Navenda Nûçeyan
Kampa holê kampa herî mezin ya ku jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê têde hatine bicih kirin. Kamp dibin serweriya Xwerêveberiya Demokratîk ya bakur û rojhilatê Suriyeyê deye. Herwiha di cîhanê de weke kampa herî bi metirsî tê dîtin.
Kampa Holê 54 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Hesekê. 62 hezar û 287 penaberên Suriye, Iraq û çeteyên DAIŞ tê de hene. Ji vê hejmarê 30 hezar û 706 kes Iraqîne, 22 hezar û 616 kes Suriyeyîne. 8 hezar û 965 jin û zarokên biyanî yên çeteyên DAIŞ’ê jî cih digrin.
Di nava salek û nîvê de li Kampa Holê 82 kes hatin kuştin û ji serê sala 2021’an ve jî 11 kes ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li heman kampê hatin kuştin. Zêdetirî kesên hatine kuştin Iraqî bûn ku 3 ji wan jin bûn.
Di nava kampa Holê de zêdetirî xwe kesên dihatin kuştin, bi kêr û çekên sar dihatin kuştin. Lê dawiyê de di nava kampê de demance jî tên bikaranîn.
Li gorî daxuyaniya rêveberiya Kampa Holê, saziya îstîxbarata dewleta tirk, MÎT bi rêya 45 rêxistinên mirovî, çek û teqemenî digihîne çeteyên di nava kampê de. Herwiha gelek jinên DAIŞ’î jî bi rêya barghilgirên wan rêxistinên ser bi MÎT’a tirk ji nav kampê di revin.