Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kalkan: Têkoşîna me ya esas azadiya fîzîkî a Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ye

Kalkan diyar kir heke feraset û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker ji holê neyê rakirin wê ev tişt ji bo hemû kesan xetere be û got: “Rastiya Îmraliyê, helwest û berxwedana Rêber Apo rewşê heyî ya Tirkiyê û Kurdistanê ronî dike.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a Medya Haberê de axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna li dijî tecrîdê, Meha Şehîdan û hilbijartinên li Tirkiyeyê nirxand.

Kalkan, anî ziman ku faşîzma li Tirkiyeyê wê li ser hemû kesan bibe xetere û diyar kir ku ji bo vê jî divê têkoşîn bi rengekî piralî û afirîner were domandin. Kalkan diyar kir ku divê her kes tevlî vê têkoşînê bibe û got, “Faşîzm tê wateya êrîşên topyekûn. Di vê rewşê de, hem berxwedana antîfaşist û hem jî berxwedana demokratîk divê bi giştî be. Hin derdor beşdar bûn, hin derdor beşdar nebûn. Yên ku beşdar nebûn niha herî zêde xisarê dibînin. Di vê rewşê de divê her kes rastiyê bibîne û rast bibîne, rast fêm bike û di têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê de bi rêbazên afirîner di nava yekîtiyê de divê zîhniyet û siyaseta nîjadperest, şovenîst, faşîst a li Tirkiyeyê têk bibe. Divê em karibin têkoşîneke topyekûn bimeşînin ku ev têkoşîn wê me ji vê zîhniyet û siyaseta jehrî rizgar bike.

Daxûyaniyên Kalkan wiha ne:

“Di serî de berxwedana Îmraliyê û Rêber Apo ya dîrokî bi rêzdarî silav dikim. Tecrîd berdewam dike, tu guhertin tune. Me ev mijar nirxand. Parêzeran jî nirxandin. Hat diyarkirin ku sozên hatine dayîn nehatine cih. Ji derveyî vê jî tu agahî derbarê Îmraliyê de tune. 26 meh in agahî nehatine stendin. Ji ber vê yekê, bêgûman gelek xem û fikar hene. Di civaka kurd de gelek acizbûn û hêrs heye. Em dikarin vî tiştî bibêjin.

Pêvajoya hilbijartinê hebû. Di rewşeke wisa de ku tecrîteke mutleq û giran heye, Rêber Apo û nîqaşên hilbijartinê anîn ziman. Li gorî xwe, xwestine nîqaşên hilbijartinê û hilbijartinên li Tirkiyeyê li ser vê bingehê ava bikin. Ev tê fêmkirin Pirsgirêka Tirkiyeyê ya sereke pirsgirêka kurd e. Rêber Apo weke vîna azadiyê ya kurd li Îmraliyê tê ragirtin. Dinya alem bi vî tiştî dizanin. Yên ku Rêber Apo li Îmraliyê didin ragiritn, desthilatdarî û mûxalefeta Tirkiyeyê jî baş bi vî tiştî dizanin.

‘Di propagandaya hilbijartinan de çareseriya doza kurdan nehat rojevê’

Di vî warî de pêvajoyeke têkoşîneke siyasî ya dijwar bû. Lewma mirov dikare bêje ku Rêber Apo bêgûman dikare were rojevê. Ji ber ku pirsa kurd wê were nîqaşkirin. Dema pirsgirêka kurd were nîqaşkirin, bêyî ku Rêber Apo di rojevê de be, nîqaş çênabe. Lê ne wisa bû. Pirsgirêka kurd, sedemên pirsgirêka kurd, rêbazên çareseriya pirsgirêka kurd hatin nîqaşkirin, lê Rêber Apo neanîn rojevê. Berevajî wê kesên ku terora mezin 100 sal in di asta qirkirinê de li ser gelê kurd didan pêkanîn, Rêber Apo, kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û partiya me bi sûcdariya teror û terorîstbûnê sûcdar kirin û dikin. Çi hatiye ber wan gotine. Bi awayekî erzanî hewl dan vî tiştî di nav raya giştî û derve de bidin qebûlkirin. Dîsa ji bo ku wisa bikin, hewl didin. Ew dibêjin qey wisa bikin wê pêvajoya li Tirkiyeyê wisa bidin domandin.

Helbet ev rewşek girîng e ku pêwîstî pê heye ku li ser wê were sekinandin û rexnekirin. Bala xwe bidinê nîqaşeke hilbijartinê êbû. Lê qet nehat rojevê ku wê doza kurdan çawa were çareserkirin. Kurdan wekî teror û terorîst nîşan didin û wisa tînin rojevê. Piştre ji gelê kurd dixwazin ku tişta ew dixwazin bikin. Dibêjin qey wê kurd vî tiştî qebûl bikin, dibêjin qey wê kurdan parçe bikin. Di çarçoveya şerê taybet de li pey xapandin, dek û dolaban in.  Ev tişt derket holê. Helwestek pir basît û bêexlaqî ye. Divê li ser vî tiştî were sekinandin.

‘Li Tirkiyeyê zihniyet helwest û sekneke siyasî nîne’   

Ji xeynî soz û qewlên ku didin, tu kes derneket holê ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê deynin holê û çareseriyan pêşniyaz bike. Ji ber ku Rêber Apo hêz û vîna çareseriyê ye, hate rojevê. Bê gûman, ev tê fêm kirin. Bi rastî jî tu hêz û hawirdoreke siyasî tuneye ku soza pêşerojeke azad û demokratîk bide civaka Tirkiyeyê. Zihniyet, helwest û sekneke siyasî nîne. Berovajî vê yekê kurdan layiqî qirkirinê û Tirkiyeyê jî layiqî zilm û terora faşîst dibînin û li vî tiştî ji xwe re dikin esas. Sîstema dewletê ya sed salî li ser vê bingehê dimeşe. Polîtîkaya serdema dawîn, desthilatdarî û mûxalefeta wê bi giştî nêzî vê nêzikatiya erzan bûye. Tiştek derneketiye holê ku karibin vê rewşê derbas bikin.

Demîrel her tim digot, “Kî sûdê bide, lêdanê dixwe”. Helbet aliyekî gotin û êrîşên li dijî Rêber Apo jî heye. Pir hêrs dibin. Çima pirsgirêka kurdan aşkere dike? Çima çareserî û rêbazên azadîxwaz û demokratîk ên pirsgirêka kurd pêş dixe? Çima çareserî û jiyana biratî pêşniyar dike? Ji ber vê yekê ew pir bi hêrs in. Ji ber ku siyaset û feraseteke alternatîfê siyaseta heyî pêşniyaz dike, gelekî hêrs in. Ji ber ku maskeya wan dixe û rûyê wan ê rast derdixîne holê. Nîşanî her kesî dide ku gotina wan çiqasî sixte û derew e, rûyê wan ê rastîn jî ji feraset û siyaseta faşîst, qirker û mêtinger pêk tê. Rastiya Îmraliyê, helwest û berxwedana Rêber Apo rewşê ronî dike.

Dema ku tê pirsîn wateya berxwedana Îmraliyê çi ye, çiqasî baş tê fêmkirin, ez hewl didim bersivê bidim. Ji ber ku wisa tevdigerin nexwe fêm dikin. A rast fêm dikin lê rast nêzik nabin, bi mirovî nêz nabin, bi awayekî azadîxwaz û demokratîk nêz nabin.  Bi feraseteke faşîst, mêtinger, qirker, berjewendîparêz û şerûd nêz dibin. Feraseta wan li ser esasê dijminatiya kurdan, gelan û jinan e. Ji ber vê jî ya berevajî dikin. Ne ku nizanin, ji ber ku baş dizanin vî tiştî dikin. Vî tiştî bi zanebûn dikin. Ev tişt jî aşkere ye û li ber çavan e.

Li aliyê din têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didome. Jin, ciwan û gelê me tevî dostên xwe li her dera dinyayê têkoşîneke bênavber dimeşînin. Di serdema borî de jî ev têkoşîn domiya. Ez hemûyan silav dikim, serkeftinê ji wan re dixwazim. Ez dixwazim diyar bikim ku vê têkoşîna wan gelekî girîng e.

‘Rêber Apo xwedî hêza ramana herî berfireh û sîstematîk e’

Di vî warî de ji derdorên derve piştgirîyek mezin heye. Têkoşîna heval, akademîsyen, sendîka, kedkar û rewşenbîran girîng e. Divê em zêdetir bikin. Hem têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berfireh dibe û hem jî di nav dostên me de tevlîbûna vê têkoşînê de xurtir dibe. Ji ber ku dema ramanên Rêber Apo belav dibe, mirov îfade dikin ku divê xwediyê van fikran di pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de nejî û xwedî azadiya fîzîkî be da ku van fikrên xwe geş bike û têxe bin xizmeta mirovayetiyê. Mirov vî tiştî dixwazin.  Pêdiviya her kesî bi vî tiştî heye. Jixwe weke pêwîstiyekê dibînin. Rêber Apo xwedî hêza ramana herî berfireh û sîstematîk e ku ji pirsgirêkên mirovahiyê re pêşniyazan dike û çareseriyan peyda dike. Bi paradîgmaya nû, ramaneke wisa sîstematîk derxistiye pêş. Ji ber vê yekê her ku em vê belav dikin, têkoşîn zêde dibe, mirov li ser vê bingehê zêdetir berpirsyariya xwe hîs dike. Ji ber vê yekê têkoşîna xwe zêdetir dikin.

‘Ji tecrîda Îmraliyê sazî û hêzên navneteweyî perpirsiyarin’

Divê em hem sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, sîstema qirkirinê teşhîr bikin û hem jî hîn zêdetir fikrên Rêber Apo belav bikin. Dema ev yek hingî hatin kirin wê li dijî sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê li ser bingehê azadiya Rêber Apo têkoşîn pêş bikeve, mezin bibe. Gûman ji vê nayê kirin. Divê çarçoveyê de gelek şandeyên nû û sazî hene. Herî dawî şandeyek bi navê Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî hat, serdana saziyên eleqeder kir, nêrînên xwe parve kirin, nîqaş kirin û nêrînên xwe anîn ziman. Li ser bingehê hevdîtinên xwe li qada derveyî welêt li dijî sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê gotin ku wê têkoşînê hîn zêdetir pêş bixin û xurt bikin. Rewşek têra xwe fedakar û xwedî helwest e. Em li benda xebatên girîng in.

Em di sala 25’emîn a sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de ne. Rêber Apo 25 sal in di sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, sîstema qirkirinê de tê girtin. Ev sala 25’emîn weke hiqûqî saleke ku divê rewşa Rêber Apo were nirxandin. Tu kes nikare vê ji nedîtî ve were. Bi gotina dewleta tirk ji bo vê yekê qanûnên eleqeder pêk neanîn, nikare were derbaskirin. Erê, ji avakirina sîstema Îmraliyê û meşandina wê, dewleta tirk berpirsyar e. Lê NATO jî berpirsyar e, Yekîtiya Ewropa jî berpirsyar e. Saziyên wê hemû Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Saziya Pêşîgirtina li Îşkenceyê berpirsyar in. Weke siyasî dewlet jî berpirsyar in. Di serî rêveberiya DYA, Îngilistan, Îsraîl û dewletên Ewropayê hemû ji komploya navneteweyî, ji revandina Rêber Apo û 25 salan di sîstem îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de girtin, berpirsyar in. Tu kes nikare ji vê berpirsyariyê bireve. Nikare xwe ji derveyî berpirsyariyê bibîne. Sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê di sala xwe ya 25’an de ye, wê demê ev hêzane hemû divê nirxandinê bikin. Pêdiviyên sala 25’an ev in. Pêdiviyên hiqûqî ev in. Eger qala hiqûq, demokrasî, hiqûqa demokratîk, mafên mirovan û pêkanîna hiqûqa wekhev tê kirin, eger evane ne ji bo xapandina mirovan rast bin, wê demê neçar in ku vê rewşê binirxînin. Lê di vî alî de tu livîn û tevgerek di tu kesê de nayê dîtin. Ji 15’ê Sibatê û vir ve sê meh derbas bûn; yanî ji çaran yekê salê derbas bû eger mirov bal bide ser tu hewldan û hestiyarbûn nîn in. Avakirina rojeveke wiha nîn e. Ev rewş nayê qebûlkirin.

‘Têkoşîna me ya esas azadiya fîzîkî a Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ye’

Têkildarî vê mijarê derdorên hiqûqê yên bi parastina Rêber Apo re eleqeder divê hîn zêdetir hestiyar bibin. Hîn zêdetir hewldan bikin, hîn zêdetir lêkolîn bikin. Ev wiha nayê rawestandin, bi vî rengî nayê qebûlkirin. Bi têkoşînên ku sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê teşhîr dikin, divê mirov vê rewşê hîn zêdetir bîne rojevê. Di sala 25’emîn de rewşa heyî divê bê guhertin. Tecrîdek ku mîna wê nehatiye dîtin, tê pêkanîn. Derbarê Rêber Apo agahiyek jî nayê ji derve. Hevdîtina bi parêzeran nîn e, hevdîtina bi malbatê nîn e, ti têkîlî bi derve re nîn e. Tu kes nizane di kîjan rewşê de ye û çawa dijî. Di rastiyê de divê berovajî vê yekê çêbibe. Niha herî kêm weke siyasî û îdeolojîk eger li ser bingehê fikrên Rêber Apo nêzî pirsgirêka kurd û çareseriya wê nebin jî divê weke hiqûqî hewldanên wan ji bo rewşa Rêber Apo ya li girtîbûna li Îmraliyê hebin. Eger bi rastî jî tiştek bi navê hiqûqê hebe û yên ev danîne ji vê bawer dikin, dibêjin em ji bo her kesê pêk tînin, wê demê divê ji bo Rêber Apo jî pêk bînin û demildest bikevin nava hewldanan. Em seknek wiha qebûl nakin. Em vê bêdengiya wiha, bi bêdengî derbaskirinê qebûl nakin. Tu kes qebûl nake. Gelê me û mirovahî wê qebûl nekin. Ji xwe qebûl nakin jî. Bê navber li dijî derdikevin. Ji wî alî ve ev pir girîng e. Ev yek jî divê têra xwe bi rengekî xurt bibe rojev. Di têkoşînê de tişta herî girîng ew e ku rewşa Rêber Apo di sala 25’emîn de li ber çav bê derbaskirin. Divê guhertinên mezin bên kirin. Dixwazî heta bi hetayê, dixwazî girankirî, çi jê re bê gotin bila bê gotin lê tişta pêwîst ev e. Ji her kesê re wiha tê pêkanîn; wê demê li Îmraliyê jî divê ji bo Rêber Apo were pêkanîn. Em jî divê vê yekê wiha bînin rojevê.

Rêber Apo di çepera Îmraliyê de ye. Heke were pirsîn berxwedan çawa tê kirin, em bala xwe bidinê, tu tişt bandorê li wî nake. Zext, tecrîd, gef, zexta psîkolojîk, tu tişt bandorê li wî nake. Bala xwe daye ser dozê, çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka kurdan. Bala xwe daye ser hebûna kurdan û pêkanîna azadiyê. Bawerî pê aniye ku divê Tirkiye demokratîk bibe û ev demokrasî li ser geşkirina jiyana azad û demokratîka  mirovayetiyê divê pêk were. Li ser vî esasî li ser xeta xwe ya fedaî bêyî dudilî, her dem bi bandor e û li dijî her cure zextan li ber xwe dide. Rastfêmkirina berxwedana Îmraliyê tê watey rastfêmkirina pirsgirêka kurd. Ji ber vê yekê tê wateya têgihîştina rastiya Tirkiyeyê, pergala dewleta tirk, pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî ya ku ev dewlet afirandiye, pergala desthilatdar û dewletparêz; tê wateya rastfêmkirina tiştên ku îro li ser Rojhilata Navîn û mirovahiyê tê ferzkirin. Mîna neynûk û goşt bi hev ve girêdayî ne. Di vê wateyê de li dijî her cure zext, mêtîngerî, zext, faşîzm û qetlîamê tê wateya têkoşîneke bi zanebûn, rêxistinkirî û serkeftî. Heke  têkoşîneke bi vî rengî bi ser bikeve, wê rastiya Îmraliyê, berxwedana Îmraliyê, rastiya Rêber Apo, rastiya Rêbertî, ramanên Rêber Apo rast were fêmkirin û pêwîstiyên wan pêk werin. Helbet di vê wateyê de geşedanên girîng hene. Nîqaş hene. Weke tevger û gel em di nava têkoşîn û kûrbûnekê de ne. Di pêvajoyên pêşiya me de wê her tişt kûr bibe.

‘PKK li ser bîranîna Hevrê Hakî Karer pêş ket’

Di salvegera 46’emîn a şehîdê me yê mezin hevrê Hakî Karer de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî wî bi bîr tînim. 46 sal in ji bo jiyandina bîranîna wî û pêkanîna armanca wî, weke gel û tevger me yek ji têkoşînên herî bi wate û girîng ên dîrokê meşand. Di sala 47’emîn de em ê vê têkoşînê li ser xeta serketinê, li ser şopa Rêbertî û şehîdan hîn xurtir bimeşînin. Em bawer dikin, em hîn rasttir bimeşînin û hîn serkeftîtir bibin. Hevrê Hakî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê ji aliyê kontrgerîlayê dewleta tirk ve bi dek û dolab û lîstokekê hat qetilkirin. Ev şehîdê mezin ê destpêkê yê koma Apoyî bû. Rêber Apo got, ‘me mîna ku ava kelî bi serê me de rijayî hîs kir’. Got, ‘me li aliyekê fikirî ku em çawa dikarin ji bo bîranîna şehîdek wiha bersiva rast bidin û li aliyekê jî me pêvajoya partîbûnê pêş xist û avabûna PKK’ê me pêk anî. Li aliyê din ji bo jiyandina bîranîna şehîd, me berxwedana parastina cewherî pêş xist. Li ser bingehê parastina rewa me têkoşîna gel a hebûn û azadiyê da destpêkirin. Eger hevrê Hakî Karer bi vî rengî nehatiba qetilkirin, wê çûyîna PKK’ê çawa ba nediyar bû’. Got, ‘di rastiyê de ev komkujî bû sedem ku em aliyek wiha pêş bixin. Lewma berxwedana PKK’ê û azadiya kurd, bîranîna Hakî Karer bi rêxistin û bi çalak kirinê ye’. Ev berxwedana mezin, 46 sal in ev meşa bi qehremanî, meşa fedayî ya li ser xeta şehadetê, li dijî her cure zorî û astengiyê ji bo xwedî derketina li bîranîna hevrê Hakî Karer, jiyandina wê bîranînê û bi serxistina armanca wî hat pêşxistin.

PKK partiyek wiha ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgerek a berxwedanê ya wiha ye. Divê ev were zanîn. Helwesta Rêbertî ku tevgerek wiha pêş xist, helwestek li ser bingeha bi rengekî rast li bîranîna şehîdan xwedî derketin û bi armanca jiyandinê bû. Helwesta şoreşgerî ya Rêber Apo jî li dijî êrîşên derbeya leşkerî ya faşîst 12’ê Adara 1971’an ji bo xwedîderketina li bîranîna pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyî ku di nava berxwedanê de şehîd bûn û ji bo jiyandina wan çêbû. Beşek mezin ê van şehadetan jî di meha Gulanê de bûn. Mînak 6’ê Gulanê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan li Enqereyê hatin darvekirin. Rêber Apo jî dema ew hatin darvekirin, li heman girtîgehê bû û mehek berê hatibû girtin. Dîsa 18’ê Gulana 1973’an li Emniyeta Amedê Îbrahîm Kaypakkaya bi îşkenceyê hat qetilkirin. Wê demê Rêber Apo ji bo bingehên koma Apoyî bavêje, fêmkirina van bîranînan û rast xwedî derketina li wan di nava wê hewldanê de bû ku hêza avêtina gavên destpêkê, nîşandana wê cesaretê, wê biryardarî û zanebûnê pêş bixe.

Meha gulanê ji bo tevgera şoreşger a Tirkiyeyî mehek girîng e. Di şexsê Denîz Gezmîşan, Îbrahîm Kaypakkaya de ez şehîdên tevgera çep, sosyalîst û demokratîk ên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Dibe salvegera 50’emîn a şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya. 50 sal in ev berxwedan ji bo bîranîna pêşengên şoreşger dimeşe. Şehîdan Rêber Apo jî meşand. Rêber Apo her tim got, ‘van şehîdan hêz dan min. Ji bo armanc û bîranînên wan li erdê nemînin, bêyî serkeftin nemînin min têkoşînek bi vî rengî li cihek ku ez qet lê amade nebûm min girt berçav, ketimê û ji bo pêşxistina vê têkoşînê hewldan kir’. Nîviya vê têkoşîna mezin a 50 salî ji derve; ji Enqereyê bigire heta Kurdistanî û Rojhilata Navîn bi têkoşîna hatî meşandin derbas bû, nîvî jî di nava berxwedana li dijî sîstema Îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê derbas dibe.

Tevgera Azadiya Kurd bi pêşengiya şehîdan û bi fermandariya şehîdan dijîn’

18’ê Gulana 1977’an Hakî Karer şehîd bû; şehîdek çêbû. 19’ê Gulana 78’an jî li Hîlwanê Halîl Çavgûn şehîd bû; dema ji bo bîranîna Hakî Karer çalakî hat kirin du şehîd çêbûn. 17’ê Gulana 1982’an berxwedana mezin a Çar Şoreşgeran çêbû ku cuntaya 12’ê Îlonê Amedê bi zîndanê ronî kirin. Du şehîd, bûn çar, çar bûn heşt, heşt bûn 16, bûn sed, bûn hezar, bûn deh hezaran. 46 sal in zêdeyî 46 hezar şehîdên qehreman derketin holê. Bîranîna şehîdekî tevgerek şehadetê ya mezin a bi vî rengî derxist holê. Artêşa şehîdan pêş xist, ava kir. Divê mirov vê yekê bibîne. Teqez berxwedana fedayî ya li ser xeta evqas şehadetan bi helwesta Rêbertî û bi xwedîderketina li bîranîna Hakî Karer re girêdanek xurt heye. Divê em vê rast fêm bikin. Ev berxwedan, şehadet di meha Gulanê de çêbûn, di mehên din de çêbûn, her roj çêbûn. Hejmara wan bû deh hezar. Ji her rojê re bi dehan, bi sedan berxwedan û şehadet çêbûn. Her roja meha gulanê bi şehîdên wiha, berxwedana li ser xeta şehadetê tijî bû. Meha gulanê bi vî rengî bû meha şehîdan. Di her rojek wê de bi dehan şehîd hene. Berxwedanên bi lehengî hene ku rê ji bo dehan şehîdan vekiriye. 18’ê Gulanê ji ber ku meşek wiha ya şehadetê, meşa fedayî derxist holê û da destpêkirin bû roja şehîdan. Şehîd hemû li ser xeta 18’ê Gulanê jiyan, meşiyan û şehîd bûn. Ruhê 18’ê Gulanê hilgirtin. Girîng e ku mirov rastiya şehîdan rast fêm bike. Em her tim tînin ziman; hêza ku me perwerde dike, rêxistin dike, dike yek, li cem hev digire, bi wêrek dike, fedakar dike, astengiyan bi me dide derbaskirin, her tim li her derê çavkaniya me ya hêzê ya herî esas, pêşengên me yên ku rêya rast, rêya jiyana rast nîşanî me didin, Tevgera Azadiya Kurd û gelê kurd li ser xeta şehîdan, bi pêşengiya şehîdan û bi fermandariya şehîdan dijîn.

Jiyana rast jiyana azad e’

Li pişt hemû destkeftiyên ku 46 sal in li ser navê azaadiyê de li Kurdistanê hatine afirandin, bêgûman rastiya şehîdan heye. Ev hemû destkeftî bi pêşengiya şehîdan hatin afirandin. Bi têkoşîna di xeta şehîdan de hatiye afirandin. Jixwe ne mimkûn bû ku di van şert û mercan de têkoşînek wisa bihata meşandin. Rêber Apo her tim ev gotiye. Ji bo şert û mercên têkoşînê yên li derve jî got, ji bo Îmraliyê jî got.

 Rewşa berxwedana Îmraliyê helwesta hemû gelê kurd û welatparêzên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat e. Ji ber ku ji aliyê Rêber Apo ve tê temsîlkirin. Di wê rewşê de çavkaniya herî bingehîn a hêzê rastiya şehîdan e. Şehîd fermana vî tiştî didin me û wiha tînin ziman; jiyana rast jiyana azad e. Ji xeynî jiyana azad jiyaneke din nayê qebûlkirin.

Heke wê jiyanek hebe, divê jiyana azad be. Jiyaneke din nayê qebûlkirin. Rêber Apo wiha anî ziman û weke fermana şehîdan ji me re pênase kir. Ji bo jiyana azad çi pêwîst be wê were kirin. Wê her cure cesaret û fedakarî bên nîşandan, her cure zehmetî û astengî bên derbaskirin, di bin her şert û mercî de li berxwedan were kirin. Bi awayekî din, bi cureyekî din jiyan pêk nayê.

Ji ber vê şehîd rêya me ronî dikin. Rastiyê û rê nîşanî me didin. Her kêlî bi me didin hîskirin ku jiyana rast, azad û bi edalet çawa ye. Bi qasî ku em vî tiştî fêm dikin û hîs dikin, li ser vî esasî em xwe perwerde û rêxistin dikin, em dikarin cesûr û fedakar bin, em azadîxwaz û berxwedêr bin. Bi vî awayî em dibin milîtanên serkeftî yên ku dikarin her cure zextan û astengiyan derbas bikin.

‘Divê em di xeta şehîdan de xwe pêş bixin’

Bi berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna re ev xeta milîtanî û xeta fedaî çawa gihişt asta herî jor? Bûye îrade, cesaret û fedakariyeke ku dikare li hemberî her cure zehmetiyan li ber xwe bide, li hemberî her cure êrîşên dijmin li ber xwe bide û bi ser bikeve. Di giyan, fikir, jiyan, xeteke wiha de ‘tiştekî ne mumkun’ û “serkeftin pêk nayê’ tune ye. Li hember her cure êrîşa dijmin, di her şert û mercî de, berxwedan û serkeftin mumkun û pêwîst e. Jiyana rast ev e. Şehîd jî ji me re dibêjin hûn ê vê yekê esas bigirin. Heta ku ev zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtinger, qirker ji holê rabe û têk biçe, divê ev berxwedan bidome.

Divê mirov berdêlê bide ber çavê xwe. Li ser xeta şehadetê de divê meşa fedaî pêk were. Divê ji berxwedanê neyê tirsîn. Divê xema ev be ku wê ev têkoşîn were sekinandin û qutkirin. Lê divê ev berxwedan tu carî neyê qutkirin. Ferhat Kûrtay û hevalên wî di 17’ê Gulana 1982’an de dema ku li Zindana Amedê xwe şewitandin gotin ‘Avê lê nekin, agir geş bikin.’ Gotin ‘Berxwedanê geştir bikin, belav bikin û bidomînin’. Rastiya şehîdên Gulanê ev e.

Rastiya ku bi Hakî Karer dest pê kir tê wateya vî tiştî. Bi wesîleya meh û roja şehîdan helbet divê em zêdetir li ser rastiya şehîdên qehreman bisekinin. Divê em di xeta Rêbertî û şehîdan de zêdetir xwe ji nû ve binirxînin. Divê em rexneyê, xwerexnekirinê pêş bixin. Em çiqasî xeta şehîdan fam dikin? Çiqas xeletiyên me hene? Me xwe çiqas li ser vê bingehê perwerde kiriye? Me çi qas giyan, hest, fikir û tevgerên xwe paqij û serast kir û anî ser xeta şehîdan? Divê em di nava pirskirin, rexnekirin, xwe rexnekirineke wiha de bin. Divê em di xeta şehîdan de xwe pêş bixin. Ji bo vê jî helbet divê em çalakiyên bîranîn û fêmkirinê, li her qadê nîqaşan li dar bixin û serdana goristanan bikin. Divê em bûyerên şehîdan nîqaş bikin û lêkolîn bikin. Divê em pirtûk, helbest, nivîs û raporên şehîdan bixwînin û li ser wê lêkolînan bikin. Divê em li ser vê bingehê xwe bi perwerde û nû bikin, rastiya xwe rêxistin bikin.

Di sala 47’an a şehîdan de divê em xwe veguherînin şoreşger û welatparêzên ku rastiya Rêbertî û şehîdan rasttir fêm dike û vê xetê bi serkeftî bi cih tîne. Em Tevger û gel li ser vê bingehê nêzîk dibin. Em vê meha 46’an a şehîdan bi coş û hesteke wiha dijîn. Em ê xwe bi hêz bikin û li ser esasê vê bihêzbûnê em ê sala 47’an bikin qada têkoşîn û serkeftinên mezintir. Li ser van esasan ez careke din di şexsê hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez soza xwe dubare dikim ku em ê bîranînên wan zindî bihêlin û bigihin armancên wan.

Ez serkeftina gelê me pîroz dikim û silav dikim’

Hilbijartinek çêbû. Hilbijartin çiqas adil, azad û wekhev bû, bêgûman cihê nîqaşê ye. Tê zanîn ku ne wisa ye. Lê dîsa jî hilbijartinek çêbû. Bi rastî, gûmanên me hebûn ku ew ê wisa be. Lê ev hilbijartin çawa pêk hat? Beriya hilbijartinê zext, girtin û astengiyên çawa hatin jiyîn? Niha her kes vê nîqaşê dike. Bi rastî mirov dikare nîqaş bike ku gelo li holê tiştekî wisa heye ku mirov jê re bibêje hilbijartin.

Ji aliyê din ve di pêvajoya hilbijartinê de çi sextekarî pêk hat, çi hat kirin, helbet ev jî tên nîqaşkirin. Divê li ser van tiştan were sekinandin. Lê tevî van hemû tiştan di 14’ê Gulanê de hilbijartinek pêk hat û hin encam derketin holê. Tevî ku hîn bi temamî nehatiye zelalkirin jî, gelek alî û derdor nirxandinan dikin û bi nêrîna xwe dinirxînin, daxûyaniyan didin. Ji ber ku ev hilbijartin pir girîng bûn. Hate gotin ku Tirkiye wê sedsala duyemîn bide destpêkirin; zîhniyet û siyaseta ku wê vê sedsalê biafirîne wê bi encamên bi vê hilbijartinê derketine holê, diyar bibe. Di vî warî de pir girîng bû. Her kesî girîngî da û hilbijartin di vê çarçoveyê de pêk hatin. Hê nû ye. Rêveberiya me, rêveberiya tevgera me dinirxîne û nîqaşan dike. Bêgûman ew ê nêrîn, pêşniyaz û polîtîkayên xwe yên li ser vê bingehê di demeke nêz de ragihîne ji raya giştî re. Niha em negihiştine encameke wiha. Ji ber vê yekê ez li ser navê xwe, bi tenê dikarim hin tiştan bibêjim.

Niha ji bo hilbijartinan behsa sextekarî û zextan tê kirin, lê di derbarê encaman de jî nirxandinên cûda hene. Hinek dibêjin di hilbijartinê de kes bi ser neketiye, hinek kes dibêjin ez bi ser ketim, hinek kes dibêjin ne hilbijartineke adilane bû. Gelek tişt tê gotin. Dibe ku gelek tişt were gotin lê beriya her tiştî ez gelê me yê welatparêz ku li ser esasê nêrîn û bangên rêveberiya me xebatên hilbijartinê dimeşîne, di 14’ê Gulanê de çûbûn ser sindoqan û dengê xwe da jinan û azadîxwazan, dengê xwe dan hêzên azadîxwaz û demokratîk silav dikim. Ez serkeftina wan jî pîroz dikim. Ez parlementerên ku gelê me ev peywir dane wan jî silav dikim.

Vê hilbijartinê bi zelalî nîşan da ku di helwest û sekna gelê kurd de tu guhertin nîne. Rêjeya dengan hema hema li hemû Kurdistanê bi qasî hilbijartinên berê ye. Zêdebûn û daketina wê hindik e. Tevî hemû zext, çewisandin, komkujî û zindanan jî gelê kurd bi biryardarî li ser daxwaza azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Paşveçûn û qelsbûn tune. Divê wisa were nirxandin. Ev rewşeke girîng e.

‘Di têkoşîna gelê kurd de paşveçûn tune berpirsiyar divê xwe lêpirsîn bike’

Rewşa li Kurdistanê jî ya kurdên ku neçar mane koçî bajar û metrepoên Tirkiyeyê bikin jî wisa ye. Di vî warî de di helwesta civaka kurd de ya li dijî zîhniyeta faşîst,mêtinger, qirker, geşkirina berxwedana antî-faşîst û çareseriya azad û wekhev a pirsgirêka kurdan de tu guhertin tune. Di vî tiştî de israr û îradeyeke mezin heye. Bi vî awayî berdewam dikin. Ev girîng e. Em bi rastî spasiya wan dikin. Ew spas û pîrozbahiyeke mezin heq dikin. Ev helwesta gelê me derdixe holê ku tu zilm û îşkence nikare gelê me qels bike. Divê em vî tiştî bibêjin. Ev serkeftina herî mezin e.

Hin alî diyar dikin ku deng kêm û qels bûne. Partî û rêxistin dibêjin ew ê xwe rexne bikin. Ew bi xwe rewşa xwe dinirxînin. Helbet ew cûda ne, helwesta gel jî cûda ye. Divê gel û derdorên siyasî bi hev re neyên tevlihevkirin. Yên ku xeletiyan dikin û kêmasiyan nîşan didin, helbet divê bi rexne û xwerexnekirinê van şaşiyan ji holê rakin. Lê di helwesta gelê kurd de teqez paşveçûn tune. Digel van zext û zordariyan jî paşveçûn tune. Di rastiyê de hêrs û têkoşîneke hîn mezintir bû. Ger ev tişt bi veneguheriye çalakiyeke xurt, kesên ku divê vî tiştî rêxistin bikin divê rewşa xwe binirxînin. Şaşî û kêmasî ya wan e. Ji ber vê heke di helwesta civakî de şaşî û qelsî tunebe, divê ev tişt were silavkirin û pîrozkirin. Em wisa dinirxînin. Li ser vî esasî ji ber helwesta rast û serkeftî ya gelê kurd em wan silav û pîroz dikin.

‘Ez serketina Dêrsim û Colemêrgê pîroz dikim’

Bi taybetî jî ez dixwazim bal bikîşînim ser hinek cihan. Mînak Dêrsim. Xelkê Dêrsimê di vê hilbijartinê de bi zelalî danî holê ku di wê astê de ye ku xwedî rastiya xwe û bi rêxistinbûnê derkeve. Bi taybetî ez serketina xelkê me yê Dêrsimê silav û pîroz dikim. Rewş û serketinek gelek girîng e. Bi taybetî jî nêzîkatiya wan cihê teqdîrê ye ku namzetek jin hilbijartine û ji xwe re kirine nûner.

Li aliyê din ez sekna xelkê me yê Colemêrgê jî silav dikim. Bi rastî jî li dijî zinhiyeta faşîst, mêtinger û qirker derdikevin û nêzîkatiyek welatparêz raber dikin. Nêzîkatiya ku li Colemêrg û Botanê jî tê, ev e. Car din ew nêzîkatî raber kirin. Lewma ez xelkê Colemêrgê jî ji ber sekna wê silav dikim, pîroz dikim. Dêsim û Colemêrg; ev her du kelehên Kurdistanê gelek girîng e ku nêzîkatiyek wiha welatparêz, şoreşger û demokrat raber kirine. Du mînakên şênber ku nûneriya nêzîkatiya gelê kurd dikin. Di rastiyê de sekna giştî ya gelê kurd wiha ye. Di vê hilbijartinê de ev yek car din bi encamên hilbijartinê hatiye îspatkirin.

Hilbijartina serokkomariyê aşkere nebû. Ji tûra duyemîn re ma. Tê gotin ku Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglû wê di tûra duyemîn de pêşbirkê bikin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind beriya niha ev aşkere kir. Her kes vê dinirxîne. Hilbijartinên parlamenteriyê di rêjeyek zêde de teqez nebûne, lê kêm zêde diyar bûye. Tabloya giştî ev e; partiyên ku berê ketine hilbijartinê hemûyan deng winda kirine. Yê ku qezenc kirî nîn e. Bi giştî çi heye? Hinek partiyên nû ketine dewrê. Ji sedî yek û nîv, du, du û nîv deng standine. TÎP e, Partiya Refahê ye û partiyên mîna Partiya Zaferê. Ev, ji ber ji hal ketinê dengên winda kirine distînin.

‘Propagandayek baş nehat meşandin’

Li gorî hilbijartinên berê di partiyên din de ketin heye. Bê gûman her kes ji aliyê xwe ve sedemên wê lêpirsîn dike, wê lêpirsîn bike. Çima ev ketin çêbû? Eger bal bê dayîn yê ku ev ketin herî bi ustayî telafî kir Tifaqa Komarê bû. Mînak ketina herî zêde di AKP’ê de ye. Ji sedî 42’ê ketiye 35’ê, 7 pûan. MHP’ê kêm jî be ketin heye. Lê ji ber tifaqê partiyên nû tevlî kirin, di rastiyê kêm kirin ku ev windahiya dengan bandorê li ser dengên tifaqê bike. Bûn tifaqa ku herî zêde deng standine. Di meclîsê de jî herî zêde parlamenter derxistin, ji aliyê arîtmetrîka meclîsê ve bûn tifaqa ku hilbijartin qezenc kirine. Di rastiyê de encamek wiha ji Tifaqa Gel dihat hêvîkirin. Lê Tifaqa Gel ev ast raber nekir. Gelek derdorên ku ji bo propagandaya hilbijartinê û xebatên hilbijartinê tevdigeriyan, texmîn dikirin ku wê encam vi vî rengî be. Lê çênebû. Sedemên wê divê werin lêpirsînkirin. Bê gûman ew bi xwe wê hîn baştir lêpirsîn bikin. Gelek partî hatibûn ba hev. Seknek demokratîk raber dikirin. Dianîn ziman ku wan li hev kiriye. Nîşan didan ku qaşo gihiştine yekîtiya demokratîk. Diyar e ku ev yek baş negotin, ji ber ku saxlem nerawestan. Bi tam temamî wisa nîn in. Her hal di tifaqê de şaşitî kirin. Bi hevpar ketina hilbijartinê, zêde neda qezenckirin. Divê xwedî wê têgihiştina siyasî ban ku wê fêm bikin. Ketina hilbijartinê ya li ser bingehê CHP’ê, hem di CHP’ê de û hem jî partiyên din de bû sedema windahiyê. Di propandayê de jî; zêde xwe bi xwe propaganda kirin, ji girseyên xwe re. Nekarîn bigihînin ji dervey wê. Ji pêkanînên AKP’ê zêdetir, ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re çareseriyên vekirî nîşan nekirin. Ji pirsgirêkên bingehîn re çareserî nedîtin. Hinekê li ser aboriyê rawestiyan, li ser edaletê rawestiyan lê li ser şer nesekinîn. Mînak li ser pirsgirêka kurd nesekinîn. Hîn zêdetir di bin ber dayîna Tifaqa Komarê de man. Hewl dan ku bersivê bidin wê. Ferq û cudahiyên xwe nedanîn holê. Ev tê wateyê ku ferq û cudahiyên wan nebûn. Weke çêkera fikrî zêde baş nîn in. Ya din jî derket holê ku ne zêde rêxistinkirî ne. Bi rastî evqas berpirsyariya desthilatdariyê li ser bû, evqas ji hal ketibû AKP’ê ev deng çawa standin? Dibêjin ku zêde ket. Helbet wê bikeve lê dîsa divê mirov sivik nebîne ku di van şert û mercan de evqas deng standine. Divê mirov li ser sedemên wê bisekine.

AKP çawa hat vê rewşê û çawa didomîne

Sedemeke girîng zext e. Zextê li ser yên din dike. Sedemek jî ew e ku ew bi pereyan mirovan bi xwe ve girêdidin. Wan tiştek bi vî rengî afirandin. Lê divê em li ser du sedemên din ên sereke bisekinin. AKP çawa hat vê rewşê û çawa didomîne? Ya yekem hêzeke rêxistinkirî ye. Bi rastî jî rêxistina partiyê heye. Rêxistin nû dibe, rêxistin dixebite. Ger hûn di xebatên hilbijartinê de dernekevin çapemeniyê û çend tiştan nebêjin, hûn bingehê xwe kom bikin û bi wan re biaxivin têr nake. Divê xebateke birêxistinkirî û plankirî hebe ku biçe ba kesên ne ji xwe. Di vî warî de mirov dikare AKP û MHP’ê wekî yên herî birêxistinkirî nîşan bide. Rêxistina herî cîddî li ba wan heye. Xebata rêxistinî dikin û rêxistin vê encamê distîne.

Ya din jî ew e ku wan bi rastî civakek ava kirin, komek çêkirin. Bi pere, perwerdehî, huner û wêjeyê bi fikrên MHP’ê yên şovenîst, faşîst, nijadperest û Tûranî yên ku hişê mirov dişo, girseyeke mirovî derxistin holê. Girseyeke wan a wisa heye, dengên xwe ji wir distînin. Ji wan re girseyên sereke. Ev girseya bingehîn bi perwerde û afirandinê hatiye çêkirin. Di vî warî de AKP û MHP’ê karekî pir xeter û giran meşandin. Bi hilweşandina hemû asta dewleta tirk a heta salên 1970’yî, di dîrokê de têgihiştinek nû, pîvanek nû, têkiliyek nû, sermayek nû û çînek nû û civakek nû ava kirin. Ev tişt rewşeke aşkere ye. Ji MHPê ra anketê dikin; her dem kêm xuya dike. Ew dikeve hilbijartinê, ji ber ku deng derketiye. Teşekirina mirovan bi perwerde û hunerê heye, teşekirineke civakî ye. Di vî warî de Kemalîzm qediyaye. Ji 12’ê Îlonê û vir ve bi taybet bi AKP-MHP’ê re civakeke nû ava bûye. Ev tê wê wateyê ku îro zîhniyet û siyaseta komîteya Îttîhat û Terakkî ya nîjadperest, Tûranîst, qirker di pratîkê de ye. Û bi vî awayî mejiyê mirovan dişon. Civakeke wisa avakirine ku ev civak îro êrîşî Kurdan dikin.  Qirkirina Kurdan bi vê civakê re dimeşînin. Kurd zirara vê yekê dibînin, lê ev tişt ji bo her kesî zirar e. Ev xeterî ji bo her kesî ye. Divê her kes vê bibîne û fêm bike. Divê ev nêzîkatiya li hemberî AKP’ê ne basît be. Divê bi erzanî nêzikî AKP’ê neyê kirin. Ji ber ku him li derve û him jî li hundir wisa hatin dîtin. Heta niha gelek şaşî hatin kirin. Erê îro Kemal Kiliçdaroglû û CHP îro li dijî wan derdikevin û dibêjin ‘Em ê vê desthilatdariyê têk bibin’ lê dema ku ev desthilatdarî ditengijî wan alîkariya herî mezin didan wan.

Gelek derdor û hêzên derve piştgirî dan. Şaşiyên me jî hebûn. Em venaşêrin, em xwe rexne dikin, dinirxînin. Di nava Tifaqa Millet de rêxistineke bi vî rengî nîne. Asteke wisa jî tune. Divê li dijî AKP-MHP’ê jî têkoşîneke wiha bihata kirin. Ji ber vê yekê wisa xuya dike ku ew ê gelek encam bihata bi dest xistin û lê berevajî wê pêk hat.

Gelê kurd li dijî faşîzm, mêtingerî û qirkirinê ye

Tifaqa Ked û Azadiyê; dibêjin erê em ê xwe rexne bikin. Divê bikin. Bê guman, ev encam nikare wekî serkeftinek tevahî were dîtin. Hedef danîn ber xwe lê nekarîn vê hedefê biparêzin.  Ji ber vî tiştî divê gel wekî berpirsyar neyên dîtin. Di nav gelê Kurd de bi asteke biçûk be jî paşveçûn tune. Gelê kurd li dijî faşîzm, mêtingerî û qirkirinê ye. Ji bo azadî, wekhevî û biratiyê her cure berdêlan didin û helwesta xwe ya têkoşîner didomînin. Ji bo azadî, wekhevî û biratiyê her cure berdêlê didin û helwesta xwe ya têkoşînê didomînin. Di 14’ê Gulanê de careke din helwesta xwe nîşan dide. Divê her kes vî tiştî wisa bibîne û wisa qebûl bike.

Lê partî û rêxistin divê tişta ji vê zêdetir rêxistin bikirina lê ev tişt wisa pêk nehat. Çima pêk nehat? Divê li ser vê pirsê lêpirsînê bikin. Sedemek pir girîng jî ew bû ku di çêkirina tifaqan de xeletiyên wan hebûn. Mînak, rêxistinên çepgir. Gelekî berê xwe dan rêxistinên demokratîk ên şoreşger. Ev ne xelet bû, lê li wir jî nikarîbûn yekîtiyeke baş ava bikin. Ji aliyê din ve dûrî derdorên demokratên antîkapîtalîst û Îslamî man. Erê divê bêtir nêzî tevgera çepgir a demokratîk bibûna lê divê karibûna tifaqeke wisa ava bikin ku hemû derdorên demokratîk û Îslamî di nava xwe de kom bikin. Ew jî vî tiştî wisa dinirxînin lê ev tişt wisa baş xuya nebû.

Li aliyê din bi rastî ne birêxistinkirî ne, bi rêxistinî nexebitîn. Dema hilbijartin tê, bi tenê li derdora xwe propagandayê dikin, bi coş û heyecanê xebatên hilbijartinê nayê kirin. Ev tişt hinekî teng ma. Ji dêvila ku biçin ba kesên dûrî xwe, girseya xwe kişandin nav coş û heyecanê lê vî tiştî têr nekir. Ew jî ne bes bû. Xebata birêxistinkirî kêm e, rêxistina wan qels e. Li ser esasê xebata girseyî, rêxistinbûyîna partiyê, xebata partiyê, rêxistina jin û ciwanan, divê biçûna ba kesên ku dengê xwe nedane wan. Divê xebateke wisa bikirina ku her dem biçûna cem girseyan lê diyar e ji vê xebatê bêpar in. Tiştekî wisa nabe. Hêvîdar im wê van tiştan zêdetir binirxînin û bidin ber pirsan.

Di encamê de herî zêde dengên AKP’ê kêm bû. Lê encamên hilbijartinê ya wisa nedihat texmînkirin. Divê mirov vî tiştî qebûl bike. Divê mirov dernexe pêş ku AKP dengan wisan dike.

Li Kurdistanê guhertineke cidî çênebû. Em dikarin bi zelalî îfade bikin. Çi kiribe jî digel hemû zext û çewisandinan nekarî civakê bindest bike. Berevajî wê hêrs û berteka civakê jî zêde bû. Rêvebir û pêşengan nekarîn hêrsa xwe rêxistin bikin û vê hêrsê veguherînin rêxistin û çalakbûnê. Kêmasî ya van kesan e ku, ev tişt nekirin. Lê ji aliyê din ji ber ku AKP’ê ev qas deng stendiye, divê hemû mûxalefet xwe rexne bike. Daxwaza guhertinê li ba hemû kesan pêk hatibû, di derdorên derve de jî pêk hatibû. Her kes li benda guhertinê bû. Kêmasiya herî mezin ev bû ku nekarîn vî tiştî pêk bînin. Bi taybetî divê mûxalefet sedemên vê kêmasiyê baş û rast binirxîne.

‘Pêwîstiya civakê Tirkiyeyê bi guherînê heye’

Ji bo hilbijartinên serokkomariyê em nikarin tiştekî bêjin. Diyar e ku hinekan têkildarî vê mijarê di demên dawî de rê li ber Tayyîp Erdogan xistin. Ji vê yekê re vekirî bû. Tişta xwe xurtker dibîne. Beriya hilbijartinê axaftinên wî yên dawî hinekî wisan bûn. Li gel hilbijartinê sekna wî jî wisan bû. Wê vê yekê bi vî rengî û diyar bidomîne. Muxalefet dibêje, erê em ê li ber xwe bidin, lê li gorî berê şansê wê kêm bûye. Em dikarin wiha bêjin. Niha em ji vê wêdetir em tiştekî din diyar nekin.

Em dikarin di çend noqteyan de pirsa ‘piştî vê wê çi çêbibe’, binirxînin. Kî dibe serokkomar bila bibe, encamên hilbijartina heyî ev yek nîşan da: Kî hikûmetê ava bike bila ava bike, kî dibe rêveber bila bibe, piştî vê mîna hetanî niha nikare bi tena serê xwe xebatan bimeşîne. Mînak eger Tifaqa Komarê hikûmetek nû ava bike, AKP hikûmetek din a nû ava bike, nikare mîna ya hetanî îro bimeşîne. Pêwîstiya civakê, Tirkiyeyê bi guherînê heye û ev guhertin jî encex qasî mumkun wê yekîtiyê ava bike. Kesên ku dibêjin tişta ez bixwazim ez ê bikim, wê zêdetir nerazîbûnan bigirin, zêdetir zirar bibînin û winda bikin. Destpêkê peyama ku ji hilbijartinan derketî bi rastî jî dibe ku tevgerek hevpar hîn zêdetir pêşî vebike ku her kes tevlî bibe û bi vî rengî Tirkiye ji bin van pirsgirêkan ji noqteya hilweşînê derxîne. Sankî serketina rêveberan girêdayî vê ye.

Hêmana duyem; me berî niha diyar kir. Erê, hilbijartin girîng bû lê em bi têkoşînek mezin hatin hilbijartinê. Hilbijartin parçeyekî têkoşîna antîfaşîst e. Têkoşîna şoreşger û demokratîk bû ku me meşand. Di vê hilbijartinê de li gorî encama ku derketî, wê şekil bide xwe lê wê ji holê ranebe. Me got wê bidome, niha jî wê bidome. Ew derket holê. Hilbijartin bi tena serê xwe ne rêbazeke têkoşînê ye. Ne tekane rêbazeke têkoşînê ye. Faşîzm ne tenê bi hilbijartinê tê hilweşandin, teqez bi têkoşînên pir alî dibe. Bi têkoşînek demdirêj dibe. Me hetanî niha ev yek kir. Hilbijartinê têkildarî vê yekê daneyek girîng derxist holê. Li Kurdistan û Tirkiyeyê danî holê ku hîna hêzek wê ya mezin a berxwedanê heye. Li Tirkiyeyê baştir derket holê ku têkoşîna antîfaşîst û demokratîk belav bûye. Ji vir û şûn de têkoşîn piralî hîn zêdetir bê pêşxistin. Têkoşîn wê nesekine, pêş bikeve û bidome. Bi taybetî jî faşîzma AKP-MHP’ê, hin derdorên Tifaqa Komarê, mîna Hizbî-Kontrayê; eger hewl bidin ku li ser bingehê plana hilweşandinê êrîşên komkujî û îmhayê, êrîşên dagirkeriyê li her alî bidomînin, helbet wê berxwedanek mezin li dijî wan pêş bikeve. Di rewşek wiha de, divê em vê bi vî rengî bibînin.

Wê têkoşîna antîfaşîst û demokratîk bidome’

Em vê bînin ziman; weke tevger me piştî erdhejê biryara bêçalakîtiyê da, îlan kir. Me ev yek hetanî hilbijartinan jî dirêj kir, me wate û girîngiya hilbijartinê dît, ji bo jê re bibe piştgirî. Lê rêveberiya AKP-MHP’ê bersiva vê nêzîkatiya me neda. Êrîşên xwe qasî ku hêza wî têrê bike, domandin. Her cure êrîş dike. Ji xwe di tevahî xebatên hilbijartinê de em hedef nîşan dan. Hin hevalan jî diyar kirin, mîna ku hilbijartinek a AKP- PKK’ê çêdibe. Hedefa yekem kirin PKK, li dijî gerîla her cure êrîşên îmhayê pêk anîn. Ev hîna jî dewam dike. Gerîla jî li ser bingehê parastina rewa li hemberî van êrîşan neçar ma ku xwe biparêze. Rewşeke berxwedanê ya di vê rewşê de jî heye. Di siberojê de faşîzmê bi çekan êrîş kir, bi komkujiyan êrîş kir û li dijî vê yekê berxwedana çekdarî bi pêşengiya Zap, Avaşîn û Metînayê li her derê Kurdistanê pêş ket.

Ji vir û şûn de jî eger êrîş bi vî rengî bin, her hal wê dîsa gerîla jî, gel jî, jin û ciwan jî li ser vî bingehî li ber xwe bidin û berxwedana xwe pêş bixin. Hilbijartinan ji bo berxwedanek bi vî rengî, têra xwe bingehek destdayî ava kir. Zirarek wiha dernexist holê. Îradeya jinan derket holê, îradeya ciwanan derket holê, di wê pozîsyonê de bûn ku dikarin her cure têkoşînê bimeşînin. Lewma ez dikarin vê bêjim; nêzîkatiyek girseyî encex dikare Tirkiyeyê rizgar bike. Ya ji derveyî wê têkoşîna mezin e. Wê demê wê têkoşîna antîfaşîst û demokratîk bidome. Divê mirov vê têkoşînê ne tenê hilbijartin, ne jî tenê weke çekê bibîne. Divê weke têkoşîna piralî bibîne û pêş bixe. Faşîzma AKP-MHP’ê hewl dide ku zihniyet û siyaseta nîjadperest, şoven, Tûranî û ‘Sêva Sor’ ji her alî ve li ser civakê serwer bike. Perwerdeyê li ser vî bingehî dimeşîne. Huner û wêjeyê li ser vî bingehî pêş dixe. Aborî û maliyeyê ji vir re dimezêxe. Êrîşa faşîst pir alî ye. Mîna ku Tifaqa Millet pêşbînî kirî, tenê sîstema serokatiyê hatiye anîn; wê sîstemê dê bi sîstema parlameneriyê biguherînin. Ne ev qas e. Ev tiştek gelekî şematîk e. Ev wiha di têkoşîna li dijî faşîzmê de cihek wî yê zêde nîn e. Lê vê rêveberiyê destkeftiyên komarê yên di 50 salên destpêkê de, berovajî kir. Vê muxalefetê li hemberî çi ji wan li ber xwe neda. Êrîşî evqas hunermendan kir, nivîskaran kir, kesên demokratîk birin girtîgehê, çewisand, revand derveyî welat. Ew bi xwe nivîskar û hunermendek e ku zihniyet û siyaseta nîjadperest, şoven û ‘Sêva Sor’ belav kir, ji ber ku ev beş afirand. Bi vî rengî li ser civakê qirkirinek civakê ya zêde dimeşîne. Hewl dide ku mejiyê ciwanan bi vê yekê jehrî bike. Li dijî vê jehrê divê mirov ji heralî ve têbikoşe. Yan ev jehr ji civaka Tirkiyeyê re bi zirar e. Ji xwe qasî ku hêza wan têrê dike kurdan qetil dikin. Ji bo mirovahiyê jî xeteriya herî mezin e.

Pêwîst e di têkoşînê de piralî û afirînerî hebe’

Ev faşîzm bi vî rengî dewam dike, ger bi vê zîhniyeta faşîst, mêtinger û qirker siyaset ji holê ranebe, wê ji bo her kesî bibe xetere, xeterî wê bidome. Divê hûn bi vî rengî bibînin. Wê demê wê têkoşîn bidome. Pêwîst e di têkoşînê de piralî û afirînertir bin. Divê hêzên demokratîk ên şoreşger zêdetir karibin têkoşînê bimeşînin.

AKP çawa hate vê rewşê? Ji ku hat? Divê derdorên Îslamî jî di vî warî de baldar bin. AKP’ê derdorên Îslamî girt û ew xistin ser xeta MHP, nîjadperest, şovenîst. Nêzîkatiyên Îslamî hilweşand. Nêzîkatiya Îslamî êdî ji bo AKP’ê sixtekariyek e. Ji ber ku xeta îdeolojîk diyar dike MHP ye. Jixwe tê zanîn ka ew çi ye. AKP êdî bûye MHP.

Di vî warî de divê hemû ew derdor rastiya xwe biparêzin. Divê her kes pêşbîniya têkoşîneke piralî bike ku wê xwe ji AKP’ê  rizgar bike. Divê her kes beşdarî vê têkoşînê bibe, bi berpirsyarî rabe, li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkeve û têbikoşe. Me got têkoşîna li dijî faşîzmê têkoşîneke wisa hevpar e. Faşîzm tê wateya êrîşên topyekûn. Di vê rewşê de, hem berxwedana antîfaşist û hem jî berxwedana demokratîk divê bi giştî be. Hin derdor beşdar bûn, hin derdor beşdar nebûn. Yên ku beşdar nebûn niha herî zêde xisarê dibînin. Di wê rewşê de divê her kes rastiyê bibîne, rast fêm bike û di têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê de bi rêbazên afirîner di nava yekîtiyê de divê zîhniyet û siyaseta nîjadperest, şovenîst, faşîst a li Tirkiyeyê têk bibe. Divê em karibin têkoşîneke topyekûn bimeşînin ku ev têkoşîn wê me ji vê zîhniyet û siyaseta jehrî rizgar bike. Ez serkeftinê ji hemû kesan re dixwazim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar