Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a televîzyona Medya News de axivî û anî ziman ku di çalakiyên rojên dawî yên li Zap û Metîna de artêşa Tirk di dîroka xwe de derbên herî giran xwariye. Dûran Kalkan, da xuyakirin ku operasyonên şoreşgerî yên ji Girê Cûdî heta Girê Amediyê, Metîna û hemû qadan nîşan didin ku PKK’ê di sala 46’an de wê pêngavên çawa bavêje û got, “Çalakiyên gel jî dê vê yekê bişopîne. Gerîla dê van çalakiyên xwe berdewam bike.”
Nirxandina Dûran Kalkan bi vî awayî ye:
“Beriya her tiştî ez berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Di rewşa heyî ya tecrîdê de guhertinên nû nîne. Li Îmraliyê êşkence, tecrîd û qirkirin dewam dike. Li ser Rêber Apo her cure zext berdewam dike. Daxwaz û hewldanên parêzer û malbatan bêbersiv tên hiştin an jî bi tedbîrên dîsîplînê yên çêkirî re tên derbaskirin. Daxuyan û hewldana civaka hiqûqî ya der barê tecrîdê de ji aliyê rayedarên têkildar ve nayê dîtin û bihîstin. Kesên ku pergala Îmraliyê ava kirine û rêve dibin, rola sê maymûnan dilîzin. Ev rewşek eşkere ye. Hevkariyeke sûc heye. Me ev yek bi awayekî zelal eşker kiribû. Lê asta berxwedanê, van êrîşan jî derbas dike. Sekin û jiyana li Îmraliyê bi serê xwe berxwedanek e; Berxwedaneke ku rêya azadî û rizgariyê nîşanî mirovahiyê dide.
Kampanyaya azadiyê girîng e
Li aliyê din bêguman ya girîng ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê Cotmehê de kampanyayeke azadiyê ya cîhanî hat ragihandin. Ev kampanya li hemû qadan belav bûye. Bi rastî jî veguherî kampanyayeke azadiyê ya gerdûnî, veguherî tevgereke demokrasiyê. Hemû kesên dinirxînin bi vî rengî îfade dikin û vê yekê destnîşan dikin. Asteke girîng bi dest xistiye. Di vê pêvajoyê de di vî warî de pêşketinên nû çêbûn. Di esasê de rewşek ku em dikarin bibêjin ku mirovahî li ber xwe dide heye. Ji xwe gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan in. Lê belê mirovahî jî li ser piyan in. Li her çar aliyê cîhanê. Kampanya ji 10’ê Cotmehê ve belav dibe. Bi sedan sazî piştgirî û hêz dan. Her roj daxuyaniyên nû yên tevlîbûna pêngavê hene. Derdorên ku herî zêde ji aliyê mirovahiyê ve tên naskirin, rewşenbîr, siyasetmedar, derdorên hiqûqnas, akademîsyen, hunermend û ji hemû beşên civakê mirov hene. Hemû beşên ku em dikarin jê re bibêjin mejî, ruh û dilê mirovahiyê ye, beşdarî vê kampanyaya azadiyê bûn. Jin pêşengiyê dikin.
Di Konferansa Ciwanên Cîhanê ya hefteya borî de jî ev yek bi awayekî eşkere hate dîtin. Ciwanan di konferansa ku li Parîsê hat lidarxistin de ragihandin ku wan ev têkoşîn hildane ser milê xwe û wê ber bi serketinê ve bibin. Gotin: “Divê demildest niha Rêber Apo bê azadkirin.” Ev gavek pir girîng, mezin e. Ger ciwan û jin bi vî rengî xwedî li vê kampanyayê derkevin, bê guman wê ev têkoşîn mezin bibe, pêş bikeve û ber bi serkeftinê ve biçe. Ti kes nikare vê meşê rawestîne.
Dîsa gelek daxuyanî û beşdarbûn hene. Civak jî li ser piyan e. Ciwan û jinên Kurd ên li Ewropayê her tim di nava çalakiyan de ne. Her wiha parçeyên Kurdistanê, civaka me ya Rojava jî wisa ye. Li Bakur jî çalakî hatin lidarxistin. Têkoşîn bi Meşa Gemlîkê re dewam kir. Civakê helwesta xwe bi wayekî cidî nîşan da. Bi awayekî zelal bi daxuyanî û çalakiyên xwe nîşan dan ku ew çawa xwedî li Rêber Apo derdikevin, li dijî sîstema Îmralî, êşkence, tecrîd û qirkirinê ne. Ev yek pir girîng e.
Niha êdî deng ji zindanan jî tê. Ji xwe di zindanan de sekin û jiyan berxwedanek e. Girtiyên şoreşger ji bo tevlîbûna kampanyayê ragihandin ku wan jî dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine, di nava çalakiyê de ne û ew ê jî bi awayekî aktîf beşdarî vê têkoşînê bibin. Ji xwe bi sekna xwe, bi jiyana xwe, bi helwestên xwe yên rojane a têkoşînê bûn parçeyek vê kampanyayê, lê niha dibin parçeyek çalak a vê kampanyayê. Rewşeke pir girîng a belavî her derî dibe heye. Ev rewş bi pêngavên cuda berdewam dike. Li vir di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de jinan kolan tijî kirin. Daxwaza azadiyê kirin. Ango ew aliye ku herî zêde ji bo rizgariya jinê têdikoşe û felsefe û rêgezên wê yên bîrdozî bi awayekî herî zelal bi jineolojiyê derdixe holê. Hemû têkoşînên azadiya jinê di esasê de, têkoşîna li dijî pergala Îmraliyê, êşkence, tecrîd û qirkirinê ye. Têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Azadiya jinê û rastiya Rêber Apo di vê astê de di nava hev de yekbûnekê îfade dike.
Pîrozbahiyên salvegera damezrandina partiyê pêk hatin. Li her deverê gel kolan û qadan tejî kirin. Bê guman daxwaza herî girîng a derket pêş azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Civaka Kurd di pêşengiya jin û ciwanan de vê yekê li her qadê tîne ziman, helwesteke zelal nîşan dide û vîna xwe radigihîne. Ji xwe xwedî derketina li PKK’ê tê wateya xwedî derketina li Rêber Apo û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî ye. Di vê astê de pêşketin hene.
Di meşandina kampanyaya heyî de asteke girîng derket holê. Destpêka wê bi heybet bû. Belavbûna wê jî di wê astê de bû. Hewceye bi planên nû şêweyên çalakiyê bên berfirehkirin, cur be cur kirin û dewlemendkirin. Di vî alî de nîqaş hene, nirxandin hene, daxuyanî hene, di esasê de her aliyê ku beşdar dibe dewlemendî û cureyek cuda lê zêde dike. Yên ku kampanya organîze kirin û meşandin dan zanîn ku ew ê vê yekê bidomînin û gotin, “Em ê derbasî qonaxa duyemîn bibin.” Ew çarçoveya wê anîn ziman.
Ev kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd e, lê kampanyaya azadiya her kesî ye, kampanya azadiya cîhanî ye. Di çalakiyeke wiha de her kes bi fikir, ruh û dînamîzma wê xwe perwerde dike û azad dike. Ji ber vê yekê têkoşîneke mezin a azadiyê, pêngava azadiyê pêş dikeve. Ev kampanyaya ku her cure çalakî digire nava xwe, tenê bi dewlemendkirina çalakiyan dikare bê berdewam kirin. Em bawer dikin ku ew ê bi vî rengî pêş bikevin. Em di wê baweriyê de ne ku her beş bi bikaranîna derfetên xwe bi awayekî herî bi bandor, bi dewlemendkirina wan, bi cihêrengkirin û berfirehkirina awayên xwe yên çalakiyê wê çalakiyan pêş bixin.
Ev cara yekem e ku kampanyayeke wisa pêk tê. Ev kampanya, kampanyaya gel e û bindestan e. Kampanyaya jin, ciwan, karker û kedkar, rewşenbîr, sosyalîst, şoreşgeran in. Kampanyaya gelên azad e, yanî vîna gel derdikeve holê.
Vîna azad a gelan di asta cîhanê de mudaxaleya pêvajoyê dike. Di çarçoveya daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de, xwe bi armancek wiha ve girêdaye û vîna xwe daniye holê. Li pêşiya wê ti astangî nîne. Ew ê çiqas mezin bibe û pêş bikeve ji niha ve eşkereye. Li ser vê bingehê dê mezin bibe û pêş bikeve. Berî niha jî me anîbû ziman û daxuyanî hebûn. Di sala 46’emîn a têkoşînê de weke tevger em ê vê kampanyayê li her qadê berfireh bikin. Em ê weke gel vê bikin. Em ê weke tevgera jin û ciwanan bikin. Mirovahî xwedî lê derdikeve, em bawerin hemû gelên bindest ên cîhanê, jin, ciwan, hemû mirovahiya azad û demokratîk wê vê bikin. Yanî yekîtiyek wiha çêdibe, tifaqek çêdibe, pergala têkiliyan, pêkhatina ruhî ya hevpar, pêkhatina hestyarî, yekitiya raman, hevgirtineke derdikeve holê. Hevgirtina mirovahiyê… Hevgirtina herî demokratîk, herî azadîxwaz. Ev tê wateya cîhanek nû. Cîhana alternatîf e. Ji ber vê yekê, her tişt ne modernîteya kapîtalîst e. Ne yên ku komploya navneteweyî pêk anîn û meşandin. Ne yên ku 25 sal in li Îmraliyê bi tecrîdê re zilm û zordarî pêk tînine. Cîhan tenê bi wan nehatî avakirin. Belê, ew îro parçeyek ji cîhanê ne, lê ne bê alternatîf in. Yên ku îdîa dikirin cîhan heta bi heta wê wiha be, xapiyan. Dê wisa nebe. Cîhanek nû gav bi gav ava dibe. Gelek azadîxwaz, gelek demokratîk, gelek bi heybet, gelek bi coş û kelecan e. Ger hûn bala xwe bidinê, ev kampanyaya çalakiyê di dîrokê de kampanyaya çalakiyê ya herî balkêş e, bi coş û heyecanek mezin mirovan dikişîne nava xwe. Li ser vê bingehê spasiya hemû kesên ku beşdarî kampanyayê bûne û piştgirî-hêz dane wê dikim û li ser navê rêveberiya partiya me silav dikim. Ez di wê baweriyê de me ku ew ê di pêvajoya pêş de têkoşînê hîn mezintir bikin û bi hêza xwe dewlemendtir bibin û ji wan re serketinê dixwazim.
Em 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê weke cejna partiyê, Roja Berxwedana Neteweyî pênase dikin. Cejna partiyê û Cejna Berxwedana Neteweyî li hemû hevrêyên me, di serî de li Rêbertiya me, hêzên me yên gerîla, jin û ciwanan, gelê me û dostên me pîroz dikim. Ez hemû şehîdên me yên partiyê ku ji hevrê Hakî Karer destpê kir û heta hevrêyên di berxwedana Zapê ya dîrokî de bi lehengî şer dikin û şehîd dikevin, qehremanên me, afrînerên mirovahiya azad û Kurdên azad bi rêzdarî, hezkirin û mintetdarî bi bîr tînim. Ji hemû kesên ku di sala 46’emîn de ji bo azadiyê têdikoşin re serketinên mezin dixwazim. Ez jî di wê baweriyê de me ku ew ê bi ser bikevin. Sala 45’emîn a PKK’ê bi rastî jî di aliyê bîrdozî, siyasî û leşkerî de saleke têkoşîneke gelekî çalak û dijwar bû. Her kesî vê yekê dît û jiya. Her sala PKK’ê ya nû, bû saleke têkoşînê ya ku ji sala borî berfirehtir, mezintir, bi hêztir û tijî serketinê ye. Her sal ji ya berê zêdetir zehmetiyên wê hene û berfireh dibe. Dewlemendî û destkeftiyên wê jî zêde ne. Ev rastiyeke zelal e. Rêber Apo salên PKK’ê ji xwe bi vî rengî pênase kir. Lê got, bi PKK’ê re jiyan hîn xweştir e. Gelek mirovî û demokratîktir e. Ev rastiyeke eşkere ye. Di vê rewşê de hebûna PKK’ê jiyanê xweştir dike. Ew baş dike. Çima? Ji ber ku azad dike. Tê wateya azadkirin, bedewkirin û başkirin. Ji xwe Rêber Apo jî ev yek diyar kiribû. Gotibû “Yê ku têdikoşe azad dibe, yê ku azad dibe bedew dibe. Yê ku bedew dibe jî tê hezkirin.” Ev pîvana bingehîn a dîtina hezkirin û rêzgirtinê ye. Em ji vê re bibêjin pîvana Apoyî. Pîvana hezkirin û azadiyê ya Apoyî.
Niha di sala 45’emîn de bûyerên girîng çi bûn? Em bi plan, rêxistinkirî û amadekarî ketin sala 45’emîn. Em bi îdîaya têkoşîneke mezin ketin salê. Di zivistana par de li Zap, Avaşîn û Metîna ku wek navend bûn gerîla berxwedaneke mezin pêk anîn. Bi qehremanî şer kirin û derbên giran li dijmin dan. Helbet di zivistanê de em rastî bûyereke neyînî hatin. Di 6’ê Sibatê de erdhejek çêbû. Ew rewşek ku êş çêdike bû. Bi rastî jî weke tevger ji bo ku helwesteke hevpar a piştevaniyê pêş bikeve, me bêçalaktî ragihandibû. Heta hilbijartinê jî me vê bêçalaktiyê dirêj kir. Ev îspata hakîmiyeta me ya li ser şerê ku me dida meşandin, vîna me ya têkoşînê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên girîng ên şer bû. Em mîna hin kesan ne hêzeke ku hebûn, hêz û berjewendiyên xwe bi şer ve girêday bin. Bi kurtasî em ne baronên şer in. Lê baronên şer hewl dan bi zêdekirina êrîşên xwe bersivê bidin helwesta me ya bêçalaktiyê û kirin firesend ji xwe re. Êşên giran ên gel ji ber erdhejê piştguh kirin. Li aliyê din jî hewl dan biryara bêçalaktiyê ya Partiya me, biryara bêçalaktiyê ya tevgera me, çalakiya gerîla û pêkanîna vê biryarê, veguherînin firsendekê. Ew ewqas lewaz û acizîn û li pey firsetê ne. Lê tevî van hemûyan jî me sozên xwe di dema diyarkirî de bi cih anîn. Biryarên ku me girtibûn, me bi cih anîn. Wek tevger helwesta me ev e.
Hilbijartin mijarek girîng bû. Bû qada têkoşîneke mezin. Hin xeletî û nebesiyên cidî çêbûn. Her wiha ev yek zelal bû, encama hilbijartinê diyar bû. Ji xwe derketibû holê ku ger baş neyê organîzekirin dê encam bi vî rengî be. Tayyîp Erdogan xwe spart hêza xwe ya desthilatdariyê, her wiha rastiya şer û li gorî wê her tişt hat diyarkirin. Hilbijartin çawa hat kirin ew jî cihê nîqaşê ye. Bi her awayî ne hilbijartineke adil û wekhev bû. Di wê wateyê de ti encamek, yanî guhertina rêveberiya Tayyîp Erdogan derneket, lê derbeyên giran xwarin.
Gelê Kurd û hêzên demokratîk di nava yekîtiyê de ketin hilbijartineke baş. Nîşan dan ku ew hêza xwe diparêzin û bi awayekî eşkere vê îspat kirin. Gelê Kurd bi encamên hilbijartinê careke din helwest û daxwaza xwe ya azadiyê nîşan da û vîna xwe careke din danîn holê. Ew azadiyê dixwaze. Li hemû qadan, li Kurdistanê ev sekn derket holê. Di vê astê de bloka demokrasiyê, Bloka Azadiya Ked bi ser ket. Di rastiyê de careke din bi zelalî hate dîtin ku paşveçûn û qelsbûnek nîne, gel tevî van zext û zordariyan , vîna xwe parast û di daxwaza xwe ya azadiyê de israr kir. Niha jî têkoşîna piştî hilbijartinê dewam dike. Faşîzma AKP-MHP’ê ji nû ve veguherî faşîzma Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cumhur, xwe bi rêxistin kir û êrîşên xwe didomîne. Li ser vê bingehê bi êrîşan desthilatdariya xwe diparêze. Li hemberî vê berxwedaneke piralî heye. Me li hemberî van hemûyan li ber xwe da. Di aliyê leşkerî de gerîla li ber xwe dide û bi qehremanî pêşengiyê dike. Zap jî îspat kir. Nikarîbûn girekî jî bigrin. Artêşa tirk tevî hemû desteka ku ji NATO’yê digirin jî, Swêd û Fînlandiyayê ketina wan ya nava NATO’yê kir bazar û bi desteka leşkerî ya ku ji wir wergirtî, cardî nekarî girekî jî dagir bike. Li wir asê ma, nikare tev bigere. Xitimî ye. Navê operasyonê kirine tevgera kilîtê, ew bi xwe hatin kilîtkirin yanî xitimîn.
Pir zelal, şerê gerîla li her derê belav bû. Li hemû herêmên Bakur hate lidar xistin. Ev rewşek pir girîng e. Têkoşîna jin û ciwanan bi pêş ket. Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” pêk hat. Navenda wê Rojhilat û Îran bû û li hemû cîhanê belav bû. Helbet ev yek dirûşmek, perspektîfa derûnî û felsefeya ku ji aliyê Jîneolojiyê ve hatiye pêşxistin, îfade dike. Li cîhanê belav bû. Bû tevgereke azadiya gerdûnî. Belê di van demên dawî de hin derdoran komkujî pêk anîn, lê piştî ku zîhniyet çêbû, tevger pêş ket. Ev gelek zelal e.
Li aliyê din kampanyaya 10’ê Cotmehê heye. Bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd a li dijî êrîşên faşîst ên faşîzma AKP-MHP’ê kampanyayek bi heybet dest pê kir û hişt ku gelê Kurd û dostên wan bi hêvî, vîn û îdîayek mezintir bikevin sala 46’emîn. Ev serkeftineke mezin e, têkoşîneke stratejîk e. Em pê bawerin ku dê di vê astê de jî encamê bide.
Hin bûyer qewimîn, hin çalakî pêk hatin. Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê tevî ku ewqasî tê parastin, hevrêyên me Rojhat û Erdal li hemberî vê biryargeha zilmê û êşkenceya faşîst bêyî ku zerarê bigihîne kesekî din çalakiyeke serketî kirin. Dewleta Tirk ku ji mejiyê xwe ve derb xwar, ji bingehê ve hejiya. Ev yek tê çi wateyê? Hêza gerîla nîşan da. Îradeya ciwanên Kurd nîşan da. Hêrs û nerazîbûna mirovên kurd nîşan da. Yanî êrîş, zilm, mêtingerî, qirkerî û faşîzm li ku be wê li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Wê lê bê xistin. Ev yek hate nîşandan. Li hemberî vê yekê jî dijmin êrîşî Rojava dike. AKP bêçare ye. Bi êrîşa li ser Rojava, bi girtinan, bi sûdwergirtina ji xwîna xelkê Xezeyê hewl dide xwe li ser piyan bihêle. Kete rewşeke paşverû û bêexlaq. Bû sedema vê yekê. Ji sûcdarên sereke yên şer û rijandina xwînê ya li Xezeyê AKp ye. Hewl da ku ji vî şerî sûdê werbigire. Bi xwespartina li wê derê hewl da xwe xurt bike. Ewqasî xwe lawaz kir.
Destpêkirina sala 46’an destketiyên sala 45’an nîşan da ku dostên civaka Kurd, mirovahiya li çar aliyên cîhanê rastiya Rêbertî û PKK’ê çawa fêhm kiriye, çawa xwedî lê derdikevin, li ser xeta demokrasî û azadiyê ya Rêbertî û PKK’ê çawa têdikoşin. Ev destketiya mezin a sala 45’an bêguman bi salên dinr e hat. Lê belê herî dawî kmapanya 10’ê Cotmehê bi şênberî nîşan da ku PKK a beriya 45 salan bi komeke biçûk weke çepereke berxwedanê ava bû, veguheriye tevgereke navneteweyî. Çiqasî bibêjin rêxistina terorê ye, mîna Elmanyayê qedexe bikin jî hemû ji holê têne rakirin û têkoşîn li derveyî Kurdistanê belav dibe. Ne tenê herêmî dibe, ev tevgera azadiyê gerdûnî dibe. Têkoşîna azadiyê veguherand têkoşîneke gerdûnî. Yanî di sala 45’emîn de diyar bû ku PKK tevgereke demokrasî û azadiyê ya gerdûnî ye. Ev rewş eşkere bû. Bêguman bi carekê nebû. Pêşketinên beriya wê ev yek afirand. Şerê li dijî DAÎŞ’ê, şoreşa Rojava, têkoşîna azadiyê ya jinê, têkoşîna ciwanan, têkoşîna gerîla gav bi gav ev yek afirand. Lê belê di sala 45’emîn de xeta PKK’ê, paradîgmaya Apoyî êdî bû paradîgmaya xeteke global, rêya rizgariyê nîşanî bindestan hemûyan da, ji aliyê bindestan ve heta astekê hate fêhmkirin, pejirandin û li ser vê bingehê sekneke global, têkoşîneke navnteeweyî afirand.
Ev yek pêşketina herî mezin e. Me berê jî got, bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re mirovahî bi Kurdî dimeşe. Ji vê mezintir gelo pêşketinek dibe? Ji bo mirovên Kurd, ji bo mirovan, ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd tiştekî ji vê mezintir heye? PKK ku beriya 45 salan biryar li ser vê berxwedanê da, Kurdan ji ber zextê nikarîbûn bibêjin Kurdim. Ji şermê nikarîbûn bigotina. Ji nasnameya xwe direviyan. Nasnameya xwe vedişartin, bi otosansura qirkirina çandî tevdigeriyan. Vê yekê ev ruh, ev hişmendî hilweşand. Guhertineke bingehîn, şoreşa kesayetiyê, şoreşa mirovahiyê afirand. PKK’ê di nava 45 salan de ji Kurdên heyî Kurdekî ku pêşengiyê ji tevgera azadiyê ya cîhanê re bike afirand. Kurdistana ku veguherîbû zemînê paşverûtiya cîhanê, kir keleha azadiyê, kir pêşenga azadiyê. Gelo ji vê mezintir pêşketin dibe? Destketiyek ji vê mezintir heye? Nîne. Di sala 45’emîn de çi pêk hat? Çi misoger bû? Di sala 45’emîn de diyar bû yên digotin em ê tevgera Apopyî ya ku bûye xeteke navneteweyî hilweşînin, gotinên pûç dikin. Hemû pûç in. Tunekirina PKK’ê li aliyekî, lawazkirina wê jî nabe. Bala xwe bidinê, bi pêş dikeve û belav dibe. Ev yek wê hîn bêhtir bi vî rengî be û di dema bê de wê bi ser bikeve. Ti paşverûtî li pêşiya vê paradîgmayê, vî ruhî, vê hest, fikir û îradeyê nikare bisekine. Wê hemû hilweşin. Serketin wê ya vê xetê be.
Pîrozbahiyên îsaln ên Cejna Berxwedanê ya Neteweyî hinekî cuda bûn? Hinek cudahiyên xwe hebûn. Mirov ev yek bi şênberî didît. Coş, kelecan hîn zêde bû, îrade hîn xurt bû. Halbûkî li aliyekî ve ewqasî zext, zilm heye. Zilm heye, mirov têne qetilkirin, li kolanan bi her awayî heqaret tê kirin, zindan têne dagirtin, ber bi derveyî welat ve hatine sirgûnkirin. Zext û heqaret nemaye ku nehatiye kirin. Divê çi bibe? Divê bieciqe. Bêdeng bibe. Xemsar, bêhêvî bibe. Normal di encama vê yekê de yên ku zextê dikin jî ji bo vê dikin. Baş e rewşa şênber çi bû? Di pratîkê de berevajî vê bû. Xemsarî, lawazbûn, paşvekişandin li aliyekî, ber bi pêş ve gav hate avêtin. Hîn bêhtir têdikoşe. Coş hîn zêde ye, hîn xurt e. Hêvî hîn mezin e. Mirov xwe li êşê radigirin. Belê zilm, zext heye, lê li ber xwe didin. Berêlê didin lê belê encama vê jî bi dest dixin. Dibin xwedî ruh, hest û rêbazeke nû ya jiyanê. Bi pêş dikevin. Ev yek bi şênberî tê dîtin. Yanî coş, hêvî ji her demê zêdetir e. Pîrozbahiyên mezin li her derê bûn. Li çar aliyên Ewropayê têne lidarxistin. Vaye tevahiya Rojavayê Kurdistanê li ser piyan e. Li her qadê Kurd li cihê ku lê ne tevdigerin. Vê rojê pîroz dikin. Hewl didin PKK’ê fêhm bikin. Hewl didin rastiya Rêber Apo fêhm bikin. Hewl didin xwe bi fikir û ruhê PKK’ê xurt bikin. Dibe ku bi milyonan mirov di nava çend rojan de li ser piyan e. Ya ku ev rewş afirand berxwedana gerîla bû, berxwedana gel bû, paradîgmaya rêbertî bû. Kampanya azadiyê ya navneteweyî ya 10’ê Cotmehê ev rewş afirand. Ruh, îrade û hêviya kampanyayê mirovan ewqasî bi coş û kelecanî kir, daxist kolanan, daxist meydanan. Di destê her kesî de alên PKK’ê, bi stranên PKK’ê meşiyan. Gotinên Rêber Apo dubare dikin. PKK romaneke bêdawî, helbest, straneke bedew e. Gelekî bedew e. Komek ji jin ên ciwan bi rengekî eşkere tevlî bûn. Di salvegera partiya me de. Zekiye Alkan dema xwe şewitand çi gotibû? Gotibû, Newroz bi vî rengî tê pîrozkirin. Yên ku niha tevlî PKK’ê dibin vê yekê dibêjin. Dibêjin tevlîbûna li 27’ê Mijdarê bi vî rengî dibe. Cejna Partiyê bi vî rengî tê pîrozkirin. Bi vî rengî bersiv ji salvegera PKK’ê re tê dayin. Rewşeke gelekî hêja, cihê hurmetê ye. Hemûyan bi hurmet, bi hezkirinê silav dikim. Her kesên ku cejna me ya partiyê pîroz kirine, bi navê rêveberiya partiya me ez wan pîroz dikim. Sekn û helwesta wan silav dikim. Vê yekê hêzeke mezin da me. Me ev yek dît. Kes nikare vê civakê bi paş ve bibe. Ti zext, zilm, komkujî nikare ji armanca azadiyê dûr bixîne, nikare îradeya azadiyê bişikîne, lawaz bike. Ev yek di pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê de careke din hate nîşandan. Qadên gerîla jî tevlî vê bûn. Bi coş, kelecan, çalakî û merasîman jî tevlî bûn. Li hemberî yên ku dibêjin êdî nemane, xwestin bersiveke biçûk bidin. Rewş bi vî rengî ye. Ev yek cihê kelecan û hêviyê ye.
Ev yek çi nîşan dide? Têkoşîna sala 46’emîn wê hîn mezin bibe, wê hîn xurt be, bi rêbazên hîn dewlemend bê meşandin. Ji aliyê amûran ve jî wê hîn berfireh be. Wê li her devera cîhanê belav bibe. Ji xwe me got, em bi kampanya azadiyê ya navneteweyî dest bi sala 46’an dikin. Îsal li ser bingeha kampanya azadiyê ya navneteweyî wê bibe saleke têkoşînê. Li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd wê di asta seferberiyê de bibe saleke têkoşînê. Îrade û biryardariya 10’ê Cotmehê ev bû. Sala 46’an wê vê îrade û biryardariyê serwer bike. Bi pêşengiya jin û ciwanan gelê me, dostên me wê bikevin nava têkoşîneke bi vî rengî. Weke tevger, di serî de gerîla em ê têkoşîneke bi vî rengî di xeta serkretinê de bimeşînin. Nêzîkatiyeke cuda ya li vê yekê wê nebe. Dikarim vê yekê bi şênberî bibêjim. Armanca me xurtkirina kampanyayê û serxistina wê ye. Em ê encamê bi dest bixin. Ev tê çi wateyê? Her kes wê sekna xwe ya çalakiyê ya heyî mezin bike, bi pêş ve bibe, dewlemend bike. Têkoşîna demokrasî û azadiyê wê mezin bibe. Bêguman wê faşîzm derbê bixwe. Her kes wê li cihê lê ye bi çalakiyên xwe, wê derbê li faşîzma AKP-MHP’ê bixe.
Ji encamên hilbijartinên par tiştek bi dest neket, lê tenê bi hilbijartinê encam bi dest nakeve. Têkoşîn li her derê dewam dike, bi piralî dewam dike û ev têkoşîn xwedî wê hêzê ye ku faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne. Armanca me teqez ev e. Li ser vê bingehê em ê li her qadê têkoşînê bi pêş ve bibin. Bila her kes bi vê zanibe. Gerîlayên leheng, gerîlayên me wê pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin, wê bi çalakiyên hîn mezintir, bi operasyonên şoreşgerî derbên hîn giran li hêzên mêtinger, qirker û faşîzma AKP-MHP’ê bixe.
Gerîla bi rengê herî xurt û bi wate salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir. Ev yek ne bi merasîman an jî gotinên pîrozkirinê, tenê bi çalakiyan kirin. Bi çalakiyên herî dîrokî kirin. Ji 20’ê Mijdarê ve li Zap û Metînayê operasyonên şoreşgerî hene. Mirov dikare bibêje ku artêşa Tirk ji aliyê dîrokî ve yek ji derbên herî giran xwar. Bîlanço ji xwe li holê ye. Nikarin înkar jî bikin. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encaman hemûyan nîşan dide. Li hemû qadên serketinê ji Girê Cûdî heta Girê Amediyê, li hemû qadên Metînayê li ser hev operasyonên şoreşgerî, çalakiyên şoreşgerî hatin kirin. Derbên giran hatin xistin. Di çalakiyan de 10, 20, 40 leşkerên dijmin hatin bêbandorkirin, çalakiyên bi vê encamê hatin kirin. Ev hemû rastiyên li ber çavan e. Lewma hêz, çalakiyên gerîla yên sala 46’an bi vî rengî nîşan dan. Çalakiyên gel jî wê bêne lidarxistin. Gerîla wê vê xeta çalakiyê dewam bike.
Ev çalakî ji bo pîrozkirina salvegera damezrandinê kir. Weke pêşwazîkirina sala 46’an kir. Weke silavkirina sala 46’an kir. Lê belê ne tenê ev yek kir. Xeta çalakiyê ya sala 46’an destnîşan kir. Ya rast mirov dikare bibêje ku çalakiya Enqereyê ya 1’ê Cotmehê pêvajoyeke nû ya leşkerî da destpêkirin. Gelek çavkaniyên gerîla ev rewş bi vî rengî nirxand. Ev çalakî niha van hîn bêhtir bi şênberî nîşan didin. Li ser vê bingehê beriya her tiştî gerîlayên HPG û YJA Starê, di serî de Biryargeha Navendî hemû biryargeh û hêzên fermandariyê ji ber têkoşîna wan a serketî silav dikim. Çalakiyên ku ji 20’ê Mijdarê û vir ve li Zap û Metînayê têne kirin û derbên herî giran ên dîrokê li dijmin dixin, pîroz dikim. Van çalakiyan, serketina her kesên ku keda xwe tê de heye, bi navê rêveberiya me ya partiyê pîroz dikim. Şehîdan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Hate ragihandin. Hevrê Andok, hevrê Ciwan, hevrê Botan, hevrê Agît şehîd bûn. Bêguman şer bêberdêl nabe. Ne karekî welê hêsan e. Bîlanço bi gotinekê, bi çend hejmaran tê bilêvkirin, lê belê amadekirina şer, pêkanîna şer hêsan nîne. Divê zor û zehmetî, astengî ji holê bêne rakirin. Pêwîstî bi wêrekî û fedakariyê heye. Bi berdêlan dibe û ev berdêl ji aliyê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ve di xeta fedaî ya Apoyî de tê dayin. Heta niha 40 sal in hate dayin. Sala 40’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê bû. Îsal jî bi hêvî, îrade û biryardariyeke mezin dewam dike. Ev yek rastiyeke şênber e. Bila kes nebêje ku her tişt gelekî hêsan e. Rastiya gerîla divê baş bê fêhmkirin. Lewma divê bandora têkoşîna gerîla bê dîtin. Min berê jî got. Di sala 45’an de vê artêşê tevî ku hemû hêza xwe nîşanş da nekarî bi dest bixe. Bû yek ji wan salan ku artêşê piştgiriya herî zêde ji NATO’yê wergirt. Par bi şantajê xwest bi dest bixe. Bûyerên Swêd, Fînlandiyayê kir mijara bazariyê, bi bazariyên cuda hewl da bi her awayî piştgiriyê werbigire, lê encam li holê ye. Tevî piştgiriya bi her awayî ya xiyaneta PDK’ê encam li holê ye. Ya ku derkete holê çiye? Eciqandina artêşa Tirk bi operasyonên şoreşgerî tê çi wateyê? Tê dîtin ku gerîla wê bieciqîne, wan deveran paqij bike. Zivistana derbasbûyî gelek qad vala kirin. Niha hinek hesabê wê yekê dikin ku vê carê bi wî rengî tevnegerin, bi dest bixin. Guhertin kirine. Hin qaşo general daxuyaniyên bi wî rengî dikin. Heval agahiyê didin, biryargeh agahiyê dide di vê mijarê de. Çi bû? Eger tu xwe venekişîne encam wê bi vî rengî bibe. Hinek wê rabe te ji wir biavêje. Vaye hêza lêdanê, îradeya gerîla wan diavêje.
Yên ku bi rêveberiya Tayyîp Erdogan xapiyan e, yên bi pereyan vî karî dikin, yên ku ji bo rijandina xwîna Kurdan hatine van qadan bila baş bibînin bê karekî çiqasî nebaş dikin, bi pêvajoyeke çiqasî metirsîdar re rû bi rû ne. Eger aqlê wan heye bila dest ji vî karî berdin, xwe vekişînin. Her wiha yên ku xwe bi helwesta nokerî, xiyanetê û berjewendîparêz a PDK’ê xapandine, bila xwe vegirin. Yê bi aqil be wê xwe ji deverên ku artêşa Tirk lê ye vegire. Yên dixwazin xwe biparêzin wê jê dûr bikevin. Eger xwe jê dûr nexin, çalakiyên ku têne kirin nîşan didin ku wê li çi rast bên.
Em dibihîzin ku ji Bakur cerdevanan tînin. Dem bi dem têne guhertin, bi demên diyarkirî vê dikin. Ji her qada Bakur tînin. Ji Botanê heta Serhedê û deverên din, eger li gel artêşa Tirk PDK û cerdevan nebin nikarin li cihekî bisekine, nikare li cihekî bimîne. Niha qet nayê eşkerekirin ku bê yên heyî çiqas ji wan leşker in. Mînak, kêm jî be ji bo leşkeran dibêjin tegmenek, çawişek, serçawişek hatin kuştin, lê belê qet qala cerdevanan nakin. Halbûkî ew dever bi cerdevanan dagirtî ne. Pêwîstiyê pê nabînin ku wan eşkere bikin. Qîmetê ku rêveberiya AKP’ê ya ku xizmetê jê re dike, ev e. Lê belê van hêzan dest ji vê yekê bernedan. Bila ev derdorên cerdevanan rastiyê hîn baştir bibînin. Dawiya vê yekê nîne. Bila dest ji rijandina xwîna Kurdan, dest ji şerê li dijî azadiya Kurdan berdin. Bila nebin amûrek ji êrîşên dijmin re. Bila nekevin nava van lîstikan. Bila li hemberî gerîla şer nekin, êrîş nekin. Yanî ev yek ji bo berjewendiya wan e. Eger wê bibin parçeyek ji civakê, di nava vê civakê bijîn, divê bi vî rengî bin. Vê yekê dikarin weke bangekê jî binirxînin. Eger bi vî rengî nebe bi rastî jî kes wê xwedî li wan dernekevin. Wê nebêjin hatine kuştin. Wê bêne kuştin, lê kes pê nizanibe. Ev yek eşkere bû. Em ji wan dixwazin ku xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Banga me li ser vê bingehê ye.
Herî dawî em dikarin vê bibêjin. Me bi rengekî baş dest bi sala 46’an kir. Gerîlayên li Zap û Metînayê cejna me ya partiyê pîroz kirin. Bi navê hemû gerîlayan pîroz kir, bi navê tevahiya partiya me pîroz kir. Kelecan, moral, hêz û enerjiyeke mezin dan gelê me, mirovahiya me, dostên me. Em hemûyan careke din ji dil silav dikin, serketina wan pîroz dikin û di şerê şoreşgerî yê di sala 46’an de serketinê dixwazin.
Hewce nake ku mirov qala zextên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bike. Dema mirov li rojname yan jî televizyonan dinêre dilê mirovî reş dibe. Wekî xewnexofekê ye. Tiştên ecêb têne kirin. Gelo ew kesên ku li wan televîzyonan temaşe dikin çi hîs dikin? Ji ber ku tim nûçeyên bi vî awayî pêşkêş dikin û ev yek diqewime. Ev diqewimin û bi awayekî eşkere li holê ne. Her çend tekoşîna gerîla û gelê Kurd mezin dibe, rêveberiya Tayîp Erdogan û faşîzma AKP–MHP’ê têk diçe, dirize û dibe her gav hilweşe. Yanî di rewşeka wisa de ye. Tu tişt wî xelas nake. Zêdetir xirabiyê dike, zêdetir xwe û derfetên Tirkîyeyê difiroşe. Zêdetir tevlî komplo û provakasyonan dibe. Li hemberî mirovan wekî xwînmijan in. Li hemberî gelê Xezeyê wekî xwînmijan tevgeriya. Hê jî li NATOyê bazara xwe dike. Bazara li gel Swêdê îro jî didomînin, ji bo ku zêdetir hêz û piştgirîyê bistîne û ji bo ku zêdetir her kesî bike dijminê Kurdan û PKK’ê û wan bike şirîkê vî şerê qirkirinê hewleka qirêj didin. Mirovan binçav dikin, dikujin û her cure zextê dikin. Wisa lê hatiye ku êdî kes nizane bê ka kî çi dike û dê çi bibe. Li holê ne qanûn ne jî edalet, tu tişt nemaye. Derwletek nemaye. Me dît ku dewlet û sazîyên dewletê hemû çawa li bin guhê hev ketine. Em şerê di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind de dibînin. Zordestîya Dadgeha Bilind eşkere ye. Rastîyeka wiha heye. Rêber Apo got ku li Tirkîyeyê siyaset tune ye. Di pêvajoya dîktatoriya faşîst de rewşa heyî mekanîzma derbeyê ye. Rewşên sîyasî nemane. Siyaset bi derbe û provakayonan tê kirin, zextên faşîst, teror û zilma wan berdewam e. Însanan binçav dikin û girtîgehan tije dikin. Zext û îşkenceyên li girtîgehan pir zêde ne. Belasebeb cezayan didin. Tevî ku cezayê girtiyan diqede jî wan bernadin. Tam rêveberiyeka kêfî û dîktatorî heye. Her tişt ji bo ku Tayîp Erdogan bimîne li ser textî tê kirin. Niha di vê çarçoveyê de tekoşîneke bi vî rengî her çend mezin dibe, desthilata wan wan hilweşîne. Zext û tundî jî zêde dibin. Bêqanûnî her roj zêdetir dibe. Em girtinên bêqanûn zêdetir dibînin. Wisa ye xuya ye ku ev rewş dê her roj zêdetir jî bibe. Çimkî li pêşiya hilbijartineka din jî heye. Ji bo ku hin tiştan bi dest bixin dê li wir her cure zext, teror û zilmê bikin. Ev desthilata faşîst bi van kiryaran hebûna xwe didomîne, di hilbijartinan de ser dikeve û desthilatê bi dest dixe.Ev hilbijartin hemû bes rûyê desthilatê yê reş vedişêre. Hilbijartinan jî bi zilmê qezenc dike. Wê demê hewce ye mirov vê rastiyê bibîne.
Ez dikarim vê ji gelê me, welatparêz, jin, ciwan, karkarên siyasetê, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk ên şoreşger, dostên me yên ji Tirkiyeyî û hevalbendên me, jin, ciwan, teqawîd, kedkar û karkerên demokrat ên welatparêz re bibêjim; Ev hemû karekî têkoşînê ye. Hewce ye ku mirov vê yekê baş bibîne. Erê, zext û zulmeke zêde heye, lê çima ev yek diqewime? Ka em vê baş bibînin. Çeteyeke berjewendiyan heye ku her tiştî îstîsmar dike û tune dike û dijminahiya kurdan dike. Ji bo vê yekê Tirkîye kirine wekî cehenemekê. Li aliyekî din jî desthilata wan hilweşe. Dixwaze desthilata xwe bi şerî bidomîne. Li dijî Kurdan şer dike. Piştgirîyê dide şerê Ûkraynayê, jixwe şerê Xezeyê wî bi xwe derxist. Li hemû aliyan bi saya şerî li ser piyan dimîne. Êrîşî Rojava, Bakurê Sûriyêyê û Başûrê Kurdistanê dike. Li aliyê din di nava xwe de her cure zilm û terora faşîst pêk tîne û saya van kiryarên xwe li ser piyan dimîne.
Eger têkoşîneke hîn mezin bê meşandin, eger rêxistiniyeke hîn xurt bê kirin, eger têkoşîneke topyekûn bê kirin wê faşîzm bê hilweşandin. Divê em vê yekê bibînin. Baweriya xwe bi vê yekê bînin. Divê em xwe veguherînin hêzeke bi vî rengî ya têkoşînê. Li aliyê din divê em hîn bêhtir xwe hevpar bikin, bibin yek, hîn bêhtir hev fêhm bikin, têkoşer bin, piştevanê hev bin. Mînak di vê demê de gelek kes hatin girtin. Divê piştgirî ji kesên hatine girtin re bê dayin. Divê alîkarî ji malbatên girtiyan re bê dayin. Li Kurdistanê gelê Kurd, jin, ciwan, welatparêz bi vî rengî dikarin piştevaniya civakî pêk bînin. Bila kes xwe bi tenê nebîne, xwe lawaz nebîne. Li hemberî faşîzmê divê bibe yek. Piştevaniya civakî bila bigihêje vê astê. Li tevahiya Tirkiyeyê divê bi vî rengî be. Divê bindestên civaka Tirkiyeyê piştevaniyeke bi vî rengî, yekbûneke bi vî rengî pêk bînin û li ser bingeha hilweşandina faşîzmê têkoşîna hevpar bimeşînin. Bi vî rengî bibe hingî li hemberî her cûre êrişan dikare li ser piyan bimîne, dikare bibe hêza têkoşînê. Eger di têkoşînê de hevkarî bê kirin, bi rêbazên nû têkoşîn bê meşandin wê faşîzm teqez bê hilweşandin, Tirkiye wê demokratîk bibe, Kurdistan jî azad bibe. Bi hilweşandina sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê em ê karibin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Ev armanc ne ew armanc in ku neyên pêkanîn. Em hîn bêhtir nêzî van armancan bûne. Faşîzm diheje, li ber hilweşînê ye. Divê berxwedana ku wê hilweşîne em bi rengê herî xurt bimeşîne. Banga me li ser vê bingehê ye. Li ser vê bingehê her kesên ku têdikoşin ji dil silav dikim û serketinê dixwazim.