Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Kalkan: Wê ‘Roja Reş’ ji rojeva me derbikeve

Vê sekn û berxwedana mezin a dîrokî 22 sal in komploya navneteweyî pûç kir. Wê komployê ku ‘deqeke reş a li ser eniya mirovahiyê ye' ji holê rake û vê deqê ji eniya mirovahiyê bibe. Bi rêya vê têkoşîna mezin, wê gotina 'Roja Reş' di demeke nêz de ji rojeva gelê me derbikeve

Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku komploya navneteweyî wê di sala 23’an de berhewa, bibe û pêşî li azadiya Ocalan vebe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameyeke Medya Haber TV bû û di sala 22’an de li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê axivî.

Armanca komploya navneteweyî çi bû, çawa pêk hat?

Beriya her tiştî afirînerê wê fikra mezin Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim, ku li dijî sîstema tecrîdê û îşkenceyê ya Îmraliyê bi helwesteke awarte li ber xwe dide û vejîna Rêbertî ya 3’emîn di nava wan şert û mercên giran de pêk anî. Berxwedana Îmraliyê pîroz dikim. Ji hevrê Halîl û Aynûr ku 23 sal in bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir heta hevrê Dilşêr Herekol, bi deh hezaran şehîdên me yên leheng bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînim. Vê seknê û berxwedana mezin a dîrokî 22 sal in komploya navneteweyî pûç kir. Wê komployê ku ‘deqeke reş a li ser eniya mirovahiyê ye’ wê ji holê rake, wê vê deqê ji eniya mirovahiyê bibe. Bi rêya vê têkoşîna mezin, wê gotina ‘Roja Reş’ di demeke nêz de ji rojeva gelê me derkeve.

Dema ku em li pirsa we vegerin, bi vî rengî dikare bê nirxandin: Di ser komploya 9’ê Cotmeha 1998’an re 23 sal derbas bûn. Em dikevin sala 23’an a komploya 15’ê Sibatê. Pirs dikare bi vî rengî jî bê pirsîn; Eger komplo nebûya wê rewş çawa bûya? Encamên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê wê çawa bûna? Ji ber ku komplo di atmosfereke welê de pêk hat, ku pirsgirêka kurd ji her alî ve hat eşkerekirin, ji aliyê gelê Kurd ve îradeya çareseriyê hat destnîşankirin, çareserî li sîstema heyî dihate ferzkirin û Rêber Apo di vê mijarê de çareseriya herî maqûl a siyasî demokratîk pêşkêş dikir.

Ya rast, ev yek êrişek li dijî çareseriyê bû. Êrişek welê bû ku çareseriya pirsgirêka kurd nedixwest, azadiya gelê kurd nedixwest, daxwaza ji bo dewamkirina rêbaz û sîstema siyaset û zîhniyeta ku kurdan tune dikir bû. Komploya navneteweyî bi esasî êrişeke wiha ye. Lewma eger pêşniyara çareseriya siyasî ya demokratîk a ji 8 xalan a Rêber Apo bihate qebûlkirin, ku li Romayê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kir, eger hingî îradeyeke siyasî rû dabûya, eger bi zîhniyeteke bi vî rengî nêzîk bibûya wê çi bibûya? Wê pirsgirêka kurd çareser bibûya û kurd bibûna civakeke azad. Wê veguherîbûna civakeke azad ku xwe bi xwe bi rê ve dibin. Çareseriya vê yekê ya li Bakurê Kurdistanê wê bandoreke yekser li parçeyên din ên Kurdistanê û Tirkiyeyê bikira. Wê çareseriyeke giştî ya kurdan pêk bihata, lewma jî nakokî û şerê ku xwe dispêre hebûna pirsgirêka kurd, komkujî, îşkence, zext û mêtingerî wê ji holê rabûna. Vê yekê wê bandoreke çawa li Tirkiyeyê bikira? Bêguman ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve wê demokratîkbûneke bingehîn pêk bihata. Em bala xwe bidin ser; faşîzma AKP-MHP’ê nahêle ku kes li mafê xwe bigere. Naxwaze daxuyaniyekê bide. Qebûl nake ku du kes li hev kom bibe û bi daxwaza mafên xwe bimeşin. Ciwan dibêje, ‘Ez naxwazim qeyûm li zanîngeha min bê danîn, ez ê rektor hilbijêrim. Jin dibêje, dixwaze bi rengekî azad bijî. Karker û kedkar daxwaza mafên xwe dikin’. Lê van hemû daxwazan mîna gayê Spanî yê çav li rengê sor ketiye, êriş dike. Herî dawî rewşa êrişa li dijî xwendekarên li Zanîngeha Bogazîçiyê li holê ye. Çi dibêjin? ‘Wê bibin mîna Gezî’. Dibêjin, ‘Wê ji vir rabin û li dijî Tirkiyeyê operasyonê bikin’. Yanî bi gotina, ‘tiştên hûn dikin ne pirsgirêk jî bin, ji rêya ku hûn vedikin wê gelek tişt derbas bibe’ û bi vî rengî qirkirina ku li kurdan ferz dike, niha weke dîktatoriyeke faşîst, zexteke faşîst, mêtingerî û terorê li Tirkiyeyê, li gelên Tirkiyeyê, li ciwanan, jinan, karkeran û kedkaran vedigere. Lewma qirkirina kurdan dibe faşîzma giran li dijî Tirkan.

Ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve şopên faşîzmê hemû wê ji holê hatibûna rakirin. Ev fikrê nijadperest, şoven, neteweperest, tûranperestî ji holê bê rakirin, netewe dewlet a faşîst xwe dispêre vê hilweşe û li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk were. Demokratîkbûna bi vî rengî ya Tirkiyeyê li tevahiya Kurdistanê tê wateya çareseriya pirsgirêka kurd, di heman demê wê bandor li Rojhilata Navîn, Erebistanê û qada Îranê jî bikira. Dibe ku yek ji pêngavên herî dîrokî yên mezin ên dîroka Rojhilata Navîn, ya herî civakî û bi gingeh di vê demê de bi rengê ku xwe dispêre azadiya jinê, demokrasiya civakî ya azadiya kurdan qebûl dike, pêk bihata. Vê yekê wê bandoreke erênî li tevahiya mirovahiyê; li ser Ewropayê, Emerîkayê, Efrîkayê û Asyayê bikira. Jiyana azad û demokratîk wê li tevahiya cîhanê belav bibûya. Bersiva pirsê jî di vir de ye.

Wê demê bi komloya 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an re çi hate kirin? Pêşî li van pêşketinan hemûyan hate girtin, hatin astengkirin. Nexwestin ku ev pêk were. Nexwestin ku ne Kurd azad bibin ne jî demokrasiyeke rasteqîn bigihêje gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê. Armanca komployê ev bû. Êriş li dijî demokrasî û azadiyê bû. Êriş li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd bû. Armanca komployê ev bû. Li ser bingeha tunekirina Rêber Apo xwestin ku PKK’ê, Tevgera Azadiyê ya Kurd tune bikin. Ji wan hebû ku bi tasfiyekirina PKK’ê wê qirkirina Kurdan temam bikira. Temamkirina qirkirina Kurdan jî dihate wateya serweriya zîhniyeta dîktatoriya çete û faşîst li Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ev jî dihate wateya zext û mêtingeriya bi her cûreyî li tevahiya cîhanê.

Wê demê komplo ji bo astengkirina azadî û demokrasiyê hat kirin. Armanca komployê astengkirina azadî û demokrasiyê bû. Komploger li dijî azadî û demokrasiyê ne. Li dijî çareseriya pirsgirêka kurd in. Çi dixwazin? Dixwazin ku pirsgirêka kurd dewam bike. Li ser vê bingehê dixwazin ku qirkirina kurdan dewam bikin. Bi qirkirina kurdan dixwestin bi siyaset, zîhniyeta şoven, neteweperest û faşîst a Tirkiye û Rojhilata Navîn parçe bike, bi hev bide şerkirin û bi vî rengî bi hêsanî jê bimêtin. Dixwestin ku zext û mêtingerî serdest be û li gorî ku dixwazin jê bimêtin. Li dijî vê yekê berxwedan hat nîşandan. Daxwaza wan bi temamî pêk nehat. Lê belê li pêşiya çareseriyê bûn asteng. Di halê hazir de 22 sal in polîtîkaya şer û nakokiyan a têkildarî pirsgirêka kurd dewam kirin, ji vê polîtîkayê qezenç bi dest xistin. Lêkolîneke wiha dikare bê kirin: Mînak, di nava van 22 salan de kî ji aliyê madî ve qezenç bi des xist? Kê mêtingerî kir? Kîjan kesayet, şîrket û civakan li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê li ser bingeha şer û nakokiyên têkildarî pirsgirêka kurd qezenç bi dest xistin? Peymanên bi çi rengî yên berjewendiyan çêkirin? Ewqas çek hatin firotin. Çiqas çavkaniyên ser û binê erdê hatin desteserkirin. Bi buhayekî gelekî zêde çiqas bazirganî hat kirin? Çiqas bazarî hat kirin. Ev rewş hêjayî lêkolînê ye. Eger ev bê lêkolîn wê were dîtin ku komploya navneteweyî bêsedem, bêarmanc nîne. Hinekan di vê mijarê de qezenceke mezin a madî bi dest xistin. Ji bo vê berjewendiyê komplo birêxistin kirin, xistin meriyetê û bi vî rengî bûn sedema rijandina xwînê, mêtingeriyê, zext, zilm û îşkenceyê.

Em bala xwe bidin ser bûyerên li Îmraliyê diqewimin. Di nava 22 salan de me bi deh hezaran şehîd dan. Eger hinek rabin bêjin, ev hemû nerast in, tiştekî wiha nebûye. Ez bîlançoyê radigihînim. Li Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava di berxwedana dijî êrişên DAÎŞ’ê-Dewleta tirk de zêdeyî deh hezar şehîd hatin dayin, ku fermandarê QSD’ê bi xwe ev yek eşkere kir. Ev tê çi wateyê? Komploya navneteweyî bû sedema van hemûyan. Eger li şûna komployê pirsgirêka kurd bihata çareserkirin, ne DAÎŞ wê hebûya, ne El Qaîde. Ne jî pêwîstî bi şerê li dijî wan hebûya. Lewma ev xwîn wê nehatibûya rijandin. Ne tenê me, her wiha dewleta tirk, artêşa dewleta tirk jî ewqas kuştî dan, DAÎŞ’ê jî ewqas dan, çeteyên din jî ewqas dan. Şerê li Sûriyeyê ketiye çi halî. Yên ku pirsgirêka kurd afirandine jî ji pirsgirêka kurd sûdê wergirtine. Kurdistan hatiye parçekirin û tune tê hesibandin. Ev yek ne pirsgirêkeke ku ji aliyê kurdan ve hatiye afirandin, pirsgirêkeke ku ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîsta global ve hatiye afirandin. Kurd tune hatin hesibandin û qirkirin li kurdan hat ferzkirin. Li Kurdistana parçekirî qirkirin li kurdan hat ferzkirin, nakokî û şerekî giran li Rojhilata Navîn hat afirandin. Ji vî şerî û nakokiyan sûd wergirtin. Bi hêsanî ji Kurdistanê, civakan, welatên derdorê û tevahiya Rojhilata Navîn xwarin, qezenç bi dest xistin. Ji bo vê yekê çima êriş kirin, çima dijminatî li kurdan kirin. Ji ber ku sûd jê wergirtin. Divê ev rastî bê dîtin.

Kîjan hêz di kîjan astê de tevlî komployê bûn?

22 sal in me ev yek îfade kir. Rêber Apo nirxandina xwe ya destpêkê di 15’ê Cotmeha 1998’an de kir. Komplo analîz kir. Piştre jî di 25’ê Cotmeha 1998’an de analîza xwe ya berfirehtir kir. Piştî 15’ê Sibatê jî bi kar û sekna xwe ya 22 salan a li Îmraliyê, rastiya komployê, plana wê, hêzên ku di komployê de cih girtin, rola wan hemû analîz kir. Komplo bi xwe bi vî rengî analîz kir. Em bi vê zanin.

Her kes jî dinirxîne, nîqaş dike. Em, tevger jî nîqaş dikin. Cîhan tev nîqaş dike. Her kesî gelek dane, agahî eşkere kirin. Rewşeke tê zanîn heye. Êdî tiştekî nepen, veşartî nîne. Komployên 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an ji ber xwe ve nebûn. Di çarçoveya armancekê de hinekan biryara vê dan, plana wê kirin û xistin meriyetê. Bi zext û êrişeke giran ev xistin meriyetê.

Gelo kê biryara vê da? Serokê DYE’yê yê wê demê Bîll Clînton biryar da. Bîll Clînton bi xwe mohra xwe danî binê plansaziyeke êrişa komployê. Şêwirmendên wî bi vî rengî anîn ziman. Lewma Emerîkayê komplo bi rêxistin kir û meşand. Rêveberiya niha jî rêveberiyeke demokrat e. Rêveberiyek ji heman partiyê ya beriya 22 salan li dijî Rêberê gelê kurd ê azadiya kurdan dixwest, êrişeke wiha kir û pêşî li çareseriya pirsgirêka kurd girt. Xwest ku qirkirina kurdan dewam bike. Rêber Apo bi rengekî yekser tiştek li DYE’yê nekiriye. Ne çalakiyeke xwe heye, ne jî bi hêzeke cuda re tifaq û têkoşîna siyasî kiriye.

Belê ji aliyê fikrî ve DYE rexne dikir. Ji aliyê îdeolojîk ve li dijî sîstema DYE’yê bû, sîstemeke alternatîf destnîşan dikir. Lê belê şerekî xwe yê yekser li dijî DYE’yê tune bû. Lewma ev êriş li gorî hiqûqa DYE’yê nîne. Bi temamî ji destpêkê heta dawiyê êrişeke îdeolojîk-siyasî ye. Biryareke ku xwe dispêre vê yekê.

Gelo DYE çi ji kurdan dixwaze? Clînton niha kal bû, sibe wê bimire. Ev guneh wê di stuyê wî de bimîne. 22 sal in azadiya kurdan asteng dike. Bû sedem ku xwîna bi deh hezaran ciwanên kurd bê rijandin. Bû sedema şerekî bi vî rengî. Ewqas xwîn, zext û mêtingerî ji ber vê yekê rû da. Gunehê vê yekê bi temamî di stuyê wî de ye. Gelo wê tiştekî bêje? 15’ê Sibatê dikeve salvegera 22’an, dikeve sala 23’an. Divê tiştekî bêje, divê rêveberî bi xwe bêje. Rêveberiya îro jî ya wê demê jî dewam dikin. Divê ev gemar bê paqijkirin. Naxwe partiyek demokrat nabe, rêveberiyeke demokrat jî nabe. Nikare jiyaneke demokratîk bîne Emerîkayê û cîhanê. Heta ku komploya 15’ê Sibatê, îşkence û sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dewam bike, kes nikare qala demokrasî û azadiyê bike. Nikare qala hebûna van bike. Divê ev baş bê zanîn. Divê her kes vê bibîne. Wê demê berpirsyarê sereke li holê ye. Civaka kurd li benda bersivê ye. Di şerê dijî DAÎŞ’ê de dibêjin ku kurdan baş şer kirin. Yê ku ew ruh da jin û mêrên li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, yê ku şer û azadî hînî wan kir û ji bo wan Rêber e, we belasebep girtin û 22 sal in li sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê dihêlin.

Niha dibêjin ku Xanim Clînton piştgiriya madî dide dokûmantera li ser şerê jinên kurd. Ev yek dişibe ‘efûkirina gunehê xwe’. Ev rewş hevgirtî nîne. Li şûna ku tu yê pere bide dokûmantera li ser wan, li şûna ku tu yê pesnê wan bide ku li dijî DAÎŞ’ê baş şer dikin, hurmetê nîşanî daxwaz û hesreta wan bide. Sîstema êşkenceyê û tecrîdê ji aliyê Emerîkayê ve hat afirandin. Ji xwe sekna heyî jî ya Emerîkayê ye. Tiştekî ku dewleta tirk bi serê xwe bike nîne. Em vê bi zelalî zanin. Piştre jî bi barîna rondikên derewîn pesnê jinên li dijî DAÎŞ’ê şer dikin dide, ev nabe, kes ji vê bawer nake. Eger wê baweriyê bi xwe bînin, wê demê şaşitiyek kiribin bila li xwe mikur bên. Eger sûcdar in bila bêjin ku sûc kirine. Helwesta serbilindî û bi rûmet wiha ye. Bi rûmetiya mirovan ew e ku xete û sûcek kiribe, qebûl bike, wê sererast bike, xwe sererast bike û perwerde bike. Divê karibin vê şaşitiyê sererast bikin. Divê karin şaştiyê rast bikin. Sûc be wê demê divê karibin sûc ji holê rakin. Wekî din nabe.  Binerin di 6’ê Mijdara 2018’an de li dijî min û du hevalên min, çawa ku li dijî Rêber Apo kirin heman biryar ji aliyê serokê beriya niha yê DYE’yê Trûmp ve hat îmzekirin. Li dijî me biryara tunekirinê û mîna ya Îmraliyê biryara girtinê dan. Hîn jî dewam dikin, tiştekî hatiye guhertin nîne. Eger ev rêveberî bi rastî jî sererast neke wê rêveberiya cuda jî dewam bike. Wê dewam bike yan na? Niha wê çawa bêje ku ew ji yên beriya xwe cudatir e û ders ji bûyeran derxistiye? Wê çawa baweriyê bi xwe bide anîn. Her wiha ecêb e, wê demê jî min got. ‘Trûmp dibe yan jî yekî din dibe serok. Dewleta Elmanyayê 6 salan ez girt im. Piştre dadger hatin gel min, li ber min geriyan û gotin ‘cezayekî qebûl bike ku em ceza bidin te, me li dijî de sûc kirine’. Em bi neheqî digirin. Ez çima qebûl bikim, min qebûl nekir bêguman. Piştre meclîsa li Bonnê PKK weke rêxistina sûc ragihand. Xwe spartin wê biryarê û ceza dan min. Qaşo ceza dan, ji girtîgehê derxistin. Ez çûm Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, min doz qezenç kir. Elmanya hat sûcdarkirin. Niha rêveberiya Emerîkayê li dijî min biryara girtinê wergirtiye. Rêveberiya beriya niha ev biryar dabû. Bila niha dadgehekê ava bikin, lê wekhev be. Em biçin DMME’yê, ez li DMME’yê mafdar hatim dîtin. Ji ber vê dozê rewşa min çi be ya Rêber Apo jî bi heman rengî ye. Nekarîn bînin doza em li Dusseldorfê lê dihatin darizandin, bersûcê sereke Rêber Apo bû. Em hemû mafdar hatin dîtin. Di rewşeke wiha de ku her tişt li pêş çavan e, eger Emerîka hîn jî komployê dewam bike, piştre jî qala demokrasiyê, mafên mirovan û dostaniya bi kurdan re bike, ev nabe. Tu yê rabe yê ku îradeya azad daye kurdan 22 salan li sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê bihêle, weke sûcdarê herî giran nêzî wî bibe, piştre jî rabe bi kurdên cuda re, bi kurdên ku wî hişmendî daye wî li Rojava, Başûr, Rojhilat, Bakur dostaniyê deyne, têkiliyê deyne, pesnê wan bide. Yên ku hesabê wê yekê dikin ku bi xwespartina li vê yekê PKK’ê biqedîne, Rêber Apo tune bike, hesabên şaş dikin. Bi wesîleya vê salvegerê bi vî rengî nabe. Bi wesîleya vê salvegerê divê her kes bi rengekî rast bifikire, rast binirxîne. Heman tişt ji bo hêzên din jî dikare bê gotin. Ewropayê roleke neyînî lîst. Rêber Apo rîskek ewqasî giran da ber çavên xwe. Bi berpirsyariyê rabû, berê xwe da Ewropayê. Di asta herî bilind a hiqûqa Ewropayê de çareseriyeke maqûl pêşkêş kir. Çû Romayê, ji Yekîtiya Ewropayê re got, ‘fermo pirsgirêka kurd çareser bikin, bila bandora we ya siyasî zêde bibe’. Xwedî lê derneketin. Elmanya berpirsyar e, Fransa berpirsyar e. Wê demê hikumeta Îtalyayê pêşniyar kir ku konferanseke kurd bê lidarxistin, lê belê ev daxwaz red kirin. Xwedî lê derneketin. Berevajî hîn bêhtir hêz û piştgirî dan DYE’yê. Li aliyên din ji bo Rûsya, Yewnanistan û Kenyayê tiştekî nabêjim. Ev di asta rêveberiyeke welê de bûn ku ji bo berjewendiyên biçûk xwe pêşkêşî bazarê dikirin. Sûcdar in. Siyaset, rêveberiya wê demê; yên li Moskowayê, Atînayê, Kenyayê bi rengekî eşkere korsantî kirin. Di berdêla hin berjewendiyên madî de Rêber Apo revandin û korsaniyeke wiha kirin ku encama wê di 15’ê Sibatê de Rêber Apo revandin û birin Îmraliyê. Yên niha li Rojhilata Navîn jî bi hin rolê rabûn. Bi rastî jî Îranê deriyên xwe girt. Nekarî xwe lê bigire. Pirsgirêka wan a kurd heye. Lê belê dikarîbû helwesteke çareseriyê nîşan bida. Wê demê rêveberiya Misrê jî kete ber cezayê Husnu Mubarek. Me wê demê got, nekeve gunehê mezlûman, wê berdêla wê bide. Husnu Mubarek berdêla gunehê ku li kurdan kir, da. Kê zilm li kurdan kiribe, kê neheqî li wan kiribe mîna Husnu Mubarek wê berdêla wê bide. Ji ber ku yê derew kir ew bû. Wî rê da ber rêveberiya Hafiz Esat. Bi rêveberiya Demîrel re ji bo hin tiştan teşwîq kir. Yanî bû aktorê sereke yê komploya rêveberiya Clînton meşand. Bi roleke gelekî neyînî tevgeriya. Divê rewşenbîrên siyaseta Misrê vê binirxînin. Nêrîna Husnu Mubarek parve nakin, lê belê Husnu Mubarek bi navê Misrê, bi navê civaka Misrê bi wê rolê rabû, ewqas neheqî li kurdan kir. Wê demê divê mirov karibe hinekî efû bike. Di misilmantiyê sûcê herî mezin e ku mirov gunehê hinekî werbigire. Ji bo mirovekî rewşa herî giran e. Ew der di bin gunehê de ye, qada ereb bi giranî ew guneh kiriye, Iraq, Sûriye, Misir ew guneh kirine. Di serî de PDK û YNK ji bo siyaseta kurd jî heman tişt dikare bê gotin. Di vê komployê de bi roleke neyînî tevgeriyan. Berpirsyariyên wan hene. 22 sal derbas bûn, tiştekî nabêjin. Wê çi bêjin? Beriya 22 salan Rêberê kurdan bi vî rengî neheqî û bêedaletî bû hedefa êrişeke komplogeriyê. Di nava sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê de tê hiştin. Yên ku ji xwe re dibêje ‘Ez siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, lîder, rêveberê kurd im li pêşberî vê rastiyê çi dibêjin? Bêdeng dimînin. Têkildarî dewamkirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, têkildarî hiştina Rêber Apo li wê derê çi dibêjin? Ji ber ku ji bo rojekê jî be ev nêzîkatî ne rast e, sûc e. Niha 22 tijî kir. Li gorî hiqûqa Ewropayê di sala 15’an de diviyabû hatibûya berdan. Em jî bi vê hiqûqa Ewropayê zanin, 6 salan em di zindanê de man. Hema bêje hemû madeyên wê ji ber kir ku wateya wê fêhm bikin. Dibêjin di 25 salan de. DMME’yê biryara jinûve darizandinê da lê belê ji wan bi cih nehate anîn. Li aliyê din em ji aliyê xwe ve dersê jê derdixînin. Rêber Apo hevrêtiya kêm rexne kir. Di pêvajoya komployê de jî di têkoşîna 22 salan a piştî komployê de jî em li ser kûr dibin ku kêmasî çi ne. Em lêkolîn dikin, nîqaş dikin. Bi giranî di nava nêzîkatiyeke rexnedayinê de ne, hewl didin sererast bikin. Em hewl didin hevrêtiya kêm ji holê rakin û bibin hevrêyê Rêber Apo. Kêmasiyên û şaşitiyên me hene. Me nekarî encama dixwazin bi dest bixin, ew meseleyeke cuda ye lê belê ji nava me tasfiyekar derketin, gotin ku berpirsyariya me nîne. Em bi wî rengî nabêjin. PKK a ku îro vî karî dike berpirsyariya xwe dibîne. Komplo di nava rewşeke wiha de hat kirin. Di rewşa heyî de kes nikare bêje ku berpirsyariyawan tune. Sekna Rêber Apo ya 22 sal in li dijî sîstema îşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê nîşan dide berpirsyariya her kesî zêde dike. Divê her kes vê yekê bibîne.

Têkoşîneke çawa hate dayin ku piştî ev qas dem rastiyeke tevgerê û gel a li ser piyan heye? Di vê pêvajoyê de çi hat jiyîn?

Têkoşîna herî mezin a dîrokê, ya herî wêrek, bi fedekarî, nirxên ku yên xwedî adalet, kûrfikir, dixwazin fêhm bikin, ku rastiya mirovahiyê, ya jiyana azad fêhm bikin, di vir de veşartiye. Ev 23 sal in Rêber Apo li dijî komployê têdikoşe. Tevger û gelê me têdikoşe. Ev 22 sal ne hindik in. Pêvajoyeke dirêj û komplo di qonaxên taktîk ên stratejîk derbas bû. Pêvajoyên têkoşînê yên cuda çêbû. Hemû plansaziyên komploger heta niha hatine pûçkirin.

Dawiyê vê dibêjin. Çi derkete holê? DYE û hêzên kompologer çi jî bikin bi ser neketin. Komplo nebirin serî. Êrîşa 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêber Apo, êrîşa îmhayê bû. Dixwestin ku Rêber Apo di nav rojekê de îmha bikin. Hem jî bi rengê ku diyar nebe bê ka kê kiriye, li ezmanan. Piştre bawer dikirin ku PKK wê tasfiye bibe têkoşîna azadiya kurd nemîne, qirkirina kurdan bi rehetî bidomînin, ji nakokî û şerê di vê pêvajoya qirkirinê de sûd werbigirin. Têkoşîna dijî komployê ji vir dest pê kir. Pûçkirina komployê di roja pêşî de dest pê kir. Pêşî ji Şamê derxistin, birin Atîna, paytexta Yewnan, ji wir dîsa bibirana Deryaya Spî û lêdana! Rêber Apo venegeriya. Bi vî rengî pêşî li imhayê girt. Piştre dema ku çûyî Rûsyayê vê carê berê xwe dane Rûsyayê bê ka dikarin bistînin, ew jî nebû. Nêçîrek dane destpêkirin. Gelek pere dane Rûsyayê û ji wir derxistin, birin Romayê. Li Romayê her cure zext danîn, muxalefeta Italya jî di nav de, dewleta tirk jî sazkar kirin û her cure zext danîn. Hikûmeta Italayê nema karî li ber xwe bide, dawiyê derew, dek û dolan gerandin, soz dane Rêber Apo, dîsa şandi Moskowê û kirin ber kontrola CIA’yê. Li wir jî hinek soz dan. Dîsa ji wir birin Yewnan bi rêbazên komploger xwe li îmhakirinê ceribandin. Dema ku Rêber Apo hemû hewldanên wan pûç kir vê carê jî soz dan û birin Kenyayê, Başûrê Efrîkayê. Gotin cihê ku tu bixwazî em ê te bibin, Yewnanîstan soz da, kemîn danîn û ew birin Imraliyê, rewş ev qasî aşker ye.

Ji bo îmhakirniê çar mehan ketin pey. Dema ku nekarîn îmha bikin jî xwestin ku îdam bikin. Niha Rêber Apo gelek derdor qanih kir ku komplo bi qasî kurdan her wiha li ser Tirkiyê, Rojhilata Navîn e jî. Hesabê yên ku 15’ê Sibatê kirin ev bû: TC di cih de wê dar ve bike, di rewşeke wiha de ku Rêber Apo nîne, digotin temenê PKK’ê herî pir 6 meh in. Mirov bala xwe bide çapameniyê, nirxandina gelek kesan wiha bû. 6 meh temen dane PKK’ê. Tebaxê wê PKK nemabûya, tine bibûya. Hesab ev bû. Niha 22 sal çûn. 44 aran 6 meh çûn.

Komplo çi qasî ne serkeftî bû? Komplo çi qasî hat pûçkirin? Hesabê wan çi qasî xira bûye derkete holê. Weke roniya rojê aşkera ye. Rêber Apo bi nirxandin, helwesta xwe, ku rastiya datînê holê, komployê ronî dike, bi helwesta xwe ya li ser jiyana azad, demokratîk, bi xwîşk û biratî ev xira kir.

Helbet, tevgera me xafil bû. Piştî 15’ê Sibatê rastî dît. Xwedîderketina xurt û watedar a li Rêber Apo geş bû. Gel, tevger bû yek û îdam pûç kir.

Piştre gotin ew ê di pergala Imraliyê de tine bikin. Hikûmeta Ecevît-Bahçelî-Yilmaz ava kirin. Hikûmeteke sosyal, demokrat, lîberal û milliyetgir bû. Xwedêgiravî li Imraliyê bi polîtîkaya rizandinê wê tine bikirana. Rêber Apo wê nekarîbûya bixwenda, bifikiraya, ango fikir hilneberanda û PKK jî wê xwe nekariya ragirta. Rêber Apo di şertên herî zor de ya ku kesî nekarî bike, pêk anî, fikrên nû danî. Di pirsa kurd de bi asta Rojhilata Navîn bi formula Rojhialta Navîn a Demokratîk, Kurdistana Azad, çareserî danî holê û hemû hêvî û hesabên komplogeran pûç kir. Rêya PKK’ê vekir, rê li Kurdan vekir, piştre paradîgma guherand. Piştî ku hikûmeta Ecevît têk çû vê carê hikûmeta dînîgir, umetgirya Îslamî AKP peywirdar kirin. Gotin bi destê AKP’ê em komployê bibin serî. Li dijî vê Rêber Apo şoreşa herî mezin a hişmendiyê ya dîrokî pêk anî. Paradîgmaya geuherand û ji hêla îdeolojîk ve nûbûnek anî. Li ser xweseriya demokratîk çareseriya konfederalîzma demokratîk danî. PKK ji  desthilatdarîxwazî-dewletxwazî derxist. Li ser azadiya jinê û ekolojiyê paradîgmaya civakîparêz danî. Bi vî rengî projeya çareseriyê ya bingehîn a pirsa Kurd jî û ya pergala desthilatî û dewletî jî danî.  Konfederalîzma demokratîk ya li ser xwesreiya demokratîk van vedihewîne. PKK, bi vî rengî kir hêza pêşeng a çareseriyê û wiha hikûmeta AKP’ê têk bir.Ew jî pûç bû. Piştî vê 20’ê Tebaxa 2005’an li ser hîmê şerê faşîst ê qirker ê giştî êrîşê tîne. Em li dijî vê li ber xwe didin. Ev jî ji qonaxên cuda derbas bû. Niha, nexasim ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve bêrawest dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, ji DYE’yê, NATO’yê, ji hêzên ku ji pirsa kurd dixwin sûd werdigire û li dijî Rêber Apo, PKK’ê şer dikin û em jî li dijî van li ber xwe didin.

Em bala xwe bidinê Rêber Apo li ber xwe dide, gerîla li ber xwe dide, hemû partî li ber xwe dide, jin û ciwanên kurd li ber xwe didin. Gelê kurd, li çar parçeyan û yên li derveyî welat dostên kurdan li ber xwe didin. Partiyên pêşverû, şoreşger, demokrat, çepgir û sosyalîst, derdor û şexs li ber xwe didin. Hemû bi kurdan re bûne yek. Li dijî pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê radibin. Niha ev têkoşîna 22 salan têkoşîneke dijwar bû. Bi deh hezaran şehîd me dan. Bi sed hezaran girtî. Kurdan nexwe, venexwar, jiyan rawestiya, Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk azadîxwaz a kurd têdikoşe. Me ev qas êş dît, zor û zehmetî me dît lê yek ji van belesebeh neçû. Ev lîstika mezin bi asteke mezin hate xirakirin.  Pirsa Kurd pirseke çawa ye, çawa ji bo her kesî kemîn e, Rêber Apo ji vê re ”Kemîna Gur’ got. Bi rastî jî ev bi têkoşîna 22 salan derkete holê. Fikra azad a kurd, rêxistiniya wê jî wê bihata tinekirin.

Geşedan li ber çavan in, Bakur ev 30 sal in şoreşa vejînê dijî. Her çendî asteke demokratîkbûnê dernexistibe holê jî Başûr ev 30 sal in xwedî statûyekê ye. Şoreşa Rojava çêbûn. Ev pir girîng in, ev 9 sal in şoreş heye. Karîgeriyeke zêde ya van li ser Rojhilata heye, Kurdên li derveyî welat di vê têkoşînê de bi roleke girîng radibin.

Zêdetir jî geşedanên îdeolojîk. Ev pir girîng in, Rêber Apo ber bi pêvajoya komployê ve di pozisyoneke wiha de bû ku Rêbertiya partiyekê bû ku fermandariya tevgereke gerîla dikir. Di pozîsyona Rêberê gel de bû lê di nav pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê de li dijî komploya navnetewî di nav têkoşîna 22 salan de çi kir? Guherîna paradîgmayê kir. Ji hêla îdeolojîk ve nûbûneke mezin anî. Şoreşa herî mezin a zêhnî ya dîrokê pêk anî, rê li ber geşedaneke mezin a entelektuel kir û bûyineke rêbertî pêk hat. Jê re bûyina 3’yan a Rêbertî got. Ev ji hêla teorîk û felsefîk ve kir, ji hêla xeta îdeolojîk û polîtîk ve. Ji hêla leşkerî, pratîk, şêwaz, stratejîk, şêwaz, tatkîk û tempoyê ve kir, ji her alî ve xwe nû kir. Ji rêbertiya partiyekê, bû rêbertiya gel, rêya rizgariyê şanî hemû çewisandiyan, da. Rêya azadiyê şanî jinan, gelan, karker û kedkaran da. Bû rêberê van hemûyan, bû gerdûnî, global. Ji asta Rêbertiya netewî bihurî, bû rêbertiya gelan, çewisandiyan, jinan, ciwanan, bi asta cîhanî. Niha her kes lê xwedî derdikeve.

Em bala xwe bidinê ji bo parçebûna pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Imraliyê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji asta netewî zêdetir bi asta navnetewî ye. Karker, kedar, jin û ciwan rê ve dibin. Jinên cîhanê zanîna jinan a ku Rêber Apo daniye, lê hûr dibin. Bala xwe didin ser tevgera azadiyê ya li Kurdistnaê, gerîlayên jin, ji wir hêzê distîni, li fikir digerin. Li hêza ku ev daniy holê xwedî dertên .Ango sendîkayên karkeran, hemû sendîkay^ne karekeran, li Ingilistanê dest pê kir, li Ewropayê û Efrîkayê belav bû. Lê xwedî dertên .Hêzên şoreşger, demokratîk li partiyê xwedî dertên. Li dijî zext û tecrîdê daxuyanî dan.

Heke mirov bala xwe bidiyê kampanyaya azadiya fizîkî ya ji bo Rêber Apo ji bilî kurdan li hemû deverên cîhanê didome. Her kes tevlî dibe, her kes dibêje, divê pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê parçe bibe, keda Rêber Apo li ser me heye. Divê em ji bîreweriya wî sûd werbigirin. Ji bo me jî bîra wî sûdewar e, divê ew mêjî bifikire, ew ziman biaxive, em jî jê sûd werdigirin. Di berjewendiya me de jî xwedî helwest e, helw dide. Li her kesî xwedî derdikeve. Rewş ev e. Bi serê xwe ev jî geşedaneke mezin e.  Ya pêşî, pêkanîna guherîna paradîgmayê ya bi vî rengî, rewşeke wiha daniye holê ramanên azadiyê ku dîrokê bi ser neketine, ên ku bi ser ketine jî nekarîna ku bidomînin derketiye holê.  Ji bo bizavên azdiyê rêya serkeftinê, serkeftinê vekiriye. Şoreşeke wiha ya dîrokî ya hişmendiyê ava kiriye. Niha ev rastî bi vê astê berbelav dibe.

Bala xwe bidin ser urdan, beriya Rêber Apo û PKK’ê kesî ew nas nedikrin, kesek li pişt tevgera kurd nedisekinî. Berevajî, Kurdistan kana paşverûtiyê bû. Qadeke wiha bû ku emperyalîzm, mêtîngerî herî pir li wir rehet bû. Niha ji bo ku kesê ku bîrewerî, çalakgerî û giyanê berxwedêriyê pê re heye, ji wanre bûye biryargeh. Me geşedanên îdeolojîk û siyasî vegot. Xwenûkirina partiyê, geşbûna gerîla ya li ser asta nû, geşbûna rêxistiniya jin û ciwanan a li ser hîmê paradîgmaya nû,  hatine asteke wiha ku pêşengiyê li avakirina neteweya demokatîk bike, ev hemû vê pêvajoyê derxistin holê.

Em behsa karîgeriya wê ya li ser aliyê dijber bikin, ku bi çend hevokan me ev got lê yên ku di 6 mehan de PKK diqedandin, 44 caran 6 meh derbas bûn, niha dibêjin, PKK wê hemû Rojhilata Navîn bi dest bixe. Ketine tirs û fikaran. Rêveberiya TC’ê bi komploya 15’ê Sibatê digotin ew ji Apo û PKK’ê xilas bûne. Niha jî 24 saetan ranekevin, naxwin, venaxwin, bi tirsa Rêber Apo, PKK’ê û azadbûna kurdan ditirsin. Her çi jî kiribin hêzên komploger li bara têkoşînê nekarîn li ser piyan bimînin, hatin ber hilweşandinê. Belawerla bûn. Ew yekîtî, hegemonya ku her kesî rê ve bibe ya DYE’yê nema. Gelek derdor bi rexnedayîn nêzîk bûn. Dîtin ku şaşî kirine. Hin alî dixwazin rast bikin. Li gelek qadan ev dibe. Jixwe desteka li qada navnetewî, geşbûna têkoşînê ya ji bo azadiyê vê aşkere nîşan dide.

Naxwe ti tiştek ne beleheq bûye. Em êşên mezin jiyan. Me gelek şehîd dan. Xwîn rijand. Bêguman me ev nedixwest. Ji bo ku ev nebin Rêber Apo derkete Ewropayê, projeya siyaseta demokatîk a pirsa Kurd danî holê. Ji bo ku ev nebin bang li her kesî kir. Heta dawiyê li ber xwe da. Sûcdarê vê ne em in. Li gel ku Rêber Apo, tevgera me nexwest ku ev bibe jî hinan ev xwestin. Hêzên komploger, ên dixwestin ku pirsa kurd bidome, feyde ji vê dîtin. Dijminên Rêber Apo û PKK’ê, dijminên kurdan ev xwestin. Berpirsê van geşedanên giran ew in.

Di sala 23’yan a têkoşînê de wê rengê têkoşînê çawa be?

Em tevger û gel bi pêngava azadiyê ‘Dema Azadiyê ye” dikevin sala 23’an. Di sala 22’yan de me plana îmha û tasfiyekirinê pûç kir. Ji niha û pê de jî ji bo hilweşanddina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku vê planê ferz dike, me pêngaveke berxwedanê da destpêkirin. Em têkoşîna bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re, dema azadiyê ye, ku armanc dike pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê parçe dike û bi vê re azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn daye ber xwe didin. Ango em tevger û Rêbertî ji bo ku faşîzmê ku dixwaze me îmha û tasfiye bike bi pêngavekê rabûne. Ango em bi pêngavê ketin sala mîladî ya 2021’an. Bi pêngavê ketin sala 43’yan a damezirandina partiya me.

Niha li dijî komploya 15’ê Sibatê de di sala 23’yan a têkoşînê de em pêngavekê didin destpêkirin. Di sala 23’yan de me tevgerê û gel ev sal kiriye sala serfiraziyê. Îdîaya me ev e û hêza me heye ku em vê pêk bînin. Em tevger wiha ne, hemû hevalbendên me jî. Bi hemû mirovahiyê re em li ser vê mijarê yek in. PKK jî wiha. Tevgera azadiyê jinê jî, hêzên demokratîk ên Tirkiyê jî, em Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan jî bi pêngavê rabûne. Bi hemû hêzên demokratîk, şoreşger, azaddîxwaz, karker û kedkaran re em dikarin eynî pêngavê bidomînin. Em di nav pêngavê de ne. Pêngav ne tenê li parçeyekî Kurdistanê, li Tirkiyê, Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê didome. Bi her cure çalakiyê didome. Ji ber ku êrîşa şerê taybet a faşîzma qirker li ser me hey. Êrîşa îmha û tasfiyekirinê li ser me heye, em jî li dijî vê berxwedana giştî dikin.  Her kes li ber xwe dide. Rêbertî li ber xwe dide, tevger, jin, ciwan, gel, dost, çar parçe Kurdistan li ber xwe dide, cîhan û Rojhilta Navîn li ber xwe dide. Her kes hêza xwe çi be, ji bo ku faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin li ber xwe didin, Gerîla şer dike, jin, ciwan çalakiyan, serhildanan dikin. Karker, kedkarên Kurd li her deverê rabûne ser hildanê, li hemû cîhanê wiha ye. Her roj 15-20 çalakî dibin.

Tê xwestin ku pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê were şikandin, Rêber Apo ji hêla fizîkî ve were azadkirin. Destek ji bo pêngava ‘Dema Azadiyê’ heye. Ev her ku diçe wê bidome, berbelav bibe, ev geşedan aşkere ye ku wê pir zorê li faşîzmê bike. Aniye ber rewşa hilweşandinê û wê hilweşîne. Bawerî û hedefa me ev e. Bi teqezî vê salê li dijî komployê di sala 23’yan a têkoşînê de pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê ku pirsgirêka kurd didomîne, navenda qikrina kurdan e wê were hilweşandin, rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo vebe. Em ê vê pêk bînin. Hêza me heye. Ya tevgerê jî. Ya gel jî. Em kêmasiyên xwe temam dikin. Em dixwazin çalakiyên afirandêr deynin holê. Em dixwazin ku gerîla bêhtir karîger şer bikin, jin û ciwan zêdetir xurt bibin û li her deverê berbelav bibin, ne ku rengên çalakiyan dubare bikin, em geş bikin.

Em çalakiyên ku tenê propagandayê dikin, faşîzmê teşhîr dikin, derbê li faşîzmê didin û bi rengên cuda derbê lê didin, hildiweşînin derxînin pêş. Em çalakiya domdar, geş dibe derxînin holê. Ev dikarin werin kirin, heke mirov ji vî alî ve kûr bibe geş dibe. Kêmasî di vî alî de xuya dike. Hin dever li gorî xwe belawela dibin. Hin jî şaşî hene. Li gorî xwe ji armancê dûr dikevin, em bawer dikin ku ew rastiyê dibînn. Ji xafilbûnê xilas bibin. Her kes wê li hedefa sereke ya pêngava me ‘Dema Azadiyê ye’ bibe yek û tecrûbeya 22 salan ku têkoşînê daniye holê veguherîne ser destkeftinên mezin ên azadiyê. Ev çiye? Azadbûna fizîkî ya Rêber Apo, ev tenê ne ji bo şexsekî ye, ne tenê ji bo azadiya gelê kurd tenê ye jî, vaye hemû cîhan dibêje azadiya me ji wir derbas deibe. Di berjewendiya her kesî de ye, ya jin, çewisandiye, ciwanan, geşedaneke ku mizgîninya berjewendiya her kesî dike û em hêvî dikin ev di sala 23’yan de derkeve holê. Li ser vê mijarê biryardariya me teqez û tema e. Heta dawiyê em ê têbikoşin.

Ligel ku tê astengkirin jî çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê didome. Piştgiriyeke mezin derketiye holê. Çima ji ber qeyyûmekî ev qasî çalakî çêbûn û deng veda?

Divê em ji gelek aliyan lê binihêrin. Aliyê pêşîn têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê yên bi hev re ne. Him têkiliya êrîşên paşverû û him jî rewşa ku têkoşînên demokratîk, azadîxwaz û şoreşger bandorê li hev dikin. Dixwazim vî tiştî bibêjim, pêngava me ya ‘Dem dema azadiyê ye’, têkoşîna li ser vê bingehê û HBDH’ê pêngaveke wisa da destpêkirin. Van tiştan bandoreke mezin li qada Tirkiyeyê kir.

Ev bandor her dem heye. Di têkoşîneke wisa de çalakbûna ciwanan her dem heye. Em dizanin ku ciwan hene ku li ser bingeha şoreşger pêşengtiyê ji têkoşînên demokratîk û azadîxwaz dikin. Rêber Apo jî wisa dest pê kiribû. Têkoşîna azadiyê ya li Kurdistane ji nav tevgera şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê derket. Rêber Apo gotibû ku ez sempatîzanê THKP-C’yê me. Diyar kiribû ku hevokeke Mahîr Çayan a li ser cîddîyeta doza kurdan bandor li wî kiriye û bûye sedem ku bi awayekî cîddî ew nêzî çareseriya doza kurdan bûye. Ji wir dest pê kir. ADYOD tevgereke şoreşger a yekgirtî bû. Tevgera Apoyî yek jî wan tevgeran bû ku bi awayekî çalak tevlî nav ADYOD’ê bûbû. Têkoşîna li Kurdistanê aliyekî wê bû Şoreşa Azadiya Kurdistanê û aliyê wê yê din jî bûye Şoreşa Tirkiyeyê. Bû mil û parçeyekî Şoreşa Demokratîk a Tirkiyeyê. Gerîlatiya li Kurdistanê çawa kurd azad kirin, Tirkiye jî demokratîktir kir. Di çara pênc salên dawîn de me ev tişt bi şêweyê Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan, veguherand têkoşîneke yekgirtî. Tevgera şoreşa yekgirtî ya jinan heye. Ya ciwanan heye. Li Ewropayê hêzên şoreşa yekgirtî têdikoşin. Li Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê Hêza Şoreşger a Yekgirtî heye. Ez dixwazim vî tiştî bibêjim, ji ser van geşedanan divê em li vî tiştî bipirsin, ev bûyer êdî ji tevgera ciwanan a li zanîngehan derbas kiriye, ji meseleya qeyyûm derbas kiriye. Rektor hatiye hilbijartin an na, ew jî derbas kiriye. Vê çalakiyê li Tirkiyeyê bandor li hemû kesan kir. Bandor li hemû karker, kedkar, hêzên şoreşger û demokratîk, kurd, jin û Elewiyan kir. Pê re jî bandor li dinyayê kir. Ewropa û Emerîka jî di bin bandora wê de ye.

Ev çi nîşan dide, rewşeke balkêş e. Bi qeyyûm an jî hin mafên ciwanên zanîngehê nayê îfadekirin. Erê, ciwanan destpêkeke baş kirin, nexwe derfet hebû. Daxwazên wan jî gelekî maqûl e. A niha tiştekî cihê nakin. Dibêjin em qeyyûm naxwazin. Heke zanîngeh wê xweser bin, wê bibe maka zanista azad, divê zanîngeh rektor û dekanê xwe hilbijêre. Her dem wisa bû. Ya rast Tayyip Erdogan bûye xwendekar, em nizanin. Ne diyar e ku ka zanîngeh xwendiye yan na lê min xwend. Ez yek ji xwendekarê zanîngeha Enqereyê me. Zanîngehê hemû dekan û rektorê zanîgnehê hildibija, fakulteyan ew hildibijartin. Li Tirkiyeyê her dem wisa bû. Wekî li Kurdistanê dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê ev tişt jî veguherand qeyyûmtiyê.

Daxwaza ciwanan ev e. Ji nişka ve ev tişt derbas kir û hemû kesan xwe di nav de dîtin. Çima? Divê em li ser du tiştan bisekinin. Yek jê divê em bibînin ku dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê çi ye. Rejîmeke wisa ye ji dîktatoriyên 12’ê Îlonê û 12’ê Adarê yan jî ji dîktatoriyên din cihêtir e. Gelekî derewîn e, demagog e, şerê taybet dimeşîne, her cure zext û terorê dike. Dîktatoriyeke ku destûrê nade tu tiştî. Ev jî ji ber tirsa hilweşandinê ye.

Çend xwendekaran dema diyar kirin ku ew dixwazin li hemberî qeyyûm rektorê xwe hilbijêrin, rejîma Erdogan û Bahçelî dîtin ku pergala wan a çend salan dike hilweşe.

Nexwe li ber hilweşandinê bûn û 24 saetan di nav tirsê de ne. Ji ber vê jî destûrê nadin tiştekî biçûk jî. Ditirsin ku li zanîngehan çend ciwan bimeşin û wê wan hilweşînin. Nexwe dibêjin bila tu kes tiştekî cihê neke, nebêje. Diyar dikin bila mîtîng û çalakî pêk neyê. Bila bêdengî û zext hebe, faşîzmeke wisa li tu derê tune.

Ji aliyê din ve jî derket holê ku ev faşîzm nayê qebûlkirin. Hemû kesan piçekî be jî di azadiya Kurdan de xwe didîtin. Bi rewşeke pratîk vê helwesta ciwanan dîtin, hemû kesan rizgariya ji faşîzma AKP û MHP’ê di wir de dîtin. Ji ber vê jî hemû kesan piştgirî dan. Mirovan piştgirî dan vê tevgerê, ji ber ku di vir de çirûska rizgariya ji faşîzma AKP û MHP’ê dîtin. Ya duyemîn, nexwe her kes li dijî faşîzma Erdogan û Bahçelî bûne.

Ji her eniyê piştgiriya xwendekaran hate kirin. Hemû hêzên şoreşger û demokratîk, gelên Tirkiye û Kurdistanê, ji Ewropayê heta Emerîkayê gelek aliyan piştgirî dan. Ev çi nîşan dide. Evqas piştgirî ma ji bo hilbijartina rektor e. Na. Ji bo faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin, Tirkiye bibe welatekî demokratîk, hemû kes dixwazin ev faşîzm hilweşe. Ev rewşeke gelekî zelal û girîng e. Ji bo ku vê têkoşîna dirêj bandora li civaka tirk, dinyayê bike, berxwedana kurdan, jinan, ciwan û girtiyan rê li ber vî tiştî vekir. Nexwe tam amade bûye. Gotineke Mao hebû, digot gelo çirûskek dikare agir bi deştekê bixe? Va ye pê dixe.

Hema bibêje li hemû bajaran qedexe hatine îlankirin, li dijî gerîlayên Kurdistanê li her derê operasyon tê kirin. Gotibûn qediyaye. Gelo çima li dijî hêzeke ku qediyaye, operasyon tê kirin?

Ez careke din di şexsê Dilşêr Herekol de hemû şehîdên HPG û YJA Starê bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Şehadetên li Heftanîn, Serhed, Dêrsim û heta Amanosê bi bîr tînim. Gerîla li her derê li ber xwe dide, wê li ber xwe bide jî.

Di du aliyan de mirov dikare binirxîne, yek jê tirsa wan e, çawa ku dema xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê gotin em rektorê qeyyûm naxwazin, tirsiyan ku ‘wê rejîma wan hilweşe’ dema gerîla li çiyayan azad digere, li qadên azadiyê dimeşe, dema ku bi ser de çalakiyan dike, dijmin diqutife. Jixwe gerîla her roj bi jiyan û çalakiyên xwe çirûskên azadiyê vêdixe û bandorê li hemû kesan dike. Bandorê li Kurdistan, Tirkiye û dinyayê dike. Faşîzma AKP û MHP’ê ketiye bin tirsa vê bandorê. Ji bo ku nehêlin du ciwan bimeşin her tiştî dikin, ji bo bandora gerîlayan a ku roj bi roj mezin dibe jî bi destê dewletê êrîşê didin kirin. Hemû derfetên xwe seferber dikin.

Va ye hatin Iraqê, hatin Hewlêrê lava kirin, çûn Elmanyayê, çûn Îranê, çûn Rûsyayê. Dibêjin ku wê Erdogan biçe Îranê. Tekane sedema vê dîplomasiyê heye. Ji bo ku li dijî gerîlayan hêzê çêbike. Destûrê nedin ku tu kes piştgiriyê bidin gerîlayan. Piştgiriyê asteng bikin.

Va ye hûn dibînin faşîzma AKP û MHP’ê diçe û tê. Hemû derfetên xwe li dijî gerîla bi metodên hovane bi kar tînin. Ji ber ku yê berxwedan, fikra şoreşger, azadî û demokrasiyê belav dike û didomîne, gerîla ye. Hebûn û çalakiyên gerîla êdî bandorê li civaka Kurdan, jinan û ciwanan dike. Di heman demê de bandorê li civaka Tirkiye û her dera dinyayê dike. Ji belavbûna vî tiştî ditirsin. Li ciwanan li wir jî û yê li çiyê jî didin. Ev gelekî dişibe hev. Ji ber vê jî her der qedexe kirin. Her roj bi hovane êrîş dikin. Ji bo ku gerîla tiştekî neke, bandora gerîla belav nebe, hemû hewldana wan ev e.

Ya din aliyekî din ê meseleyê heye. Nexwe gerîla qediyabû, Soylû digot evqas maye, li qadeke ewqasî fireh, li Colemêrgê, Dêrsimê, Mêrdînê, Botanê û li qada Serhedê operasyonê li sedan cihî dikin ku jixwe ev hemû qadên qedexe ne ango qadên leşkerî ne, nexwe li vir gerîla hene û li vir şer heye.

Heke gerîla qediyabe, kî şer dike. Heke we gerîla dabe sekinandin û qedandibe, çima li van qadan hûn îlana şer dikin. Ev jî diyar dike ku gotinên wan çiqasî vala ye û ji bo xapandina civakê ye.

Jixwe ev qedexe wan dide dest. Ya duyemîn jî li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê çend jin dane sekinandin. Dema li wir kêm dibin, berê xwe dide wan. Heke te gerîla qedandiye, çima tu bi mehan wan li wir dide sekinandin. Ew li wir çi dikin. Ji aliyekî ve tu yê bibêjî min ew qedandiye û ji aliyê din ve jî ji bo têkoşîna li dijî gerîla tu yê xwe bi wan girêbidî. Ev tişt hevdu nagire.

Erê, gerîla şer dike wê şer bike. Heval dinirxînin. Wê guhertin û sererastkirinên pêwist bikin. Di pêvajoya pêş de bi pêşengiya şehîdan wê tevlêbûna pêngavê zêdetir be, wê pêşengtî zêde bibe, li ser bingeha serkeftina pêngava azadiya şoreşa Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk, wê serfiraziyên mezin pêk were.Gerîla xwedî vê formasyon, ast, rêxistinbûn, perwerdehiyê ye ku pêşengtiyê bike.

Li ser cesaret û fedakariyê tu gotin tuneye ku mirov bike. Ez serkeftinê ji hemûyan re dixwazim. Di şerê li dijî komploye de bûn pêşengên şer. Di sala 23’emîn de jî wê vê pêşengtiya xwe li ser xeta serfiraziyê bidomînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar