KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Kalkan: Faşîzma AKP-MHP’ê li Zap û Avaşînê li binê erdê dikeve

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi bîr xist ku êrişên rejîma AKP-MHP'ê yên di 26'ê Tebaxa 2016'an de da destpêkirin, 6 sal in bênavber dewam dikin û wiha got: "Gerîla wê dewleta Tirk têk bibe, wê li Zapê bixe binê erdê."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di Bernameya Taybet a Medya Haber TV de bersiv da pirsên li ser rojevê.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Tecrîd bandoreke mezin li herêmê dike. Hem tecrîd hem jî têkoşîna li dijî tecrîdê di kîjan astê de ye?

Beriya her tiştî berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û Rêber Apo silav dikim. Weke ku we jî got tecrîd bi rengekî girankirî dewam dike. Ev yek ne tenê birîna agahî wergirtinê ye; zexteke giran e, îşkence ye. Îşkenceyeke fîzîkî ye.  Tê wê wateyê ku di her astê de li ser Rêber Apo zext û îşkence dewam dike. Bi vî rengî dewam dike. Ji hewldanên parêzeran, malbatê re jî bersiv nayê dayin. Sîstemeke ku ti ji pîvanên exlaqî û hiqûqî bi cih nayê anîn, sîstema Îmraliyê sîstema êşkence û tecrîdê ye. Rêveberiya ku vê sîstemê dimeşîne, di serî de rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê dewleta tirk û sîstema kapîtalîst a global guh nadin pîvanên hiqûqî û exlaqî. Rastiya sîstema global radixe pêş çavan. Rewşa li Îmraliyê, rastiya sîstema dewleta tirk nîşan dide. Em li wir dibînin bê sîstemeke çawa ye. Me berê jî got eger hûn dixwazin sekna siyasî îdeolojîk ya kê fêhm bikin divê hûn li nêzîkatiya wan a li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê binihêrin. Divê hûn li helwesta wan a li mijara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo binehirin. Li wir diyar dibe ku demokrat in, yan jî meylên xwe yên dîktatoriya zordar e yan na. Ji xwe ev diyar dibe. Rewşa heyî bi vî rengî dewam dike. Guhertineke cuda nîne. Ne tenê li Îmraliyê bi şêweyê êşkenceya tecrîd a giran dewam dike; bi rengê qirkirin û dagirkirinê ya li ser gelan û gelê Kurd dewam dike. Vaye herî dawî êrişeke plankirî birin ser Zap û Avaşînê. Bêguman ev êriş û dagirkerî ne tenê li ser Zap û Avaşînê ye, li dijî kurdan hemûyan li hemberî çar parçeyên Kurdsitanê ye, li dijî Kurdên li derveyî welat e, li hemberî hebûn û azadiya Kurdan e. Lewma di şexsê Kurdan de êrişek li ser tevahiya mirovahiyê ye. Êrişa li dijî gelên Rojhilata Navîn e, êrişa li dijî jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê ye. Em vê baş zanin. Li ser vê bingehê êrişkariya siyaset û mejiyê qirker ê faşîst di her astê de dewam dike. Yanî li kolanan dewam dike, li dibistanê dewam dike, li bajaran, li bejahiyê dewam dike; li dijî gerîla, li hemberî gel, jinan û li dijî karker û kedaran bi zext û zilmê dewam dike. Kes nîne ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bandorê lê nake. Ev yek divê bi taybetî bê dîtin. Lewma rabûna li ber sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê divê ne tenê weke piştgiriya bi Kurdan re, piştevaniya bi Rêber Apo re bê nirxandin. Divê mirov weke têkoşînek ji bo xwegihandina cîhaneke demokratîk û azad binirxîne. Divê weke encameke ku her kes dixwaze xwe bigihênin bê nirxandin. Ji ber ku jiyana azad, rêveberiya demokratîk ji bo her kesî pêwîst e, ji bo mirovahiyê pêwîst e, ji bo gelan pêwîst e. Pêwîstî bi cîhaneke bi vî rengî heye. Ji ber ku cîhaneke bi vî rengî nîne sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê heye. Lewma weke piştevaniya bi Kurdan, bi Rêber Apo jî dikare bê nirxandin, lê bi esasî ev yek tê wê wateyê ku her kes ji bo demokrasî û azadiya xwe têdikoşe. Ji ber vê divê nêzîkatiyeke hîn rasttir bê nîşandan, helwesteke hîn berpirsyarane bê nîşandan. Têkoşîneke hîn rêxistinî divê. Ji bo her kesî ev yek pêwîst e. Bêguman têkoşîneke bi vî rengî ya piralî heye. Bêguman pêngava me ya ‘dem dema azadiyê ye’ dewam dike ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê. Bi şêweyê pêngava serketinê ya sala 50’emîn dewam dike. Bi Newrozê re weke gel û tevger me dest bi saleke bi vî rengî ya Pêngavê kir, têkoşîna mezin a sala 50’emîn. Li ser vê bingehê dewam dike. Gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan dimeşînin. Gel dimeşîne, dostên me yên demokratîk şoreşger, li Rojhilata Navîn, Tirkiye û çar aliyên cîhanê dostên me dimeşînin. Asteke girîng heye bêguman, lê belê me timî got, têrê nake. Divê hîn bêhtir bê meşandin, bê pêşvebirin. Di her astê de divê bê xurtkirin. Helwesteke girîng û cihê hurmetê heye. Bûyer û gavên li qada navneteweyî têne avêtin girîng û bi wate ye. Meclîsa Katalonyayê helwesta xwe nîşan da. Parêzeran di asta navneteweyî de helwest nîşan dan. Ji bo şikandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê zextê li CPT dikin. Hewldanên gelekî hêja û bi wate ne. Berê jî hewldanên bi vî rengî hatibûn kirin, me gelekî bi wate pênase kirin. Bi navê partiya xwe û gelê xwe em spasiya xwe pêşkêş dikin. Em vê helwest û seknê dostane, azadîparêz û demokratîk dibînin. Weke têkoşîna ji bo demokrasî û azadiya her kesî dinirxînin. Yanî wezîfeyên azadîparêz, demokratîk û şoreşger bi vî rengî bi cih têne anîn. Divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Em di pêvajoyeke welê de ne. Heta ku li Îmraliyê sîstema tecrîd û êşkenceyê hebe mirov li cîhanê nikare qala demokrasî, azadiyê bikin. Nikare qala sekna mirovane, bedewî û başiyê bike. Nikare bê gotin ku mirov hilmê distîne. Ewqasî girîng û cidî ye. Lewma li dijî rastiya Îmraliyê divê têkoşîneke hîn bi bandor bê meşandin. Ez her kesên ku vê têkoşînê dimeşînin silav dikim û bang li wan dikim ku têkoşînê mezintir bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ‘Şehîd nirxên me yên herî mezin e’. Meha 46’emîn a Şehîdên Gulanê ye. Wate û girîngiya meha şehîdan ji bo têkoşînê çi ye?

Belê me dest bi meheke nû ya şehîdan kir. Meha Gulanê ji aliyê gelê kurd ve weke meha şehîdan tê qebûlkirin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya partiya me ev yek raxist pêş çavan. 18’ê Gulanê roja şehîdan e. Em zanin ku hevrêyê me Hakî Karer 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê ji aliyê kontrgerîla ve hate qetilkirin. Ew roj e. Û ji konferansa 1’emîn û pê ve 18’ê Gulanê weke roja şehîdan ji aliyê partiya me ve hate pênasekirin. Gelê me jî ev yek qebûl kir. Tevgera me li gorî vê têkoşiya. Bi rastî jî ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdan têkoşîn di her meha Gulanê de mezintir kir. Bêguman di vê oxirê de şehîdên nû hatin dayin. Di her roja meha Gulanê de bi dehan lehengên me şehîd bûn. Meha Gulanê bû meheke welê ku bi têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê derbas bû. Bi vî rengî meha Gulanê weke meha Şehîdan hate qebûlkirin. Bi rastî jî wate jê re hate dayin. Pênaseya Rêber Apo pêk hat. Gotibû ‘PKK birêxistinkirina ji bo bîranîna Hakî Karer e’. Me ev yek herî zêde di meha Gulanê de dît, di rastiya şehîdan de dît. PKK weke xeleka şehîdan pênase kir, weke partiya şehîdan pênase kir. Me rastiya PKK’ê ya partiya şehîdan herî zêde di meha Gulanê de dît. Li ser vê bingehê beriya her tiştî di salvegera 45’an a şehadeta hevrê Hakî Karer de ku Rêber Apo ji bo wî digot ‘Mîna ruhê min ê veşartî ye’ wî û di şexsê wî de jî şehîdên me yên meha Gulanê, şehîdên me yên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz, hezkirin û bi minet bi bîr tînim. Soza ji bo serxistina armanca wan û xwedîderketina li bîranîna wan careke din dubare dikim. Şehîd bi rastî jî nirxên me yên herî mezin e. Rabirdûya me ye, roja me ya îro ye, paşeroja me ye. Her tim, li her derê çavkaniya me ya bingehîn a hêzê ye. Rêber Apo bi vî rengî artêşeke şehîdan afirand, partiyê temsîl dike. Fermandariyê ji têkoşîna me ya azadiyê re dikin. Gelê me digihîne hev, perwerde dike, welatparêz dike û ber bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ve dikişîne. Dostên me zêde dike, bandorê li mirovahiyê dike, rastiya şehîdan. Wate, wêrekî û fedakriya ku ev rastî îfade dike bandorê li her kesî dike. Sempatiya ji bo gelê Kurd û têkoşîna me ya azadiyê xurt dike. Ev gelekî girîng e. Rastiyeke bi vî rengî ya şehadetê heye. Bi PKK’ê re li Kurdistanê gelê Kurd artêşeke wiha ya lehengan ku têk naçe afirand. Ewladên herî hêja yên civakê li ser xeta şehadetê tevlî têkoşîna azadiyê kir. Bi rastî jî artêşeke azadiyê, ya pêşeng afirand. Lewma her salê di meha Gulanê de şehîd zêde bûn, me artêşa şehîdan ava kir. Di 19’ê Gulana 1978’an de hevrê Halîl Çavgûn şehîd bû. Di 1’ê Gulana 1982’an de hevrê Abdulkadîr Çûbûçû li Beyrûdê şehîd bû. 17’ê Gulana 1982’an Ferhat Kûrtay û hevalên wî zindan ronî kirin. Di sala 1985’an de Ramazan Kaplan û koma pê re li Xerzanê berxwedaneke mezin a gerîla nîşan dan û şehîd bûn. 1’ê Gulanê hevrê Mehmet Emîn Aslan li Mêrdînê şehîd bû. Hevrê Sabrî Goguyîgît di sala 1985’an de li ser rêy aSemsûrê şehîd bû. Yanî gerîlayan ev berxwedan dewam kirin. Hevrê Mizgîn di 11’ê Gulana 1992’an de li Xerzanê şehîd bû. Vaye îro salvegera darvekirina Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê ne ku ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin. Yanî dewletên li Rojhilata Navîn, Tirkiye, Îran, dewletên Ereb ji berê ve darvekirina Kurdan ji bo xwe weke lehengiyekê, mîna pêşbirkê nirxandin. Halbûkî rewşeke bi wî rengî nîne. Divê ev êdî bê fêhmkirin. Rojên din ên Gulanê jî bi heman rengî ye. Hevrê Ahmet Kesîp endamê me yê Komîteya Navendî bû, di 25’ê Gulana 1988’an de şehîd bû. Fedaiyên me Êrîş û Andok di 15’ê Gulana 2012’an de çalakiyên dîrokî kirin, hem li ser rêya Kayseriyê, li navenda Anatoliyayê. Di 27’ê Gulanê de hevrê Qasim Engîn bi koma pê re şehîd bû. Her wiha Komkujiya Hewlêrê heye, di 16’ê Gulanê de hevrê Hêlîn, Salîh, Ozan şehîd bûn. Derdora 70’ê nexweş û birîndar ji aliyê PDK’ê hatin şehîdxistin. Yên ku dixwazin PDK’ê fêhm bikin dibêjin em li rabirdûya wê binehirin, pêwîstî pê nîne. Bila li Gulana 1997’an binihêrin wê fêhm bikin. Dikarin bibînin bê li Hewlêrê çi qewimî. Van hemû şehîdên me di şexsê hevrê Hakî de bi minet û bi hurmet bi bîr tînim.

Meha Gulanê ne tenê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdan meheke ku şehîdên mezin hatin dayin; ji bo tevgera demokratîk şoreşger a Tirkiyeyê jî bi heamn rengî ye. Bi rastî jî pêşengên berxwedana li dijî darbeya 12’ê Adara 1971’ê piraniya wan di meha Gulanê de şehîd hatin xistin. Beriya du rojan salvegera 50’emîn a darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bû. Pêncî sal in bîranîna wan gelê Kurd, jin, ciwan, karker, kedkaran rakir ser piyan, bandor li gelên Tirkiyeyê kir, gihand hev, kir yek. Tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî afirand. HBDH nûnerê vê xetê ye. Ji xw eli ber sêdarê ew anîn ziman û gotin, ‘Bijî têkoşîna azadî û serxwebûna gelên Kurd û Tirk’. Gotin yekîtî. Ji bo afirandina vê yekê Rêber Apo, PKK’ê nîv sedsalê hewl da, bi hezaran şehîd da û têkoşiya. Kedkar û karker, şoreşger û demokratên Tirkiyeyê ji bo xwedîderketina li vê bîranînê timî têkoşiyan. Hate vê astê. Piştî rojekê di 18’ê Gulana 1973’an de li zindana Diyarbakirê Îbrahîm Kaypakkaya bi êşkenceyê qetil kirin. Ji rêberên şoreşa Tirkiyeyê Sînan Cemgîl û hevalên wî di 31’ê Gulanê de li Nûrhakê şehîd xistin. Bala xwe bidinê, meş û pêngava rêberên têkoşîna şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê di meha Gulanê de bi wate bû. Nirxên herî mezin afirand, şehîd bû, xurtbûna şoreşa Tirkiyeyê raxist pêş çavan, ragihand. Wan hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim. Denîz Gezmîş û hevalên wî, Sînan Cemgîl û hevalên wî, Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr tînim. Rêberên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan e, xeta wê avakirin. Em niha li ser vê bingehê têdikoşin. Em bi vê têkoşînê xwedî li bîranîna wan derdikevin.

Di meha Gulanê de rewşenbîrên Ereb jî ji aliyê Osmaniyan ve hatin darvekirin. Daxuyaniyên bi vî rengî hatin dayin, bîranîn tên lidarxistin. Em dibihîzin ku li Beyrûdê, li Şamê rewşenbîrên Ereb ji aliyê rêveberiya Îttîhat û Terakkî hatin darvekirin. Lewma civaka Ereb jî weke meha şehîdan dibîne. Her hal 6’ê Gulanê ye rojên şehîdan, meha şehîdan dihesibînin. Li dijî zilma Osmanî li dijî qirkeriya faşîst a Îttîhat û Terakkî pêşengên berxwedana Ereban bû. Berxwedana 1972-73’an li dijî dewleta Tirkiyeyê ku versiyona Îttîhat û Terakkî ye, berxwedana gelên Tirkiyeyê nîşan dide. Têkoşîna azadiyê ya Kurdan jî li Kurdistanê xeta şehadetê temsîl dike. Bêguman aliyên hevpar ên hemûyan hene. Di vê pêvajoyê de ya bi Îttîhat û Terakkî destpê kir, li dijî siyaseta mêtinger qirker faşîst, yên ku destpêkê serî hildan Ereb bûn. Destpêkê rewşenbîrên Ereb darve kirin. Bêguman civaka Tirkiyeyê jî rabû ser piyan. Ew jî darve kirin, qetil kirin. Kurd rabûn ser piyan, ew jî darve kirin, qetil kirin, qir kirin. 4’ê Gulanê jî salvegera 85’emîn a Qirkirina Dersimê bû. Qala qetilkirina heftê hezar mirovî dikin. Qirkirineke ku her kes vê qebûl dike. Roja ku biryar li ser qirkirineke bi vî rengî hate dayin 4’ê Gulanê ye. Roja derxistina ‘Qanûna Tûncelî’ ye. Ev eşkere ye, girîng e. Piştre 18’ê Gulanê û dewama wê hat. Bi vî rengî çi îfade dike? Li dijî mejî û siyaseta qirker faşîst, herî barbar û despot ên li Rojhilata Navîn, ji bo gelan, kedkaran, jin û ciwanan têkoşîna biratî, demokrasî û azadiyê temsîl dike. Ev têkoşîn yek e, hevpar e, yekbûyî ye. Zêdeyî sed sal e dewam dike. Lewma meha Gulanê kiriye meha şehîdan, roja şehîdan. Dikare bê gotin ku li Rojhilata Navîn li dijî dîktatorî, despotîzm, siyaset û mejiyê qirker ê faşîst meha şehîdan a gelan e; ji bo demokrasî û azadiyê herî zêde di vê mehê de şehîd hatine dayin. Bi wate û girîng e. Me jî bi pêngava xwe ya ‘dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi vê mehê kir. Berxwedana ku bi pêşengiya gerîla li Zap û Avaşînê tê meşandin li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê belav bû. Bi vî rengî em di nava berxwedaneke mezin de ne. Em her roja meha Gulanê li ser xeta şehîdan dikin rojeke mezin a berxwedanê. Lewma em şehîdên nû didin. Ev yek nîşaneya şênber e ku em li ser xeta şehîdan dimeşin. Lewma em bi wate dibînin, xeta şehîdan bi vî rengî temsîl dikin û hêz û rûmetê dide me. Her kesên ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dimeşîne divê bi vî rengî bibîne û bi wate bike. Bi vî rengî divê em her roja meha Gulanê bikin roja serketinê. Divê em meh Gulanê bikin meha serketinê ya herî mezin. Teqez pêwîstî bi vê heye. Bi vî rengî em dikarin li ser xeta wan ber bi serketinê ve bimeşin. Em li ser vê bingehê dimeşin. Rastiya me ya şehîdan nêzî vê rastiyê ye. Dem hebûya me dikarîbû qala rastiya Hakî Karer, Halîl Çavgûn, çaran û rastiya hemû şehîdan bikira, binirxanda. Bi rastî jî divê em fêhm bikin. Yanî jin û ciwanên Kurd, gelê Kurd divê rastiya Hakî Karer baş fêhm bikin. Hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê divê baş fêhm bikin. Li hemberî êrişên şoven nijadperest qirker faşîst ên AKP-MHP’ê, mirov çawa dikare li Tirkiyeyê bibe şoreşger? Bi Rêber Apo re, bi gelê Kurd re çawa dikare têkiliyê deyne? Bersiva vê yekê rastiya Hakî Karer e. Wekî din şoreşgerî, demokratbûyîn, welatparêzî, Tirkiyeparêzî nîne. Pîvana yekane teqez ev e. Me ev yek gelek caran anîn ziman. Lê belê li Tirkiyeyê nîqaşkirina rastiya Hakî Karer lawaz e, em vê weke kêmasiyekê dibînin. Ji bo xwe jî weke kêmasiyê dibînin. Me dikarîbû hîn bêhtir rol bilîsta û baştir bida naskirin ji ciwan, karker û kedkarên Tirkiyeyê re. Mirov çawa dikare bibe enternasyonal, şoreşger, li Tirkiyeyê pîvana demokratîkbûn şoreşgeriyê çi ye? Pîvana nêzîkatiya li kurdan çi ye? Nêzîkatî û têkiliya bi kurdan re divê çawa be? Ya ku vê yekê bi rengê herî rast radixe pêş çavan rastiya Hakî Karer e. Pîvaneke din nîne. Yên din hemû bi bandora şovenîzma civakî, neteweperestî û şovenîzmê ye. Pîvana rastî pîvana Hakî Karer e. Di dema herî tarî de di şert û mercên herî giran de ev rastî dît, têkoşîn xurt kir. Tevkariya herî mezin li pêşketina rêbertî kir. Hem karker û kedkarên Tirkiyeyê hem jî cjin û ciwanên Kurd divê vê yekê rast fêhm bikin. Di demeke welê de Rêber Apo weke rêber dît ku hîn hêzek li holê tune bû, tevlî xeta têkoşîna azadiyê bû. Gelo ruhekî çawa ye, hişmendiyeke çawa ye, îradeyeke çawa ye ku tevlîbûneke bi vî rengî kir? Divê em vê yekê baş fêhm bikin. Pîvan ev e. Pîvana şoreşgerî, welatparêzî û azadîparêziyê ev e. Tevlîbûn divê teqez bi vî rengî be. Dikarim vê bêjim: Divê li ser bingeha vê pîvanê em rastiyan baş fêhm bikin. Divê em her rojê bikin roja mezin a têkoşînê û rastiya şehîdan fêhm bikin. Divê em li ser rastiya şehîdan bifikirin, nîqaş bikin, lêkolîn bikin û civînên bîranînan lidar bixin. Divê em bîranîna wan nû bikin. Rastiya şehîdan çi ye, xeta şehîdan çi ye, divê em rast fêhm bikin û tevlîbûneke xurt lê bikin. Li ser xeta şehîdan divê meha Gulanê ji bo me bibe pêvajoya rexnedayinê. Divê em xwe ji nû ve ava bikin, li ser xeta şehîdan jinûve şoreşger bibin. Têkoşînê jî li ser vê bingehê bimeşînin, pêngavê bi rê ve bibin. Dema bi vî rengî bû hingî rastiya şehîdan dikare bê fêhmkirin û tevlîbûneke rast bê kirin. Wê demê em ê karibin pratîkeke serketî pêk bînin. Li ser vê bingehê di wê baweriyê de me ku hevrêyên me, gelê me yê welatparêz, dostên me wê roja şehîdan, meha şehîdan rast fêhm bikin, tevlîbûneke bi têrkerî çêbikin û pêngava me ya demokrasî û azadiyê di meha Gulanê de xurtir bikin. Lİ ser vê bingehê silav dikim.

Niha li Zap û Avaşînê gerîla li ser xeta şehîdan têdikoşin. Vî şerî sê hefte li pey xwe hişt. Di vî şerî de rewşa dawî çiye? Bi taybetî dewleta Tirk di vî şerî de heta niha encameke çawa bi dest xistiye?

Êrişa dagirkerî û qirkeriyê ya faşîzma AKP-MHP’ê ku di 17’ê Nîsanê de li ser Zap û Avaşînê da destpêkirin sê hefteyan li pey xwe dihêle. Sê hefte ne yek ji şerê bêeman ê dîrokê diqewime. Divê her kes vê zanibe; ev şer şerê herî mezin ê dewleta tirk e, ji bo kurdan jî şerê herî mezin e. Ji şerên beriya niha hemûyan tund û giran e. Ji aliyê tundiyê ve teqez rewş bi vî rengî ye. Êrişkariyeke welê heye ku 24 saetan bi her cûre teknîkê êriş dike. Li hemberî vê yekê gerîla berxwedaneke mezin nîşan dide, lehengiyê dike, dîrokê dinivîsîne. Ev yek berxwedana herî mezin, herî girîng, herî bi wate ya dîroka kurdan e. Zap û Avaşîn paşeroja gelê kurd diyar dike, çarenûsê diyar dike. Divê bi vî rengî bê dîtin. Li ser bingeha berxwedana lehengî ya gerîla, faşîzma AKP û MHP’ê li Zap û Avaşînê tên binaxkirin.

Di hefteya duyemîn de Fermandariya me ya Biryargeha Navendî bîlanço eşkere kir. Her roj bîlanço têne parvekirin. Hate ragihandin, ku zêdeyî 300 êrişkarên dagirker hatine kuştin, gelek dagirker birîndar bûne. Niha hefteya sêyemîn tijî bû, hejmara kuştiyên wan gihîştine nêzî çar sed, pênc sed dagirkerî. Dewleta Tirkiyeyê vê ji nedîtî ve tê. Vedişêre. Dema dawî pêwîstiya wan hinekî bi şovenîzmê heye. Lewma jî dibêjin ‘şehîdên me hene’ û cenazeyan dibin. Hewl didin ku civakê ber bi merasîman ve bikişînin, bi vî rengî şovenîzm, neteweperestî û nijadperestiyê bidin pêş. Ev yek çi nîşan dide? Rewş û têkçûna wan a li Zap û Avaşînê nîşan dide. Yanî AKP-MHP bi rastî jî xitimî, plana wan xera bû li Zap û Avaşînê bi berxwedana gerîla re. Mirov dikare bêje ku li bin ket, şikestin.

Halbûkî her cûre hêzên faşîst, çete sewq kiribûn. Bi mehan, bi salan xwe amade dikirin. Ne artêşeke ji rêzê; artêşeke komkujiyan a ji bo pereyan şer dike, berê wan dan Zap û Avaşînê. Ji aliyê îdeolojîk ve jî hemû nijadperest, şoven, faşîst, neteweperest, MHP’î ne. Çeteyên ku li Efrîn, Idlibê tevlî êrişên dagirkeriyê bûn, DAIŞ’î ne, çeteyên El Nûsrayê ne. Niha jî berê cerdevanan didin, bi pereyan. PDK anîn ser xeta xwe, hêza xwe hemû bi kar anîn. Çiqas hêza xedar, zalim, komkujer hebin hemû sewq kirin. Hesab kirin ku wê encamê bi dest bixin; lê belê encama wan li holê ye. Aşkere ye ku şikestin, têk çûn. Xitimî ne, bi rengekî giran têk diçin. Çapemenî vê nîşan dide. Tê gotin ku li Geverê, li Çelê ji filan tabûrê re ewqas cenaze hatine, morg tijî bûne, cih nabînin. Ev hemû rastî ne. Agahiyên ku biryargeha me ya navendî dan rastî ne. Dibe ku hejmar kêm jî be. Divê mirov zanibe ku kuştiyên dewleta tirk zêdetir e. Di vê astê de windahiyan dide. Ketine rewşekê ku nikarin ji nav derkevin, ev yek hilweşînê îfade dike. Em vê yekê bi rengekî şênber di du tiştan de dibînin. Yek, li hin deveran hewl dan merasîma cenaze çêbikin. Ev yek nîşaneya têkçûnê ye. Nîşaneyeke şikestinê û neserketinê ye. Nîşaneya serneketina leşkerî ya li Zap û Avaşînê ye. Naxwe nedixwestin bi vî rengî bikin. Eger bi ser ketibûna wê bi vî rengî nekiribûna. Lê belê niha bi propagandaya nijadperest, şoven û neteweperest hewl didin civakê bixin nava liv û tevgerê, mirovan bixapîne û bi vî rengî bi ser kurdan ve bibe ji bo komkujiyê bikin. Hewl didin wê bikin. Em vê dibînin. Her wiha êrişî kurdan dikin. Vaye we dîtin çûn ber avahiya navendî ya HDP’ê. Sixêf li jinan dikin. Wesayitên navenda partiyê dişikînin. Girêz ji devê wan bermahiyên faşîst, nijadperest, wan bermahiyên ku polîsên şoven tê gotin diherike.

Li Enqereyê her kes dikare bi ser HDP’ê ve bimeşe. Pesnekî mezin dan û gotin em ê biçin Zap, Avaşîn filan cihî, lê rastiya xwe dîtin. Gerîla bersiva pêwîst dide wan. Hesabê her tiştî dipirse. Ji ber tirsa wê ye. Yanî nîşaneya têkçûnê ye. Rabûne derketina nêçira kurdan, li her derê hewl didin lînç bikin. Ev yek nîşaneya çi ye? Nîşaneya têkçûnê ye. We ew polîs jî dîtin, ku tirseke çawa ketibû nava çavê wan. Ne bi vî rengî bûya çima wê êriş bikira? Aliyekî meseleyê bi vî rengî ye. Yanî bi rastî jî mirov dikare bêje ku faşîzma AKP-MHP’ê li Zap û Avaşînê binax dibe. Siyaset û mejiyê qirker faşîst ê dewleta tirk li Kurdistanê têk diçe. Têkçûna herî mezin a dîroka xwe dibîne. Yanî ev siyaset û mejiyê Îttîhat û Terakkî wê bişikê. Civaka Tirkiyeyê wê ji vê zilma 130 sal in di nav de ye rizgar bibe. Yanî wê hinekî rehabîlîte bibe. Wê jinûve berê xwe bide mirovbûnê. Çareke din nîne. Bandora têkoşîna li Kurdistanê ya li ser Tirkiyeyê bi vî rengî ye.

Me qala armanca vê êrişkariyê kir, ne hewce ye were dubarekirin. Di şerê 2021’an de jî faşîzma AKP û MHP’ê hatibû şikandin, dibe ku êrişeke wisa nekirina. Hinek lêgerînên wan hebû lê di dawiyê de berê xwe dan ser vî tiştî. Ji ber ku ji xeynî vêya tu rêyeke din tuneye ku faşîzma AKP û MHP’ê li ser desthilatdariyê bimîne. Ji bo ku temenê xwe dirêj bike, dikeve vî şerî. Ji xeynî vêya tu rêyeke wê ya din tuneye ku TC bi vê feraseta qirker, faşîst a ku dijminatiya kurdan dike siyaseta xwe bidomîe. Encamên şerê Ukraynayê piçekî berê wan dan ser vî tiştî. Qaşo ji bo ku TC û AKP û MHP’ê li hemberî Rûsyayê bigirin DYA, NATO, berê hikumeta AKP û MHP’ê da şerê li hemberî PKK’ê û destûr da.

Almanya û Îngîltere bûye hevkarê sûc ê herî mezin ê vê êrişê. Qaçaxiya petrolê dikirin dixwazin ya gazê jî biki. Piştî şerê Ukraynayê nekarîn ji Rûsya, Çîn û Asyayê gaza xwezayî bistînin û tevî PDK û TC’yê dixwazin ji Rojhilata Navîn gaza qaçax peyda bikin. Ji bo vê jî îmhakirina PKK’ê danîn ber PDK û TC’yê. Bi hinceta ku PKK rê digire. Bi vî awayî êrişî PKK’ê dikin. Piştgiriyê didin wan û teşwîq dikin. Ji aliyekî ve siyaset û feraseta nijadperest, şoven û qirker û ji aliyê din ve jî dixwazin bi qaçaxiyê pereyan qezenc bikin û kareke zêde bikin. Almanya û Îngîltere berpirsê van êrişên dagirker e. Teşwîqa PDK’ê jî heye. Divê mirov vê rastiyê baş bibîne. Rêveberiya me gelek caran got, şerekî cîddî heye. Çapemeniya AKP û MHP’ê dibêje di sala 2022’an de em ê Mîsak-I Mîllî îlan bikin. Ango berê xwe didin dagirkirina Rojhilata Navîn. Vî tiştî bi aşkeretî dibêjin.

Almanya, DYA, Îngîltere dibêje em piçekî gazê bistînin û bi rihetî bijîn, rê vedikin ku AKP û PDK êrişî PKK’ê bikin û pêşiya vê pêvajoyê vedikin. Divê her kes vî tiştî bibîne. Erê niha PKK li ber xwe dide, heke PKK îmha bibe, wê qirkirina kurdan pêk were, piştre wê dor were ser rêxistinên kurdan. Wê rêxistinên din ên kurdan nemîne. Rêxistiniyeke wisa tune. Îro derbarê hebûn û azadiya kurdan her tişt li ser PKK’ê ye. Heke PKK were têkbirin, wê qirkirina kurdan pêk were. Wê dor were ser ereb û neteweyên din. Di 26’ê Tebaxa 2016’an de dema ku artêşa tirk sînor derbas kir û Cerablûs dagir kir ev êrişa dagirker dest pê kir. Di heman rojê de ji ser Çelê jî êrişek hate destpêkirin. Di heman rojê de hate kirin.

Faşîzma AKP û MHP’ê û artêşa tirk dema ku sînorê Iraq û Sûriyeyê derbas kirin û li ser her du qadan êrişa dagirker dan destpêkirin Alîkarê Serokê DYA’yê Joe Bîden li Enqereyê bû, Serokê PDK’ê Mesût Barzanî li Enqereyê bû. Dema ku Erdogan fermana vê êrişê da Bîden û Barzanî li ba wî bû. Bi hev re dest pê kirin. Ev şer 6 sal in bênavber didome. Niha jî wekî êrişa li ser Zap û Avaşînê didome. Heke di van êrişên dagirker de bi ser bikevin wê berê xwe bidin aliyê din. Erdogan nexşeya cihê ku dixwaze dagir bike li NY nîşan da. Wê êrişî wan deran ikin. Dibêjin ‘Axa Osmaniyan a me ye’ em ê bistînin. Bîden ê ku wê demê alîkarê serok bû niha bûye serokê DYA. Nexwe divê em bipirsin, Bi rastî jî DYA Kurdistan, Erebistan û Rojhilata Navîn da TC’yê?

Polîtîkaya Serokê DYA’yê Bîden ev e? Dibêjin em li dijî qirkirina ermenan in lê a niha faşîzma AKP û MHP’ê qirkirina kurdan pêk tîne, ew alîkariya herî mezin a siyasî û leşkerî didin. Gelo nexwe li hemberî qirkirina kurdan in an jî piştgiriyê didin wan? Rêveberiya demokrat a DYA’yê û rêveberiya Komarparêz jî, dewleta wan jî helwestek nîşan nedan. Gelo DYA û NATO êrişên dagirker ên dewleta tirk pesend dikin? DYA û NATO ji qirkirina kurdan a bi destê TC’yê re dibêje erê? Heke dibêjin erê gelo çi wateya wê dimîne li hemberî qirkirina ermenan bin? Tu dibêjî ez li dijî qirkirina 100 sed sal berê me, hêsiran dibarînî lê çima ne li dijî ya îro yî? Bi rastî jî helwesta rastîn ev e ku divê li dijî qirkirina îro bin. Ya din helwesta berjewendiyê ye.

Divê PDK jî helwesta xwe nîşan bide. Berê jî me diyar kiribû PDK’ê hinek qad firotine. Erê firotine, hê jî bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide dagirkeriyê. Ji dagirkirina Kurdistanê re ya bi destê TC’yê re dibêjin erê? Hemû PDK’yî ji vî tiştî re dibêjin erê? Welatparêz û ronakbîrên di nav PDK’ê de dibêjin erê? Helwesta rêveberiya heyî ya PDK’ê ev e. Rêveberiya PDK’ê dibêje ‘Tu çareyeke me tune, Tirkiye zextan li me dike, heke ne ji têkiliyê me yên bi Tirkiyeyê be, em bazirganiyê nekin wê li Başûr birçîbûn hebe, wê jiyan têk biçe’. Ev ne rast e. Bi tu awayî pêdiviya başûrê Kurdistanê bi TC’ê re tune. Dikare pêdiviyên xwe ji cihên din pêk bîne û ew jî dikare hilberîne.

Ji aliyê din ve diyar dikin Tirkiye zextan li wan dikin û gefan li wan dixwin. Dibêjin ‘Hêza me tune, em nikarin li ber wan bidin, PKK me dixe rewşeke dijwar, em ê çawa li hemberî Tirkiyeyê şer bikin’ Ev ne fikreke rast e lê em bibêjin tu nikarî şer bikî wê demê dev ji rêveberiyê berde. Heke tu nikarî bikî, tu nikarî şer bikî û biparêzî, dev ji rêveberiya axa Kurdistanê berde. Tu çima li ser rêveberiyê yî? Partiyên din jî hene, YNK, Goran, Komela heye. Gelek partî hene li Başûr. Ya din KCK heye gerîla heye. Bila rêveberiyeke din were ser Hewlêrê tu yê bibînî wê pêdiviyên gel çawa were bicihanîn, wê çawa li hemberî dagirkeran li ber xwe bidin û wê axa Kurdistanê biparêzin. KCK û gerîla ji vî tiştî re namzet in. Partiyên din ên kurdan namzet in. Heke PDK nikare bike nexwe divê berde.

Dema ku mirov vî tiştî dibêje, ew jî dibêjin ‘Ez bi hilbijartinê hatime, nizanim min deng stendine, têkevin hilbijartinê’. Em rastiyê bibêjin, em dizanin hilbijartin çawa pêk hat. Ma li wir demokrasî, wekhevî û edalet heye. Bi rastî jî hilbijaratineke demokratîk û adilane bû? Na. Her tişt bi gefan pêk hat, bi pereyan hate kirîn, bi dek û dolaban hilbijartin kirin. Tu wate û rastiyeke van hilbijartinan tune. Bila nebêjin em bi hilbijartinê dibin rêveberî, jixwe nikarin tu kesî bixapînin. Ji ber vê rewşa PDK’ê nayê qebûlkirin û fêmkirin. Di 26’ê Tebaxa 2016’an de dema ku TC sînor derbas kir û li ser Kurdistanê êrişa dagirker da destpêkirin, Mesût Barzanî bi xwe destûra vî tiştî da.

Bi reşkirina PKK’ê tu kes nikare bigihêje cihekî, dema ku ji PKK’ê re bibêjin ‘Rêxistina terorê’ wê tiştek nekeve destê PDK’ê. Ji DAIŞ’ê re negotine rêxistina terorê a niha radibin qala ‘teror’a PKK’ê dikin. Hûn qala kîjan terorê dikin? Gerîlayên qehreman ên PKK’ê her roj xwînê dirijîne, çiya, kevir, gir, çem, deştên Kurdistanê li hemberî dagirkeran diparêze. Bi qehremanî û wêrekî diparêze, qira dijmin tîne. Wê TC’yê têk bibe û wê li Zapê binax bike. Kî bibe hevalê TC, AKP û MHP’ê wê aqûbeta wan jî wekî ya AKP û MHP’ê be. Divê her kes vî tiştî wisa bibîne. Ji ber vê divê pergala navneteweyî û PDK jî vê rastiyê bibîne. Heke nebînin ew bi xwe dizanin. Wê li Zap û Avaşînê têkçûna AKP û MHP’ê ji bo wan jî bibe encameke giran, divê baş bi vî tiştî bizanibin.

Bi şerê Zap û Avaşînê re artêşa Iraqê jî êrişên xwe yên li ser Şengalê zêdetir kir. Di demeke wisa de sedema êrişên wisa çi ye? Kî li pişt wê ye?

Di rojên dawîn de wekî ku rewşa Şengalê sekiniye. Lê dema ku TC’ê li hemberî Avaşîn û Zapê êrişên dagirker da destpêkirin, dewleta Iraqê jî ji dêvila ku li hemberî vî tiştî helwesteke leşkerî û polîtîk nîşan bide, di heman demê de êrişî Şengalê kir. Wekî ku tekane pirsgirêka Iraqê Şengal e û rewşeke zehmet e ku Şengalê derxe pêşiya her tiştî. Li hemberî vî tiştî hin, ciwan û hêzên xweparastinê yên Şengalê li hemberî vî tiştî bi qehremanî li ber xwe dan. Ez vê berxwedanê û berxwedêran silav dikim. Çawa ku li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe dan û pêşiya qirkirinê hate girtin, çawa ku mirovayetiyê ji qirêjekê rizgar bû, li Şengalê jî gel , YBŞ û YJŞ’ê şehîd dan û berxwedaneke wisa nîşan dan. Ev tişt gelekî watedar û girîng e. Ev tişt hate dîtin gel bi hêza xwe ya cewherî dikare li ber xwe bide û bi ser bikeve. Ev derket holê. Ev tişt gelekî watedar û girîng e.

Me ev tişt nirxand. Rêveberiya me helwesta pêwist tevî daxuyaniyan nîşan da. Partiya me û tevgera me, em her dem alîgirên xweseriya demokratîk a gelê Şengalê ne. Li hemberî êrişên dagirker û qirker em bi Şengalê re ne. Civaka me ya êzidî bi vî tiştî dizanin. Me bi awayekî zelal vê helwesta xwe diyar kir. Me got wisa nekin ku dîsa PKK mudaxeleyî Şengalê û cihên wisa neke. Wekî ku me mudaxele kiriye, PDK’ê derewek kir lê tiştekî wisa tune. Lê rêveberiya me hişyarî kir. Hişyariyeke rast û di cih de bû. Di encamê de wekî ku rêveberiya Iraqê aqilselim tevdigere.

Dewleta tirk dema axa Iraqê dagir kir, roja cejna êzidiyan artêşa Iraqê jî êrişî Şengalê kir û tu mantiqekî vî tiştî tune. Dewleta Iraqê ev tişt çawa kir, me fêm nekir. Me got ev qasî bêaqiltî nabe. Wan nekirin, şaşî kirin. Diyar e li ser dewleta Iraqê zexteke mezin heye, em wê jî dibînin. Bi TC û PDK’ê tifaqek kirin, qaşo li gorî peymana 9’ê Cotmehê lê çîrok e, ev tişt. Peymaneke wisa tune. Koma Êzidiyan a Parlementoya Iraqê gotin em nas nakin. A rast jî ev e. Tu biryareke êzidî ne tê de ne, wê ji bo Şengalê ne derbasdar be.

Zextên TC û PDK’ê hene lê li gorî min DYA berê dewleta Iraqê da êrişeke wisa bêaqilane. Li pişt vî tiştî DYa heye. Heke DYa nebûya wê rêveberiya Iraqê ya heyî êrişeke wisa nekira, wê guh nedaya PDK û TC’yê. DYA zextan dike û dide êrişkirin. Ev teqez e. DYA bi êrişên li ser PKK’ê re dixwaze çi bike? Bi PDK’ê re li Kurdistanê dixwaze çi bike? Divê ev tişt were fêmkirin. Hate asteke wisa ku mirov nabêje ne evqas jî. Her daxwaza PDK’ê qebûl dikin. Ji ber ku PDK dike ku DYA li ser Iraqê zextan bike. TC jî zextan dike lê zexta esas PDK dike. DYA’yê zext li dewleta Iraqê kir û ew li hemberî Şengalê sor kir û Iraqê êrişî Şengalê kir lê piştre dît rewş xetere ye. Niha jî dixwaze bi hevdîtin û peymanan pirsgirêkan çareser bike, îradeya civaka kurdan a êzidî bide naskirin. Civakeke ku li ser wê 74 caran ferman hatiye kirin, ji xwe re dike mûxatab. Dixwaze bi azadî bijîn, ev helwesteke gelekî demokratîk û mirovî ye. Divê wisa be.

Helwesta PDK’ê gelekî xerab e. Ji ber Şengalê êşa wê heye. Li pêş çavê her kesî reviya. Divê tu bibêjî ez reviyam, ji niha û şûnde ez ê nerevim, wê her kes jî rizgar bibe tû yê jî rizgar bibî. Bi vî awayî wê negihêje tu derê. Her ku diçe rewşa wê xerabtir dibe. Divê PDK êdî dijminatiya Şengalê neke. Divê berê xwe bide xwerexnekirinê, helwesta welatparêz û demokratîk a ku karibe wê revê telafî bike. PDK bi şerê li dijî PKK’ê jî nikare bigihêje cihekî. Ez careke din jî vî tiştî îfade bikim. Li hemberî PKK’ê wê nikaribe tiştekî bi ser bixe. Dibe ku roja xwe derbas bike lê her êrişa wê ya li ser PKK’ê tê wateya ku berê pêyê xwe dide. Divê vî tiştî bibîne. Li Başûr gelê kurd û gelek pêşmerge vî tiştî dibînin. Gotin ‘Em naxwazin li dijî PKK’ê şer bikin’ Ev rast û watedar e lê divê bi dijberbûnê bi tenê sînordar nemîne. Divê li ser rêveberiya PDK’ê zexteke mezin bikin. Divê teqez gelê Başûr li dijî vê rewşê bin. Zap û Avaşîn li qada wan e. Divê piştgiriyê bidin gerîla. Ciwan tevlî nav refên gerîlayan bûn em wan silav dikin lê ew tevlêbûn têr nake. Divê bi girseyî li hemberî êrişên TC’yê bin. Ev maf û peywira wan e, welatparêzî jî ev e. Divê di warî de PDK’ê bînin ser helwesta rast.

Rêveberiya PDK’ê dixwaze çi bike? Temam te roja xwe qedand hinek pere qezenc kir, heke bixwazin te sibê biqedînin tu yê çi bikî? Yan tu yê dev ji kurdbûnê berdî yan jî bila biçe li Stenbolê bijî. Jixwe vîlla stendine, mal û milkên wan hene. Heke ew ê dev ji welat berdin bila a niha berdin û bila bi hebûn û azadiya gelê kurd nelîzin. Bila nebin amûra dagirkerî û qirkirina li ser Kurdistanê. Mesele gihiştiye wir. Bûye cerdevaniyeke nû. Li Bakur çawa cerdevan bin li Başûr jî rola xwe ya cerdevantiyê dikin. Bila xwe ji vî tiştî rizgar bike. Yan na wê xwe biqedîne. Dibe ku bibêjin me dev ji vê berdaye, ji bo me her tişt pere ye, ez nikarim ji wî tiştî re bibêjim tiştek lê heke piçekî be jî civakîbûn, netewebûn, welatparêzî û girêdana bi welat hene, wê xisarê bide vî titşî. Divê vî tiştî bibîne û dev ji vê helwestê berde.

Di dîroka Kurdistanê de demeke dîrokî ye. Asta berxwedana gel û gerîla ya li dijî dagirkeriyê çi ye? Di vir de çi wezîfe dikeve ser milê kê?

Beriya her tiştî vê bêjim; sê hefte ne gerîlayên Zap û Avaşînê bi lehengî li ber xwe didin. Berxwedana fedaî di asta herî bilind de dewam dikin, derbê li ser derbê li êrişkarên qirker dixin, faşîzma AKP-MHP’ê li Zap û Avaşînê li binê erdê dixin. Ev rastiyeke şênber e. Bêguman ev bi hêsanî nabe. 24 saetan di şer de ne, li dijî êrişkarên dagirker ên ji her alî ve bi her cûre teknîkê êriş dikin, li ber xwe didin. Gerîla zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe radikin û bi helwesteke awarte vê yekê dikin. Bi wêrekî, fedakariyeke mezin, bi dayina şehîdan vê dikin. Bi navê rêveberiya partiya me ez berxwedana gerîlayên leheng a li Zap û Avaşînê pîroz dikim ku derbên giran li faşîzma AKP-MHP’ê dixin û faşîzm anîne ber hilweşînê. Şervan û fermandarên leheng ên HPG û YJA Starê silav dikim. Biryargeha me ya navendî aeşkere kir; bi rastî jî dilê gel û partiya me li Zapê, li Avaşînê lê dide. Em; gel û partî bi pêşengiya berxwedana li Zap û Avaşînê têdikoşin, nefesê distînin, dijîn û hene.

Biryargeha me bîlanço aşkere kir, tê zanîn ku gerîlayên berxwedêr çend şehîd dane. Ev ê dewam bike. Min berê jî got; 6 sal in li dijî van êrişên dagirkeriyê bi dayina berdêlên giran me li ber xwe dan, em li ber xwe didin û heta serketinê em ê li ber xwe bidin. Ev berxwedan teqez wê bi ser bikeve, bila kes ji vê gumanan neke. Zû yan jî dereng, bi windahiyên giran an jî kêm, lê gelê kurd, gerîlayên kurd, PKK wê teqez bi ser bikevin. Şer niha ne tenê li Zap û Avaşînê heye, li her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê heye. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze gerîla li qadeke teng asê bike û bieciqîne. Li hemberî vê yekê em jî şer belav dikin. Em ji eniyê êriş nakin, em diçin pêşî, paşî, derdorê û di kêliyeke ku qet ne li bendê ye li her derê gerîla li dijmin dixe. Em li qadeke teng pêşwazî nakin, me tevahiya Kurdistan û Tirkiye weke qada şer ragihandine, şer bi vî rengî tê meşandin.

Gelek berxwedanên girîng çêbûn ku bi berxwedana Zap û Avaşînê re bûn yek. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji Xakurkê heta Heftanînê, ji Efrînê heta Bûrsayê çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Çalakiyên ku derbên giran li faşîzma AKP-MHP’ê hatin xistin, hatin lidarxistin. Gerîla nîşan da ku têkoşîna PKK’ê, berxwedana antî-faşîst çiqasî berfireh e, çiqasî xurt e. Berxwedan wê dema bê jî mezin bibe. Li ser vê bingehê şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê, milîsên HBDH’ê, şervanên YPS’ê silav dikim. Di têkoşîna wan a dijî faşîzma AKP-MHP’ê de hêviya serketinê ji wan re dixwazim. Çalakiyên wan ên serketî pîroz dikim. Hebûn, jiyan, sekna wan, bi gerîlayên li Zap û Avaşînê re dibe dil û mejiyek. Li dijî faşîzmê berxwedana hevpar, armanca hevpar, ruhê hevpar îfade dike. Berxwedana Zap û Avaşînê wê hîn bi xurtî dewam dike. Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bikeve nava têkoşîneke hîn bi bandor a topyekûn, ji Bakur heta Efrînê û Stenbolê li metropolên Tirkiyeyê jî berxwedana antî-faşîst wê bi xurtî û berfirehî dewam bike.

Berxwedan û çalakiyên demokratîk ên jin, ciwan û gelê me jî li gel vê yekê pêk tên. Me li çar parçeyên Kurdistanê ev yek dît. Her wiha gelê me yê li derveyî welat, li Ewropayê şev û roj li ser piyan e. Bi rastî jî nasekine, naweste. Têkoşîna azadiyê bi pêşengiya berxwedana Îmraliyê û gerîla dikin berxwedaneke mezin a gel, berxwedana neteweyî. Dikin têkoşîna azadiya neteweyî. Li ser vê bingehê berxwedaneke mezin heye. Hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiye û cîhanê jî tevlî vê berxwedanê dibin. Ev yek eniyeke mezin a têkoşînê ye. Parçeyek ji pêngava me ya sala 50’emîn e. Li dijî êrişên dagirker, qirker mêtinger ên faşîzma AKP-MHP’ê helwestek tê nîşandan, berxwedan tê kirin. Her kesên vê helwestê nîşan didin silav dikim, serketinê ji wan re hêvî dikim.

Ev têkoşîn divê hîn bêhtir bê mezinkirin. Me got, her roj Newroz e her cih qada berxwedanê ye. Ruhê serketin û berxwedanê yê Newrozê çi be em ê her roj wê bijîn. Em ê xeta berxwedanê ya Îmraliyê ji xwe re bikin esas. Em ê xeta berxwedanê ya Zap û Avaşînê ji xwe re bikin esas. Em ê her derê bikin cihê berxwedanê. Her rojê em ê derfetên xwe li dijî faşîzmê bi kar bînin, têbikoşin, şer bikin. Ciwanên kurd li ku dibin bila bibin divê rabin ser piyan. Me got, dikarin her cûre çalakiyan bikin, hêza wan ji bo vê heye. Li Bakur, li metropolên Tirikyeyê dikarin her tiştî bikin. Dewleta tirk êrişî Başûr dike, êrişî Şengalê dike, êrişî Rojava dike; mafê gelê me ye ku bersivê bide û tolê hilîne. Di heman demê de wezîfe û berpiryariya wan e. Divê her kes bi vê têgihiştinê nêzîk bibe û têbikoşe.

Ji bo em têkoşînê mezintir bikin li Bakur avantaj gelek in. Mînak bi sedan, bi hezaran ciwanên kurd li leşkeriyê ne, hinek ji wan polîs in, gelê kurd divê li her derê xizmetê ji vê dewletê re neke. Yanî ciwanekî kurd li ku be dikare weke şervanekî kurd helwestê nîşan bide û têbikoşe. Ji bo azadî, demokrasiyê divê li dijminê qirker faşîst bixe. Bi rengekî din welatparêzî û kurdîtî nabe. Eger bi vî rengî bibe, eger hêz ji vê dewletê re neyê dayin, wê ev dewlet hilweşe. Bi rastî jî wê nexebite. Wê demê derfet namîne ku faşîzma AKP-MHP’ê rojekê jî li ser piyan bimîne.

Di serî de ciwanên li leşkeriyê bang li her kesên ku di nava dewletê de ne dikim ku dewletê bitevizînin, ji bo wezîfeya xwe ya welatparêziyê têbikoşin. Helwesta rast ev e. Divê em têkoşînê di vê astê de bimeşînin. Eger em van hemûyan li ber çavan bigirin, li her derê bi her awayî dikarin têbikoşin. Dema bi vî rengî bibe hingî temenê faşîzma AKP-MHP’ê dibe çend hefte. Di kêliyê de em ê karibe hilweşîne. Ne tenê rêveberiya AKP-MHP’ê her wiha siyaset û mejiyê qirker faşîst ê dijminê kurdan wê li Tirkiyeyê bişikê. Lewma jî wê kurd azad bibin, Tirkiye jî bibe welatekî demokratîk. Dema ku ev siyaset û mejiyê qirker faşîst ê bûye belayê serê gelê kurd, Erebistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê wê ji holê rabe. Hingî jî Kurdistan bibe keleha azadiyê, Tirkiye bibe welatek ku demokrasî û azadiyê li her qadê belav dike. Tirkiye wê bibe pêşengê demokrasiyê ji mirovahiyê û Rojhilata Navîn re. Ya rast ev e. Eger em xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkevin serketin teqez û nêz e. Li ser vê bingehê em ê têbikoşin û bi ser bikevin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar