Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kalkan: Li dijî êrîşan divê gelê me li her çar parçeyan bibe yek

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku armanca dewleta tirk ew e ku di çarçoveya ‘mîsakî millî’ de Kurdistanê kontrol bike. Kalkan got ku ya ku li Kurdistanê qirkirinê dike dewleta tirke û divê PDK ji bo berjewendiyên eşîrtî yên teng, nebe hevkarê qirkirina gelê xwe. Kalkan bang li hemû siyasetmedar û gelê kurd kir ku derdorên bi dijminan kurdan re hevkariyê dikin teşhîr bikin û li dijî dagirkeriyê bibin yek

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di beşa dawî ya hevpeyvîna xwe ya bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re qala dagirkeriya dewleta tirk a li dijî başûrê Kurdistanê û rola PDK’ê yê di dagirkeriyê de kir.

Kalkan di serî de bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a di hêla aborî, leşkerî û siyasî ya li başûrê Kurdistanê û wiha got: “Hin heval diyar dikin û dibêjin ‘Başûrê Kurdistanê bûye mêtingeha Tirkiyeyê.’ Serweriya TC’yê li Başûr heye, çi tiştên xurde û xerab hebin difiroşin başûrê Kurdistanê. Gelek leşkerên TC’yê li başûrê Kurdistanê hene. Di warê polîtîk de jî nikarin ji TC’yê re tiştekî bibêjin. TC çi bibêje ew dibêjin temam. Azadiyeke wisa tune. Gotin em ê dewletê ava bikin, nexwe ev dewleteke noker û teslîmbûyî ye. Jixwe ji sala 1992’yan û vir ve dewlet e. Ma dê hê çawa be? Ya girîng ne ev e ku mirov dewlet be, divê fikra mirov azad be, mirov helwesteke demokratîk nîşan bide û tevkariyê li pêşveçûna civakê bike. PDK her dem li hemberî TC’yê di rewşeke qels de bû. Di sala 85’an de tifaqa bi PKK’ê re xerab kir û ev tişt tavîzeke mezin bû. Piştî sala 92’yan jî ketin nav xeteke wisa. Di pêvajoyên sala 95 û 97’an de di êrîşên dewleta tirk de bûn hevkar. Bingeha pêşîn di peymana 92’yan de tê dayîn. Generalên tirk piştre di pirtûkên xwe de qala van tiştan dikin. Di 97’an de jî di navbera xwe de peymana parastinê dikin. Gotin ev peymaneke heta 10 salan e. Piştre di sala 2007’an de ciwanan gotin ‘Em artêşa tirk li başûrê Kurdistanê naxwazin’ û meşên berfireh li dar xistin. Rêveberiya herêma Kurdistanê ciwan dan sekinandin û bi TC’yê re peymaneke din çêkirin. 10 sal derbas bûbû, ji dêvila ku peyman betal bibû, artêşa tirk li başûrê Kurdistanê baregehên xwe yên leşkerî zêde kir.

Sermesele di sala 92, 95, 97 û 98’an de tifaq û operasyon kirin. Qaşo mutefîkên Tirkiyeyê bûn û li hemberî PKK’ê şer dikirin. Lê bila li bîranînên wan generalên tirkan bixwînin dê vî tiştî bibînin. Gelek general dibêjin ‘Ev operasyon ne bi tenê li dijî PKK’ê bû. Me him li dijî PKK’ê operasyon kir û me him jî xwest em PDK’ê bi xwe re girêbidin. Me li ser PDK’ê kontrol pêk anî û me êrîşî PKK’ê kir.” PDK vî tiştî nizane, fêm nake. DYA û TC çi bibêjin wî tiştî qebûl dikin.

‘Ger ku PDK xwedî helwest bûye dê ev qas qirkirin çênebûna’

Piştre şerê DAIŞ’ê hate destpêkirin. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn hate destpêkirin. Li hemberî Sedam hewldanên şer hatin destpêkirin. Bi vê re TC kete gelek cihan û xwe xurt kir. Li beşeke zêde ya Bêhdînanê hêza leşkerî ya TC’yê heye. Li hin cihan kontrol di destê PDK’ê de ye. Li ser rêyan PDK heye lê kontrola li çiyayan di destê TC’yê de ye. PDK’ê tifaqeke berjewendiyê ava kiriye, berê bi zarokên Sedam re bazirganî dikirin û niha jî bi zarokên Erdogan re bazirganiyê dikin. Di heman demê de başûrê Kurdistanê dikin cihê ku artêşa TC’yê lê xurt bibe. TC li bakurê Kurdistanê qirkirinê dike. Li hemberî Rojava û Başûr gefan dixwe lê li ser navê em bi PDK’ê re têkiliyan datînin, dixwazin li vê derê hêza xwe zêde bikin. Dixwazin li van qadan kurdan qir bikin. Di salên 90’î de dema ku TC’ê bi PDK’e re êrîşî PKK’ê kir, generalên wekî Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg rexne kirin, DYA bi ser wan de çû û piştgirî da AKP’ê û ew qels kirin. Erdogan jî got ku ‘Şaşiya herî mezin jî ev e ku me statuya li başûrê Kurdistanê nas kiriye.’ Beriya her kesî Erdogan li dijî referandûma di 25’ê îlona 2017’an derket. Bi Iraqê re dest bi operasyona hevpar kirin. Lê PDK diyar dike ku ‘ew mecbûr e û tu çareya wê tune ye.’ Ya rast ne wisa ye. Baweriyê bi hêza xwe nayîne. Kurdistan a ku azad dibe, êdî ji aliyê hêzeke din dibe mêtingeh. Di vê rewşê de tu îradeya PDK’ê nîne. PDK dibêje ‘Em neçar in, dema ku em bi Tirkiyeyê re têkiliyê daneynin, dora me digirin û em birçî dimînin.’ Ev ne rast e, berevajî vî tiştê ya rast ewe ku TC mûhtacî başûrê Kurdistanê ye. Di warê aborî, siyasî û leşkerî de wisa ye. Heke PDK helwesta xwe baş nîşan bida, dê TC’yê ev qas êrîş nekira. Dê êrîşî Efrînê nekira, dê êrîşî Şengalê nekira, dê êrîşî Xakûrkê û Biradostê nekira. Dê nekarîbûya Cizîr, Sûr û Nisêbîn bişewitanda. Dê ev hewldan nekira. Lê dibîne ku PDK dengê xwe nake, ew jî êrîş dike. PDK nikare bibêje ku ‘Ez nakim û tu berpirsyariya min tune’ lê berpirsyariya wê heye ku li hemberî van êrîşan derkeve. Ew rêveberiyeke kurdan in, ji ber vê jî berpirsyariya wan heye. Ji ber ku hêzeke siyasî ne, berpirsyariya wan heye.  Lê PDK naxwaze vê berpirsyariya xwe bibîne. Lê her kes vê rewşa PDK’ê dibîne û vê polîtîkaya PDK’ê hêza kurdan qels dike.

‘Dewleta tirk dixwaze kurdan qir bike’

Têkildarî radestkirina girên stratejîk ên li Kanîmasiyê ku PDK’ê radestî artêşa tirk kirin jî Kalkan ev tişt anî ziman: “Me jî êrîş nirxand, ji Efrînê heta Biradostê êrîş tên kirin. Aliyê xwe yê îdeolojîk, stratejîk, rojane û polîtîk ên êrîşan hene. Ji hemû aliyan ve me nirxand. Aliyê xwe yê îdeolojîk teqez ji bo qirkirinê ye. Ango dewleta TC dijminê kurdan e, dijberê kurdan e. Kurdan înkar dike, dixwaze îmha bike. Dixwaze kurdîtiyê bi temamî ji holê rake. Kurdan qir dike. Ji ber ku nikare kurdan bi temamî tune bike, destpêkê dixwaze kurdên ji xwe re metirsîdar dibîne, dixwaze kurdên PKK’ê tune bike. Êrîşî kurdên azad dike, dema ku ew lawaz kir, tune kir dê hingî kurdên din jî tune bike. Tayyîp Erdogan dibêje, ‘şaşitiyeke mezin bû ku statuya başûrê Kurdistanê hate qebûlkirin’. Ger ne ji zora PKK’ê be dê ji bo tunekirina statuya başûrê Kurdistanê êrîş bike. Ev teqez bi vî rengî ye.

‘Dixwazin Kurdistana Osmanî ji nû ve kontrol bikin’

Lewma aliyê îdeolojîk ê êrîşên TC’ê hene. Ya duyemîn, aliyê xwe yê stratejîk e. Dixwazin Kurdistana Osmanî ji nû ve kontrol bikin. Dixwazin xaka ku Mîsakî-Mîllî bi nav dikin bi dest bixin. Armanca êrîşên ji Efrînê heta Biradostê ev e. Dixwazin vê yekê jî di çarçoveya têkbirina îradeya kurdan de bikin. Ne ku mafê kurdan bidin wan, ne ku azadî û demokrasiya kurdan biparêzin, ne ku di nava biratiya bi kurdan re hin tiştan bikin; dixwazin di çarçoveya tunekirina hebûn û azadiya kurdan, bi qirkirina kurdan vê bikin. Ya ku li Efrînê kirin li holê ne. Qir kirin. Ger firsendê bibînin dê li başûrê Kurdistanê li her deverê vê bikin. Ji ber vê yekê dixwazin mirovên li Biradostê bidin revandin. Dixwazin vala bikin, wan deveran bê mirov bihêlin.

Li aliyê din dixwaze ji aliyê siyaseta rojane ve jî sûdê jê werbigire. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze xwe bispêre şerekî bi vî rengî û emrê dîktatoriya xwe ya faşîst a li Tirkiyeyê dirêj bike, xwe li ser piyan bihêle. Hilbijartinên xwecihî pêk tê, dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve, mûxalefet bi pêş ve diçe dixwaze mûxalefetê bitepisîne. Zemîna zext û terorê ya faşîst a li Tirkiyeyê bi van êrîşan diafirîne. Desthilatdariya xwe ya rojane dispêre vê, bi vê yekê li ser piyan dihêle û rêveberiya xwe didomîne. Aliyekî bi vî rengî jî heye.

‘PDK destekê dide van planên dewleta tirk’

Ev ne rewşeke ku neyê dîtin û neyê fêhmkirine. Lê belê PDK destekê dide van hemûyan, li dij dernakeve. Li dijî êrîşa li Efrînê derneket. Li hin deverên başûrê Kurdistanê bi 3 kîlometreyan, li hin deveran bi 5 kîlometreyan, herî dawî li Biradostê sala 2018’an bi 20 kîlometreyan ketibûn nava başûrê Kurdistanê. Her hal niha bi 35 kîlometreyan ketiye nava Başûr û dagir kiriye. Li dijî vê yekê tiştekî nabêje, berevajî destekê dide. Girên li Kanîmasî ji leşkerên tirk re hiştiye ku Kanîmasî bi 15 kîlometreyan li başûrê sînor e. Ango ne li ser sînor e. Berê jî sala 1998’an PDK’ê ew dever radest kiribû. Artêşa tirk tabûra Ertûşê bir wê deverê, piştre li wir bi cih bûn, xaka başûrê Kurdistanê bi dest xistin.

‘PDK’ê çi peyman bi dewleta tirk re îmze kirine divê îzah bike’

Tevî ku ev rastî ne jî helwesteke PDK’ê ya li dijî vê dagirkeriyê nîne. Dibêje ‘têkilî û tifaqa me heye’ û ji hêzên derve re jî dibêje, ‘çareyeke me ya din nîne, naxwe me ditirsîne û gefê dixwe’. Halbûkî kurd bibin yek dê artêşa tirk nikaribe gavekê jî biavêje. Ji aliyê siyasî ve jî dê nikaribe gavê biavêjin ji aliyê leşkerî ve jî. Hêzeke xwe ya welê mezin nîne. Lê belê ji ber ku kurd parçe ne, vê dike. TC lîstikan dike. Xwe pêşkêş dike, ji hêzên derve teknîkê werdigire, bi giranî bi vî rengî hewl dide ji mirovan xalî bike. Mîna li Efrînê kir qir dike, hêzên xwe yên çete lê bi cih dike. Hewl dide van deveran bike tirk, ji devera ku lê bi cih dibe dernakeve. Wê deverê dike tirk. Qir dike, dixwaze bi dest bixe. Li Kerkûkê hewl dide vê bike, li Şengalê hewl dide vê bike. Xwe dispêre hêzên ne kurd û dixwaze rêxistinbûneke li dijî kurdan li her qadê belav bike. Peymaneke berê ya PDK’ê tune bû ku ev yek ferz dikir. Peymana 1997’an sala 2007’an bi dawî bû. Piştre peymanên bi çi rengî kir, divê îzah bikin. A rast divê her kes vê daxwazê bike.

‘PDK dibe hevparê qirkirina kurdan’

Di mijdara 2007’an de hevdîtina Bush-Erdogan pêk hatibû. Em baş nizanin ku PDK yekser angajeyî wan peymanan bûye yana ne. Lê belê ne ku dengê xwe li dijî êrîşên qirker dernaxîne, destekê dide, hêzê dide û jê re dibe amûr. Di berdêla hin destkeftiyên aborî de bi nêrîna ‘Em ê li dijî PKK’ê bin’ bi hev re li hev dikin. Ev yek gelekî nebaş û çewt e. Di çarçoveya kîjan peymanan de tê kirin, divê bê lêkolîn û aşkerakirin. Divê berpirsyar vê îzah bikin, vebêjin. Em bi van hemûyan nizanin lê belê êrîşên niha tên kirin li pêş çavan e. Bi kêrî PDK’ê tê? Ev bi kêrî kurdan nayê, bi kêrî siyaseta kurdan nayê. Ji aliyê partiyê ve bi kêrî PDK’ê nayê, li berjewendiyên malbatî-eşîrî tê. Xuya ye qezenceke xwe ya madî heye, jê dixwin. Li berjewendiyên eşîrî tê. Berê jî şerê eşîran dikirin, dixwestin eşîrên li hemberî xwe têk bibin, lawaz bikin. Dijminê Biradostiyan bûn, dixwestin wan lawaz bikin û wê derê kontrol bikin. Dijminê Rekaniyan bûn, lewma bi ser Şêladizê ve çûn. Armanceke bi vî rengî xuya dike; Hin armancên TC’ê hene. Armanca xwe ya îdeolojî heye, qir dike. Armanca xwe ya stratejîk heye, dagir dike. Dixwaze Kurdistana Osmanî bi dest bixe. Armanca xwe ya siyasî heye, rêveberiya xwe ya rojane dispêre vê derê û di çarçoveya astengkirina yekitiya kurdan de dixwaze bike ku rêxistinên kurd li dijî hev şer bikin, kurdan lawaz bike û qir bike. Berjewendiya TC’ê ev e. PDK jî dixwaze hêzên li dijî xwe bi destê TC lawaz bike û xwe xurt bike. Bi desteka ji bo êrîşên TC dixwaze yên li dijî xwe lawaz bike û bi vî rengî xwe li ser pêyan bihêle. Bi destê TC’ê dixwaze derbê li hêzên li pêşiya xwe asteng dibîne bixe. Her du hêz jî hewl didin hev bi kar bînin. Lê belê rêbaza PDK’ê ya bikaranînê şaş e. Kurdan lawaz dike, dibe hevparê qirkirina kurdan, dibe sûcdarê qirkirinê. Dibe parçeyek ji qirkirina Kurdan. Azadîparêzî li aliyekî, bi vî rengî kurdîtî jî nabe. Ji ber vê yekê sekna xwe ya heyî divê îzah bikin. Rewşeke divê bê lêkolînkirin. Encamên xwe diyar in, lê xwe dispêrin ku derê? Peymanên bi çi rengî yên gemarî û veşartî kiriye, divê aşkera bibe.”

Helwesta li dijî hevkariya bi dagirkeran re

Têkildarî helwesta PKK’ê ya li dijî van hewldanên dagirkerî û hevkariya PDK’ê jî Kalkan ev nirxandin kir: “Em; tevger li ber xwe didin. Ji destpêkê ve me hebûna kurdan bi rengekî rast pênase kir. Piştre me baş dît ku azadiya kurdan bi çi rengî dibe û cesaret û fedakariya bidestxistina vê azadiyê afirand. Piştre me pênase kir ku demokrasiya kurd divê bi çi rengî be. Di çarçoveya konfederalîzma demokratîk, xweseriya demokratîk de me siyaseta demokratîk a kurd afirand. Me hebûn û azadiya kurdan derxistin holê. Me Şoreşa Vejînê ya Neteweyî bi ser xist. Me Şoreşa Azadiyê ya Jinê dan destpêkirin ku bingeha van hemûyan e. Me Tevgera Jinên Kurd ên Azad gihand wê astê ku pêşengiyê ji jinên tevahiya dinyayê re bikin. Ev hemû bûyerên girîng in. Lewma em ji aliyê îdeolojîk, siyasî, leşkerî û civakî ve li ber xwe didin. Em şerê hebûn û azadiyê dimeşînin. Rastiya PKK’ê ev e. Ji bo vê jî bi her awayî berdêlan didin. Tu berdêl ji bo me nabe sedem ku em di vê mijarê de paşve gav biavêjin. Berevajî îradeya me ya azadiyê xurtir dike.

Hemû partiyên kurd divê tev li berxwedanê bibin

Me heta niha domand, em niha jî didomînin. Em ê heta dawiyê jî bidomînin. Em ê ji bo azadiya bakurê Kurdistanê têbikoşin. Li dijî hêzên ku dixwazin başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê dagir bikin û qirkirinê bikin me li ber xwe dan, em li ber xwe didin û li hemû parçeyan bi desteka gelê xwe em ê li ber xwe bidin. Gelê me yê li Rojava jî piştgiriyê dide vê berxwedanê. Helwesta PKK’ê bi vî rengî ye. Em dixwazin hemû partiyên kurdan vê berxwedanê bidomînin, di çarçoveya afirandina azadî û demokrasiya kurdan de bidomînin. Em dixwazin hemû rêxistinên kurd tev li vê bibin, hem tev li berdêla wê bibin hem jî tev li şeref û rûmeta wê bibin. Lê belê ev nabe. Mesela PDK li şûna ku li dijî derkeve piştgiriyê dide. Li şûna ku dagirkeriya TC a li başûrê Kurdistanê red bike, deriyên xwe lê vedike. Ji bo şewitandina û valakirina gundan, ji bo bêmirovhiştina gundan piştgiriyê dide TC, çavên xwe lê digire. Mînaka herêma Biradostê li pêş çavan e. Dibêjin ’50 heta 100 gundî dê vala bikin.’ Lê belê li ber serê wan TC gelek gund vala kir, bi xwe kete wan gundan. Ewqas sivîl kuştin, lê tiştekî nabêjin.

‘Sivîlên ku di bin berpirsyariya wan de naparêzin’

Berevajî Mûstafa El Sadr aşkera kir; ‘Ev di çarçoveya tifaqê de dibe, ev tifaq ne ya qebûlkirinê ye’. Xuya ye di çarçoveya peymanê de destekê didin. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye, nayê fêhmkirin. Herî dawî sivîlan qetil dikin, ev yek li Biradostê li Qendîlê kirin. Rêveberî, çapemeniya PDK’ê dibêje, ‘Ji ber ku PKK heye vê yekê dikin. Di nava şerê bi PKK’ê re sivîl mirin’. Li Qendîlê kîjan leşkerê tirk heye, kîjan şer qewimiye ku sivîl bimirin! Şerekî bi wî rengî nîne, derewan dike. Dewleta tirk bi balafirên keşfê, bi balafirên şer li wesayîtên sivîlan dide û wan dikuje. Li pêş çavên mirovan sivîlên kurd dikujin. Komkujiyê li sivîlan dikin, komkujiyê li PKK’ê jî dikin. PKK’î jî mirov in, ew jî kurd in, bêguman divê mirov li dijî êrîşên li hemberî wan jî derkevin. Lê belê sivîlên ku dibêjin, ‘di bin berpirsyariya wan de ne’ naparêzin. Tevî ku şer li deverekê neqewimiye jî mîna ku li devereke bakur şer qewimiye nîşan didin. Ev hemû derew in û ne ya qebûlkirinê ye. Nikare vê yekê ji gelê Başûr re vebêje, nikare bi gel bide qebûlkirin. Gotinek heye ku dibêjin, ‘lêborîna xwe ji sûcê xwe girantir e’. Derî li êrîşên TC’ê vekiriye û tiştên ku ji bo hincetê dibêjin jî ji desteka ku didin bêhtir sûcekî giran e.

‘Yên sûcdar dagirkerin, faşîstin’

Dibêjin, ‘PKK heye, gerîla heye, li dijî êrîşên TC’ê li ber xwe didin, ji bo azadî û hebûna kurdan têdikoşin lewma dewleta tirk êrîş dike’. Yanî PKK nebe TC êrîş nake! Baş e rêveberiya Sedam Huseyîn jî êrîşî PDK’ê kir, êrîşî YNK’ê kir, li Helebçeyê komkujî kir. Çend caran Enfal kir, herî zêde ji Barzanî kuştin. Gelo wê demê Barzanî sûcdar bû? PDK-YNK sûcdar bûn? Wê demê em bêjin, ‘gelê Başûr daxwaza azadiyê dikir, Sedam ji ber wê yekê li wan da, ger daxwaz nekiribûya lê nedida, lewma yên daxwaza azadiyê kirin sûcdar in?’ Gelo qet sûcê kujer nîne? Sûcê êrîşkarê faşîst, qirkeran nîne? Ev ne tiştekî bê fêhmkirin e. Wê demê berpirsyarê komkujiya Helebçeyê kî ye? Helebçeyiyan ji ber ku daxwaza azadiyê kirin hatin qetilkirin. Naxwe ji ber sedemeke din nehatin kuştin. Di rewşeke wiha de gelo em ê Sedam sûcdar bikin, ya jî Helebçeyiyên ku daxwaza azadiyê kirin sûcdar bikin? PKK’î jî ji ber ku daxwaza azadiyê dikin tên kuştin. Di rewşeke wiha de gelo daxwaza azadî û hebûnê ya PKK’ê sûc e, ya jî kujerên ku PKK’ê qetil dikin sûcdar in? Divê mirov tespîta rast bikin. Gelê başûrê Kurdistanê û raya giştî ya dinyayê bi tiştên wiha nayên xapandin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî dê were wateya berevajîkirina rastiyê. Dê bibe înkarkirina rastiya xwe. Ji bilî hevkarî û teslîmkariyê nayê tu wateyeke din. Ev yek jî mirovan ber bi qirkirinê, ber bi koledariya ji bo serdestan dibe. Tu aliyekî vê nîne ku bê qebûlkirin. Kes vê bi vî rengî qebûl nake. Hincetên tên nîşandan ne yên fêhmkirinê ne. Bêguman ji ber ku PKK heye, ji ber ku bi navê kurdan daxwaza azadiyê dike TC a faşîst êrîş dike. Lê belê dema ku daxwaza azadiyê nekirin jî ji bo wan kontrol bikin, qir bikin êrîş kirin. Sûcdar faşîzm e, qirkerî ye, mêtingerî ye. Sûcdar dagikerî û kujerî ye. Divê ev yek bê dîtin. Ti hincet û wateya xwe nîne ku dijmin maffdar bê nîşandan, ji xwe nêzîkatiyeke wiha nayê qebûlkirin. Nepêkane ku PDK vê yekê bi raya giştî ya Kurd bi mirovahiyê bide qebûlkirin.

‘Dê hesaba her êrîşa qirker bê pirsîn’

Lewma em rastiyan destnîşan dikin, em ê destnîşan bikin. Di çarçoveya van rastiyan de ji bo azadiyê çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Di çarçoveya vê ferasetê de em ê bikin. Em ê bi propagandayê bikin. Bi rêxistinbûnê bikin. Bi siyasetê bikin. Bi dîplomasiyê bikin. Bi aboriyê bikin. Bi leşkeriyê bikin. Me heta niha di xeta fedaîtiyê de li ber xwe dan, em ê ji niha û pê ve jî li ber xwe bidin. Em ê ji bo azadî û hebûna kurdan a li hemû parçeyan li ber xwe bidin. PKK hêzeke hebûn û azadiyê ye. Ji bo hebûn azadiyê hêza berxwedana di xeta fedaîtiyê de ye. Hêza xweparastinê ya hebûnê ye ya kurdên azad e. Me ev rastî heta niha domand, ji niha û pê ve jî em ê bidomînin. Dê hesabê her êrîşa qirker-faşîst bê pirsîn û tol bê hilanîn. Hêza vê darizandina dîrokî di Xeta Azadiyê ya Kurd de ye. Wezîfeya vê darizandinê çawa ku heta niha kir wê ji niha û pê ve jî bike.”

‘Gelê kurd divê hîn bêhtir rewşa heyî ji cîhanê re vebêje’

Kalkan di berdewamê de jî qala helwesta başûrê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê kir û wiha domand: “Pêwîstî zêde pê nîne ku ev yek gelekî bê vegotin, ji ber ku her tişt aşkera ye. Ya ku hatiye kirin êrîşeke qirkirinê, komkujî ye ku sûcdariyeke gelekî neheq e. Kes nikare bêje, ‘Min nedît, fêhm nekir ku dewleta TC xwest çi bike, çi kir.’ Bi rengekî vekirî dibêjin, heqaretê li kurdan dikin. Bi her rengî zilmê dikin, komkujiyê dikin. Jê re jî gotinek dîtine û dibêjin, ’em terorîstan qetil dikin.’ Kurdan hemûyan terorîst dibînin, her kesên ku daxwaza azadiya kurdan dikin terorîst dibînin, piştre jî dibêje dikarî her tiştî bi terorîstan bike, bikuje, bigire, heqaretê lê bike. Bi vî rengî ji xwe re maf dibîne ku her tiştî bikin. Beriya her tiştî divê gelê me bi vê zanibe. Divê em hîn bêhtir ji mirovahiyê re qala rewşê bikin. Ji bilî xwezanekirin, birêxistinkirin, şerkirin û berxwedanê çareyeke din nîne. Li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava rewş bi vî rengî ye. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat wiha ye. Divê her kes vê baş bibîne.

‘Kurd dê li dijî êrîşên qirkirinê serê xwe netewînin’

Belê di têkoşînê de dibe ku kêmasî hebin, şaşitî jî dibe ku hebin lê belê êrîşên dijmin ne ji ber şaşitî û kêmasiyên me ne. Şaşitî û kêmasiyên me di têkbirina wan de dibe ku lawaziyê diafirîne. Lewma beriya her tiştî divê em rastiya dijmin baş nas bikin. Dijminê me qirker, faşîst û mêtinger e û dixwaze me tune bike. Divê her kes vê fêhm bike. Wê demê em ê çawa hebûna xwe biparêzin, em ê bi xwezanekirin, bi rêxistinkirin, berxwedan û şer karibin biparêzin. Ev yek ji bo çar parçeyên Kurdistanê derbas dibe.

Bi taybetî li dijî êrîşên TC’ê bi qasî li Bakur divê li Başûr jî, li Rojava jî li her sê parçeyên Kurdistanê gel bi jin, ciwan, extiyar, karker û kedkarên xwe, bi hêzên azadiyê û hêzên siyasî hemûyan li dijî êrîşkariya faşîst-qirker berxwedana hebûn û azadiyê bidomîne.

Di vê çarçoveyê de em dibêjin; bila her kes rastiyan baş bibîne. Daxwaza jiyanê baş e, lê belê qanûnên jiyanê hene. Ji bo hebûn û jiyaneke azad divê mirov faşîzmê, mêtingeriyê, qirkeriyê ji aliyê zîhniyet û leşkerî ve têk bibin, li dijî wan li ber xwe bidin, ji bilî vê yekê mafê jiyanê li vê dinyayê nîne. Sîstema desthilatdarîperest û dewletperest rastiyeke bi vî rengî afirandiye. Wê demê em ê xwe hîn bêhtir şareza bikin, bi rêxistin bikin, bibin yek û hîn bêhtir bi rêbazên afirîner li ber xwe bidin, şer bikin. Divê em li dijmin bidin, dijmin lawaz bikin ku bibin xwedî mafê jiyanê. Em naxwazin kesî tune bikin û bi vî rengî hebûna xwe bidomînin. Xeteke kurdan a bi vî rengî nîne, lê belê bêguman dê kurd serê xwe li ber hêzên ku dixwazin wan tune bikin jî netewînin. Divê Kurd êrîşkariya ku dixwaze wan tune bike têk bibe ku karibe bi rengekî azad bijî. Rastiya mijarê ev e.

Armanc dagirkirina Kurdistanê ye

Lewma, belê heta demekê êrîşên TC’ê li dijî gelê bakurê Kurdistanê bûn. Lê belê niha her kes dibîne ku bi qasî Bakur, li dijî gelê Başûr e, li dijî gelê Rojava ye. Efrîn dagir kir, dibêje ku dê rojhilatê Firatê jî dagir bike. Dibêje ku dê çeteyên xwe hemû, dijminên kurdan li wir bi cih bike. Ji 5 heta 10 kîlometreyan ketiye nava başûrê Kurdistanê û dibêje ‘ez ê hemûyan werbigirim, Şengalê werbigirim, Kerkûkê werbigirim, Silêmaniyê werbigirim’. Armanca xwe ev e, divê her kes vê bibîne.

Wê demê divê em çi bikin? Divê em vê rastiyê baş fêhm bikin. Ji yên fêhm nakin re vebêjin, em dijminatiyeke welê tund nekin, bi rastî jî em vebêjin. Divê mirov rêveber, kadroyên PDK-YNK’ê bigihînin asta têgihiştinê. Divê xwe ji rewşa ku tenê li berjewendiyên teng û biçûk difikirin rizgar bikin. Ger nikaribin bibin pêşeng, cesareta wan ji bo şer û fedakariyê nebe dê demê qet nebe bila nebin asteng. Ji wan bê bila destekê bidin. Ew jî baş e. Kes nabêje ‘bila bên fermandariyê bikin, peşengiyê bikin’. Lê nebin alîgirê dijmin, bi dijmin re êrîş nekin, berxwedanê asteng nekin. Li pêşiya gelê kurd, li pêşiya têgihiştina azadiyê, rêxistinbûnê û berxwedana azadî û hebûnê ya gelê bila nebin asteng. Heta ji wan tê bila teşwîq bikin, tev li bibin, qet nebe li wî refî bin. Divê em vê yekê bi vî rengî aşkera bînin ziman.

Banga ji bo gelê kurd

Divê gelê me di vê çarçoveyê de rastiyan baş bibîne, baş fêhm bike. Divê rastiya sîstema desthilatdarîperest-dewletperest, rastiya dinyaya heyî, rastiya qirker a sed sal in li kurdan tê ferzkirin rast fêhm bike. Beriya her tiştî fêhmkirin gelekî girîng e. Li dijî me dijminek heye ku dixwaze me tune bike. Divê ev bê dîtin. Ger berxwedaneke bi bandor bê nîşandan hingî êrîşkariya mêtinger-qirker dikare bê têkbirin. Azadî û hebûna kurdan dikare bê mîsogerkirin, serketin bê afirandin û têkoşîna PKK’ê ev yek gelek caran nîşan da. Pêşketinên li Başûr, Rojava û li Bakur ev yek bi rengekî vekirî nîşanî me da. Wê demê em çiqasî têbigihêjin, xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin em ê ewqasî bi ser bikevin, hebûn û azadiya xwe mîsoger bikin. Lewma divê em ji vê yekê û ji xwe piştrast bin. Ji bo vê jî cesaret, fedakarî, têgihiştin, rêxistinî û yekitî divê. Divê neteweya demokratîk di asta herî pêşketî de bê afirandin. Divê em bi hev re tevbigerin, di jiyana hevpar de di asta herî bilind de bibin yek, hêz û destekê bidin hev, yên di destê xwe de parve bikin û hêza xwe li dijî dijminê faşîst-qirker di berxwedanê de bi kar bînin. Ev şert e. Rastiya me ev e. Divê her kes vê bibîne. Wê demê jiyaneke erzan nîne, azadî û hebûn bi hêsanî mîsoger nabe, bi têgihiştin, rêxistinbûn û têkoşîna bi her rengê berdêlan dikare bê afirandin. Lê dema em ji bo vê têbikoşin em ê bi ser bikevin. Divê em bi vê piştrast bin.

Di vê çarçoveyê de bang li siyaseta kurd dikim ku yên bi TC’ê re di nava têkiliyê de ne teşhîr bikin, bikin ku dest ji vê têkiliyê berdin û li dijî êrîşkariya faşîst-qirker a TC helwesta hevpar nîşan bidin. Bang li gelê kurd dikim ku rastiyan baş bibîne, di xeta azadiyê ya Rêber Apo de bibe yek, xwe şareza bike, bi rêxistin bike, li dora Têkoşîna Azadiyê ya PKK’ê bibe yek, li dijî siyaset û zîhniyeta ku dixwaze me qetil bike, asîmîle bike bi rengekî yekitiyê li Bakur, Başûr, Rojava li her sê parçeyên Kurdistanê li ber xwe bide û bi ser bikeve.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar