Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kalkan: Pêdivî ye ku têkoşîn bêtir plankirî û rêxistinkirî be

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku desthilatdarên tirk her gava ku tengav dibin zilmê li Îmraliyê, gerîla, Rojava û siyaseta demokratîk dikin û got: "Bi rola dîrokî ya ku 50 sal in weke PKK’ê di bin pêşengiya Rêber Apo de bi rêxistin kirine rabin, hê bi hêztir û serkeftî di vê pêvajoyê de pêk bînin."

Kalkan di bernameya taybet a ku di Medya Haberê de hat weşandin de axivî û diyar kir ku ger çend kesên çep, sosyalîst, rewşenbîr, demokrat û hunermend mîna rojnamevan Merdan Yanardag helwestê nîşan bidin, wê pergala rejîma Îmraliyê têk biçe.

Kalkan got, “Ji tirsa xwe ew girtin. Eger yek-du kesên din jî wiha biaxivin, wê pergala Îmraliyê hilweşînin. Nikarin wiha bidomînin. Ji ber ku bêtir jê ditirsiyan, hewil dan Merdan Yanardag bi lez bêdeng bikin. Ev tê wateya ku ew gelek qels in. Ger bi hêz bûna wê vê yekê nekirana. Ji ber ku qels in zextê li Rêber Apo dikin. Her cara ku dixitimin an jî têk diçin, dixwazin bi zextê temenê xwe dirêj bikin, lê bê feyde; ew ê têk biçin!”

Kalkan her wiha destnîşan kir ku, ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzm û pergala qirker divê têkoşîn hîn bêhtir bi plan û rêxistinkirî were meşandin.

Kalkan anî ziman ku Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur di berdêla ketina Swêdê ya NATO’yê de bazirganî li ser kurdan kirin û got, “Di pêvajoya Lozanê de 100 sal berê mijara bazirganiyê Mûsil, Kerkûk bû; Niha jî endametiya Swêdê ya NATO’yê ye… Dixwaze bi hemû NATO’yê vê yekê bide qebûl kirin: Em ê Lozanê nûjen bikin, her kes wê qirkirina kurdan qebûl bike, NATO pişta min bigire û ji bo qirkirina kurdan destekê bide min. Ev tê ferzkirin! Eger ev yek pêk were, Peymana Lozanê ku bingehê hiqûqî û hêza siyasî ya yekemîn qirkirina kurdan pêk tîne, wê erka xwe bide NATO’yê. NATO wê bibe sîstema înkar û tunekirina kurdan. Li ser esasê NATO’yê wê di sedsala duyemîn de bi komkujiyan qirkirina kurdan temam bikin. Ev rewşek xeternak e. Ew ê civîna NATO’yê pêk were. Em di wê baweriyê de ne ku ne tenê li Swêdê, li NATO’yê jî dê aqilê hevpar bi ser bikeve. Ew ê vê ferzkirinê qebûl nekin.”

Nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan wiha ne:

Di serî de mîmarê berxwedana Îmraliyê Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Tecrîd 28 meh in didome. Ne tenê tecrîd e; agahî tune. Sîstema Îmraliyê bi xwe sîstemeke tecrîdê ye, sîstemeke îzolasyonê ye, sîstema qirkirinê ye. Tê gotin ku ji pirsgirêka kurd bingeh digire, saziya sereke ya qirkirina kurdan e. Ev nirxandinên rast in. 28 meh in agahî tune, bêtêkilîbûn heye. Mîna ku têkiliyên wî yên asayî hebin, lê karek nake, nizanim lê ne weke ku nikare siyasetê bike. Ti rêgezên hiqûqî nayên sepandin, hevdîtina ligel malbat û parêzeran tê asteng kirin. Bêtêkilîbûneke mutleq heye. Ev 28 meh derbas bû û berdewam dike. Hevrê Sebrî diyar kir; ev rewş wisa derbas nabe. Helbet derbas nabe. Dibêjin ‘em ê wisa bidomînin, wisa bidin ferzkirin; Bi PKK’ê, gerîla û gelê kurd wisa bidin qebûlkirin, bi jinan û ciwanan wisa bidin pejrandin. Hesab û hêviyên wiha dikin, lê ev xwe xapandine.

Divê mirov di jiyanek asayî de nebin’

Ji bo çalakiyan bangawazî hatin kirin; Em jî tevlî wan bangawaziyan dibin. Ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê divê rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Divê mirov di jiyanek asayî de nebin. Jiyaneke ji normalbûnê wêdetir, pêwîst e di nava têkoşînê de be. Helbet divê em têkoşînê di her alî de, li hundir û derve, siyasî û hiqûqî bidin meşandin. Me di bernameyên berê de jî gotibû; Têkoşîn dîwaran dişkîne, tecrîdê dişkîne, pergala qirkirinê hildiweşîne, faşîzmê têk dibe. Yanî zîhniyet û siyaseta qirker a faşîst tune dike, azadî û demokrasiyê misoger dike. Divê hûn ji vê yekê bawer bikin. Li ser vî esasî pêwîste têkoşîneke hîn bi bandor were pêşxistin. Pêdivî ye ku têkoşîn bêtir plankirî û rêxistinkirî be.

Lê pêwîste ev tişt jî bên zanîn: Merdan Yanardag bi lez hin rastiyan anî ziman. Ew girîng bû, em girîngî didinê. Li Îmraliyê tecrîd heye. Heye û ew pergal ne sîstemek hiqûqî ye. Ne hiqûqa Ewropayê, heta hiqûqa Tirkiyeyê jî naxebite.

Ger hiqûq li wir bimeşe divê Rêber Apo azad bibe. Ji hêla fizîkî ve jî, ev biryarek rast e. Nirxandineke rast e ji du sal bêhtire em dibêjin. Di sîstema Ewropayê de jî wisa ye. 25 salên xwe temam kir. Ev yek ji sala 15’an ve heye. Ev 10 sal in wisa ye. Ji aliyê qanûnî ve îsal xala dawî ye. Ew bi vê yekê dizanin, tiştê ku îfade dike jî ew e. Me jî van rastiyan diyar kir. Me bang li parêzeran kir ku bi erka xwe rabin. Em nikarin bibêjin ku qet li ber çavan nehat girtin, lê zêde bertek neda, encam negirt, qismî bû. Lê belê, divê ew bêtir be. Merdan Yanardag weke rewşenbîrekî vê rastiyê anî ziman. Wî çi got? Ya rastî li Tirkiyeyê her kesî vê rastiyê dibîne. Alîgirên AKP’ê jî, MHP’ê û CHP’ê jî dibînin. Hem sosyalîstên çep û hem jî Kurd dibînin. Lê herî zêde alîgirên AKP û MHP’ê dibînin. Ji ber ku ew vê pergalê dimeşînin. Lê ji nedîtî tên. Bi zanebûn vê yekê dikin û dixwazin pergalek wiha bidomînin. Merdan Yanardag di xalek wiha de derket û got, ‘Qral tazî ye”, “Dayê, binêre qral tazî ye!” Piştre qiyemet rabû. Rewşeke wisa hebû ku roja din ew bêyî pirs û darizandin xistin girtîgehê; gotin ‘tu çawa dikarî tiştek wisa bibêjî’ wey alîgirê PKK’ê ye, wey ez nizanim çi! Weke xayîn nîşan dan.

Divê parêzvanên hiqûqî pergala Îmraliyê lêkolîn bikin’

Hewl didin her kesî bitirsînin. Ev pir baş tê fêhmkirin, ne rewşeke ku neyê fêmkirin. Dixwazin bitirsînin, bidin pejirandin. Dixwazin rewşeke wisa biafirînin ku her cure daxuyaniyên li ser Rêber Apo, krîmînalîze bikin û bikin hêmaneke sûc. Ji ber vê yekê dixwazin van hemûyan sûcdar bikin û van êrîşên qirker ên faşîst bidomînin. Rastiya meselê ev e. Wekî din, tu bingehek wan ya qanûnî tune.

Divê parêzvanên hiqûqî pergala Îmraliyê lêkolîn bikin. Divê li derveyî welat jî û di hundir welat de bikin. Li gorî hiqûqa Ewropayê pergala Îmraliyê tê çi wateyê? Li gorî qanûnên komara Tirkiyeyê tê çi wateyê? Li gorî hiqûqa demokratîk tê çi wateyê? Li gorî exlaq, li gorî exlaqê civakî tê çi wateyê? Divê ev bên nirxandin. Divê hemû jî bibin mijareke pir girîng a nirxandin û analîzê. Wê demê rastî wê baştir werin dîtin. Dema ku mirov bibêje “qanûn naxebite” jî wê yekser nekaribin bavêjin girtîgehê. Rewş hatiye vê nuqteyê.

Bi rastî ez dixwazim vê yekê bibêjim; Kesê ku li Tirkiyeyê dibêje ez çepgir im, sosyalîst im, rewşenbîr im, demokrat im, hunermend im, divê karibe vê bibêje. Divê siyaseta demokratîk di asta herî jor de îfade bike. Ji ber ku ev pêdiviya demokrasiyê ye. Pîvana demokratîkbûna Tirkiyeyê meşandin pergala li Îmraliyê ye. Ji ber ku Îmralî bû rêveberî. Di sala 1987’an de rewşa awarte hate îlan kirin. Li Kurdistanê rejîma Awarte ava kirin. Tirkiye ketiye rewşek wisa ku bi rejîma Rewşa Awarte hatiye ragihandin. 10 salan wisa meşandin.

Piştî wê pergala Îmraliyê ava kirin. Vê carê bi rêya Îmraliyê hemû Tirkiyeyê weke dîktatoriyeke faşîst, mêtinger û qirker bi rêve dibin. Binêrin, ew di her tiştî de xuya dike. Rewşa zindanan çawa ye? Rewşa mirovan li derve çawa ye? Têkiliyên derve çi ye? Yanî hemû derfetên dewleta tirk û civaka Tirkiyeyê li ser esasê Îmraliyê ji bo qirkirinê tên bazarkirin û bi rê ve birin. Rewş hatiye vê nuqteyê.

Di vî warî de ez dikarim van tiştan bibêjim. Bi rastî me di van demên dawî de hilbijartinê derbas kir. Mînak ger Kemal Kiliçdaroglu karîba gotina ku Merdan Yanardag gotiye bibêje, ez bawer dikim ku ew ê niha bi serokkomar ba. Qet nebe jî, ew rêberek bû ku tiştekî alternatîf digot, siyasetek çêkir, yanî dikaribû rêgezek nû bide Tirkiyê. Lê ne karîbû bi ser bikeve, ne jî niha xwedî helwesteke wisa ye. Ev ji bo tifaqa Milet jî derbasdar e.

‘Hewcedariya Tirkiyeyê Bı Sartre’yan heye’

Me wê demê jî got; lewra bi rastî di vî warî de rêveberiyeke veşartî heye. Berê jê re digotin dewleta kûr ango veşartî. Ew ji aliyê dewleta kûr, hukûmeta kûr ve tê bikar anîn. Ji bo ku kes çavê xwe veneke û tiştekî nebêje ji her kesî re wiha tê kirin. Serdestî, dîktatorî, kontrol tam e. Zextên li ser çapemeniyê… Mînak piştî rojek-du rojan rojnamevanên ku vê rastiyê tînin ziman û nûçeyan çêdikin dê derkevin pêşberî dadger. Heta niha li ber xwe dane. Ez wan hemûyan silav dikim. Vê zîhniyeta faşîst, qirker siyasteke dijber qebûl nake. Rêveberiya Tayyîp Erdogan a niha bûye rêveberiyek wisa. Ji ber vê yekê divê li dijî wî bê seknandin. Her kesê ku li dijî vê desthilatdariyê ye divê bi rastî jî li dijî wan be. Ger hûn ne li dijî wan bin, hûn li dijî çi ne? Bi mijarên mîna li filan cihî pirsgirêkên aborî hene, li filan cihî toz rabûye; bi vana tiştek nabe. Em werin rastiyê, em ciddî bin. Tirkiye ketiye nava felaketeke pir giran û her ku diçe zêdetir giran dibe. Bi rastî jî wisa dewam nake. Ewqas zext wê biteqîne. Divê kes nefikire ku ew ê rawestin. Ji ber vê yekê diviyabû hinek deng bilind bibana. Mînak diviyabû me piştgiriyek mezin bidaba Merdan Yanardag. Kes dengê xwe dernexist. Hema hema kanala wî bi xwe jî hewl dide ku wê ji nû ve wekî “ew ne wusa bû” nîşan bide. Eyb e! Carekê wî gotinek got, em hêvî dikin. Mirovekî mêrxas e, li ser soza xwe dimîne. Bê dudilî çû zîndanê.

Pêdiviya Tirkiyeyê bi lehengên wiha heye. Hewcedariya wî bi (Jean Paul) Sartresan heye. Sartre bi helwest û derketina xwe şerê mêtingeriyê ya Fransayê li Cezayîrê rawestand. Pêdiviya Tirkiyeyê bi dengên wisa leheng, raman, rewşenbîr û demokratên rasteqîn heye. Di rewşa îroyîn de ji bo ku Tirkiye ji vî şerê bêdawî û xeternak rizgar bibe, pêwîstiya Tirkiyê bi piçekî demokratîkbûnê heye, ji xwe re rêzdar bibe, civak jî ji bo ku bi derfetên Tirkiyê pêgeheke geştir bi dest bixe, pêwîstiya wan bi dengên wisa mêrxas heye. Divê wisa be.

Me ev hêvî dikir. Me ew girîng, watedar dît, lê ji ber vê yekê ew ê heta kengî bidome? Dikare bibe Sartre? Divê piştgirî bi vî rengî ba? Ger hûn bala xwe bidinê, xuya dike ku ji faşîzma AKP-MHP’ê an jî faşîzma Tifaqa Cumhur a Tayyîp Erdogan a bi krîmînalîzekirina bi çewisandin û terorê ditirsîne pir zêde ye. Ax bila ne ez bim, çi dibe bila bibe ji min dûr bikevin… Divê ev bên şikandin û bên derbaskirin.

Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo mîna kaxezeke tûrnûsolê ye’

Bi taybetî derdorên çep, sosyalîst û hêzên demokratîk ên şoreşger divê pêşengiyê ji vê re bikin. Çawa wê bêyî ku me û Îmraliyê bibînin, li Tirkiyeyê siyasetê bikin û li Tirkiyeya demokratîk bigerin? Bêyî ku vê rastiya vekirî, qirker, faşîst û mêtingeriyê ya li hemberî Îmraliyê bibînin, bêyî ku li dijî wê rabin, bêyî ku wê hilnewîşînin, wê li ku derê demokrasî were Tirkiyeyê, wê çawa demokrasî were, wê çawa azadiyên wan hebin? Ne pêkan e. Wê sosyalîzm çawa çêbibe? Qet çênabe. Divê her kes vê wisa bizane. Me her tim got, civakê jî got. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo û rastiya Rêber Apo mîna kaxezeke tûrnûsolê ye. Bi aşkere dertêxe holê ku kî/ê çi ye, yan ne çi ye. Niha jî aşkere dibe. Tayyîp Erdogan çawa ji nû ve serokkomarî xesp kir? Ji ber vê bêdengî, vê helwestê xesp kir. Hingî ku ev hebe jî wê xesp bike. Divê her kes vê bizane û xwe lêpirsîn bike. Lewma divê werin helwesta rast û xwe hinekî rêxistin bikin. Wê demê wê têkoşîn çêbe û hilweşe. Ev gelek bê heq û bê qanûnî ye. Ditirse. Ji ber tirsê girt. Eger kesek yan du kes din bibêje, wê neçar bimîne ku sîstema Îmraliyê tune bikin. Wê nekarin bidomînin. Ji ber ku zêde jê ditirsin, evqas bilez hewl dan bifetisînin, hewl dan dengê Merdan Yanardag bibirin. Wê demê gelekî lewaz in. Eger xurt bin, wiha nakin. Ji ber ku lewaz in, li ser Rêber Apo zextê çêdikin. Hevalan aşkere kirin; di paşerojê de li Îmraliyê çi tişt hatin kirin? Her cure zilm û zext tê kirin. Em van dizanin. Ev yek ji ber tirsê ye. Dema ku her tengav dimînin, bindikevin dixwazin bi vê yekê temenê xwe dirêj bikin, lê bê feyde ye; wê têk biçin!

‘Bi Peymana Lozanê Nirxên Kurdistanê parçe kirin’

Her kes Peymana Lozanê dizane. Peymanek e ku herî qala wê hatiye kirin û hatiye nîqaşkirin. 24’ê Tîrmeha 1923’an hatiye îmzekirin. Pêşiya damezrandina Komara Tirkiyeyê vekiriye. Înkar û îmhaya kurdan aniye rewşa qanûnî, peymanek e ku qirkirina kurdan dayî destpêkirin. Weke encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn derket holê. Îngilistan û Fransayê pêşengî kirin. Bi tevgera Kemalîst re li hev kirin. Di rastiyê de ya beriya wê hebû; Sewr hebû, Mutarekesa Mondrosê hebû. Tevgera Kemalîst ew bê bandor kirin. Zorî li Îngilistan û Fransayê kir ku li Lozanê peymaneke nû were îmzekirin. Wê demê bi çi kir, bi piştevaniya kî/ê wisan kir?

Di fermandariya Kazim Karabekir de artêşeke Osmanî mabû, hinekî tiştên demokratîk di yên li Egeyê de hebûn. Mîna Çerkes Ethem… Lê hêza dînamîk a esas, hêza Kurd a li dijî dagirkeriyê bû, gelê kurd bû, bi piştevaniya gelê kurd çêbû. Heta ku Lozan îmze kirin heta asta dawî wisan tevgeriyan mîna ku her kesê digirin nava xwe û dikin yek. Lê piştî Lozan îmze kirin, pêvajoya dewletê ya neteweyî ya yek şexsî destpê kir. Dewleta bi zihniyet û siyaseteke wiha hat avakirin.

Piştî vê jî hêzên ku di rastiyê de Enetolî ji dagirkeriyê rizgar kirin û rizgarî pêk anîn, yek bi yek hatin tasfiyekirin û îmhakirin. Kazim Karabekir jî wisa bû. Ethemên Çerkesî jî wisa bûn. Ji xwe qet nehiştin Mûstafa Suphîler bikeve welat. Herî zêde jî êrîşî gelê kurd kir. Dîsa Mîsaqê Millî hat berovajîkirin. Amasya Tamîmî ji holê hat rakirin. Qanûna Sereke ya 1921’an, ji Kurdan re mûxtarî hat jibîrkirin. Daxuyaniyên Mûstafa Kemal ên têkildarî vê yekê, hatin jibîrkirin. Piştî wê li ser piştevaniya navneteteweyî pêvajoyeke nû ya qirkirinê destpê kir. Ev li Bakur qewimî, li Rojava, Başûr û Rojhilat qewimî. Sed sal in Kurd di bin êrîşeke bi vî rengî de ne. 100 sal in li dijî êrîşa faşîst, mêtinger û qirker li ber xwe didin. Bi wêrekî û qehremanî li ber xwe didin. Bi sed hezaran, belkû bi milyonan şehîd dane. Nîviya vê berxwedanê li parçeyên cuda, di berxwedanên di bin rêbertiyên cuda de qewimîn; niviya wê ya duyemîn jî bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê çêdibe. PKK û Rêber Apo mohra xwe li 50 salên dawî dixin, berxwedana ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş ketî mohra xwe lê dixe.

Lozanek çawa derxistin holê? Kurd kirin mijara bazirganiyê û wisan derxistin. Yanî qala meseleyên Kerkûk û Mûsilê hate kirin. Di navbera xwe de ji bo berjwendiyên xwe li ser Kurdan bazirganî kirin û li hev kirin ku Kurdan bigirin nava sîstema înkar û îmhayê. Nirxên Kurdistanê parçe kirin û ev tişt kirin. Ev gelek aşkere ye.

‘Erdogan dixwaze qirkirina kurdan bi hemû NATO’yê bide qebûlkirin’

Em dikevin salvegera 100’emîn a vê peymanê. Rêveberiya Tayyîp Erdogan û Tifaqa Komarê, sedsala duyemîn îlan ki, “Sedsala Tirkiyeyê” îlan kir. Dixwazin heman zihniyet û siyasetê bimeşînin. Yanî dixwazin heman sîstemê bidomînin û Lozanê nû bikin. Di rastiyê de li bin bazariya ketina Swêdê ya NATO’yê ev heye. Tê xwestin ku vê rewşê bi NATO’yê bidin qebûlkirin. Di pêvajoya Lozanê de beriya 100 salan mijara bazariyê Mûsil û Kerkûk bû, niha rewşa endamtiya Swêdê ya li NATO’yê… Rêveberiya Erdogan ev yek weke kozekî kiriye destê xwe de. Dixwaze bi hemû NATO’yê vê bide qebûlkirin: Em ê Lozanê nû bikin, her kes wê qirkirina kurdan qebûl bike, di bin navê terorîzmê de êrîşên tunekirina Kurdan ez ê pêk bînim, NATO wê piştgiriyê bide min, di aliyê siyasî û leşkerî de piştgiriyê bide, ti kes wê li hemberî dernekeve, her kes wê vê yekê qebûl bike. Her kes wê were xeta Lozanê. Yanî wê bibe hêza piştevaniya qirkirina Kurdan. Wê bibe hevkarê her tiştê ku dewleta tirk bi serê Kurdan bîne. Tişta tê ferzkirin, ev e! Di rastiyê de bazariya hatî kirin, ev e. Nizanim li wir qanûnên antîdemokratîk hene, hin Kurd hene; wê paş de bên şandin, nayên şandin, qala wê vê tê kirin. Ewane vale ne! Rastiyê wê ev e. Li ser vî bingehî muzakere û bazirganiyeke zêde heye. Rêveberiya Tayyîp Erdogan bi zorîkirina vê hewl dide bi Swêdê û NATO’yê jî vê bide qebûlkirin. Tişta tê kirin, ev e.

Peymana Lozanê wê karê xwe dewrî NATO’yê bike’

Eger niha wisan çêbibe, wê NATO bikeve cihê Lozanê. Peymana Lozanê wê karê xwe dewrî NATO’yê bike. NATO wê êdî heman karî bike, wê were rewşa înkar û îmhakirina Kurdan. Wê li ser esasê NATO’yê di sedsala duyemîn de jî, wê qirkirin û komkujiya Kurdan bimeşînin û temam bikin. Armanca dewleta tirk ev e. Teqez bazariyên hatine kirin li ser vî bingehî, bazariya Kurdan di vê çarçoveyê de tê kirin. Divê ev were zanîn.

Gelo NATO wê vê yekê qebûl bike? Ew qas endamên NATO’yê hene. Gelo wê bi qebûlkirina zihniyet û siyaseta qirker a faşîst ya ku ji Tirkiyeyê tê ferzkirin, bibin rêveberê vê yekê? Yanî NATO wê bibe hêzeke qirkirinê? Yekîtiya Ewropa wê bi zihniyet û siyaseta qirker a faşîst çêbibe? Swêd vê yekê qebûl bike? Me destpêkê got ku neyê kirin, lê gelek bazar kirin. Di navbera wan de, gef û zext hene.

Mînak dema ev tişt zêde bûn, li Swêdê Quran hat şewitandin. AKP û Tirkiye li pişt vê yekê heye. Mîna di 28’ê Sibata 1986’an de qetilkirina Olof Palme. Şev saet 10’ê hat qetilkirin. Siharê saet 6’ê rojnameyên Tirk manşeta “Gelo Kujer Apoyî ye?” avêtin. Em wê jî dizanin. Li pişt wê kontrgerîlayên Tirk hebûn. Bi hemû ve ne plana wan bû, lê di nav de bûn. Niha jî ji xwe Hakan Fîdan mirovê tiştên wiha ye. Her hal îcreata wê yeke destpêkê dixwazin li Swêdê vê yekê bikin, li ser Swêd û NATO’yê zextê çêkin û tiştên xwe bidin qebûlkirin. Ji ber ku me diyar ku sîstema Îmraliyê nekare bê meşandin, Rêber Apo divê bigihije azadiya xwe ya fîzîkî. Êdî ti qanûna Ewropa û qanûna Emerîkayê nikare vê bidomîne. Li ku dera cîhanê be, nikare bê meşandin. Eger ji dervey Rêber Apo kî/ê ba, niha sîstema navneteweyî hemû li ser piyan bû, ji ber ku dema mesele dibe Kurd ti kes nake. Ev yek wê heta kengê bidome? Kurd jî vê yekê teşhîr dikin, li dijî vê têdikoşin. Li dijî rêveberiya Tayyîp Erdogan li Kurdistan û Tirkiyeyê evqas deng derketin. Yanî Kurdan bi rêjeya sedî 75 rêveberiya Erdogan û Komara Tifaqê red kirin. Rêveberiya Tirkiyeyê ya îro ne rêveberiya Kurdan e, ne rêveberiya Kurdistanê ye. Çima Ewropa deng dernaxîne? Eger li cihekî din ê cuda be, wê qiyametê rakin. Niha hikûmeteke ku hatî redkirin, li ser Kurdan zilmê dimeşîne. Helbet wê li Îmraliyê jî qetlîamê bike, eger li hemberî vê deng dernexîne wê zihniyet û siyaseta xwe li ser NATO’yê ferz bike. Ev aşkere ye.

Komîteya li Belçîkayê daxuyanî da. Biryarên dadgehê yên berê jî wisan bûn. Gotin, em xeterî nabînin. Sala 2002’an Yekîtiya Ewropayê PKK kir nava lîsteya rêxistinên terorê. Kî/ê xwestiye? Dewleta Komara Tirkiyeyê! Qaşo agirbest heye. Yanî lêgerînên wan ên çareseriyê hene. Hikûmeta Ecewît e. Lê di wê rewşê de ji Ewropayê xwestiye ku PKK’ê bixe nava lîsteya terorê de û Yekîtiya Ewropayê jî qebûl kiriye. Beyannameya Mafên Mirovan a Ewropayê çima maye?

Dema ku kurd netêdikoşiyan, her cure zext û komkujî dikirin. Niha nikarin ewqas bikin. Hin dost hene, mirovên dirûst hene. Li cihên cuda ya cîhanê jî Rêber Apo bi hewldan, nirxandin û nêrînên xwe ji zû de e sîstema Îmraliyê parçe kiriye. Gihişt her dera cîhanê. Gihişt rewşenbîr, hunermend, karker, kedkar û jinan. Rastî nîşanî wan kir. Rastiya xwe jî bi wan da naskirin. Lewma her kes hinekî ronî bû. Zextê li ser çêdikin.

‘Em bawer dikin ku NATO vê ferzkirinê qebûl nake’

Sekreterê Giştî yê NATO’yê bi rastî jî eyp dike. Çiye, li Swêdê kesên li dijî vê yekê derdikevin hene. PKK vê yekê dide kirin. Çi eleqeya xwe heye? Ti pirsgirêka PKK’ê bi endamtiya Swêdê ya ji NATO’yê re tune ye. Dibe endam, dibe çi bila bibe. Lê nikare vê yekê li ser qirkirina kurdan bike. Nikare Kurdan bike bazara qirkirinê. Hemû tişta tê xwestin ev e, tişta tê gotin ev e. Tê gotin ku bila Ewropa, Swêd û NATO nebe hevkarê tiştên ku rêveberiya Tayyîp Erdogan li Kurdistanê pêk tîne. Rastî ev e. Çima hewl didin gotinê ji rastiyê dûr bikin? Bi temamî xapandinek e. Ti eleqeya xwe bi rastiyê re tune ye. Bazariyê dikin. Bazariya pere dikin, şerê berjewendiyê heye. Ji Tirkiyeyê çi distînin? Tirkiye çi dide van kesan? Di paşerojê de hûn dizanin, li Rojava jî sefîrên DYE’yê hebûn; çapemeniyê nivîsand ku bi Tirkiyeyê çi berjwendî û çi hevkarî kirine, deşîfre bû. Bila çapemenî lêkolîn bike van mijaran. Rewşek wiha heye yanî. Niha rewşeke xeter e. Wê civîna NATO’yê çêbibe. Em bawer dikin ku ne tenê li Swêd, li NATO jî wê hestiyarî serwer be. Wê vê ferzkirinê qebûl nekin. Ji xwe ferzkirina li Swêdê nayê kirin! Li NATO’yê hemûyê çêdibe. Eger wisa bikin, wê hinekî li cîhanê ji xwe re cih bibînin. Eger wisa nekin wê bi zihniyet û siyaseta heyî ya li Tirkiyeyê, ji bo Ewropa û Amerîkyê kengê û çi cure dîktatoriyên faşîst hebe û wê çawa bê rewşa beriya 70-80 salan, divê mirov têkildarî wê yekê bi fikar be.

‘Di nava pêncî salên dawî de PKK’ê ev berxwedan dewr girt’

Sed sal in kurd li dijî Lozanê li ber xwe didin. Bi pêşengiya Şêx Seîd li Amed, Elezîz, Bîngol û Bedlîsê li ber xwe dan. Piştre li Serhedê li ber xwe dan, piştre li Dêrsimê li ber xwe dan, li Rojhilat li ber xwe dan, li Başûr li ber xwe dan. Di nava pêncî salên dawî de PKK’ê ev berxwedan dewr girt. Rêber Apo berxwedaneke nû ya azadiyê temam kir, rêxistin kir. Ji berxwedanên berê ders derxist, hewl dan lewaziyên wan derbas bike. Li ser vî bingehî anî wê rewşê ku berxwedan 50 salan bêyî navber dewam bike. Wisan lê kir ku kes nekariyê. Ev gelekî girîng e. 50 salên xwe derbas kirin, berxwedanek wiha di sala 51’emîn de ye. Ev gelekî girîng e. Di dîroka Kurdistanê de cara destpêkê wisa çêdibe.

Demên girîng a berxwedana PKK’ê hene. Ya destpêkê derketin û partîbûna Rêbertî. Vê demê bingehê zihniyeta vê berxwedanê derxist holê. Têkoşîna li dijî zihniyet û siyaseta qirkirina mêtinger a li dijî Kurdan, derxist holê. Têkoşînên berê çima bi ser neketin; ew nirxand û berxwedaneke nû amade kir.

Dema duyemîn li hemberî vê yekê dema têkoşîna bi çalak e. Berxwedana Girtîgehê ya Mezin a sala 198’an ev dema duyemîn da destpêkirin. Berxwedana Mazlûman û Ferhatan pêşiya vê vekir, amade kir. Berxwedana ku wan dayî destpêkirin, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ber bi serkeftina îdeolojîk ve bir. Ev yek ji bo hemû partî, gerîla bangek bû ku vegerin welat. Banga çi dibe bila bibe divê berxwedan were kirin, bû. Ji xwe li ser bingehê rexnedayînê bûn. Hevrê Hayrî got, “Bila li ser kêla gora min, deyndar binivîsin.” Bû mîladeke berxwedanê. Îdîaya bi hebûna azad, zanebûn, îrade, biryardarî, cesaret û fedakarî derxist holê. Lewma PKK’ê biryardariya 14’ê Tîrmehê weke Biryardariya Rûmetê ya Neteweyî pênase kir. 14’ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Neteweyî îlan kir. Bi wê biryarê dîroka tunebûna Kurdan a di bin navê mêtingeriyê de, rawestiya û dîroka hebûna bi azad destpê kir. Biryareke mezin bû. Nirxandin û tespîteke gelek bi wate bû. Tarzek gelekî afirêner bû. Rêber Apo got, ji bo nûneriya xeta Partiyê çalakiyeke têrker e. Li ser vî bingehî berxwedaneke mezin çêbû û bi ser ket. Yek ji berxwedanên herî bi wate û mezin a dîrokê ye.

‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê 41 sal in hukmê Xwe îcra dike’

Lenîn dibêje ku; mezinahî û pîvana esas a çalakiyekê, bandora wê ya li ser dijberên wê diyar dike. Eger gotin ci cih de be, dijberên xwe jî bîne “îmanê”, ew çalakî ewqas mezin e. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji her alî ve çalakiyeke wisa mezin e. Ji ber ku vê astê de bandor kir. Kir ku Kenan Evren sûcê xwe li xwe mikur hat û got, “Ez nikarim bi ser bikevim. Li wir ên wisa hene ku tu serê wan bibirî, tu nikarî ji zanebûn û armanca wan dûr bixî.”

Şefê faşîst Tayyîp Erdogan di wê dema xwe ya lewaz de çû li wê deriyê ku ew berxwedan lê ye, hema bibêje mîna guneh derbixe giriya. Em van dizanin. Hewl da ji wir hêz bistîne. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê berxwedaneke wisa ye.

41 sal in li bin hemû geşedanan, îmzeya wê heye. Lewma Rojiya Mirinê ya Mezin 14’ê Tîrmehê çalakiyek e ku derbeya herî mezin li Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’an xistiye. Her du jî di meha Tîrmehê de çêbûn. Li dijî kesên di rojeke Tîrmehê de biryara tunekirina Kurdan dan, di germahiyeke din a Tîrmehê de li Amedê biryara bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin avakirina Kurdên azad hat dayîn. Ev jî biryara herî mezin a dîrokê bû. 41 sal in hikmê xwe îcra dike. Hîna her kes di bin zexta vê yekê de ye. Hîna bandora wê li ser civakê zindî ye. Divê em wisa bibînin û fêm bikin.

Li ser vî bingehî em dikevin salvegera 42’emîn de. Ez vê biryardariyê, Roja Rûmetê ya Neteweyî ya gelê kurd pîroz dikim. Ez vê çalakiya mezin di salvegera 41’emîn de silav dikim. Şehîdên mezin ên berxwedanê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ew rastiyên ku jiyan dikin in. Ew 41 sal in ji me re fermandariyê dikin. Yên rê nîşa didin, ew in. Tarzê têkoşînê yê PKK’ê û taktîka wê derxistin holê. Nîşan dan ku mirov dikare di şert û mercên herî zehmet de têbikoşe û bi ser bikeve. Weke tarzê vê fedayîtî avakirin. Ev karekî zanebûn, bawerî û berpiryariyeke mezin bû. Civaka Kurd, jin û ciwan bi van hêmanan perwerde kirin. Rêber Apo nirxandinên herî xurt, danasîn li ser berxwedanê kir. Encam jî li dijî Peymana Lozanê pêvajoyeke berxwedanê ya mezin destpê kir. Rewşeke gelek girîng bû, geşedaneke gelekî cidî bû. Divê em wisa fêm bikin û bi nirxînin. Em ê di sala 42’emîn de ruhê fedayî yê 14’ê Tîrmehê hîn zêdetir hilgirin, weke tevger û gel em ê li ser xeta berxwedan û serkeftinê ya 14’ê Tîrmehê hîn zêdetir xwe lêpirsîn bikin. Em xwe lêpirsîn dikin, nû dikin û perwerde dikin.

‘Ruhê fedayî yê 14’ê Tîrmehê bi gerîla re li lûtkeyê ye’

Biryara 14’ê Tîrmehê bi çalakiya rojiya mirinê serkeftin bi dest xist, hikmê xwe îcra kir. Pêwîst nekir ku kesek din binirxîne. Tiştek da desptêkirin û bû bangek. Rêber Apo, pêşengiya partiyê û gerîla bersiva vê bangê da. Pratîkbûna wê ya xurt a bingehîn, bû pêngava gerîla 15’ê Tebaxa 1984’an. Piştre destpêka salên 90’an gel bi pêşengiya jinan dest bi serhildanê kir. Ev jî pêngava neteweya demokratîk bû. Destpêka pêvajoya netewbûna demokratîk bû. Em ji vê re got, şoreşa vejînê ya neteweyî. Di heman demê de destpêka şoreşa azadiyê ya jinê bû. Ew jî gavekî mezin bû. Vê berxwedanê rejîma leşkerî ya faşîst 12’ê Îlonê têk bir. Zihniyet û siyaseta Peymana Lozanê di dawiya salên 1990’an de bi komploya navneteweyî êrîş kir. 25 sal in jî li dijî komploya navneteweyî, têkoşîneke azadiyê ya mezin heye ku bi pêşengiya berxwedana Îmraliyê didome. Rêber Apo ji her demê zêdetir ev têkoşîna azadiyê bi guhertina paradîgmayê li ser xeta polîtîk a îdeolojîk diyar kir. Tarz û taktîkên xwe pêş xist û weke pratîk jî bi berxwedana Îmraliyê pêşengî kir. Gerîla vê berxwedanê bi lehengî didomîne. Tevgerên me yên jin û ciwanan dimeşîne. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û yên ji dervey welat dimeşîne. Ev pêvajoy heta Şoreşa Azadiyê ya Rojava çû.

Niha gerîla ku ruhê 14’ê Tîrmehê û xeta fedayîtiyê dewr girtiye, li dijî Peymana Lozanê yekîtiya çalakiya siyasî û leşkerî ya herî xurt pêş xistiye. Ruh û xeta berxwedana fedayî ya 14’ê Tîrmehê niha li Zap, Avaşîn, Metîna û çar parçeyên Kurdistanê di gerîla de dijî. Heman ruh niha li lûtkeyê ye. Em ji vê re dibêjin ruhê fedayî yê Apoyî. Li ser vî bingehî pêşketin û zanebûna gerîlabûn û parastina cewherî heye. Niha têkoşîneke wisa jî çêdibe.

Pêvajoya derbasbûyî demekê bêçalakî çêbû. Dijmin li gorî vê tevnegeriya. Lê ew jî dema ku pêvajoya bi dawî bû, ji holê rabû û berxwedana mezin a gerîla didome. Yanî gerîla hem nûneriya xet û ruhê 14’ê Tîrmehê dike, hem jî li dijî Lozanê pêşengiya têkoşîna azadiyê ya mezin dike. Ev jî rastiyeke vekirî ye.

‘Têkoşîn wê hîn zêdetir pêş bikeve’

Biryardariya me ya navendî bîlançoya meha dawî da. Rêveberiya me ya KCK’ê ragihandibû ku 13’ê Hezîranê dawî li biryara bêçalakîtiyê hatiye. Ji xwe berê jî êrîşên dijmin hebûn, lê gerîla li dijî êrîşên piştre bîlançoya berxwedana ku raber kirî danî holê. Têkildarî êrîşên dijmin ên nû bîlanço li holê ne. Bikaranîna çekên taktîk nukleer û bikaranîna çekên kîmyewî wê hîn zêdetir dibe. Di nava vê mehê de nêzî 3-4 hezar bomberdûman hene. Dijmin evqas êrîşan dimeşîne. Li dijî vê berxwedana lehengî ya gerîla heye, derbeyên ku li dijmin xistî hene, şehîd hene.

Bi vê wesîleyê ez hemû hevrêyên ku li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe dane û şehîd bûne bi rêzdarî, bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Şehîdên leheng ên vê berxwedanê heta niha, nûneriya rastiyê kirine. Ji vir û şûn de jî wê pêşengiya ji pêşketina rastiyê re bikin. Em ji vê bawer dikin.

Rewşeke şer heye, rewşeke şer a cidî. Dijmin êrîş dike, lê hêzeke têkoşînê jî heye ku hesabê êrîşan dipirse û tola wê distîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê teqez vê rolê dilîze. Ev şer li herêmên Parastinê yên Medyayê ye, li hemû herêmên stratejîk ên Bakurê Kurdistanê ye. Ev şer li bajar û bajarokan e. Li bajaran tevgereke girîng heye. Milîsên HBDH’ê, şervanên YPS’ê, têkoşîna wan a bi piştevaniya ciwanan heye. Ev yek bi rabûna bêçalakîtiyê re hat rewşeke hîn diyartir. Çalakiyên serkeftî jî çêbûn. Ji Xakurkê heta Botanê, ji Metînayê heta qadên diyar ên Bakur. Me ev çalakiyên serkeftî pîroz kir. Me gerîlayên berxwedêr silav kir. Ez bi vê wesîleyên berxwedêrên li bajar û bajarokan jî silav dikim.

Faşîzm êrîşê kesên bi Kurdî stranan dibêje, dike. Êrîşî kesên dixwazin azad bijîn, dike. Êrîşî kesên mafê xwe dixwazin dike; li her derê komkujî heye, zext heye, zilm heye. Girtîgeh heta devê xwe hatine tejîkirin. Em di arîfeya 14’ê Tîrmehê de ne û bi ruhê 14’ê Tîrmehê bi berxwedaneke mezin li ser piyan dimînin û dijîn. Nûneriya wî ruhî dikin. Lê faşzîma AKP-MHP’ê mîna dîktatoriya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê ji bo ku mirovahiyê û şoreşgeriyê li girtîgehan bifetisîne, êrîş dimeşîne. Li dijî vê yekê wê berxwedana gerîla û parastina cewherî pêş bikeve û belav bibe. Wê têkoşîna gel pêş bikeve. Em ji vê bawer dikin. Li ser vî bingehî ez car din şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim, berxwedana gerîla û ya parastina cewherî silav dikim.

‘Lozan û zihniyeta qirker wê hilweşe!’

Di salvegera 11’emîn de ez Şoreşa Azadiyê ya Rojava silav dikim. Ez ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku ev şoreş pêş xistin, serkeftinê dixwazim û şehîdên mezin ên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Ev şoreş li dijî DAIŞ’ê şer kir. Mirovahî ji belaya DAIŞ’ê rizgar kir. Nêzî 10 sal in… Niha dibêjin em ê van çeteyan darizînin. Di rastiyê de ji xwe her roj tên darizandin. Çalakî û berxwedanên wan darizandinek bû, lê ji bo teşhîrkirina sûcdar û hevkarên wan helbet gelek tişt dikarin bên kirin. Girîng e, bi wate ye. Şoreşa Rojava teqez derbe li Peymana Lozanê xist. Ji vî alî de ji Başûr cuda ye.

Başûr bi rêveberiya heyî, bi rengekî dirêjahiya Peymana Lozanê, weke baskê 5’emîn ê siyaset û zihniyeta qirkirina kurdan li Kurdistanê cih digire ku tê xwestin dewrê NATO’yê were kirin. Ev gelek aşkere ye. Rêveberiya PDK’ê ya li Başûr ev hêza pêncemîn e.

Tu guman tune ye, dijberiyeke wê jî tune ye. Lê Rojava wisa ye? Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wisa ye? Na, ne wisa ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke ku li ser bingehê hilweşandina Peymana Lozanê pêş ketiye. Çend roj in nîqaş jî dikin. Bandorên Peymana Lozanê, wê çawa ji holê rakin nîqaş dikin. Girîng û bi wate bû. Her hal di rojên pêşiya me de wê nîqaşên cudatir jî hebin. Li dervey welat jî wê çêbe, derbarê wê daxuyanî hatin dayîn. Di salvegera 100’emîn a Lozanê de Kurd wê li ser bingehê yekîtiyê daxwaza azadiyên xwe bikin. Wê bêjin êdî bes e.

‘Şoreşa Rojava hem li dijî qirkirina Lozanê bû pêngavek girîng’

Lê êdî wê sedsala nû ne weke Lozanê be, ne jî Lozan wê karibe xwe dewrî NATO’yê bike. Berovajî wê hilweşin û têk biçin. Di vê wateyê de Şoreşa Rojava hem li dijî qirkirina Lozanê bû pêngavek girîng û hem jî li dijî zîhniyet û polîtîkaya mêtinger, qirker a ku Lozanê derxistibû holê, bû şikestineke mezin. Ev pir watedar, dîrokî, girîng e. Di rastiyê de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, xeta fedaî, tê wateya ku giyan bi beden bûye. Ji xwe ew jî di rojeke Tîrmehê de pêşket. Lozan jî di 24’ê Tîrmehê de pêk hat. Meha Tîrmeh jî pir girîng e. Berxwedanên herî mezin ên li dijî wan her tim di Tîrmehê de bûn, weke 14’ê Tîrmehê û 19’ê Tîrmehê. Em hêvîdar in ku ji niha û pê ve jî ev pêngava azadiyê bi awayeke hişmendî û rêxistinkirî, bi geşbûnê bidome. Wê encamên mezintir bi dest bixe. Wê şoreşê di aliyê bîrdozî û çandî de kûrtir bike. Ji aliyê siyasî ve ev yek wê bi xwe re têkoşîneke ku siyaseta zîhniyeta mêtinger û qirker ji holê rake, derxîne holê. Ya herî girîng jî ew ê xwe biparêze. Ji heftê heta heftê salî wê civak bi hişmendiya parastina cewherî xwe perwerde û birêxistin bike, li hemberî her cure êrîşan wê hebûn, ax û azadiya xwe biparêze. Ev hişmendî heye, di vî alî de pêşketin hene, daxuyanî hene.

Bala xwe bidinê, ji bo tunekirina vê jî êrîş hene. Qet nasekine. Çawa ku êrîş li ser gerîla tê kirin, li Îmraliyê zilm û çewisandin tê pêşxistin, li dijî Şoreşa Rojava jî her tim êrîşeke dagirkeriyê heye. Li Astanayê hevdîtin pêk anîn. Ji ber ku hewl didin ji Rûsya û Îranê hinek destekê werbigirin, bi awayekî NATO’yê bi xwe ve girêbidin, bi rastî jî vê yekê dixin nav bazariya Swêdê. Difikire û hewl dide geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake. Niha planên faşîzma AKP-MHP’ê yên bi vî rengî hene. Li aliyekê amadekarî ji bo êrîş û dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, li aliyê din jî hewl dide û amadekariya êrîşên nû yên dagirkeriyê li dijî Rojava dike. Em di ferqa wê de ne. Lê rojane bêyî ku guh bide tu rêgez û zagonan, bi êrîşan zextan dike û komkujiyan pêk tîne. Li hemberî wan berxwedan heye. Em hêvî dikin ku li hemberî van êrîşan têkoşînek bi zanebûn, rêxistinkirî û bi fêde pêş bikeve û divê pêş bikeve jî.

Di salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ez careke din gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikim, ji ber ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk anî, ji cîhanê re bû hêviya azadiyê, DAIŞ têk bir û mirovahî ji belayê DAIŞ’ê rizgar kir. Di xeta neteweya demokratîk de bi rastî pratîkeke pir girîng derxistin holê. Li dijî her cure zext û zordariya mêtinger û desthilatdariya mêtinger, hevgirtina komunal a demokratîk û jiyana gelan û mirovahiyê ava kirin. Ev tiştên nû, geşedanên wêrek, gavên girîng in. Em di wê baweriyê de ne ku di sala 12’an û şûnde wê bi aliyên xwe yên bîrdozî û çandî ve wê zêdetir kûr bikin. Ew ê sekna xweparastinê zêdetir pêş bixin. Û ew ê bibin parçeyekî girîng ê têkoşîna azadiya Kurdistanê û Peymana Lozanê ji holê rakin.

‘Pergala gerdûnî plana çalakiya hilweşînê dimeşîne’

Êrîş ne tenê li dijî siyaseta demokratîk pêk hatin. Li dijî Îmraliyê ye, li dijî gerîla ye, li dijî Rojava ye. Em baldar bin, dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur li her derê û ji her alî ve êrîş dike. Piştî hilbijartinê hewl dide bi misogerkirina sazîbûna xwe ya bilez êrîşeke qirker a faşîst a bi vî rengî ya topyekûn li ser pîvaneke gelekî pêşketî bi pêş bixe. Çima? Ji ber ku muxalefetek mezin hebû; Ji bo ku ev muxalefet xwe birêxistin neke, xwe nû neke, bi têkoşîneke bi bandor a ku dîktatoriya faşîst ji holê rake tevnegere, êrîşan pêş dixe. Desthilatdarî ji vê yekê ditirse û di nava tirsek mezin de ye. Ger wisa bibe, wê hilweşe. Hilbijartinê ev yek nîşan da û tevkariyên girîng jê re kirin. Ji xwe beriya wê jî têkoşîn hebû. Hilbijartin jî vê yekê xurt kir. Ger piştî hilbijartinê hemû parçe, gel, ciwan û siyaseta demokratîk bikevin pêvajoyeke nû ya têkoşînê, dîktatoriya faşîst dikare were hilweşandin. Bi wan gumanan êrîşên herî dijwar pêk tîne. Hemû derfetên di destê xwe de bi kar tîne. Guh nade tu qanûn û rêgezên exlaqî. Yanî faşîzma AKP-MHP’ê niha ji her alî ve êrîşeke bêheyane dimeşîne. Ev pir zelal e. Bi vî awayî divê em wê bibînin.

A rastî ev êrîş demeke tê pêk anîn. Hate fêmkirin ku ev plana ku jê re tê gotin plana çalakiya hilweşînê, ne plansaziya Tirkiyeyê ye; plana hêzên gerdûnî yên ku zihniyet û siyaseta qirkirina kurdan dimeşînine. Ji ber vê pergala gerdûnî dimeşîne. Koordînatorê pêkanîna pratîkî ya vê plana qirkirina kurdan û tunekirina PKK’ê Tayyîp Erdogan û AKP’ê ne. Ew koordine dikin. Êrîş ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin, ji aliyê MHP’ê ve, ji aliyê KDP’ê ve, ji aliyê HÛDAPAR KONTRA’yê ve tê kirin. Ya rastî ev hêzên tetikê ne, hêzên êrîşê ne. Divê em van zanibin.

Şerê li dijî gerîla ji aliyê çeteyên DAIŞ- MHP-PDK’ê ve tê meşandin’

Va ye “Doza Kobanê” tê dîtin. Ev doz ji aliyê Hizbulkontra ve hate vekirin. Em dizanin ku wan di salên 90’î de çi kir. Tayyîp Erdoganê ku niha weke kordînator ji nû ve hilbijart, girt aliyê xwe. Ji xwe PDK’ê di vî warî de bi kar tîne. Em dizanin ku çawa destek da DAIŞ’ê. Şerê li dijî gerîla ji aliyê çeteyên DAIŞ û MHP’ê ve tê meşandin. Li holê artêşek tune ye. Bi rastî êrîşeke çeteyan e heye. Kîjan artêş tê û di wan tunelan de êrîşên wiha dike? Kîjan artêş van tiştan bikar tîne? Ji bo ku cenazeyek jî nekeve dest, her tişt dike. Di sala borî de çi tişt qewimîn da ku kesek li Girê Medyayê bigirin? Hinekan ji bo ku cenaze nemînin, şewitandin, avêtin çemê. Ji bo ku nekeve dest. Ev her tim civakên berhevkirî ne. Ji ber vê yekê divê em pir baş bibînin û fêm bikin.

Wê rojê digotin; Cemaata Silêmanî ji ku derê dinyayê ez nizanim zarok direvandin û amade dikirin. Li Tirkiyeyê zarok her tim winda dibin. Em bala xwe bidin; bi rastî Tirkiye vê koçberiyê afirand. Teşwîq kir. Rêya sereke li Tirkiyê ye. Rojhilat ber bi rojava, başûr ber bi bakur, rojava. Dibêjin welatê herî zêde koçber lê tên Tirkiye ye. Tirkiye çi dike? Ji bo ku piştgiriyê werbigire koçberan ji bo Ewropayê wekî gef bikar tîne. Ma ew tenê ye? Ew hêmanên xwe yên girîng hildibijêre. Mîna ew leşkerê yenîçerî yê berê, dike çete û bi kar tîne. Li dijî gerîla bikar tîne, li dijî Rojava bikar tîne. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî gelan bikar tîne. Her cure êrîşên şerê taybet, zextan dikin. Bi wê dinyayê tehdîd dike. Ji ber vê yekê çete heye. Bi vî awayî divê em li meseleyê binêrin.

‘Erka koordîneyê dane Erdogan û AKP ne’

Ya ku me behs kir ev e, ev hêmanên çeteyan in. Ev çete pratîkê dimeşînin. Koordînator Tayyîp Erdogan û AKP ne. Siyaseta xwe organîze dike. Dibêje dewleta kûr. Dewleta kûr a bi navê hêzên derve ku di rastiyê de qirkirina kurdan weke zîhniyet û polîtîkayê dimeşîne, ev yek jî weke plana çalakiyê ya hilweşînê raxistiye pêş çavan. Tayyîp Erdogan teslîm girtin û koordîne bi wî dikin. Demek bi Demîrel jî dan koordînekirin. Wan Ozal hilweşandin û Demîrel anîn ser desthilatdariyê. Ji bo vê bû. Bi heman awayî şerê taybet ê faşîst, qirkirinê yê topyekûn bi koordîneya Tayyîp Erdogan tê kirin. Êrîşeke wiha heye.

Hin derdorên ku van tiştan nabînin û dîkat nakin, hene. Li gorî xwe PKK’ê sûcdar dikin. Hewl didin gerîla sûcdar bikin, hewl didin siyaseta demokratîk sûcdar bikin. Em van gotinan û xwediyê wan baş nas dikin. Ji 50 salan wêdetir jî nas dikin û têdikoşin. Rastiyeke tê zanîn e ku evane kî/ê ne, çi kirine, li dijî kî/ê têdikoşin. Lê siyaseta demokratîk jî xwe parast; got, ji vir nan ji we re dernakeve. Weke PKK ez jî diyar bikim; ji “nan dernakeve” wêdetir, ziman dirêjiya li berxwedana lehengî tê kirin ku ji Îmralî heta Zapê, ji Rojava heta Bakur li her qadê bi dayîna şehîdan tê raberkirin, beriya her tiştî xwe nas nekirine, yanî xiyaneteke mezin e. Mirov çawa dikare wisa bibêje? Mirov naxwaze gelek tiştan jî bîne ziman. Ji ber ku wateyek wê tune ye. Yanî nirxê wê tune ye.

Ez li vir bibêjim; PKK, gelê kurd, jinên kurd û ciwan her tiştê dimeşînin. Gelê kurd û PKK li ser piyan e. Yên hêvî dikin ku em bandor bikin yan paş de dehf bidin, vale vale hêvîd dikin. Xwe xapandin. PKK li ser piyan e, gerîla li ber xwe dide; PKK hemû berxwedanê rêxistin dike, êrîşan dişkîne; siyaset û zihniyeta qirker a faşîst teşhîr dike. Yanî heta niha PKK lewaz bû, yên êrîş kirin xurt bûn; ti encam negirtin. Niha PKK gelek xurt e, ew nikarin ti encamê bigirin. Bila hedê xwe bizanin û li cihê xwe rûnin, eger hinekî bikarin dirûst û bi namûs jî bin wê pir baş be. Ne tu marîfete ku sîxûrtiya wî/ê vî/ê bike, ji wir ji vir sê pênc qirûşan bigire xwe bide jiyîn. Em baş dizanin ku kî/ê çi dike, yan çawa dijî. Eger kar were teşhîrkirinê, kî/ê wê bi zirar derkevin li holê ye. Her tiştê me eşkere ye, yên bixwazin teşhîr bikin, bila kerem bikin. Lê em hinekan teşhîr bikin, rûyê wan namîne ku li vê cîhanê bijîn. Kar di vê astê de ye. Divê wisa nebe. Yên ji vî alî ve bi fikar in, tiştên wisa bandor kiribe, yanî di nava civakê de jî beşên cuda jî bila bandor nebin. Tiştek wisa tune ye. PKK têkoşîna azadiyê hîn xurttir dimeşîne. Siyaset û zihniyeta qirker û faşîst anî ber hilweşandinê. Ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye û vê yekê wê di demekî kurt de pêk bîne. Bi vê hêvî û baweriyê têdikoşe. Ji vî alî ve pêwîst nake ku mirov bi fikar be. Lê mesele helbet ne ev e. Tenê em bi fikar nebin nîn e, lê li aliyê din ji bo tunekirina kurdan êrîşeke nemerdane heye. Êrîşeke ku ti hiqûq û exlaq, hêmanê azadî û demokrasiyê nas nake. Rastî ev e. Ev êrîş didome, pêş dikeve. Em li dijî vê têdikoşin. Tu pirsgirêk di vê yekê de tune ye. Lê ev heye; divê mirov rastiya êrîşê baş bibîne, li hemberî wezîfe û berpirsyariyên xwe pêk bîne, bi tarzên nû hêzên hevgirtî dersîne holê û têkoşîna şoreşa demokratîk a antî-faşîst hîn xurttir pêş bixe. Pirsgirêk ev e yanî.

‘Em di serdemeke ku divê ciwanên Apoyî rola xwe bilîzin de ne’

Divê em çi bikin? Divê em rastiya xwe bibînin. Divê em xwe û dijmin baş nas bikin. Divê em êrîşên dijmin fêm bikin. Divê em hêza berxwedan, hişmendî, vîn, bawerî, şêwaz û rêbaza ku van êrîşan bişkîne pêş bixin. Divê em li gorî wê têbikoşin. Divê her kes têbikoşe. Gerîla li ber xwe dide. Rêber Apo têdikoşe û li berxwe dide, lê divê ji wan re tenê neyê hiştin.

Divê gel jî bi awayekî afirînertir têbikoşin. Divê siyaseta demokratîk bi bandortir be. Ev dema borî êdî nayê dirêjkirin. Pêwîste bi lez temam bibe û têkevin nava têkoşîneke wiha.

Ji hemûyan girîngtir; Bê guman jin li ber xwe didin, têdikoşin. Jin her tim li ser piyan in. Bi rastî ew pêşeng in. Ne tenê bi coş û kelecana xwe, ew di pratîkê de jî pêşeng in. Lê pêwîste hîn bêhtir bi zanebûn, bi rêxistin û bi bandortir bibe.

Ya sereke ciwan in. Helbet divê ciwan vê rastiyê baş bizanibin. Em di serdemeke ku divê ciwanên Apoyî rola xwe bilîzin de ne. Êrîşên faşîzan, qirker û îmhayê zêde ne. Ji ber vê yekê ji bo şikandina wan, divê em li her qadan berxwedana hebûn û azadiyê mezintir bikin, destên faşîst ên ku digihêjin Îmraliyê û digihêjin gerîla bişkînin. Ev jî erk û berpirsyariyeke mezin e. Dikeve ser milê ciwan, keç û xortên Kurdan. Dikeve ser milê ciwanên Apoyî.

Ciwan nikarin bi tiştên din re mijûl bibin. Hinek dibêjin tiryak e, ev û ew hene. Me ew ne asayî dît. Te çima zarokê xwe anî vê rewşê? Çima we tevlî gerîla nekir? Te çima tevlî têkoşînê nekir? Di têkoşînê de ev yek tune ne. Mirov bi zanebûn û azad dijîn. Bi rûmeta xwe dijîn û têdikoşin. Refên têkoşînê, hawîrdora gerîla derdoreke wisa ye. Yanî rewşên wisa hebûn ku paşde vekişiyan. Dijmin ji vê yekê sûd wergirt. Gotin ku faşîzma AKP-MHP’ê belav dike. Wê rojê 2 ton û nîv tiryakê tînin Tirkiyeyê. Navenda tiryakê. Ev rewşek eşkere ye. Her tim PKK’ê sûcdar dikirin, lê bi vê bazirganiya tiryakê re hemû şerê qirêj meşandin û pêşwazî kirin, derfetên xwe yê aborî zindî kirin. Wan van çeteyan xwedî kirin û hêj jî xwedî dikin. Serekê vê yekê Suleyman Soylu bû. Di vê wateyê de mafya derxistin asta herî jor.

Divê ciwan êdî li hember van hişyar bin. Divê wisa bi tenê nebe. Dijmin ji bo tunekirinê êrîş dike; Divê em gilî û gazinan nekin. Yên têdikoşin, yên bi bandor, yên ku encam digirin divê em bin. Ger dijmin lêxe divê em zanibin çawa tola xwe hilînin û bersivê bidin. Ciwanên Kurd wisa dibe, lehengî wisa dibe. Divê paş ve gav avêtin teqez nebe.

Di vê wateyê de ez bang li her kesî dikim ku li dijî êrîşên qirker ên faşîst têkoşînê bilind bikin. Bi taybetî jî ciwanên Kurd. Ez bang li ciwanên Apoyî dikim ku xwedî li erk û berpirsyariyên xwe zêdetir derkevin, bi rola dîrokî ya ku 50 sal in weke PKK’ê di bin pêşengiya Rêber Apo de bi rêxistin kirine rabin, hê bi hêztir û serkeftî di vê pêvajoyê de pêk bînin, bibin afirînerê serketinê û serkeftinê ji wan re dixwazim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar