Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kalkan: Kurd wê ji derewa ‘kujerê nexweş’ bawer nekin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku kujerên komkujiyên 9'ê Çileyê û 23'ê Kanûnê dişibin hev û got, "Senaryo mîna hev e (...) Wê nikaribin van derewan bi kurdan û mirovahiyê bidin bawerkirin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku kujerên komkujiyên 9’ê Çileyê û 23’ê Kanûnê dişibin hev û got, “Senaryo heman senaryo ye. Wê demê jî gotibûn ku tirkekî nexweş kiriye. Piştre gotin mirî ye, lê belê zelal nekirin. Niha jî dibêjin ku fransiyekî nexweş kiriye. Bi gotina qaşo ‘nijadperesteke, psîkopateke’ hewl didin rewşê xumamî bikin. Ev hemû hewldanên vala ne. Kurd û mirovahî wê ji van derewan bawer nekin. Wê nikaribin van derewan bi kesî bidin bawerkirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî duyemîn Komkujiya Parîsê ji ANF’ê re axivî. Nirxandina Kalkan bi vî rengî ye: “Di salvegera 10’an a Komkujiya Parîsê de ku 9’ê Çileya 2013’an hat kirin, di 23’ê Kanûna 2022’yan de cara duyemîn li Parîsê komkujî hat kirin.

Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ji aliyê kê ve hat kirin? Kê çima kir? Tetîkkêş kî bû? Kî hatin kuştin. Ev hemû têne zanîn. Wê demê jî êrîş bi esasî li hemberî yek ji damezrînerên partiya me hevrê Sara hatibû kirin. Niha jî em dibînin ku êrîş li dijî endama Konseya Rêveber a KCK’ê hevrê Evîn hat kirin. Li navenda Parîsê siyaset û mejiyekî faşîst-qirker êrîşê dibe ser şoreşgereke kurd û wê qetil dike. Bêguman em zehmetiyê nakişînin bê komkujiya Parîsê ya duyemîn ji aliyê kê ve çawa hatiye kirin û ji bo çi hatiye kirin. Senaryo heman senaryo ye. Wê demê jî gotibûn ku tirkekî nexweş kiriye. Piştre ji xwe gotin miriye, zelal jî nekirin. Niha jî bi heman rengî dibêjin yekî fransî yê nexweş kiriye. Qaşo ‘nijadperest e, psîkopat e’, bi van gotinan hewl didin rewşê xumamî bikin. Ev lêgerîn û hewldanên vala ne. Wê nikaribin Kurdan û mirovahiyê bi van derewan bidin bawerkirin. Nijadperestek çima tenê êrîşî kurdan, komele û kargehên kurdan dike. Dikarîbû êrîşî biyaniyên din jî bikira. Nexweşekî çawa ye ku beriya deh rojan ji girtîgehê hat berdan û qet nehate tedawîkirin. Yanî dibe ku bi mejiyê nijadperest tevdigere, tev li rêxistiniyên bi wî rengî bûye, lê belê ev mirov girtî bû, diyar e ku li girtîgehê hatiye perwerdekirin, piştî ku derketiye jî bêguman ji aliyê polîsên Fransayê ve dihate şopandin. Lê belê nehate astengkirin û destûr jê re hat dayin ku komkujiyeke bi vî rengî bike. Ji xwe tê gotin ku bi wesayitekê hatiye û komkujî kiriye. Herhal wesayit li cihekî nêz disekinî. Wê xwe bigihanda û bireviya, lê dema ku welatparêzên kurd bi ser wî ve çûn nekarî bireve û kujer bi vî rengî ji aliyê kurdan ve hat girtin û radestî polîs û dewleta Fransayê hat kirin. Bêguman niha civaka kurd bi temamî, 50 milyon kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, dostên kurdan, hêzên demokratîk, hêzên azadîparêz, hêzên li çar aliyên cîhanê ji dewlet, emniyet û hikûmeta Fransayê dixwazin ku yên tev li vê bûyerê bûne, hêzên plan kirine aşkera bikin, lêpirsîn bikin, darizînin û li ser bingeha hiqûqê hesabê komkujiyê bipirsin. Ev yek daxwazeke mafdar e. Wekî din nabe. Bûyer bi rengekî din nabe bê nixumandin.

Gelek daxuyanî hatin dayin, hatin şermezarkirin. Ji raya giştî ya kurdan jî nirxandin hene. Dibêjin ‘Eger hesabê komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan bihata pirsîn, sûcdarê rasteqîn bihata aşkerakirin û darizandin, komkujiya duyemîn li Parîsê nedibû’. Her wiha dibêjin, ‘Eger hesabê êrîşên DAIŞ’ê yên li Fransayê bi rengekî rast û têrker bihata pirsîn wê ev bûyer nebûya’. Ev nêzîkatiyeke rast e. Komkujiya Parîsê ya duyemîn dewama komkujiya 9’ê Çileya 2013’an e. Êrîşên ku El Qaîdeyê li Fransayê kir, dewama komkujî û dagirkeriya li Kurdistanê ye. Nabe ku ji bilî vê yekê bêne nirxandin.

Wê demê ev hêz kî ye? Her kes baş zane ku dewleta Komara Tirkiyeyê, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Li Kurdistanê jî, Tirkiyeyê jî, Rojhilata Navîn jî, li tevahiya cîhanê jî îro ji bilî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, dewleta tirk û îstîxbarata wê ya bi serkêşiya MÎT’ê, kes fîşekê bernade kurdan. Neyartiya kesekî li kurdan nîne. Li herêmê û çar aliyên cîhanê sempartî û dostanî ji bo kurdan heye. Çima? Ji ber ku li dijî DAIŞ’ê li Şengalê li ber xwe da, li Mexmûrê li ber xwe da, li Kobanê li tevahiya Rojava li ber xwe da, ji ber ku dijminê mirovahiyê DAIŞ têk bir. Ya ku dijminatiyê li kurdan dike DAIŞ e. Dostê DAIŞ’ê jî AKP û MHP ye. AKP û MHP divê teqez ji DAIŞ’ê cuda neyên nirxandin. Tifaq û yekîtî di navbera AKP-MHP-DAIŞ’ê de heye. Çawa ku li bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê gelek komkujî kirin; mîna Komkujiya Pirsûsê ya 20’ê Tîrmeha 2015’an, Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an, her wiha komkujiya Amedê ya Hezîrana 2015’an ji aliyê tifaqa AKP-MHP-DAIŞ’ê ve hatin kirin, komkujiya 23’ê Kanûna 2022’yan a li Parîsê, êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û kuştina 3 welatparêzên kurd jî ji aliyê van hêzan ve hat kirin. Bila gumana kesî ji vê yekê tune be.

Ji xwe êrîş ne tenê li Parîsê hat kirin. DBP’î hemû hatin girtin. Li dijî HDP’ê doza girtinê dimeşînin. Bi dehan jinên kurd ên têkoşîna azadiyê dimeşînin li bakurê Kurdistanê hatin girtin. Yanî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê li Parîsê êrîşî kurdan dike û komkujiyê dike, di heman demê de ji Amedê heta bi Enqereyê, li her devera bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrîş dike. Bi dehan kurdan digire, qetil dike, dixe zindanê, îşkenceyê li wan dike. Îşkenceya li zindanan gihîştiye asta herî bilind. Tecrîda li Îmraliyê, zexta psîkolojîk û fîzîkî ya li ser Rêber Apo gihîştiye asta herî bilind. Li gel van hemûyan têne kirin. Dema ku mirov bala xwe didin van hemûyan, tetîkkêş kî dibe bila bibe hingî yên tetîk dane kişandin aşkera dibin. Ev yek di komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de jî bi heman rengî şênber bû. Wê demê hat aşkerakirin ku kujer ajanekî MÎT’ê yê di bin rêveberiya Hakan Fîdan de bû. Aşkera û belge bû ku ferman ji aliyê AKP a bi serkêşiya Tayyîp Erdogan ve hatiye dayin. Lê belê rêveberiya Fransayê ev veşart. Niha jî ya ku bûyer kiriye MÎT e, MÎT a di bin rêveberiya Hakan Fîdan de ye. Ji vê jî MÎT, îstîxbarata Tirkiyeyê û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê berpirsyar e. Divê her kes vê yekê bi vî rengî zanibe. Naxwe ma ev kes li girtîgehê bû dijminê kurdan? Çawa bû dijminekî welê yê kurdan ku di nava deh rojên piştî derketina ji girtîgehê de karîbû êrîşî Navenda Çanda Kurdan û kargehên kurdan bike. Çawa kurd ji yên din ewqasî cihê kir? Diyar e ku hatiye perwerdekirin û gelekî rêxistinbûyî ye. Bi kurtasî kurd û mirovahî bi êrîşeke qirker-mêtinger a faşîst a rêxistinbûyî û plankirî re rû bi rû ne. Bi taybetî xelkê Parîsê, civaka Fransayê bi rastî vê heq nake. Ne hêjayî van komkujiyan e, lê belê dibin qadeke komkujiyên bi vî rengî. Mirov zehmetiyan dikişînin ku di vê der barê de fikrê xwe bibêje.

Lewma bila kes nekeve nava nêzîkatiyên berevajî û nixumandina bûyerê. Civaka kurd û mirovahî ji dewleta Fransayê û rêveberiya Macron dixwazin ku berpirsyarên vê bûyerên aşkera bikin, hesab ji wan bixwazin. Wê bibin şopdarê vê yekê. Li ser vê bingehê wê kurd û mirovahî piştgiriyê bidin hewldanên bi vî rengî. Lê belê tu ji nêzîkatiyên ji bilî vê yekê wê teqez neyê qebûlkirin. Divê ev yek bi vî rengî bê zanîn.

Hesabê komkujiya 9’ê Çileya 2013’an jî, ya komkujiya 23’ê Kanûna 2022’yan jî wê teqez bê pirsîn. Gelê kurd û mirovahî wê bibin şopdarê vê yekê. Li ser vê bingehê em bang li rewşenbîrên Fransayê bi taybetî yên li Parîsê, şoreşger, demokrat, hêzên çep-sosyalîst, alîgirên demokrasiyê, dostên kurdan ên li Ewropayê û tevahiya cîhanê, hêzên demokratîk dikin ku berpirsayrê vê bûyerê aşkera bikin û hesab bixwazin. Bi navê gelê kurd û Tevgera Azadiyê em banga me û bendewariya me li ser vê bingehê ye.

Weke gelê kurd û Tevgera Azadiyê bêguman deh sal in me hesabê Komkujiya 9’ê Çileyê pirsî ne. Tevgera me gelekî bi pêş ket. Li dora komkujiya Parîsê, kurd, pirsgirêka kurd û Tevgera Azadiyê ya kurd veguherîn tevgereke global. Li çar aliyên cîhanê dostên me yên dilsoz çêbûn -ku me ev yek di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de dît. Di berxwedana yekîneyên enternasyonal ên li nava refên YPG û YPJ’ê de me di tevgera şehadetan de ya ku xwîn li gel hev dirijand, dît. Pêşketineke bi vî rengî çêbû. Her çend dadgeriya Fransayê hewl da ku bûyerê binixumîne jî, her çend hewl da ku hesab ji kujeran nepirse jî gelê kurd, jinên kurd, ciwanên kurd û dostên wan têkoşîna demokrasî û azadiyê li dijî siyaset û mejiyê AKP-MHP-DAIŞ’ê li her qadê bi xurtî bi pêş ve birin, her roj hesab pirsîn. Di nava 10 salan de pêşketina herî mezin a azadî û demokratîk pêk anîn.

Niha jî li dijî komkujiya 23’ê Kanûnê ev têkoşîn wê di heman çarçoveyê de û di asteke hîn bilindtir de bê pêşvebirin. Hesabê komkujiya 23’ê Kanûnê wê teqez ji berpirsyaran bê pirsîn. Têkoşîneke bi vî rengî ya hesabpirsînê wê mejiyê qirker-faşîst-mêtinger ê tifaqa AKP-MHP-DAIŞ’ê têk bibe, mirovahiyê bigihîne jiyaneke azad û demokratîk. Pêşketina demokratîk a pirsgirêka kurd wê têkoşîna ji bo çareseriyê li her qadê bi pêş ve bibe. Em ji vê yekê bawer dikin.

Li ser vê bingehê em bang li xelkê me yê li Parîsê û gelê me yê li derveyî welat dikin, her wiha tevahiya gelê me dikin ku helwesteke rast nîşan bidin û têkoşîneke rast bimeşînin. Di serî de hevrê Evîn em şehîdên me yên komkujiya Parîsê bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin, bang li gelê xwe dikin ku li dora şehîdên xwe bicivin, têkoşîneke xurt a tola şehîdan hilîne bimeşîne, heta hesab ji kujeran bê pirsîn têkoşîna azadî û demokrasiyê dewam bike, çalakiyan bike. Rêveberiya me li ser vê bingehê daxuyanî da, bang kir. Em tev li van hemûyan dibin. Ya ku dikeve ser milê gelê me, xwedîderketina li bîranîna şehîdan, têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser xeta serketinê bimeşîne.

Li ser vê bingehê, bêguman divê mirov nekeve nava helwestên erzan, nekevin xefikan û li hemberî nêzîkatiyên provokatîf baldar bin. Divê em bi ti awayî şaşitiyê nekin. Divê em rê nedin hewldanên provokatîf ku dixwaze me ji heqiyê bixin rewşeke neheq. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê di vê mijarê de bi hestiyarî û berpirsyarî tevbigere, bi baldar be, hesabê herdu komkujiyên li Parîsê bipirse, vê yekê jî li ser bingeha azadiya jinan û azadiya kurdan bi yekîtî û demokratîkbûnê pêk bîne. Banga me ya ji gelê me re li ser vê bingehê ye.

Weke PKK em ê bi gelê xwe re, bi dostên xwe re helwesteke bi vî rengî nîşan bidin. Bila kes ji vê yekê gumanan neke. Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Wê hesab ji kujerên faşîst bê pirsîn. Ev hesabpirsîn jî wê azadiya jinan, azadiya kurdan, azadiya mirovahiyê û jiyana demokratîk ji xwe re bike armanc û pêk bîne. Komkujiya Parîsê li ser vê bingehê wê hêrsa me û nerazîbûna me mezintir bike, hişmendiya me xurtir bike. Li ser vê bingehê em ê bi rê û rêbazên rast, têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û azadiyê bêhtir bi pêş ve bibin. Di vê çarçoveyê de şehîdên me yên komkujiya Parîsê careke din bi rêz û minetdarî bi bîr tînin, êşa gelê me û malbatan parve dikin, bang li gelê me û dostan dikin ku hesabê komkujiyê bi serxistina têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê bipirsin, ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar