Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Kampa Holê, pirsgirêkeke navneteweyî û cîhanî ye

Sorgul Şêxo | 

Kampa Holê, di herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kampa herî mezin e. Di vê kampê de jiyana berî xweradestkirina malbatên DAIŞ’î yên li Baxozê, ji hêzên HSD’ê re û bicihkirina wan li kampê, pir ji hev cûda bû û wekî erd û ezman navbera wan de hebû. Koçberên ku ji deverên cûda yên Sûriyeyê wekî Heleb, Idlib, Humis, Hema, Laziqiyê, Reqqa û Dêra Zorê, ji ber êrîşên di navbera rêjîma Bas û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê de, herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re wekî stragehekê dîtin û ber bi wê ve ketin rê. Her wiha ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji sala 2014’an ve li ser Iraqê ve, nîştecihên wan herêman ku hejmara wan bi hezaran bû, dîsa ber bi herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ve hatin. Hejmara koçberên sûrî niha li Kampa Holê zêdetirîn 30 hezar û 738 kes li ser 8 hezar û 256 malbatan hatine dabeşkirin. Penaberên ıraqî jî li gorî daneyên herî dawî yên rêveberiya kampê digihêje 21 hezar û 058 kes li ser 5 hezar û 619 malbat hatine dabeşkirin. Her wiha hejmara malbatên DAIŞ yên biyanî ku ji 57 welatan in 8 hezar û 555 jin û zarok li ser 2 hezar 529 malbatî hatine dabeşkirin.

Hejamra ku li Kampa Holê ji koçber, penaber û malbatên DAIŞ’ê dijîn, ne kêm e. Ev qas malbat li ser hişmendiya DAIŞ’ê mezin dibe û zarokên xwe bi rengekî cûda perwerde dikin. Li kampê zêdetirî 12 dibistan hene, lê di dema ku zarok ji dibistanê vedigerin, li konên taybet ku ji bo perwerdekirina wan veda ne, dîsa wan li ser şerîta îslamê û fikrê DAIŞ’ê perwerde dikin. Her zarokeke li kampê siberoja wê/î û pêşeroja wan li ser serjêkirin û qetilkirina mirovan perwerde dikin. Her jinek DAIŞ’î li ser welatekî bi giştî xeteriyeke pir mezin ava dike. Dema ku em li nava kampê digerin ji awirên jinan hovetiya DAIŞ û hişmendiya wan a ku gelek kesên bê sûc qetilkirin e, diyar dibe. Kesên ku li gorî fikr, qûral û biryarên wan nemeşin, yan tên serjêkirin yan jî qetilkirin. Qetilkirina wan jî bi rêya amûrên tûj in, yan kêr an jî çakûç in. 60 hezar û 351 kesên ku ji 57 welatan, bi rêya Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn, gelo çima pirsgirêka Kampa Holê wekî pirsgirêka xwe nabînin û rê û rêbazên çareseriyê peyda nakin?

Erê! Kampa Holê ji mezintirîn kamp bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye, lê di heman wextê de jî kampa herî xetere ya cîhanê ye. Kesên ku li kampê dijîn, xwedî hişmendiyeke nijadperest in, xwediyê hişmendiya ku tenê kuştin û serjêkirina kesên bê guneh hildibjêrin. Dibe yê ku Kampa Holê nedîtibe, asta xeteriya wê jî nas neke. Lê di rastiyê de ev kamp mayinekî demkî ye û kengî biteqe jî nediyar e, lê teqandina vê mayinê ne tenê li ser herêmê wê li ser tevahî cîhanê bêyî îstîsna xeteriyê çêbike û ber bi tehlukeyê ve bibe. Jinên ku bi fikra DAIŞ’ê bandor bûn, ew in yên ku heya niha hiştine DAIŞ li ser lingên xwe bimîne. Ji wê zêdetir jî zarokên ku tenê gunehê wan ji dayik û bavê DAIŞ’î ne, bi fikr û terora ku DAIŞ li ser dimeşe û belav dibe, perwerde dikin. Helbet her zarokek xwedî xeyaleke/î cûda ye, lê ew jin û bavên DAIŞ’î wan li ser serjêkirina mirovan, qetilkirina wan bi rengên hov û amûrên tûj, bi çekên wekî damançeyên bêdeng perwerde dikin. Piraniya zarokên ku em rastî hatin digotin ku ‘me herî kêm kesek û du kes kuştine û em li ser çekan perwerde dibin.’ Hinek zarokên ku yek ango du salî bûn, çarçefa reş li wan kiribûn û bedewbûna wan di bin wê çarçefê de veşartibûn. Zarok û jin jî di hundirê kampê de tên îşkencekirin. Jina ku hewl bide ji xeta DAIŞ’ê dûr bikeve, bi rengekî hov tê qetilkirin. Qetilkirin ji aliyê jinên kampê ve bûye wekî tiştekî normal. Kesên ku di kampê de dijîn ji exlaq û mirovatiyê hatine ceridandin. Hişê wan tenê li ser hedefgirtina kesên ku ji rêya terorê derkeve ye. Li şûna ku li ser pêşeroja xwe bifikirin, difikirin ku çawa û bi çi rengî jin û zarokan qetil bikin. Jinek DAIŞ’î bi ewqasî kîn dikare ku li hember mirovahiyê giştî ser û binê hev bike û veguherîne dojehê.

Gelê kurd û giştî yên Rojhilata Navîn li seranserê dîrokê bi exlaqên xwe cîhan matmayî dihiştin û heya niha bi exlaq û wijdanê xwe yê paqij û rast têne nasîn. Ruxmî ku ewqasî rastî komkujiyê dijmirovî hatine jî lê naxwazin ku heman tişt bi serê gelekî din de jî were. Ruxmî ku Kampa Holê malbatên DAIŞ’î di nava xwe de dihewîne, xeteriyê li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê  çê dike lê dîsa jî di ewlehiyê de dijîn. Endamên ku parastina kampê dikirin, ji aliyê şaneyên veşartî ve dihatin qetilkirin. Ma gelo edalet li ku derê ma? Dizanin ku gelê herêmê çiqasî dilbirehm û xwedî li nirxê mirovahiyê jin û zarokan derdikevin, dîsa jî li ser terora xwe danakevin û hişmendiya xwe naguherin. Gelê ku ewqas li hember çeteyan şer kirin û serkeftin para wan bû, niha jî ji ber ku xwedî li exlaqê mirovahiyê derdikevin, nahêlin ku tu zirar jî bigihêje jin û zarokên ku bûn qurbaniya DAIŞ’ê. Lê ev ewlehî wê demdirêjî nebe, ji ber ku roj bi roj kamp mezin dibe. Dapîrek ji ber ku neviya wê ya 5 salî nîşana serkeftinê şûna nîşana DAIŞ’ê ku tenê tiliyeke bilind kir, ew bi çakûç kuşt. Di heman wextê de jî zarokan li kampê serjê dikin. Li gorî wan jinan mirin ji van kesan re heq dikin. Pir jinên ku dixwestin derdê xwe bêjin û rastiya li kampê bînin ser ziman, lê ji ber tirsa jinên DAIŞ’î nedikarîbûn peyvekê jî bêjin. Dema ku ji dûr ve tu li kampê dinêrî, wekî teyrê wêran ango xûrab xûya dikin. Bi hezaran jin û zarok di bin çarçefên reş de hatine veşartin. Awirên jin û zarokan hovitiya wan nîşan dide.

Wan jinên êzidî, kurd û ereb bi zeytê diqelandin, neynûkên wan bi penseyan radikirin û wan bi rengên pir hov serjê dikirin. Lê tişta ku gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji wan cûda dike asta xwedîderketina wan li wijdanê mirovahiyê ye. Divê ku 57 welat, hemwelatiyên xwe bigrin û wan ji nû ve perwerde bikin, yan jî divê ku dadgeheke navdewletî çêbikin û hemû çeteyên ku destê wan di rijandina xwînê de hebû, bidarizînin. Ji ber ku roj bi roj Kampa Holê mezin dibe û nifşên nû li ser tiştên pir hov têne perwerdekirin. Ger niha dermanê vê nexweşiyê neyê dîtin, wê sibe li ser tevahî laş ango cîhanê belav bibe û nikaribe ku rê li ber were girtin. Ger ku wan wekî xeteriyekê li ser welatê xwe dibînin, ji ber wê wan nagirin, divê ku bi heman çav û hestî jî li welatên din binêrin û ji wan re çareseriyeke bingehîn bibînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar