Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kalkan: Tunebûna netewî bi 15’ê Tebaxê hat rawestandin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkilî salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê wiha got: “Ev sereberjê bûn, tunebûna netewî 15’ê Tebaxê hat rawestandin. Guleyên pêşî yên hebûna bi azadî 15’ê Tebaxê hat avêtin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji bo salvegera 38’an Pêngava 15’ê Tebaxê ji Ajansa ANF’ê re nirxandinên girîng kir.

Kalkan diyar kir pêngava ku bi pêşengiya fermandarê mezin ê PKK’ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) çêbûyî li Botanê geş bûye, ciwan û jinên Botanê pir tev li nav refan bûne û berxwedana 15’ê Tebaxê berxwedana Botanê ye û wiha got: “Plansaziya di pêvajoya kongreya duyemîn a partiyê de jixwe ew bû ku pêngav li Botanê were avêtin, di pirtûkan de jî hatiye nivîsîn. Hê pêngav nebûyî dema ku şoreşger dîtin gelek ciwan tevlê bûn.

Çalakiyên 15’ê Tebaxê, çalakiyên Dihê û Şemzînanê herî pir li Botanê hat bihîstin. Wiha plansaziya wê hatibû kirin da ku were bihîstin. Ango heke xweş bihate rêveberin dibû ku bibûya raperînek jî. Nîv raperînek, an jî raperîneke herêmî, xwecih dibû ku bibûya. Kelecaniyeke wiha li nav Botanê çêkir. Lê em kêm man ku xweş rê ve bibin, perwerde bikin û bikin ku berê wê bikeve ser gerîla.

Ez mîmarê pêngava 15’ê Tebaxê Rêber Apo bi hurmet silav dikim, di şexsê fermandarên me yên nemir hevrê Egîd û Zîlan de hemû şehîdên têkoşîna me ya azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê li hemû hevrêyan, gelê me û li dostên me, her wiha cejna gerîla li gerîlayên HPG’ê û YJA Starê pîroz dikim. Di sala 15’ê Tebaxê de ez dixwazim diyar bikim ku em tevger û gel li ser xeta 15’ê Tebaxê bi rengekî xurtir şer bikin û serkeftina mezin bi dest bixin.”

Rêber Apo: Ez xeyalê, hêviyê diafirînim

Kalkan bal kişande ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Pêngava 15’ê Tebaxê û ev tişt anî ziman: “15’ê Tebaxê esasî bi dehaya Rêber Apo çêbû. Ango di nav wan şertên zor û zehmet de, di rewşeke wiha de ku hêvî jî nedihate kirin, xeyala wê jî nedihat kirin Rêber Apo ev afirandin. Jixwe digot, ‘ez xeyalê, hêviyê diafirînim.’ Bi bawerî û biryardarî Rêber Apo rol lîst. Ciwanên kurd jidil jî wêrek û fedakar in. Dema ku bi ramana Rêbertî re gihaştin hev, helwesta bawermend di çêbûna vê pêngavê de bi rola xwe rabû. Ya ku her tişt bi rengekî motor rê ve birî helbet Berxwedana 1982’an a Zindanê bû. Berxwedana beriya Berxwedana 14’ê Tîrmehê, berxwedana Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhat, Sarayan derfetên pir kêm bi rengekî xurt komî ser hev hatin kirin û wêrekiya berxwedaniyeke wiha derkete holê. Rêber Apo ev wêrekî nîşan da. Ev wêrekiyeke pir bi bîrewerî bû. Ew bîrewerî xwe disparte ser zanîneke kûr a dîrokî. Xwe dispart ser azaweriya li jiyana azad.

Piştre Rêber Apo got heke jiyaneke wê hebe yan wê bi azadî be yan jî qet nebe. Ev ji serî de têgihiştina sereke ya jiyanî, felsefeya jiyanê ya rastiya Rêberî bû. Van hemû tiştan kir ku pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an, pêngava ku bi çalakiyên Dihê û Şemdînan dest pê kirî, çêbibin.”

15’ê Tebaxê civakeke nû afirand

Kalkan da zanîn ku Pêngava 15’ê Tebaxê civakeke nû, mirovên nû û civaka azad ava kiriye û wiha domand: “Ji ber vê jî 15’ê Tebaxê bû mîlada kurdan. Ango em dikarin vê bibêjin; bila salvegera 38’an bibe sala kurdên azad. Divê em ji her kesî re wiha bibêjin. Ji ber ku serberjêrbûn, tunebûna neteweyî 15’ê Tebaxê hat sekinandin. Guleya bûneweriya bi azadî cara pêşî 15’ê Tebaxê hatine teqandin. 37 salan bi têkoşînê bi azadî dijîn. Em dikevin sala 38’an a teqwîma azad a jiyana azad. Sala 38’an pîroz dikim.”

Kalkan bal kişande ser aliyê navneteweyî yê berxwedaniya kurd û wiha pêde çû: “Em dibêjin berxwedana kurdan, berxwedana neteweyî, berxwedana azadiyê ye. Bêguman berxwedana kurdan e lê ev berxwedan tenê ne bi Kurdistanê re sînordar e, ne tenê berxwedana kurdan e. Ev berxwedan ji berxwedaniya Rojhilata Navîn niziliye û li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo sentekzeke nû ye.”

Gerîlayên kurd bû gerîlayên sentez

Di dewama axaftina xwe de Duran Kalkan ev işt anî ziman: “Gerîlayên kurd bû gerîlayên sentez. Weke berxwedaniya kurd berxwedaniyê dike. Divê mirov bibêje gerîlayên Rojhilata Navîn. Hemû gerîlatiya gelên Rojhilata Navîn stand. Ne tenê bi ev jî. Divê mirov rastiya PKK’ê û Rêber Apo li vir xweş fêhm bike. Ji hêla teorîk ve bi kûrahî bala xwe da ser tecrûbeyên gelên cîhanê. Gelên Ewropayê ji bo ku bibin netewe çawa li ber xwe dabîn wan jî gerîlatî kirin. Gelên asyayî çawa li ber xwe dane? Li Vîetnam, Kamboçya, li deverên din. Çawa hêzên global ên hegemonîk ku dewletên mezin ji wan re tê gotin, têk birin? PKK’ê, weke ku wê ev kiribin li ser wan hûr û kûr bû.”

Kalkan got ku berxwedaniya kurd bi pêngava 15’ê Tebaxê re li Kurdistanê bûye pêngaveke ku nikaribe were serkutkirin, qulibiye ser pêngava gerîla.

Bi pêvajoya 15’ê Tebaxê re PKK ketiye Botanê

Endamê Komîteya PKK’ê Duran Kalkan bi domdarî diyar kir ku ber bi pêvajoya 15’ê Tebaxê ve PKK hê nû ketiye Botanê, rêveberiya ku sala 1979’an Kurdistanê rê ve dibir, digot, ‘Divê PKK ji Mêrdînê nebihure, neyê hiştin ku bikeve Botanê’, biryareke wan a wiha hebûye, ew xweş bi vê dizanin û di dest wan de agahiyên berbiçav hene, ji ber ku rêxistinên din ên kurdan li dijî wan rêxistiniya wan dihat kirin. Kalkan her wiha got ku wan wê demê hin ‘dost’ peywirdar kirine, xwestine ku bê şert bi her rêxistina kurd re têkilî û tifaqê deynin, ji bo hevdîtinan 3 mehan xebitîne lê kesî ev qebûl kiriye û Çileya 1980’yî li Serêkaniyê êrîşa pêşî anîne, tifaqa bi navê Yekitiya Hêzê ya Demokratîk danîne û hedefa xwe jî koma Antî Apoyî bûye û êrîş bi ser tevgera wan de anîne, bi qasî 70 welatparêz û qedro qetil kirine.

Kalkan destnîşan kir ku van êrîşan li Mêrdînê rê li ber geşedanan vekiriye, ji wir ji bo ku derbasî Botanê nebin, cografyaya Botanê û civakîbûna wê bi xeta PKK’ê re neyê cem hev, asteng danîne û ev aşkere jî gotine û diyar kir ku di ser Serhedê, Wanê re ji bo Colemergê piştî sala 77’an hewldanên wan çêbûne lê zêde bi pêş neketine û haziriyên wan kêm bûne.

Kalkan da zanîn ku Îlona 1982’an û pê de dema ku gerîla çûye qada Botan û Behdînanê li Botanê tu rêxistiniya PKK’ê nebûye û jixwe rêxistinên din 12’ê Îlonê hatibûne çewisandin, piranî sempatîzanên PDK’ê bûne, hemû şaxa sempatîzanên PDK’ê bûne.

Belê welatparêziyeke baş heye lê…

Di axaftina xwe de Kalkan ev nirxandin kir: “Heval dema ku diçine Botanê tiştên ku li tu deverên din ên Kurdistanê nedîtibûn dibînin. Vê coşî û kelecaniyeke mezin da. Ji derveyî welêt vegera li Botanê hêvî hinekî geş kir. Heke civakeke wiha hebe, ev qas welatparêz pir baş in. Lê vê hinekî şaşî jî bi xwe re anîn. Çima? Wiha hate hesibandin weke ku ev civak pir baş e, pir zane ye, pir perwerde bûye, rêxistiniyê em dikarin pê şer bikin derkete holê. Lê diyar bû ku ne wiha ye.

Me dît ku ne wiha ye. Belê welatparêziyeke baş  heye lê ne perwerde bûyiye, ne rêxistinkiriye, gelek caran hatiye çewisandin. Serî rakiriye lê hatiye serkurkirin. Ji ber vê tenê bi vê dizane. Careke din jî, piştî têkçûna PDK’ê avaniyeke rêxistinî ku serî rake nemaye. Naxwe ji bo welatparêzî bibe xwedî maneyekê hewceyî bi hişmendî, rêxistinî û pêşengiyê heye. PKK’ê ev da. Pêngava 15’ê Tebaxê ev pêk anî. Botan li pêngavê xwedî derket. Ciwan û jinên Botanê, herî pir ew tevlê bûn. Berxwedana 15’ê Tebaxê Berxwedana Botanê bû. Plansaziya di pêvajoya kongreya duyem a partiyê ew bû ku pêngav li Botanê were geşkirin, di pirtûkan de jî hatiye nivîsîn. Herêma li nav sînorê Sûriye û Îranê û xwe digihand Iraqê jî weke herêma sereke ya şer hatibû ragihandin. Bajarên ku niha em jê re Şirnex û Colemerg dibêjin weke herêma sereke ya şer, herêma gerîla, navenda gerîla hatibû diyarkirin. Ji nirxandinan ew encam derket.

Helbet ev kir. Geş bû lê kêmasî jî hebûn ji ber ku xweş nehatibû nirxandin. Hê pêngav nebûyî dema ku şoreşger dîtin gelek ciwan tevlê bûn. Çalakiyên 15’ê Tebaxê, çalakiyên Dihê û Şemzînanê herî pir jixwe li Botanê hatibûn bihîsin. Wiha jî plansaziya wê hatibû dayîn da ku were bihîstin. Ango heke xweş bihata rêvebirin dibû ku bibûya raperînek . Nîv raperînek, geşedanên herêmî an jî raperîneke xwecih dibû ku derbiketa holê. Li Botanê kelecaniyeke wiha çêkir. Mirov bi rehetî dikare vê bibêje. Lê em kêm man ku wê xweş rê ve bibin, perwerde bikin û bikin ku bi ser gerîla de werin.”

Hêzên Rizgariya Kurdistanê

Duran Kalkan destnîşan kir ku nasnameya pêşîn a gerîla Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) û wiha got: “Ev destpêk bû, gava pêşî bû. Ragihandinek bû, ragihandina berxwedaniya gerîla.”

Kalkan bi berdewamî diyar kir li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hewceyî bi stratejiya şerê şoreşgerî yê gel, artêşbûnê, artêşa gel hebû, hewceyî pê hebû ku şer were geşkirin, berbelavkirin, ji bo ku rizgarî bi şer bibe, hewceyî bi Artêşa Rizgariyê hebû û wiha axivî: “Piştî bi du salan di sala 86’an de kongreya sêyem ev rewş nirxand, biryar li ser da ku dema wê hatiye. Ji ber vê HRK bi ARGK’ê guherand. Biryara ARGK  kongreya sêyam da. Rêzikname û rêveberinameya wê hazir kir. Armanca wê danî.

Guherîna HPG’ê paradîgmayî ye. Divê wiha were zanîn. Serê sala 2000’î, weke hewcehiyeke guherîna paradîgmayî ya Rêber Apo ji hêla leşkerî ve jî, ji hêla hişmendiya leşkerî ve jî, diviya di hişmendî, pergala ARGK’ê de hin tişt bihatana guhertin. Ew guherîn ji hêla ramanî ve hatin kirin. Ji hêla pergalî ve. Helbet ji hêla nasnameya ve jî. Ji ber vê êdî ji xeta nû ya berxwedanê re mirov nikarîbû ARGK bigota. Hêza parastinê ya li ser xweparastinê, xweparastina bi pêşengiya gerîla, tiştekî weke parastina gel bû. Ji ber vê bi rengê HPG’ê ji nû ve bû xwedî dirûv.’’

Nasîna Fermanda Egîd

Di nirxandina xwe de Kalkan got ku di sala 1977’an de wî Fermandar Egîd nas kiriye, li nav xebatên ciwanan derketin pêş, bi Mazlûm Dogan re dixebitî, ji hêla helwesta xwe ya biryardar, afirîneriya pratîk bal dikişande ser xwe, ji ber vê li derdora Êlihê tev li çalakiyên leşkerî bûye, piştre tev li berxwedana Siwerekê bûye, havîna 79’an li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Filistînê perwerdehiyê 15 kes çûne û yek ji wan Fermandar Egîd bûye û her yek ji wan î berpirsê leşkerî yê herêmekê bûye û Egîd jî berpirsê Êlihê bûye, di nav koma pêşî ya perwerdebûyî de cih girtiye li gel Kemal Pîr.

Kalkan da zanîn ku Egîd di Gulana 1980’î de ji bo rêxistiniya Biryargeha Botanê li gel Kemal Pîr vegeriyaye Sêrtê, ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye peywirdarkirin ku rêxistiniya Biryargeha Botanê û biryargeha giştî ya gerîla bike ku wê demê sê biryargeh hebûne bi navê Biryargeha Torosê, Biryargeha Dêrsimê, Biryargeha Botanê ku Biryargeha Botanê dê biryargehên din jî bi rê ve bibirana.

Kalkan diyar kir piştre darbeya 12’ê Îlonê çêbûye, derketiye derveyî welêt, perwerdehiyeke xweş ditiye, tev li dewreya perwerdehiyê ya haziriya vegera li welêt a piştî konferansê bûye, piştre Rêberê Gelê Kurd ew peywirdar kiriye li qada Başûr-Rojhilat. Kalkan got ku wê demê Karasungur dixebitî, pê re ji bo vegera li welêt ji bo gerîla haziriyên pratîk wê bikirana piştî Îlona 82’an tevahiya gerîla ji hêla Karasûngur û Egîd ve hatine pêşwazîkirin, bicihkirin û zivistana 82-83’an hazir bûn û piştre jî bihara 83’an ji bo ku gerîla li bakurê Kurdistanê werin peywirdakirin di asta rêveberiyê de cih girtiye.

28’ê Adarê li Gabarê şehîd bû

Kalkan bi berdewamî ragihand ku Fermandar  Egîd sala 83’an qadên Botan Xerzanê dîtine, yekîneyên wir kontrol kirine, bihara 84’an ji bo ku çalakiya pratîk geş bike li qada Botanê peywir standiye û ev peyiwr piştre bi rengê Fermandiriya Yekineya Propaganda ya Çekdar a 14’ê Tîrmehê berbiçav bûye, bi rengê çalakiya Dihê berbiçav bûye û ev kiriye û wiha got: “Ango 83’yan kontrokirina yekîneyên wan qadan. 84’an bi çalakiya Dihê re fermandariya teqandina guleya pêşî ya gerîla kiriye. Payîza 84’an Botan bi berdewama wê şer kir.

Kalkan got ku bi berdewamî derbasî ‘Qada Rêbertî’ bûye, wêneyên Egîd ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi bîr xist û da zanîn ku wê demê ev wêne hatiye û wiha axivî: “Nîsana 85’an dîsa hat qada Rêbertî. Derbasî Botanê bû. 85’an di asta biryargeha Şerê Botanê de cih girt. 28’ê Adarê li Gabarê di kemînekê de şehîd bû.”

Fermandarê gerîlayên Botanê

Di axaftina xwe de Kalkan destnîşan kir ku Egîd fermandarê hemû gerîlayên Botanê bû û wiha domand: “Rêveberî ji bo kongreyê vekişiyabû. Tenê li Bakur bi peywira fermandariyê heval Egîd mabû û dema ku ew peywir dikir şehîd bû. Fermandarê şerê 37 salan e. Pêşî du salan hazirî kir. Du salan jî fermandariya fiîlî ya vî şerî kir. Ango ev 35 sal in bi fermandariya Egîd mirov dibin xwedî ruh û wêrekî. Dibine xwedî hişmendî û rêxistinî, çalaki dibin. Şer dikin. Ev rastiyek e.”

Kalkan diyar kir fermandar Egîd hemû bala we dabû ser geşkirina gerîla, ev ne bi fermanan dikir, bi baweriya li azadiyê, bi dilsoziya li hebûna kurd û Kurdistanê dikir, ev ji welatparêzî, şoreşgerî, azadîxwaziya wî dihat, ji dilsozbûna li xeta Rêbertî, ji baweriya bi vê xetê dihat û wiha got: “Ew bawerî jî ji hişmendiyê dihat. Heval Egîd kesayateke wiha bîrewer û bawermend e.”

Xeta fermandar Egîd

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li ser kesayata Fermandarê Mezin Egîd got ku tim difikirî, dixwend, lêkolîn dikir, dema ku tiştek dikir plansazî dikir, rêxistiniya wê dikir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “24 saetan li ser jiyanê, li ser şer hûr dibû. Difikirî. Ne kesayayeke wiha bû ku li pey azweriyên takekesî bû. Heval Egîd li devera ku diviya şervan bûye şervan, li devera ku diviya fermandar bûye fermandar, li devera ku diviya jêr fermandar bûye dibû ew. Ango li cihê lê zorî çi bûna, çi peywir biketa bara wî xwe dida ber. Kesayateke wiha bû. Ji bo wî pêkhatina armancê esas bû. Bi vînê heq ji zor û zehmetiyan derdiket, bi perwerde û bîreweriyê. Bi afirandina taktîk. Heval Egîd hem fermandar û hem şervan e. Xeta fermandar Egîd xetek e, piştre ew xeta ji rê hat derxistin. Çetetiyê ji rê derxist. Rêber Apo pir li ser sekinî li ser wan jirêderxistinan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar