Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kalkan: Kurd êdî ji bilî azadiyê jiyaneke din qebûl nakin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên li dora vê berxwedanê bi bîr xist. Kalkan wiha got: “Kurd êdî jiyaneke ji bilî jiyana azad qebûl nakin. Ji xwe jiyaneke din jî nabe.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Ulkeden a Medya Haberê û pêngava berxwedanê ya grevên birçîbûnê, hilbijartinên xwecihî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, komkujiyên ku li Kurdistanê tên kirin, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, salvegera Komkujiya Helebçeyê û Newroza îsal nirxand.

Kalkan di şexsê Leyla Guven, Sebahat Tûncel û Selma Irmak de 8’ê Adarê li jinan hemûyan pîroz kir û di têkoşîna wan a azadiyê de serketin xwest. Kalkan bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û diyar kir ku ew bawer in dê berxwedan bi ser bikeve.

Kalkan diyar kir ku armancên pêngava ‘Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin’ gelek hêz û derdor xistiye nava liv û tevgerê û ev tişt anî ziman: “Hêrs û nerazîbûna li dijî tecrîdê û faşîzmê zêde ye. Me ev yek di hêrsa şoreşgerên dîlgirtî û welatparêzan de dît û ev yek roj bi roj girseyî bû. Li derve jî ev rastî tê dîtin. Bûyerên li Bakur, Rojava, Başûr, çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Ewropayê di nava tevgerên girseyî de diqewimin, vê yekê radixin pêş çavan. Gihaştiye asteke girîng. Dê mezintir bibe. Asta heyî girîng e ku bandorê li dinyayê dike. Bi xurtî bandorê li hêzên siyasî, saziyên mafên mirovan, hêzên demokartîk dike û hîn bêhtir bala wan dikişîne.”

Berxwedan li ber serketinê ye

Kalkan anî ziman ku ev rewş faşîzma AKP-MHP’ê tengav dike û wiha got: “Hin çalakgeran jî anîn ziman, em tevli nêrîna wan dibin. Gihaştiye asteke girîng, li ber serketinê ye. Ev berxwedan dê teqez bi ser bikeve. Kes nikare ji nedîtî ve bê. Ji xwe bi rengekî aşkere derket holê ku îradeyeke wiha têk naçe. Li pêşiya me Newroz heye, hilbijartin heye. Hefteya me ya lehengiyê ya neteweyî heye. Em di wê baweriyê de ne ku dê berfirhtir bibe, kûrtir bibe û mezintir bibe. Ev yek jî bibe sedem ku çalakî bigihêje serketinê.”

Kurd êdî ji bilî azadiyê jiyaneke din qebûl nake

Di dewama axaftina xwe de Kalkan destnîşan kir ku jin, ciwan û welatparêzên kurd li ber xwe didin, jiyanek ji bilî jiyana azad qebûl nakin û wiha got: “Ji xwe jiyaneke din nabe. Her tim zilm, komkujî û qirkirin lê hate kirin. Bi vî rengî hîn bû. Dît ku bê azadî, bê demokrasiyê jiyan nabe, mirov nikarin hebûna xwe biparêzin. Ji bo hebûnê li ber xwe dide. Dinya dibihîze û piştgiriyê dide. Ew wezîfeya xwe ya mirovî dikin. Helwesta xwe ya demokratîk nîşan didin. Wezîfeya xwe bi cih tînin, ji xwe daxwaza demokrasî û azadiyê dikin. Zexta li Rêber Apo tê kirin zexta li dijî her kesî ye. Tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirina her kesî ye. Her kesî ev got û dît.

Tevger û gelê me ji destpêkê ve dibêje ku sîstema bi Şerê Yekemîn ê Dinyayê derkete holê, zîhniyet û siyaseta qirkirinê ye. Rêber Apo destnîşa kir ku jiyaneke bi vî rengî ne ya qebûlkirinê ye. Jiyaneke cuda danî holê. Hin çalakgeran jî gotin, ez ji dil û can tevli nêrîna wan dibim. Vê berxwedanê em anî ser hişê xwe, bû xwerexnekirinek ji bo me.”

Faşîzm dê li pêşberî mirovahiyê serî bitewîne

Ji bo jiyana azad jî Kalkan ev tişt anî ziman: “Jiyaneke ewçend hêja ye ku divê mirov karibin di berdêla wê de mirinê bidin pêş çavên xwe û bi vî rengî xwedî lê derkevin. Ger jiyanek  hebe divê azad be, naxwe divê tune be. Xet ev e. Berxwedan li ser vê bingehê tê kirin. Bila kes nebêje ku dê karibin kurdan ji vê berxwedanê vegerînin. Me bi rastî jî xeteke baş danîn holê. Ev yek bû hewldaneke sererastkirinê. Me bi van berxwedanan re derxist holê ku çawa ji şaşitiyên xwe vegerin, bikevin ser xeta berxwedanê û aşkere kir ku jiyaneke azad divê çawa be. Ji ber vê yekê ev berxwedan wê heta serketinê bidome. Heta faşîzm têk biçe dê bidome. Ji xwe mîna dergûşekê diheje, diderize û dê têk biçe. Çawa ku niha faşîstên DAIŞ’ê serî ditewînin, çawa ku di şexsê DAIŞ’ê de faşîzm serî ditewîne, dê faşîst hemû li pêşberî mirovahiyê, li pêşberî azadiyê serî bitewînin. Ji bilî vê çareyeke din nîne.”

Encam dê teqez serkeftin be

Dûran Kalkan ragihand, berxwedana grevên birçîbûnê xeteke bi vî rengî derxist holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bandorê li her kesî dike. Li Rojhilata Navîn û li tevahiya dinyayê mirovahiyê dikişîne ser xeta rast. Rastiyê nîşan dide, aşkere dike ku pîvanên mirovbûnê, hurmeta li azadiyê û demokrasiyê çi ne. Ji bilî vê yekê jiyaneke azad, demokratîk û hebûnê nîne. Me ev yek baş dît, baş fêhm kir û çalakgeran jî ev gelekî xweş anîn ziman. Em hemû perwerde kirin. Ji ber vê yekê em spasiya çalakgeran hemûyan dikin. Me biryar da ku bi berxwedaneke bi vî rengî encamê werbigirin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe dê heta dawiyê ev berxwedan bidome û teqez bi ser bikeve.”

Dîn û har bûne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kalkan di dewama axaftina xwe de gef û êrîşên rejîma AKP-MHP’ê yên li kurdan û HDP’ê tê kirin nirxand û bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan û rayedarên AKP’ê yên ku li qada mîtîngê dijminatiyê li kurdan dikin: “Mîna ku har bûne tevdigerin. Dibêjin, ‘Em ê biqewirînin’. Dibêjin, ‘Em ê partiyê bigirin’. Dibêjin ‘bila biçin filan cihî’. Di ser re heqaretên bi her rengî dikin. Her kesî bi terorîstbûnê sûcdar dikin. Dibêjin ‘Mafê wan ê jiyanê nîne’. Min berê jî gotibû ‘Tu bûye çi? Tu bûye Neron, bûye Fîrewûn, bûye Nemrûd!’ Gelo li dinyayê tenê tu heye, li pêşberî hebûna te her kes gêrîk e? Mirov hinekî bi hurmet tevdigere. Her kesî sûcdar dike, her kesî bi hev ve girê dide. Ji Pensîlvanyayê re dibêje tirsnak, ji Qendîlê re dibêje tirsnak, ji xwe re tiştên tirsnak afirandiye. Gelo tu çi ye? Heta doh te ewqas peyam dişand Qendîlê. Yê ku li tenîşta Pensîlvanyayê rûdinişt tu bû. Tu bi Fethûllah Gulen re derket holê, tu kê dixapîne? Bi demagojiyê ewqasî zêde rastî ji holê nayê rakirin. Çapemenî hemû xistiye bin kontrola xwe, her kes bêdeng kiriye ku karibe bi her şêweyî derewan bike.”

Kî kê diqewirîne; Rojek dê yek rabe ji Tayyîp Erdogan re bêje, ‘de rabe biçe Gurcistanê’

Kalkan işaret bi daxuyaniyên Erdogan kir ku bi qewirandinê gefê li gelê kurd dixwe û wiha got: “Ger mijar bibe qewirandin, wê demê yê ku herî zêde zerarê ji vê yekê bibîne dê Tayyîp Erdogan û şirîkê wî be. Divê bi vê zanibin. Tu kê ji ku diqewirîne? Hinekê rabe ji Tayyîp Erdogan re bêje ‘De rabe biçe Gurcistanê’. Bila şaşitiyê nekin, bila tiştên metirsîdar nekin. Dê bi milê şirîkê wî bigirin û bêje, ‘Ji xwe gurperest in’, li pişta gur siwar bike û bêje ‘De rabe berê xwe bide Asya Navîn’. Ji der hatine, radibin xwediyê malê diqewirînin. Tiştekî wiha nabe.”

Kalkan pirsa “Tu ji ku bûye xwediyê vî welatî ku mirovan diqewirîne?” pirsî û wiha got: “Rastiyên dîrokî çi bin, ew e. Em dibêjin, em jiyaneke wekhev, azad, demokratîk û biratiyê biafirînin. Ya rast jî ev e. Lê belê ger bi vî zimanî biaxivin û tevbigerin, wê demê yên herî zêde bixisirin dê ew bin. Divê hinekî bi rasteqînî tevbigerin.” Kalkan destnîşan kir ku bi berevajîkirina rastiyan re kes nikare dengan bi dest bixe.

Hilbijartina 31’ê adarê parçeyekî bingehîn ê têkoşîna li dijî faşîzmê ye

Ji bo gefa girtina HDP’ê jî Kalkan ev tişt anî ziman: “Tevger û partiya ku Tayyîp Erdogan lê siyasetê dikir, tevgereke ku herî zêde hate girtin. Ji girtina partiyan gilî û gazinc dikirin. Ji ber vê yekê ji nav wê tevgerê derketin û AKP ava kirin. Gotin ‘Em ê partiyan negirin’. 11’ê Kanûna 2009’an Partiya Civaka Demokratîk (DTP) girtin. Veguherîn tevgereke welê ku partiyan digire. Dema ku li dijî wan doza girtina partiyê hate vekirin, Dadgeha Destûra Bingehîn bi dengekî deng bê bandor kir û pêşî li girtina wan girt. Niha ew bi xwe radibin dibêjin, ‘Em ê partiyê bigirin’, ‘Em ê her tiştî tune bikin’. Welê li wan hatiye ku ji bo Tayyîp Erdogan karibe desthilatdariya xwe bidomîne, girtina her tiştî rewa dibînin. Gelo ev yek dikare bê qebûlkirin? Atmosfereke bi vî rengî ya hilbijartinê dibe? Kî dikare bêje ku di nava van şert û mercan de dê hilbijartineke wekhev were kirin? Kes nikare vê bêje. Rewşeke wiha nîne. Li holê hilbijartin nîne, têkoşîna dij faşîzme heye. Hilbijartina 31’ê Adarê parçeyekî bingehîn ê têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Hilbijartina li her qadê, têkoşîna têkbirina faşîzmê ye. Divê her kes bi vî rengî li meseleyê binere. Ew jî qadeke têkoşînê ye. Rêbazên têkoşînê yên din çawa tên bikaranîn, hilbijartin jî divê bi wî rengî were bikaranîn.”

Zanin ku wê têk biçin, lewma har bûne

Kalkan bal kişand ser êrîşên rejîma AKP-MHP’ê yên bi destê polîs û leşkeran dike û wiha got: “Tifaqa AKP-MHP tevî ku ewqas zext, terorê dike û derfetên dewletê bi kar tîne, di anketan de tê dîtin ku lawaz bûye. Di hilbijartinê de dê têk biçe, ji xwe winda dikin. Ji bo pêşî li vê bigire bi rengekî dîn û har tevdigere. Êrîşên leşkerî dike, gefê dixwe ku dê operasyonê bike. Ji xwe wê hîn çi bike? Artêş û polîs timî êrîş dikin. Li çiyê êrîş dike, li bajaran êrîş dike, digire, binpê dike, îşkence dike. Her tiştî dike. Tiştek nemaye ku faşîzma AKP-MHP’ê nekiriye. Dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê, rêveberiyên li ser wê ava bûn, tu ji wan bi vî rengî nekirin. Mîna desthilatdariya AKP-MHP’ê tu ji wan ewqasî zilm nekir. Li bendê ye ku bi vî rengî bi ser bikevin. Lê dîsa jî dibînin ku dê têk biçin, dê têk jî biçin. Ji ber ku ev aşkere bûye, har bûne. Her ku têkçûna wan bêhtir aşkere bû dibe ku hîn bêhtir har bibin. Dibe ku bikevin nava provokasyonên cuda. Pêwîste her kes amade be. Divê têkoşîn bê dayin û bi gumana ‘wê provokasyonan bikin’ kes xwe ji têkoşînê venegire. Hêzên demokratîk, hêzên welatparêz, hêzên şoreşger divê têbikoşin. Têkoşîna li dijî faşîzmê divê li her qadê bê kirin. 31’ê Adarê divê şahidiyê ji serketineke mezin a demokrasiyê re bike.”

Şehîdên Komkujiya Qamişloyê niha li Rojava ya azad dijîn

Kalkan bi wesîleya salvegera 15’an a Komkujiya Qamişloyê şehîdên komkujiyê bi rêzdarî û minet bi bîr anî û wiha got: “Di nava 15 salan de li Rojava bi rastî jî gavên dîrokî hatin avêtin. Şehîdên Komkujiya Qamişloyê niha li Rojavaya Azad, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya demokratîk dijîn. Ruhê wan ê berxwedêr rê li ber pêşketinên vê serdemê vekir. Aşkere bû ku ew bûn rastiyên zindî.” Kalkan destnîşan kir, ji komkujiya berî 15 salan û vir ve serkeftineke mezin a demokrasiyê hatiye afirandin ku bermahiyên dawî yên faşîstên DAIŞ’ê ku belayê serê gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bûn ji holê tên rakirin.

HSD, YPG-YPJ çar sal in dersa mirovahoyê didin her kesî

Kalkan şervanên HSD, YPG-YPJ’ê yên li Dêra Zorê pîroz kir, silav kir û wiha got: “Şehîdên wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Çar sal in ew dersa mirovahiyê didin her kesî. Bi cesaret û fedakariyê dersê didin. Dersa jiyana rast didin her kesî.”

Di şexsê DAIŞ’ê de faşîzma AKP-MHP’ê serî li AKP’ê tê tewandin

Kalkan anî ziman ku têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê li ber encameke mezin vekir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Faşîzm dîsa serî ditewîne. Çawa ku sala 1945’an faşîzma Hîtler, faşîzma li dinyayê hate têkbirin, Hîtleriya serdema niha jî ku DAIŞ’ê xwest li Rojhilata Navîn pêk bîne, di şexsê DAIŞ’ê de çetetiya faşîst niha li Dêra Zorê têk diçe. Pêwîste ev yek bi vî rengî were nirxandin. Ji hinekan hebû ku dê şoreşa demokrasî û azadiyê ya li Rojava têk bibin. ‘Planên çalakiyê yên têkbirinê’ amade kirin û bi vî rengî êrîşî Hêzên Azadiyê yên Kurd kirin. Yên ku hesabê wê yekê kirin ku serî li kurdên azad bidin tewandin niha li Dêra Zorê serî ditewînin, faşîzm serî ditewîne. Yên ku berê DAIŞ’ê dan Kobanê û kirin ku êrîşî kurdan bikin serî ditewînin. Di şexsê DAIŞ’ê de AKP, MHP, faşîzma Erdogan-Bahçelî serî tewandiye. Divê em vê bibînin. Her ku ew vê dibînin har dibin. Bi hêrs û nefretê tevdigerin. Dema ku li çapemeniya AKP’ê were temaşekirin dê bê dîtin ku bi rengekî namerdî derewan dikin. Xwedî li DAIŞ’iyan derdikevin. Dibêjin, ‘Wan li kampan kom dikin, dê hemûyan bikujin’. Tu ji ku zane, kê daxuyaniyeke bi wî rengî daye? Demagojî, dereweke ewqas jî nabe. Bi ewqasî vekirî xwedî li faşîzmê nayê derketin. Maske ji rûyê wan ket xwarê, ger ji dinyayê netirsin dê xwedî li wan derkevin. Ji xwe DAIŞ’iyên teslîm bûn dibêjin, ‘Me bişînin Tirkiyeyê’. Hemû dixwazin biçin Tirkiyeyê. Ji ber ku piraniya wan ji wir hatine. Dinya bi vê zane. Ji ber vê yekê Fermandariya YPJ’ê bi daxuyaniyekê got, ‘Jin li ser piyan e, faşîzm têk diçe’. Belê jinên azad li ser piyan e. Yên xwestin komkujiyê li jinan bikin, yên xwestin li Şengalê bikin, jinan qir bikin, hatin wê astê ku hesab bidin.” Kalkan diyar kir ku ev rewş gelekî girîng e û wiha got: “Nîşan didin ku mirovahî heye û li ser piyan e. Ji bo paşerojê ji mirovahiyê re dibin hêvî û bawerî. Nîşan didin ku azadî û demokrasî dikare pêk were, mirovahî û xwişk-biratî pêkan e.”

Mîna darizandina faşîzma Hîtler, divê DAIŞ jî ji bo rûmet û nirxên mirovahiyê bê darizandin

Li ser darizandina çeteyên DAIŞ’ê jî Kalkan ev tişt anî ziman: “Niha têk çûne. Çawa ku dema faşîzma Hîtler têk çû ji bo rûmeta mirovahiyê, ji bo nirxên mirovahiyê û edaletê darizandina faşîzme hate kirin, ji bo DAIŞ’iyan jî divê heman tişt bê kirin. Berpirsyarî ne tenê li ser milê HSD’ê ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe barê têkoşînê hilgirt, berpirsyariya xwe bi cih anî û bi hezaran şehîdên xwe çêbûn di vê oxirê de. Niha hemû teslîmî wan bûne, di destê wan de ne. Dê çi bi wan bike? Divê her kes bi berpirsyarî rabe, hêzên koalîsyonê berpirsyariya xwe bi cih bînin, mirovahî bi berpirsyarî rabe. Li Reqayê divê dadgeheke edaletê bê avakirin ku vê çetetiya faşîst a li Rojhilata Navîn, ku faşîzma AKP-MHP’ê jî di nav de ye, darizîne. Hesabê xwîna hatiye rijandin divê ji vê zîhniyet û siyaseta faşîst, ji xwediyên wê bê pirsîn. Ger neyê pirsîn hingî xwedî li encama ku şeravnên HSD’ê bi şehîdan afirandiye nayê derketin. Hingî dê maf û edalet bi cih neyê. Ev yek dê ne ya qebûlkirinê be. Wê demê yên ku di vê têkoşînê de ewqas şehîd dane dê hesab bipirsin. Ji ber vê yekê divê her kes bi wezîfe û berpirsyariya xwe rabe. Niha dibêjin, ‘bila biçin deverên din, bên darizandin’. Bi wê nizanim, li gelek deveran dikare dadgeh bên avakirin. Bêguman divê bi vê berpirsyariyê rabin û her kes bi hev re tevbigerin.”

Ev bar divê tenê li ser milê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê hiştin

Kalkan destnîşan kir ku ya girîng ew e ku bar li ser milê hêzên azadiyê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê neyê hiştin, divê bar were parvekirin û wiha got: “Pêwîste faşîzm bê darizandin. Çawa ku li meydana şer hatin têkbirin, divê edalet jî biryarê li ser sûcdaran bide, wan mehkûm bike. Wekî din, ji bo islahkirina yên hatine mehkûmkirin jî divê her kes bi berpirsyarî rabe. Hejmar gelekî zêde ye. Xuya ye pêwîstî bi rehabîlatasyonê heye. Divê ji DAIŞ’ê dest pê bike û El Qaîdetî, AKP-MHP’î bên rehabîlîtekirin.”

El Qaîde, DAIŞ parçeyên biçûk in, bedena esasî AKP û MHP ye

Kalkan bi dewamî ev tişt anî ziman: “Mesela em bala xwe bidin ser kiryarên Tayyîp Erdogan ên li Tirkiyeyê. Bîst û çar saetan dijminatiya li kurdan dixe serê mirovên li Tirkiyeyê. Nîjadperestiyê, şovenîzmê sor dike. Bi hezar qatî bêhtir ji DAIŞ’ê şovenîzmê, nîjadperestiyê, neteweperestiyê dike. Mejiyê mirovan dişo, bi dijminatiya li kurdan vê yekê dike. Ev mirov vampîr in, xwe amade dikin ku xwîna kurdan vexwin. Zîhniyet, siyaset û hewldanên Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî rê li ber vê vedikin. Pêwîste ew hemû bên rehabîlîtekirin. Gelo tiştekî wiha dibe? Fetwayeyê dide dibêje, ‘bila ev biçin’. Bi dehan hezar çeteyên ku mejiyê wan şuştine, dibe ku sibe wan bidin êrîşkirin. Ji ber vê yekê divê pêşî lê bê girtin, gelekî tehlûke ye. El Qaîde çi ye, DAIŞ çi ye, ev hemû parçeyên biçûk in. Bedena esasî AKP û MHP ye. Heta ku AKP û MHP ji hev neyên xistin, heta mirovên ketine bin bandora wan neyên perwerdekirin û rehabîlîtekirin, demokrasî nayê Rojhilata Navîn, nayê dinyayê. Divê ev were dîtin. Ji ber vê yekê têkoşîna hiqûqî ya li dijî DAIŞ’ê pêwîste bi rengekî teng neyê dîtin. Divê hêzên li pişt DAIŞ’ê hemû di nav vê yekê de bên bicihkirin. Ji xwe vekirî dibêjin. Hemû ji Tirkiyeyê hatine, Tirkiyeyê ew bi rêxistin kir. Niha jî dibêjin, ‘Destûrê bidin ku em biçin Tirkiyeyê’. Pêwîste dinya vê yekê jinedîtî ve neyê. Kiryarên AKP-MHP’ê divê ji wan re nemîne.”

Duh Saddam li Helebçeyê komkujî kir, îro faşîzma TC li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê dike

Bi wesîleya salvegera 31’ê ya Komkujiya Helebçeyê jî Kalkan komkujî şermezar kir û şehîdên komkujiyê bi hurmet û minet bi bîr anî. Kalkan ev tişt anî ziman: “Helebçe birîneke kûr bû, hîn jî di dil û mejiyê kurdan de birîneke mezin e. Êş hîn jî dewam dike. Kurdîtiya azad bi pêş ket, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi pêş ket, li her derê belav bû. Her çend pirsgirêkên giran hebin jî li Başûr pêşketinek çêbû. Ev yek hinekî êş sivik kir. Ev pêşketin bi çi bû? Bi berxwedana wan şehîdan bû, bi bandora wan bû. Yên ku rê nîşan dan ew in. Divê ev rastî bê dîtin. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku Komkujiya Helebçeyê bê fêhmkirin, şehîdên Helebçeyê rast bê fêhmkirin.”

‘Em Helebçe û Efrînê weke bajarên xwişk-birayên hev bibînin’

Kalkan komkujiyên vê dawiyê yên ku dewleta tirk li Şêladizê û Derelûkê kir bi bîr xist û wiha got: “Duh Saddam li Helebçeyê dikir, îro jî faşîzma TC li Dêrelûkê, li Şêladizê, li her devera Bakur dike. Li Rojava dike. Li Efrînê dike. Divê em Helebçeyê û Efrînê weke bajarên xwişk-birayên hev bibînin. Bi rastî jî divê bi vî rengî were dîtin. Pêwîste dijmin di vê mijarê de baş bê naskirin. Ger siyaseta me ya Başûr, ger gelê me yê Başûr dê Helebçeyê bi bîr bîne û fêhm bike, beriya her tiştî divê rastiya dijmin fêhm bike, yekparetiya dijmin bibîne. Wekî din divê em rastiya şehîdan rast fêhm bikin. Ji ber ku bi berdêla dayina şehîdan em têkoşiyan me hebûna xwe parast û gihîştin vê demê. Ya girîng ew e ku em xwe li ser xeta şehîdan perwerde bikin. Çima ez vê dibêjim? Ji ber ku bi rastî jî li Başûr madiyatperestî gelekî zêde bûye. Bi jiyana madî ve gelekî hatine girêdan. Gelekî zêde li pey pereyan ketine. Di nava gel de rewşeke bi vî rengî nîne. Em dibînin. Gel bi rastî jî dilnizm e, rojane karê xwe dike, hildiberîne û gelek kevneşopiyên xwe yên baş hene. Lê yên li jorê çavê wan ji bo dewlemendbûnê kor bûye û bi vî rengî talanê ferz dikin. Ev gelekî metirsîdar e.”

Bila her kes xwe li ser xeta şehîdan perwerde bike

Kalkan da zanîn ku bila hêzên başûr ‘xeta pêşmerge’ ji xwe re esas bigirin ku ew xeta bi hezaran şehîdan temsîl dike û wiha got: “Em nabêjin bila xeta PKK’ê ya jî gerîla esas be. Lê belê em dibêjin, bila ji xwe re xeta pêşmergetiyê esas bigirin. Pêşmergetî temsîla bi hezaran şehîdan dike. Temsîla 5 hezar şehîdên Helebçeyê dike. Bila her kes xwe li ser xeta şehîdên Helebçeyê perwerde bike, rexnedayina xwe bide û bikeve ser rêya rast.” Kalkan diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku siyasetmedar, jin, ciwan û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê dê derseke baştir derxînin, şehîdên Helebçeyê baştir fêhm bikin û li ser vê bingehê dema bê hem têkoşîna demokrasiyê ya li başûrê Kurdistanê xurt bikin, hem jî li Bakur, li Rojava têkoşîna azadiyê xurtir bikin.

Peyama ji bo Newrozê

Di dawiya axaftina xwe de Kalkan bal kişand ser Newrozê, Cejna Azadiyê Newroz li her kesî pîroz kir û ji bo têkoşîneke mezintir bang kir û ev tişt anî ziman: “Em di meha Newrozê de ne. Bi qasî komkujiyan berxwedanên gelekî mezin jî lê rû dane. Em di rojên lehengiya neteweyî de ne. Di her roja adarê de bi dehan şehîdên me çêbûne. Her roj roja lehengiyê ye. Newroz; roja me ya lehengiyê ya neteweyî, roja ku dîroka lehengiyê ya 2500 salî temsîl dike, 28’ê Adarê roja me ya lehengiyê. Di kesayetiya fermandarê mezin ê gerîla hevrê Egîd de, di roja Newrozê de bi Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Ronahî û Bêrîvanan de rojeke ku leheniya neteweyî ji nû ve mezin bûye. Di meheke wiha de têkoşîn xurtir dibe, dê xurt bibe. Beriya her tiştî Newrozê li gelê me pîroz dikim. Di wê baweriyê de me ku dê Newrozê li her derê bi coşeke mezin, bi berxwedaneke mezin a li dijî faşîzmê pêşwazî bikin. Bawerim ku pêngava me ya ‘tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin’ dê bi pîrozbahiyên îsal ên Newrozê re bigihêje asta herî bilind û faşîzmê hilweşîne, tecrîdê ji holê rake. Dibe ku berxwedaneke fînalê derkeve holê. Ji ber vê yekê divê her kes bi berpirsyariya xwe rabe, her kes bikeve bin vî barî.” BEHDÎNAN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar