van. Di demên dawî de, bombebaranên ji hewayî jî zêde bûne. Wisa tê fêmkirin ku bazariyên bi Emerîkayê yên li ser bingehê tevlîbûna Swêdê ya ji NATO’yê re kirine, encam girtiye. Balafir girtine. Ji hewayî êrîş zêde bûne.

Tecrîda li Îmraliyê, hemû tiştên hiqûqî çawa bi qilifekî asteng dikin, êrîşa li dijî gerîla jî di wê astê de dikin û yanî piştgiriyê distînin. Bi tena serê xwe nake. Li vir tevahiyek heye. Li ser sîstema êşkence, qirkirin û tecrîdê ya Îmraliyê çawa tevahiyek hebe, -li ser bingehê dewletên NY, NATO û hêza pêkanînê ya dewleta tirk helbet- heman rewş di êrîşa li dijî gerîla de jî heye. Ji xwe di heman astê de û bi heman armancê êrîşî Rêbertî û gerîla dikin; ji bo îmhakirinê êrîş dikin. Di 9’ê Cotmeha 98’an de xwestin îmha bikin, lê nekarîn. Pêşbînî kirin ku 15’ê Sibatê bi îdamê îmha bikin, nekarîn. Gotin em ê bi polîtîkaya rizandinê ya sîstema Îmraliyê; weke îdeolojîk, siyasî û rêxistinî îmha bikin, lê nekarîn. Mîna ku tolê bistînin li aliyekî ji bo îmhakirina gerîla êrîş dikin, li aliyê din jî her cure hiqûqê binpê dikin, tune dihesibînin, di rastiyê de qilifekî dibin ber bêhiqûqiyê û bi vî rengî êrîşî Rêbertî dikin. Bi vî rengî dixwazin tol bistînin. Eger bikarin wê têkçûna xwe berevajî bikin.

Helbet em li ser şer disekinin, divê şer baş were nirxandin. Encamên wê yên li Tirkiyeyê têra xwe nehatin nîqaşkirin. Kêm tê nîqaşkirin. Lê divê mirov analîzeke baş li ser Tirkiyeyê bike. Tayyîp Erdogan bi xwe qediya, di rastiyê de Tirkiye hemû qedand, civak jî qedand. Niha jî lêgerînên wî yên nû hene. Ew qas hêvî û rica kirin ku ji NATO û DYA’yê hêz bigire. Lê çênebû. Vê carê ji bo piştgiriyê berê xwe da Îran, Iraq, PDK û YNK’ê. Evane hatin nîqaşkirin.

Qaşo wê çûba DYA’yê, bi Bîden re hevdîtin kiriba. Çapemeniya AKP’ê bi hefteyan propaganda kir. Ji nişka ve rayedarekî DYA’yî got, bernameyeke me ya wiha nîne. Ew jî mîna balonekê fisiya. Ji bo kamûflekirina wê alên tirk li her aliyê xwe daliqand, hewl da şov bike. Ma gelo nabêjin tu çûy ber lingê Barzanî. Beriya 30 salan dema PKK neyî, çawişekî te jî nediçû, serleşkerek diçû. Te bi wan karê xwe hal dikir. Niha tu hewayê çi diavêjî? Barzaniyan jî pir xwestin ku başûrê Kurdistanê di rêveberiya xwe de, bikin vîlayeteke Tirkiyeyê û faşîzma AKP-MHP’ê.

Hin peyman hatin kirin. Tê gotin wê li ser wê esasê êrîş bên kirin. Her kes wiha li bendê ye, ev êrîş wê çawa bibe. Dibe yanî. Divê her kes xwe amade bike. Em wiha nêz dibin. Divê em hêsan negirin. Divê em ti tiştî hêsan negirin. Ji ber ku jiyan ne hêsan e. Divê em her tim amade bin. Lê ne di rewşeke welê de ne ku her tiştê bikin. Vêca çi dikin? Hewl didin hin peymanan çêbikin. Wê tê fêmkirin ku ew hêza muşterek a ku plana wê dikirin, nekarîn ava bikin. Ji xwe ev ne pêkan bû. Ne Iraq, ne jî Îran wê dixwaze. Ne hêza ti kesê ji vê re heye, ne jî pêdivî pê heye. Çima leşkeriyê ji Tirkiyeyê bike? Ma her kes bûye PDK? Ma her kes Barzanî ne? Ne ew in yanî. Li dijî vê têdikoşin. Her kesê li gorî xwe berjewendiyek heye.

Di rastiyê de rêyeke wiha nîne. Bazarî nîne. Ya heyî dikin ji xwe. Eger di rastiyê de projeyek wiha heba, ji Amerîka heta Îsraîlê wê her kes li dijî vê yekê rabiba. Di rastiyê de Iraqê dixapînin. Hin hevalên me jî ragihandin. Yanî dixwazin di bin navê rê de, hîn zêdetir bikevinê. Dixwazin bikevin nava Iraqê. Yanî wê ji bo çêkirina rê bişîne, li pişt de leşker bişîne, polîs û îstixbarat bişîne. Digot, wê bi hêza muşterek ji Zaxo Silêmaniyê dorpêç bikim. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ser neket. Bi vê rêyê hemû Başûrê Kurdistanê, ji başûr ve dorpêç kiriye. Ev projeya rêya şer, armanceke wiha leşkerî hildigire. Wê hêz bikevitê û veguherîne qadeke şer. Herhal Îran, Iraq û her kes vê yekê dibîne. Ev wê ji bo Iraqê bibe karesat helbet. Ti kes qebûl nake. Li dijî vê yekê wê li hemberî her kesê şer bike. Li dijî tiştekî wiha, helbet em ê têbikoşin, şer bikin yanî. Ev qas hêzên Tirkiyeyê dikevin Iraqê, ev dagirkerî ye. Herêmên çeteyan çawa çêbûn? Li van deran jî wê di bin navê Tirkmenan de, herêma çeteyan ava bikin. Ji Qibrisê destpê kir, li gelek cihan vê yekê dike. Divê wiha nebe.

Li aliyê din hin liv û tevgerên PDK’ê çêdibin. Rêveberiya me têkildarî wê mijarê hişyarî da. Tiştekî em bêjin, nîne. Eger PDK hîn zêdetir ber bi pêş ve gav bavêje û bi dewleta tirk re rasterast bikeve nava şer, wê ev bibe dawiya wê. Wê karesat were wî. Ez dikarim ev qasê bêjim. Em ê her devera wî dorpêç bikin. PKK jî, gerîla jî li her derê ye. Divê her kes vê bizane. Her kes dibîne ku gerîla çiye û çawa şer dike.

Em têkoşîna xwe didomînin. Em ê pêngava azadiyê ya gerdûnî, di çeperê leşkerî de jî bidomînin. Li her qadê belav dibe. Gerîla jî belav dibe, li bajaran jî çalakî tên kirin. Em bawer dikin di pêvajoya pêş me de, ev wê hîn zêdetir pêş bikeve. Bi gotineke giştî, yên ev şer pêş xistine û ji bo şer israr kirine, wê di nava xwîna ku rijandine de bixeniqînin.

Deklarasyona xweparastinê ya hevpar a Koordînasyona KJK û PAJK’ê, girîng û bi wate bû. Di aliyê dem de jî, rê li ber nîqaşeke diyar vekir. Em weke PKK bi tevahî beşdarî vê deklarasyonê dibin. Ji bo pêşxistina zanebûna xweparastinê, rêxistinbûn û çalakiyê, divê em her tiştê bikin. Divê kêmahiyên me yên têkildarî vê yekê, teqez bên derbaskirin.

Deklarasyon ji bo jinan bû. Bê guman jin di bin zexta herî giran, zilm, destdirêjî û komkujiyê de ne. Koletiya herî giran dijîn. Lewma xweparastin ji bo jinan ji nan û av hîn zêdetir pêwîst e. Lê rewşa civakê jî zêde ji ya jinan cuda nîne. Asta azadiyê ya civakekê, asta azadiyê ya jinan diyar dike.

Belê ji bo jinan pir girîng e. Jin pêşeng in. Lê divê em vê zanebûn, rêxistinbûn û çalakiyê belavî hemû civakê bikin. Xweparastin, tê wateya ewlehiyê. Eger her kes azad bijî, encex wê di rêjeya ku çiqasê ewlehiya xwe pêk aniye de, azad bibe. Divê em zanebûn, rêxistinbûn û çalakiyeke wiha di nava civakê de pêş bixin û li ser vê bingehê civakê bînin rewşeke welê ku xwe perwerde û rêxistin bike.

Dewlet vê yekê berevajî dikin. Bi taybetî dîktatorên faşîst, mêtinger û qirker di bin qirkirinê de civakê û mirovan tîne vê rewşê. Civakan bi vî rengî ji hêz dixînin, hemû hêzê desteser dikin. Yanî divê em berevajî vê, hêzê car din bidin kes û civakê, yanî bidin jinê. Divê teqez armanca têkoşîna şoreşgerî, azadî û wekheviyê ev be. Xweparastin, mafê herî rewa ye; em qala kîjan rewatî, kîjan mafê dikin? Ma gelo NY maye, kê çiqas dikare ji hiqûq û meşrutiya dewletan bawer bike? Gelo meşruiyetek wiha maye? Na. Lewma divê ti kes nebêje mafê me û hiqûqa me heye. Tu çiqasê xwe zanebûn û rêxistin bikî, ew qas mafê te yê jiyanê heye. Cuda ti tişt nîne, ti kes nade te. Divê helwest, zanebûn û sekin bi vî rengî be.

Li aliyekî din hewce ye xweparstin tenê weke fikr, hişmendî û nîqaşekê neyê dîtin. Û dîsa hewce ye bes weke rêxistinekê çalakiyekê neyê dîtîn. Hewce ye di nava yekparebûnekê de were dîtîn. Weke yekparebûna hişmedî yanî perwerde û yekparebûna rêxistin û çalakiyê de were nirxandin. Ger li vê yekparebûnê neyê, wê şaş be. Bo nimûne rêxistin û çalakiya bêhişmend wê nizanibe here ku, çi bike, kîjan encamê derxîne holê û li kê bixe. Wê rewşên nediyar derbikevin holê. Dibe ku bibe sedema avabûna çetevaniyê jî. Lê belê ger tenê hişmendî hebe û rêxistin û çalakî nebin, ev yek jî şaş e. Wê tenê bibe xeyaleke xweşik. Ji wê rewşê wêdetir ne pêkan e ku xwe pêş bibe. Pratîk û bandoreke wê nabe. Ji ber wê yekê hewce ye bi vî rengî neyê parçekirin. Hewce ye di nava yekparebûnekê de were dîtin. Heçku nêzîkatiyên ku ji hev cuda dikin hene. hin kesên ku xweparastinê weke di nîqaşekê û bûyerekê hişmendiyê pênase dikin jî hene. Lê belê bi vî awayî rêxistin û çalakiya wê çawa be. Nêzîkatiyên van yekan esas nagirin û van yekan di nava yekparebûnekê de nabînin hene. Ev yek şaş in. Ez dikarim vê yekê bi awayekî zelal îfade bikim. Ji ber vê yekê encamên baş jê nayên bidestxistin. Ev yek têkoşîna li dijî êrîşên faşîzm û dagirkeriyê lawaz dike. Wateya çalakiyan tê kêmkirin.

A niha weke mînak li Bakur û Tirkiyeyê gelekî zêde legalîzm yanî qanûnparêzî heye. ji ber wê yekê kesên dewlemend di nava çalakiyan de cih nagirin. Faşîzmê zextê dike, êrîşan pêk tîne lê belê rêxistinbûn û xet û hêzeke ku li dijî faşîzmê çalakiyan pêk bîne û wan êrîşên faşîst têk bibe tune ne. Çalakî gelekî kêm in. Ne ku radîkal in gelekî reformîst in. Li dijî van êrîşan çalakî pêk tên lê belê gelekî reformîst in, ne radîkal in. Lê belê me gotibû demokrasiya radîkal. Wê demê jî zimanê demokrasiyê çalakî ne û hewce ye xeta çalakiyan jî radîkal be.

Radîkal nabin. Çima? Ji ber ku zêde legalîze bûye, gelekî qanûnparêz e. Ev legalîzm û qanûnparêzî xwe dispêre çi? Bê guman xwe dispêre faşîzmê. Ma pêkan e ku faşîzm bes bi têkoşîna reformîst û xebata qanûnî were têkbirin? Ne pêkan e. Jixwe tedbîrên vê yekê digire. Wê demê hewce ye xwe ji hepsbûna legalîzm û qanûnparêziyê xilas bike. Ger ew rewş hate derbaskirin, wê demê hemû çalakî wateyekê bi dest bixin. Lê belê ger ew neyê kirin, tu nikarî zêde çalakiyan pêk bînî, ger hatin kirin jî bandoreke wan a zêde çênabe. Jixwe ev yek di pratîkê de rû dide. Têkildarî vê yekê ez bi taybet jî dixwazim bala ciwanên Tirkiyeyê, ciwanên Kurdistanê, ciwanên Apoyî û ciwanan bikînim li ser vê xalê. Ji ber ku ciwan in dînamîktirîn hêz, hêza ku baştirîn awayî fêm dike û her cure rêbazên têkoşînê pêş dixe. Hi ber vê yekê hewce ye ciwan vê yekê baş û rast fêm bikin.

Ger ciwantî xwe ev qas zêde legalîze bike û xwe bispêre qanûnparêziyê û xwe di çarçoveya van yekan de heps bike wê wateya xwe ya ciwantiya şoreşger ji dest bide. nikare têkoşîna radîkal bimeşîne. Her wiha zêde bandora têkoşînên pasîf yên reformîst jî tune ne. Ger têkoşîna şoreşgerî û radîkal pêk were, wê demê wê ew jî bi wê têkoşînê wayeke girîng bi dest bixin. Lê belê di vê rewşa heyî de bi dest naxin.

Ji ber vê yekê hewce ye hevrêyên ciwan û ciwanên Apoyî rewşê rast fêm bikin. Yanî hewce ye bizanibin bê ka wê li dijî faşîzmê çawa têbikoşin û xwe birêxistin bikin. Hewce ciwan li dîroka nêz binêrin, YCK’yê lêkolîn bikin û YDGH’yê bizanibin. Carna navên wan qet nayên bilêvkirin jî. Lê belê dîrokeke vê ciwantiyê heye. Xwedîiyê dîrokekê ne. Hewce ye hema nebêjin ciwaniya Apoyî û derbas bibin. Bi rastî jî xet û dîrokeke vê ciwantiyê heye. Hewce ye li gorî hewcedariyên wê tevbigerin. Ji ber wê yekê jî hewce ye em hişmendî û rêxistibûn û çalakiyên ku faşîzmê têk bibin, baştir pêş bixin. Yanî divê em xwe di çarçoveya yasayan de sînordar nekin. Girêdayî rewabûna xwe, hewce ye em her cure xebatên xwe û rêxistin û çalakiyên xwe pêk bînin. Divê em têkoşîneke radîkal bidin meşandin. Li hemberî faşîzmê hewce ye em şerê xwe bi rêxistin bikin û bimeşînin. Xweparastin karekî şerî ye. Hewce ye em şerê xweparastinê pêş bixin. Nabe ku em bes bi gotina têkoşînê yatbetmendiyên şerî xwe dûr bixin û ji holê rakin. Gava ku yekparebûna şerî û têkoşînê pêk hat, wê demê wê girîngiya xwe ya esas jî bi dest bixe. Lê belê ger têkoşîn bêyî şer were meşandin, wê demê wê tu encam jê neyên standin. Têkildarî van yekan nêzîkatî û hizra rast gelekî girîng in. Pêşniyara min a ji bo hevrêyên ciowan ew e. Banga min bi vî rengî ye. Bila baş bifikirin. Bila dîroka xwe lêkolîn bikin û bizanibin.

Di rêxistinbûn û têkoşînê de wê ciwantiya şoreşger çawa bi dest bixin? Wê bi rêxistin û çalakiyeke çawa têkoşîna radîkal bidin meşandin? Wê rêxistinbûna ciwantiyê ya xweser û taybet û vîna ciwantiyê çawa derxînin holê? Hewce ye vê yekê bibînin. Bo nimûne tevgereke ciwantiyê ya bi vî rengî tune ye. li Tirkiyeyê tune ye. Tevgera Ciwanên Şoreşger tê bibîranin. Ma ciwantiyeke ku di asta wan de ava dibe, heye? Na tune ye. Rêbertî pêşniyara Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kurdistanê kir. YCK hebû û rêxistinên din ên ciwanan hebûn. Xwedî vînekê bûn. Pêşengtiya civakê dikirin û xeta çalakiyan pêş dixistin. Nûneriya vîn, hest û çalakiyên ciwanan dikirin. Di serdema me de di van mijaran de kêmasî hene. Xeletî hene û hewce ye werin sererastkirin. Bi vê wesîleyê ez bang li ciwanan dikim ku pergala faşîst û dagirker rasttir fêm bikin û bizanibin ku li dijî faşîzmê têkoşîneke rast bimeşînin û pirsa rêxistin û çalakî wê çawa pêş bikeve, rast fêm bikin û van yekan awayên herî serkeftî pêk bînin. Ji hemû ciwanên têkoşer re serkeftinê dixwazim.

Hem di warê bihêztirkirin, pêşxistin û radîkaltirkirina tevgerên demokrasî û azadiyê de nirxandineke me çêbibû. Hem jî têkildarî CHP’yê hin pêşniyar û nirxandinên me çêbibûn. Em CHP’ya di bin rêveberiya Ozgur Ozelî de û kiryarên wan dişopînin. Ji bo gotina hin tiştan hê zû ye, lê belê hewce ye ez di vê merheleyê de vê yekê jî bilêv bikin. Krediya ku civak û gelî dayê bi awayekî rast û baş bi kar naîne. Ger wiha dewam bike, rewşa wî jî wê ji rêveberiya Kiliçdaroglûyî cudatir nebe. Ger berê her kesî bide lihevkirinê wê yekê faşîzm ser bikeve. Jixwe xeta rêveberiya beriya wî jî ew bû. Hate dîtin ku rêveberiya Tirkiyeyê û CHP’yê anîn rewşke çawa û Tirkiye çawa teslîmî faşîzma AKP û MHP’yê kirin. Di warê demokratîkbûyîna asta herî kêm de û ji bo demokratîkkirina Komarê wê pêngavên çawa werin avêtin? Me tiştekî cidî nedît. Wê ev kredî jî biqedin. Hewce ye vê yekê bizanibin.

Xaleke din jî ew e ku hin kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi vê wesîleyê ez bi rêzdarî Îlhamî Aras û Celal Başlangiçî bi bîr tînim. Girîngiya Îlhamî Arasî a di warê têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê de gelek e. Heval û dostekî Rêber Apo yê baş bû. Ji xizm û malbata wî re sersaxiyê dixwazim.

Celal Başlangiç, bi rastî jî demokrat û rojnamevanekî baş bû. Di serdemên herî dijwar de têkoşiya û nêzîkatiya xwe ya ji bo gelê Kurd nîşan da. Di eşkerekirina van iryarên şerên taybet, êrîş, komplo û qetilkirinan de xwedî roleke girîng bû. Ji ber vê yekê jî di Têkoşîna Azadiya Kurdan û di têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê de xwedî kedeke mezin e. Wê tim bi van kedên xwe were bibîranîn. Jixwe her kes wiha wî dizane û nas dike. Ez her duyan jî careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Mijara din, me di vê pêvajoya borî de cih nedayê. Li gundên Colemêrgê, li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst û êrîşên şerê taybet ên di bin navê komir-madenê de xwezayê talan dikin, gundî bûn xwedî helwest. Têra xwe bi wate bû. Mesele gundiyên Marînosê, helwesteke baş nîşan dan. Daxuyanî jî baş bûn. Bi rastî jî ez sekin û berxwedana wan silav dikim. Sekin û berxwedaneke baş bû. Bi wate û mînak bû. Li dijî feraset û helwestên ku hemû xwezaya me wêran û talan dikin, divê em hemû li her derê wiha bin. Divê hemû gundî û bajarî wiha bin. Jin, mêr, ciwan, kal û civak divê wiha be. Em ê çawa bêyî xweza bijîn?

Li ser vî bingehî di bin navê Yekîtiya Ekolojîk de, li Amedê civîn tên kirin, di çapemeniyê de hat weşandin. Saziyên cur be cur beşdar dibin. Em hemû xebatên ekolojîk bi wate û girîng dibînin. Em ji van xebatan re serketinê dixwazin.

Têkildarî vê yekê rexneya me tenê ev e. Yanî wê têkoşîna ekolojîk girêdayî dewletê nekin, wê qurbanî siyasetê nekin. Yanî çawa bêjim, wê pez teslîmî gurgî nekin. Ji ber wê têkoşîna kesk, têkoşîna ekolojîk nedin yên pirsgirêka ekolojîk diafirînin. Ev xeteke girîng e. Çima dibêjim? Hin tevgerên kesk bûn dewlet, bûn desthilatdar û bi rastî jî zirar dan têkoşîna ekolojîk. Divê mirov wan binirxîne û rexne bike. Yanî tevger paş xistin. Ez her cure têkoşîna ku ji bo parastina xweza û ekolojiyê tê meşandin, silav dikim. Serketinê dixwazim. Herî dawî, Amedspor serketineke girîng bi dest xist. Ez serketina wê pîroz dikim, hêvî dikim serketinên hîn mezintir bi dest bixe. Ez alîgirên Amedsporê jî silav dikim. Bi rastî jî baş xwedî li tîma xwe derketin. Lê dixwazim vê bêjim. Eger di heman rêjeyê de xwedî li nasnameya xwe ya Kurdî û têkoşîna azadiyê jî derbikevin, wê ya herî rast bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar