Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kalkan: Faşîzma di bin dorpêçê de hildiweşe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku faşîzma li her derê hatiye tecrîdkirin û dorpêçêkirin di nava xwe de parçe parçe dibe û got ku dê îsal faşîzma Erdogan-Bahcelî hilweşe

Navenda Nûçeyan 

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Dûran Kalkan ê tev li Bernameya Taybet a weşana Medya Haber Tv bû besiva pirsên Hoşeng Yilmaz da.

Kalkan anî ziman eleqeya ji bo felsefeya jiyanê ya PKK’ê her diçe zêdetir dibe û xwedî lê tê derketin û wiha got: “Her ku Rêber Apo bigihêje jin, ciwan, karker, kedkar, rewşenbîr û siyasetemedar û gelê hejar wê baştir bê jiyanîkirin.”

Kalkan bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê yên 27’ê Mijdarê ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin û ev nirxandin kir: “Jixwe li zindanan hebûna xwe parastin û jiyîn têkoşîneke mezin e. Li ser vê jî berxwedana greva birçîbûnê zêde kirin. Bi vî rengî berxwedan xurtir kirin. Tev li têkoşîna pêngava yên derve kirin. Dixwazin dawî li sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê bînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê ji bo her kesê tecrîd e.”

‘Teşwîq û rexnekirin’

Di axaftina xwe de Kalkan diyar kir ku li zindanan destpêkirina berxwedana greva birçîbûnê teşwîqkirina berxwedanê ye û wiha domand: “Hê zêdetir têkoşîn bihata kirin, wê hevrêyên me yên li zindanan ewqas neketa zorê. Em berpirsyariyên xwe dibînin, her kes û civak jî vê bibîne. Divê hemû hêzên şoreşger-demokrat vê bibînin. Ji bo dîtina lewaziyên xwe divê bi hemû hêza xwe kar bikin. Ev ji bo me mijareke rexnedayînê ye. Ya duyemîn jî li zindanan şoreşger li ber xwe didin. Daxwazên wan ne ji bo xwe ne, ji bo civakê ne. Divê piştevaniyê bidin zindanan, divê neyê gotin ku li zindanan zext hene ji bo wê çalakî tê kirin. Şoreşgerên li zindanan pêşengtiyê dikin. Ji berî herkesê fam kir, berî her kesê dîtin ku ger îşkenceya li Îmraliyê û sîstema tecrîdê hilneweşe dê rewşa li zindanan û derve dê çawa bibe. Dixwazin wê hilweşînin. Ji bo civak ji bin faşîzmê rizgar bibe, ji bo azadiyê têdikoşin. Ji bo wê divê her kes rastiya li zindanan bibîne, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê; ji bo serketina azadî û demokrasiyê têkoşînê bike. Ji bo xwe têbikoşîn. Erê em li dorî berxwedana zindanan bibin yek, divê bizanin ku em ji bo xwe têkoşînê dikin. Eger ku girtin di nava ewqas şert û mercên giran de çalakiyan dikin, li derve ewqas derfet û şert û merc hene wê çalakiyên xurtir bi rêbazên xurtir bên kirin.”

‘Çakici Erdogan tehdit kir’

Kalkan li ser gotinên ‘reform’ ên demê dawî li Tirkiyeyê tê kirin û dîsa encamên hilbijartina DYE’yê bi qasî erdhejekê bandor li Tiriyeyê kir jî ev tişt anî ziman: “Dûrketina MHP’ê ya ji desthilatê, weke xirabûna tifaqa AKP-MHP’ê tê nirxandin. Alaatîn Çakici ji bo vê tehdît li Erdogan kir. Wî jî tehdîd fam kir. Hem Bûlent Arinc hem jî yên din da aliyekê. Ketiye rewşekî teslîmbûyînê. Bi temamî teslîmî faşîzma MHP’ê bûye, ketiye destê çeteyên faşîst, ketiye rewşekî bê birêvebirin.”

‘Me poşmanî ji derketina li Şengalê nekin’

Di berdewamê de Dûran Kalkan qala peymana bi pêşengtiya DYE’yê ya di navbera Tirkiye-Iraq-PDK’ê de jî kir û wiha got: “Xweseriya Şengalê, xwerêvebirin, ne li dijî qanûnên DYE’yê û ne jî yên Iraqê ne.  Civakekî ku PKK’ê ji qirkirina DAIŞ’ê rizgar kirî, hûn bixwazin qetil bikin hûn nabin qehreman. Hûn vê bikin hûnê bibin, parçeyek ji DAIŞ’ê û siya wê. Ketina aliyê DAIŞ’ê jî ji bo her kesê wê nebaş be. Bi wê hêviyê me ku me pojmanî ji derketina Şengalê nekin. Nekin ku PKK neçarî mudaxeleyê nebe.”

‘Dê ev pêngav faşîzmê hilweşîne’

Her wiha di dawiya axaftian xwe de Kalkan ev tişt anî ziman: “Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ li çiya, bajar, zindan û her derê cîhanê bûye qada berxwedanê. Divê hê zêdetir bê pêşxistin. Têkoşîna zindanan girîng e. Berxwedana zindanan her demê qezenç kiriye.

Siyaseta demokratîk li ber xwe dide. Cesaret û biryardarî heye. Divê her kes li cihê lê li ber xwe bide. Faşîzm dijminê her kesê ye. Dijminê mirovahiyê ye. Ev dijminê welat in. Dijminê civakê ne. Dijminê azadî, demokrasî û mirovan in. Bi kinahî dijminê her kesê ye. Ji bo vê êrîşî her kesê dike, ji bo wê divê li dijî faşîzmê her kes tev li berxwedanê bibe. Her kes li ber xwe bide.

Berxwedana jinan û dayikan girîng e. Jin û dayik çawa ku berê bi rola xwe rabûn niha jî bi rola xwe radibin. Ev bi bandor e. Berxwedana jinan bi giştî bi bandor e. Li ser bingehê pêngava KJK’ê ya li dijî destavêtin-destdirêjî û qetilkirina jinan dabû destpêkirin, tevgerekî şoreşgerî ya mezin tê birêvebirin. Têkoşîna jinê têkoşînekî ne teng e, ji bo vê êrîşî jinê dike. Jin jî bersiv didin.

Ciwan jî li ber xwe didin. Di van berxwedanan de rola ciwanan heye û rol dilîzin. Di salvegera 42’yemîn a partiya me de 43 ciwan tev li bûn, wan silav dikim. Xêr hatin. Ciwan tev li partiyê dibin, tev li gerîla dibin. Li her derê tev li têkoşînê dibin. Têkoşîn li her derê ye. Partî û berxwedan li her derê ye. Divê ciwan li her derê tev li bibe. Di asta pêşengtiyê de cih bigire, bi fedayî tev li bibe.

Di vê wateyê de bi hedefa bi temamî hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê em ketin sala 43’yemîn a PKK’ê. Rewşa giştî ji bo vê destdayî ye. Faşîzm parçe parçe ji hev dikeve. Di nava xwe de parçe dibe. Li her derê hatiye tecrîdkirin. Tam di nava dorpêçekê de ye. Wê îsal faşîzma Erdogan-Bahcelî hilweş in. Divê her kes ji vê bawer bike. Vê bike hedef. Em ji bo vê bibiryar in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar