Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku divê kesên ku sîxuriyê ji MÎT’ê re dikin ji nava xwe paqij bikin, ya herî girîng jî divê helwesteke siyasî û leşkerî nîşan bidin. Kalkan bang li wan hêzan kir ku rastiyê, sûcdaran aşkera bikin, bi hev re hesab ji wan bixwazin û wiha got: “Naxwe dê PKK karibe vê yekê bi tena serê xwe bike. Ji xwe hêza xwe heye, tevgereke dîrokî ya hesabpirsînê ye. Ji berdêlan jî xwe venagire.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, Sînanê Sor (Alî Aktaş), Serhat Varto (Emrûllah Dûrsûn), Navdar Sînegîr (Mîkaîl Ozdemîr), Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Faraşîn (Celal Ozturk) ên 21’ê Adarê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir ku wê bîranîna wan veguherînin hêz, rêxistinbûn û têkoşîneke mezin.
Kalkan anî ziman, li ku deverê pêşketineke şoreşgerî pêk were, hişmendiya kurd bi pêş ve bikeve êrîş li wê deverê tê kirin, hewl tê dayin ku ew pêşketin bê astengkirin û wiha got: “Li Şengalê êrîşî wî hevrêyî kirin ku di astengkirina qirkirina Şengalê de, di rêxistinkirina civaka êzidî de kedeke xwe ya mezin hebû. Qetilkirina hevrê Zekî bi vê armancê bû. Ji ber ku êzidî gihand wê astê, ew berpirsyar dîtin. Ya rast qetilkirina hevrê Zekî qetilkirina Êzidiyatiyê bû.”
Kalkan diyar kir ku qetilkirina 5 hevrêyên wan li Qendîlê û herî dawî qetilkirina Diyar Xerîb bi heman rengî ye û destnîşan kir ku êrîş bi zanebûn, bi rengekî rêxistinî û plankirî hate kirin.
‘Ji hêzên xwecihî piştgiriyê werdigirin’
Kalkan destnîşan kir ku divê bê dîtin ku TC, MÎT bêyî alîkariya ji herêmê nikare li Qendîlê êrîşên wiha bike û wiha got: “Me xwest vê fêhm bikin. Bi vê wesîleyê em dixwazin careke din bibpirsin; gelo di çarçoveya peymanên bi zanebûn û plankirî de tê kirin, ya jî di nava wan de hin kes hene ku sîxuriyê ji MÎT’ê re dikin? Em dixwazin bi vê zanibin. Em nabêjin ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê, PDK û YNK bi temamî hevkarên TC’ê ne û bi wan re bi rengekî plankirî kirine. Dibe ku di nava wan de rêxistinbûneke veşartî ya MÎT’ê hebe, ku hevkariyê dike.”
Kalkan destnîşan kir ku divê kesên ku sîxuriyê ji MÎT’ê re dikin ji nava xwe paqij bikin, ya herî girîng jî divê helwesteke siyasî û leşkerî nîşan bidin. Kalkan bang li wan hêzan kir ku rastiyê, sûcdaran aşkera bikin, bi hev re hesab ji wan bixwazin û wiha got: “Naxwe wê PKK karibe vê yekê bi tena serê xwe bike. Ji xwe hêza xwe heye, tevgereke dîrokî ya hesabpirsînê ye. Ji berdêlan jî xwe venagire.” BEHDÎNAN